×

Surah Al-Jaathiyah in Kurmanji

Quran Kurmanji ⮕ Surah Jathiyah

Translation of the Meanings of Surah Jathiyah in Kurmanji - الكردية كرمانجي

The Quran in Kurmanji - Surah Jathiyah translated into Kurmanji, Surah Al-Jaathiyah in Kurmanji. We provide accurate translation of Surah Jathiyah in Kurmanji - الكردية كرمانجي, Verses 37 - Surah Number 45 - Page 499.

بسم الله الرحمن الرحيم

حم (1)
Ha, Mîm
تَنزِيلُ الْكِتَابِ مِنَ اللَّهِ الْعَزِيزِ الْحَكِيمِ (2)
Daxistina kitêbê hin bi hin ji Xudayê serkeftiyê hîkmetdar e
إِنَّ فِي السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ لَآيَاتٍ لِّلْمُؤْمِنِينَ (3)
Bêguman di asîmana û zemîn de ji bawermendan re gellek ayet (nîþan) hene
وَفِي خَلْقِكُمْ وَمَا يَبُثُّ مِن دَابَّةٍ آيَاتٌ لِّقَوْمٍ يُوقِنُونَ (4)
Ji komelekî jidilbawer re di aferandina we û rawirên ku belav kiriye de jî gellek ayet (nîþan) hene
وَاخْتِلَافِ اللَّيْلِ وَالنَّهَارِ وَمَا أَنزَلَ اللَّهُ مِنَ السَّمَاءِ مِن رِّزْقٍ فَأَحْيَا بِهِ الْأَرْضَ بَعْدَ مَوْتِهَا وَتَصْرِيفِ الرِّيَاحِ آيَاتٌ لِّقَوْمٍ يَعْقِلُونَ (5)
Û ji komelekî hiþ tê dibin re di guherîna þev û rojê û roziya (ava) ku Xuda ji asîman daxistiye vêca pê zemîn piþtî mirina wê vejandiye, û guherîna bayan de jî gellek ayet (nîþan) hene
تِلْكَ آيَاتُ اللَّهِ نَتْلُوهَا عَلَيْكَ بِالْحَقِّ ۖ فَبِأَيِّ حَدِيثٍ بَعْدَ اللَّهِ وَآيَاتِهِ يُؤْمِنُونَ (6)
Evên han ayetê Xuda ne ku em wan bi rastiyê li ser te dixweynin. Vêca ma ew piþtî Xuda û ayetên wî bi kîjan peyvê bawerî tînin
وَيْلٌ لِّكُلِّ أَفَّاكٍ أَثِيمٍ (7)
Xulî li serî her derewkerê gunehkar be
يَسْمَعُ آيَاتِ اللَّهِ تُتْلَىٰ عَلَيْهِ ثُمَّ يُصِرُّ مُسْتَكْبِرًا كَأَن لَّمْ يَسْمَعْهَا ۖ فَبَشِّرْهُ بِعَذَابٍ أَلِيمٍ (8)
Ew ayetên Xuda ku li serê têne xwendin dibihîze, paþê bi quretî rik dike herwekî ku qe nebihîstibe; vêca tu wî bi ezabek bi jan mizgîn bike
وَإِذَا عَلِمَ مِنْ آيَاتِنَا شَيْئًا اتَّخَذَهَا هُزُوًا ۚ أُولَٰئِكَ لَهُمْ عَذَابٌ مُّهِينٌ (9)
Ew gava tiþtekî ji ayetên me hîn dibe, wan bi tinaz digre. Ewên han ji wan re ezabekî riswaker heye
مِّن وَرَائِهِمْ جَهَنَّمُ ۖ وَلَا يُغْنِي عَنْهُم مَّا كَسَبُوا شَيْئًا وَلَا مَا اتَّخَذُوا مِن دُونِ اللَّهِ أَوْلِيَاءَ ۖ وَلَهُمْ عَذَابٌ عَظِيمٌ (10)
Ji paþ wan ve dojeh heye. Ne tiþtê bi dest xistine tiþtekî bikêra wan tê û ne jî yar û yawerên ku bêyî Xuda girtin. Ji wan re ezabekî mezin heye
هَٰذَا هُدًى ۖ وَالَّذِينَ كَفَرُوا بِآيَاتِ رَبِّهِمْ لَهُمْ عَذَابٌ مِّن رِّجْزٍ أَلِيمٌ (11)
Ev (Qur´an)a han rêber e. Ewên ku bi ayetê perwerdekarê xwe kafir bûne ji wan re ezabekî bi jan ji ezabê pîs heye
۞ اللَّهُ الَّذِي سَخَّرَ لَكُمُ الْبَحْرَ لِتَجْرِيَ الْفُلْكُ فِيهِ بِأَمْرِهِ وَلِتَبْتَغُوا مِن فَضْلِهِ وَلَعَلَّكُمْ تَشْكُرُونَ (12)
Xuda ye ê ku deryayê ji we re ram kiriye ji bo ku keþtî bi fermana wî tê de biherike-bimeþe û ji bo ku hûn ji qenciya wî bixwazin û hêvî heye ku hûn sipas bikin
وَسَخَّرَ لَكُم مَّا فِي السَّمَاوَاتِ وَمَا فِي الْأَرْضِ جَمِيعًا مِّنْهُ ۚ إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَآيَاتٍ لِّقَوْمٍ يَتَفَكَّرُونَ (13)
Û ji (qenciya) xwe tiþtê di asîmana û tiþtê di zemîn de tev ji we re ram kiriye. Bêguman ji komelekî ku difikirin re di vî de gellek ayet (nîþan) hene
قُل لِّلَّذِينَ آمَنُوا يَغْفِرُوا لِلَّذِينَ لَا يَرْجُونَ أَيَّامَ اللَّهِ لِيَجْزِيَ قَوْمًا بِمَا كَانُوا يَكْسِبُونَ (14)
Tu ji ewên bawerî anîne re bêje ku: "Bira ew li ewên ku hêviya rojê Xuda nakin biborin, ji bo ku ew, komelekî bi sedem tiþtê bi dest xistine celat bike
مَنْ عَمِلَ صَالِحًا فَلِنَفْسِهِ ۖ وَمَنْ أَسَاءَ فَعَلَيْهَا ۖ ثُمَّ إِلَىٰ رَبِّكُمْ تُرْجَعُونَ (15)
Kî karekî qenc bike, vêca ew ji xwe re dike û kî xerabî jî bike, êdî ew ji xwe re dike; paþê hûnê her bal perwerdekarê xwe ve bêne vegerandin
وَلَقَدْ آتَيْنَا بَنِي إِسْرَائِيلَ الْكِتَابَ وَالْحُكْمَ وَالنُّبُوَّةَ وَرَزَقْنَاهُم مِّنَ الطَّيِّبَاتِ وَفَضَّلْنَاهُمْ عَلَى الْعَالَمِينَ (16)
Sond be, me kitêbê û fêrbûnê û pêxemberiyê da zariyê Îsraîl û me ji tiþtê pak rozî da wan û me wan di ser cîhaniyan re girt
وَآتَيْنَاهُم بَيِّنَاتٍ مِّنَ الْأَمْرِ ۖ فَمَا اخْتَلَفُوا إِلَّا مِن بَعْدِ مَا جَاءَهُمُ الْعِلْمُ بَغْيًا بَيْنَهُمْ ۚ إِنَّ رَبَّكَ يَقْضِي بَيْنَهُمْ يَوْمَ الْقِيَامَةِ فِيمَا كَانُوا فِيهِ يَخْتَلِفُونَ (17)
Û me ji hemû karan daxuyaniyan da wan. Vêca ew, tenê ji piþtî ku zanîn ji wan re hat ji ber dexesiya nav wan bi hev ketin. Bêguman perwerdekarê te wê roja qiyametê di nava wan de di tiþtê ku ew tê de bi hev ketine de hukim bike
ثُمَّ جَعَلْنَاكَ عَلَىٰ شَرِيعَةٍ مِّنَ الْأَمْرِ فَاتَّبِعْهَا وَلَا تَتَّبِعْ أَهْوَاءَ الَّذِينَ لَا يَعْلَمُونَ (18)
Paþê me te ji kara li ser rêyek (dînek) çêkir; êdî tu bide pey wê û nede pey hewesê ên nizanin
إِنَّهُمْ لَن يُغْنُوا عَنكَ مِنَ اللَّهِ شَيْئًا ۚ وَإِنَّ الظَّالِمِينَ بَعْضُهُمْ أَوْلِيَاءُ بَعْضٍ ۖ وَاللَّهُ وَلِيُّ الْمُتَّقِينَ (19)
Bêguman ew, te bi tu tiþtî ji Xuda bêhewce nakin. Bêguman sitemkar jî hin ji wan dostê hina nin û Xuda jî yar û yawerê xweparêzan e
هَٰذَا بَصَائِرُ لِلنَّاسِ وَهُدًى وَرَحْمَةٌ لِّقَوْمٍ يُوقِنُونَ (20)
Ev (Qur´an)a han ji mirovan re çavvekirin û ji komelekî ji dil bawer dikin re rêber û dilovanî ye
أَمْ حَسِبَ الَّذِينَ اجْتَرَحُوا السَّيِّئَاتِ أَن نَّجْعَلَهُمْ كَالَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ سَوَاءً مَّحْيَاهُمْ وَمَمَاتُهُمْ ۚ سَاءَ مَا يَحْكُمُونَ (21)
Ma qey ewên ku xerabiyan bi dest xistine guman dikin ku emê wan bikin wekî ên bawerî anîne û karên qenc kirine?; emê jiyana wan û mirina wan wekî hev bikin? Tiþtê hukim dikin çi nerind e
وَخَلَقَ اللَّهُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضَ بِالْحَقِّ وَلِتُجْزَىٰ كُلُّ نَفْسٍ بِمَا كَسَبَتْ وَهُمْ لَا يُظْلَمُونَ (22)
Xuda, asîmana û zemîn bi rastiyê aferandiye û ji bo ku her kes bi tiþtê bi dest xistiye bête celat kirin û ew tadê jî nabînin
أَفَرَأَيْتَ مَنِ اتَّخَذَ إِلَٰهَهُ هَوَاهُ وَأَضَلَّهُ اللَّهُ عَلَىٰ عِلْمٍ وَخَتَمَ عَلَىٰ سَمْعِهِ وَقَلْبِهِ وَجَعَلَ عَلَىٰ بَصَرِهِ غِشَاوَةً فَمَن يَهْدِيهِ مِن بَعْدِ اللَّهِ ۚ أَفَلَا تَذَكَّرُونَ (23)
Vêca ma te dît ê ku hewesa xwe ji xwe re bi Xudayî girt û Xuda wî li ser zanînê ji rê þaþ kir û li ser gohê wî û dilê wî mohr kir û li ser çavê wî jî perde çêkir. Vêca ma piþtî Xuda wê kî wî bide ser rêya rast? Ma hûn hêjî nafikirin- þîret nagirin
وَقَالُوا مَا هِيَ إِلَّا حَيَاتُنَا الدُّنْيَا نَمُوتُ وَنَحْيَا وَمَا يُهْلِكُنَا إِلَّا الدَّهْرُ ۚ وَمَا لَهُم بِذَٰلِكَ مِنْ عِلْمٍ ۖ إِنْ هُمْ إِلَّا يَظُنُّونَ (24)
Gotin ku: "Ji vê jiyana me ya dinê pêve tu tiþt nîne, em dimirin û dijîn. Ji dema mezin (guherîna þev û rojan) pêve me têk nabe." Tu zanîna wan bi vî nîne. Ew hey guman dikin
وَإِذَا تُتْلَىٰ عَلَيْهِمْ آيَاتُنَا بَيِّنَاتٍ مَّا كَانَ حُجَّتَهُمْ إِلَّا أَن قَالُوا ائْتُوا بِآبَائِنَا إِن كُنتُمْ صَادِقِينَ (25)
Û gava ayetên me bi xuyanî li ser wan tên xwendin, delîla wan tenê (ev e) ku dibêjin: "Eger hûn rastgo ne de ka bav û kalên me bînin
قُلِ اللَّهُ يُحْيِيكُمْ ثُمَّ يُمِيتُكُمْ ثُمَّ يَجْمَعُكُمْ إِلَىٰ يَوْمِ الْقِيَامَةِ لَا رَيْبَ فِيهِ وَلَٰكِنَّ أَكْثَرَ النَّاسِ لَا يَعْلَمُونَ (26)
Tu bêje ku: "Xuda, we dide jiyandin paþê we dimirîne paþê wê we bal roja qiyametê ve ku tu dudilî tê nîne bicivîne, lê belê pirrî mirovan nizanin
وَلِلَّهِ مُلْكُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ ۚ وَيَوْمَ تَقُومُ السَّاعَةُ يَوْمَئِذٍ يَخْسَرُ الْمُبْطِلُونَ (27)
Mulkê asîmana û zemîn ê Xuda ye. Roja danê qiyametê rabe, wê rojê xwediyê karê pûç û beredayî ziyan dikin
وَتَرَىٰ كُلَّ أُمَّةٍ جَاثِيَةً ۚ كُلُّ أُمَّةٍ تُدْعَىٰ إِلَىٰ كِتَابِهَا الْيَوْمَ تُجْزَوْنَ مَا كُنتُمْ تَعْمَلُونَ (28)
Tu (ehlê) her dînî çokþikandî dibînî. Her kom bal kitêba xwe ve têne gazî kirin. Îro hûn bi tiþtê we kiriye têne celat kirin
هَٰذَا كِتَابُنَا يَنطِقُ عَلَيْكُم بِالْحَقِّ ۚ إِنَّا كُنَّا نَسْتَنسِخُ مَا كُنتُمْ تَعْمَلُونَ (29)
Evê han kitêba me ye ku bi rastiyê li ser we dipeyive. Lewra bêguman me, her tiþtê we dikir dinivisand
فَأَمَّا الَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ فَيُدْخِلُهُمْ رَبُّهُمْ فِي رَحْمَتِهِ ۚ ذَٰلِكَ هُوَ الْفَوْزُ الْمُبِينُ (30)
Vêca heçî ên bawerî anîne û karên qenc kirine êdî perwerdekarê wan, ewan dixe dilovaniya xwe de. Rizgariya xuya her eva haye
وَأَمَّا الَّذِينَ كَفَرُوا أَفَلَمْ تَكُنْ آيَاتِي تُتْلَىٰ عَلَيْكُمْ فَاسْتَكْبَرْتُمْ وَكُنتُمْ قَوْمًا مُّجْرِمِينَ (31)
Û heçî ên kafir bûne, (ji wan re tê gotin ku:) "Vêca ma qey ayetên min li ser we nedihat xwendin, vêca we quretî kir û hûn bûn komelekî gunehkar
وَإِذَا قِيلَ إِنَّ وَعْدَ اللَّهِ حَقٌّ وَالسَّاعَةُ لَا رَيْبَ فِيهَا قُلْتُم مَّا نَدْرِي مَا السَّاعَةُ إِن نَّظُنُّ إِلَّا ظَنًّا وَمَا نَحْنُ بِمُسْتَيْقِنِينَ (32)
Û gava hate gotin ku: "Bêguman wada Xuda rast e û danê qiyametê tu dudilî tê nîne" we got ku: "Em nizanin danê qiyametê çî ye. Em hey guman dikin û em ji dil bawer nakin
وَبَدَا لَهُمْ سَيِّئَاتُ مَا عَمِلُوا وَحَاقَ بِهِم مَّا كَانُوا بِهِ يَسْتَهْزِئُونَ (33)
Û xerabiya tiþtê kiribûn ji wan ve xuya bû û tiþtê pê tinaza dikirin hawîdorê wan girt
وَقِيلَ الْيَوْمَ نَنسَاكُمْ كَمَا نَسِيتُمْ لِقَاءَ يَوْمِكُمْ هَٰذَا وَمَأْوَاكُمُ النَّارُ وَمَا لَكُم مِّن نَّاصِرِينَ (34)
Û hat gotin ku: "Emê jî îro we ji bîr bikin çewa ku we pergîhatina vê roja we ya han ji bîr kir û hewyegeha we agir e û ji we re tu alîkar jî nînin
ذَٰلِكُم بِأَنَّكُمُ اتَّخَذْتُمْ آيَاتِ اللَّهِ هُزُوًا وَغَرَّتْكُمُ الْحَيَاةُ الدُّنْيَا ۚ فَالْيَوْمَ لَا يُخْرَجُونَ مِنْهَا وَلَا هُمْ يُسْتَعْتَبُونَ (35)
Evê han ji ber ku bi rastî we ayetê Xuda bi tinaz girt û jîna dînê we xapand. Êdî îro ew ne jê tên derxistin û ne jî veger ji wan tê xwestin
فَلِلَّهِ الْحَمْدُ رَبِّ السَّمَاوَاتِ وَرَبِّ الْأَرْضِ رَبِّ الْعَالَمِينَ (36)
Vêca pesn û sipas her ê Xudayê perwerdekarê asîmana û perwerdekarê zemîn, perwerdekarê hemû cîhana ye
وَلَهُ الْكِبْرِيَاءُ فِي السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ ۖ وَهُوَ الْعَزِيزُ الْحَكِيمُ (37)
Meznahiya di asîmana û zemîn de her a wî ye. Serkeftiyê hîkmetdar her ew e
❮ Previous Next ❯

Surahs from Quran :

1- Fatiha2- Baqarah
3- Al Imran4- Nisa
5- Maidah6- Anam
7- Araf8- Anfal
9- Tawbah10- Yunus
11- Hud12- Yusuf
13- Raad14- Ibrahim
15- Hijr16- Nahl
17- Al Isra18- Kahf
19- Maryam20- TaHa
21- Anbiya22- Hajj
23- Muminun24- An Nur
25- Furqan26- Shuara
27- Naml28- Qasas
29- Ankabut30- Rum
31- Luqman32- Sajdah
33- Ahzab34- Saba
35- Fatir36- Yasin
37- Assaaffat38- Sad
39- Zumar40- Ghafir
41- Fussilat42- shura
43- Zukhruf44- Ad Dukhaan
45- Jathiyah46- Ahqaf
47- Muhammad48- Al Fath
49- Hujurat50- Qaf
51- zariyat52- Tur
53- Najm54- Al Qamar
55- Rahman56- Waqiah
57- Hadid58- Mujadilah
59- Al Hashr60- Mumtahina
61- Saff62- Jumuah
63- Munafiqun64- Taghabun
65- Talaq66- Tahrim
67- Mulk68- Qalam
69- Al-Haqqah70- Maarij
71- Nuh72- Jinn
73- Muzammil74- Muddathir
75- Qiyamah76- Insan
77- Mursalat78- An Naba
79- Naziat80- Abasa
81- Takwir82- Infitar
83- Mutaffifin84- Inshiqaq
85- Buruj86- Tariq
87- Al Ala88- Ghashiya
89- Fajr90- Al Balad
91- Shams92- Lail
93- Duha94- Sharh
95- Tin96- Al Alaq
97- Qadr98- Bayyinah
99- Zalzalah100- Adiyat
101- Qariah102- Takathur
103- Al Asr104- Humazah
105- Al Fil106- Quraysh
107- Maun108- Kawthar
109- Kafirun110- Nasr
111- Masad112- Ikhlas
113- Falaq114- An Nas