| الْحَاقَّةُ (1) Maf (bi rastî di roja qarsê da) ne
 | 
| مَا الْحَاقَّةُ (2) (Roja) qarsê çîye
 | 
| وَمَا أَدْرَاكَ مَا الْحَاقَّةُ (3) Ka çi tişt e bi te daye zanînê(roja) qarsê çîye
 | 
| كَذَّبَتْ ثَمُودُ وَعَادٌ بِالْقَارِعَةِ (4) Semûdîyan û Adîyan (danê) qarsê (dan e) derewdêrandinê
 | 
| فَأَمَّا ثَمُودُ فَأُهْلِكُوا بِالطَّاغِيَةِ (5) Îdî Semûdî bi sedema ku ji avarû derketibûn, hatine teşqele kirinê
 | 
| وَأَمَّا عَادٌ فَأُهْلِكُوا بِرِيحٍ صَرْصَرٍ عَاتِيَةٍ (6) Lê Adîyan bi babelîzkeke bi denge zor hişk hatine teşqele kirinê
 | 
| سَخَّرَهَا عَلَيْهِمْ سَبْعَ لَيَالٍ وَثَمَانِيَةَ أَيَّامٍ حُسُومًا فَتَرَى الْقَوْمَ فِيهَا صَرْعَىٰ كَأَنَّهُمْ أَعْجَازُ نَخْلٍ خَاوِيَةٍ (7) (Yezdan ewa baya) bi ser wan da hevt şev û hevt rojan bi peywestî anîye, îdî te digo qey ewa komala di nava wî baî da bi xwe va çûne, wekî çiqilê darê xurm kefikî, diketin
 | 
| فَهَلْ تَرَىٰ لَهُم مِّن بَاقِيَةٍ (8) Îdî qe tu ji wan para maîyan dibnî
 | 
| وَجَاءَ فِرْعَوْنُ وَمَن قَبْلَهُ وَالْمُؤْتَفِكَاتُ بِالْخَاطِئَةِ (9) Fir´ewn û ewanê berya (Fir"ewn jî) û (komalê) bajarê kavil bûne, bi xeletîne xwe va hatine
 | 
| فَعَصَوْا رَسُولَ رَبِّهِمْ فَأَخَذَهُمْ أَخْذَةً رَّابِيَةً (10) Îdî ewan bê gotina qasidê Xuda yê xwe kirine, îdî (Xuda yê wan jî, ewnan) bi şapateke mezin (dane şapat) kirinê
 | 
| إِنَّا لَمَّا طَغَى الْمَاءُ حَمَلْنَاكُمْ فِي الْجَارِيَةِ (11) Bi rastî gava av rabû ye, me hûn hildane kêleka kişyaî da
 | 
| لِنَجْعَلَهَا لَكُمْ تَذْكِرَةً وَتَعِيَهَا أُذُنٌ وَاعِيَةٌ (12) Ji bo ku guhekî vala ewî bi xweber bi parisîne, me ji we ra xistîye şîreteke (sodret)
 | 
| فَإِذَا نُفِخَ فِي الصُّورِ نَفْخَةٌ وَاحِدَةٌ (13) Îdî gava di sturî da bi carekî tenê tê puf kirinê
 | 
| وَحُمِلَتِ الْأَرْضُ وَالْجِبَالُ فَدُكَّتَا دَكَّةً وَاحِدَةً (14) Û zemin û çîyan tene rakirinê, bi yek carekî û hev dikevin
 | 
| فَيَوْمَئِذٍ وَقَعَتِ الْوَاقِعَةُ (15) Îdî bûyera qarsê di wê royê dan e
 | 
| وَانشَقَّتِ السَّمَاءُ فَهِيَ يَوْمَئِذٍ وَاهِيَةٌ (16) Îdî ezman di wê rojê da çirîye; hatîye daweşandinê
 | 
| وَالْمَلَكُ عَلَىٰ أَرْجَائِهَا ۚ وَيَحْمِلُ عَرْشَ رَبِّكَ فَوْقَهُمْ يَوْمَئِذٍ ثَمَانِيَةٌ (17) Û ferişten jî li ser lêvê ezman in. Şixwa di wê rojê da arşê Xuda yê te heşt (ferişte) hil didin
 | 
| يَوْمَئِذٍ تُعْرَضُونَ لَا تَخْفَىٰ مِنكُمْ خَافِيَةٌ (18) Di wê rojê da hûn (ji bona Yezdan ra) têne raber kirinê, ji we tu veşartî ji (Xuda) penha namînin
 | 
| فَأَمَّا مَنْ أُوتِيَ كِتَابَهُ بِيَمِينِهِ فَيَقُولُ هَاؤُمُ اقْرَءُوا كِتَابِيَهْ (19) Îdî ji bona kîjanî ra pirtûka wî bi destê rastê hatibe dayînê (aha) dibêje: "Ka pirtûka min bi xwûnin (hemî qencîne)
 | 
| إِنِّي ظَنَنتُ أَنِّي مُلَاقٍ حِسَابِيَهْ (20) Loma bi rastî min guman kiribû, ku ezê rastê vê hijmarê wer im
 | 
| فَهُوَ فِي عِيشَةٍ رَّاضِيَةٍ (21) Îdî ewa di jîneke pê qayîl dan e
 | 
| فِي جَنَّةٍ عَالِيَةٍ (22) Di behişteke bilind dan e
 | 
| قُطُوفُهَا دَانِيَةٌ (23) Guşîne (darê) wê nêzîk in
 | 
| كُلُوا وَاشْرَبُوا هَنِيئًا بِمَا أَسْلَفْتُمْ فِي الْأَيَّامِ الْخَالِيَةِ (24) Bi sedema (wan karên qencîne) ku we di wan rojê borî da (pêş da kirîye) îdî hûn bixun û vexun; li we bigivir e
 | 
| وَأَمَّا مَنْ أُوتِيَ كِتَابَهُ بِشِمَالِهِ فَيَقُولُ يَا لَيْتَنِي لَمْ أُوتَ كِتَابِيَهْ (25) Lê ewê, ku pirtûka wî bi destê çepê ji wî ra hatîye dayînê; îdî (aha) dibêje: "Xwezîka ji bona min ra pirtûk ne hatibû ya dayînê
 | 
| وَلَمْ أَدْرِ مَا حِسَابِيَهْ (26) Min bi hijmara (kirinê) xwe nizanbû ya
 | 
| يَا لَيْتَهَا كَانَتِ الْقَاضِيَةَ (27) Xwezîka (mirina min) pêk hatibû ya (min evan ne dîtibûnan)
 | 
| مَا أَغْنَىٰ عَنِّي مَالِيَهْ ۜ (28) Qe malê min bi kêrê min nehat (evan şapatan dûrê min ne xistin)
 | 
| هَلَكَ عَنِّي سُلْطَانِيَهْ (29) Hêz û seroktî ya min çû(qe tu kar nekir)
 | 
| خُذُوهُ فَغُلُّوهُ (30) [Allah dê bêje], \" Wî bigirin û wî girêdin
 | 
| ثُمَّ الْجَحِيمَ صَلُّوهُ (31) Wê hingê bikeve nav Hellfire wî bişewitîne
 | 
| ثُمَّ فِي سِلْسِلَةٍ ذَرْعُهَا سَبْعُونَ ذِرَاعًا فَاسْلُكُوهُ (32) Paşê hûnê wî di zincîrê; ku pîletê wî hevtê zend in, beherin
 | 
| إِنَّهُ كَانَ لَا يُؤْمِنُ بِاللَّهِ الْعَظِيمِ (33) Loma ewî bi Yezdan ê mezin bawer ne dikir
 | 
| وَلَا يَحُضُّ عَلَىٰ طَعَامِ الْمِسْكِينِ (34) Ji bona daxwurinan belengazan qe helan ne dida tu kesî
 | 
| فَلَيْسَ لَهُ الْيَوْمَ هَاهُنَا حَمِيمٌ (35) Îdî di îro da ji bona wî ra di vira da qe tu pismam tuneye
 | 
| وَلَا طَعَامٌ إِلَّا مِنْ غِسْلِينٍ (36) Ji pêştirê kêmê, qe tu xwurin jî tuneye
 | 
| لَّا يَأْكُلُهُ إِلَّا الْخَاطِئُونَ (37) Ji pêştirê gunehkaran, qe tu kes (ewê xwurinê ) naxun
 | 
| فَلَا أُقْسِمُ بِمَا تُبْصِرُونَ (38) Ho! Ez bi wan tiştên, ku hûn ewan dibînin
 | 
| وَمَا لَا تُبْصِرُونَ (39) Bi wan tiştên, ku hûn ewan nabînin
 | 
| إِنَّهُ لَقَوْلُ رَسُولٍ كَرِيمٍ (40) Sond dixum! Ku ewa (Qur´an a) bi rastî peyva (Xuda ye) qasidê (Yezdan ê) dilşa anîye
 | 
| وَمَا هُوَ بِقَوْلِ شَاعِرٍ ۚ قَلِيلًا مَّا تُؤْمِنُونَ (41) Ewa (Qur´an a) gotina bengîyekî nîne. Hûn çiqa hindik bawer dikin
 | 
| وَلَا بِقَوْلِ كَاهِنٍ ۚ قَلِيلًا مَّا تَذَكَّرُونَ (42) Ewa (Qur´an a) gotina fal zanan jî, nîne. Hûn çiqa hindik diponijin
 | 
| تَنزِيلٌ مِّن رَّبِّ الْعَالَمِينَ (43) Lê ewa hey hînartineke ji Xuda yê cîhanê ye
 | 
| وَلَوْ تَقَوَّلَ عَلَيْنَا بَعْضَ الْأَقَاوِيلِ (44) Heke ewî (qasidî) li ser navê me hinek gotin, aloze kirîbû ya
 | 
| لَأَخَذْنَا مِنْهُ بِالْيَمِينِ (45) Bi rastî meyê ji wî hêza wî hildabû ya
 | 
| ثُمَّ لَقَطَعْنَا مِنْهُ الْوَتِينَ (46) Paşê meyê temarê canê wî jêkira
 | 
| فَمَا مِنكُم مِّنْ أَحَدٍ عَنْهُ حَاجِزِينَ (47) Îdî tu kesî ji we nikaribû, ji wî (qasidî) eva şapata bida para da
 | 
| وَإِنَّهُ لَتَذْكِرَةٌ لِّلْمُتَّقِينَ (48) Bi rastî ewa (Qur´an a) ji bona Xudaparizan şîretek e
 | 
| وَإِنَّا لَنَعْلَمُ أَنَّ مِنكُم مُّكَذِّبِينَ (49) Bi rastî me dizanî ya, ku hinekne ji we ewê didine derewdêrandinê
 | 
| وَإِنَّهُ لَحَسْرَةٌ عَلَى الْكَافِرِينَ (50) Bi rastî eva li ser filan kovanek e
 | 
| وَإِنَّهُ لَحَقُّ الْيَقِينِ (51) Loma bi rastî ewa mafekî bê dudil e
 | 
| فَسَبِّحْ بِاسْمِ رَبِّكَ الْعَظِيمِ (52) Îdî (Muhemmed!) tu navê Xuda yê xweî mezin bi perestî paqijiyan bike
 |