لَا أُقْسِمُ بِيَوْمِ الْقِيَامَةِ (1) Ho! Ez bi roya qarsê sond dixum |
وَلَا أُقْسِمُ بِالنَّفْسِ اللَّوَّامَةِ (2) Û ho! ez bi canê, ku (li ser kirinê xweyê sik) li xwe tatan dike sond dixum |
أَيَحْسَبُ الْإِنسَانُ أَلَّن نَّجْمَعَ عِظَامَهُ (3) Qey meriv guman dikin, ku ji (piştî mirinê) em hestûyê wan nacivînin |
بَلَىٰ قَادِرِينَ عَلَىٰ أَن نُّسَوِّيَ بَنَانَهُ (4) Erê! (emê hestûyê wan bicivînin) em dişên, ku momikê tilîyê wan jî rast bikin |
بَلْ يُرِيدُ الْإِنسَانُ لِيَفْجُرَ أَمَامَهُ (5) Lê bi rastî meriv di vên, ku di berxwe da jî (aşîtan) derxin (loma bi peyweste gunehan dikin) |
يَسْأَلُ أَيَّانَ يَوْمُ الْقِيَامَةِ (6) (Bê tebat) meriv dipirsin; ka roya qarsê kîngê ye |
فَإِذَا بَرِقَ الْبَصَرُ (7) Îdî gava çav dibirûs e |
وَخَسَفَ الْقَمَرُ (8) Û rûyê hîvê hatibe girtinê |
وَجُمِعَ الشَّمْسُ وَالْقَمَرُ (9) Û roj û hîv bi hev ra civyabin |
يَقُولُ الْإِنسَانُ يَوْمَئِذٍ أَيْنَ الْمَفَرُّ (10) Di wê royê da meriv (aha) dibêjin: "Ka merivê kuda bireve |
كَلَّا لَا وَزَرَ (11) Na! (rev çênebe) loma tu penah tune ye |
إِلَىٰ رَبِّكَ يَوْمَئِذٍ الْمُسْتَقَرُّ (12) Di wê royê da hewandin hey li bal Xuda yê te ye |
يُنَبَّأُ الْإِنسَانُ يَوْمَئِذٍ بِمَا قَدَّمَ وَأَخَّرَ (13) Di wê royê da ji bona merivan ra tişta ewan pêş û paş xistîye tê gotinê |
بَلِ الْإِنسَانُ عَلَىٰ نَفْسِهِ بَصِيرَةٌ (14) Bi rastî (di wê royê da) meriv li ser xwe; bi kirin û ne kirinê xwe dîdevan e |
وَلَوْ أَلْقَىٰ مَعَاذِيرَهُ (15) Çiqa hinek tatê xwe jî bêje |
لَا تُحَرِّكْ بِهِ لِسَانَكَ لِتَعْجَلَ بِهِ (16) (Muhemmed!) tu zimanê xwe (hêj di berya dawî ya niqandê nehatî ye) ji bona lez kirina (ezber ya Qur´an ê) ne hejîn e |
إِنَّ عَلَيْنَا جَمْعَهُ وَقُرْآنَهُ (17) Loma bi rastî civandin û xwundina wê (Qur´an ê) li ser me ye |
فَإِذَا قَرَأْنَاهُ فَاتَّبِعْ قُرْآنَهُ (18) Îdî gava me Qur´an xwund, tu jî îdî bibe peyrewê wê xwundinê |
ثُمَّ إِنَّ عَلَيْنَا بَيَانَهُ (19) Paşê bi rastî huzwartina wê (Qur´an ê) li ser me ye |
كَلَّا بَلْ تُحِبُّونَ الْعَاجِلَةَ (20) Na! (hûn ji lezbûnê para naçin) lê hûn ji lezbûnê hez dikin |
وَتَذَرُونَ الْآخِرَةَ (21) Û hûn dest ji para da jî berdidin |
وُجُوهٌ يَوْمَئِذٍ نَّاضِرَةٌ (22) Di wê royê da hinek rû hene, ji bedewî ya xwe diçilwulin |
إِلَىٰ رَبِّهَا نَاظِرَةٌ (23) Li bal Xuda yê xwe da mêze dikin |
وَوُجُوهٌ يَوْمَئِذٍ بَاسِرَةٌ (24) Û di wê royê da hinek rû jî hene, temirîn e |
تَظُنُّ أَن يُفْعَلَ بِهَا فَاقِرَةٌ (25) Loma guman dikirin, ku wê hestûyê pişta wan bê şikênandinê |
كَلَّا إِذَا بَلَغَتِ التَّرَاقِيَ (26) Na! (bira lez nekin). Lê gava can gihîjte pira hestûyê stû |
وَقِيلَ مَنْ ۜ رَاقٍ (27) Û (aha) bê gotinê: "Gelo kê dikare (ewî derman bike) rake |
وَظَنَّ أَنَّهُ الْفِرَاقُ (28) Û ewî guman kirîye, ku bi rastî îdî danê raqetandina wî ji cihanê ye |
وَالْتَفَّتِ السَّاقُ بِالسَّاقِ (29) Îdî (ji zerpa mirinê) çîq li hev aylan e |
إِلَىٰ رَبِّكَ يَوْمَئِذٍ الْمَسَاقُ (30) Di wê royê da hey şandin li bal Xuda yê te da ne |
فَلَا صَدَّقَ وَلَا صَلَّىٰ (31) Îdî ewî (fileyê) rastdarî û nimêj ne kirîye |
وَلَٰكِن كَذَّبَ وَتَوَلَّىٰ (32) Lê hey vir kirîye, pişta xwe da ye wan |
ثُمَّ ذَهَبَ إِلَىٰ أَهْلِهِ يَتَمَطَّىٰ (33) Paşê çû ye bal malînê xwe, xwe qure kirîye |
أَوْلَىٰ لَكَ فَأَوْلَىٰ (34) Îdî (mêriko!) xwelî ji bona te ra be, xwelî li serê te be |
ثُمَّ أَوْلَىٰ لَكَ فَأَوْلَىٰ (35) Dîsa xwelî ji bona te ra be, xwelî li serê te be |
أَيَحْسَبُ الْإِنسَانُ أَن يُتْرَكَ سُدًى (36) Maqey meriv guman dikin, ku merivê bahorde bê berdanê |
أَلَمْ يَكُ نُطْفَةً مِّن مَّنِيٍّ يُمْنَىٰ (37) Maqey ewa (meriva) ji aveke hilwejoke bênketî çi ne bûye |
ثُمَّ كَانَ عَلَقَةً فَخَلَقَ فَسَوَّىٰ (38) Paşê bûye zûryekî, îdî (Yezdan) ewa afirandîye û pêk anîye |
فَجَعَلَ مِنْهُ الزَّوْجَيْنِ الذَّكَرَ وَالْأُنثَىٰ (39) Îdî (Yezdan) ji wê du zon e; nêr û mê çê kirîye |
أَلَيْسَ ذَٰلِكَ بِقَادِرٍ عَلَىٰ أَن يُحْيِيَ الْمَوْتَىٰ (40) Maqey ewê ku, evan (bi afirîne) naşê ku miryan zende bike |