×

Surah Al-Mujadilah in Kurmanji

Quran Kurmanji ⮕ Surah Mujadilah

Translation of the Meanings of Surah Mujadilah in Kurmanji - الكردية كرمانجي

The Quran in Kurmanji - Surah Mujadilah translated into Kurmanji, Surah Al-Mujadilah in Kurmanji. We provide accurate translation of Surah Mujadilah in Kurmanji - الكردية كرمانجي, Verses 22 - Surah Number 58 - Page 542.

بسم الله الرحمن الرحيم

قَدْ سَمِعَ اللَّهُ قَوْلَ الَّتِي تُجَادِلُكَ فِي زَوْجِهَا وَتَشْتَكِي إِلَى اللَّهِ وَاللَّهُ يَسْمَعُ تَحَاوُرَكُمَا ۚ إِنَّ اللَّهَ سَمِيعٌ بَصِيرٌ (1)
Bi astî Xuda, gotina wê (pîreka) ku derbareê mêrê xwe de bi te re xirecirê dikir û giliyê xwe bal Xuda ve dikir bihîst. Xuda, hevpeyvîna we seh dike. Lewra bêguman Xuda baþ seh dike baþ dibîne
الَّذِينَ يُظَاهِرُونَ مِنكُم مِّن نِّسَائِهِم مَّا هُنَّ أُمَّهَاتِهِمْ ۖ إِنْ أُمَّهَاتُهُمْ إِلَّا اللَّائِي وَلَدْنَهُمْ ۚ وَإِنَّهُمْ لَيَقُولُونَ مُنكَرًا مِّنَ الْقَوْلِ وَزُورًا ۚ وَإِنَّ اللَّهَ لَعَفُوٌّ غَفُورٌ (2)
Ji we ên ku pîrekên xwe wek diyên xwe dibînin (ji wan re dibêjin ku: "Pîþta te wek ya diya min e") ew (pîrekên wan) ne diyên wan in. Diyên wan her ew in ku wan welidandine. Bêguman ew gotinê nelirê û derewa dibêjin. Bêguman Xuda, têbihûr e bexþendekar e
وَالَّذِينَ يُظَاهِرُونَ مِن نِّسَائِهِمْ ثُمَّ يَعُودُونَ لِمَا قَالُوا فَتَحْرِيرُ رَقَبَةٍ مِّن قَبْلِ أَن يَتَمَاسَّا ۚ ذَٰلِكُمْ تُوعَظُونَ بِهِ ۚ وَاللَّهُ بِمَا تَعْمَلُونَ خَبِيرٌ (3)
Ewên ku jinên xwe wek diyê xwe dibînin, paþê ew li gotina xwe dadigerin, êdî berî ew bigihên hev, azadkirina dîlekî (divê). Hûn bi vî han tên þîret kirin. Xuda bi tiþtê hûn dikin kûrzana ye
فَمَن لَّمْ يَجِدْ فَصِيَامُ شَهْرَيْنِ مُتَتَابِعَيْنِ مِن قَبْلِ أَن يَتَمَاسَّا ۖ فَمَن لَّمْ يَسْتَطِعْ فَإِطْعَامُ سِتِّينَ مِسْكِينًا ۚ ذَٰلِكَ لِتُؤْمِنُوا بِاللَّهِ وَرَسُولِهِ ۚ وَتِلْكَ حُدُودُ اللَّهِ ۗ وَلِلْكَافِرِينَ عَذَابٌ أَلِيمٌ (4)
Vêca ê ku peyda neke, êdî berî ew bigihên hev, du meha li pey hev rojî girtin (divê). Vêca ê ku nikarbe êdî xwarin dayîna þêst belengazî (divê). Evê han ji bo ku hûn bi Xuda û pêxemberê wî bawerî bînin e. Evên han tixûbê Xuda ne. Ji kafiran re ezabekî bi jan heye
إِنَّ الَّذِينَ يُحَادُّونَ اللَّهَ وَرَسُولَهُ كُبِتُوا كَمَا كُبِتَ الَّذِينَ مِن قَبْلِهِمْ ۚ وَقَدْ أَنزَلْنَا آيَاتٍ بَيِّنَاتٍ ۚ وَلِلْكَافِرِينَ عَذَابٌ مُّهِينٌ (5)
Bêguman ên ku li hember Xuda û pêxemberê wî dertên ew hatin sernigûn kirin çewa ku ên berî wan hatin sernigûn kirin, tevî ku me ayetên xuya daxistiye. Ji kafiran re ezabekî nizimker heye
يَوْمَ يَبْعَثُهُمُ اللَّهُ جَمِيعًا فَيُنَبِّئُهُم بِمَا عَمِلُوا ۚ أَحْصَاهُ اللَّهُ وَنَسُوهُ ۚ وَاللَّهُ عَلَىٰ كُلِّ شَيْءٍ شَهِيدٌ (6)
Roja ku wê Xuda wan teva rake, vêca wê wan bi tiþtê kirine haydar bike, ku Xuda wî jimartiye û wan wî ji bîr kiriye. Xuda danasê li ser her tiþtî ye
أَلَمْ تَرَ أَنَّ اللَّهَ يَعْلَمُ مَا فِي السَّمَاوَاتِ وَمَا فِي الْأَرْضِ ۖ مَا يَكُونُ مِن نَّجْوَىٰ ثَلَاثَةٍ إِلَّا هُوَ رَابِعُهُمْ وَلَا خَمْسَةٍ إِلَّا هُوَ سَادِسُهُمْ وَلَا أَدْنَىٰ مِن ذَٰلِكَ وَلَا أَكْثَرَ إِلَّا هُوَ مَعَهُمْ أَيْنَ مَا كَانُوا ۖ ثُمَّ يُنَبِّئُهُم بِمَا عَمِلُوا يَوْمَ الْقِيَامَةِ ۚ إِنَّ اللَّهَ بِكُلِّ شَيْءٍ عَلِيمٌ (7)
Ma tu nabînî ku bêguman Xuda,tiþtê di asîmana û tiþtê di zemîn de dizane. Sê kesê bi dizî bi hev re biaxivin ê çarê wan her ew e û pêncên (ku bi dizî bi hev re biaxivin) ê þeþê wan her ew e. Ji vî kêmtir an pirrtir; ew li kuder bin ew her bi wan re ye. Paþê roja qiyametê wê wan bi tiþtê kirine haydar bike. Bêguman Xuda zanayê bi her tiþtî ye
أَلَمْ تَرَ إِلَى الَّذِينَ نُهُوا عَنِ النَّجْوَىٰ ثُمَّ يَعُودُونَ لِمَا نُهُوا عَنْهُ وَيَتَنَاجَوْنَ بِالْإِثْمِ وَالْعُدْوَانِ وَمَعْصِيَتِ الرَّسُولِ وَإِذَا جَاءُوكَ حَيَّوْكَ بِمَا لَمْ يُحَيِّكَ بِهِ اللَّهُ وَيَقُولُونَ فِي أَنفُسِهِمْ لَوْلَا يُعَذِّبُنَا اللَّهُ بِمَا نَقُولُ ۚ حَسْبُهُمْ جَهَنَّمُ يَصْلَوْنَهَا ۖ فَبِئْسَ الْمَصِيرُ (8)
Ma tu li ewên ku ji dizî axivtinê hatibûn qedexe kirinê nanêrî ku ew paþê li tiþtê jê hatibûn qedexe kirin difetilin û ew bi gunehkarî û neyarî û bêfermaniya pêxember bi hev re bi dizî dipeyivin. Gava ew tên bal te, ew te bi tiþtê Xuda, te pê silav nekiriye silav dikin, ew di dilê xwe de dibêjin ku: "Ma çima Xuda me bi tiþtê em dibêjin nade ezabê? Dojeh besî wan e. Ewê têkevinê-tê biþewiyin. Vêca ew der çi þûnvegerek nerind e
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا إِذَا تَنَاجَيْتُمْ فَلَا تَتَنَاجَوْا بِالْإِثْمِ وَالْعُدْوَانِ وَمَعْصِيَتِ الرَّسُولِ وَتَنَاجَوْا بِالْبِرِّ وَالتَّقْوَىٰ ۖ وَاتَّقُوا اللَّهَ الَّذِي إِلَيْهِ تُحْشَرُونَ (9)
Gelî ên bawerî anîne! gava we bi hev re bi dizî axivt, êdî hûn bi gunehkarî û neyarî û bêfermaniya pexember nepeyivin. Hûn bi baþî û xweparêziyê bipeyivin, û hûn ji Xudayê ku hûnê bal ve bêne civandin xwe biparêzin- bitirsin
إِنَّمَا النَّجْوَىٰ مِنَ الشَّيْطَانِ لِيَحْزُنَ الَّذِينَ آمَنُوا وَلَيْسَ بِضَارِّهِمْ شَيْئًا إِلَّا بِإِذْنِ اللَّهِ ۚ وَعَلَى اللَّهِ فَلْيَتَوَكَّلِ الْمُؤْمِنُونَ (10)
Bêguman bi dizî axivtin her ji pelîd e, ji bo ku ên bawerî anîne xemgîn bibin; bêdestûra Xuda tu ziyan nagihê wan. Vêca bawermend bira her xwe bispêrin Xuda
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا إِذَا قِيلَ لَكُمْ تَفَسَّحُوا فِي الْمَجَالِسِ فَافْسَحُوا يَفْسَحِ اللَّهُ لَكُمْ ۖ وَإِذَا قِيلَ انشُزُوا فَانشُزُوا يَرْفَعِ اللَّهُ الَّذِينَ آمَنُوا مِنكُمْ وَالَّذِينَ أُوتُوا الْعِلْمَ دَرَجَاتٍ ۚ وَاللَّهُ بِمَا تَعْمَلُونَ خَبِيرٌ (11)
Gelî ên bawerî anîne! gava ji we re hat gotin ku: "Hûn di civata de cîh fireh bikin" vêca hûn cîh fireh bikin ku Xuda jî ji we re fireh bike. Gava ji we re hat gotin ku: "Rabin" vêca hûn jî rabin ku Xuda, ji we ên bawerî anîne û ên zanîn ji wan re hatiye dayîn bi payeyan bilind bike. Xuda bi tiþtê hûn dikin kûrzana ye
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا إِذَا نَاجَيْتُمُ الرَّسُولَ فَقَدِّمُوا بَيْنَ يَدَيْ نَجْوَاكُمْ صَدَقَةً ۚ ذَٰلِكَ خَيْرٌ لَّكُمْ وَأَطْهَرُ ۚ فَإِن لَّمْ تَجِدُوا فَإِنَّ اللَّهَ غَفُورٌ رَّحِيمٌ (12)
Gelî ên bawerî anîne! gava hûn bi dizî bi pêxember re bipeyivin, vêca hûn berî bi dizî peyivîna xwe sedeqekî bidin. Evê han ji we re çêtir û paqijtir e. Vêca eger we peyda nekir êdî bêguman Xuda bexþendekar e dilovan e
أَأَشْفَقْتُمْ أَن تُقَدِّمُوا بَيْنَ يَدَيْ نَجْوَاكُمْ صَدَقَاتٍ ۚ فَإِذْ لَمْ تَفْعَلُوا وَتَابَ اللَّهُ عَلَيْكُمْ فَأَقِيمُوا الصَّلَاةَ وَآتُوا الزَّكَاةَ وَأَطِيعُوا اللَّهَ وَرَسُولَهُ ۚ وَاللَّهُ خَبِيرٌ بِمَا تَعْمَلُونَ (13)
Ma qey hûn (ji xizaniyê) tirsiyan ku hûn berî bi dizî peyivîna xwe sedeqa bidin? Vêca dema we nekir û Xuda jî li we borî êdî hûn limêjê rast bikin û zekatê bidin û peyrewtiya Xuda û pêxemberê wî bikin. Xuda û pêxemberê wî bikin. Xuda bi tiþtê hûn dikin kûrzana ye
۞ أَلَمْ تَرَ إِلَى الَّذِينَ تَوَلَّوْا قَوْمًا غَضِبَ اللَّهُ عَلَيْهِم مَّا هُم مِّنكُمْ وَلَا مِنْهُمْ وَيَحْلِفُونَ عَلَى الْكَذِبِ وَهُمْ يَعْلَمُونَ (14)
Ma tu li ewên ku komelekî ku Xuda li wan hêrs bûye dost girtine nanêrî? Ew ne ji we ne û ne ji wan in. Ew, tevî dizanin jî li ser derewa sond dixwin
أَعَدَّ اللَّهُ لَهُمْ عَذَابًا شَدِيدًا ۖ إِنَّهُمْ سَاءَ مَا كَانُوا يَعْمَلُونَ (15)
Xuda, ji wan re ezabekî zor dijwar amade kiriye. Lewra bêguman ew, tiþtê dikirin pirr pîs e
اتَّخَذُوا أَيْمَانَهُمْ جُنَّةً فَصَدُّوا عَن سَبِيلِ اللَّهِ فَلَهُمْ عَذَابٌ مُّهِينٌ (16)
Wan sondên xwe ji xwe re kir mertal, vêca pêþî li rêya Xuda girtin. Êdî ji wan re ezabekî nizimker heye
لَّن تُغْنِيَ عَنْهُمْ أَمْوَالُهُمْ وَلَا أَوْلَادُهُم مِّنَ اللَّهِ شَيْئًا ۚ أُولَٰئِكَ أَصْحَابُ النَّارِ ۖ هُمْ فِيهَا خَالِدُونَ (17)
Li hember Xuda, ne malên wan û ne zarûyên wan bi tu tiþtî bikêra wan nayên. Ewên han hevalê agir in. Ewê tê de hertimî bimînin
يَوْمَ يَبْعَثُهُمُ اللَّهُ جَمِيعًا فَيَحْلِفُونَ لَهُ كَمَا يَحْلِفُونَ لَكُمْ ۖ وَيَحْسَبُونَ أَنَّهُمْ عَلَىٰ شَيْءٍ ۚ أَلَا إِنَّهُمْ هُمُ الْكَاذِبُونَ (18)
Roja ku wê Xuda wan teva (ji gora) rake vêca çewa ji we re sond dixwin jê re jî sond dixwin û ew guman dikin ku li ser tiþtekî ne. Hay jê bin! bêguman ew, derewkar her ew in
اسْتَحْوَذَ عَلَيْهِمُ الشَّيْطَانُ فَأَنسَاهُمْ ذِكْرَ اللَّهِ ۚ أُولَٰئِكَ حِزْبُ الشَّيْطَانِ ۚ أَلَا إِنَّ حِزْبَ الشَّيْطَانِ هُمُ الْخَاسِرُونَ (19)
Pelîd ketiye qebelê wan-bi ser wan ketiye vêca bîranîna Xuda bi wan daye ji bîr kirin. Ewên han partiya pelîd in. Hay jê bin! bêguman ên ziyankar her partiya pelîd in
إِنَّ الَّذِينَ يُحَادُّونَ اللَّهَ وَرَسُولَهُ أُولَٰئِكَ فِي الْأَذَلِّينَ (20)
Bêguman ên ku li hember Xuda û pêxemberê wî dertên, ewên han di nav binketiyên riswabûyî de ne
كَتَبَ اللَّهُ لَأَغْلِبَنَّ أَنَا وَرُسُلِي ۚ إِنَّ اللَّهَ قَوِيٌّ عَزِيزٌ (21)
Xuda ferz nivisiye ku: Ez û pêxemberên xwe emê hey bi ser kevin. Lewra bêguman Xuda hêzdar e serkeftî ye
لَّا تَجِدُ قَوْمًا يُؤْمِنُونَ بِاللَّهِ وَالْيَوْمِ الْآخِرِ يُوَادُّونَ مَنْ حَادَّ اللَّهَ وَرَسُولَهُ وَلَوْ كَانُوا آبَاءَهُمْ أَوْ أَبْنَاءَهُمْ أَوْ إِخْوَانَهُمْ أَوْ عَشِيرَتَهُمْ ۚ أُولَٰئِكَ كَتَبَ فِي قُلُوبِهِمُ الْإِيمَانَ وَأَيَّدَهُم بِرُوحٍ مِّنْهُ ۖ وَيُدْخِلُهُمْ جَنَّاتٍ تَجْرِي مِن تَحْتِهَا الْأَنْهَارُ خَالِدِينَ فِيهَا ۚ رَضِيَ اللَّهُ عَنْهُمْ وَرَضُوا عَنْهُ ۚ أُولَٰئِكَ حِزْبُ اللَّهِ ۚ أَلَا إِنَّ حِزْبَ اللَّهِ هُمُ الْمُفْلِحُونَ (22)
Tu, komelekî ku bi Xuda û roja dawîn bawerî tînin peyda nakî ku ew ji ên li hember Xuda û pêxemberê wî derketine hiz bikin; herçend ew bavên wan yan kûrên wan yan birayên wan yan jî ji êl û eþîra wan bin. Evên han Xuda, di dilên wan da bawerî nivisiye û wan bi canek (yariyek) ji xwe zeximandiye. Wê wan têxe hin bihiþtên ku çem ji binê wan diherikin. Wê hertimî tê de bimînin. Xuda ji wan qayil bûye û ew jî je qayil bûne. Evên han partiya Xuda ne. Hay jê bin! bêguman ên rizgarbûyî her partiya Xuda ne
❮ Previous Next ❯

Surahs from Quran :

1- Fatiha2- Baqarah
3- Al Imran4- Nisa
5- Maidah6- Anam
7- Araf8- Anfal
9- Tawbah10- Yunus
11- Hud12- Yusuf
13- Raad14- Ibrahim
15- Hijr16- Nahl
17- Al Isra18- Kahf
19- Maryam20- TaHa
21- Anbiya22- Hajj
23- Muminun24- An Nur
25- Furqan26- Shuara
27- Naml28- Qasas
29- Ankabut30- Rum
31- Luqman32- Sajdah
33- Ahzab34- Saba
35- Fatir36- Yasin
37- Assaaffat38- Sad
39- Zumar40- Ghafir
41- Fussilat42- shura
43- Zukhruf44- Ad Dukhaan
45- Jathiyah46- Ahqaf
47- Muhammad48- Al Fath
49- Hujurat50- Qaf
51- zariyat52- Tur
53- Najm54- Al Qamar
55- Rahman56- Waqiah
57- Hadid58- Mujadilah
59- Al Hashr60- Mumtahina
61- Saff62- Jumuah
63- Munafiqun64- Taghabun
65- Talaq66- Tahrim
67- Mulk68- Qalam
69- Al-Haqqah70- Maarij
71- Nuh72- Jinn
73- Muzammil74- Muddathir
75- Qiyamah76- Insan
77- Mursalat78- An Naba
79- Naziat80- Abasa
81- Takwir82- Infitar
83- Mutaffifin84- Inshiqaq
85- Buruj86- Tariq
87- Al Ala88- Ghashiya
89- Fajr90- Al Balad
91- Shams92- Lail
93- Duha94- Sharh
95- Tin96- Al Alaq
97- Qadr98- Bayyinah
99- Zalzalah100- Adiyat
101- Qariah102- Takathur
103- Al Asr104- Humazah
105- Al Fil106- Quraysh
107- Maun108- Kawthar
109- Kafirun110- Nasr
111- Masad112- Ikhlas
113- Falaq114- An Nas