إِنَّا فَتَحْنَا لَكَ فَتْحًا مُّبِينًا (1) Bêguman me pîrozîkî xuya ji te re vekiriye |
لِّيَغْفِرَ لَكَ اللَّهُ مَا تَقَدَّمَ مِن ذَنبِكَ وَمَا تَأَخَّرَ وَيُتِمَّ نِعْمَتَهُ عَلَيْكَ وَيَهْدِيَكَ صِرَاطًا مُّسْتَقِيمًا (2) Ji bo ku Xuda gunehê te yê borî û ê para de bibexþîne û qenciya xwe li ser te pêk bîne û te bigihîne rêya rastîn |
وَيَنصُرَكَ اللَّهُ نَصْرًا عَزِيزًا (3) Û Xuda bi yariyek serkeftinî yariya te bike |
هُوَ الَّذِي أَنزَلَ السَّكِينَةَ فِي قُلُوبِ الْمُؤْمِنِينَ لِيَزْدَادُوا إِيمَانًا مَّعَ إِيمَانِهِمْ ۗ وَلِلَّهِ جُنُودُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ ۚ وَكَانَ اللَّهُ عَلِيمًا حَكِيمًا (4) Ew e ê ku di dilê bawermendan de hêminî daxistiye ji bo ku bi baweriya xwe re bawerî pirr kin. Leþkerê asîmana û zemîn ê Xuda ne. Xuda hey zanayê hîkmetdar e |
لِّيُدْخِلَ الْمُؤْمِنِينَ وَالْمُؤْمِنَاتِ جَنَّاتٍ تَجْرِي مِن تَحْتِهَا الْأَنْهَارُ خَالِدِينَ فِيهَا وَيُكَفِّرَ عَنْهُمْ سَيِّئَاتِهِمْ ۚ وَكَانَ ذَٰلِكَ عِندَ اللَّهِ فَوْزًا عَظِيمًا (5) Ji bo ku (Xuda) mêrên bawermend têxe bihiþtên ku ji binê wan çem diherikin, ewê hertimî tê de bimînin û nepakiyên wan ji wan bibe. Evê han li cem Xuda hey rizgariyek mezin e |
وَيُعَذِّبَ الْمُنَافِقِينَ وَالْمُنَافِقَاتِ وَالْمُشْرِكِينَ وَالْمُشْرِكَاتِ الظَّانِّينَ بِاللَّهِ ظَنَّ السَّوْءِ ۚ عَلَيْهِمْ دَائِرَةُ السَّوْءِ ۖ وَغَضِبَ اللَّهُ عَلَيْهِمْ وَلَعَنَهُمْ وَأَعَدَّ لَهُمْ جَهَنَّمَ ۖ وَسَاءَتْ مَصِيرًا (6) Û mêrên durû û jinên durû û mêrên pûtperest û jinên pûtperest ên ku bi gumanek pîs bi Xuda bedguman in jî bide ezabê Çerxa xerab li ser wan e. Xuda li wan hêrs bûye û li wan lanet kiriye û ji wan re dojehê amade kiriye. Çi þûnvegerek nerind e |
وَلِلَّهِ جُنُودُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ ۚ وَكَانَ اللَّهُ عَزِيزًا حَكِيمًا (7) Leþkerê asîmana û zemîn ê Xuda ne. Xuda hey serkeftiyê hîkmetdar e |
إِنَّا أَرْسَلْنَاكَ شَاهِدًا وَمُبَشِّرًا وَنَذِيرًا (8) Bêguman me te danas û mizgînvan û hiþyarker þandiye |
لِّتُؤْمِنُوا بِاللَّهِ وَرَسُولِهِ وَتُعَزِّرُوهُ وَتُوَقِّرُوهُ وَتُسَبِّحُوهُ بُكْرَةً وَأَصِيلًا (9) Ji bo ku hûn bi Xuda û pêxemberê wî bawerî bînin û wî yarî bikin-biparêzin û birûmet mezin bigrin û sibe û êvara wî pak bêrî bidêrin |
إِنَّ الَّذِينَ يُبَايِعُونَكَ إِنَّمَا يُبَايِعُونَ اللَّهَ يَدُ اللَّهِ فَوْقَ أَيْدِيهِمْ ۚ فَمَن نَّكَثَ فَإِنَّمَا يَنكُثُ عَلَىٰ نَفْسِهِ ۖ وَمَنْ أَوْفَىٰ بِمَا عَاهَدَ عَلَيْهُ اللَّهَ فَسَيُؤْتِيهِ أَجْرًا عَظِيمًا (10) Bêguman ên ku bi te re bey´et (hevpeymanî) kirine wan her bi Xuda re bey´et kiriye. Destê Xuda li ser destê wan e. Vêca kî (peymana xwe) biþkîne, êdî ew li xwe diþkîne. Kî jî tiþtê li serê bi Xuda re hevpeymanî çêkiriye pêk bîne edî wê xelatekî mezin bide wan |
سَيَقُولُ لَكَ الْمُخَلَّفُونَ مِنَ الْأَعْرَابِ شَغَلَتْنَا أَمْوَالُنَا وَأَهْلُونَا فَاسْتَغْفِرْ لَنَا ۚ يَقُولُونَ بِأَلْسِنَتِهِم مَّا لَيْسَ فِي قُلُوبِهِمْ ۚ قُلْ فَمَن يَمْلِكُ لَكُم مِّنَ اللَّهِ شَيْئًا إِنْ أَرَادَ بِكُمْ ضَرًّا أَوْ أَرَادَ بِكُمْ نَفْعًا ۚ بَلْ كَانَ اللَّهُ بِمَا تَعْمَلُونَ خَبِيرًا (11) Ji erebê çolê ên ku (ji cengê) para de hatine hiþtin wê ji te re bêjin ku: "Malên me û ehlê me, me mijûl kir, vêca tu ji me re bexþîne bixwaze." Ew tiþtê di dilên wan de nîne bi zimanên xwe dibêjin. Tu bêje ku: "Eger Xuda ziyana we bixwaze yan kara we bixwaze, vêca li hember wî di destê kî de tiþtek heye ku nehêle?" Ne, (tu kes nikare tiþtekî bike). Xuda bi tiþtê hûn dikin kûrzana ye |
بَلْ ظَنَنتُمْ أَن لَّن يَنقَلِبَ الرَّسُولُ وَالْمُؤْمِنُونَ إِلَىٰ أَهْلِيهِمْ أَبَدًا وَزُيِّنَ ذَٰلِكَ فِي قُلُوبِكُمْ وَظَنَنتُمْ ظَنَّ السَّوْءِ وَكُنتُمْ قَوْمًا بُورًا (12) Ne, we guman dikir ku tu car wê pêxember û bawermend bal ehlê xwe ve qet venegerin. Evê han di dilên we de xweþ hat û we bi gumanek pîs bedgumanî kir û hûn bûn komelekî têkçûyî |
وَمَن لَّمْ يُؤْمِن بِاللَّهِ وَرَسُولِهِ فَإِنَّا أَعْتَدْنَا لِلْكَافِرِينَ سَعِيرًا (13) Kî bi Xuda û pêxemberê wî bawerî neyne, vêca bêguman me ji kafiran re agirek har amade kiriye |
وَلِلَّهِ مُلْكُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ ۚ يَغْفِرُ لِمَن يَشَاءُ وَيُعَذِّبُ مَن يَشَاءُ ۚ وَكَانَ اللَّهُ غَفُورًا رَّحِيمًا (14) Mulkê asîmana û zemîn ê Xuda ye, ew kî bixwaze dibexþîne û kî jî bixwaze dide ezabê. Xuda hey bexþendekar e dilovan e |
سَيَقُولُ الْمُخَلَّفُونَ إِذَا انطَلَقْتُمْ إِلَىٰ مَغَانِمَ لِتَأْخُذُوهَا ذَرُونَا نَتَّبِعْكُمْ ۖ يُرِيدُونَ أَن يُبَدِّلُوا كَلَامَ اللَّهِ ۚ قُل لَّن تَتَّبِعُونَا كَذَٰلِكُمْ قَالَ اللَّهُ مِن قَبْلُ ۖ فَسَيَقُولُونَ بَلْ تَحْسُدُونَنَا ۚ بَلْ كَانُوا لَا يَفْقَهُونَ إِلَّا قَلِيلًا (15) Gava hûn derên bal xenîmetê ve herin ji bo ku hûn wan bigrin ên (ji cengê) para de hatine hiþtin dibêjin ku: "Hûn me bihêlin em jî bidin pey we." Ew dixwazin ku peyva Xuda biguherînin. Tu bêje ku: "Hûn qet nadin pey me. Evê han Xuda ji berê ve gotiye." Vêca wê bêjin ku: "Ne, hûn ji me çavnebariya dikin." Ne, ew ji hindikî pêve tê nagihên |
قُل لِّلْمُخَلَّفِينَ مِنَ الْأَعْرَابِ سَتُدْعَوْنَ إِلَىٰ قَوْمٍ أُولِي بَأْسٍ شَدِيدٍ تُقَاتِلُونَهُمْ أَوْ يُسْلِمُونَ ۖ فَإِن تُطِيعُوا يُؤْتِكُمُ اللَّهُ أَجْرًا حَسَنًا ۖ وَإِن تَتَوَلَّوْا كَمَا تَوَلَّيْتُم مِّن قَبْلُ يُعَذِّبْكُمْ عَذَابًا أَلِيمًا (16) Tu ji erebê çolê ên ku para de hatine hiþtin re bêje ku: "Hûnê bal komelekî zor cengvan ve bêne gazî kirin ku hûn bi wan re þer bikin yan jî ew serî deynin-musilman bibin, vêca eger hûn peyrewtî bikin wê Xuda xelatek rind bide we. Eger çewa ku we berê piþt dayê hûn piþt bidinê wê we bi ezabekî bi jan bide ezab dayîn |
لَّيْسَ عَلَى الْأَعْمَىٰ حَرَجٌ وَلَا عَلَى الْأَعْرَجِ حَرَجٌ وَلَا عَلَى الْمَرِيضِ حَرَجٌ ۗ وَمَن يُطِعِ اللَّهَ وَرَسُولَهُ يُدْخِلْهُ جَنَّاتٍ تَجْرِي مِن تَحْتِهَا الْأَنْهَارُ ۖ وَمَن يَتَوَلَّ يُعَذِّبْهُ عَذَابًا أَلِيمًا (17) Ne li ser ê kor zorîtî heye û ne li ser ê qot (seqet) zorîtî heye û ne jî li ser ê nexweþ zorîtî heye. Kî peyrewtiya Xuda û pêxemberê wî bike, wê (Xuda) wî têxe bihiþtên ku çem ji binê wan diherikin. Kî jî piþt bidê, wê wî bi ezabekî bi jan bide ezab dayîn |
۞ لَّقَدْ رَضِيَ اللَّهُ عَنِ الْمُؤْمِنِينَ إِذْ يُبَايِعُونَكَ تَحْتَ الشَّجَرَةِ فَعَلِمَ مَا فِي قُلُوبِهِمْ فَأَنزَلَ السَّكِينَةَ عَلَيْهِمْ وَأَثَابَهُمْ فَتْحًا قَرِيبًا (18) Sond be Xuda ji bawermendan dema li binê darê bi te re bey´et kirin qayil bû; vêca tiþtê di dilên wan de zanî, êdî hêminiyê bi ser wan de daxist û pîrozîkî nêz mizgîn da wan |
وَمَغَانِمَ كَثِيرَةً يَأْخُذُونَهَا ۗ وَكَانَ اللَّهُ عَزِيزًا حَكِيمًا (19) Û gellek xenîmetê ku wê bigrin. Xuda hey serkeftiyê hîkmetdar e |
وَعَدَكُمُ اللَّهُ مَغَانِمَ كَثِيرَةً تَأْخُذُونَهَا فَعَجَّلَ لَكُمْ هَٰذِهِ وَكَفَّ أَيْدِيَ النَّاسِ عَنكُمْ وَلِتَكُونَ آيَةً لِّلْمُؤْمِنِينَ وَيَهْدِيَكُمْ صِرَاطًا مُّسْتَقِيمًا (20) Xuda, gellek xenîmet bi we wade daye ku hûnê wan bigrin. Vêca eva han ji we re zû kiriye û destê mirovan ji we girtiye; ji bo ku ji bawermendan re bibe nîþan (a pîroziyê) û we bide ser rêya rastîn |
وَأُخْرَىٰ لَمْ تَقْدِرُوا عَلَيْهَا قَدْ أَحَاطَ اللَّهُ بِهَا ۚ وَكَانَ اللَّهُ عَلَىٰ كُلِّ شَيْءٍ قَدِيرًا (21) Û (gellek xenîmet)ên din jî ku hê we nikariya bi ser wan kevin. Bi rastî Xuda hawidor li wan girtiye-wan ji we re parastiye. Xuda hey bi her tiþtî dikare |
وَلَوْ قَاتَلَكُمُ الَّذِينَ كَفَرُوا لَوَلَّوُا الْأَدْبَارَ ثُمَّ لَا يَجِدُونَ وَلِيًّا وَلَا نَصِيرًا (22) Eger ên kafir bûne bi we re þer bikirna wê wan piþt bidayê, paþê ne yar û yawer û ne jî alîkar didîtin |
سُنَّةَ اللَّهِ الَّتِي قَدْ خَلَتْ مِن قَبْلُ ۖ وَلَن تَجِدَ لِسُنَّةِ اللَّهِ تَبْدِيلًا (23) Rê û rêça Xuda ye ku ji berê de derbas bûye. Tu ji rê û rêça Xuda re tu guherîn qet nabînî |
وَهُوَ الَّذِي كَفَّ أَيْدِيَهُمْ عَنكُمْ وَأَيْدِيَكُمْ عَنْهُم بِبَطْنِ مَكَّةَ مِن بَعْدِ أَنْ أَظْفَرَكُمْ عَلَيْهِمْ ۚ وَكَانَ اللَّهُ بِمَا تَعْمَلُونَ بَصِيرًا (24) Ew e ê ku di nava Mekkê de piþtî we li ser wan pîroz kir destên wan ji we girt û destên we jî ji wan girt. Xuda tiþtê hûn dikin hey dibîne |
هُمُ الَّذِينَ كَفَرُوا وَصَدُّوكُمْ عَنِ الْمَسْجِدِ الْحَرَامِ وَالْهَدْيَ مَعْكُوفًا أَن يَبْلُغَ مَحِلَّهُ ۚ وَلَوْلَا رِجَالٌ مُّؤْمِنُونَ وَنِسَاءٌ مُّؤْمِنَاتٌ لَّمْ تَعْلَمُوهُمْ أَن تَطَئُوهُمْ فَتُصِيبَكُم مِّنْهُم مَّعَرَّةٌ بِغَيْرِ عِلْمٍ ۖ لِّيُدْخِلَ اللَّهُ فِي رَحْمَتِهِ مَن يَشَاءُ ۚ لَوْ تَزَيَّلُوا لَعَذَّبْنَا الَّذِينَ كَفَرُوا مِنْهُمْ عَذَابًا أَلِيمًا (25) Ew in ên kafir bûne û we ji Mizgevta Heremê û goriya ku diviya bigihîþta ciyê xwe, para xiþtin. Eger ne ji ber hin zilamên bawermend û pîrekên bawermend ku hê hûn wan nizanin-nas nakin, hûnê pêl wan bikin vêca wê bi nezanî gunehek (yan ziyanek) ji wan bigihê we, bûna (minê we îsal bixista Mekkê. Lê me wuha kir) ji bo ku Xuda ê dixwaze têxe dilovaniya xwe de. Eger ew ji hev cihê bibûna, me yê ên ji wan kafir bûne, bi ezabekî bi jan bida ezab dayîn |
إِذْ جَعَلَ الَّذِينَ كَفَرُوا فِي قُلُوبِهِمُ الْحَمِيَّةَ حَمِيَّةَ الْجَاهِلِيَّةِ فَأَنزَلَ اللَّهُ سَكِينَتَهُ عَلَىٰ رَسُولِهِ وَعَلَى الْمُؤْمِنِينَ وَأَلْزَمَهُمْ كَلِمَةَ التَّقْوَىٰ وَكَانُوا أَحَقَّ بِهَا وَأَهْلَهَا ۚ وَكَانَ اللَّهُ بِكُلِّ شَيْءٍ عَلِيمًا (26) Dema ên kafir bûne xîret-kêþî xîreykêþiya dewra nezaniyê kirin dilên xwe de, vêca Xuda, hêminiya xwe bi ser pêxemberê xwe û bi ser bawermendan de daxist û peyva xweparêziyê li ser wan pêwist kir ku ew pê hêjatir û ehlê wê bûn. Xuda hey bi her tiþtî zana ye |
لَّقَدْ صَدَقَ اللَّهُ رَسُولَهُ الرُّؤْيَا بِالْحَقِّ ۖ لَتَدْخُلُنَّ الْمَسْجِدَ الْحَرَامَ إِن شَاءَ اللَّهُ آمِنِينَ مُحَلِّقِينَ رُءُوسَكُمْ وَمُقَصِّرِينَ لَا تَخَافُونَ ۖ فَعَلِمَ مَا لَمْ تَعْلَمُوا فَجَعَلَ مِن دُونِ ذَٰلِكَ فَتْحًا قَرِيبًا (27) Sond be, Xuda xewna pêxemberê xwe bi duristî rast derxist ku hûnê - eger Xuda bixwaze-biewletî ser kurkirî û porqusandî têkevin Mizgevta Heremê, hûn natirsin jî. Vêca wî tiþtê we nezanî zanî, êdî berî vî pîroziyek nêz çêkir |
هُوَ الَّذِي أَرْسَلَ رَسُولَهُ بِالْهُدَىٰ وَدِينِ الْحَقِّ لِيُظْهِرَهُ عَلَى الدِّينِ كُلِّهِ ۚ وَكَفَىٰ بِاللَّهِ شَهِيدًا (28) Ew e ê ku pêxemberê xwe bi rêberî û dîne rastiyê þand ji bo ku wî bi ser her dînî bixe. Xuda bi danasî bes e |
مُّحَمَّدٌ رَّسُولُ اللَّهِ ۚ وَالَّذِينَ مَعَهُ أَشِدَّاءُ عَلَى الْكُفَّارِ رُحَمَاءُ بَيْنَهُمْ ۖ تَرَاهُمْ رُكَّعًا سُجَّدًا يَبْتَغُونَ فَضْلًا مِّنَ اللَّهِ وَرِضْوَانًا ۖ سِيمَاهُمْ فِي وُجُوهِهِم مِّنْ أَثَرِ السُّجُودِ ۚ ذَٰلِكَ مَثَلُهُمْ فِي التَّوْرَاةِ ۚ وَمَثَلُهُمْ فِي الْإِنجِيلِ كَزَرْعٍ أَخْرَجَ شَطْأَهُ فَآزَرَهُ فَاسْتَغْلَظَ فَاسْتَوَىٰ عَلَىٰ سُوقِهِ يُعْجِبُ الزُّرَّاعَ لِيَغِيظَ بِهِمُ الْكُفَّارَ ۗ وَعَدَ اللَّهُ الَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ مِنْهُم مَّغْفِرَةً وَأَجْرًا عَظِيمًا (29) Muhammed pêxemberê Xuda ye, ên digel wî li ser kafiran zor dijwar in û di nava xwe de jî dilovan in. Tu wan dibînî ku xor dibin û serî datînin ji Xuda qencî û qayilbûnê dixwazin. Nîþana wan di rûyên wan de ji dewsa serîdanînê ye. Minaka wan di Incîlê de jî: wekî çandiniya ku zîla xwe derxistiye vêca wê rastzexm kiriye, vêca ew qalind bûye, êdî ew li ser koka xwe rast bilind bûye ku cotkaran dixe sosretê, ji bo ku kafiran bi wan hêrs bike. Xuda bi ên ji wan ku bawerî anîne û karên qenc kirine bexþîn û xelatek mezin wade daye |