الم (1) M. (Arşa van tîpên ji hevçûî hey Yezdan dizane) |
أَحَسِبَ النَّاسُ أَن يُتْرَكُوا أَن يَقُولُوا آمَنَّا وَهُمْ لَا يُفْتَنُونَ (2) Qey meriv guman dikin, ku bêjin: "Me bawer kir" qe neyêne ceribandinê, dest ji wan bê berdanê |
وَلَقَدْ فَتَنَّا الَّذِينَ مِن قَبْلِهِمْ ۖ فَلَيَعْلَمَنَّ اللَّهُ الَّذِينَ صَدَقُوا وَلَيَعْلَمَنَّ الْكَاذِبِينَ (3) Bi sond! Ewanê berya wan da borîne hene! Îdî bi rastî ji bo ku em bi rastgo û virekê wan bizanin, me ewan jî ceribandine |
أَمْ حَسِبَ الَّذِينَ يَعْمَلُونَ السَّيِّئَاتِ أَن يَسْبِقُونَا ۚ سَاءَ مَا يَحْكُمُونَ (4) Qey ewanê ku sikatîyan dikin, guman dikin wê ji me biborin, îdî (em nikaribin ji wan ra şapatan bidin)? Berawanîya ku ewan dikin çiqa sik e |
مَن كَانَ يَرْجُو لِقَاءَ اللَّهِ فَإِنَّ أَجَلَ اللَّهِ لَآتٍ ۚ وَهُوَ السَّمِيعُ الْعَلِيمُ (5) Kîjan gumana hatina bal Yezdan da bike, îdî bi rastî danê gîhîjtina Yezdan tê. Şixwa ewa bi xweber jî bihîstekê pir zana ye |
وَمَن جَاهَدَ فَإِنَّمَا يُجَاهِدُ لِنَفْسِهِ ۚ إِنَّ اللَّهَ لَغَنِيٌّ عَنِ الْعَالَمِينَ (6) Kîjan (di rêya Yezdan da ji bona xwaşîya canê xwe) tekoşînê bike, şixwe ewa ji bona xwe ra tekoşînê dike. Loma bi rastî Yezdan ji hemî cîhanê bê perwa ye |
وَالَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ لَنُكَفِّرَنَّ عَنْهُمْ سَيِّئَاتِهِمْ وَلَنَجْزِيَنَّهُمْ أَحْسَنَ الَّذِي كَانُوا يَعْمَلُونَ (7) Ewanê bawer kirine û karê aştî kirine hene! Emê sikatîyên wan rakin ji wî tiştê, ku ewan dikiribûne, hêj rindtir xelata wan bidin |
وَوَصَّيْنَا الْإِنسَانَ بِوَالِدَيْهِ حُسْنًا ۖ وَإِن جَاهَدَاكَ لِتُشْرِكَ بِي مَا لَيْسَ لَكَ بِهِ عِلْمٌ فَلَا تُطِعْهُمَا ۚ إِلَيَّ مَرْجِعُكُمْ فَأُنَبِّئُكُم بِمَا كُنتُمْ تَعْمَلُونَ (8) Me meriv şîret kirine, ku bi da û bavê xwe ra qencîyan bikin. Heke dê û bav tekoşînê bikin bi te ra: Ji bo ku tu ji min ra tiştê qe zanîna te bi wî tune ye. Bixî hevrî, îdî tu bi gotina wan neke.loma para hatina we hemû li bal min da ne, îdî ji piştî gava hatine bal min, tişta we kiribû, ezê ji bona we ra bêjim |
وَالَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ لَنُدْخِلَنَّهُمْ فِي الصَّالِحِينَ (9) Ewanê bawer kirine û karê aştî kirine hene! Emê ewan bixne nava aştîkaran |
وَمِنَ النَّاسِ مَن يَقُولُ آمَنَّا بِاللَّهِ فَإِذَا أُوذِيَ فِي اللَّهِ جَعَلَ فِتْنَةَ النَّاسِ كَعَذَابِ اللَّهِ وَلَئِن جَاءَ نَصْرٌ مِّن رَّبِّكَ لَيَقُولُنَّ إِنَّا كُنَّا مَعَكُمْ ۚ أَوَلَيْسَ اللَّهُ بِأَعْلَمَ بِمَا فِي صُدُورِ الْعَالَمِينَ (10) Hinek ji kesan hene, dibêjin: "Me bi Yezdan bawer kirîye" îdî ji piştî ku di rêya Yezdan da tê cefadanê wusa dibe, cefadana merivan wekî şapata Yezdan digire. Heke arîkareyek ji Xudayê te (ji bona we ra) hatibe, ewan (aha) dibêjin, "Bi sond! Em jî bi we ra bûn," tu dibê qey Yezdan bi wan tiştê di singê hemî kesan da heye, ji wan çêtir nizane |
وَلَيَعْلَمَنَّ اللَّهُ الَّذِينَ آمَنُوا وَلَيَعْلَمَنَّ الْمُنَافِقِينَ (11) Bi rastî Yezdan bi wanê bawer kirine û bi wanê durê jî çêtir dizane |
وَقَالَ الَّذِينَ كَفَرُوا لِلَّذِينَ آمَنُوا اتَّبِعُوا سَبِيلَنَا وَلْنَحْمِلْ خَطَايَاكُمْ وَمَا هُم بِحَامِلِينَ مِنْ خَطَايَاهُم مِّن شَيْءٍ ۖ إِنَّهُمْ لَكَاذِبُونَ (12) Ewan ê file hene! Ji bona wanê bawer kirine ra (aha) gotine: "Hûn werin bibine peyrewê me, emê xeletîyên we yên (heya niha) hildine ser xwe. Ewan (filan) qe tu tiştî ji xeletîyên wan hilnadin. Loma bi rastî ewan viran dikin |
وَلَيَحْمِلُنَّ أَثْقَالَهُمْ وَأَثْقَالًا مَّعَ أَثْقَالِهِمْ ۖ وَلَيُسْأَلُنَّ يَوْمَ الْقِيَامَةِ عَمَّا كَانُوا يَفْتَرُونَ (13) Ewan (filan) wê barê xwe hildin û bi barê xwe va jî wê barê wanê, ku ewan ewanan (ji rêya rast derxistine) hildin û wê ewan di roya rabûna hemî da jî, ji pizne kirinê bêne pirsînê |
وَلَقَدْ أَرْسَلْنَا نُوحًا إِلَىٰ قَوْمِهِ فَلَبِثَ فِيهِمْ أَلْفَ سَنَةٍ إِلَّا خَمْسِينَ عَامًا فَأَخَذَهُمُ الطُّوفَانُ وَهُمْ ظَالِمُونَ (14) Bi sond! Me Nûh li bal komalê wî da bi saîtî şandîye. Îdî (Nûh) di nava wan da heya nehsed û pêncê salî maye, (li wan şîret kirîye; ewan jî bi gotina Nûh ne kirine). Îdî paşê lêmiştê ewan di nava xwe da girtin, loma ewan cewrkar bûn |
فَأَنجَيْنَاهُ وَأَصْحَابَ السَّفِينَةِ وَجَعَلْنَاهَا آيَةً لِّلْعَالَمِينَ (15) Paşê me Nûh û hevalên wî yên kêlekê fereste kirin û me eva (ferestîya) ji bona cêhanê ra xistîye berateke (derhoze) |
وَإِبْرَاهِيمَ إِذْ قَالَ لِقَوْمِهِ اعْبُدُوا اللَّهَ وَاتَّقُوهُ ۖ ذَٰلِكُمْ خَيْرٌ لَّكُمْ إِن كُنتُمْ تَعْلَمُونَ (16) Me Îbrahîm jî (li bal komalê wî da şandîye). Ewî ji bona komalê xwe ra (aha) gotîye, "Hûn gelî komalê min! Ji bona Yezdan ra perestî bikin û hûn yezdanparizî bikin. Heke hûn bizanin, ewa ji bona we ra qenctir e |
إِنَّمَا تَعْبُدُونَ مِن دُونِ اللَّهِ أَوْثَانًا وَتَخْلُقُونَ إِفْكًا ۚ إِنَّ الَّذِينَ تَعْبُدُونَ مِن دُونِ اللَّهِ لَا يَمْلِكُونَ لَكُمْ رِزْقًا فَابْتَغُوا عِندَ اللَّهِ الرِّزْقَ وَاعْبُدُوهُ وَاشْكُرُوا لَهُ ۖ إِلَيْهِ تُرْجَعُونَ (17) Ewan tiştên ku hûn ji pêştirê Yezdan ji wan ra perestî dikin hene! Ewan hinek tokel in, hûn bi vir (ewan Xuda û Mehder) digirin. Bi rastî ewan tiştên ku hûn ji pêştirê Yezdan ji wan ra perestî dikin hene! Ewanan ji bona we ra qe tu rojînî nadin. Îdî hûn li bal Yezdan li rojînîyê bigerin û hûn hey perestîya wî bi tenû bikin û ji bona wî ra sipasî bikin. Hûnê hey li bal wî da bizivirin |
وَإِن تُكَذِّبُوا فَقَدْ كَذَّبَ أُمَمٌ مِّن قَبْلِكُمْ ۖ وَمَا عَلَى الرَّسُولِ إِلَّا الْبَلَاغُ الْمُبِينُ (18) (Îbrahîm) heke (tu ji alîyê komalê xwe da) bê derewdêrandinê, bi sond! hinek komê berya we da jî (pêxemberê xwe) dan derewdêrandinê. Li ser saîyan hey têgihandina xwûyaî heye |
أَوَلَمْ يَرَوْا كَيْفَ يُبْدِئُ اللَّهُ الْخَلْقَ ثُمَّ يُعِيدُهُ ۚ إِنَّ ذَٰلِكَ عَلَى اللَّهِ يَسِيرٌ (19) Ma qey ewanan nabînin, Yezdan di cara yekem da ça heyî afirandine, paşê jî ça ewan difetilîne? Bi rastî eva kirina li ser Yezdan hêsan e |
قُلْ سِيرُوا فِي الْأَرْضِ فَانظُرُوا كَيْفَ بَدَأَ الْخَلْقَ ۚ ثُمَّ اللَّهُ يُنشِئُ النَّشْأَةَ الْآخِرَةَ ۚ إِنَّ اللَّهَ عَلَىٰ كُلِّ شَيْءٍ قَدِيرٌ (20) (Îbrahîm! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "Hûn (Gelî merivan) di zemîn da bigerin, îdî hûn mêze bikin, ka di cara yekem da afirandin ça hatîye kirinê, paşê (Yezdan) cara dawyê jî diaferîne. Bi rastî Yezdan li ser hemî tiştan dişî |
يُعَذِّبُ مَن يَشَاءُ وَيَرْحَمُ مَن يَشَاءُ ۖ وَإِلَيْهِ تُقْلَبُونَ (21) Yezdan ji kê ra bivê, ewî şapat dike, ji kê ra jî bivê, li wî dilovanî dike û hûnê hemî jî li bal wî da bizivirin |
وَمَا أَنتُم بِمُعْجِزِينَ فِي الْأَرْضِ وَلَا فِي السَّمَاءِ ۖ وَمَا لَكُم مِّن دُونِ اللَّهِ مِن وَلِيٍّ وَلَا نَصِيرٍ (22) (Gelî merivan!) hûn di zemîn û ezman da nikarin ewî ji şapatdanê bêzar bikin. Ji bona we bi xweber jî, ji pêştirê wî qe tu serkar û arîkar tune ye |
وَالَّذِينَ كَفَرُوا بِآيَاتِ اللَّهِ وَلِقَائِهِ أُولَٰئِكَ يَئِسُوا مِن رَّحْمَتِي وَأُولَٰئِكَ لَهُمْ عَذَابٌ أَلِيمٌ (23) Ewanê bi beratên Yezdan û bi rasthatina wîye (di dane para da) bûne file hene! ewanan ji dilovanîya min bê hêvî mane. Ji bona wan ra şapateke dilsoz heye |
فَمَا كَانَ جَوَابَ قَوْمِهِ إِلَّا أَن قَالُوا اقْتُلُوهُ أَوْ حَرِّقُوهُ فَأَنجَاهُ اللَّهُ مِنَ النَّارِ ۚ إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَآيَاتٍ لِّقَوْمٍ يُؤْمِنُونَ (24) Îdî bersiva komalê (Îbrahîm ji bona wî ra) hey eva bûye: (ji hev ra aha) gotine: “Hûn (gelî me!) Îbrahîm bikujin, yann jî ewî bişewitînin.” Îdî (ji piştî ku ewan Îbrahîn avête agir) Yezdan ewî ji agir fereste kirîye. Bi rastî ji bona komalekî ku bawer dikin (di van bûyeran da) beratên (derhoze) hene |
وَقَالَ إِنَّمَا اتَّخَذْتُم مِّن دُونِ اللَّهِ أَوْثَانًا مَّوَدَّةَ بَيْنِكُمْ فِي الْحَيَاةِ الدُّنْيَا ۖ ثُمَّ يَوْمَ الْقِيَامَةِ يَكْفُرُ بَعْضُكُم بِبَعْضٍ وَيَلْعَنُ بَعْضُكُم بَعْضًا وَمَأْوَاكُمُ النَّارُ وَمَا لَكُم مِّن نَّاصِرِينَ (25) Û (Îbrahîm ji bona komalê xwe ra aha) gotîye: “Hûn ji bona hezkirina xweye, jîna cîhanî di nava xwe da hunek tokelan ji pêştirê Yezdan, ji xwe ra perestvan digirin. Paşê di roya rabûna hemû da jî hinekên we bi hinekên ji we dibine file û hinekên we li hinekên we deherandinê dikin. Şixwa şûna fetla we bi xweber jî agir e, ji bona we ra qe tu arîkar tune ne |
۞ فَآمَنَ لَهُ لُوطٌ ۘ وَقَالَ إِنِّي مُهَاجِرٌ إِلَىٰ رَبِّي ۖ إِنَّهُ هُوَ الْعَزِيزُ الْحَكِيمُ (26) Paşê Lût (bi Îbrahîm) bawer kirîye. (Îbrahîm ji bona komalê xwe ra aha) gotîye: "(Gelî min!) ew zemînê Xuda ê min (fermana min li bal çûna wura kirîye) ezê herim wura. Bi rastî ew (Xuda) servahatê bijejke ye |
وَوَهَبْنَا لَهُ إِسْحَاقَ وَيَعْقُوبَ وَجَعَلْنَا فِي ذُرِّيَّتِهِ النُّبُوَّةَ وَالْكِتَابَ وَآتَيْنَاهُ أَجْرَهُ فِي الدُّنْيَا ۖ وَإِنَّهُ فِي الْآخِرَةِ لَمِنَ الصَّالِحِينَ (27) Û me ji bona (Îbrahîm) ra Îshaq û Ye´qûb raber kirîye, me pêxemberî û (hinartina) pirtûkê dî ûrta wî da bi cîh kirîye û me kirya (Îbrahîm) di cîhane da daye wî, bi rastî ewa di para da jî, ji aştîkaran e |
وَلُوطًا إِذْ قَالَ لِقَوْمِهِ إِنَّكُمْ لَتَأْتُونَ الْفَاحِشَةَ مَا سَبَقَكُم بِهَا مِنْ أَحَدٍ مِّنَ الْعَالَمِينَ (28) Me Lût jî (li bal komalê wî da şandîye). Ewî di gavekî da (ji bona komalê xwe ra aha) gotîye: “Gelî min! hûn tiûtê sikê wusa dikin, ku di cîhanê da kesekî berya we da qe ewa tişta ne kirîye.” |
أَئِنَّكُمْ لَتَأْتُونَ الرِّجَالَ وَتَقْطَعُونَ السَّبِيلَ وَتَأْتُونَ فِي نَادِيكُمُ الْمُنكَرَ ۖ فَمَا كَانَ جَوَابَ قَوْمِهِ إِلَّا أَن قَالُوا ائْتِنَا بِعَذَابِ اللَّهِ إِن كُنتَ مِنَ الصَّادِقِينَ (29) “Hûn ça (ji jinan dihêlin) hûn rêya dibirin tûşê mêran dibin. Hûn di civatê xwe da tiûtên pir sik dibêjin!” Komalê (Lût) ji bona wî ra hey (aha) bersiv dane û gotine: “Heke bi rastî tu rast î, ka ji me ra şapata Yezdan bîne.” |
قَالَ رَبِّ انصُرْنِي عَلَى الْقَوْمِ الْمُفْسِدِينَ (30) (Lût aha lava kirîye) gotîye: “Xudayê min! tu arîkarîya min li ser komalê tevdanok bike.” |
وَلَمَّا جَاءَتْ رُسُلُنَا إِبْرَاهِيمَ بِالْبُشْرَىٰ قَالُوا إِنَّا مُهْلِكُو أَهْلِ هَٰذِهِ الْقَرْيَةِ ۖ إِنَّ أَهْلَهَا كَانُوا ظَالِمِينَ (31) Gava saîyên me li bal Îbrahîm da hatine (ji bona wî ra aha) gotine: "Bi rastî emê rûniştîyên vî weletê teşqele bikin. Loma bi rastî rûniştîyên wî cewrkar bûne |
قَالَ إِنَّ فِيهَا لُوطًا ۚ قَالُوا نَحْنُ أَعْلَمُ بِمَن فِيهَا ۖ لَنُنَجِّيَنَّهُ وَأَهْلَهُ إِلَّا امْرَأَتَهُ كَانَتْ مِنَ الْغَابِرِينَ (32) (Îbrahîm bisyara wan aha daye û) gotîye: "Bi rastî di nava gundîyan da Lût (bi xweber jî heye, hûnê ça ewan teşqele bikin?" Saîyan bersiva Îbrahîm dane û) gotine: “Kê di wura da heye, em bi wan çêtir dizanin. Emê (Lût) û malîyên wî, hemîşkan ji teşqelê fereste bikin; ji pêştirê jina wî. Loma bi rastî jina wî bi xweber jî di nava wanê bûne toz da maye |
وَلَمَّا أَن جَاءَتْ رُسُلُنَا لُوطًا سِيءَ بِهِمْ وَضَاقَ بِهِمْ ذَرْعًا وَقَالُوا لَا تَخَفْ وَلَا تَحْزَنْ ۖ إِنَّا مُنَجُّوكَ وَأَهْلَكَ إِلَّا امْرَأَتَكَ كَانَتْ مِنَ الْغَابِرِينَ (33) Gava saîyên me li bal Lût da hatine, bi sedema hatina wan, Lût sik bû û destê xwe li berhev da kirîye mat maye (Loma ewan saîyan di diliqê xortên bedewê wusa da hatibûne mêzekerê xwe, ji xwe ra dixistine bengi.” Lût ji komalê xweî sik tirsîya, ku ewan tiştekî bi serê wan saîyan bikin. Ewan saîyan ji bona Lût ra aha) gotine: "Lût! Tu netirse û miruzê xwe jî neke, loma bi rastî emê te û malîyên te ji vê teşqelê fereste bikin, ji pêştirê jina te. Loma bi rastî ewa (jina te) di nava wanê bûne toz, da maye |
إِنَّا مُنزِلُونَ عَلَىٰ أَهْلِ هَٰذِهِ الْقَرْيَةِ رِجْزًا مِّنَ السَّمَاءِ بِمَا كَانُوا يَفْسُقُونَ (34) Emê li ser rûniştîyên vî gundî da, bi sedema, ku ewan ji re derketibûn; ji ezmanan da şapatekî bihênirin |
وَلَقَد تَّرَكْنَا مِنْهَا آيَةً بَيِّنَةً لِّقَوْمٍ يَعْقِلُونَ (35) Bi sond! Me ji bona komalê, ku hişê xwe dixebitînin beratên xwûyaî, ji wan hîştine |
وَإِلَىٰ مَدْيَنَ أَخَاهُمْ شُعَيْبًا فَقَالَ يَا قَوْمِ اعْبُدُوا اللَّهَ وَارْجُوا الْيَوْمَ الْآخِرَ وَلَا تَعْثَوْا فِي الْأَرْضِ مُفْسِدِينَ (36) Me li bal (komalê bajarê) Medyenê jî birayê wan ê Şu’eyb bi saîtî şandîye. Îdî (Şu’eyb ji wan ra) aha gotîye: "Gelî min! Hûn hey ji Yezdan ra perestî bikin û hûn hey hêvîya roya para da bikin û hûn di zemîn da bi tevdanî digerin |
فَكَذَّبُوهُ فَأَخَذَتْهُمُ الرَّجْفَةُ فَأَصْبَحُوا فِي دَارِهِمْ جَاثِمِينَ (37) Îdî ewan (Şu’eyb) dane derewdêrandinê, paş da lerzeke wusa bi wan girt, îdî ewan di xanîyan da li ser çokan ketine, di şûna xwe da mane |
وَعَادًا وَثَمُودَ وَقَد تَّبَيَّنَ لَكُم مِّن مَّسَاكِنِهِمْ ۖ وَزَيَّنَ لَهُمُ الشَّيْطَانُ أَعْمَالَهُمْ فَصَدَّهُمْ عَنِ السَّبِيلِ وَكَانُوا مُسْتَبْصِرِينَ (38) Û me Ad û Semûd jî (teşqele) kirine û bi sond! Şûnwarê wan ji bona we ra xwûya ne. (Sedema teşqela wan eva ye), "pelîd ji bona wan ra kirinê wan xemilandîye, îdî (pelîd) rêya rast ji ber wan girtîye, lê ewan bi xweber jî rispî bûne (di karyan ji wan beratên berya xwe hiş hildanan) |
وَقَارُونَ وَفِرْعَوْنَ وَهَامَانَ ۖ وَلَقَدْ جَاءَهُم مُّوسَىٰ بِالْبَيِّنَاتِ فَاسْتَكْبَرُوا فِي الْأَرْضِ وَمَا كَانُوا سَابِقِينَ (39) Me Qarûn û Fir’ewn û Haman jî (teşqele) kirine. Bi sond! Mûsa bi beratên hizwartî va hatîbûye bal wan, îdî ewan (bi beratên me bawer ne kirine ewan di zemîn da quretî dikirin. Ewan ji me naborin (ku em nikaribin ji wan ra şapatê bidin) |
فَكُلًّا أَخَذْنَا بِذَنبِهِ ۖ فَمِنْهُم مَّنْ أَرْسَلْنَا عَلَيْهِ حَاصِبًا وَمِنْهُم مَّنْ أَخَذَتْهُ الصَّيْحَةُ وَمِنْهُم مَّنْ خَسَفْنَا بِهِ الْأَرْضَ وَمِنْهُم مَّنْ أَغْرَقْنَا ۚ وَمَا كَانَ اللَّهُ لِيَظْلِمَهُمْ وَلَٰكِن كَانُوا أَنفُسَهُمْ يَظْلِمُونَ (40) Me her yekê ji wan bi gonehê wan dane girtinê. Îdî me hinekên ji wan babelîzk bi ser wan da şandîye, ewan (bi wê teşqele kirîye) û hinekên ji wan dengê teyrokê ewan girtin (ewan bi wî dengî me teşqele kirîye) û hinekên wan jî me ewan di zemîn da xistine xarê (me ewan jî wusa teşqele kirin) me hinekên wan jî di avê da fetisandin (ewan jî wusa hatine teşqelekirinê). Yez- dan li wan cewr ne kirîye, le ewan bi xweber li xwe cewr kirine (loma hatine teşqelekirinê) |
مَثَلُ الَّذِينَ اتَّخَذُوا مِن دُونِ اللَّهِ أَوْلِيَاءَ كَمَثَلِ الْعَنكَبُوتِ اتَّخَذَتْ بَيْتًا ۖ وَإِنَّ أَوْهَنَ الْبُيُوتِ لَبَيْتُ الْعَنكَبُوتِ ۖ لَوْ كَانُوا يَعْلَمُونَ (41) Ewanê ku ji pêştirê Yezdan ji bona xwe ra serkaran digirin hene! Hecwekîya wan wekî we pîrhevoka, ku ji bona xwe ra xanîyekî ava dike (wusa bê wece). Bi rastî xanîyê pîrhevokê bê wecê xanîyan e, xwazîka ewan bi zanîyan (ka kirina wan ça ne) |
إِنَّ اللَّهَ يَعْلَمُ مَا يَدْعُونَ مِن دُونِهِ مِن شَيْءٍ ۚ وَهُوَ الْعَزِيزُ الْحَكِيمُ (42) Bi rastî ka ewan ji pêştirê Yezdan ji çira perestî dikin, Yezdan pê dizane, loma Yezdan bi xweber servahatê bijejke ye |
وَتِلْكَ الْأَمْثَالُ نَضْرِبُهَا لِلنَّاسِ ۖ وَمَا يَعْقِلُهَا إِلَّا الْعَالِمُونَ (43) Em evan hecwekîyan ji bona kesan ra vedikin. Lê ji pêştirê zanan tu kes ji van hiş hilnade (loma naponijin) |
خَلَقَ اللَّهُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضَ بِالْحَقِّ ۚ إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَآيَةً لِّلْمُؤْمِنِينَ (44) Yezdan ezman û zemîn bi mafî afirandîye. Ji bona bawerkeran ra di vê afirandinê da beratên derhoze hene |
اتْلُ مَا أُوحِيَ إِلَيْكَ مِنَ الْكِتَابِ وَأَقِمِ الصَّلَاةَ ۖ إِنَّ الصَّلَاةَ تَنْهَىٰ عَنِ الْفَحْشَاءِ وَالْمُنكَرِ ۗ وَلَذِكْرُ اللَّهِ أَكْبَرُ ۗ وَاللَّهُ يَعْلَمُ مَا تَصْنَعُونَ (45) (Muhemmed!) Ji pirtûkê çi li bal te da hatîye hinartinê, tu ewî bixwûne û tu (ça hatî fermankirinê wusa) nimêj bike. Loma bi rastî nimêj (kesan) ji sikatî û ji gonehan diparisîne. Şixwa bîranîna Yezdan ji hemî perestîyan meztir e. Û hûn çi pêşe bikin şixwa Yezdan bi wî dizane |
۞ وَلَا تُجَادِلُوا أَهْلَ الْكِتَابِ إِلَّا بِالَّتِي هِيَ أَحْسَنُ إِلَّا الَّذِينَ ظَلَمُوا مِنْهُمْ ۖ وَقُولُوا آمَنَّا بِالَّذِي أُنزِلَ إِلَيْنَا وَأُنزِلَ إِلَيْكُمْ وَإِلَٰهُنَا وَإِلَٰهُكُمْ وَاحِدٌ وَنَحْنُ لَهُ مُسْلِمُونَ (46) Û hûn (gelî bawerkeran!) bi xwaî pirtûka ra bi qencê tekoşînan va, tekoşînê bikin. Ji pêştirê wan (xwaî pirtûkên) cewrkar, hûn (ji wanê xwaî pirtûk ra aha) bêjin: "Çi tişta li bal me û li bal we da hatîye hinartinê, em bi wî bawer dikin. Û Xudayê me û Xudayê we yek e, me ji bona wî ra xwe hispartîye (hey em ji wî ra perestî dikin) |
وَكَذَٰلِكَ أَنزَلْنَا إِلَيْكَ الْكِتَابَ ۚ فَالَّذِينَ آتَيْنَاهُمُ الْكِتَابَ يُؤْمِنُونَ بِهِ ۖ وَمِنْ هَٰؤُلَاءِ مَن يُؤْمِنُ بِهِ ۚ وَمَا يَجْحَدُ بِآيَاتِنَا إِلَّا الْكَافِرُونَ (47) Me li bal te da pirtûkeke wusa hinartîye (ewa bi xweber jî rastîya wan pirtûkê berya wê da hatine hinartinê di der e) ewanê, ku me ji wan ra pirtûk daye hene! Bi vê pirtûka (ku me li bal te da hinartîye) bawer dikin. Ji van (ereban jî) ewê bi vê (pirtûkê) bawer dikin hene. Ji pêştirê filan tu kes beratên me (bi filetî) venaşêrin |
وَمَا كُنتَ تَتْلُو مِن قَبْلِهِ مِن كِتَابٍ وَلَا تَخُطُّهُ بِيَمِينِكَ ۖ إِذًا لَّارْتَابَ الْمُبْطِلُونَ (48) (Muhemmed!) Te di berya (Qur’anê da) qe tu pirtûk (nikarbû) bixwunda û te bi destê xwe yê rastê jî qe tu pirtûkek (nikaribû) binivîsanda, heke te (ewan xwundin û nivîsandin bikarbûya bikira) wê gavê ewanê, ku (ji bona) pûçaya (Qur’anê) xebatê dikin hene! Wê di rastîya (Qur’anê da) dudil bibûnan |
بَلْ هُوَ آيَاتٌ بَيِّنَاتٌ فِي صُدُورِ الَّذِينَ أُوتُوا الْعِلْمَ ۚ وَمَا يَجْحَدُ بِآيَاتِنَا إِلَّا الظَّالِمُونَ (49) (Gotina wan filan nîne) lê ewa (Qur’ana) hinek beratên hizwartîne; di singê wanê, ku zanîn ji bona wan ra hatîye dayînê (di çûwule) maye. Ji pêştirê cewrkaran qe tu kes beratên me (bi fileti) venaşêrin |
وَقَالُوا لَوْلَا أُنزِلَ عَلَيْهِ آيَاتٌ مِّن رَّبِّهِ ۖ قُلْ إِنَّمَا الْآيَاتُ عِندَ اللَّهِ وَإِنَّمَا أَنَا نَذِيرٌ مُّبِينٌ (50) Ewan (filan ji hev ra aha) gotine: "Heke Ji Xudayê (Muhemmed) li ser wî da hinek beratên (derhoze, ça ji Mûsa ra hatine hinartinê hatibûya hinartinê (dibû ku me jî bi wî bawer bikira". Muhammed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "Bi rastî beratên (derhoze) hey li bal Yezdan in. Ez bi xweber jî li ber çavan hey hişyarvanek im |
أَوَلَمْ يَكْفِهِمْ أَنَّا أَنزَلْنَا عَلَيْكَ الْكِتَابَ يُتْلَىٰ عَلَيْهِمْ ۚ إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَرَحْمَةً وَذِكْرَىٰ لِقَوْمٍ يُؤْمِنُونَ (51) Ma qey ewa pirtûka, ku me li ser te da hinartîye, tu jî ji wan ra (bi beratî) dixwunî, têra wana nake (ewan beratên maî ji te dixwazin)? Bi rastî ji bona komalê bawer kirine, di vê (Qur’anê da) dilovîn û bîrxistineke (bê paşî heye) |
قُلْ كَفَىٰ بِاللَّهِ بَيْنِي وَبَيْنَكُمْ شَهِيدًا ۖ يَعْلَمُ مَا فِي السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ ۗ وَالَّذِينَ آمَنُوا بِالْبَاطِلِ وَكَفَرُوا بِاللَّهِ أُولَٰئِكَ هُمُ الْخَاسِرُونَ (52) (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Di nava min û we da Yezdan bi nihrevanî bes e. Loma Yezdan bi hemî tiştê di ezman û zemîn da heyî dizane. Ewanê bi pûçan bawer dikin û bi Yezdan jî filetî dikin hene! Ewanê zîyan kirine evan bi xweber in |
وَيَسْتَعْجِلُونَكَ بِالْعَذَابِ ۚ وَلَوْلَا أَجَلٌ مُّسَمًّى لَّجَاءَهُمُ الْعَذَابُ وَلَيَأْتِيَنَّهُم بَغْتَةً وَهُمْ لَا يَشْعُرُونَ (53) Ewan ji te leza hatina şapatan dikin; heke danê hatina şapatê (ne hatibûya) dîyarkirinê, wê heman naha ji wan ra bihata. Û bi sond! Qe haja wan tunebe wê şapatê nişkê va bi wan da were |
يَسْتَعْجِلُونَكَ بِالْعَذَابِ وَإِنَّ جَهَنَّمَ لَمُحِيطَةٌ بِالْكَافِرِينَ (54) Dojê ewan filan bi xweber hildane nava xwe da, hêj ewan ji te leza hatina şapatê dikin |
يَوْمَ يَغْشَاهُمُ الْعَذَابُ مِن فَوْقِهِمْ وَمِن تَحْتِ أَرْجُلِهِمْ وَيَقُولُ ذُوقُوا مَا كُنتُمْ تَعْمَلُونَ (55) Di roya ku şapat ji jora wan da û ji binê pê wan da, ewan diniximîne (Yezdan ji wan ra aha) dibêje. "Tişta we dikiribû, hûn çeşna wê bikin (ka ça ne) |
يَا عِبَادِيَ الَّذِينَ آمَنُوا إِنَّ أَرْضِي وَاسِعَةٌ فَإِيَّايَ فَاعْبُدُونِ (56) Gelî ewan bendeyên me yên ku we bawer kirîye! ( Heke hûn nikaribin di bingaha xwe da ji bona min ra perestî bikin) îdî bi rastî zemînê min fıre ye (ji bo ku hûn) ji bona min bi tenê ra perestî bikin (hûn koçê cîhê maî bikin) |
كُلُّ نَفْسٍ ذَائِقَةُ الْمَوْتِ ۖ ثُمَّ إِلَيْنَا تُرْجَعُونَ (57) Hemî candarê, we çeşna mirinê bikin. Paşê wê li bal me da bêne zivirandinê |
وَالَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ لَنُبَوِّئَنَّهُم مِّنَ الْجَنَّةِ غُرَفًا تَجْرِي مِن تَحْتِهَا الْأَنْهَارُ خَالِدِينَ فِيهَا ۚ نِعْمَ أَجْرُ الْعَامِلِينَ (58) Ewanê bawer kirine û karê aştî kirine hene! Emê ewan di avaîyên bilind ê bihiştê da, ku dibinê wan da çem dikişin bi cîh bikin. Ewanan di wan avaîyan da her dimînin. Kirya xebatkaran çiqa qenc e |
الَّذِينَ صَبَرُوا وَعَلَىٰ رَبِّهِمْ يَتَوَكَّلُونَ (59) Ewan (xebatkar hene!) li ser (cafadana di rêya Yezdan da) hew dikin û xwe hispartine ser Xudayê xwe |
وَكَأَيِّن مِّن دَابَّةٍ لَّا تَحْمِلُ رِزْقَهَا اللَّهُ يَرْزُقُهَا وَإِيَّاكُمْ ۚ وَهُوَ السَّمِيعُ الْعَلِيمُ (60) Çiqa candar hene, ku nikarin bi xweber rozînîya xwe pêk bînin! Yezdan rojîna wan û rojîna we jî dide. Loma bi rastî ewa bi xweber pir bihîstokê pir zana ye |
وَلَئِن سَأَلْتَهُم مَّنْ خَلَقَ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضَ وَسَخَّرَ الشَّمْسَ وَالْقَمَرَ لَيَقُولُنَّ اللَّهُ ۖ فَأَنَّىٰ يُؤْفَكُونَ (61) Heke tu ji wan bipirsî: "Gelo kê ezman û zemîn afirandîye û kê roj û hîv (ji bona kara heyan) sernerm kirîye (di fermana wan da dixebitin)?" Ewanê bi rastî (bersiva te aha bidin û) bibêjin: "Hemî jî Yezdan kirîye." Lê îja ka ewan ça (ji perestîya wî rû difetilînin) |
اللَّهُ يَبْسُطُ الرِّزْقَ لِمَن يَشَاءُ مِنْ عِبَادِهِ وَيَقْدِرُ لَهُ ۚ إِنَّ اللَّهَ بِكُلِّ شَيْءٍ عَلِيمٌ (62) Yezdan ji bendeyên xwe, ji kê ra bivê rojîna wî pir dike, ji kê ra jî bivê rojîna wî kêm dike. Loma bi rastî Yezdan bi hemî tiştî dizane |
وَلَئِن سَأَلْتَهُم مَّن نَّزَّلَ مِنَ السَّمَاءِ مَاءً فَأَحْيَا بِهِ الْأَرْضَ مِن بَعْدِ مَوْتِهَا لَيَقُولُنَّ اللَّهُ ۚ قُلِ الْحَمْدُ لِلَّهِ ۚ بَلْ أَكْثَرُهُمْ لَا يَعْقِلُونَ (63) Heke tu ji wan bipirsî: "Gelo ke avan ji ezmanan da dihênirîne, îdî ji piştî mirina zemîn, ewê zemîn bi wê avê zende dike kê ye? Ewanê (bersiva te aha bidin û) wê bêjin, "Ewê (van tiştan dike) ewa Yezdan e." Tu ji wan ra (aha) bêje: "Sipazî hemî ji bona Yezdan ra ne." Ê pirê wan (ji van beratan) hiş hilnadin |
وَمَا هَٰذِهِ الْحَيَاةُ الدُّنْيَا إِلَّا لَهْوٌ وَلَعِبٌ ۚ وَإِنَّ الدَّارَ الْآخِرَةَ لَهِيَ الْحَيَوَانُ ۚ لَوْ كَانُوا يَعْلَمُونَ (64) Jîna vê cîhanê hey leyîztik û dilxwastinek e. Loma bi rastî jîna rast hey jîna avaîyî para da ye. Xwazîka ewan bi zanînan |
فَإِذَا رَكِبُوا فِي الْفُلْكِ دَعَوُا اللَّهَ مُخْلِصِينَ لَهُ الدِّينَ فَلَمَّا نَجَّاهُمْ إِلَى الْبَرِّ إِذَا هُمْ يُشْرِكُونَ (65) Îdî gava ewan (filan) sîyarê kelekan dibin, ji tirsan gazî Yezdan dikin (bawer dikin) ku ol, xwurî hey ji bona wî ra ne. Gava bi serfırazî têne reşaîyê, dîsa ji bona wî ra hevrîyan çê dikin |
لِيَكْفُرُوا بِمَا آتَيْنَاهُمْ وَلِيَتَمَتَّعُوا ۖ فَسَوْفَ يَعْلَمُونَ (66) (Ewan aha dikin); ji bo ku nonkorîya qencîyên me bikin û ji wan qencîyan berxwudarî bibin (me ji bîrva bikin). Îdî ewanê di nêzîk da bi kirinê xwe bizanin |
أَوَلَمْ يَرَوْا أَنَّا جَعَلْنَا حَرَمًا آمِنًا وَيُتَخَطَّفُ النَّاسُ مِنْ حَوْلِهِمْ ۚ أَفَبِالْبَاطِلِ يُؤْمِنُونَ وَبِنِعْمَةِ اللَّهِ يَكْفُرُونَ (67) Ma qey (ewan komalê bajar yê Mekkê) nabînin; ku me ji bona wan ra (Mekke) xistîye şûna qedexan (tu kes) tê da nayên kuştinê lê di wan (bajarê) dora wan da bêwec dihatine herçiqandinê? Ma qey ewan (Mekkîyan) bi tiştê pûç bawer dikin û nonkorya qencîyên Yezdan dikin |
وَمَنْ أَظْلَمُ مِمَّنِ افْتَرَىٰ عَلَى اللَّهِ كَذِبًا أَوْ كَذَّبَ بِالْحَقِّ لَمَّا جَاءَهُ ۚ أَلَيْسَ فِي جَهَنَّمَ مَثْوًى لِّلْكَافِرِينَ (68) Gelo ji wanê ku viran li ser navê Yezdan dikin û gava maf ji wan ra hatibe, ewan maf dabine derewdêrandinê, cewrkartir kê heye? Ma qey di dojê da ji bona filan ra cîhek tune ye |
وَالَّذِينَ جَاهَدُوا فِينَا لَنَهْدِيَنَّهُمْ سُبُلَنَا ۚ وَإِنَّ اللَّهَ لَمَعَ الْمُحْسِنِينَ (69) Ewanê ji bona me ra tekoşîn (bi nonkoran ra) kirine hene! Bi rastî emê ewan bîne rêya xwe ya rast. Û loma bi rastî Yezdan bi qencîkaran ra ne |