الر ۚ كِتَابٌ أَنزَلْنَاهُ إِلَيْكَ لِتُخْرِجَ النَّاسَ مِنَ الظُّلُمَاتِ إِلَى النُّورِ بِإِذْنِ رَبِّهِمْ إِلَىٰ صِرَاطِ الْعَزِيزِ الْحَمِيدِ (1) R. (Hey Yezdan bi arşa van tîpan dizane). Me eva pirtûka li bal te da hînartîye, ji bo ku tu kesan bi destûra Xudayê wan, ji tarîtîya (ne zanîn û filetîyê) li bal ruhnaya (zanîn û bawerîyê da) derxî (ewa jî) rêya Xudayê servahat ê pesinvan e |
اللَّهِ الَّذِي لَهُ مَا فِي السَّمَاوَاتِ وَمَا فِي الْأَرْضِ ۗ وَوَيْلٌ لِّلْكَافِرِينَ مِنْ عَذَابٍ شَدِيدٍ (2) Ewa Yezdana (Xudayekî wusa ne) ku hemû tiştên di ezman û zemîn da hene ji wî ra nin. Ji bona şapata (Yezdan e) zor, xwelî li wan filan be |
الَّذِينَ يَسْتَحِبُّونَ الْحَيَاةَ الدُّنْيَا عَلَى الْآخِرَةِ وَيَصُدُّونَ عَن سَبِيلِ اللَّهِ وَيَبْغُونَهَا عِوَجًا ۚ أُولَٰئِكَ فِي ضَلَالٍ بَعِيدٍ (3) (Ewan file yên wusa nin) jîna cîhanî, ji jîna dawyê pirtir hez kirine. (Ewan) divên, ku rêya Yezdan (li ber kesan xar bikin û) bigirin. Ewanan bi rastî di rê wundabûneke dûr da nin |
وَمَا أَرْسَلْنَا مِن رَّسُولٍ إِلَّا بِلِسَانِ قَوْمِهِ لِيُبَيِّنَ لَهُمْ ۖ فَيُضِلُّ اللَّهُ مَن يَشَاءُ وَيَهْدِي مَن يَشَاءُ ۚ وَهُوَ الْعَزِيزُ الْحَكِيمُ (4) Me çiqa pêxemberek şandibe, hey ewa bi zimanê komalê xwe hatîye şandinê, ji bo ku (bizane fermanê me) ji wî koma xwe ra veke (û bi zanîn ji wan ra bêje): “Îdî Yezdan ji kê ra bivê ewî ji rêya (rast) dûr dixe û ji kê ra jî bivê ewî tîne rêya rast.” Bi rastî (Yezdan) servahatê bijejke ye |
وَلَقَدْ أَرْسَلْنَا مُوسَىٰ بِآيَاتِنَا أَنْ أَخْرِجْ قَوْمَكَ مِنَ الظُّلُمَاتِ إِلَى النُّورِ وَذَكِّرْهُم بِأَيَّامِ اللَّهِ ۚ إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَآيَاتٍ لِّكُلِّ صَبَّارٍ شَكُورٍ (5) Bi sond! Me Mûsa bi beratên xwe va (bi pêxemberî li bal koma wî da) şandîye. (Me ji Mûsa ra got: "Mûsa!) Tu komalê xwe ji tarîtîya (nezanî û koletîyê) li bal ruhnaya (zanîn û azadîyê da) derxe û tu ewan royên (ku di wan royan da, şapat bi wan komalê file da hatîye) bixe bîra, wan. Bi rastî di van da ji bona hemû kesê (ku li ser şapatan) hewdarî kirine û sipazîya (Yez- dan) kirine, beratên sodret hene |
وَإِذْ قَالَ مُوسَىٰ لِقَوْمِهِ اذْكُرُوا نِعْمَةَ اللَّهِ عَلَيْكُمْ إِذْ أَنجَاكُم مِّنْ آلِ فِرْعَوْنَ يَسُومُونَكُمْ سُوءَ الْعَذَابِ وَيُذَبِّحُونَ أَبْنَاءَكُمْ وَيَسْتَحْيُونَ نِسَاءَكُمْ ۚ وَفِي ذَٰلِكُم بَلَاءٌ مِّن رَّبِّكُمْ عَظِيمٌ (6) Û di gava Mûsa ji bona komalê xwe ra (aha) gotibû: "Gelê komalê min! Dema Fir’ewn û bi komalê xwe va hûn bi sike şapatan didane cefadanê bîra xwe bînin. Loma ewan zarên we yên kurîn dikuştin û jinê we jî para da bi rindî dihîştin. Yezdan bi we qenc kir hûn ji wan fereste kirin. Bi rastî (di van şapatan da) ji Xudayê we, ji bona we ra ceribandineke mezin heye |
وَإِذْ تَأَذَّنَ رَبُّكُمْ لَئِن شَكَرْتُمْ لَأَزِيدَنَّكُمْ ۖ وَلَئِن كَفَرْتُمْ إِنَّ عَذَابِي لَشَدِيدٌ (7) Û (gelî cihûyan! Xudyê we gavekî ji bona we ra aha) gotîbû: "Heke hûn li ser wan (qencîyên ku min ji we ra kirîye) sipazî bikin, ezê ewan (qencîyan) ji bona we ra pir bikim û heke hûn nankorî bikin (bi rastî agaha we hebe) şapata min pir zor e |
وَقَالَ مُوسَىٰ إِن تَكْفُرُوا أَنتُمْ وَمَن فِي الْأَرْضِ جَمِيعًا فَإِنَّ اللَّهَ لَغَنِيٌّ حَمِيدٌ (8) Mûsa (ji koma xwe ra aha) gotîye: "(Gelê min!) heke hûn hemû û bi wan heyînên di zemîn da hene, nankorî bikin jî (bizanin! Bi rastî) Yezdan ji hemû (heyînên cîhanê û ezmanî) bê perwa ye û pesinvan e |
أَلَمْ يَأْتِكُمْ نَبَأُ الَّذِينَ مِن قَبْلِكُمْ قَوْمِ نُوحٍ وَعَادٍ وَثَمُودَ ۛ وَالَّذِينَ مِن بَعْدِهِمْ ۛ لَا يَعْلَمُهُمْ إِلَّا اللَّهُ ۚ جَاءَتْهُمْ رُسُلُهُم بِالْبَيِّنَاتِ فَرَدُّوا أَيْدِيَهُمْ فِي أَفْوَاهِهِمْ وَقَالُوا إِنَّا كَفَرْنَا بِمَا أُرْسِلْتُم بِهِ وَإِنَّا لَفِي شَكٍّ مِّمَّا تَدْعُونَنَا إِلَيْهِ مُرِيبٍ (9) Qey zanîna bi serdaborya wan (pêxemberên) berya we da bûn, ji bona we ra ne hatîye (ka ewan çi bi serê wan pêxemberên xwe kirine? Ewan komalan); Komalê Nûh û Ad û Semûd û ewan komalên pey wan da hatî, ji pêştirê Yezdan tu kes bi hijmara wan nizane. Pêxemberên wan (bi beratên) daveker va hatibûne bal wan (ji wan ra şîretên bi qencîyan dikirin). Îdî ewan komalê wan (pêxemberan ji hêrsa) destê xwe danîne ser devê xwe (Qîr dane wan pêxemberên xwe, ji wan ra gotine: "(Bes in, evan şîretan nekin, em bi wan şîretên we gêj bûn). Bi rastî em bi wê tişta ku hûn ji me ra dibêjin, bûne file (bi we bawer nakin) û bi rastî em bi wî yê ku hûn me, li bal wî da gazî dikin, di dudilyekî bê goman da nin |
۞ قَالَتْ رُسُلُهُمْ أَفِي اللَّهِ شَكٌّ فَاطِرِ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ ۖ يَدْعُوكُمْ لِيَغْفِرَ لَكُم مِّن ذُنُوبِكُمْ وَيُؤَخِّرَكُمْ إِلَىٰ أَجَلٍ مُّسَمًّى ۚ قَالُوا إِنْ أَنتُمْ إِلَّا بَشَرٌ مِّثْلُنَا تُرِيدُونَ أَن تَصُدُّونَا عَمَّا كَانَ يَعْبُدُ آبَاؤُنَا فَأْتُونَا بِسُلْطَانٍ مُّبِينٍ (10) Pêxemberên wan ji wan ra gotine: "Qe (di hebûna) Yezdan da dudilî çê dibe? Ewî ezman û zemîn afirandîye ewa, gazî we dike, ji bo ku ewa gonehên we ji bona we ra bibaxişîne û ewa heya danê navdayî we (di cîhanê da) dihêle.” Ewan (bersiva pêxemberan didin) dibêjin:"Hûn jî merivên wekî me ne. Hûn ji me dixwazin, ku em dest ji perestîya wan tiştên ku, bav û kalê me ji wan ra perestî kirine, berdin. Heke hûn (di van dozê xwe da rast in, ka) ji me ra beratên bi hêz û daveker bînin |
قَالَتْ لَهُمْ رُسُلُهُمْ إِن نَّحْنُ إِلَّا بَشَرٌ مِّثْلُكُمْ وَلَٰكِنَّ اللَّهَ يَمُنُّ عَلَىٰ مَن يَشَاءُ مِنْ عِبَادِهِ ۖ وَمَا كَانَ لَنَا أَن نَّأْتِيَكُم بِسُلْطَانٍ إِلَّا بِإِذْنِ اللَّهِ ۚ وَعَلَى اللَّهِ فَلْيَتَوَكَّلِ الْمُؤْمِنُونَ (11) Pêxemberên wan ji wan ra gotine: "(Hûn rast in) em jî merivê wekî we ne, ji xencî wî tu tişt nînin. Lê Yezdan ji kîjan bendê xwe ra bivê, ji wî ra (pêxemberî) dide. Ji pêştirê destûra Yezdan ji me ra tu hêz tune ye, ku em beratên hêztir bînin. Îdî (gelî) bawergeran! Hûn xwe hispêrin Yezdan |
وَمَا لَنَا أَلَّا نَتَوَكَّلَ عَلَى اللَّهِ وَقَدْ هَدَانَا سُبُلَنَا ۚ وَلَنَصْبِرَنَّ عَلَىٰ مَا آذَيْتُمُونَا ۚ وَعَلَى اللَّهِ فَلْيَتَوَكَّلِ الْمُتَوَكِّلُونَ (12) Ma qey çi bûye ji bona me ra, ku em xwe ne hispêrin Yezdan? Bi sond! ewî em anîne rêya me ya (rast). Bi rastî emê li ser van cefanên ku hûn didine me hew bikin, hisparok bi xweber jî xwe di hêspêrin Yezdan |
وَقَالَ الَّذِينَ كَفَرُوا لِرُسُلِهِمْ لَنُخْرِجَنَّكُم مِّنْ أَرْضِنَا أَوْ لَتَعُودُنَّ فِي مِلَّتِنَا ۖ فَأَوْحَىٰ إِلَيْهِمْ رَبُّهُمْ لَنُهْلِكَنَّ الظَّالِمِينَ (13) Ewanê bûne file (hene! Ewan ji bona) pêxemberên xwe ra gotine: “(Ji van her du rêyan hûnê yekî ji xwe ra hilbijêrin); ya emê we ji welatê xwe derxin (îdî em gohdarya we nekin) ya hûnê (dîsa werin) ola komal ê me." (Dema pêxember ji bawerîya wan bê hêvî bûne) îdî Xudayê wan ji wan ra niqandîye: "(Gelî Pêxemberên min! Hûn bi mirûz nebin, bi rastî) emê cewrkaran teşqele bikin |
وَلَنُسْكِنَنَّكُمُ الْأَرْضَ مِن بَعْدِهِمْ ۚ ذَٰلِكَ لِمَنْ خَافَ مَقَامِي وَخَافَ وَعِيدِ (14) Û emê di pey wan da, we di zemîn da biêwirînin. Ewa (peymana hanê) ji bona wanê ku ji payen û celatên (minê peyman dayî) tirsîyane heye |
وَاسْتَفْتَحُوا وَخَابَ كُلُّ جَبَّارٍ عَنِيدٍ (15) Û (ewan pêxemberan) servahatina bi ser neyaran (ji Yezdan) xwestine, îdî hemû înckarên serdest bê hêvî mane |
مِّن وَرَائِهِ جَهَنَّمُ وَيُسْقَىٰ مِن مَّاءٍ صَدِيدٍ (16) Di pey (bê hêvî manê) ji wan ra doj heye (di dojê da ewan) bi aveke kêm û xûnê têne avdanê |
يَتَجَرَّعُهُ وَلَا يَكَادُ يُسِيغُهُ وَيَأْتِيهِ الْمَوْتُ مِن كُلِّ مَكَانٍ وَمَا هُوَ بِمَيِّتٍ ۖ وَمِن وَرَائِهِ عَذَابٌ غَلِيظٌ (17) Ewa ewê avê diqurtîne, lê jê ra çê nabe, ku di qirika xwe da bixe xwarê û ji wî ra di hemû cihî da mirin hatîye (di xwarê ku bimire) lê namire. (Çavê wî wusa zoq dimîne). Di peyda jî (ji bona wî ra) şapateke peywestî heye |
مَّثَلُ الَّذِينَ كَفَرُوا بِرَبِّهِمْ ۖ أَعْمَالُهُمْ كَرَمَادٍ اشْتَدَّتْ بِهِ الرِّيحُ فِي يَوْمٍ عَاصِفٍ ۖ لَّا يَقْدِرُونَ مِمَّا كَسَبُوا عَلَىٰ شَيْءٍ ۚ ذَٰلِكَ هُوَ الضَّلَالُ الْبَعِيدُ (18) Hecwekîya wanê ku filetîya Xuda yê xwe dikin hene! Kirinê wan wekî wanê ku di royeke bager da be, ariştê xwelîyê bide bayê (ça ewê arişt dide bayê, tu tişt destê wî da namîne, eva jî) çi ked kiribe, nikare qe tu tiştî ji keda xwe bigire. Rê wundabûna dûr, eva ye |
أَلَمْ تَرَ أَنَّ اللَّهَ خَلَقَ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضَ بِالْحَقِّ ۚ إِن يَشَأْ يُذْهِبْكُمْ وَيَأْتِ بِخَلْقٍ جَدِيدٍ (19) Ma qey tu (li bal ezman û zemîn da) mêze nakî, bi rastî Yezdan ezman û zemîn bi mafîtî afirandîye? Heke (Yezdan) bivê wê we (bimirîne) behere, di (şûna we da) hinek afirandinên nû, bîne |
وَمَا ذَٰلِكَ عَلَى اللَّهِ بِعَزِيزٍ (20) Û ewa kirina (hanê jî) li ser Yezdan zor nîne (hesanî ye) |
وَبَرَزُوا لِلَّهِ جَمِيعًا فَقَالَ الضُّعَفَاءُ لِلَّذِينَ اسْتَكْبَرُوا إِنَّا كُنَّا لَكُمْ تَبَعًا فَهَلْ أَنتُم مُّغْنُونَ عَنَّا مِنْ عَذَابِ اللَّهِ مِن شَيْءٍ ۚ قَالُوا لَوْ هَدَانَا اللَّهُ لَهَدَيْنَاكُمْ ۖ سَوَاءٌ عَلَيْنَا أَجَزِعْنَا أَمْ صَبَرْنَا مَا لَنَا مِن مَّحِيصٍ (21) (Di roya rabûna hemû da) ewan bi tevê (kirinê xwe va) di hemberê Yezdan da xûya dibin (ewan bi xweber jî digotibûne: "Evan kirinê me li bal Yezdan nayêne xûyandinê." Yezdan dema kirinê wan bi wan daye xûyandinû) îdî ewanê bê wec ji bona wan peyrewên xweyên (ku doza mezinatî kiribûne) gotine: "Bi rastî em ji bona we ra peyrewan bûn, îdî qe hûn nikarin ku me tiştekî ji şapata Yezdan bi parisînin?” Ewan pêşrewanan (bersiva bê wecan aha dane) gotine: "Heke Yezdan em anîbûna rêya rast, meyê jî hûn bianîna rêya rast. ji bona me ra qe tu ferestebûnî (ji aşîta Yezdan) tune ye, îdî em çi qîr û hewar bikin û em çi hew bikin, li ser me yek e (tu raqetana wan tune ye) |
وَقَالَ الشَّيْطَانُ لَمَّا قُضِيَ الْأَمْرُ إِنَّ اللَّهَ وَعَدَكُمْ وَعْدَ الْحَقِّ وَوَعَدتُّكُمْ فَأَخْلَفْتُكُمْ ۖ وَمَا كَانَ لِيَ عَلَيْكُم مِّن سُلْطَانٍ إِلَّا أَن دَعَوْتُكُمْ فَاسْتَجَبْتُمْ لِي ۖ فَلَا تَلُومُونِي وَلُومُوا أَنفُسَكُم ۖ مَّا أَنَا بِمُصْرِخِكُمْ وَمَا أَنتُم بِمُصْرِخِيَّ ۖ إِنِّي كَفَرْتُ بِمَا أَشْرَكْتُمُونِ مِن قَبْلُ ۗ إِنَّ الظَّالِمِينَ لَهُمْ عَذَابٌ أَلِيمٌ (22) Ji piştî ku bûyera (wan) pêk hatîye, pelîd ji bona (wan fileyên ku çûne dojê aha) gotîye: "Bi rastî Yezdan ji bona we ra peymana xwe yê maf dabû, min jî ji bona we ra peyman dabû. Lê îdî ez ji peymana xwe poşman bûm (min peymana xwe pêk neanî) ji bona min ra li ser we (ji bo ku hûn bibine file) qe tu hêz tune bû, ji pêştirê min gazî we kiribû, îdî we jî bersiva min dabû (hûn li pey min hatin, bûne file). Îdî hûn gazinan ji min nekin, û hûn hey gazinan ji xwe bikin. Ez nikarim we (ji şapatan) fereste bikim. Bi rastî hêj di berê da, ku we ez dixistime hevrî (ji bona Yezdan ra) min dest ji we berdabû (bi wê kirina we bawer ne dikir). Bi rastî ji bona cewrkaran ra şapateke dilsoz heye |
وَأُدْخِلَ الَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ جَنَّاتٍ تَجْرِي مِن تَحْتِهَا الْأَنْهَارُ خَالِدِينَ فِيهَا بِإِذْنِ رَبِّهِمْ ۖ تَحِيَّتُهُمْ فِيهَا سَلَامٌ (23) Ewanê bawer kirine û karê aştî kirine (hene!) ewanan dikebine bihişta ku di binê (darê wê da) çema av ê dikişin: (ewan) bi destûra Xudayê xwe (di wê bihiştê da) hey dimînin. Sertêdana wan (di bihiştê da) ji hev ra "Selam" dibêjin |
أَلَمْ تَرَ كَيْفَ ضَرَبَ اللَّهُ مَثَلًا كَلِمَةً طَيِّبَةً كَشَجَرَةٍ طَيِّبَةٍ أَصْلُهَا ثَابِتٌ وَفَرْعُهَا فِي السَّمَاءِ (24) Ma qey te ne dîtîye, Yezdan hecwekî ça dane çêkirinê? Peyveke paqij wekî dareke paqij e; ça çiqilê wê darê jor da ne, koka wê jî di zemîn da rehvedaye (ewa peyva jî ji merivan derdikebe, lê qencêyên wê jî bi jor da diçin) |
تُؤْتِي أُكُلَهَا كُلَّ حِينٍ بِإِذْنِ رَبِّهَا ۗ وَيَضْرِبُ اللَّهُ الْأَمْثَالَ لِلنَّاسِ لَعَلَّهُمْ يَتَذَكَّرُونَ (25) Di hemû gavan da berên ku ji wê darê têne xwarinê, bi destûra Xudayê (wê darê) tên. (Qencîyên ji wan peyvan jî di hemû gavan da têne goman kirinê). Yezdan evan hecwekîyan ji bona kesan ra tîne, hêvî heye ku bi rastî ewan kesan ji van hecwekîyan hiş hildin |
وَمَثَلُ كَلِمَةٍ خَبِيثَةٍ كَشَجَرَةٍ خَبِيثَةٍ اجْتُثَّتْ مِن فَوْقِ الْأَرْضِ مَا لَهَا مِن قَرَارٍ (26) Peyva sik jî wekî sik e, ewa dara a sik ça li ser zemîn bûye qurm maye (kêrê tu tiştî nayê: berê wê tune ye, ku meriv ji wê bixun, li wê mêze bikin, peyva sik jî wusa ne) qe ji wê darê ra tu hew tune ye |
يُثَبِّتُ اللَّهُ الَّذِينَ آمَنُوا بِالْقَوْلِ الثَّابِتِ فِي الْحَيَاةِ الدُّنْيَا وَفِي الْآخِرَةِ ۖ وَيُضِلُّ اللَّهُ الظَّالِمِينَ ۚ وَيَفْعَلُ اللَّهُ مَا يَشَاءُ (27) Yezdan ewanê bawer kirine; di cîhan û di para da jî dihewîne. Û Yezdan cewrkaran jî (wekî dara sikê ku tu hew jê ra tune ye) ji rêya rast wunda dike. Yezdan çi bivê ewî dike |
۞ أَلَمْ تَرَ إِلَى الَّذِينَ بَدَّلُوا نِعْمَتَ اللَّهِ كُفْرًا وَأَحَلُّوا قَوْمَهُمْ دَارَ الْبَوَارِ (28) Ma qey tu li wanê, ku qencîyên Yezdan bi nankorîyê (û xirabîyê) guhurandine û komalê xwe jî di xanîyê teşqelê da êwirandine, mêze nakî (ka temtêla wan ça ne) |
جَهَنَّمَ يَصْلَوْنَهَا ۖ وَبِئْسَ الْقَرَارُ (29) Ewa xanîya doj e (ewanê) hemû li bal dojê da pal bidin. Ewa çiqa sikê ewra ne |
وَجَعَلُوا لِلَّهِ أَندَادًا لِّيُضِلُّوا عَن سَبِيلِهِ ۗ قُلْ تَمَتَّعُوا فَإِنَّ مَصِيرَكُمْ إِلَى النَّارِ (30) Ji bona ku rêya Yezdan wunda bikin, ji bona Yezdan ra hevrî çê kirine. (Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: "Hûn di xweşîya xwe da dûm bikin, loma bi rastî hey zivirandina we li bal agir da ne |
قُل لِّعِبَادِيَ الَّذِينَ آمَنُوا يُقِيمُوا الصَّلَاةَ وَيُنفِقُوا مِمَّا رَزَقْنَاهُمْ سِرًّا وَعَلَانِيَةً مِّن قَبْلِ أَن يَأْتِيَ يَوْمٌ لَّا بَيْعٌ فِيهِ وَلَا خِلَالٌ (31) (Muhemmed! Tu ji bona wan bendeyên minê bawer kirine) bêje: "Me ça fermana wan kirîye) bira nimêja xwe wusa bikin û rozîyên me dane wan, hêj ewa roya tu kirîn û fırotin têda tune ye û yartî jî têda tune ye (ne hatîye) bi dizî û eşkere (ji bona hewcan ra) bidin |
اللَّهُ الَّذِي خَلَقَ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضَ وَأَنزَلَ مِنَ السَّمَاءِ مَاءً فَأَخْرَجَ بِهِ مِنَ الثَّمَرَاتِ رِزْقًا لَّكُمْ ۖ وَسَخَّرَ لَكُمُ الْفُلْكَ لِتَجْرِيَ فِي الْبَحْرِ بِأَمْرِهِ ۖ وَسَخَّرَ لَكُمُ الْأَنْهَارَ (32) Ewê ku ezman û zemîn afirandîye heye! Ewa Yezdan e, ewî ji ezmanan avek hinartîye, îdî (bi fermana wî) ji bona we ra, ji berên cure cure bi wê avê rozî derxistîye û ewî ji bona we ra kelek semerin kirîye, ji bo ku hûn bi fermana wî di zeryayê da bigerin. Û Yezdan çemên avê jî xistîye binê destê we |
وَسَخَّرَ لَكُمُ الشَّمْسَ وَالْقَمَرَ دَائِبَيْنِ ۖ وَسَخَّرَ لَكُمُ اللَّيْلَ وَالنَّهَارَ (33) (Yezdan tûm caran) roj û hîv jî, ku yek ji yeka mayî dûr nekebe û ji hev neçin jî sernerm kirîye (xistîye binê fermanê, ji bona qencîya bi we ra). Ça şev û ro jî (ji bona qencîyan xistîye binê fermanê, ku hûn di wan gavan da ji xwe ra xebatê bikin) |
وَآتَاكُم مِّن كُلِّ مَا سَأَلْتُمُوهُ ۚ وَإِن تَعُدُّوا نِعْمَتَ اللَّهِ لَا تُحْصُوهَا ۗ إِنَّ الْإِنسَانَ لَظَلُومٌ كَفَّارٌ (34) Û we çi (ji Yezdan) xwesti be, ewî ewan hemû ji bona we ra anîye, daye. Heke hûn qencîyên Yezdan e (ku bi we kirîye) bihijmirin, hûn nikarin ewan (qencîyan) bi deste deste jî bihejmirin. Bi rastî meriv (ji bona xwe ra) zor cewrkar û nankor e |
وَإِذْ قَالَ إِبْرَاهِيمُ رَبِّ اجْعَلْ هَٰذَا الْبَلَدَ آمِنًا وَاجْنُبْنِي وَبَنِيَّ أَن نَّعْبُدَ الْأَصْنَامَ (35) Îbrahîm di gavekî da (aha) gotibû: "Xuda! Tu evî bajarê hanê ji hemû (sikatîyan) ewle bike. (Xuda!) tu min û zarên min ji perestîya pûtan biparisîne |
رَبِّ إِنَّهُنَّ أَضْلَلْنَ كَثِيرًا مِّنَ النَّاسِ ۖ فَمَن تَبِعَنِي فَإِنَّهُ مِنِّي ۖ وَمَنْ عَصَانِي فَإِنَّكَ غَفُورٌ رَّحِيمٌ (36) Xuda! Bi rastî ewan (pûtan) pirên ji kesan, ji rêya rast dane wundakirinê. Îdî (Xuda!) kîjan bibe peyrewê min, ewa ji min e û kîjan bê gotina min bike, bi rastî îdî hey tu î baxişgerê dilovîn |
رَّبَّنَا إِنِّي أَسْكَنتُ مِن ذُرِّيَّتِي بِوَادٍ غَيْرِ ذِي زَرْعٍ عِندَ بَيْتِكَ الْمُحَرَّمِ رَبَّنَا لِيُقِيمُوا الصَّلَاةَ فَاجْعَلْ أَفْئِدَةً مِّنَ النَّاسِ تَهْوِي إِلَيْهِمْ وَارْزُقْهُم مِّنَ الثَّمَرَاتِ لَعَلَّهُمْ يَشْكُرُونَ (37) Xudayê me! Bi rastî min ji ûrta xwe di newaleke bê çandin, 1i bal xanîyê te yê, ku li dora wî da kirina sikatîyan qedexe ne, daye hewandinê. Xuda! (min wusa kirîye) ji bona ku ewan nimêj bikin; îdî (Xuda!) tu dilê hinek kesan jî û bal wan da xar bike (ji bo ku herne bal wan, ewan bi tenê nemînin. Xuda!) Tu ji beran, ji wan ra rozînî bide, bi rastî hêvî heye ku ewan sipazîya (te) bikin |
رَبَّنَا إِنَّكَ تَعْلَمُ مَا نُخْفِي وَمَا نُعْلِنُ ۗ وَمَا يَخْفَىٰ عَلَى اللَّهِ مِن شَيْءٍ فِي الْأَرْضِ وَلَا فِي السَّمَاءِ (38) Xudayê me! Bi rastî tu bi kirinê me yê dizî û eşkere dizanî (em çi tiştî veşerin ya jî eşkere bikin, tu bi hemûyan dizanî) di ezman û zemîn da tu tişt li ser Yezdan veşartî nîne |
الْحَمْدُ لِلَّهِ الَّذِي وَهَبَ لِي عَلَى الْكِبَرِ إِسْمَاعِيلَ وَإِسْحَاقَ ۚ إِنَّ رَبِّي لَسَمِيعُ الدُّعَاءِ (39) “Ew Yezdanê ku di gavê kaltî ya min da Ismaîl û Ishaq, ji min ra raber kirîye, hemû sipazî ji wî ra be. Loma bi rastî Xudayê min gazî kirinan (bi litêkirin) dibêhê |
رَبِّ اجْعَلْنِي مُقِيمَ الصَّلَاةِ وَمِن ذُرِّيَّتِي ۚ رَبَّنَا وَتَقَبَّلْ دُعَاءِ (40) Xudayê min! Tu ji bona min û hinekê ji ûrta min (xûyekî wusa bidî me) ku em bi peywestî, nimêj bikin. Xudayê me! Tu (van) xwastinê me litê bike |
رَبَّنَا اغْفِرْ لِي وَلِوَالِدَيَّ وَلِلْمُؤْمِنِينَ يَوْمَ يَقُومُ الْحِسَابُ (41) Xudayê me! Di roya hijmara (kirinan) tu min û dê û bavê min û bawergeran bibaxişînî |
وَلَا تَحْسَبَنَّ اللَّهَ غَافِلًا عَمَّا يَعْمَلُ الظَّالِمُونَ ۚ إِنَّمَا يُؤَخِّرُهُمْ لِيَوْمٍ تَشْخَصُ فِيهِ الْأَبْصَارُ (42) (Muhemmed!) Tu goman neke ku Yezdan ji kirinê wan cewrkaran bê agah |
مُهْطِعِينَ مُقْنِعِي رُءُوسِهِمْ لَا يَرْتَدُّ إِلَيْهِمْ طَرْفُهُمْ ۖ وَأَفْئِدَتُهُمْ هَوَاءٌ (43) Lê Yezdan celata wan para da ji bona wê roya çav têda zoq dibin, dihêle. 43.43(Di wê royê da) ewan serê xwe bilind dikin, direvin: Çavê wan (wusa zoq dimîne) li bal wan da nafetile, dilê wan (ji qencîyan) vala ye |
وَأَنذِرِ النَّاسَ يَوْمَ يَأْتِيهِمُ الْعَذَابُ فَيَقُولُ الَّذِينَ ظَلَمُوا رَبَّنَا أَخِّرْنَا إِلَىٰ أَجَلٍ قَرِيبٍ نُّجِبْ دَعْوَتَكَ وَنَتَّبِعِ الرُّسُلَ ۗ أَوَلَمْ تَكُونُوا أَقْسَمْتُم مِّن قَبْلُ مَا لَكُم مِّن زَوَالٍ (44) (Muhemmed!) Tu merivan ji wê roya, ku şapat di wê royê da ji wan ra tê dayînê, bide tirsandinê, îdî ewanê cewr kirine hene! (aha) dibêjin: "Xudayê me! Tu ji bona me ra heya danekî nêzîk firsendê bide, emê ji bona gazîkirina te ra bersivê bidin (fermanê te li pêk bînin) û emê bibne peyrewê pêxemberan." Ma qey di berya naha da we sond nedixwar, ku ji bona we ra tu çûna ava tune ye |
وَسَكَنتُمْ فِي مَسَاكِنِ الَّذِينَ ظَلَمُوا أَنفُسَهُمْ وَتَبَيَّنَ لَكُمْ كَيْفَ فَعَلْنَا بِهِمْ وَضَرَبْنَا لَكُمُ الْأَمْثَالَ (45) Hûn di şûna wanê, ku bi xweber li xwe cewr kiribûn êwirîne, ji bona we ra diyar bûye; ka me ça ewan (şapat) kirine û me ji bona we ra jî (ji temtêla wan) hecwekî anîbû (wusa nîne) |
وَقَدْ مَكَرُوا مَكْرَهُمْ وَعِندَ اللَّهِ مَكْرُهُمْ وَإِن كَانَ مَكْرُهُمْ لِتَزُولَ مِنْهُ الْجِبَالُ (46) Bi sond! Ewan endezên xwe çê kirine, ji wan endezên wan çîya di şûna xwe da jî herin, hey Yezdanê celata wan bi endezan bide |
فَلَا تَحْسَبَنَّ اللَّهَ مُخْلِفَ وَعْدِهِ رُسُلَهُ ۗ إِنَّ اللَّهَ عَزِيزٌ ذُو انتِقَامٍ (47) (Muhemmed!) Tu goman neke, ku Yezdan ji wê peymana daye pêxemberên xwe, poşman bûye. Bi rastî Yezdan servahatê xwe yê tûl e |
يَوْمَ تُبَدَّلُ الْأَرْضُ غَيْرَ الْأَرْضِ وَالسَّمَاوَاتُ ۖ وَبَرَزُوا لِلَّهِ الْوَاحِدِ الْقَهَّارِ (48) Di wê roya ku zemîn bê zemînî û ezman bê ezmanî têne guhurandinê, hemû (heyî) di hemberê Yezdanê servahatî yê bi tenê da, xûya dibin |
وَتَرَى الْمُجْرِمِينَ يَوْمَئِذٍ مُّقَرَّنِينَ فِي الْأَصْفَادِ (49) Di wê royê da (Muhemmed!) tu dibînî, ku nûsîtemkar bi heva (deste deste) hatine tewldanê |
سَرَابِيلُهُم مِّن قَطِرَانٍ وَتَغْشَىٰ وُجُوهَهُمُ النَّارُ (50) Kirasê wan ji qîrên e, agir ser çavê wan diniximîne |
لِيَجْزِيَ اللَّهُ كُلَّ نَفْسٍ مَّا كَسَبَتْ ۚ إِنَّ اللَّهَ سَرِيعُ الْحِسَابِ (51) Ji bo ku Yezdan her kesî bi keda wî bide celatkirinê (evan tiştan) dike. Bi rastî Yezdan zor zû hijmare |
هَٰذَا بَلَاغٌ لِّلنَّاسِ وَلِيُنذَرُوا بِهِ وَلِيَعْلَمُوا أَنَّمَا هُوَ إِلَٰهٌ وَاحِدٌ وَلِيَذَّكَّرَ أُولُو الْأَلْبَابِ (52) Û ji bona ku kes bi wê tirsdanê bêne (hişyarkirinê) û ji bona ku ewan bizanin, hey babetê perestîyê Yezdanê bi tenê ye û ji bona xweyê hiş ji wê şîretan hildin, eva (Qur’ana) bûye (şîreteke) ragehînî |