طسم (1) M. (Arşa van tipên ji hev çûî hey Yezdan dizane) |
تِلْكَ آيَاتُ الْكِتَابِ الْمُبِينِ (2) Bi rastî evan beratên pirtûka hezwartî ne |
لَعَلَّكَ بَاخِعٌ نَّفْسَكَ أَلَّا يَكُونُوا مُؤْمِنِينَ (3) Ji ber ku ewan bawer nakin, nêzîk e ku tu xwe bibeicînî |
إِن نَّشَأْ نُنَزِّلْ عَلَيْهِم مِّنَ السَّمَاءِ آيَةً فَظَلَّتْ أَعْنَاقُهُمْ لَهَا خَاضِعِينَ (4) Heke me biva, me ê ji ezmanan da li ser wan da beratên (derhoze) bihinarta, îdî sitûyê Wan ê ji bona (baweryî) xwer bibûya (ewanê bawer bikirinan) |
وَمَا يَأْتِيهِم مِّن ذِكْرٍ مِّنَ الرَّحْمَٰنِ مُحْدَثٍ إِلَّا كَانُوا عَنْهُ مُعْرِضِينَ (5) Çiqa ji bona wan ra (ji Yezdanê) dilovan (beratekê) nû hatibe, ewanan hey ji wê (berata nû) rû fetilandine |
فَقَدْ كَذَّبُوا فَسَيَأْتِيهِمْ أَنبَاءُ مَا كَانُوا بِهِ يَسْتَهْزِئُونَ (6) Bi sond! (ça ji wan beratan rû fetilandine, wusa jî) dane derewdêrandinê, we di nêzîk da axiftina (wê şapata ku Qur’an ji wê mijûl dibe) ewan jî bi wê (axiftinê) tinaz dikiribûne, ji bona wan ra were |
أَوَلَمْ يَرَوْا إِلَى الْأَرْضِ كَمْ أَنبَتْنَا فِيهَا مِن كُلِّ زَوْجٍ كَرِيمٍ (7) Ma qey ewan li bal zemîn da mêze nakin, ka me çiqa zone rind di zemîn da hêşîn kirîye |
إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَآيَةً ۖ وَمَا كَانَ أَكْثَرُهُم مُّؤْمِنِينَ (8) Bi rastî (di van hêşîn kirinan da) beratên (hêz a me) hene, bi vî ra jî pirê wan bawerker nînin |
وَإِنَّ رَبَّكَ لَهُوَ الْعَزِيزُ الرَّحِيمُ (9) Loma bi rastî Xudayê te servahatê dilovîn e |
وَإِذْ نَادَىٰ رَبُّكَ مُوسَىٰ أَنِ ائْتِ الْقَوْمَ الظَّالِمِينَ (10) Di gavekî da Xudayê te gazî Mûsa kiribû, ji bo ku ewa here bal komalê cewrkar |
قَوْمَ فِرْعَوْنَ ۚ أَلَا يَتَّقُونَ (11) (Ewa komala) komalê Fir’ewn bû. (Ewan) hêj jî xudaparizî nakin |
قَالَ رَبِّ إِنِّي أَخَافُ أَن يُكَذِّبُونِ (12) (Mûsa aha bersiva Xudayê te da û) got: "Xudayê min! Bi rastî ez ditirsim, ku ewan (Fir’ewn, komalê wî) min bidine derewdêrandinê |
وَيَضِيقُ صَدْرِي وَلَا يَنطَلِقُ لِسَانِي فَأَرْسِلْ إِلَىٰ هَارُونَ (13) Singê min teng dibe û zimanê min venebe, îdî tu Harûnê bira ê min jî bi saî (li bal wan da) bişîne |
وَلَهُمْ عَلَيَّ ذَنبٌ فَأَخَافُ أَن يَقْتُلُونِ (14) Ji bona wan ra li ser min gonehek (tolek) heye, îdî ez ditirsim ku ewan (tola xwe ji min hil din) min bikujin |
قَالَ كَلَّا ۖ فَاذْهَبَا بِآيَاتِنَا ۖ إِنَّا مَعَكُم مُّسْتَمِعُونَ (15) Xuda (bersiva Mûsa aha daye û) gotîye: "Na, (ewan nikarin tu tiştî bi te bikin). Îdî (tu û Harûn) bi beratên me va (herne bal wan), loma em bi we ra gohdarya wan dikin |
فَأْتِيَا فِرْعَوْنَ فَقُولَا إِنَّا رَسُولُ رَبِّ الْعَالَمِينَ (16) Hûn herduk herne bal Fir’ewn, îdî (hûn herduk ji Fir’ewn ra aha) bêjin: "Bi rastî em (herduk jî) saîyên Xuda yê gerdûnê ne |
أَنْ أَرْسِلْ مَعَنَا بَنِي إِسْرَائِيلَ (17) (Em hatine, ku tu) zarên cihûyan bi me ra bişînî |
قَالَ أَلَمْ نُرَبِّكَ فِينَا وَلِيدًا وَلَبِثْتَ فِينَا مِنْ عُمُرِكَ سِنِينَ (18) (Dema ewan hatine bal Fir’ewn, gotinê, xwe jê ra gotine, Fir’ewn bersiva wan aha daye û) gotîye: "Mûsa! Ma qey me tu di nava xwe da bi zarokî mezin ne kirî? Tu di nava me da bi salan maî (îja tu van gotina ji kur tînî) |
وَفَعَلْتَ فَعْلَتَكَ الَّتِي فَعَلْتَ وَأَنتَ مِنَ الْكَافِرِينَ (19) (Di hemberê van qencîyên me da, Mûsa!) te jî kirinê xwe kirîye. Û bi rastî (Mûsa) tu ji nonkoran î |
قَالَ فَعَلْتُهَا إِذًا وَأَنَا مِنَ الضَّالِّينَ (20) (Mûsa ji bona wan ra aha) gotîye: "Gava min ewan (tiştên, ku hûn dibêjin) kiribû, hêj ez ji (nezan û) rê wundakera bûm |
فَفَرَرْتُ مِنكُمْ لَمَّا خِفْتُكُمْ فَوَهَبَ لِي رَبِّي حُكْمًا وَجَعَلَنِي مِنَ الْمُرْسَلِينَ (21) Gava ez ji we tirsîyam, ez ji nava we revîyam, îdî Xudayê min ji bona min ra zanîna retkokî daye û ez xistime ji saîyan |
وَتِلْكَ نِعْمَةٌ تَمُنُّهَا عَلَيَّ أَنْ عَبَّدتَّ بَنِي إِسْرَائِيلَ (22) Ewan qencîyên, ku (Fir’ewn!) te bi min kirîye (îro jî tu dixî) serhev da ser min, hene! (te ji bona min ne kirîye, lê ji bona ku tu) zarên cihûyan bixî bende (loma te bi min kirîye) |
قَالَ فِرْعَوْنُ وَمَا رَبُّ الْعَالَمِينَ (23) Fir’ewn (ji Mûsa pirsî, aha) got: "(ka Mûsa!) Xadayê gerdûnê çî ye (te eva ji kur derxistîye) |
قَالَ رَبُّ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ وَمَا بَيْنَهُمَا ۖ إِن كُنتُم مُّوقِنِينَ (24) (Mûsa ji bona wan ra aha bersiv daye, û) gotîye: "Xudayê ezman û zemîn û tiştên di nava wan da heyî, heye! Ewa bi xweber e. Heke hûn bi rastî biponijin (hûnê bi rastî bizanin, ku gotina min rast e) |
قَالَ لِمَنْ حَوْلَهُ أَلَا تَسْتَمِعُونَ (25) (Fir’ewn ji bona wanê) dora xwe ra (aha) gotîye: "Hûn dibihên (ka eva çi dibêje)?” |
قَالَ رَبُّكُمْ وَرَبُّ آبَائِكُمُ الْأَوَّلِينَ (26) (Mûsa ji wan ra aha) gotîye: "(Erê); ewa Xudayê we ye û Xudayê bav û kalê we ye jî |
قَالَ إِنَّ رَسُولَكُمُ الَّذِي أُرْسِلَ إِلَيْكُمْ لَمَجْنُونٌ (27) (Fir’ewn ji wan ra aha) gotîye: "Bi rastî saîyî li bal we da hatîye şandinê, heye! Ewa tepa dikebe |
قَالَ رَبُّ الْمَشْرِقِ وَالْمَغْرِبِ وَمَا بَيْنَهُمَا ۖ إِن كُنتُمْ تَعْقِلُونَ (28) (Mûsa bersiv dide û aha) dibêje, "Heke hûn bi rastî hişyarî dikin; Xudayê rojhilat û rojava û tiştê di nava wan da heye (ewa) bi xweber e |
قَالَ لَئِنِ اتَّخَذْتَ إِلَٰهًا غَيْرِي لَأَجْعَلَنَّكَ مِنَ الْمَسْجُونِينَ (29) (Fir’ewn ji bona Mûsa ra aha) gotîye: "(Mûsa!) heke tu ji pêştirê min ji bo- na xwe ra ilahekî mayî bigirî, bi sond! Ez ê te bixme ji wan ê ku li bal zîndanan da hatine avêtinê |
قَالَ أَوَلَوْ جِئْتُكَ بِشَيْءٍ مُّبِينٍ (30) (Mûsa ji bona Fir’ewn ra aha) gotîye: "Heke ez (ji bona rastîya xwe) ji te ra nîşanên huzwartî jî bînim (dîsa tu ê wekî xwe bikî) |
قَالَ فَأْتِ بِهِ إِن كُنتَ مِنَ الصَّادِقِينَ (31) (Fir’ewn ji Mûsa ra) gotîye: "Heke ný ji rastbêjanî, ka ewê (nîşanê) bîne (em lê mêze bikin) |
فَأَلْقَىٰ عَصَاهُ فَإِذَا هِيَ ثُعْبَانٌ مُّبِينٌ (32) Îdî ewî gopalê xwe avêtîye, nişkeva (gopal) bûye zîhakî xûyaî maye |
وَنَزَعَ يَدَهُ فَإِذَا هِيَ بَيْضَاءُ لِلنَّاظِرِينَ (33) (Mûsa) destê xwe (ji piçenga xwe) kişandîye (derxistîye) îdî nişkêva destê wî wusa sipî maye; ewanê, lê mêze dikirin (çavê wan ji sipîtiya dihate girtinê) |
قَالَ لِلْمَلَإِ حَوْلَهُ إِنَّ هَٰذَا لَسَاحِرٌ عَلِيمٌ (34) (Fir’ewn) ji bona wanê dor a xwe ra aha) gotîye: "Bi rastî evê hanê ançkerekî pir zana ye |
يُرِيدُ أَن يُخْرِجَكُم مِّنْ أَرْضِكُم بِسِحْرِهِ فَمَاذَا تَأْمُرُونَ (35) Eva divê, ku bi van ançê xwe we ji welatê we derxe. Ka îdî hm çi dibêjin |
قَالُوا أَرْجِهْ وَأَخَاهُ وَابْعَثْ فِي الْمَدَائِنِ حَاشِرِينَ (36) Ewan (komalê dor a Fir’ewn bersiva wî aha dane û) gotine: "Tu ewî û birayê wî bi xweşî mijûl bike, tu (peyameran di welat da) bişîne (ji bo ku ewan) bicivînin |
يَأْتُوكَ بِكُلِّ سَحَّارٍ عَلِيمٍ (37) Bira ewan hemî ançkerê pir zana ji te ra bînin |
فَجُمِعَ السَّحَرَةُ لِمِيقَاتِ يَوْمٍ مَّعْلُومٍ (38) Îdî di wî danê (ku Fir’ewn ji bona civandina wan danîbû) ançkar hemî di wê royê da civîyane |
وَقِيلَ لِلنَّاسِ هَلْ أَنتُم مُّجْتَمِعُونَ (39) (Di wê royê da) ji bona merivan ra (aha) tê gotinê: "Hûn jî îdî nacivin |
لَعَلَّنَا نَتَّبِعُ السَّحَرَةَ إِن كَانُوا هُمُ الْغَالِبِينَ (40) Loma em guman dikin, hekeançkar bi ser va werin,emê jî bibine peyrewê wan |
فَلَمَّا جَاءَ السَّحَرَةُ قَالُوا لِفِرْعَوْنَ أَئِنَّ لَنَا لَأَجْرًا إِن كُنَّا نَحْنُ الْغَالِبِينَ (41) Îdî gava ançkar hatîne, ji bona Fir’ewn ra (aha) gotine: "Gava serfirazî ya me be; ji bona me ra kirêk heye, wusa nîne |
قَالَ نَعَمْ وَإِنَّكُمْ إِذًا لَّمِنَ الْمُقَرَّبِينَ (42) (Fir’ewn bersiva wan aha daye û) gotîye: "Erê?! (Kirya we heye, hêj) hûn îdî dibine ji wanê nêzîk ê min |
قَالَ لَهُم مُّوسَىٰ أَلْقُوا مَا أَنتُم مُّلْقُونَ (43) (Gava hemî amade bûn) Mûsa ji bona wan (ançkaran ra aha) gotîye: "Hûn (gelî ançkaran!) çi davêjin bavêjin |
فَأَلْقَوْا حِبَالَهُمْ وَعِصِيَّهُمْ وَقَالُوا بِعِزَّةِ فِرْعَوْنَ إِنَّا لَنَحْنُ الْغَالِبُونَ (44) Îdî ewan kap û gopalê xwe avêtine (kêşê) û (aha) gotine: "Bi mezinaya Fir’ewn serfiraz em bi xweber in |
فَأَلْقَىٰ مُوسَىٰ عَصَاهُ فَإِذَا هِيَ تَلْقَفُ مَا يَأْفِكُونَ (45) (Paşê) Mûsa gopalê xwe avêtîye, îdî (gopal) tişta ewan (bi pizan) çê kiribûne daqurçandîye |
فَأُلْقِيَ السَّحَرَةُ سَاجِدِينَ (46) Îdî (gava ançkaran eva dîtin) nişkeva çûne secdê |
قَالُوا آمَنَّا بِرَبِّ الْعَالَمِينَ (47) (Aha) gotine: "Me bi Xudayê cîhanê bawer kirîye |
رَبِّ مُوسَىٰ وَهَارُونَ (48) (Ewa) Xudayê Mûsa û Harûn ne |
قَالَ آمَنتُمْ لَهُ قَبْلَ أَنْ آذَنَ لَكُمْ ۖ إِنَّهُ لَكَبِيرُكُمُ الَّذِي عَلَّمَكُمُ السِّحْرَ فَلَسَوْفَ تَعْلَمُونَ ۚ لَأُقَطِّعَنَّ أَيْدِيَكُمْ وَأَرْجُلَكُم مِّنْ خِلَافٍ وَلَأُصَلِّبَنَّكُمْ أَجْمَعِينَ (49) (Fir’ewn ji wan ançkaran ra aha) gotîye: "Hêj min ji bona we ra destûr ne dabû we bi wî bawer kirîye. Ew mezinê we yî, ku ji bona we ra anç hîn kirîye heye! Ewa (Mûsa) bi xweber e. Îdî hûnê di nêzîk da bizarýin (ka ezê çi bînine serê we); ezê destê û pê we bi çîlo çepî jê bikim û ezê we hemîşkan darda bikim |
قَالُوا لَا ضَيْرَ ۖ إِنَّا إِلَىٰ رَبِّنَا مُنقَلِبُونَ (50) Ewan (bersiva Fir’ewn aha dane û) göotine: “Qe zirar nake, loma bi rastî emê li bal Xudayê xwe da bizvirin |
إِنَّا نَطْمَعُ أَن يَغْفِرَ لَنَا رَبُّنَا خَطَايَانَا أَن كُنَّا أَوَّلَ الْمُؤْمِنِينَ (51) Bi rastî ji ber ku me di cara yekem da bawer kirîye, em divên ku Xudayê me ji bona me ra nûsîtemne me bibaxişîne |
۞ وَأَوْحَيْنَا إِلَىٰ مُوسَىٰ أَنْ أَسْرِ بِعِبَادِي إِنَّكُم مُّتَّبَعُونَ (52) Me li bal Mûsa da (aha) niqandîye: "(Mûsa!) Tu bendeyên me di şevê da derxe rê, loma bi rastî wê li pey we kebin |
فَأَرْسَلَ فِرْعَوْنُ فِي الْمَدَائِنِ حَاشِرِينَ (53) Îdî gava (Fir’ewn, bi reva cihûyan hesya, qe ne hewîya peyamêr) şandin, di welat da (leşker) civandin |
إِنَّ هَٰؤُلَاءِ لَشِرْذِمَةٌ قَلِيلُونَ (54) (Fir’ewn ji bona wan ra aha gotîye): "Evan (zarên cihûyan) komake hindik in |
وَإِنَّهُمْ لَنَا لَغَائِظُونَ (55) Ewanan bi rastî hêrsa me tînin |
وَإِنَّا لَجَمِيعٌ حَاذِرُونَ (56) Bi rastî em komeke wusan in, ku her kes xwe ji me diparisînin |
فَأَخْرَجْنَاهُم مِّن جَنَّاتٍ وَعُيُونٍ (57) Îdî me jî ewan ji (nava) rez û kanîyan derxistin |
وَكُنُوزٍ وَمَقَامٍ كَرِيمٍ (58) Û ji (nava) xezînan û şûnwarên bi rûmet (derxistin) |
كَذَٰلِكَ وَأَوْرَثْنَاهَا بَنِي إِسْرَائِيلَ (59) Me bi vî awayî (bi serê Fir’ewn û komalê) wî kir. Me zarên cihûyan ji bona wan ra xistîye ûrt |
فَأَتْبَعُوهُم مُّشْرِقِينَ (60) Îdî gava roj derket (Fir’ewn û koma xwe va) dane pey (Mûsa û koma wî) |
فَلَمَّا تَرَاءَى الْجَمْعَانِ قَالَ أَصْحَابُ مُوسَىٰ إِنَّا لَمُدْرَكُونَ (61) Gava her du koman hev du dîtin, hevalê Mûsa (aha) gotine: "Bi rastî va gehîjtne me |
قَالَ كَلَّا ۖ إِنَّ مَعِيَ رَبِّي سَيَهْدِينِ (62) (Mûsa ji wan ra aha) gotîye, "(Hûn netirsin; ewan nagihêjne me) loma bi rastî Xudayê min bi min ra ye, wê rêyekî bide nişanê min |
فَأَوْحَيْنَا إِلَىٰ مُوسَىٰ أَنِ اضْرِب بِّعَصَاكَ الْبَحْرَ ۖ فَانفَلَقَ فَكَانَ كُلُّ فِرْقٍ كَالطَّوْدِ الْعَظِيمِ (63) Îdî me jî li bal Mûsa da (aha) niqandîye: "(Mûsa!) Tu gopalê xwe li deryayê xe." (Gava Mûsa gopalê xwe li deryayê xist) derya ji hev tîş bûye, her tîşekî bûye wekî çîyayekî maye (danzdeh re vebûne) |
وَأَزْلَفْنَا ثَمَّ الْآخَرِينَ (64) Me (Fir’ewn û hevalê wî jî) nêzîkê wura kirine |
وَأَنجَيْنَا مُوسَىٰ وَمَن مَّعَهُ أَجْمَعِينَ (65) Me Mûsa û kesê bi wî ra, heyî, hemîşk fereste kirine |
ثُمَّ أَغْرَقْنَا الْآخَرِينَ (66) Paşê me ewanê mayî (di avê da) fetisandine |
إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَآيَةً ۖ وَمَا كَانَ أَكْثَرُهُم مُّؤْمِنِينَ (67) Di van (bûyeran da) beratên (derhoze) hene. Lê pirê wan bawer nakin |
وَإِنَّ رَبَّكَ لَهُوَ الْعَزِيزُ الرَّحِيمُ (68) Bi rastî Xudayê te servahatê dilovîn e |
وَاتْلُ عَلَيْهِمْ نَبَأَ إِبْرَاهِيمَ (69) (Muhemmed! Tu ji bona) wan ra serdaborya Îbrahîm bixûne |
إِذْ قَالَ لِأَبِيهِ وَقَوْمِهِ مَا تَعْبُدُونَ (70) Di gavekî da (Îbrahîm) ji bona bav û komalê xwe ra (aha) gotîye: "Hûn ji bona çi tiştî ra perestî dikin |
قَالُوا نَعْبُدُ أَصْنَامًا فَنَظَلُّ لَهَا عَاكِفِينَ (71) Ewan (bersiva Îbrahîm aha dane û) gotine, "Em perestîya hinek putan dikin, îdî em ji bona perestîya wan jî peyweste ne |
قَالَ هَلْ يَسْمَعُونَكُمْ إِذْ تَدْعُونَ (72) (Îbrahîm ji wan ra) dibêje: "Erê! (hûn ji wan ra perestî bikin, lê gava) hûn gazî wan dikin, qe ewan dengê we dibehên |
أَوْ يَنفَعُونَكُمْ أَوْ يَضُرُّونَ (73) Ya jî ewan qe kar û zîyana we dikin |
قَالُوا بَلْ وَجَدْنَا آبَاءَنَا كَذَٰلِكَ يَفْعَلُونَ (74) Ewanan (aha bersiva Îbrahîm dane û) gotine: "Na, qe tu tiştî jî nakin) lê em rastî bav û kalê xwe hatin wulo dikirin (em jî wekî wan dikin) |
قَالَ أَفَرَأَيْتُم مَّا كُنتُمْ تَعْبُدُونَ (75) (Îbrahîm ji wan ra aha) gotîye: "Îdî qe hûn dibînin, ka hûn çi tiştan ra perestî dikin |
أَنتُمْ وَآبَاؤُكُمُ الْأَقْدَمُونَ (76) Hûn û bavên we yên berê jî |
فَإِنَّهُمْ عَدُوٌّ لِّي إِلَّا رَبَّ الْعَالَمِينَ (77) Îdî bi rastî" eýwan (putan) neyarê min in, lê Xudayê cîhanê (dostê min e) |
الَّذِي خَلَقَنِي فَهُوَ يَهْدِينِ (78) Ewî ez afirandime (ewa Xudayê cîhanê ye) îdî ewê (rêya rast) bide nişanê min |
وَالَّذِي هُوَ يُطْعِمُنِي وَيَسْقِينِ (79) Ewê, ku xwarin û vexwarin dide min, ewa (Xudayê cîhanê ye) |
وَإِذَا مَرِضْتُ فَهُوَ يَشْفِينِ (80) Gava ez nexweş bikebin, ewa (Xudayê cîhanê) min mefa dike |
وَالَّذِي يُمِيتُنِي ثُمَّ يُحْيِينِ (81) Ewê min dimirîne û paşê jî min zinde dike; ewa (Xudayê cîhanê ye) |
وَالَّذِي أَطْمَعُ أَن يَغْفِرَ لِي خَطِيئَتِي يَوْمَ الدِّينِ (82) Ewê, ku ez guman dikim: di roya xelat û celatan da nûsîtemne min ji bona min ra bibaxşîne ewa (Xudayê cîhanê ye) |
رَبِّ هَبْ لِي حُكْمًا وَأَلْحِقْنِي بِالصَّالِحِينَ (83) Xudayê min! Tu ji bona min ra zanîna retkokî bide û tu min bigihîne aştîkaran |
وَاجْعَل لِّي لِسَانَ صِدْقٍ فِي الْآخِرِينَ (84) “Û (ji bona wanê ku) para da dinînin (min li ser zimanê xwe bi rindî hildin) tu zimanê wan (di mafê min da) rast û (hezger) bixî para min |
وَاجْعَلْنِي مِن وَرَثَةِ جَنَّةِ النَّعِيمِ (85) Û tu min bixe nav bihişta xwarinan |
وَاغْفِرْ لِأَبِي إِنَّهُ كَانَ مِنَ الضَّالِّينَ (86) Û tu bavê min bibaxşîne, loma bi rastî ewa ji rêya rast derketîye |
وَلَا تُخْزِنِي يَوْمَ يُبْعَثُونَ (87) Û tu min di roya şandin a civînê da riswa neke |
يَوْمَ لَا يَنفَعُ مَالٌ وَلَا بَنُونَ (88) Ewa royeke wusa ne, ku mal û zar têda qe tu havilî nakin |
إِلَّا مَنْ أَتَى اللَّهَ بِقَلْبٍ سَلِيمٍ (89) Ji pêştirê wî kesê, ku bi dilekî xwýurî hatibe bal Yezdan |
وَأُزْلِفَتِ الْجَنَّةُ لِلْمُتَّقِينَ (90) Û (di we roye da) bihişt ji bona xudaparisan nêzîk dibe |
وَبُرِّزَتِ الْجَحِيمُ لِلْغَاوِينَ (91) Û doj jî ji bona wanê, ku ji ava rû derketî xûya dibe |
وَقِيلَ لَهُمْ أَيْنَ مَا كُنتُمْ تَعْبُدُونَ (92) Û ji bona wan ra (aha) tê gotinê: "Kanêna ewan tiştên ku we ji bona wan ra perestî dikirin |
مِن دُونِ اللَّهِ هَلْ يَنصُرُونَكُمْ أَوْ يَنتَصِرُونَ (93) Ji pêştirê Yezdan. Gelo ewan ji bona we ra arîkarî dikin, ya jî arîkarya xwe jî qe dikin |
فَكُبْكِبُوا فِيهَا هُمْ وَالْغَاوُونَ (94) Îdî ewan û bi tevê, wanê ku ava rû derketine (di wê royê da) li pey hev li bal agir da têne avêtinê |
وَجُنُودُ إِبْلِيسَ أَجْمَعُونَ (95) Hemû leşkerê pelîd jî |
قَالُوا وَهُمْ فِيهَا يَخْتَصِمُونَ (96) Ewan di dojê da bi hev ra tekoşîn dikirin (ji hev ra aha) digotibûne |
تَاللَّهِ إِن كُنَّا لَفِي ضَلَالٍ مُّبِينٍ (97) Bi Yezdan, em bi rastî di rê wundabûneke xûya da nin |
إِذْ نُسَوِّيكُم بِرَبِّ الْعَالَمِينَ (98) Loma bi rastî me hûn (gelî putan!) dixistine hempayê Xuda yê cîhanê |
وَمَا أَضَلَّنَا إِلَّا الْمُجْرِمُونَ (99) Ji pêştirê gýonehkaran, tu kesekî em ji rêya rast dernexistine |
فَمَا لَنَا مِن شَافِعِينَ (100) Îdî ji bona me ra qe tu mehder jî tune ye |
وَلَا صَدِيقٍ حَمِيمٍ (101) Û tu destê parisvan jî tune ye |
فَلَوْ أَنَّ لَنَا كَرَّةً فَنَكُونَ مِنَ الْمُؤْمِنِينَ (102) Xwezîka ji bona me ra carekî dinê jî (li bal cihanê da zivirandinek hebûya). Îdî meyê bawer bikira |
إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَآيَةً ۖ وَمَا كَانَ أَكْثَرُهُم مُّؤْمِنِينَ (103) Bi rastî di van (bûyeran da) beratên (derhoze) hene, lê pirê ji wan bawer nakin |
وَإِنَّ رَبَّكَ لَهُوَ الْعَزِيزُ الرَّحِيمُ (104) Bi rastî Xudayê te servahatê dilovîn e |
كَذَّبَتْ قَوْمُ نُوحٍ الْمُرْسَلِينَ (105) Komalê Nûh jî saîyê xwe dane derewdêrandinê |
إِذْ قَالَ لَهُمْ أَخُوهُمْ نُوحٌ أَلَا تَتَّقُونَ (106) Di gavekî da birayê wan ê Nûh ji bona wan ra (aha) gotibû: "Hûn qe xudaparizî nakin |
إِنِّي لَكُمْ رَسُولٌ أَمِينٌ (107) Bi rastî ez ji bona we ra saîyekî ewle me |
فَاتَّقُوا اللَّهَ وَأَطِيعُونِ (108) Îdî hûn xudaparizî, bikin û bi gotina min bikin |
وَمَا أَسْأَلُكُمْ عَلَيْهِ مِنْ أَجْرٍ ۖ إِنْ أَجْرِيَ إِلَّا عَلَىٰ رَبِّ الْعَالَمِينَ (109) Ez ji bona (van şîretan) qe tu kiryekî ji we naxwazim: kirya min hey li ser Xudayê cîhanê ye |
فَاتَّقُوا اللَّهَ وَأَطِيعُونِ (110) Îdî hûn yezdanparizî bikin û hûn bi gotina min bikin |
۞ قَالُوا أَنُؤْمِنُ لَكَ وَاتَّبَعَكَ الْأَرْذَلُونَ (111) Ewan (bersiva Nûh aha dane û) gotine: "Peyrewên te hemû riswa ne (ka îdî) emê ça bi te bawer bikin |
قَالَ وَمَا عِلْمِي بِمَا كَانُوا يَعْمَلُونَ (112) Nûh ji bona wan ra aha bersiv daye gotîye: "Tu zanîna min (bi hundurê) kirina wan tune ye (lê bi tenê ez bi kirinê wan ê xûyayî dizanim) |
إِنْ حِسَابُهُمْ إِلَّا عَلَىٰ رَبِّي ۖ لَوْ تَشْعُرُونَ (113) Heke giza zanîna we (bi van) hebe (hûn dizanin) ku hijmara (kirinê) wan hey Xudayê min pêk tîne |
وَمَا أَنَا بِطَارِدِ الْمُؤْمِنِينَ (114) Ez bi xweber jî nikarim bawergeran derkim |
إِنْ أَنَا إِلَّا نَذِيرٌ مُّبِينٌ (115) (Ez ji bona kesan ra) hey hişyarkarekî xûya me |
قَالُوا لَئِن لَّمْ تَنتَهِ يَا نُوحُ لَتَكُونَنَّ مِنَ الْمَرْجُومِينَ (116) Ewî (komalê Nûh, bersiva wî dane û) gotibûne, "Nûh! Heke tu ji van (kirin û gotinê xwe) xwe neparisînî, bi rastî tu ê bibî ji wan |
قَالَ رَبِّ إِنَّ قَوْمِي كَذَّبُونِ (117) (Gava Nûh ji wan bê guman bûye, ji Xuda aha lava kirîye û) gotîye: "Xudayê min! Bi rastî komalê min, ez dame derevdêrandinê |
فَافْتَحْ بَيْنِي وَبَيْنَهُمْ فَتْحًا وَنَجِّنِي وَمَن مَّعِيَ مِنَ الْمُؤْمِنِينَ (118) Îdî (Xudayê min!) tu di nava min û wanan da (bi berewaýýnî) raqetinê bike, tu min û ewanê bawerger yên bi min ra hene! Ji (vî komalê cewýkar) fereste bike |
فَأَنجَيْنَاهُ وَمَن مَّعَهُ فِي الْفُلْكِ الْمَشْحُونِ (119) Pasê me jî (Nûh) û ewanê bi wî ra di keleka tijî da fereste kirin |
ثُمَّ أَغْرَقْنَا بَعْدُ الْبَاقِينَ (120) Me paş da ewanê mayî di avê da feşirandin (Xeniqandin) |
إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَآيَةً ۖ وَمَا كَانَ أَكْثَرُهُم مُّؤْمِنِينَ (121) Bi rastýtî di van (bûyeran da) beratên (derhoze) hene, lê pirê wan bawer nakin |
وَإِنَّ رَبَّكَ لَهُوَ الْعَزِيزُ الرَّحِيمُ (122) Bi rastî Xudayê te servahatê dilovîn e |
كَذَّبَتْ عَادٌ الْمُرْسَلِينَ (123) (Komalê) ´Ad jî saîyên xwe dane derewdêrandinê |
إِذْ قَالَ لَهُمْ أَخُوهُمْ هُودٌ أَلَا تَتَّقُونَ (124) Di gava, ku birayê wan ê Hûd (aha) ji bona wan ra gotibû: "Hûn ji bo çi (xuda)-parizî nakin |
إِنِّي لَكُمْ رَسُولٌ أَمِينٌ (125) Bi rastî ez ji bona we ra saîyekî ewle me |
فَاتَّقُوا اللَّهَ وَأَطِيعُونِ (126) Îdî Hûn yezdanparizî bikin û bi gotina min bikin |
وَمَا أَسْأَلُكُمْ عَلَيْهِ مِنْ أَجْرٍ ۖ إِنْ أَجْرِيَ إِلَّا عَلَىٰ رَبِّ الْعَالَمِينَ (127) Ez biý van (şîretan) ji we qe tu kirêkî naxwazim. Kirya min hey li ser Xudayê cîhanê ye |
أَتَبْنُونَ بِكُلِّ رِيعٍ آيَةً تَعْبَثُونَ (128) Hûn li ser hemî rêyan (ji bona şaskirina rêwîyan) topikan çê dikin; bi tiştê beredayî ra mijûl dibin |
وَتَتَّخِذُونَ مَصَانِعَ لَعَلَّكُمْ تَخْلُدُونَ (129) Û hûn guman dikin, ku hûnê (di cîhanê da) her bimînin, hûn ji bona xwe ra (bingehê) pêşeyên binecî ava dikin |
وَإِذَا بَطَشْتُم بَطَشْتُمْ جَبَّارِينَ (130) Û hûn gava yekê (ji bona şapatkirinê bigirin) hûn ewan wekî hincerokan digirin |
فَاتَّقُوا اللَّهَ وَأَطِيعُونِ (131) Îdî hûn yezdanparizî bikin û bi gotina min bikin |
وَاتَّقُوا الَّذِي أَمَدَّكُم بِمَا تَعْلَمُونَ (132) Ewê ku mal û berxudarya hûn pê dizanin, daye we heye! Hûn parizaya wî bikin |
أَمَدَّكُم بِأَنْعَامٍ وَبَنِينَ (133) Ewî (Xudaê) bi tariş û kuran hûn bi hêz kidrine |
وَجَنَّاتٍ وَعُيُونٍ (134) Û bi rez û kanîya jî (hûn bi hêz kirine) |
إِنِّي أَخَافُ عَلَيْكُمْ عَذَابَ يَوْمٍ عَظِيمٍ (135) Bi rastî ez ditirsim, ku şapata ro ya mezin bi we da were |
قَالُوا سَوَاءٌ عَلَيْنَا أَوَعَظْتَ أَمْ لَمْ تَكُن مِّنَ الْوَاعِظِينَ (136) Ewan (bersiva Hûd dane, aha) gotine: "(Hûd) tu şîretan bikî, ya jî qe nebî ji wanê şîretkar, li bal me yek e |
إِنْ هَٰذَا إِلَّا خُلُقُ الْأَوَّلِينَ (137) Evan (kirin û gotinê te) hey xûye wan ê borîne |
وَمَا نَحْنُ بِمُعَذَّبِينَ (138) Û em nayêne şapatkirinê |
فَكَذَّبُوهُ فَأَهْلَكْنَاهُمْ ۗ إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَآيَةً ۖ وَمَا كَانَ أَكْثَرُهُم مُّؤْمِنِينَ (139) Îdî ewan (Hûd) dane derewdêrandinê û me jî ewan teşqele kirin. Bi rastî di vê (bûyere da) beratên (derhoze) hene, lê pirê wan bawer nakin |
وَإِنَّ رَبَّكَ لَهُوَ الْعَزِيزُ الرَّحِيمُ (140) Bi rastî hey servahatê dilovîn Xudayê te ye |
كَذَّبَتْ ثَمُودُ الْمُرْسَلِينَ (141) Komalê Semûd jî Saî dane derewdêrandinê |
إِذْ قَالَ لَهُمْ أَخُوهُمْ صَالِحٌ أَلَا تَتَّقُونَ (142) Di gava, ku biraê wan ê Salih (aha) ji bona wan ra gotibû: "Hûn ji bo çi (xuda)-parizî nakin |
إِنِّي لَكُمْ رَسُولٌ أَمِينٌ (143) Bi rastî ez ji bona we ra saîkî ewle me (û bal we da hatime şandinê) |
فَاتَّقُوا اللَّهَ وَأَطِيعُونِ (144) Îdî hûn yezdanparizî bikin û bi gotina min bikin |
وَمَا أَسْأَلُكُمْ عَلَيْهِ مِنْ أَجْرٍ ۖ إِنْ أَجْرِيَ إِلَّا عَلَىٰ رَبِّ الْعَالَمِينَ (145) Ez ji bona van (şîretan) qe ji we tu kirêkî naxwazim, loma kirya min hey li ser Xudayê cîhanê ye |
أَتُتْرَكُونَ فِي مَا هَاهُنَا آمِنِينَ (146) Qey hûn (guman dikin) ku hûnê di cîhanê da bi ewletî bêne hîştinê |
فِي جَنَّاتٍ وَعُيُونٍ (147) Di nava rez û kanîyan da |
وَزُرُوعٍ وَنَخْلٍ طَلْعُهَا هَضِيمٌ (148) Di nava çandin û nexlistanê, ku çiqilê dar a xurmê wan ji devîyên berêwan nermin |
وَتَنْحِتُونَ مِنَ الْجِبَالِ بُيُوتًا فَارِهِينَ (149) Û hûn (di kevirên) çîyan da bi berxudarî xanîyan dikolin |
فَاتَّقُوا اللَّهَ وَأَطِيعُونِ (150) Îdî hûn bi gotina min bikin, yezdanparizî bikin |
وَلَا تُطِيعُوا أَمْرَ الْمُسْرِفِينَ (151) Û hûn bi gotina feşartekan (musrif) nekin |
الَّذِينَ يُفْسِدُونَ فِي الْأَرْضِ وَلَا يُصْلِحُونَ (152) Ewanê di zemîn da tevdanî dikin û aştî nakin hene! Ewan feşartok in |
قَالُوا إِنَّمَا أَنتَ مِنَ الْمُسَحَّرِينَ (153) Ewanan (bersiva Salih aha dane û) gotine: "Bi rastî (Salih!) ewanê rind hatine ançkirinê hene! Tu ji wan î |
مَا أَنتَ إِلَّا بَشَرٌ مِّثْلُنَا فَأْتِ بِآيَةٍ إِن كُنتَ مِنَ الصَّادِقِينَ (154) Tu jî hey merivekî wekî me yî, îdî heke tu di doza xwe da rast î, ka ji me ra berateke (derhoze) bîne |
قَالَ هَٰذِهِ نَاقَةٌ لَّهَا شِرْبٌ وَلَكُمْ شِرْبُ يَوْمٍ مَّعْلُومٍ (155) (Salih ji bona wan ra aha bisyar daye û) gotîye: "Eva deva (şutir) hanê ji bona we ra (berateke derhoze ye). Di royeke diyarî da av vexwarin ji bona wê ra ne, royekî jî ji bona we ra ne |
وَلَا تَمَسُّوهَا بِسُوءٍ فَيَأْخُذَكُمْ عَذَابُ يَوْمٍ عَظِيمٍ (156) Hûn bi sikatî nêzîkê wê devê nebin. (Heke hûn sikatîya wê devê bikin) wê şapata ro ya mezin bi we bigire |
فَعَقَرُوهَا فَأَصْبَحُوا نَادِمِينَ (157) Axirî ewan serê devê jêkirin, îdî ewan (ji serjêkirina devê) poşman bûn |
فَأَخَذَهُمُ الْعَذَابُ ۗ إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَآيَةً ۖ وَمَا كَانَ أَكْثَرُهُم مُّؤْمِنِينَ (158) Paşê şapatê ewan girtin. Bi rastî di van (bûyeran da) beratên (derhoze) hene, lê pirê wan bawer nakin |
وَإِنَّ رَبَّكَ لَهُوَ الْعَزِيزُ الرَّحِيمُ (159) Bi rastî Xudayê te bi xweber jî servahatê dilovîn e |
كَذَّبَتْ قَوْمُ لُوطٍ الْمُرْسَلِينَ (160) Komalê Lût jî saî dane derewdêrandinê |
إِذْ قَالَ لَهُمْ أَخُوهُمْ لُوطٌ أَلَا تَتَّقُونَ (161) Di gava, ku birayê wan ê Lût ji bona wan ra (aha) gotibû: "Ji bo çi hûn (xuda)-parizî nakin |
إِنِّي لَكُمْ رَسُولٌ أَمِينٌ (162) Bi rastî ez ji bona we ra saîyekî ewle me (li bal we da hatime şandinê) |
فَاتَّقُوا اللَّهَ وَأَطِيعُونِ (163) Îdî hûn bi gotina min bikin, yezdanparizî bikin |
وَمَا أَسْأَلُكُمْ عَلَيْهِ مِنْ أَجْرٍ ۖ إِنْ أَجْرِيَ إِلَّا عَلَىٰ رَبِّ الْعَالَمِينَ (164) Û ez ji bona van (şîretan) qe tu kirêkî ji we naxwazim, loma kirya min hey li ser Xudayê cîhanê ye |
أَتَأْتُونَ الذُّكْرَانَ مِنَ الْعَالَمِينَ (165) Di cîhanê da, hûn ça tûşê mêran dibin |
وَتَذَرُونَ مَا خَلَقَ لَكُمْ رَبُّكُم مِّنْ أَزْوَاجِكُم ۚ بَلْ أَنتُمْ قَوْمٌ عَادُونَ (166) Ewan jinên we ne, ku Xudayê we ji bona we ra, ji wan jinan (xweşî) afirandîye, hûn ça dest ji wan berdidin? (Wekî we nîne!). Bi rastî hûn komalekî wusa nin; hûn ji tixûbê xwe borîne |
قَالُوا لَئِن لَّمْ تَنتَهِ يَا لُوطُ لَتَكُونَنَّ مِنَ الْمُخْرَجِينَ (167) Ewan (bersiva Lût aha dane û) gotine: "Lût! Heke tu ji van (kirin û göotinê xwe) xwe nedî para da, tu ê bibî ji wan |
قَالَ إِنِّي لِعَمَلِكُم مِّنَ الْقَالِينَ (168) (Lût bisyara wan aha daye û) gotiye: "Bi rastî rikê min ji van kirinê we tê |
رَبِّ نَجِّنِي وَأَهْلِي مِمَّا يَعْمَلُونَ (169) Xudayê min! Tu min û malîyên min ji kirinê wan fereste bike |
فَنَجَّيْنَاهُ وَأَهْلَهُ أَجْمَعِينَ (170) Îdî me jî (Lût) û malîyên wî hemî fereste kirin |
إِلَّا عَجُوزًا فِي الْغَابِرِينَ (171) Hey di nava wan ê (di şapatê da mane) pîrek bi tenê (me fereste nekir) |
ثُمَّ دَمَّرْنَا الْآخَرِينَ (172) Îdî paşê me ewanê mayî teşqele kirin |
وَأَمْطَرْنَا عَلَيْهِم مَّطَرًا ۖ فَسَاءَ مَطَرُ الْمُنذَرِينَ (173) Û me li ser wan da baranek barandîye.Ewanê hatine hişyarkirinê (bi vî ra jî ne hatine rêya rast) hene! Îdî (ji bona wan ra) siki ê barana ne |
إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَآيَةً ۖ وَمَا كَانَ أَكْثَرُهُم مُّؤْمِنِينَ (174) Bi rastî di van (bûyeran da) beratên (derhoze) hene, lê pirê wan bawer nakin |
وَإِنَّ رَبَّكَ لَهُوَ الْعَزِيزُ الرَّحِيمُ (175) Bi rastî Xudayê te bi xweber jî servahatê dilovîn e |
كَذَّبَ أَصْحَابُ الْأَيْكَةِ الْمُرْسَلِينَ (176) Hevrî û (komalê li welatê bi nav) Eyketê jî saî dane derewdêrandinê |
إِذْ قَالَ لَهُمْ شُعَيْبٌ أَلَا تَتَّقُونَ (177) Di gava, ku birayê wan ê Şu´eyb (aha) gotibû: "Ji bo çi hûn (xuda)- parizî nakin |
إِنِّي لَكُمْ رَسُولٌ أَمِينٌ (178) Bi rastî ez ji bona we ra saîkî ewle me (li bal we da hatime şandinê) |
فَاتَّقُوا اللَّهَ وَأَطِيعُونِ (179) Îdî hûn bi gotina min bikin. Yezdanparizî bikin |
وَمَا أَسْأَلُكُمْ عَلَيْهِ مِنْ أَجْرٍ ۖ إِنْ أَجْرِيَ إِلَّا عَلَىٰ رَبِّ الْعَالَمِينَ (180) Û ez ji bona van (şîretan) qe tu kirya ji we naxwazim, loma kirya min hey li ser Xudayê cîhanê ye |
۞ أَوْفُوا الْكَيْلَ وَلَا تَكُونُوا مِنَ الْمُخْسِرِينَ (181) Hûn (gelê min!) pîvana xwe pêk bînin, hûn nebine ji wanê (ku pîvana xwe kêm dikin, û malê xwe ne dirust dikin) dibine ji wanê mal kêmger |
وَزِنُوا بِالْقِسْطَاسِ الْمُسْتَقِيمِ (182) Û hûn (gelê min!) kêşa xwe (bê dexelî) bi kêşa rast pêk bînin |
وَلَا تَبْخَسُوا النَّاسَ أَشْيَاءَهُمْ وَلَا تَعْثَوْا فِي الْأَرْضِ مُفْسِدِينَ (183) Û hûn (gelê min!) zîyana merivan (di mal û mafê) wan da nekin, hûn di zemîn da ji bona tevdanê negerin |
وَاتَّقُوا الَّذِي خَلَقَكُمْ وَالْجِبِلَّةَ الْأَوَّلِينَ (184) Û hûn (gelê min!) ewê, ku hûn û nişa berê afirandîye heye! Parizaya wî bikin |
قَالُوا إِنَّمَا أَنتَ مِنَ الْمُسَحَّرِينَ (185) Ewan (aha bersiva Şu´eyb dane û) gotine: "Bi rastî (Şu´eyb!) ewanê ku rind hatine ançkirinê hene! Tu bûyî ji wana |
وَمَا أَنتَ إِلَّا بَشَرٌ مِّثْلُنَا وَإِن نَّظُنُّكَ لَمِنَ الْكَاذِبِينَ (186) Tu jî hey merivekî wekî me yî, bi rastî em guman dikin, ku tu jî ji wanê virekî |
فَأَسْقِطْ عَلَيْنَا كِسَفًا مِّنَ السَّمَاءِ إِن كُنتَ مِنَ الصَّادِقِينَ (187) Heke bi rastî tu ji wanê rastgoyî (di doza xwe da rast î) ka îdî tu ji ezmanan li ser me da cêtîyan (parça) bixe xarê |
قَالَ رَبِّي أَعْلَمُ بِمَا تَعْمَلُونَ (188) (Şu´eyb aha) got: "Xudayê min, bi kirinê we çêtir dizane |
فَكَذَّبُوهُ فَأَخَذَهُمْ عَذَابُ يَوْمِ الظُّلَّةِ ۚ إِنَّهُ كَانَ عَذَابَ يَوْمٍ عَظِيمٍ (189) Îdî (ji piştî van şîretan jî, dîsa) ewan (Şu´eyb) dane derewdêrandinê (paşê) şapata ro ya (ku ewan di wê royê da ji german xwe avêtibûne ber) sîhê, bi wan girt, loma bi rastî ewa şapata royeke mezin bûye |
إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَآيَةً ۖ وَمَا كَانَ أَكْثَرُهُم مُّؤْمِنِينَ (190) Bi rastî di van (bûyeran da) beratên (derhoze) hene, bi vî ra jî pirê wan bawer nakin |
وَإِنَّ رَبَّكَ لَهُوَ الْعَزِيزُ الرَّحِيمُ (191) Bi rastî Xudayê te bi xweber jî servahatê dilovîn e |
وَإِنَّهُ لَتَنزِيلُ رَبِّ الْعَالَمِينَ (192) Bi rastî ewa (Qur´ana) hinartina Xuda ê cîhanê ye |
نَزَلَ بِهِ الرُّوحُ الْأَمِينُ (193) Canê ewle (Cibraîl) ewa hinartîye |
عَلَىٰ قَلْبِكَ لِتَكُونَ مِنَ الْمُنذِرِينَ (194) Ji bo ku tu bibî ji wanê hişyarvan (Cibraîl ewa Qur´aýýnê) li ser dile te da hinartîye |
بِلِسَانٍ عَرَبِيٍّ مُّبِينٍ (195) Bi zimanekî ´erebîyî hizwartî |
وَإِنَّهُ لَفِي زُبُرِ الْأَوَّلِينَ (196) Bi rastî (hinartina Qur´anê bi vî awayî) di wan pirtûkê berê da jî (salixê wê hebûye) |
أَوَلَمْ يَكُن لَّهُمْ آيَةً أَن يَعْلَمَهُ عُلَمَاءُ بَنِي إِسْرَائِيلَ (197) Ma qey zanîna, zanayên zarên cihûyan, ku (Qur´an bu vî awayî ji Xudayê cîhanê hatîye hinartinê) ji bona wan ra beratên derhoze nîne |
وَلَوْ نَزَّلْنَاهُ عَلَىٰ بَعْضِ الْأَعْجَمِينَ (198) Heke me ewa (Qur´ana) li ser hinekê bîyanê ´ereban da hinartîbûya |
فَقَرَأَهُ عَلَيْهِم مَّا كَانُوا بِهِ مُؤْمِنِينَ (199) Îdî ewê (bîyaýnýî) ewa (Qur´ana) ji bona (´ereban) bixûnda, ´ereban (bi Qur´anê} bawer ne dikir |
كَذَٰلِكَ سَلَكْنَاهُ فِي قُلُوبِ الْمُجْرِمِينَ (200) Bi vî awayî me (ne bawerya bi Qur´anê) di dilê gonahkaran da bi cîh kirîye |
لَا يُؤْمِنُونَ بِهِ حَتَّىٰ يَرَوُا الْعَذَابَ الْأَلِيمَ (201) Ewan (filan) heya şapata dilsoz nebînin, bi wê (Qur´anê) bawer nakin |
فَيَأْتِيَهُم بَغْتَةً وَهُمْ لَا يَشْعُرُونَ (202) Îdî (şapat jî) wusa nişkêva bi wan da tê,qe haja wan (ji şapatê) namîne |
فَيَقُولُوا هَلْ نَحْنُ مُنظَرُونَ (203) (Gava ewan nişkêva şapatê, dibînin, aha) dibêjin: "(Ji bona bawerya me ra gelo qe) firset nayê dayînê |
أَفَبِعَذَابِنَا يَسْتَعْجِلُونَ (204) Ma qey hêj ewan (filan) bi hatina şapata me lez dikin? (Dibêjin: "Heke tu ji rastgoyan î, bira şapat ji bona me ra lez were) |
أَفَرَأَيْتَ إِن مَّتَّعْنَاهُمْ سِنِينَ (205) Tu dibînî, heke me ewan bi salan berxudar bikira |
ثُمَّ جَاءَهُم مَّا كَانُوا يُوعَدُونَ (206) Paşê ewa (şapata) ku ji bona wan ra hatîye peymandanê; bi wan da hatîbûya |
مَا أَغْنَىٰ عَنْهُم مَّا كَانُوا يُمَتَّعُونَ (207) Ewa berxudarya (ku ewan filan têda mabûne) ji bona wan ra, qe tu (parisîya ji şapatan) ne dida |
وَمَا أَهْلَكْنَا مِن قَرْيَةٍ إِلَّا لَهَا مُنذِرُونَ (208) Me çiqa welatek teşqele kiribe, hey ji bona wî (welatî ra) hişyardarek hebûye |
ذِكْرَىٰ وَمَا كُنَّا ظَالِمِينَ (209) Ewî (hişyardarî, rûniştyên wî welatî) hişyar dikiribûne, loma bi rastî em ji cewrkaran nînin |
وَمَا تَنَزَّلَتْ بِهِ الشَّيَاطِينُ (210) Pelîdan (ewa Qur´ana) ne hinartine |
وَمَا يَنبَغِي لَهُمْ وَمَا يَسْتَطِيعُونَ (211) Şixwa ji bona (pelîdan jî) babet nîne ku ewê (Qur´anê) bihênirînin û ewan (pelîdan şixwa) nikarin jî (bihênirînin) |
إِنَّهُمْ عَنِ السَّمْعِ لَمَعْزُولُونَ (212) Loma ewan (pelîdan) bi rastî ji bîhistinê hatine dûrxistinê |
فَلَا تَدْعُ مَعَ اللَّهِ إِلَٰهًا آخَرَ فَتَكُونَ مِنَ الْمُعَذَّبِينَ (213) (Muhemmed!) Tu bi Yezdan ra perestîöya tu ilahên mayî neke. Loma heke tu (perestîya ilahên mayî bikî) ewanê hatine aşîtkirinê hene! Tu dibî ji wan |
وَأَنذِرْ عَشِيرَتَكَ الْأَقْرَبِينَ (214) Û tu (di cara yekem da) tîryên (pismam) xwe î nêzîk bide hişyarkirinê |
وَاخْفِضْ جَنَاحَكَ لِمَنِ اتَّبَعَكَ مِنَ الْمُؤْمِنِينَ (215) Û tu çengê xwe ji bona peyrewên xwe yê bawerger ra nişîv bike (di hemberê wýan da rûmetkar û dilovîn be) |
فَإِنْ عَصَوْكَ فَقُلْ إِنِّي بَرِيءٌ مِّمَّا تَعْمَلُونَ (216) Îdî heke ewan bê gotina te bikin, paşê tu (ji bona wan ra aha) bêje: "Bi rastî ez ji wan tiştên, ku hûn dikin, bê guman im |
وَتَوَكَّلْ عَلَى الْعَزِيزِ الرَّحِيمِ (217) Û tu xwe hispêre li ser Yezdanê servahat ê dilovîn |
الَّذِي يَرَاكَ حِينَ تَقُومُ (218) Ewê gava tu radibî, te dibîne heye! (Yezdanê servahatî) ewa ye |
وَتَقَلُّبَكَ فِي السَّاجِدِينَ (219) Ewa gera te ye di nava secdebiran da heye! (Yezdan ewî jî dibîne) |
إِنَّهُ هُوَ السَّمِيعُ الْعَلِيمُ (220) Loma bi rastî ewa bi xweber pir bîhêstê pir zana ye |
هَلْ أُنَبِّئُكُمْ عَلَىٰ مَن تَنَزَّلُ الشَّيَاطِينُ (221) Ez ji bona we ra bêjim; ka pelîd li ser kîjanan dihinire |
تَنَزَّلُ عَلَىٰ كُلِّ أَفَّاكٍ أَثِيمٍ (222) (Pelîd) li ser hemî virekên gonehkar dihinirin |
يُلْقُونَ السَّمْعَ وَأَكْثَرُهُمْ كَاذِبُونَ (223) Ewan (virekan) gohdarya (pelîdan) dikin, pirê wan jî (tiştên) vir (li bal serkarên ýwe ra davêjin) |
وَالشُّعَرَاءُ يَتَّبِعُهُمُ الْغَاوُونَ (224) Temtêla (xozaýýnan jî ahane), "peyýrewîya wan hey merivên, garyaî dikin |
أَلَمْ تَرَ أَنَّهُمْ فِي كُلِّ وَادٍ يَهِيمُونَ (225) Ma qey tu nabînî, ku (ewan xozanan) di hemî newalan da li hev dizivirînin û dibêjin |
وَأَنَّهُمْ يَقُولُونَ مَا لَا يَفْعَلُونَ (226) Loma bi rastî ewan (Xozanan) tişta nakin dibêjin |
إِلَّا الَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ وَذَكَرُوا اللَّهَ كَثِيرًا وَانتَصَرُوا مِن بَعْدِ مَا ظُلِمُوا ۗ وَسَيَعْلَمُ الَّذِينَ ظَلَمُوا أَيَّ مُنقَلَبٍ يَنقَلِبُونَ (227) Ji pêştirê wan (xozanên) ku bawer kirine û karê aştî kirine û Yezdan pir bîra xwe anîne û ji piştî ku li wan hatibe cewrkirinê; (ji bona servahatina xwe xebat kiribin) û serfiraz bibin. Di nezîk da ewanê cewr - kirine hene! Wê bizanin ka wê li bal kîjan êwirê da bizivirin |