الْحَاقَّةُ (1) Maf (bi rastî di roja qarsê da) ne |
مَا الْحَاقَّةُ (2) (Roja) qarsê çîye |
وَمَا أَدْرَاكَ مَا الْحَاقَّةُ (3) Ka çi tişt e bi te daye zanînê(roja) qarsê çîye |
كَذَّبَتْ ثَمُودُ وَعَادٌ بِالْقَارِعَةِ (4) Semûdîyan û Adîyan (danê) qarsê (dan e) derewdêrandinê |
فَأَمَّا ثَمُودُ فَأُهْلِكُوا بِالطَّاغِيَةِ (5) Îdî Semûdî bi sedema ku ji avarû derketibûn, hatine teşqele kirinê |
وَأَمَّا عَادٌ فَأُهْلِكُوا بِرِيحٍ صَرْصَرٍ عَاتِيَةٍ (6) Lê Adîyan bi babelîzkeke bi denge zor hişk hatine teşqele kirinê |
سَخَّرَهَا عَلَيْهِمْ سَبْعَ لَيَالٍ وَثَمَانِيَةَ أَيَّامٍ حُسُومًا فَتَرَى الْقَوْمَ فِيهَا صَرْعَىٰ كَأَنَّهُمْ أَعْجَازُ نَخْلٍ خَاوِيَةٍ (7) (Yezdan ewa baya) bi ser wan da hevt şev û hevt rojan bi peywestî anîye, îdî te digo qey ewa komala di nava wî baî da bi xwe va çûne, wekî çiqilê darê xurm kefikî, diketin |
فَهَلْ تَرَىٰ لَهُم مِّن بَاقِيَةٍ (8) Îdî qe tu ji wan para maîyan dibnî |
وَجَاءَ فِرْعَوْنُ وَمَن قَبْلَهُ وَالْمُؤْتَفِكَاتُ بِالْخَاطِئَةِ (9) Fir´ewn û ewanê berya (Fir"ewn jî) û (komalê) bajarê kavil bûne, bi xeletîne xwe va hatine |
فَعَصَوْا رَسُولَ رَبِّهِمْ فَأَخَذَهُمْ أَخْذَةً رَّابِيَةً (10) Îdî ewan bê gotina qasidê Xuda yê xwe kirine, îdî (Xuda yê wan jî, ewnan) bi şapateke mezin (dane şapat) kirinê |
إِنَّا لَمَّا طَغَى الْمَاءُ حَمَلْنَاكُمْ فِي الْجَارِيَةِ (11) Bi rastî gava av rabû ye, me hûn hildane kêleka kişyaî da |
لِنَجْعَلَهَا لَكُمْ تَذْكِرَةً وَتَعِيَهَا أُذُنٌ وَاعِيَةٌ (12) Ji bo ku guhekî vala ewî bi xweber bi parisîne, me ji we ra xistîye şîreteke (sodret) |
فَإِذَا نُفِخَ فِي الصُّورِ نَفْخَةٌ وَاحِدَةٌ (13) Îdî gava di sturî da bi carekî tenê tê puf kirinê |
وَحُمِلَتِ الْأَرْضُ وَالْجِبَالُ فَدُكَّتَا دَكَّةً وَاحِدَةً (14) Û zemin û çîyan tene rakirinê, bi yek carekî û hev dikevin |
فَيَوْمَئِذٍ وَقَعَتِ الْوَاقِعَةُ (15) Îdî bûyera qarsê di wê royê dan e |
وَانشَقَّتِ السَّمَاءُ فَهِيَ يَوْمَئِذٍ وَاهِيَةٌ (16) Îdî ezman di wê rojê da çirîye; hatîye daweşandinê |
وَالْمَلَكُ عَلَىٰ أَرْجَائِهَا ۚ وَيَحْمِلُ عَرْشَ رَبِّكَ فَوْقَهُمْ يَوْمَئِذٍ ثَمَانِيَةٌ (17) Û ferişten jî li ser lêvê ezman in. Şixwa di wê rojê da arşê Xuda yê te heşt (ferişte) hil didin |
يَوْمَئِذٍ تُعْرَضُونَ لَا تَخْفَىٰ مِنكُمْ خَافِيَةٌ (18) Di wê rojê da hûn (ji bona Yezdan ra) têne raber kirinê, ji we tu veşartî ji (Xuda) penha namînin |
فَأَمَّا مَنْ أُوتِيَ كِتَابَهُ بِيَمِينِهِ فَيَقُولُ هَاؤُمُ اقْرَءُوا كِتَابِيَهْ (19) Îdî ji bona kîjanî ra pirtûka wî bi destê rastê hatibe dayînê (aha) dibêje: "Ka pirtûka min bi xwûnin (hemî qencîne) |
إِنِّي ظَنَنتُ أَنِّي مُلَاقٍ حِسَابِيَهْ (20) Loma bi rastî min guman kiribû, ku ezê rastê vê hijmarê wer im |
فَهُوَ فِي عِيشَةٍ رَّاضِيَةٍ (21) Îdî ewa di jîneke pê qayîl dan e |
فِي جَنَّةٍ عَالِيَةٍ (22) Di behişteke bilind dan e |
قُطُوفُهَا دَانِيَةٌ (23) Guşîne (darê) wê nêzîk in |
كُلُوا وَاشْرَبُوا هَنِيئًا بِمَا أَسْلَفْتُمْ فِي الْأَيَّامِ الْخَالِيَةِ (24) Bi sedema (wan karên qencîne) ku we di wan rojê borî da (pêş da kirîye) îdî hûn bixun û vexun; li we bigivir e |
وَأَمَّا مَنْ أُوتِيَ كِتَابَهُ بِشِمَالِهِ فَيَقُولُ يَا لَيْتَنِي لَمْ أُوتَ كِتَابِيَهْ (25) Lê ewê, ku pirtûka wî bi destê çepê ji wî ra hatîye dayînê; îdî (aha) dibêje: "Xwezîka ji bona min ra pirtûk ne hatibû ya dayînê |
وَلَمْ أَدْرِ مَا حِسَابِيَهْ (26) Min bi hijmara (kirinê) xwe nizanbû ya |
يَا لَيْتَهَا كَانَتِ الْقَاضِيَةَ (27) Xwezîka (mirina min) pêk hatibû ya (min evan ne dîtibûnan) |
مَا أَغْنَىٰ عَنِّي مَالِيَهْ ۜ (28) Qe malê min bi kêrê min nehat (evan şapatan dûrê min ne xistin) |
هَلَكَ عَنِّي سُلْطَانِيَهْ (29) Hêz û seroktî ya min çû(qe tu kar nekir) |
خُذُوهُ فَغُلُّوهُ (30) [Allah dê bêje], \" Wî bigirin û wî girêdin |
ثُمَّ الْجَحِيمَ صَلُّوهُ (31) Wê hingê bikeve nav Hellfire wî bişewitîne |
ثُمَّ فِي سِلْسِلَةٍ ذَرْعُهَا سَبْعُونَ ذِرَاعًا فَاسْلُكُوهُ (32) Paşê hûnê wî di zincîrê; ku pîletê wî hevtê zend in, beherin |
إِنَّهُ كَانَ لَا يُؤْمِنُ بِاللَّهِ الْعَظِيمِ (33) Loma ewî bi Yezdan ê mezin bawer ne dikir |
وَلَا يَحُضُّ عَلَىٰ طَعَامِ الْمِسْكِينِ (34) Ji bona daxwurinan belengazan qe helan ne dida tu kesî |
فَلَيْسَ لَهُ الْيَوْمَ هَاهُنَا حَمِيمٌ (35) Îdî di îro da ji bona wî ra di vira da qe tu pismam tuneye |
وَلَا طَعَامٌ إِلَّا مِنْ غِسْلِينٍ (36) Ji pêştirê kêmê, qe tu xwurin jî tuneye |
لَّا يَأْكُلُهُ إِلَّا الْخَاطِئُونَ (37) Ji pêştirê gunehkaran, qe tu kes (ewê xwurinê ) naxun |
فَلَا أُقْسِمُ بِمَا تُبْصِرُونَ (38) Ho! Ez bi wan tiştên, ku hûn ewan dibînin |
وَمَا لَا تُبْصِرُونَ (39) Bi wan tiştên, ku hûn ewan nabînin |
إِنَّهُ لَقَوْلُ رَسُولٍ كَرِيمٍ (40) Sond dixum! Ku ewa (Qur´an a) bi rastî peyva (Xuda ye) qasidê (Yezdan ê) dilşa anîye |
وَمَا هُوَ بِقَوْلِ شَاعِرٍ ۚ قَلِيلًا مَّا تُؤْمِنُونَ (41) Ewa (Qur´an a) gotina bengîyekî nîne. Hûn çiqa hindik bawer dikin |
وَلَا بِقَوْلِ كَاهِنٍ ۚ قَلِيلًا مَّا تَذَكَّرُونَ (42) Ewa (Qur´an a) gotina fal zanan jî, nîne. Hûn çiqa hindik diponijin |
تَنزِيلٌ مِّن رَّبِّ الْعَالَمِينَ (43) Lê ewa hey hînartineke ji Xuda yê cîhanê ye |
وَلَوْ تَقَوَّلَ عَلَيْنَا بَعْضَ الْأَقَاوِيلِ (44) Heke ewî (qasidî) li ser navê me hinek gotin, aloze kirîbû ya |
لَأَخَذْنَا مِنْهُ بِالْيَمِينِ (45) Bi rastî meyê ji wî hêza wî hildabû ya |
ثُمَّ لَقَطَعْنَا مِنْهُ الْوَتِينَ (46) Paşê meyê temarê canê wî jêkira |
فَمَا مِنكُم مِّنْ أَحَدٍ عَنْهُ حَاجِزِينَ (47) Îdî tu kesî ji we nikaribû, ji wî (qasidî) eva şapata bida para da |
وَإِنَّهُ لَتَذْكِرَةٌ لِّلْمُتَّقِينَ (48) Bi rastî ewa (Qur´an a) ji bona Xudaparizan şîretek e |
وَإِنَّا لَنَعْلَمُ أَنَّ مِنكُم مُّكَذِّبِينَ (49) Bi rastî me dizanî ya, ku hinekne ji we ewê didine derewdêrandinê |
وَإِنَّهُ لَحَسْرَةٌ عَلَى الْكَافِرِينَ (50) Bi rastî eva li ser filan kovanek e |
وَإِنَّهُ لَحَقُّ الْيَقِينِ (51) Loma bi rastî ewa mafekî bê dudil e |
فَسَبِّحْ بِاسْمِ رَبِّكَ الْعَظِيمِ (52) Îdî (Muhemmed!) tu navê Xuda yê xweî mezin bi perestî paqijiyan bike |