يَا أَيُّهَا النَّبِيُّ اتَّقِ اللَّهَ وَلَا تُطِعِ الْكَافِرِينَ وَالْمُنَافِقِينَ ۗ إِنَّ اللَّهَ كَانَ عَلِيمًا حَكِيمًا (1) Ey pêxember" tu xwe ji Xuda biparêze-bitirse û nebe peyrewê kafir û durûyan. Bêguman Xuda hey zana ye hîkmetdar e |
وَاتَّبِعْ مَا يُوحَىٰ إِلَيْكَ مِن رَّبِّكَ ۚ إِنَّ اللَّهَ كَانَ بِمَا تَعْمَلُونَ خَبِيرًا (2) Û bide pey tiþtê ji perwerdekarê te bal te ve tê wehî kirinê. Bêguman Xuda bi tiþtê hûn dikin hey kûrzana ye |
وَتَوَكَّلْ عَلَى اللَّهِ ۚ وَكَفَىٰ بِاللَّهِ وَكِيلًا (3) Tu xwe bispêre Xuda. Bi sipartinê Xuda besî te ye |
مَّا جَعَلَ اللَّهُ لِرَجُلٍ مِّن قَلْبَيْنِ فِي جَوْفِهِ ۚ وَمَا جَعَلَ أَزْوَاجَكُمُ اللَّائِي تُظَاهِرُونَ مِنْهُنَّ أُمَّهَاتِكُمْ ۚ وَمَا جَعَلَ أَدْعِيَاءَكُمْ أَبْنَاءَكُمْ ۚ ذَٰلِكُمْ قَوْلُكُم بِأَفْوَاهِكُمْ ۖ وَاللَّهُ يَقُولُ الْحَقَّ وَهُوَ يَهْدِي السَّبِيلَ (4) Xuda, ji tu mêrî re du dila di nava wî de çê nekiriye, û jinên we yên ku hûn hevpiþtî ji wan çêdikin (hûn dibêjin wan: Piþta te li ser min wek a diya min e) bera ji we re nekiriye dê û zirkurên we ji we re bera nekiriye kur. Evê han tenê gotina bi devkî ye. A rast Xuda dibêje û ew digihîne rêya rast |
ادْعُوهُمْ لِآبَائِهِمْ هُوَ أَقْسَطُ عِندَ اللَّهِ ۚ فَإِن لَّمْ تَعْلَمُوا آبَاءَهُمْ فَإِخْوَانُكُمْ فِي الدِّينِ وَمَوَالِيكُمْ ۚ وَلَيْسَ عَلَيْكُمْ جُنَاحٌ فِيمَا أَخْطَأْتُم بِهِ وَلَٰكِن مَّا تَعَمَّدَتْ قُلُوبُكُمْ ۚ وَكَانَ اللَّهُ غَفُورًا رَّحِيمًا (5) Hûn wan bi bavê wan gazî bikin. Ev li cem Xuda rasttir e. Vêca eger hûn bavê wan nizanbin, êdî ew di dîn de bireyên we-pismamên we (yan jî yar û yawerên we) ne. Di tiþtê we xwe pê þaþ kiriye de tu guneh li ser we nîne. Lê belê tiþtê hûn ji dil qesdî bêjin (de guneh heye). Xuda hey bexþendekar e dilovan e |
النَّبِيُّ أَوْلَىٰ بِالْمُؤْمِنِينَ مِنْ أَنفُسِهِمْ ۖ وَأَزْوَاجُهُ أُمَّهَاتُهُمْ ۗ وَأُولُو الْأَرْحَامِ بَعْضُهُمْ أَوْلَىٰ بِبَعْضٍ فِي كِتَابِ اللَّهِ مِنَ الْمُؤْمِنِينَ وَالْمُهَاجِرِينَ إِلَّا أَن تَفْعَلُوا إِلَىٰ أَوْلِيَائِكُم مَّعْرُوفًا ۚ كَانَ ذَٰلِكَ فِي الْكِتَابِ مَسْطُورًا (6) Pêxember bi bawermend ji wan bi xwe pêþtir e û pîrekên wî dayikên wan in. Û merivên hev, hin ji wan bi hina di kitêba Xuda de, ji bawermendan û koçkiran ji hev re pêþtir in, lê hûn bi yar û yawerên xwe qencî bikin ne tê de. Evê han hey di kitêbê de bi rêz nivsandî ye |
وَإِذْ أَخَذْنَا مِنَ النَّبِيِّينَ مِيثَاقَهُمْ وَمِنكَ وَمِن نُّوحٍ وَإِبْرَاهِيمَ وَمُوسَىٰ وَعِيسَى ابْنِ مَرْيَمَ ۖ وَأَخَذْنَا مِنْهُم مِّيثَاقًا غَلِيظًا (7) Û (di bîr bîne) dema me ji pêxemberan peymana wan girt; û ji te û ji Nûh û Îbrahîm û Mûsa û Îsayê kurê Meryemê jî. Me ji wan peymanekî zexm girt |
لِّيَسْأَلَ الصَّادِقِينَ عَن صِدْقِهِمْ ۚ وَأَعَدَّ لِلْكَافِرِينَ عَذَابًا أَلِيمًا (8) Ji bo ji rastgoyan rastiya wan bipirse; ji kafiran re jî ezabekî bi jan amade kiriye |
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا اذْكُرُوا نِعْمَةَ اللَّهِ عَلَيْكُمْ إِذْ جَاءَتْكُمْ جُنُودٌ فَأَرْسَلْنَا عَلَيْهِمْ رِيحًا وَجُنُودًا لَّمْ تَرَوْهَا ۚ وَكَانَ اللَّهُ بِمَا تَعْمَلُونَ بَصِيرًا (9) Gelî ên bawerî anîne! hûn qenciya Xuda li ser xwe di bîr bînin dema leþkerek giran hate we, vêca me bayekî û leþkerekî ku we wan nedidît bi ser wan de þand. Xuda tiþtê we dikir hey baþ didît |
إِذْ جَاءُوكُم مِّن فَوْقِكُمْ وَمِنْ أَسْفَلَ مِنكُمْ وَإِذْ زَاغَتِ الْأَبْصَارُ وَبَلَغَتِ الْقُلُوبُ الْحَنَاجِرَ وَتَظُنُّونَ بِاللَّهِ الظُّنُونَا (10) Dema ew ji serya we û ji binya we ve bi ser we de hatin û dema çav li hev weribîn û dil gihîþtin qirika û we bi Xuda gumanên bed guman dikir |
هُنَالِكَ ابْتُلِيَ الْمُؤْمِنُونَ وَزُلْزِلُوا زِلْزَالًا شَدِيدًا (11) Ha wê gav bawermend hatin sihêtî kirin û bi hejekî dijwar hatin hejandin |
وَإِذْ يَقُولُ الْمُنَافِقُونَ وَالَّذِينَ فِي قُلُوبِهِم مَّرَضٌ مَّا وَعَدَنَا اللَّهُ وَرَسُولُهُ إِلَّا غُرُورًا (12) Û dema durûyan û ên di dilên wan de nexweþîn heye gotin: "Xuda û pêxemberê wî hey xapandinê ji me re wade dan |
وَإِذْ قَالَت طَّائِفَةٌ مِّنْهُمْ يَا أَهْلَ يَثْرِبَ لَا مُقَامَ لَكُمْ فَارْجِعُوا ۚ وَيَسْتَأْذِنُ فَرِيقٌ مِّنْهُمُ النَّبِيَّ يَقُولُونَ إِنَّ بُيُوتَنَا عَوْرَةٌ وَمَا هِيَ بِعَوْرَةٍ ۖ إِن يُرِيدُونَ إِلَّا فِرَارًا (13) Û dema hina ji wan got: "Gelî ehlê Yesrîbê (Medînê)! tu cîh ji we re nema; êdî hûn vegerin." Û hin ji wan jî destûr ji pêxember dixwazin, dibêjin ku: "Bêguman malên me vala ne"; lê ew ne vala ne. Ew hey dixwazim birevin |
وَلَوْ دُخِلَتْ عَلَيْهِم مِّنْ أَقْطَارِهَا ثُمَّ سُئِلُوا الْفِتْنَةَ لَآتَوْهَا وَمَا تَلَبَّثُوا بِهَا إِلَّا يَسِيرًا (14) Û eger ku (pûtperest) ji hawîdorê wê (Medînê) ve biketana ser wan de paþê fitnê (tehlîhevî û pûtperestiyê) ji wan bixwestana wê (fitnê bikirna yan) bidana û ji hindikî pêve jî pê nediman |
وَلَقَدْ كَانُوا عَاهَدُوا اللَّهَ مِن قَبْلُ لَا يُوَلُّونَ الْأَدْبَارَ ۚ وَكَانَ عَهْدُ اللَّهِ مَسْئُولًا (15) Tevî ku berê wad û ahd dabûn Xuda ku: Bi sond wê piþt nedinê nerevin neçin. Wad û ehda Xuda hey tê pirsyarî kirin |
قُل لَّن يَنفَعَكُمُ الْفِرَارُ إِن فَرَرْتُم مِّنَ الْمَوْتِ أَوِ الْقَتْلِ وَإِذًا لَّا تُمَتَّعُونَ إِلَّا قَلِيلًا (16) Tu bêje: "Eger hûn ji mirin yan kuþtinê birevin jî rev qet bikêra we nayê û ew gav hûn ji hindikî pêve jî bi xweþî najîn |
قُلْ مَن ذَا الَّذِي يَعْصِمُكُم مِّنَ اللَّهِ إِنْ أَرَادَ بِكُمْ سُوءًا أَوْ أَرَادَ بِكُمْ رَحْمَةً ۚ وَلَا يَجِدُونَ لَهُم مِّن دُونِ اللَّهِ وَلِيًّا وَلَا نَصِيرًا (17) Tu bêje ku: "Eger Xuda xerabî ji we re bivê yan dilovanî ji we re bivê wê kî we jê biparêze?" Ew ji Xuda pêve ji xwe re ne tu yar û yawer û ne jî tu alîkar peyda dikin |
۞ قَدْ يَعْلَمُ اللَّهُ الْمُعَوِّقِينَ مِنكُمْ وَالْقَائِلِينَ لِإِخْوَانِهِمْ هَلُمَّ إِلَيْنَا ۖ وَلَا يَأْتُونَ الْبَأْسَ إِلَّا قَلِيلًا (18) Bi rastî Xuda, ên ji we xwe egle dikin û ên ji birayên xwe re dibêjin: "Werin ba me" baþ dizane. Ew ji hindikî pêve nayên þer |
أَشِحَّةً عَلَيْكُمْ ۖ فَإِذَا جَاءَ الْخَوْفُ رَأَيْتَهُمْ يَنظُرُونَ إِلَيْكَ تَدُورُ أَعْيُنُهُمْ كَالَّذِي يُغْشَىٰ عَلَيْهِ مِنَ الْمَوْتِ ۖ فَإِذَا ذَهَبَ الْخَوْفُ سَلَقُوكُم بِأَلْسِنَةٍ حِدَادٍ أَشِحَّةً عَلَى الْخَيْرِ ۚ أُولَٰئِكَ لَمْ يُؤْمِنُوا فَأَحْبَطَ اللَّهُ أَعْمَالَهُمْ ۚ وَكَانَ ذَٰلِكَ عَلَى اللَّهِ يَسِيرًا (19) Ji ber ku ew li ser we kîndar in. Vêca gava tirs bê, tu wan dibînî ku ew li te dinêrin, çavê wan wekî ê ku ji mirinê ji xwe çûbe digere. Vêca gava tirs çû ew ji ber çikûsiya li ser mal bi zimanên tûj êrîþî we dikin-we rexne dikin. Evên han bera bawerî neanîne; vêca Xuda jî kirinên wan bereday bir. Evê han li ser Xuda pirr hêsan e |
يَحْسَبُونَ الْأَحْزَابَ لَمْ يَذْهَبُوا ۖ وَإِن يَأْتِ الْأَحْزَابُ يَوَدُّوا لَوْ أَنَّهُم بَادُونَ فِي الْأَعْرَابِ يَسْأَلُونَ عَنْ أَنبَائِكُمْ ۖ وَلَوْ كَانُوا فِيكُم مَّا قَاتَلُوا إِلَّا قَلِيلًا (20) Ew (ji tirsa) guman dikin ku (leþkerê) partiyên (bi ser we de girtine) hê neçûne; û eger ew (leþkerê) partiyan (dîsa) bên ew ji dil hiz dikin ku xwezî ew di nava Erebê çolê de bûna ku pirsa xerebê we bikirna. Eger ew di nava we de bûna jî dîsa wan ji hindikî pêve þer nedikir |
لَّقَدْ كَانَ لَكُمْ فِي رَسُولِ اللَّهِ أُسْوَةٌ حَسَنَةٌ لِّمَن كَانَ يَرْجُو اللَّهَ وَالْيَوْمَ الْآخِرَ وَذَكَرَ اللَّهَ كَثِيرًا (21) Sond be ji we re di pêxemberê Xuda de nimûnên rind hene, ji ewên ku Xuda û roja dawîn hêvî dikin û pirr Xuda di bîr tînin re |
وَلَمَّا رَأَى الْمُؤْمِنُونَ الْأَحْزَابَ قَالُوا هَٰذَا مَا وَعَدَنَا اللَّهُ وَرَسُولُهُ وَصَدَقَ اللَّهُ وَرَسُولُهُ ۚ وَمَا زَادَهُمْ إِلَّا إِيمَانًا وَتَسْلِيمًا (22) Û çi gava bawermendan (leþkerê) partiyan dît, gotin: "Evê han tiþtê Xuda û pêxemberê wî wade dabûn me ye û Xuda û pêxemberê xwe rast gotine." Eva hey bawerî û musilmaniya wan pirrtir dike |
مِّنَ الْمُؤْمِنِينَ رِجَالٌ صَدَقُوا مَا عَاهَدُوا اللَّهَ عَلَيْهِ ۖ فَمِنْهُم مَّن قَضَىٰ نَحْبَهُ وَمِنْهُم مَّن يَنتَظِرُ ۖ وَمَا بَدَّلُوا تَبْدِيلًا (23) Ji bawermendan hin zilam hene ku wad û ehda dabûn Xuda rast derxistin; êdî hina ji wan ehd û nezra xwe bi cîh anî-þehîd bûn û hin ji wan jî li bendê ne û bi tu awayî (wadê xwe) naguherînin |
لِّيَجْزِيَ اللَّهُ الصَّادِقِينَ بِصِدْقِهِمْ وَيُعَذِّبَ الْمُنَافِقِينَ إِن شَاءَ أَوْ يَتُوبَ عَلَيْهِمْ ۚ إِنَّ اللَّهَ كَانَ غَفُورًا رَّحِيمًا (24) Ji bo ku Xuda rastgoyan bi rastiya wan xelat bike û eger bixwaze durûyan bide ezabê yan toba wan bipejirîne. Bêguman Xuda hey bexþendekar e dilovan e |
وَرَدَّ اللَّهُ الَّذِينَ كَفَرُوا بِغَيْظِهِمْ لَمْ يَنَالُوا خَيْرًا ۚ وَكَفَى اللَّهُ الْمُؤْمِنِينَ الْقِتَالَ ۚ وَكَانَ اللَّهُ قَوِيًّا عَزِيزًا (25) Xuda (leþkerê) ewên kafir bûne bêyî ku bigihîjin mal (û pîrozîkî) bi kîn û hêrsa wan zivirand. Xuda di þer de besî bawermenda ye. Xuda hey hêzdar e serkeftî ye |
وَأَنزَلَ الَّذِينَ ظَاهَرُوهُم مِّنْ أَهْلِ الْكِتَابِ مِن صَيَاصِيهِمْ وَقَذَفَ فِي قُلُوبِهِمُ الرُّعْبَ فَرِيقًا تَقْتُلُونَ وَتَأْسِرُونَ فَرِيقًا (26) Û (Xuda) ji ehlê kitêbê (cihûyê Benî qureyze) ên ku piþtvaniya wan (leþkerê partiyan) kirin wan ji beden (keleh)ên wan daxist û tirsê avête dilên wan; hûn destekî (ji wan) dikujin û destekî jî hûn dîl digrin |
وَأَوْرَثَكُمْ أَرْضَهُمْ وَدِيَارَهُمْ وَأَمْوَالَهُمْ وَأَرْضًا لَّمْ تَطَئُوهَا ۚ وَكَانَ اللَّهُ عَلَىٰ كُلِّ شَيْءٍ قَدِيرًا (27) Û we kir mîratxwarê axa wan û warên wan û malên wan û axekî ku we hê pê navêtiyê. Xuda, hey bi her tiþtî dikare |
يَا أَيُّهَا النَّبِيُّ قُل لِّأَزْوَاجِكَ إِن كُنتُنَّ تُرِدْنَ الْحَيَاةَ الدُّنْيَا وَزِينَتَهَا فَتَعَالَيْنَ أُمَتِّعْكُنَّ وَأُسَرِّحْكُنَّ سَرَاحًا جَمِيلًا (28) Ey pêxember! tu ji pîrekên xwe re bêje ku: "Eger hûn jîna dinê û xeml û xweþiya wê divên, êdî werin ez wê xweþiyê bi we dim û bi berdanekî rind ez we berdim |
وَإِن كُنتُنَّ تُرِدْنَ اللَّهَ وَرَسُولَهُ وَالدَّارَ الْآخِرَةَ فَإِنَّ اللَّهَ أَعَدَّ لِلْمُحْسِنَاتِ مِنكُنَّ أَجْرًا عَظِيمًا (29) Û eger hûn Xuda û pêxemberê wî û warê axretê divên, êdî bêguman Xuda ji jinên qencîkarên ji we re perûkî mezin amade kiriye |
يَا نِسَاءَ النَّبِيِّ مَن يَأْتِ مِنكُنَّ بِفَاحِشَةٍ مُّبَيِّنَةٍ يُضَاعَفْ لَهَا الْعَذَابُ ضِعْفَيْنِ ۚ وَكَانَ ذَٰلِكَ عَلَى اللَّهِ يَسِيرًا (30) Gelî pîrekê pêxember! kî ji we nepakîkî aþîkar bike, ezab jê re bi du qatî tê qat kirinê. Evê han hey li ser Xuda hêsan e |
۞ وَمَن يَقْنُتْ مِنكُنَّ لِلَّهِ وَرَسُولِهِ وَتَعْمَلْ صَالِحًا نُّؤْتِهَا أَجْرَهَا مَرَّتَيْنِ وَأَعْتَدْنَا لَهَا رِزْقًا كَرِيمًا (31) Û kî ji we ji dil bi a Xuda û pêxemberê wî bike û karê qenc bike, emê du cara perûya wê bidinê û me jê re rozîkî rind jî amade kiriye |
يَا نِسَاءَ النَّبِيِّ لَسْتُنَّ كَأَحَدٍ مِّنَ النِّسَاءِ ۚ إِنِ اتَّقَيْتُنَّ فَلَا تَخْضَعْنَ بِالْقَوْلِ فَيَطْمَعَ الَّذِي فِي قَلْبِهِ مَرَضٌ وَقُلْنَ قَوْلًا مَّعْرُوفًا (32) Gelî pîrekê pêxember! eger hûn xwe bi parêzin tu jinekî wekî we nabe; vêca hûn gotinê nerm nebêjin da ku ê di dilê wî de nexweþîn heye dilê wî nebije we, û hûn gotina xweþ û pak bêjin |
وَقَرْنَ فِي بُيُوتِكُنَّ وَلَا تَبَرَّجْنَ تَبَرُّجَ الْجَاهِلِيَّةِ الْأُولَىٰ ۖ وَأَقِمْنَ الصَّلَاةَ وَآتِينَ الزَّكَاةَ وَأَطِعْنَ اللَّهَ وَرَسُولَهُ ۚ إِنَّمَا يُرِيدُ اللَّهُ لِيُذْهِبَ عَنكُمُ الرِّجْسَ أَهْلَ الْبَيْتِ وَيُطَهِّرَكُمْ تَطْهِيرًا (33) Û hûn di malên xwe de bimînin û (gava ji bo hewcetikî hûn ji malên xwe derketin jî) wek (dewra) nezaniya pêþîn hûn xwe baþewelayî nekin-xeml û xiþrê xwe nîþan nedin û hûn limêj bikin û zekatê bidin û peyrewiya Xuda û pêxemberê wî bikin. Gelî maliyê (pêxember) bêguman Xuda hey dixwaze nepakiyê ji we bibe-dûr bike û we pak û paqij bike |
وَاذْكُرْنَ مَا يُتْلَىٰ فِي بُيُوتِكُنَّ مِنْ آيَاتِ اللَّهِ وَالْحِكْمَةِ ۚ إِنَّ اللَّهَ كَانَ لَطِيفًا خَبِيرًا (34) Û hûn ayetê Xuda û hîkmetê di malên we de têne xwendin di bîr bînin-ji ber kin. Bêguman Xuda hey hûrzana ye kûrzana ye |
إِنَّ الْمُسْلِمِينَ وَالْمُسْلِمَاتِ وَالْمُؤْمِنِينَ وَالْمُؤْمِنَاتِ وَالْقَانِتِينَ وَالْقَانِتَاتِ وَالصَّادِقِينَ وَالصَّادِقَاتِ وَالصَّابِرِينَ وَالصَّابِرَاتِ وَالْخَاشِعِينَ وَالْخَاشِعَاتِ وَالْمُتَصَدِّقِينَ وَالْمُتَصَدِّقَاتِ وَالصَّائِمِينَ وَالصَّائِمَاتِ وَالْحَافِظِينَ فُرُوجَهُمْ وَالْحَافِظَاتِ وَالذَّاكِرِينَ اللَّهَ كَثِيرًا وَالذَّاكِرَاتِ أَعَدَّ اللَّهُ لَهُم مَّغْفِرَةً وَأَجْرًا عَظِيمًا (35) Bêguman mêrên musilman û jinên musilman, û mêrên bawermend û jinên bawermend û mêrên ji dil perestvan û jinên ji dil perestvan û mêrên rastgo û jinên rastgo û mêrên bîhnfireh û jinên bîhnfireh û mêrên dilbitirs û jinên dilbitirs û mêrên qencîkar û jinên qencîkar û mêrên rojîgirt û jinên rojîgirt û mêrên dawparêz û jinên dawparêz û mêrên Xuda pirr di bîr tînin û jinên di bîr tînin, Xuda ji wan re bexþînekî û perûkî mezin amade kiriye |
وَمَا كَانَ لِمُؤْمِنٍ وَلَا مُؤْمِنَةٍ إِذَا قَضَى اللَّهُ وَرَسُولُهُ أَمْرًا أَن يَكُونَ لَهُمُ الْخِيَرَةُ مِنْ أَمْرِهِمْ ۗ وَمَن يَعْصِ اللَّهَ وَرَسُولَهُ فَقَدْ ضَلَّ ضَلَالًا مُّبِينًا (36) Gava Xuda û pêxemberê wî, bi karekî hukim kirin, ne ji mêrê bawermend û ne ji jina bawermend re nabe ku ji karê wan hilbijartin ji wan re hebe. Kî bi gotina Xuda û pêxemberê wî neke, êdî bi rastî wî bi þaþiyek diyar rêya xwe þaþ kiriye |
وَإِذْ تَقُولُ لِلَّذِي أَنْعَمَ اللَّهُ عَلَيْهِ وَأَنْعَمْتَ عَلَيْهِ أَمْسِكْ عَلَيْكَ زَوْجَكَ وَاتَّقِ اللَّهَ وَتُخْفِي فِي نَفْسِكَ مَا اللَّهُ مُبْدِيهِ وَتَخْشَى النَّاسَ وَاللَّهُ أَحَقُّ أَن تَخْشَاهُ ۖ فَلَمَّا قَضَىٰ زَيْدٌ مِّنْهَا وَطَرًا زَوَّجْنَاكَهَا لِكَيْ لَا يَكُونَ عَلَى الْمُؤْمِنِينَ حَرَجٌ فِي أَزْوَاجِ أَدْعِيَائِهِمْ إِذَا قَضَوْا مِنْهُنَّ وَطَرًا ۚ وَكَانَ أَمْرُ اللَّهِ مَفْعُولًا (37) Û (di bîr bîne) dema te ji ewê ku Xuda (bi Îslamê) pê qencî kiribû û te jî (bi azad kirinê) pê qencî kiribû re got ku: "Tu jina xwe li ba xwe bihêle-bernede û xwe ji Xuda biparêze-bitirse" û tiþtê ku wê Xuda wî eþkere bike te di dilê xwe de vedijart û tevî ku Xuda sezatir e tu jê bitirsî, tu ji mirovan ditirsiyay î. Vêca çi gava Zeyd karê xwe pê qedand - wê berda, me wê li te mehr kir ji bo ku tu zor û guneh li ser bawermendan di (mehrkirina) jinên zirkurên wan de gava ku karê xwe bi wan (jinan) qedandin-wan berdan, nebe. Hey fermana Xuda tê cîh |
مَّا كَانَ عَلَى النَّبِيِّ مِنْ حَرَجٍ فِيمَا فَرَضَ اللَّهُ لَهُ ۖ سُنَّةَ اللَّهِ فِي الَّذِينَ خَلَوْا مِن قَبْلُ ۚ وَكَانَ أَمْرُ اللَّهِ قَدَرًا مَّقْدُورًا (38) Tu zor û guneh li ser pêxember di tiþtê Xuda jê re ferz-rewa dêreya de nîne. Wek rê û rêça Xuda di ew (pêxember)ên ku berê derbas bûne çûne de. Fermana Xuda hey sernivîseke bûye çûye |
الَّذِينَ يُبَلِّغُونَ رِسَالَاتِ اللَّهِ وَيَخْشَوْنَهُ وَلَا يَخْشَوْنَ أَحَدًا إِلَّا اللَّهَ ۗ وَكَفَىٰ بِاللَّهِ حَسِيبًا (39) Ew (pêxember)ên ku peyxamê Xuda radigihînin û jê ditirsin û ji Xuda pêve ji tu yekî natirsin. Xuda bi danasî û qîmkirin bes e |
مَّا كَانَ مُحَمَّدٌ أَبَا أَحَدٍ مِّن رِّجَالِكُمْ وَلَٰكِن رَّسُولَ اللَّهِ وَخَاتَمَ النَّبِيِّينَ ۗ وَكَانَ اللَّهُ بِكُلِّ شَيْءٍ عَلِيمًا (40) Muhammed ne bavê tu yekî zilamên we ye, lê belê ew pêxemberê Xuda û dawiya pêxemberan e. Xuda hey zanayê bi her tiþtî ye |
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا اذْكُرُوا اللَّهَ ذِكْرًا كَثِيرًا (41) Gelî ên bawerî anîne! hûn bi bîranîyek pirr Xuda di bîr bînin |
وَسَبِّحُوهُ بُكْرَةً وَأَصِيلًا (42) Û hûn wî sibe û êvarê pak bêrî bidêrin |
هُوَ الَّذِي يُصَلِّي عَلَيْكُمْ وَمَلَائِكَتُهُ لِيُخْرِجَكُم مِّنَ الظُّلُمَاتِ إِلَى النُّورِ ۚ وَكَانَ بِالْمُؤْمِنِينَ رَحِيمًا (43) Ew e ê ku ew û feriþteyên xwe li we dilovanî û bexþînê dikin-pesnê we didin ji bo ku we ji tarîtiyan derîne bal ronahiyê ve. Ew bi bawermendan hey dilovan e |
تَحِيَّتُهُمْ يَوْمَ يَلْقَوْنَهُ سَلَامٌ ۚ وَأَعَدَّ لَهُمْ أَجْرًا كَرِيمًا (44) Roja ew rastî wî tên, gotina wana xweþ-bixêr hatina wan ji hev re, ´silav´ e; û ji wan re perûkî rind amade kiriye |
يَا أَيُّهَا النَّبِيُّ إِنَّا أَرْسَلْنَاكَ شَاهِدًا وَمُبَشِّرًا وَنَذِيرًا (45) Ey pêxember! bêguman me te bi danasî û mizgînvanî û hiþyarkerî þandiye |
وَدَاعِيًا إِلَى اللَّهِ بِإِذْنِهِ وَسِرَاجًا مُّنِيرًا (46) Û bi bangkirina bal Xuda ve bi destûra wî û bi çirakî rohnîker (me te þandiye) |
وَبَشِّرِ الْمُؤْمِنِينَ بِأَنَّ لَهُم مِّنَ اللَّهِ فَضْلًا كَبِيرًا (47) Û tu mizgînê bide bawermendan ku bêguman ji wan re ji Xuda qencîkî mezin heye |
وَلَا تُطِعِ الْكَافِرِينَ وَالْمُنَافِقِينَ وَدَعْ أَذَاهُمْ وَتَوَكَّلْ عَلَى اللَّهِ ۚ وَكَفَىٰ بِاللَّهِ وَكِيلًا (48) Û tu nebe peyrewê kafir û durûyan û tu dev ji renca wan berde û tu xwe bispêre Xuda. Xuda bi parêzvanî bes e |
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا إِذَا نَكَحْتُمُ الْمُؤْمِنَاتِ ثُمَّ طَلَّقْتُمُوهُنَّ مِن قَبْلِ أَن تَمَسُّوهُنَّ فَمَا لَكُمْ عَلَيْهِنَّ مِنْ عِدَّةٍ تَعْتَدُّونَهَا ۖ فَمَتِّعُوهُنَّ وَسَرِّحُوهُنَّ سَرَاحًا جَمِيلًا (49) Gelî ên bawerî anîne! gava we jinên bawermend mehr kir, paþê berî ku hûn têkilî wan bibin we wan berda, êdî ji we re li ser wan tu iddê (mudê mayînê) ku hûn wî bijmêrin nîne. Vêca hûn, hin xweþî (nîvê mehra wan) bidin wan û hûn bi berdanekî rind wan berdin |
يَا أَيُّهَا النَّبِيُّ إِنَّا أَحْلَلْنَا لَكَ أَزْوَاجَكَ اللَّاتِي آتَيْتَ أُجُورَهُنَّ وَمَا مَلَكَتْ يَمِينُكَ مِمَّا أَفَاءَ اللَّهُ عَلَيْكَ وَبَنَاتِ عَمِّكَ وَبَنَاتِ عَمَّاتِكَ وَبَنَاتِ خَالِكَ وَبَنَاتِ خَالَاتِكَ اللَّاتِي هَاجَرْنَ مَعَكَ وَامْرَأَةً مُّؤْمِنَةً إِن وَهَبَتْ نَفْسَهَا لِلنَّبِيِّ إِنْ أَرَادَ النَّبِيُّ أَن يَسْتَنكِحَهَا خَالِصَةً لَّكَ مِن دُونِ الْمُؤْمِنِينَ ۗ قَدْ عَلِمْنَا مَا فَرَضْنَا عَلَيْهِمْ فِي أَزْوَاجِهِمْ وَمَا مَلَكَتْ أَيْمَانُهُمْ لِكَيْلَا يَكُونَ عَلَيْكَ حَرَجٌ ۗ وَكَانَ اللَّهُ غَفُورًا رَّحِيمًا (50) Ey pêxember! bêguman me jinên te yên ku te destmuzên wan (mehrê wan) daye wan ji te re helal dêraye, û wan cariyên berdestiyên te yên ku Xuda (bi dîlîtî) bi ser te ve vegerandiye û keçê apê te û keçê metê te û keçê xalê te û keçê xatiyê te yên ku bi te re koç kirine û jineke bawermend ku xwe ji pêxember re bibexþîne, eger pêxember jî bixwaze wê mehr bike, me xurû ji te re bêyî bawermendan (helal dêraye). Bi rastî me, tiþtê ku me derbareê jinên wan û (cariyên) berdestiyên wan de ferz dêraye baþ zaniye; ji bo ku tu zor û tengî li ser te çê nebe. Xuda hey bexþendekar e dilovan e |
۞ تُرْجِي مَن تَشَاءُ مِنْهُنَّ وَتُؤْوِي إِلَيْكَ مَن تَشَاءُ ۖ وَمَنِ ابْتَغَيْتَ مِمَّنْ عَزَلْتَ فَلَا جُنَاحَ عَلَيْكَ ۚ ذَٰلِكَ أَدْنَىٰ أَن تَقَرَّ أَعْيُنُهُنَّ وَلَا يَحْزَنَّ وَيَرْضَيْنَ بِمَا آتَيْتَهُنَّ كُلُّهُنَّ ۚ وَاللَّهُ يَعْلَمُ مَا فِي قُلُوبِكُمْ ۚ وَكَانَ اللَّهُ عَلِيمًا حَلِيمًا (51) Tu ji wan (jinan) kîjan bixwazî dikarî bihêlî-dev jê berdî û tu kîjan bixwazî jî dikarî li bal xwe bihewînî; û ji ewê te dev jê berdaye, dilê te divê (wan bîne bal xwe) êdî tu zorî û tengî li ser te nîne. Evê han nêztir e ku çavê wan rohnî bibe û xemgîn nebin û ew bi tiþtê te daye wan teva qayil bibin. Xuda bi tiþtê di dilê we de ya baþ dizane. Xuda hey zana ye mulayîm e |
لَّا يَحِلُّ لَكَ النِّسَاءُ مِن بَعْدُ وَلَا أَن تَبَدَّلَ بِهِنَّ مِنْ أَزْوَاجٍ وَلَوْ أَعْجَبَكَ حُسْنُهُنَّ إِلَّا مَا مَلَكَتْ يَمِينُكَ ۗ وَكَانَ اللَّهُ عَلَىٰ كُلِّ شَيْءٍ رَّقِيبًا (52) Ji niha pêde ne jinên (din) ji te re helal in û ne jî tu wan bi hin jina bigiherînî, her çend rindaya wan ji te re sosret bê jî; ji pêþtirê (cariyên) berdestiyên te (ew ne tê de; tu dikari jî wan pêve bi hinek din re jî bizewicî). Xuda hey li ser her tiþtî dîdevan e |
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا لَا تَدْخُلُوا بُيُوتَ النَّبِيِّ إِلَّا أَن يُؤْذَنَ لَكُمْ إِلَىٰ طَعَامٍ غَيْرَ نَاظِرِينَ إِنَاهُ وَلَٰكِنْ إِذَا دُعِيتُمْ فَادْخُلُوا فَإِذَا طَعِمْتُمْ فَانتَشِرُوا وَلَا مُسْتَأْنِسِينَ لِحَدِيثٍ ۚ إِنَّ ذَٰلِكُمْ كَانَ يُؤْذِي النَّبِيَّ فَيَسْتَحْيِي مِنكُمْ ۖ وَاللَّهُ لَا يَسْتَحْيِي مِنَ الْحَقِّ ۚ وَإِذَا سَأَلْتُمُوهُنَّ مَتَاعًا فَاسْأَلُوهُنَّ مِن وَرَاءِ حِجَابٍ ۚ ذَٰلِكُمْ أَطْهَرُ لِقُلُوبِكُمْ وَقُلُوبِهِنَّ ۚ وَمَا كَانَ لَكُمْ أَن تُؤْذُوا رَسُولَ اللَّهِ وَلَا أَن تَنكِحُوا أَزْوَاجَهُ مِن بَعْدِهِ أَبَدًا ۚ إِنَّ ذَٰلِكُمْ كَانَ عِندَ اللَّهِ عَظِيمًا (53) Gelî ên bawerî anîne! hûn nekevin malê pêxember ji pêþtirê ku destûr ji we re bê dayîn-hûn bal xwarinekî ve bêne vexwendin bêyî ku hûn li benda pijandina wê bimînin; lê belê gava hûn hatin vexwendin êdî hûn têkevin (malê wî), lê gava we xwarina xwe xwar êdî belav bibin, li hêviya peyvê nemînin. Bêguman evê han hey pêxember acis dike, lê ew ji we þerm dike. Xuda ji gotina rastiyê þerm nake. U gava we ji wan (jinan) pelûpotekî xwest jî êdî hûn ji piþt perdê ve ji wan bixwazin. Evê han hem ji dilên we re û hem ji dilên wan re paktir e. Tu mafê we nîne ku hûn pêxemberê Xuda acis bikin û ne jî piþtî wî tu car pîrekên wî mehr bikin. Bêguman evê han li cem Xuda gellek mezin e |
إِن تُبْدُوا شَيْئًا أَوْ تُخْفُوهُ فَإِنَّ اللَّهَ كَانَ بِكُلِّ شَيْءٍ عَلِيمًا (54) Eger hûn tiþtekî diyar bikin yan wî veþêrin, êdî bêguman Xuda zanayê bi her tiþtî ye |
لَّا جُنَاحَ عَلَيْهِنَّ فِي آبَائِهِنَّ وَلَا أَبْنَائِهِنَّ وَلَا إِخْوَانِهِنَّ وَلَا أَبْنَاءِ إِخْوَانِهِنَّ وَلَا أَبْنَاءِ أَخَوَاتِهِنَّ وَلَا نِسَائِهِنَّ وَلَا مَا مَلَكَتْ أَيْمَانُهُنَّ ۗ وَاتَّقِينَ اللَّهَ ۚ إِنَّ اللَّهَ كَانَ عَلَىٰ كُلِّ شَيْءٍ شَهِيدًا (55) Tu guneh li ser wan (jinan) nîne (ku pêca xwe vekin) li cem bavên xwe û kurên xwe û birayên xwe û kurê birayên xwe û kurê xweþkên xwe û jinên (hevalên) xwe û (qewraþên) berdestiyên xwe. Hûn xwe ji Xuda biparêzin- bitirsin. Bêguman ew danasê li ser her tiþtî ye |
إِنَّ اللَّهَ وَمَلَائِكَتَهُ يُصَلُّونَ عَلَى النَّبِيِّ ۚ يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا صَلُّوا عَلَيْهِ وَسَلِّمُوا تَسْلِيمًا (56) Bêguman Xuda û feriþteyên xwe li pêxember dilovanî dikin-pesnê wî didin; gelî ên bawerî anîne! hûn jî dilovanî li serê bixweynin û baþ lê silava bikin |
إِنَّ الَّذِينَ يُؤْذُونَ اللَّهَ وَرَسُولَهُ لَعَنَهُمُ اللَّهُ فِي الدُّنْيَا وَالْآخِرَةِ وَأَعَدَّ لَهُمْ عَذَابًا مُّهِينًا (57) Bêguman ewên ku Xuda û pêxemberê wî acis dikin, Xuda di dunya û axretê de li wan lanetê kiriye û ji wan re ezabekî nizim-ker amade kiriye |
وَالَّذِينَ يُؤْذُونَ الْمُؤْمِنِينَ وَالْمُؤْمِنَاتِ بِغَيْرِ مَا اكْتَسَبُوا فَقَدِ احْتَمَلُوا بُهْتَانًا وَإِثْمًا مُّبِينًا (58) Û ewên ku mêrên bawermend û jinên bawermend bêyî ked û karekî ku kiribin acis dikin, êdî derewekî mezin û gunehekî aþîkar hilgirtine |
يَا أَيُّهَا النَّبِيُّ قُل لِّأَزْوَاجِكَ وَبَنَاتِكَ وَنِسَاءِ الْمُؤْمِنِينَ يُدْنِينَ عَلَيْهِنَّ مِن جَلَابِيبِهِنَّ ۚ ذَٰلِكَ أَدْنَىٰ أَن يُعْرَفْنَ فَلَا يُؤْذَيْنَ ۗ وَكَانَ اللَّهُ غَفُورًا رَّحِيمًا (59) Ey pêxember! tu ji pîrekên xwe û keçên xwe û pîrekên bawermendan re bêje ku çarþevê xwe bi ser xwe de berdin-li xwe kin. Evê han nêztir e-çêtir e ku (bi pakiyê) bêne nasîn, êdî hew bêne acis kirin. Xuda hey bexþendekar e dilovan e |
۞ لَّئِن لَّمْ يَنتَهِ الْمُنَافِقُونَ وَالَّذِينَ فِي قُلُوبِهِم مَّرَضٌ وَالْمُرْجِفُونَ فِي الْمَدِينَةِ لَنُغْرِيَنَّكَ بِهِمْ ثُمَّ لَا يُجَاوِرُونَكَ فِيهَا إِلَّا قَلِيلًا (60) Sond be eger kesên durû û ewên di dilên wan de nexweþîn heye û ewên di bajarê (Medînê) de peyvê derew belav dikin, (ji kirinê xwe) bes nekin, emê te êrîþî ser wan bikin, paþê ewê tê de ji hindikî pêve cîrantiya te nekin |
مَّلْعُونِينَ ۖ أَيْنَمَا ثُقِفُوا أُخِذُوا وَقُتِّلُوا تَقْتِيلًا (61) Ew lanetbûyî ne, li kuder bêne dîtin têne girtin û bi kuþtinek sosret têne kuþtin |
سُنَّةَ اللَّهِ فِي الَّذِينَ خَلَوْا مِن قَبْلُ ۖ وَلَن تَجِدَ لِسُنَّةِ اللَّهِ تَبْدِيلًا (62) Rê û rêça Xuda ye di nav ên berê derbas bûne de, tu ji rê û rêça Xuda re qet tu guherandin jî nabînî |
يَسْأَلُكَ النَّاسُ عَنِ السَّاعَةِ ۖ قُلْ إِنَّمَا عِلْمُهَا عِندَ اللَّهِ ۚ وَمَا يُدْرِيكَ لَعَلَّ السَّاعَةَ تَكُونُ قَرِيبًا (63) Mirov ji te danê qiyametê dipirsin. Tu bêje ku: "Bêguman zanîna wê her li cem Xuda ye." Tu çi zanî dibe ku danê qiyametê pirr nêz be |
إِنَّ اللَّهَ لَعَنَ الْكَافِرِينَ وَأَعَدَّ لَهُمْ سَعِيرًا (64) Bêguman Xuda li kafiran lanet kiriye û ji wan re agirê hilbûyî amade kiriye |
خَالِدِينَ فِيهَا أَبَدًا ۖ لَّا يَجِدُونَ وَلِيًّا وَلَا نَصِيرًا (65) Wê hertimî hertim tê de bin; ne yar û yawerekî û ne jî alîkarekî dibînin |
يَوْمَ تُقَلَّبُ وُجُوهُهُمْ فِي النَّارِ يَقُولُونَ يَا لَيْتَنَا أَطَعْنَا اللَّهَ وَأَطَعْنَا الرَّسُولَا (66) Roja ku rûyên wan di agir de tê welgerandinê; dibêjin: "Hey xwezî me bi gotina Xuda bikirna û em bibûna peyrewê pêxember |
وَقَالُوا رَبَّنَا إِنَّا أَطَعْنَا سَادَتَنَا وَكُبَرَاءَنَا فَأَضَلُّونَا السَّبِيلَا (67) Û gotin: "Perwerdekarê me! bêguman me da pey serwerên xwe û mezinên xwe, vêca wan me ji rêya rast þaþ kir |
رَبَّنَا آتِهِمْ ضِعْفَيْنِ مِنَ الْعَذَابِ وَالْعَنْهُمْ لَعْنًا كَبِيرًا (68) Perwerdekarê me! tu du qat ji ezab bide wan û bi lanetek mezin li wan lanet bike |
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا لَا تَكُونُوا كَالَّذِينَ آذَوْا مُوسَىٰ فَبَرَّأَهُ اللَّهُ مِمَّا قَالُوا ۚ وَكَانَ عِندَ اللَّهِ وَجِيهًا (69) Gelî ên bawerî anîne! hûn nebin wekî ewên ku Mûsa acis kirin, vêca Xuda wî ji tiþtê digotin bêrî kir, û ew li cem Xuda rûmetdar bû |
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا اتَّقُوا اللَّهَ وَقُولُوا قَوْلًا سَدِيدًا (70) Gelî ên bawerî anîne! hûn xwe ji Xuda biparêzin-bitirsin û gotina rast û durust bêjin |
يُصْلِحْ لَكُمْ أَعْمَالَكُمْ وَيَغْفِرْ لَكُمْ ذُنُوبَكُمْ ۗ وَمَن يُطِعِ اللَّهَ وَرَسُولَهُ فَقَدْ فَازَ فَوْزًا عَظِيمًا (71) Wê (Xuda) karê we ji we re li hev bîne û gunehên we ji we re bibexþîne; û kî bide pey Xuda û pêxemberê wî, êdî bi rastî ew bi rizgariyek mezin rizgar bûye |
إِنَّا عَرَضْنَا الْأَمَانَةَ عَلَى السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ وَالْجِبَالِ فَأَبَيْنَ أَن يَحْمِلْنَهَا وَأَشْفَقْنَ مِنْهَا وَحَمَلَهَا الْإِنسَانُ ۖ إِنَّهُ كَانَ ظَلُومًا جَهُولًا (72) Bêguman me, emanet, li ser asîmana û zemîn û çiyayan derpêþ kir, lê wan ji hilgirtina wî xwe para da û jê bizdiyan û mirov wî hilgirt. Bêguman ew bû sitemkarekî pirr nezan |
لِّيُعَذِّبَ اللَّهُ الْمُنَافِقِينَ وَالْمُنَافِقَاتِ وَالْمُشْرِكِينَ وَالْمُشْرِكَاتِ وَيَتُوبَ اللَّهُ عَلَى الْمُؤْمِنِينَ وَالْمُؤْمِنَاتِ ۗ وَكَانَ اللَّهُ غَفُورًا رَّحِيمًا (73) Ji bo ku Xuda, mêrên durû û jinên durû û mêrên pûtperest û jinên pûtperest bide ezabê û poþmaniyê ji mêrên bawermend û jinên bawermend bipijirîne. Xuda hey bexþendekar e dilovan e |