تَبَارَكَ الَّذِي بِيَدِهِ الْمُلْكُ وَهُوَ عَلَىٰ كُلِّ شَيْءٍ قَدِيرٌ (1) Ew (Yezdan ê ) ku (serektîya hemî berewan û bûyeran ) di destê wî dane, pîroz e. Û ewa bi xweber jî li ser hemî tiştan bi hêz e |
الَّذِي خَلَقَ الْمَوْتَ وَالْحَيَاةَ لِيَبْلُوَكُمْ أَيُّكُمْ أَحْسَنُ عَمَلًا ۚ وَهُوَ الْعَزِيزُ الْغَفُورُ (2) Ji bo ku ewa we bi ceribûn e; ka kîjan ji we karekî rindtir dike ewî mirin û jîn afirandî ye. Şixwa ewa bi xweber jî servahatê baxişkar e |
الَّذِي خَلَقَ سَبْعَ سَمَاوَاتٍ طِبَاقًا ۖ مَّا تَرَىٰ فِي خَلْقِ الرَّحْمَٰنِ مِن تَفَاوُتٍ ۖ فَارْجِعِ الْبَصَرَ هَلْ تَرَىٰ مِن فُطُورٍ (3) Ewî ezman bi heft ramaxê (wekîhev) afirandî ye (heryekê ji wan di şopa xwe da digere). Tu di afirandîna ( Yezdan ê ) dilovan da qe to alozîyê nabînî. Îdî tu çav bizvirîn e, ka qe tu (di afirandina wan da) tu alozîyekî di bînî |
ثُمَّ ارْجِعِ الْبَصَرَ كَرَّتَيْنِ يَنقَلِبْ إِلَيْكَ الْبَصَرُ خَاسِئًا وَهُوَ حَسِيرٌ (4) Paşê tu bi car û car çav bizvirîne qe tu (tu alozî nabînî). Ewan çavanê bi bêzarî (ji dîtina kêmaî û alozîyan) bê umîd wê li bal te da bizvirin |
وَلَقَدْ زَيَّنَّا السَّمَاءَ الدُّنْيَا بِمَصَابِيحَ وَجَعَلْنَاهَا رُجُومًا لِّلشَّيَاطِينِ ۖ وَأَعْتَدْنَا لَهُمْ عَذَابَ السَّعِيرِ (5) Bi sond ! me ezmanê cihanê bi sitêrkne wekî çiran çilwulok xemilandî ye. Me ewan sitêrkan ji bona Pelîdan xistin e kevir afîtok (sitêrkê rijok e). Me ji bona (Pelîdan ra) şapata doja hilopît amade kirîye |
وَلِلَّذِينَ كَفَرُوا بِرَبِّهِمْ عَذَابُ جَهَنَّمَ ۖ وَبِئْسَ الْمَصِيرُ (6) Me ji bona wanê ku filetî ya Xuda yê xwe dikin şapata dojê (amade kirîye). Ewa çiqa sikê êwran e |
إِذَا أُلْقُوا فِيهَا سَمِعُوا لَهَا شَهِيقًا وَهِيَ تَفُورُ (7) Gava ewan di nava dojê da têne afîtinê, ewan ji dojê dengê zîqînîyê di behên (tu dibê qey ji hizkirina afîtinê) di hîre û ewa li sed hev da pêt davêj e |
تَكَادُ تَمَيَّزُ مِنَ الْغَيْظِ ۖ كُلَّمَا أُلْقِيَ فِيهَا فَوْجٌ سَأَلَهُمْ خَزَنَتُهَا أَلَمْ يَأْتِكُمْ نَذِيرٌ (8) Nêzîk dibe ku (ewa doja) ji hêrsa ji hev bi çire. Çiqa destek ji wan di nava (dojê da) têne afîtinê, zebanîyê (dojê) ji wan pirs kirîye, « Qe ji bona ew ra hişyarvanekî, ku (hûn ji vê dojê bi dana tirsandinê ) ne hatibû bal we ? » |
قَالُوا بَلَىٰ قَدْ جَاءَنَا نَذِيرٌ فَكَذَّبْنَا وَقُلْنَا مَا نَزَّلَ اللَّهُ مِن شَيْءٍ إِنْ أَنتُمْ إِلَّا فِي ضَلَالٍ كَبِيرٍ (9) Ewan (aha pisyar dane û) gotine, « erê ! bi sond, li bal me da hişyarvan hatibûn, lê me ewan dane derew dêrandinê, me ji wan ra (aha) gotibû, « Yezdan qe tu tişt ne hinartîye, hûn hey di wundabûneke mezin danin. » |
وَقَالُوا لَوْ كُنَّا نَسْمَعُ أَوْ نَعْقِلُ مَا كُنَّا فِي أَصْحَابِ السَّعِيرِ (10) (aha jî) gotibûne, « Şixwa heke me ji wan (hişyrvanan) bi bihîsta û me (ji gotinê wan) hiş hilda, em ne diketine nava hevrîne (agirê) hilopît. » |
فَاعْتَرَفُوا بِذَنبِهِمْ فَسُحْقًا لِّأَصْحَابِ السَّعِيرِ (11) Îdî ewan (bi vênevê gotine), « erê ! me (evan gunehê hanênan) kirine. Îdî (tu dest ji wan berde) bi ra hevalê wî (agirê) hilopît bêne hêrandinê, dûr e (dilovanî ya Yezdan bi kebin) |
إِنَّ الَّذِينَ يَخْشَوْنَ رَبَّهُم بِالْغَيْبِ لَهُم مَّغْفِرَةٌ وَأَجْرٌ كَبِيرٌ (12) Bi rastî ewanê, ku bi dizîka da ji Xuda yê xwe ditirsin hene ! ji bona wan ra baxişkirin û kiryeke mezin heye |
وَأَسِرُّوا قَوْلَكُمْ أَوِ اجْهَرُوا بِهِ ۖ إِنَّهُ عَلِيمٌ بِذَاتِ الصُّدُورِ (13) Hûn (gelî merivan !) axiftinan, çi veşêrin û çi eşkerke bikin (yek e). Loma tişta di singa da heye (Yezdan) pur pê dizane |
أَلَا يَعْلَمُ مَنْ خَلَقَ وَهُوَ اللَّطِيفُ الْخَبِيرُ (14) Ewa bi xweber bi hemî tiştê hûr (dizane û ) agahdar e, ça bi tişta (afirandîye)nizane |
هُوَ الَّذِي جَعَلَ لَكُمُ الْأَرْضَ ذَلُولًا فَامْشُوا فِي مَنَاكِبِهَا وَكُلُوا مِن رِّزْقِهِ ۖ وَإِلَيْهِ النُّشُورُ (15) Ewê, ku zemîn ji bona we ra melûl kirîye heye ! ewa Yezdan e, îdî hûn di nav milê (zemîn da) bigerin û hûn ji rojîne wî bixun. Hey zivirandin li bal (Yezdan) dane |
أَأَمِنتُم مَّن فِي السَّمَاءِ أَن يَخْسِفَ بِكُمُ الْأَرْضَ فَإِذَا هِيَ تَمُورُ (16) Qey hûn ji wanê di ezmana da ewle dibin, ku ewan we di zemîn da nexne xarê? Gava (evan bi vên, ku we di zemîn da bixne xarê) zemîn heman diheje (hûn bixweber di zemîn da diçine xarê) |
أَمْ أَمِنتُم مَّن فِي السَّمَاءِ أَن يُرْسِلَ عَلَيْكُمْ حَاصِبًا ۖ فَسَتَعْلَمُونَ كَيْفَ نَذِيرِ (17) Yajî qeyy hûn ji wanê di zemîn da hene ewle dibin, ku ewan li ser we da bexûrê neşînin? Di nava wê baxûrê da kevirne, ku hûn bi wan bêne kuştinê hebin. Îdî hûnê di nêzîk da bizanin ka hîşyar ya mine bi tirsdanê, çane |
وَلَقَدْ كَذَّبَ الَّذِينَ مِن قَبْلِهِمْ فَكَيْفَ كَانَ نَكِيرِ (18) Bi sond! Ewanê di berya wan da hebûne, hene ! ewan jî (Pêxemberne xwe) dabûne derewdêrandinê, îdî (tu mize bike) ka temtêla wanê,ku (digotin, Xuda) tuneye çane |
أَوَلَمْ يَرَوْا إِلَى الطَّيْرِ فَوْقَهُمْ صَافَّاتٍ وَيَقْبِضْنَ ۚ مَا يُمْسِكُهُنَّ إِلَّا الرَّحْمَٰنُ ۚ إِنَّهُ بِكُلِّ شَيْءٍ بَصِيرٌ (19) Maqey ewan li bal wan çûkne, ku li ser wan da ref girtine û baskê xwe diweşînin û req dikin, mêze nakin? Ewan (çûkan) di hewa da hey (Yezdan ê) dilovan digire. Loma bi rastî ewa hemî tiştîdibîne |
أَمَّنْ هَٰذَا الَّذِي هُوَ جُندٌ لَّكُمْ يَنصُرُكُم مِّن دُونِ الرَّحْمَٰنِ ۚ إِنِ الْكَافِرُونَ إِلَّا فِي غُرُورٍ (20) Qey ji pêştirê (Yezdan ê) dilovan, evan leşkerne wene hanênan wê we (ji şapata Yezdan) biparisînin? Bi rastî file di xapandinêdanin |
أَمَّنْ هَٰذَا الَّذِي يَرْزُقُكُمْ إِنْ أَمْسَكَ رِزْقَهُ ۚ بَل لَّجُّوا فِي عُتُوٍّ وَنُفُورٍ (21) Qey heke(Yezdan) rojîna xwe ji we bide girtinê, evanê hanê wê ji we ra rojînan bidin? (Tu kes nikare bide!) lê ewan di înça xwe da tekoşînê dikin û (ji rastîyê) vedicinikin |
أَفَمَن يَمْشِي مُكِبًّا عَلَىٰ وَجْهِهِ أَهْدَىٰ أَمَّن يَمْشِي سَوِيًّا عَلَىٰ صِرَاطٍ مُّسْتَقِيمٍ (22) Maqey ewê, ku deverû diçe, ewa li ser rîyaraste yan jî ewê li ser rîyarast diçe hatîye rîyarast |
قُلْ هُوَ الَّذِي أَنشَأَكُمْ وَجَعَلَ لَكُمُ السَّمْعَ وَالْأَبْصَارَ وَالْأَفْئِدَةَ ۖ قَلِيلًا مَّا تَشْكُرُونَ (23) (Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: “Ewê hûn afirindine heye! Ewa Yezdan e. Ewî ji bona we ra goh û çav û dil çêkirîye. Hûn çiqa hindik sipasî ya (wî) dikin!“ |
قُلْ هُوَ الَّذِي ذَرَأَكُمْ فِي الْأَرْضِ وَإِلَيْهِ تُحْشَرُونَ (24) (Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha jî) bêje: “ewê hûn di zemîn da çandine heye! Ewa (Yezdan e) hûnê li bal wî da bêne civandinê.“ |
وَيَقُولُونَ مَتَىٰ هَٰذَا الْوَعْدُ إِن كُنتُمْ صَادِقِينَ (25) Ewan ji te (aha dipirsin) û dibêjin: “heke hûn rastbêjin, ka danê wê (şapatê) kîngeye?“ |
قُلْ إِنَّمَا الْعِلْمُ عِندَ اللَّهِ وَإِنَّمَا أَنَا نَذِيرٌ مُّبِينٌ (26) Tu (pisyara wan aha bide) û bêje: “ zanîna wî danî hey li bal Yezdan e. Ez bi xweber jî hey hişyardarekî xwuyame.“ |
فَلَمَّا رَأَوْهُ زُلْفَةً سِيئَتْ وُجُوهُ الَّذِينَ كَفَرُوا وَقِيلَ هَٰذَا الَّذِي كُنتُم بِهِ تَدَّعُونَ (27) Îdî gava ewan (nabaweran) ewa (aşîta) di nêzîk da dîtine, rûyê wanê bûne file sikbûya (ji wan ra aha) hatîye gotinê: “ewa şapata we dixwest evaye.“ |
قُلْ أَرَأَيْتُمْ إِنْ أَهْلَكَنِيَ اللَّهُ وَمَن مَّعِيَ أَوْ رَحِمَنَا فَمَن يُجِيرُ الْكَافِرِينَ مِنْ عَذَابٍ أَلِيمٍ (28) (Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: “hûn mêze bikin, heke Yezdan min û ewanê bi min ra teşqele bike, yan jî dilovanî ya xwe li me bike (em bi xweber qayîlin loma ewa Xuda yê me ye, lê gelo) îdî kê dikare filan ji şapata dilsoz biparêsîne?“ |
قُلْ هُوَ الرَّحْمَٰنُ آمَنَّا بِهِ وَعَلَيْهِ تَوَكَّلْنَا ۖ فَسَتَعْلَمُونَ مَنْ هُوَ فِي ضَلَالٍ مُّبِينٍ (29) (Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha jî) bêje: “parisvan hey (Yezdan ê) dilovan e, me bi wî bawer kirîyeû me xwe hispartîye wî, îdî hûnê di nêzîk da bizanin ka kîjan di rê wundabûna xûyadane.“ |
قُلْ أَرَأَيْتُمْ إِنْ أَصْبَحَ مَاؤُكُمْ غَوْرًا فَمَن يَأْتِيكُم بِمَاءٍ مَّعِينٍ (30) Tu (ji wan ra aha jî) bêje: “hûn mêze bikin; heke ava we di (zemîn da) here xarê û bimirçiqe, îdî gelo ji we ra kîjan dikare aveke nexwuyaî bide zayînê bîne?“ |