المص (1) M. S. (Arşa van tîpan hey Yezdan dizane) |
كِتَابٌ أُنزِلَ إِلَيْكَ فَلَا يَكُن فِي صَدْرِكَ حَرَجٌ مِّنْهُ لِتُنذِرَ بِهِ وَذِكْرَىٰ لِلْمُؤْمِنِينَ (2) Eva pirtûkeke li bal te da hatîye hînartinê. Îdî ji bo ku tu bi wê (pirtûkê merivan) bidî hişyarkirinê û ji bona ku tu bawergeran (bi qencîyan) şîret bikî, bira qe tu tengasî di singê te da çê nebe |
اتَّبِعُوا مَا أُنزِلَ إِلَيْكُم مِّن رَّبِّكُمْ وَلَا تَتَّبِعُوا مِن دُونِهِ أَوْلِيَاءَ ۗ قَلِيلًا مَّا تَذَكَّرُونَ (3) (Gelî bawergeran!) Hûn bibne peyrewê wan biryarên, ku ji Xudayê we li bal we da hatîye hînartinê û hûn ji pêştirê peyrewîya (wan biryaran) peyrawîya tu dostî nekin. Hûn çiqa hindik şîretan hil didin |
وَكَم مِّن قَرْيَةٍ أَهْلَكْنَاهَا فَجَاءَهَا بَأْسُنَا بَيَاتًا أَوْ هُمْ قَائِلُونَ (4) Û çiqa niştiman, me teşqele kirine! Îdî gava şapata me bi wan da hatîye; ya ewan di şevê da razabûne, ya jî ewan di (nava royê da) di mijûlbûn û razanê da bûne (haja wan bi hatina teşqele tune bûye) |
فَمَا كَانَ دَعْوَاهُمْ إِذْ جَاءَهُم بَأْسُنَا إِلَّا أَن قَالُوا إِنَّا كُنَّا ظَالِمِينَ (5) Îdî di gava ku şapata me bi wan da hatîye (hey ewan aha gazî kirine û) gotine: "Bi rastî em cewrkar bûne |
فَلَنَسْأَلَنَّ الَّذِينَ أُرْسِلَ إِلَيْهِمْ وَلَنَسْأَلَنَّ الْمُرْسَلِينَ (6) Bi sond! Îdî emê ji wî komalê ku (pêxember) li bal wan da hatine şandinê pirs bikin û emê ji wan pêxemberan jî bipirsin (ka ewan koma wan bi gotina wan kirine, ya ne kirine) |
فَلَنَقُصَّنَّ عَلَيْهِم بِعِلْمٍ ۖ وَمَا كُنَّا غَائِبِينَ (7) Îdî bi sond! Emê ji wan ra (bûyerên borî) bi zanîn bêjin û em bi xweber jî (ji kirina wan) penha nînin |
وَالْوَزْنُ يَوْمَئِذٍ الْحَقُّ ۚ فَمَن ثَقُلَتْ مَوَازِينُهُ فَأُولَٰئِكَ هُمُ الْمُفْلِحُونَ (8) Di wê roya (rabûna hemû da) kêş rast e (qe tu kêmayê wê tune ye). Îdî kêşa kîjanî giran be, ewanê fereste bûyî îdî evan bi xweber in |
وَمَنْ خَفَّتْ مَوَازِينُهُ فَأُولَٰئِكَ الَّذِينَ خَسِرُوا أَنفُسَهُم بِمَا كَانُوا بِآيَاتِنَا يَظْلِمُونَ (9) Û kêşa kîjanî jî sivik be, îdî ewanê ku bi rastî bi sedema berateyên me, li xwe cewr kirine û zîyana xwe kirine, evan in |
وَلَقَدْ مَكَّنَّاكُمْ فِي الْأَرْضِ وَجَعَلْنَا لَكُمْ فِيهَا مَعَايِشَ ۗ قَلِيلًا مَّا تَشْكُرُونَ (10) Û bi sond! Me hûn di zemîn da êwirandine û me ji bona we ra di zemîn da dilik û xwarin, pêk anîne. Hûn çiqa hindik sipazî dikin |
وَلَقَدْ خَلَقْنَاكُمْ ثُمَّ صَوَّرْنَاكُمْ ثُمَّ قُلْنَا لِلْمَلَائِكَةِ اسْجُدُوا لِآدَمَ فَسَجَدُوا إِلَّا إِبْلِيسَ لَمْ يَكُن مِّنَ السَّاجِدِينَ (11) Û bi sond! Me hûn afirandine. Me paşê ji bona we ra rûçik û temtêl daye, me paşê (ji bona firitan ra aha) gotîye: "Gelî firiştan! Hûn ji bona (nişa kesan ra) kunde beherin." Îdî ji pêştirê pelîd (firiştan hemûşk jî) ji bona (nişa kesan ra) kunde birin. Bi rastî pelîd ne bûye ji wanê kundeke |
قَالَ مَا مَنَعَكَ أَلَّا تَسْجُدَ إِذْ أَمَرْتُكَ ۖ قَالَ أَنَا خَيْرٌ مِّنْهُ خَلَقْتَنِي مِن نَّارٍ وَخَلَقْتَهُ مِن طِينٍ (12) (Yezdan ji bo na pelîd ra aha) gotîye: "Gava min fermana te kirîye, ka ji bona çi te kunde (ji bona nişa kesan ra) ne bir? (Pelîd ji bona wî ra aha) gotîye: "Bi rastî ez ji wî çêtir im; Te ez ji agir afirandime û ewa jî ji heryê afirandîye |
قَالَ فَاهْبِطْ مِنْهَا فَمَا يَكُونُ لَكَ أَن تَتَكَبَّرَ فِيهَا فَاخْرُجْ إِنَّكَ مِنَ الصَّاغِرِينَ (13) (Yezdan aha) gotîye: "Îdî, di naha da ji wura berjêr be, di wura da ji bona te ra qe tu maf tune ye, ku tu xwe qure bikî (bi gotina min nekî). Îdî tu (ji wura) derkebe, bi rastî tu ji wanê piçûk û riswayî |
قَالَ أَنظِرْنِي إِلَىٰ يَوْمِ يُبْعَثُونَ (14) (Pelîd ji bona wî ra aha) gotîye: "Ka, barî tu heya danê (meriv) radibin; têne civînê ji bona min ra firsetê bide, gav bihêle |
قَالَ إِنَّكَ مِنَ الْمُنظَرِينَ (15) (Yezdan ji bona wî ra aha) gotîye: "Bi rastî ewanê ku ji wan ra dan hatîye dayînê hene! Tu ji wan î |
قَالَ فَبِمَا أَغْوَيْتَنِي لَأَقْعُدَنَّ لَهُمْ صِرَاطَكَ الْمُسْتَقِيمَ (16) (Pelîd aha) gotîye: "Bi sond! Ji ber ku te ez bi sedema wan qewirandim, ezê ji bona wan ra rêya te ya rast daynim |
ثُمَّ لَآتِيَنَّهُم مِّن بَيْنِ أَيْدِيهِمْ وَمِنْ خَلْفِهِمْ وَعَنْ أَيْمَانِهِمْ وَعَن شَمَائِلِهِمْ ۖ وَلَا تَجِدُ أَكْثَرَهُمْ شَاكِرِينَ (17) Paşê ezê di pêşya wan da û di paşîya wan da û di rast u çepê wan da, êrişê bînim wan û tu îdî rast nayê, ku pirê wan ji (bona te ra) sipazkar bin |
قَالَ اخْرُجْ مِنْهَا مَذْءُومًا مَّدْحُورًا ۖ لَّمَن تَبِعَكَ مِنْهُمْ لَأَمْلَأَنَّ جَهَنَّمَ مِنكُمْ أَجْمَعِينَ (18) (Yezdan ji bona wî ra aha) gotîye: "Ka, tu bi riswayî û deherandî ji wura derkebe. Bi sond! (Ji merivan kîjan) bibe peyrewê te (bira ewan bizanin!) ezê ji we hemûşkan dojê tijî bikim |
وَيَا آدَمُ اسْكُنْ أَنتَ وَزَوْجُكَ الْجَنَّةَ فَكُلَا مِنْ حَيْثُ شِئْتُمَا وَلَا تَقْرَبَا هَٰذِهِ الشَّجَرَةَ فَتَكُونَا مِنَ الظَّالِمِينَ (19) Adem! Tu û bi jina xwe va di bihiştê da biêwirin, îdî hûn herduk ça li kêderê, bi çi awayî hez dikin, wusa bixun û hûn herduk jî nêzîkê vê dara hanê nebin, îdî heke hûn (nêzîkê vê darê bibin) hûnê herduk jî bibne ji wanê cewrkar |
فَوَسْوَسَ لَهُمَا الشَّيْطَانُ لِيُبْدِيَ لَهُمَا مَا وُورِيَ عَنْهُمَا مِن سَوْآتِهِمَا وَقَالَ مَا نَهَاكُمَا رَبُّكُمَا عَنْ هَٰذِهِ الشَّجَرَةِ إِلَّا أَن تَكُونَا مَلَكَيْنِ أَوْ تَكُونَا مِنَ الْخَالِدِينَ (20) Îdî pelîd ji bona wan herdukan awurte çê kirîye; ji bo ku ji wan herdukan ra, ji gewdê wan ewan cîyê sikê ku veşartina wî, ji wan herdukan ra hatibû fermankirinê, xûya be; ji wan ra (aha) gotîye: "Xudayê we ji bo ku hûn herduk nebine du firişte, ya jî hûn herduk (di bihiştê da) tum carî nemînin, hûn ji xarina vê darê dane para da (ji pêştirê vî tu sedemên ma! Tune ne) |
وَقَاسَمَهُمَا إِنِّي لَكُمَا لَمِنَ النَّاصِحِينَ (21) Û (pelîd) ji wan herdukan ra jî sond xwarîye; bi rastî ez ji bona we herdukan ra jî şîretan dikim |
فَدَلَّاهُمَا بِغُرُورٍ ۚ فَلَمَّا ذَاقَا الشَّجَرَةَ بَدَتْ لَهُمَا سَوْآتُهُمَا وَطَفِقَا يَخْصِفَانِ عَلَيْهِمَا مِن وَرَقِ الْجَنَّةِ ۖ وَنَادَاهُمَا رَبُّهُمَا أَلَمْ أَنْهَكُمَا عَن تِلْكُمَا الشَّجَرَةِ وَأَقُل لَّكُمَا إِنَّ الشَّيْطَانَ لَكُمَا عَدُوٌّ مُّبِينٌ (22) Îdî (pelîd) ewan herduk jî, bi xapandin ji şûna wan dane şimitandinê, di gava ewan herdukan ji darê çeşne kirine, ji herdukan ra şûna sikatîya wan xûya bûye. Ewan herdukan ji bona veşartina wan herdu cîyên sikên ji gewdê xwe, belg ji darê bihişti berev kirin, dane ser wan herdu qulên gewdê xwe. Û Xudayê wan (aha) gazî wan kirîye: "Qey min hûn ji xwarina berê wê darê ne dabûne paradanê û min ji bona we herdukan ra ne gotibû; bi rastî pelîd ji bona we herdukan ra jî neyarekî xûya ye |
قَالَا رَبَّنَا ظَلَمْنَا أَنفُسَنَا وَإِن لَّمْ تَغْفِرْ لَنَا وَتَرْحَمْنَا لَنَكُونَنَّ مِنَ الْخَاسِرِينَ (23) Ewan herdukan (aha) gotine: "Xudayê me! Bi rastî me bi xweber li xwe cewr kirîye û heke tu ji bona me ra baxişandinê nekî û tu li me dilovînî nekî bi sond! Emê bibne ji wanê zîyankar |
قَالَ اهْبِطُوا بَعْضُكُمْ لِبَعْضٍ عَدُوٌّ ۖ وَلَكُمْ فِي الْأَرْضِ مُسْتَقَرٌّ وَمَتَاعٌ إِلَىٰ حِينٍ (24) (Xuda ji wan ra aha) gotîye: "Hûn hemûşk jî (ji bihiştê) berjêr bin; hinekên we ji bona hinekên we ra (di cîhanê da) neyar in û ji bona we ra di zemîn da heya danekî, jîn û êwir heye |
قَالَ فِيهَا تَحْيَوْنَ وَفِيهَا تَمُوتُونَ وَمِنْهَا تُخْرَجُونَ (25) (Xuda) gotîye: "Hûnê (di zemîn da) bijîn û hûnê di wî da bimirin û hûnê ji wî (paşê zinde bin) derkebin |
يَا بَنِي آدَمَ قَدْ أَنزَلْنَا عَلَيْكُمْ لِبَاسًا يُوَارِي سَوْآتِكُمْ وَرِيشًا ۖ وَلِبَاسُ التَّقْوَىٰ ذَٰلِكَ خَيْرٌ ۚ ذَٰلِكَ مِنْ آيَاتِ اللَّهِ لَعَلَّهُمْ يَذَّكَّرُونَ (26) Gelî zarên Adem! Bi rastî me li ser we da kincên wusa hinartîne; ewan kincan sikatîyên we vedişerin û we dixemilînin jî û kinca (Xuda) parisî ji van çêtir e. Ewan (kincan) ji berateyên Yezdan in, dibe ku ewan ji wan berateyên wî şîret hildin |
يَا بَنِي آدَمَ لَا يَفْتِنَنَّكُمُ الشَّيْطَانُ كَمَا أَخْرَجَ أَبَوَيْكُم مِّنَ الْجَنَّةِ يَنزِعُ عَنْهُمَا لِبَاسَهُمَا لِيُرِيَهُمَا سَوْآتِهِمَا ۗ إِنَّهُ يَرَاكُمْ هُوَ وَقَبِيلُهُ مِنْ حَيْثُ لَا تَرَوْنَهُمْ ۗ إِنَّا جَعَلْنَا الشَّيَاطِينَ أَوْلِيَاءَ لِلَّذِينَ لَا يُؤْمِنُونَ (27) Gelî zarên Adem! (Bira haja we ji we hebe) ça pelid, da û bav û kalên we (xapandin) ewan ji bihiştê derxistine wî ji wan (da û bavê we) kincê wan rût kirîye, ji bo ku ji wan herdukan ra sikatîyên wan bêne xûyandinê, bira pelîd we jî wusa neke. Loma cîyên qe hûn pelîd nabînin, pelîd bi tevê komalê xwe va, we di wura da dibînin. Bi rastî me pelîd ji bona wanê, ku bawer nakin xistîye serkar |
وَإِذَا فَعَلُوا فَاحِشَةً قَالُوا وَجَدْنَا عَلَيْهَا آبَاءَنَا وَاللَّهُ أَمَرَنَا بِهَا ۗ قُلْ إِنَّ اللَّهَ لَا يَأْمُرُ بِالْفَحْشَاءِ ۖ أَتَقُولُونَ عَلَى اللَّهِ مَا لَا تَعْلَمُونَ (28) (Ewanê bawer nakin hene!) Ewanan di gava tiştekî maştoqî kiribin (aha) dibêjin: "Em rastê bav û kalê xwe hatin (ewan jî ewan kirinên hanênan) dikirin û şixwa Yezdan bi xweber jî fermana me kirîye (ku emê wan kirinan bikin)." Tu (ji wan ra aha) bêje: "Bi rastî Yezdan fermana (bi kirina) sikatîyan nake. Hûn ça tişta qe tu zanîna we pê tune ye (li ser navê) Yezdan dibêjin |
قُلْ أَمَرَ رَبِّي بِالْقِسْطِ ۖ وَأَقِيمُوا وُجُوهَكُمْ عِندَ كُلِّ مَسْجِدٍ وَادْعُوهُ مُخْلِصِينَ لَهُ الدِّينَ ۚ كَمَا بَدَأَكُمْ تَعُودُونَ (29) Tu bêje: "Xudayê min fermana bi dadvanîyê kirîye. Û hûn berê xwe di hemûşk mizgevtan da li bal wî bi tenê da bizvirînin (ji wî bi tenê ra perestî bikin) û hûn hey xwurî gazî wî bi tenê bikin, "ol"a rastî hey ji bona wî ra ne. Ewî ça di cara yekem da hûn afirandine, hûnê (dîsa) di para da li bal wî da bizivirin |
فَرِيقًا هَدَىٰ وَفَرِيقًا حَقَّ عَلَيْهِمُ الضَّلَالَةُ ۗ إِنَّهُمُ اتَّخَذُوا الشَّيَاطِينَ أَوْلِيَاءَ مِن دُونِ اللَّهِ وَيَحْسَبُونَ أَنَّهُم مُّهْتَدُونَ (30) (Ewî) destek anîye rêya rast û li ser destekî jî rêya wundabûnê maf kirîye. Loma (ewî desta rê wundabûyî) ji pêştirê Yezdan, pelîd ji xwe ra serkar girtibûne û ewan goman dikirin jî, ku ewanê di rêya rast da, ewan bi xweber in |
۞ يَا بَنِي آدَمَ خُذُوا زِينَتَكُمْ عِندَ كُلِّ مَسْجِدٍ وَكُلُوا وَاشْرَبُوا وَلَا تُسْرِفُوا ۚ إِنَّهُ لَا يُحِبُّ الْمُسْرِفِينَ (31) Gelî zarên Adem! Hûn li bal hemû mizgevtan da xemla xwe li xwe bikin û hûn bixun û vexun û hûn dest belavbûnê nekin. Bi rastî (Yezdan) ji destbelavan hez nake |
قُلْ مَنْ حَرَّمَ زِينَةَ اللَّهِ الَّتِي أَخْرَجَ لِعِبَادِهِ وَالطَّيِّبَاتِ مِنَ الرِّزْقِ ۚ قُلْ هِيَ لِلَّذِينَ آمَنُوا فِي الْحَيَاةِ الدُّنْيَا خَالِصَةً يَوْمَ الْقِيَامَةِ ۗ كَذَٰلِكَ نُفَصِّلُ الْآيَاتِ لِقَوْمٍ يَعْلَمُونَ (32) (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Gelo ewê ku ewan rozîyên tîtalên xweş û xemla Yezdan ji bona bendeyên xwe ra derxistîye ne durist dike, kê ye?" (Ewan ji pisyarê bêzar dibin) tu (ji wan ra aha) bêje: "(Ewanê ewle) û bawer kirine hene! (Evan xwarin û xakirin û xemla) cîhanî ji bona wan ra ne. Lê di roya Qarsê da jî hey xurî ji bona bawergera ra ne." Em bi vî awayî beratan ji bona komalê zana ra vedikin |
قُلْ إِنَّمَا حَرَّمَ رَبِّيَ الْفَوَاحِشَ مَا ظَهَرَ مِنْهَا وَمَا بَطَنَ وَالْإِثْمَ وَالْبَغْيَ بِغَيْرِ الْحَقِّ وَأَن تُشْرِكُوا بِاللَّهِ مَا لَمْ يُنَزِّلْ بِهِ سُلْطَانًا وَأَن تَقُولُوا عَلَى اللَّهِ مَا لَا تَعْلَمُونَ (33) Tu (ji wan ra aha) bêje: "Bi rastî Xudayê min hey (evanê hanênan) ne durist kiriye. Hemûşk maştoqî; çi xûyayî û çi penhayî û gonehkarî û cewrên bê maf û ewa hevrîtîya, ku qe tu tişt bi hevrîtîya wan ne hatîye hinartin jî hûn dîsa ji bona Yezdan ra hevrêyan çê dikin û ewan tiştên ku hûn li ser (navê) Yezdan dibêjin, qe tu zanîna we jî bi wan tune ye |
وَلِكُلِّ أُمَّةٍ أَجَلٌ ۖ فَإِذَا جَاءَ أَجَلُهُمْ لَا يَسْتَأْخِرُونَ سَاعَةً ۖ وَلَا يَسْتَقْدِمُونَ (34) Û ji bona her komekî ra danê wî heye. Îdî gava danê wan hatibe, ewan qe qat hijmarekî jî para nakebin û pê ra jî nakebin; (di gava xwe da diçin) |
يَا بَنِي آدَمَ إِمَّا يَأْتِيَنَّكُمْ رُسُلٌ مِّنكُمْ يَقُصُّونَ عَلَيْكُمْ آيَاتِي ۙ فَمَنِ اتَّقَىٰ وَأَصْلَحَ فَلَا خَوْفٌ عَلَيْهِمْ وَلَا هُمْ يَحْزَنُونَ (35) Gelî zarên Adem! Di gava ji we pêxemberên, ku biryarên min ji we ra bixûnin hatibin bal we, îdî kîjan xudaparisî bike û aştîkarî bike, li ser wan qe tu tirsa (şapatdan) û mirûzîya (ji kêm xelatdanê) tune ye |
وَالَّذِينَ كَذَّبُوا بِآيَاتِنَا وَاسْتَكْبَرُوا عَنْهَا أُولَٰئِكَ أَصْحَابُ النَّارِ ۖ هُمْ فِيهَا خَالِدُونَ (36) Û ewanê ku biryarên me dane derewdêrandinê û quretî kirine (bawer ne kirine) hene! Evan in ku hevalên agir in û ewan di agirda jî hey dimînin |
فَمَنْ أَظْلَمُ مِمَّنِ افْتَرَىٰ عَلَى اللَّهِ كَذِبًا أَوْ كَذَّبَ بِآيَاتِهِ ۚ أُولَٰئِكَ يَنَالُهُمْ نَصِيبُهُم مِّنَ الْكِتَابِ ۖ حَتَّىٰ إِذَا جَاءَتْهُمْ رُسُلُنَا يَتَوَفَّوْنَهُمْ قَالُوا أَيْنَ مَا كُنتُمْ تَدْعُونَ مِن دُونِ اللَّهِ ۖ قَالُوا ضَلُّوا عَنَّا وَشَهِدُوا عَلَىٰ أَنفُسِهِمْ أَنَّهُمْ كَانُوا كَافِرِينَ (37) Îdî gelo ji wanê ku (li ser navê) Yezdan viran dikin û ya jî biryarên wî dabine derewdêrandinê, cewrkartir kê hene? Ewanê ku para wanê ji pirtûkê digihîje wan, evan in. (Ewan bi wan xarin û xakirinan bi xweşî dijîn) heya gava Saîyên me ne (can sitandanok) hatibine bal wan, canê wan distînin (ji wan ra aha) gotine: "Ka ewan tiştên ku we ji pêştirê Yezdan ji wan ra perestî dikirin, kêderê ne?" Ewan (aha pisyar dane) gotine: "Ewan em (hîştin) wunda bûne." Ewanan bi xweber li ser xwe şahidî dane, ku ewanan bi rastî file bûne |
قَالَ ادْخُلُوا فِي أُمَمٍ قَدْ خَلَتْ مِن قَبْلِكُم مِّنَ الْجِنِّ وَالْإِنسِ فِي النَّارِ ۖ كُلَّمَا دَخَلَتْ أُمَّةٌ لَّعَنَتْ أُخْتَهَا ۖ حَتَّىٰ إِذَا ادَّارَكُوا فِيهَا جَمِيعًا قَالَتْ أُخْرَاهُمْ لِأُولَاهُمْ رَبَّنَا هَٰؤُلَاءِ أَضَلُّونَا فَآتِهِمْ عَذَابًا ضِعْفًا مِّنَ النَّارِ ۖ قَالَ لِكُلٍّ ضِعْفٌ وَلَٰكِن لَّا تَعْلَمُونَ (38) (Yezdan ji wan ra aha) gotîye: "Hûn di nava wan komên; ku di berya we da ji meçêtir û kesan borîne, bikebine nava agir." Çiqa komek ketibe (agir, ewê komê) li wê koma xûşka xweya (borî), deherandin kirîye. Di gava ku hemûşk (di dojê da) dicivin, ewanê paş hatîye wan ji bona ser koçên xwe ra (aha) gotine: "Xudayê me! Evanê hanê nabûn bi rastî ewan em ji rêya rast derxistibûn, îdî tu ji bona wan ra ji agir şapateke ducarî bide." (Yezdan aha) dibêje: "Ji bona hemûşkan ra jî (ji şapata agir) ducarî heye, lê hûn pê nizanin |
وَقَالَتْ أُولَاهُمْ لِأُخْرَاهُمْ فَمَا كَانَ لَكُمْ عَلَيْنَا مِن فَضْلٍ فَذُوقُوا الْعَذَابَ بِمَا كُنتُمْ تَكْسِبُونَ (39) Û serkoçên wan jî, ji bona paş (koçên wan ra aha) gotine: "Bi rastî ji bona we ra li ser me tu mezinayî û rûmet tune ye, îdî hûn jî ji bona wê keda we kirî şapatê çeşne bikin (ka çane) |
إِنَّ الَّذِينَ كَذَّبُوا بِآيَاتِنَا وَاسْتَكْبَرُوا عَنْهَا لَا تُفَتَّحُ لَهُمْ أَبْوَابُ السَّمَاءِ وَلَا يَدْخُلُونَ الْجَنَّةَ حَتَّىٰ يَلِجَ الْجَمَلُ فِي سَمِّ الْخِيَاطِ ۚ وَكَذَٰلِكَ نَجْزِي الْمُجْرِمِينَ (40) Bi rastî ewanê ku berateyên me dane derewdêrandinê û ji bawerya bi wan poz bilind kirine (bi wan beratan bawer ne kirine) hene! Ji bona wan ra derê ezmanan venabe heya pîlete-coban di qulika derzîyê da derbas nebe ewan nakebine bihiştê. Û em bi vî awayî gonehkaran celat dikin |
لَهُم مِّن جَهَنَّمَ مِهَادٌ وَمِن فَوْقِهِمْ غَوَاشٍ ۚ وَكَذَٰلِكَ نَجْزِي الظَّالِمِينَ (41) Ji bona wan ra ji doja hilopîtik da çincil û li ser wan da jî (ji agir) perde hene. Em bi vî awayî cewrkaran celat dikin |
وَالَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ لَا نُكَلِّفُ نَفْسًا إِلَّا وُسْعَهَا أُولَٰئِكَ أَصْحَابُ الْجَنَّةِ ۖ هُمْ فِيهَا خَالِدُونَ (42) Û ewanê bawer kirine û karê aştî kirine hene! Şixwa hevrîyên bihiştê evan in, evan in ku di bihiştê da her dimînin. Em ji bona her canekî ra ji pêştirê hêza wî fermana wî bikirina qencîyan nakin |
وَنَزَعْنَا مَا فِي صُدُورِهِم مِّنْ غِلٍّ تَجْرِي مِن تَحْتِهِمُ الْأَنْهَارُ ۖ وَقَالُوا الْحَمْدُ لِلَّهِ الَّذِي هَدَانَا لِهَٰذَا وَمَا كُنَّا لِنَهْتَدِيَ لَوْلَا أَنْ هَدَانَا اللَّهُ ۖ لَقَدْ جَاءَتْ رُسُلُ رَبِّنَا بِالْحَقِّ ۖ وَنُودُوا أَن تِلْكُمُ الْجَنَّةُ أُورِثْتُمُوهَا بِمَا كُنتُمْ تَعْمَلُونَ (43) Û me ji dilê wan hemû tiştên, ku kovanî dikin rakirîye, di binê (ewra wan da) çem dikişin. Ewan (bihiştîyan di wê gavê da aha) gotine: "Ew Yezdanê, ku em li bal van qencîyan da anîne heye! Çiqa sipazî hene, hemî ji bona wî ra ne, heke Yezdan em li bal (van qencîyan) ne anîbûnan şixwa em bi xweber li bal (van qencîyan da) ne dihatin. Bi sond! Pêxemberên Xudayê me, bi maf û bi rastî hatine (gotinê wan rast bûye). Û (ji bona wan ra aha tê) gazîkirinê: "Ewa bihişta ku we bi kirinê xwe ji bona xwe ra xistîye mîrat, eva ye |
وَنَادَىٰ أَصْحَابُ الْجَنَّةِ أَصْحَابَ النَّارِ أَن قَدْ وَجَدْنَا مَا وَعَدَنَا رَبُّنَا حَقًّا فَهَلْ وَجَدتُّم مَّا وَعَدَ رَبُّكُمْ حَقًّا ۖ قَالُوا نَعَمْ ۚ فَأَذَّنَ مُؤَذِّنٌ بَيْنَهُمْ أَن لَّعْنَةُ اللَّهِ عَلَى الظَّالِمِينَ (44) Û havalên bihiştê li bal hevalên agir da (aha) gazî kirine: "Gelî dojewîyan! Bi rastî çi tişta ku Xudayê me ji bona me ra peyman dabû, em bi mafî rast hatin, îdî gelo hûn jî rastê wê (şapata) ku Xudayê we ji bona we ra peyman kiribû bi mafî rast hatin?" (Ewan hevalên agir aha) gotine: "Erê! (Em rast hatin; peymana wî bi mafî rast e)." Îdî di nava wan herdu desteyên (hevalên bihiştî û agir da aha) tê bangdanê: "Deherandina Yezdan li ser wanê cewrkar be |
الَّذِينَ يَصُدُّونَ عَن سَبِيلِ اللَّهِ وَيَبْغُونَهَا عِوَجًا وَهُم بِالْآخِرَةِ كَافِرُونَ (45) Ewanan, ew kes in ku merivan ji rêya Yezdan didane para da û divan, ku ewê rê li ber merivan xar bikin. Şixwa ewan bi xweber bi dan û gavê para da jî bawer nakin |
وَبَيْنَهُمَا حِجَابٌ ۚ وَعَلَى الْأَعْرَافِ رِجَالٌ يَعْرِفُونَ كُلًّا بِسِيمَاهُمْ ۚ وَنَادَوْا أَصْحَابَ الْجَنَّةِ أَن سَلَامٌ عَلَيْكُمْ ۚ لَمْ يَدْخُلُوهَا وَهُمْ يَطْمَعُونَ (46) Û di nava wan herdu (hevalên bihiştî û dojê da) perdek heye; li ser pisporêyayê (di nava wan herdukan da) mêrên wusa hene! Ewan (bihiştî û dojewîyan) hemûşkan jî bi rûçikê wan nas dikin (ewan mêran aha) gazî hevrîyên bihiştê kirine: "Selam li we be (xwazîyên xweş ji bona we ra be). Evan (meran) hêj ne ketibûne (bihiştê) lê ewan divan, ku îdî herne bihiştê |
۞ وَإِذَا صُرِفَتْ أَبْصَارُهُمْ تِلْقَاءَ أَصْحَابِ النَّارِ قَالُوا رَبَّنَا لَا تَجْعَلْنَا مَعَ الْقَوْمِ الظَّالِمِينَ (47) Û di gava ku berê wan meran li alîyê hevalên dojê da hatîye fetilandinê (ewan dîtine aha) gotine: "Xudayê me! Tume bi wan komalê cewrkar ra negerîne |
وَنَادَىٰ أَصْحَابُ الْأَعْرَافِ رِجَالًا يَعْرِفُونَهُم بِسِيمَاهُمْ قَالُوا مَا أَغْنَىٰ عَنكُمْ جَمْعُكُمْ وَمَا كُنتُمْ تَسْتَكْبِرُونَ (48) Û hevalên li ser pisporêya (ku di nava bihişt û dojê da hene) gazî hinek mêrên dojewî kirine; (ewan hevalan evan mêran bi rûçikê wan nas dikin, aha ji wan ra) gotine: "(Hûn dibînin) ku qe koma we û quretîya we, hûn ji şapatan nedane paradanê |
أَهَٰؤُلَاءِ الَّذِينَ أَقْسَمْتُمْ لَا يَنَالُهُمُ اللَّهُ بِرَحْمَةٍ ۚ ادْخُلُوا الْجَنَّةَ لَا خَوْفٌ عَلَيْكُمْ وَلَا أَنتُمْ تَحْزَنُونَ (49) Mezinê filan ewan bihiştîyan dane nîşanê hev, ji hev ra aha gotine:" Ewanê, we sond dixwar ku ji bona van ra ji Yezdan qe tu dilovînî nagîhije wan, evan bihiştîyan nînin?" Îdî hûn bikebine bihiştê tu tirsa (ji şapatdan) û mirûzîya (ji kêm xelatdanê) li ser we tune ye |
وَنَادَىٰ أَصْحَابُ النَّارِ أَصْحَابَ الْجَنَّةِ أَنْ أَفِيضُوا عَلَيْنَا مِنَ الْمَاءِ أَوْ مِمَّا رَزَقَكُمُ اللَّهُ ۚ قَالُوا إِنَّ اللَّهَ حَرَّمَهُمَا عَلَى الْكَافِرِينَ (50) Û hevrîyên agirî gazî hevrîyên bihiştî kirine (aha ji wan dilxwazî kirine): "Hûn (gelî hevrîyên bihiştê) hinekî ji ava xwe, ya jî hûn hine ji wan rozîyên, ku Yezdan bi dilikî daye we li ser me da biherikînin." Hevrîyên bihiştê (ji wan hevrîyênê agirê bawarkar ra aha) gotine: "Bi rastî Yezdan ewan herduk jî li ser filan ne durist kirine |
الَّذِينَ اتَّخَذُوا دِينَهُمْ لَهْوًا وَلَعِبًا وَغَرَّتْهُمُ الْحَيَاةُ الدُّنْيَا ۚ فَالْيَوْمَ نَنسَاهُمْ كَمَا نَسُوا لِقَاءَ يَوْمِهِمْ هَٰذَا وَمَا كَانُوا بِآيَاتِنَا يَجْحَدُونَ (51) Ewan filan "ol"a xwe xistine dilxwazî û leyîztik. Bi rastî jîna cîhanê ewan xapandibûne. Îdî ewan ça rasthatina van royên xweyên hanênan bîrva kiribûn di îro da jî emê ewan bîrva bikin; ewan bi zanîn bi berateyên me bawer ne dikiribûn |
وَلَقَدْ جِئْنَاهُم بِكِتَابٍ فَصَّلْنَاهُ عَلَىٰ عِلْمٍ هُدًى وَرَحْمَةً لِّقَوْمٍ يُؤْمِنُونَ (52) Û bi sond! Me ji wan ra pirtûkeke wusa li ser zanînû daveker anîye, ewa pirtûka ji bona komalê ku bawer dikin, beled û dilovîn e |
هَلْ يَنظُرُونَ إِلَّا تَأْوِيلَهُ ۚ يَوْمَ يَأْتِي تَأْوِيلُهُ يَقُولُ الَّذِينَ نَسُوهُ مِن قَبْلُ قَدْ جَاءَتْ رُسُلُ رَبِّنَا بِالْحَقِّ فَهَل لَّنَا مِن شُفَعَاءَ فَيَشْفَعُوا لَنَا أَوْ نُرَدُّ فَنَعْمَلَ غَيْرَ الَّذِي كُنَّا نَعْمَلُ ۚ قَدْ خَسِرُوا أَنفُسَهُمْ وَضَلَّ عَنْهُم مَّا كَانُوا يَفْتَرُونَ (53) Qey ewan (filan) hey hêvîya paşî gotina wê pirtûkê dikin (ka gelo peymanên wê pirtûkê ji xelat û celatan rast e ya ne rast e)? Di gava ku ewa roya (xelat û celatan) tê, ewanê ku hêj berê da eva roya hanê bîrva kiribûne (aha) dibêjin: "Bi sond! Li bal me da pêxemberên Xudayê me bi mafî hatibûne (maf anîbûne). Îdî gelo ji bona me ra tu mehder tune ne, ku ji bona me ra mehderî bikin? Ya jî gelo ji bona me ra paraçûn tune ye, ku em karên ji pêştirê van karên me kirî, bikin (yanî bawer bikin û qencîyan bikin)? "Bi sond! ewan zîyana xwe kirine û ewan tiştên ku ewan (goman dikirin; evan tiştan wê mehderya wan bikin) li ber (çavê wan) wunda bûne |
إِنَّ رَبَّكُمُ اللَّهُ الَّذِي خَلَقَ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضَ فِي سِتَّةِ أَيَّامٍ ثُمَّ اسْتَوَىٰ عَلَى الْعَرْشِ يُغْشِي اللَّيْلَ النَّهَارَ يَطْلُبُهُ حَثِيثًا وَالشَّمْسَ وَالْقَمَرَ وَالنُّجُومَ مُسَخَّرَاتٍ بِأَمْرِهِ ۗ أَلَا لَهُ الْخَلْقُ وَالْأَمْرُ ۗ تَبَارَكَ اللَّهُ رَبُّ الْعَالَمِينَ (54) Bi rastî Yezdanê ku ezman û zemîn di şeş danan da afirandîye, paşê jî arş (mana) hildaye binê hêza xwe, ewa Xudayê we ye û ewa Yezdana royê bi şevê dide tarî kirinê; Ewa şeva ku qe nahewe, bi lez royê (digire tarî dike; herduk qe ji hev venabin) û ewî roj û hîv û sitêrk hemûşk bi ser nermî hildaye binê burha xwe. Hûn hişyarbin! Bi rastî afirandin û ferman bi xweber jî hey ji bona wî ra ne. Yezdanê Xudayê cîhanê pîroz e |
ادْعُوا رَبَّكُمْ تَضَرُّعًا وَخُفْيَةً ۚ إِنَّهُ لَا يُحِبُّ الْمُعْتَدِينَ (55) Hûn bi zarî û bi dizî lava ji Xudayê xwe bikin. Bi rastî (hûn bizanin!) ku Yezdan ji wanê ji tixûbê xwe diborin hez nake |
وَلَا تُفْسِدُوا فِي الْأَرْضِ بَعْدَ إِصْلَاحِهَا وَادْعُوهُ خَوْفًا وَطَمَعًا ۚ إِنَّ رَحْمَتَ اللَّهِ قَرِيبٌ مِّنَ الْمُحْسِنِينَ (56) Û hûn ji piştî aştîya di zemîn da heyî, di zemîn da tevdanî nekin, hûn bi tirsî û bi dilxwazî perestîya wî bikin. Bi rastî (hûn bizanin!) ku dilovanîya Yezdan nêzîkê qencîkara ne |
وَهُوَ الَّذِي يُرْسِلُ الرِّيَاحَ بُشْرًا بَيْنَ يَدَيْ رَحْمَتِهِ ۖ حَتَّىٰ إِذَا أَقَلَّتْ سَحَابًا ثِقَالًا سُقْنَاهُ لِبَلَدٍ مَّيِّتٍ فَأَنزَلْنَا بِهِ الْمَاءَ فَأَخْرَجْنَا بِهِ مِن كُلِّ الثَّمَرَاتِ ۚ كَذَٰلِكَ نُخْرِجُ الْمَوْتَىٰ لَعَلَّكُمْ تَذَكَّرُونَ (57) Ewê di berya dilovanîya xwe da "ba" yê bi mizgînvanî dişîne heye! (Ewa Yezdan e). Di gava ku ewan ewran hêdî hêdî bi bariştan giran dibin (emê wan ewran li bal wî welatê) mirî da dişînin, îdî em bi wan ewran avê dihênirînin, emê wî welatê (ku ji bê avî mirîye) zinde dikin û em bi wê (avê) |
وَالْبَلَدُ الطَّيِّبُ يَخْرُجُ نَبَاتُهُ بِإِذْنِ رَبِّهِ ۖ وَالَّذِي خَبُثَ لَا يَخْرُجُ إِلَّا نَكِدًا ۚ كَذَٰلِكَ نُصَرِّفُ الْآيَاتِ لِقَوْمٍ يَشْكُرُونَ (58) ji hemû ber û hêşnayan derdixin. Herwuha em miryan jî zinde dikin (derdixin) dibe, ku hûn bi rastî evan şîretan bîra xwe bînin (ji wan hiş hildin). 58.58Û ewa welatê, ku xwelîya wî tîtal e bi destûra Xudayê wî hêşînayên wî derdikebin û ewa welatê, ku welîya wî tirlêçe hêşnaya wî hey bê wec derdikebe. Em bi vî awayî beratan ji bona wî komalê, ku sipazî dikin vedikin |
لَقَدْ أَرْسَلْنَا نُوحًا إِلَىٰ قَوْمِهِ فَقَالَ يَا قَوْمِ اعْبُدُوا اللَّهَ مَا لَكُم مِّنْ إِلَٰهٍ غَيْرُهُ إِنِّي أَخَافُ عَلَيْكُمْ عَذَابَ يَوْمٍ عَظِيمٍ (59) Bi sond! Me Nûh li bal komalê wî da (bi pêxemberî) şandîye, îdî (ji bona komalê xwe ra aha) gotîye: "Gelê min! Hûn ji Yezdanê (bi tenê ra) perestî bikin, ji pêştirê wî ji bona we ra tu yezdan tune ne. Bi rastî ez ji bona we ji şapata roya mezin ditirsim (ku bi we da were) |
قَالَ الْمَلَأُ مِن قَوْمِهِ إِنَّا لَنَرَاكَ فِي ضَلَالٍ مُّبِينٍ (60) Destekî ji mezinanê komalê wî (aha) gotine: "Bi rastî (Nûh)! Em te di rê wundabûneke xûyayî da dibînin |
قَالَ يَا قَوْمِ لَيْسَ بِي ضَلَالَةٌ وَلَٰكِنِّي رَسُولٌ مِّن رَّبِّ الْعَالَمِينَ (61) (Nûh aha pisyara wan daye) gotîye: "Gelî komalê min! Bi min ra tu rê wundabûn tune ye, lê ez ji Xudayê cîhanê (li bal we da bi pêxemberî) hatime şandinê |
أُبَلِّغُكُمْ رِسَالَاتِ رَبِّي وَأَنصَحُ لَكُمْ وَأَعْلَمُ مِنَ اللَّهِ مَا لَا تَعْلَمُونَ (62) Ez ji bona we ra niqandinên Xudayê xwe dibêjim û ez ji bona we ra şîretan dikim û tişta ku hûn li bal Yezdan pê nizanin, ez ji we çêtir dizanim |
أَوَعَجِبْتُمْ أَن جَاءَكُمْ ذِكْرٌ مِّن رَّبِّكُمْ عَلَىٰ رَجُلٍ مِّنكُمْ لِيُنذِرَكُمْ وَلِتَتَّقُوا وَلَعَلَّكُمْ تُرْحَمُونَ (63) Qey ku mêrekî ji we ji bona ku we (bi şapatdana) Yezdan, bi wan biryarên ku ji Xudayê we hatîye bide hişyarkirinê, ji bo ku hûn xwe ji kirina gonehan biparisînin, hûn sodret dibin? (Heke hûn xwe ji gonehan biparisînin) bi rastî hêvî heye ku hûn bêne dilovînkirinê |
فَكَذَّبُوهُ فَأَنجَيْنَاهُ وَالَّذِينَ مَعَهُ فِي الْفُلْكِ وَأَغْرَقْنَا الَّذِينَ كَذَّبُوا بِآيَاتِنَا ۚ إِنَّهُمْ كَانُوا قَوْمًا عَمِينَ (64) Îdî ewan (komalê Nûh) Nûh dane derewdêrandinê, me jî Nûh û hevalên wî di keştîyê da fereste kirin û me ewanê ku berateyên me dane derewdêrandinê (di avê da) dane fetisandinê. Bi rastî ewan komalekî kor bûne |
۞ وَإِلَىٰ عَادٍ أَخَاهُمْ هُودًا ۗ قَالَ يَا قَوْمِ اعْبُدُوا اللَّهَ مَا لَكُم مِّنْ إِلَٰهٍ غَيْرُهُ ۚ أَفَلَا تَتَّقُونَ (65) Û (me) li bal (komalê) Ad da jî birayê wanê Hûd (bi pêxemberî şandîye. Hûd ji bona wan ra aha) gotîye: "Gelê min! Hûn hey ji bona Yezdan ra perestî bikin, loma ji bona we ra ji pêştirê (Yezdanê babetê perestîyê) tu yezdanên mayî tune ne. Qey hêj hûn îdî xwe di hatina hemberya (Yezdan) da naparisînin |
قَالَ الْمَلَأُ الَّذِينَ كَفَرُوا مِن قَوْمِهِ إِنَّا لَنَرَاكَ فِي سَفَاهَةٍ وَإِنَّا لَنَظُنُّكَ مِنَ الْكَاذِبِينَ (66) Destekî ji mezinanê fileyên ji komala (Hûd aha pisyara Hûd dane): "Bi rastî em te dibînin, ku tu dîwaneyî û bi rastî em goman dikin, ku tu ji wanê derewgerî |
قَالَ يَا قَوْمِ لَيْسَ بِي سَفَاهَةٌ وَلَٰكِنِّي رَسُولٌ مِّن رَّبِّ الْعَالَمِينَ (67) (Hûd pisyara wan aha daye) û gotîye: "Gelê min! Bi rastî bi min ra tu dîwanetî tune ye, lê ez pêxember im, ji Xudayê cîhanê (li bal we da hatime şandinê) |
أُبَلِّغُكُمْ رِسَالَاتِ رَبِّي وَأَنَا لَكُمْ نَاصِحٌ أَمِينٌ (68) Ez biryarên Xudayê xwe ji bona we ra radigîhim û ez bi xweber jî ji bona we ra şîretvanekî ewle me |
أَوَعَجِبْتُمْ أَن جَاءَكُمْ ذِكْرٌ مِّن رَّبِّكُمْ عَلَىٰ رَجُلٍ مِّنكُمْ لِيُنذِرَكُمْ ۚ وَاذْكُرُوا إِذْ جَعَلَكُمْ خُلَفَاءَ مِن بَعْدِ قَوْمِ نُوحٍ وَزَادَكُمْ فِي الْخَلْقِ بَسْطَةً ۖ فَاذْكُرُوا آلَاءَ اللَّهِ لَعَلَّكُمْ تُفْلِحُونَ (69) Qey ji bona ku biryarên ji Xudayê we, li ser mêrekî ji we, ji we ra hatîye, ku ewa (mêrika jî) wê bi wan biryaran hişyar bike (ku hûn xwe ji gonehan biparisînin) hûn sodret dibin? Û hûn biponijin: Ewê gava ku (Yezdan) ji piştî komalê Nûh, hûn xistibûne şûnmayî ya (wan) û di afirandinê da hêj hûn ji wan bi hêz û meztir (afirandine). Îdî hûn qencîyên Yezdan bîra xwe bînin, bi rastî hêvî heye ku hûn (ji şapatan) fereste bibin |
قَالُوا أَجِئْتَنَا لِنَعْبُدَ اللَّهَ وَحْدَهُ وَنَذَرَ مَا كَانَ يَعْبُدُ آبَاؤُنَا ۖ فَأْتِنَا بِمَا تَعِدُنَا إِن كُنتَ مِنَ الصَّادِقِينَ (70) (Ewî komalî ji Hûd ra aha) gotine: "Qey (Hûd) tu hatîyî bal me da ji bo ku em ji Yezdan bi tenê ra perestî bikin û em dest ji wan tiştên ku bav û bapîrên me ji wan ra perestî dikirin, berdin? Îdî heke tu di doza xwe da rastî, ka ewa şapata ku tu ji bona me ra peyman dikî, bîne |
قَالَ قَدْ وَقَعَ عَلَيْكُم مِّن رَّبِّكُمْ رِجْسٌ وَغَضَبٌ ۖ أَتُجَادِلُونَنِي فِي أَسْمَاءٍ سَمَّيْتُمُوهَا أَنتُمْ وَآبَاؤُكُم مَّا نَزَّلَ اللَّهُ بِهَا مِن سُلْطَانٍ ۚ فَانتَظِرُوا إِنِّي مَعَكُم مِّنَ الْمُنتَظِرِينَ (71) (Hûd ji wan ra aha) gotîye: "Bi rastî ji Xudayê we bi ser we da şapateke sik û xeşim ketîye. Hûn ça bi min ra tekoşînê di mafê wan navên, ku we û bav û bapîrên xwe hildane, dikin? Qe Yezdan bi xweber ji bona wan tu berateyên bi hêz jî ne hinartine. Îdî hûn hêvîya hatina (wan şapatan) bikin, bi rastî ezê jî bi we ra bibme ji wanê hêvîdar |
فَأَنجَيْنَاهُ وَالَّذِينَ مَعَهُ بِرَحْمَةٍ مِّنَّا وَقَطَعْنَا دَابِرَ الَّذِينَ كَذَّبُوا بِآيَاتِنَا ۖ وَمَا كَانُوا مُؤْمِنِينَ (72) Îdî (gava ku şapat bi wan da hatîye) me jî (Hûd) û ewan nedîmên (bi Hûd ra hebûne ji wan aşîtan) bi dilovanîke ji me, fereste kirin, me dû va wanên, ku berateyên me didane derewdêrandinê birîye û şixwa ewan bawer ne dikiribûne |
وَإِلَىٰ ثَمُودَ أَخَاهُمْ صَالِحًا ۗ قَالَ يَا قَوْمِ اعْبُدُوا اللَّهَ مَا لَكُم مِّنْ إِلَٰهٍ غَيْرُهُ ۖ قَدْ جَاءَتْكُم بَيِّنَةٌ مِّن رَّبِّكُمْ ۖ هَٰذِهِ نَاقَةُ اللَّهِ لَكُمْ آيَةً ۖ فَذَرُوهَا تَأْكُلْ فِي أَرْضِ اللَّهِ ۖ وَلَا تَمَسُّوهَا بِسُوءٍ فَيَأْخُذَكُمْ عَذَابٌ أَلِيمٌ (73) Û (me) li bal (komalê) Semûd da, birayê wanê Salih (bi pêxemberî şandîye, Salih ji bona wan ra aha) gotîye: "Gelê min! Hûn (hey) perestîya Yezdan (bi tenê) bikin, ji bona we ra ji pêştirê wî tu (yezdanê babetê perestîyê) tune ye. Bi rastî ji Xudayê we li bal we da berateyên xûyayî hatine. Eva deva hanê deva Yezdan e, ji bona we ra beratek e, îdî hûn dest ji wê devê berdin, ji bo ku ewa deva di zemînê Yezdan da biçêre û hûn tu sikatîyê bi wê devê nekin, ji bo ku şapateke dilsoz bi we da neyê (we negire nava xwe da) |
وَاذْكُرُوا إِذْ جَعَلَكُمْ خُلَفَاءَ مِن بَعْدِ عَادٍ وَبَوَّأَكُمْ فِي الْأَرْضِ تَتَّخِذُونَ مِن سُهُولِهَا قُصُورًا وَتَنْحِتُونَ الْجِبَالَ بُيُوتًا ۖ فَاذْكُرُوا آلَاءَ اللَّهِ وَلَا تَعْثَوْا فِي الْأَرْضِ مُفْسِدِينَ (74) Û hûn (gelê min!) Ewê gava ku (Yezdan) hûn ji piştî (komalê) Ad (di zemîn da xistibûne) şûnmayî û ewî hûn di zemîn da êwirandine, bîra xwe bînin. Hûn (ji bona êwra xweya zivistanê) di destê zemîn da koşkan (ava dikin) û (ji bona êwra xweya havînê jî) çîyan dikolin xanîyan çê dikin, îdî hûn qencîyên Yezdan bîra xwe bînin û hûn ji bona, ku di zemîn da tevdanî bikin li bal hev da nerevin |
قَالَ الْمَلَأُ الَّذِينَ اسْتَكْبَرُوا مِن قَوْمِهِ لِلَّذِينَ اسْتُضْعِفُوا لِمَنْ آمَنَ مِنْهُمْ أَتَعْلَمُونَ أَنَّ صَالِحًا مُّرْسَلٌ مِّن رَّبِّهِ ۚ قَالُوا إِنَّا بِمَا أُرْسِلَ بِهِ مُؤْمِنُونَ (75) Ewê desta ji komalê (Salih) e ku bi mezinayî xwe qure dikirin, ji bona wanê bê hêzên xweyên ku (bi Salîh bawer kirine aha) gotine: "Qey hûn dizanin, ku Salih ji Xudayê xwe (bi pêxemberî) hatîye şandinê?" (Ewan bê hêzan aha) gotine: "(Erê wusa ne!), Ewanê ku (bi wan berateyên bi Salih ra) hatine şandinê bawer dikin hene! Bi rasti em ji wan in |
قَالَ الَّذِينَ اسْتَكْبَرُوا إِنَّا بِالَّذِي آمَنتُم بِهِ كَافِرُونَ (76) Ewanê quretî dikiribûne (ji bona bawergeran ra aha) gotine: "Bi rastî em bi wê tişta, ku we bi wê bawer kirîye, bawer nakin |
فَعَقَرُوا النَّاقَةَ وَعَتَوْا عَنْ أَمْرِ رَبِّهِمْ وَقَالُوا يَا صَالِحُ ائْتِنَا بِمَا تَعِدُنَا إِن كُنتَ مِنَ الْمُرْسَلِينَ (77) Îdî Ewan serê deva mê jê kirin û ewan ji fermana Xudayê xwe derketin û (ewan ji bona Salih ra aha) gotine: "Salih! Ka heke tu bi rastî ji pêxemberanî, îdî tu ewê (şapata) ku ji bona me ra hatina wê peyman dikî, ji me ra bîne |
فَأَخَذَتْهُمُ الرَّجْفَةُ فَأَصْبَحُوا فِي دَارِهِمْ جَاثِمِينَ (78) (Ji vê xwastina wan) ewê hejê bi wan girtîye, îdî ewan di xanîyê xwe da li ser çokan ketine mane |
فَتَوَلَّىٰ عَنْهُمْ وَقَالَ يَا قَوْمِ لَقَدْ أَبْلَغْتُكُمْ رِسَالَةَ رَبِّي وَنَصَحْتُ لَكُمْ وَلَٰكِن لَّا تُحِبُّونَ النَّاصِحِينَ (79) Îdî (Salih) berê xwe ji wan fetiland (aha) gotîye: "Gelê min, bi sond! Min biryarên Xudayê xwe ragihandine we û min ji bona we ra şîret kirin û lê hûn ji şîretvanan hez nakin |
وَلُوطًا إِذْ قَالَ لِقَوْمِهِ أَتَأْتُونَ الْفَاحِشَةَ مَا سَبَقَكُم بِهَا مِنْ أَحَدٍ مِّنَ الْعَالَمِينَ (80) Û me (Lût jî li bal koma wî da bi pêxemberî şandîye, Lût) di gavekî da ji bona komalê xwe ra (aha) gotîye:" Gelê min! Hûn ça ewê tolîya, ku tu kesekî ji cîhanê ne kirîye, dikin |
إِنَّكُمْ لَتَأْتُونَ الرِّجَالَ شَهْوَةً مِّن دُونِ النِّسَاءِ ۚ بَلْ أَنتُمْ قَوْمٌ مُّسْرِفُونَ (81) Hûn bi rastî jinan dihêlin, li bal mêran da bi dilxwezî tûş dibin. Bi rastî hûn komalekî destbela ne |
وَمَا كَانَ جَوَابَ قَوْمِهِ إِلَّا أَن قَالُوا أَخْرِجُوهُم مِّن قَرْيَتِكُمْ ۖ إِنَّهُمْ أُنَاسٌ يَتَطَهَّرُونَ (82) Û pisyara komalê (Lût) hey eva bûye; (ji hev ra aha) gotine: "Hûn (Lût û desta wî) ji gundê xwe derxin, loma bi rastî ewan kesan paqij in |
فَأَنجَيْنَاهُ وَأَهْلَهُ إِلَّا امْرَأَتَهُ كَانَتْ مِنَ الْغَابِرِينَ (83) Îdî me jî (Lût) û malînê wî ji pêştirê jina wî (ji şapatê) fereste kirin. Ewa (jinika) ji wanê para da mayî bûye |
وَأَمْطَرْنَا عَلَيْهِم مَّطَرًا ۖ فَانظُرْ كَيْفَ كَانَ عَاقِبَةُ الْمُجْرِمِينَ (84) Û me li ser wan da barişteke wusa barand. Îdî tu mêze bike ka encama wanê nûsîtemkar ça bûye |
وَإِلَىٰ مَدْيَنَ أَخَاهُمْ شُعَيْبًا ۗ قَالَ يَا قَوْمِ اعْبُدُوا اللَّهَ مَا لَكُم مِّنْ إِلَٰهٍ غَيْرُهُ ۖ قَدْ جَاءَتْكُم بَيِّنَةٌ مِّن رَّبِّكُمْ ۖ فَأَوْفُوا الْكَيْلَ وَالْمِيزَانَ وَلَا تَبْخَسُوا النَّاسَ أَشْيَاءَهُمْ وَلَا تُفْسِدُوا فِي الْأَرْضِ بَعْدَ إِصْلَاحِهَا ۚ ذَٰلِكُمْ خَيْرٌ لَّكُمْ إِن كُنتُم مُّؤْمِنِينَ (85) Û me li bal (komalê welatê bi nav) Medyenê ra jî birayê wanê Şu´eyb (bi pêxemberî şandîye. Şu´eyb ji wan ra aha) gotîye: "Gelê min! Hûn hey ji Yezdan (bi tenê ra) perestî bikin. Bi rastî ji bona we ra ji pêştirê wî, tu yezdanê (babetê) perestîyê tune ne. Bi rastî berateyên xûyayî ji Xudayê we, bal we da hatîye, îdî hûn pîvan û kêşnê xwe (bi rastî) pêk bînin û hûn (di pîvandin û kêşan da) di tiştê merivan da zîyana wan nekin û hûn ji piştî aştîya ku di zemîn da bi cîh hatîye, dîsa (komalê zemîn) bi tevdanî tev hev nekin. Heke hûn bi rastî merivên bawerger bin, evan (şîretan) ji bona we ra çêtir in |
وَلَا تَقْعُدُوا بِكُلِّ صِرَاطٍ تُوعِدُونَ وَتَصُدُّونَ عَن سَبِيلِ اللَّهِ مَنْ آمَنَ بِهِ وَتَبْغُونَهَا عِوَجًا ۚ وَاذْكُرُوا إِذْ كُنتُمْ قَلِيلًا فَكَثَّرَكُمْ ۖ وَانظُرُوا كَيْفَ كَانَ عَاقِبَةُ الْمُفْسِدِينَ (86) Û hûn (gelê min!) ji bo ku hûn bi tirsdanan û peymanan bidne merivan, ewan ji rêya Yezdan xar bikin, ewanê bi Yezdan bawer kirine (rêya Yezdan ji wan ra bi xarî bidne nîşanê wan) li serê hemûşk rêyan rûnenên. Û hûn (gelê min!) ewî danê ku hûn hindik bûn (hêza we tune bû) îdî Yezdan hûn pir kirin (hûn hêzdar kirin) bîra xwa bînin. Û hûn (gelê min!) mêze bikin: ka encama wanê tevdanok ça bûye |
وَإِن كَانَ طَائِفَةٌ مِّنكُمْ آمَنُوا بِالَّذِي أُرْسِلْتُ بِهِ وَطَائِفَةٌ لَّمْ يُؤْمِنُوا فَاصْبِرُوا حَتَّىٰ يَحْكُمَ اللَّهُ بَيْنَنَا ۚ وَهُوَ خَيْرُ الْحَاكِمِينَ (87) Heke (gelê min!) destekî ji we bi wan biryarên, ku ez bi wan (biryaran bi pêxemberî) hatime şandinê, bawer kiribin û destekî jî ji we bi wan bawer ne kiribin, îdî hûn binivin, heya ku Yezdan di nava me da berawanî bike. Şixwa (Yezdan) bi xweber jî qenctirê berewana ne |
۞ قَالَ الْمَلَأُ الَّذِينَ اسْتَكْبَرُوا مِن قَوْمِهِ لَنُخْرِجَنَّكَ يَا شُعَيْبُ وَالَّذِينَ آمَنُوا مَعَكَ مِن قَرْيَتِنَا أَوْ لَتَعُودُنَّ فِي مِلَّتِنَا ۚ قَالَ أَوَلَوْ كُنَّا كَارِهِينَ (88) Ewê desta mezinanê ji komalê (Şu´eyb) ku xwe qure dikirin (pisyara Şu´eyb aha dane û) gotine: "Şu´eyb! Bi rastî emê te û ewanê bi te ra bawer kirine, ji gundê xwe derxin, ya jî hûnê dîsa werne "ol" a me (dîn)." (Şu´eyb) gotîye: "Heke em ji "ol" a we bêzar bin jî (hûnê dîsa têkilê me bibin) |
قَدِ افْتَرَيْنَا عَلَى اللَّهِ كَذِبًا إِنْ عُدْنَا فِي مِلَّتِكُم بَعْدَ إِذْ نَجَّانَا اللَّهُ مِنْهَا ۚ وَمَا يَكُونُ لَنَا أَن نَّعُودَ فِيهَا إِلَّا أَن يَشَاءَ اللَّهُ رَبُّنَا ۚ وَسِعَ رَبُّنَا كُلَّ شَيْءٍ عِلْمًا ۚ عَلَى اللَّهِ تَوَكَّلْنَا ۚ رَبَّنَا افْتَحْ بَيْنَنَا وَبَيْنَ قَوْمِنَا بِالْحَقِّ وَأَنتَ خَيْرُ الْفَاتِحِينَ (89) Bi sond! Heke ji piştî ku Yezdan em ji "ol" a we fereste kiribin, dîsa em bifetiline "ol" a we, di wê gavê da em bi vir derewan davêjine Yezdan. Heke Yezdanê Xudayê me para zivirandina li bal "ol" a we da nevê, ji bona me ra para zivirandin qe çê nabe. (Zanîna) Xudayê me hemû tişt hildaye nava xwe me hey xwe hispartîye Yezdan. Xudayê me! Tu di nava me û di nava komalê me da (di wî tişta ku em têda tekoşînê bi hev ra dikin) rastîya wî derxe û tu bi xweber jî qenctirê ferestekaranî |
وَقَالَ الْمَلَأُ الَّذِينَ كَفَرُوا مِن قَوْمِهِ لَئِنِ اتَّبَعْتُمْ شُعَيْبًا إِنَّكُمْ إِذًا لَّخَاسِرُونَ (90) Û ewê desta mezinanê ji komalê (Şu´eyb) ku file bûne (aha) gotine: "Bi sond (gelê me!) heke hûn bibne peyrewê Şu´eyb, hûn di wê gavê da zîyan dikin |
فَأَخَذَتْهُمُ الرَّجْفَةُ فَأَصْبَحُوا فِي دَارِهِمْ جَاثِمِينَ (91) Îdî ji piştî (van şîretan) ewa şapata lerzandinê bi wan girt, ewanan bi qerefîzikî li ser çokan di xanîyê xwe da mane |
الَّذِينَ كَذَّبُوا شُعَيْبًا كَأَن لَّمْ يَغْنَوْا فِيهَا ۚ الَّذِينَ كَذَّبُوا شُعَيْبًا كَانُوا هُمُ الْخَاسِرِينَ (92) Ewanê ku Şu´eyb dabûne derewdêrandinê hebûn! Te digo qey ewan (di xanîyên) xwe da şahî û geşî ne dîtine. Ewanê ku Şu´eyb dabûne derewdêrandinê hebûne! Ewan bi xweber zîyan kirine |
فَتَوَلَّىٰ عَنْهُمْ وَقَالَ يَا قَوْمِ لَقَدْ أَبْلَغْتُكُمْ رِسَالَاتِ رَبِّي وَنَصَحْتُ لَكُمْ ۖ فَكَيْفَ آسَىٰ عَلَىٰ قَوْمٍ كَافِرِينَ (93) Îdî (Şu´eyb) pişta xwe daye wana (aha) gotîye: "Gelê min! Bi sond; min ewan biryarên ku Xudayê min şandibûn, ragihandîye we (ji bona we ra gotîye) û min ji bona we ra şîret kiribûn, îdî (ji piştî van kirinan) gelo ezê ça li ser komalekî file kovanê bikim |
وَمَا أَرْسَلْنَا فِي قَرْيَةٍ مِّن نَّبِيٍّ إِلَّا أَخَذْنَا أَهْلَهَا بِالْبَأْسَاءِ وَالضَّرَّاءِ لَعَلَّهُمْ يَضَّرَّعُونَ (94) Û me çiqa pêxemberek şandibe (welatekî) hey me (ewa welat û komalê wî) bi tirs û xelayanên (ku me bi wan da anîye) girtîye, ji bo dibe ku ewan (komalan) lava bikin (ji wan kirinên xwe poşman bibin) |
ثُمَّ بَدَّلْنَا مَكَانَ السَّيِّئَةِ الْحَسَنَةَ حَتَّىٰ عَفَوا وَّقَالُوا قَدْ مَسَّ آبَاءَنَا الضَّرَّاءُ وَالسَّرَّاءُ فَأَخَذْنَاهُم بَغْتَةً وَهُمْ لَا يَشْعُرُونَ (95) Paşê me (temtêla wan) guhurand; me di şûna sikatîyan qencî dane wan, heya ewan (ji wan tengayan) fereste bûne û (aha) gotine: "Bi sond! Bi bav û bapîrên me da jî tengasî û firetî (mirûz û şayî) hatibûye (ewan jî evan royên hanênan dîtine)." Îdî (ewan bi van dilxwazîyan mane, hemû tişt bîrva kirine) haja wan qe ji wan ne maye, me ewan nişkê va (bi şapatan) girtin |
وَلَوْ أَنَّ أَهْلَ الْقُرَىٰ آمَنُوا وَاتَّقَوْا لَفَتَحْنَا عَلَيْهِم بَرَكَاتٍ مِّنَ السَّمَاءِ وَالْأَرْضِ وَلَٰكِن كَذَّبُوا فَأَخَذْنَاهُم بِمَا كَانُوا يَكْسِبُونَ (96) Û heke (komalê wan welatan) bawer kiribûnan û (xuda)parizî kiribûnan, meyê jî bi rastî li ser wan da (deêe) pir kirina ji ezman û zemîn vekira û lê ewan (di şûna bawerîyê da) derewdêrandin ji xwe ra girtin, îdî me jî bi sedema keda ku ewan kiribûn, ewanan bi (şapatan) girtin |
أَفَأَمِنَ أَهْلُ الْقُرَىٰ أَن يَأْتِيَهُم بَأْسُنَا بَيَاتًا وَهُمْ نَائِمُونَ (97) Îdî qey (komalê wan welatan) bi xwe ewle dibin, ku şapata me di şev da ewan raketibin bi wan da neyê |
أَوَأَمِنَ أَهْلُ الْقُرَىٰ أَن يَأْتِيَهُم بَأْسُنَا ضُحًى وَهُمْ يَلْعَبُونَ (98) Ya jî (komalê wan welatan) bi xwe ewle dibin, ku ewan di danê taştê da bi xweber bileyîzin (haja wan bi wan ne mîne) şapata me bi wan da neyê |
أَفَأَمِنُوا مَكْرَ اللَّهِ ۚ فَلَا يَأْمَنُ مَكْرَ اللَّهِ إِلَّا الْقَوْمُ الْخَاسِرُونَ (99) Îdî qey (ewan komalê wan welatan) ji xaxê Yezdan ewle bûne (ku îdî nakebine defika Yezdan)? Ji pêştirê wan komalê ku zîyana xwe kirine, qe tu kes ji xaxê Yezdan ewle nabe |
أَوَلَمْ يَهْدِ لِلَّذِينَ يَرِثُونَ الْأَرْضَ مِن بَعْدِ أَهْلِهَا أَن لَّوْ نَشَاءُ أَصَبْنَاهُم بِذُنُوبِهِمْ ۚ وَنَطْبَعُ عَلَىٰ قُلُوبِهِمْ فَهُمْ لَا يَسْمَعُونَ (100) Qey hêj (ewan şapatên ku bi serê wanê borî da hatibûne) ji bona vanê; ji piştî komalên (zemînê ku hatibûne şapatdanê) bûne ûrta zemîn (bûyera borî ji wan ra nebûye rêber)? (Hêj ewan nizanin) heke em bivên (ewan şapat bikin) em dişên, ku ewan bi gonehê wan (şapat bikin) û em dikarin li ser dilê wan duruf daynin, îdî ewan bi xweber ji qe ne bihên |
تِلْكَ الْقُرَىٰ نَقُصُّ عَلَيْكَ مِنْ أَنبَائِهَا ۚ وَلَقَدْ جَاءَتْهُمْ رُسُلُهُم بِالْبَيِّنَاتِ فَمَا كَانُوا لِيُؤْمِنُوا بِمَا كَذَّبُوا مِن قَبْلُ ۚ كَذَٰلِكَ يَطْبَعُ اللَّهُ عَلَىٰ قُلُوبِ الْكَافِرِينَ (101) Ewan welatên ku em hinekî ji bûyere wan ji te ra dibêjin hene! Evanan ew in. Bi sond! Pêxemberên wan bi berateyên xwûyayî va hatibûne bal wan, lê ji ber ku ewan (pêxember ne xwe) hêj di berê da dabûne derewdêrandinê, îdî ewan nikarbûne bi wan derewdêrandinê xwe bawer bikin. Bi vî awayî Yezdan li ser dilê filan duruf dike |
وَمَا وَجَدْنَا لِأَكْثَرِهِم مِّنْ عَهْدٍ ۖ وَإِن وَجَدْنَا أَكْثَرَهُمْ لَفَاسِقِينَ (102) Û em ji bona pirên (wan komên borî ra) rastê tu peyman girtekî ne hatin, lê em rastê (wan koman) hatin, ku pirê wan ji rêya rast derketibûne |
ثُمَّ بَعَثْنَا مِن بَعْدِهِم مُّوسَىٰ بِآيَاتِنَا إِلَىٰ فِرْعَوْنَ وَمَلَئِهِ فَظَلَمُوا بِهَا ۖ فَانظُرْ كَيْفَ كَانَ عَاقِبَةُ الْمُفْسِدِينَ (103) Me paşê li pey wan da Mûsa bi berateyên xwe va, li bal Fir´ewn û koma wî da (bi pêxemberî) şandîye, îdî (Fir´ewn û rûsipîyên wî) bi berateyên me cewr kirine, îdî tu mêze bike ka encama wanê tevdanokger û (re derketokan) ça bûye |
وَقَالَ مُوسَىٰ يَا فِرْعَوْنُ إِنِّي رَسُولٌ مِّن رَّبِّ الْعَالَمِينَ (104) Û Mûsa (aha) gotîye: "Fir´ewn! Bi rastî ez ji Xudayê cîhanê bi pêxemberî (li bal we da) hatime şandinê |
حَقِيقٌ عَلَىٰ أَن لَّا أَقُولَ عَلَى اللَّهِ إِلَّا الْحَقَّ ۚ قَدْ جِئْتُكُم بِبَيِّنَةٍ مِّن رَّبِّكُمْ فَأَرْسِلْ مَعِيَ بَنِي إِسْرَائِيلَ (105) Babetê ku ez ji pêştirê maf û rastîyê qe tu tiştî li ser navê Yezdan nebêjim. Bi sond! Ez bi berateyên xwûyayî va ji Xudayê we (li bal we da bi pêxemberî) hatime, îdî tu zarên cihûyan bi min ra bişîne (welatê me, dest ji me berde) |
قَالَ إِن كُنتَ جِئْتَ بِآيَةٍ فَأْتِ بِهَا إِن كُنتَ مِنَ الصَّادِقِينَ (106) (Fir´ewn pisyara Mûsa daye, aha) gotîye: "Mûsa! Heke tu bi beratekî va (li bal me da) hatîyî û tu bi rastî (dibejî), ka îdî ewê (beratê) bîne (tu ji bona çi nivyaîyî) |
فَأَلْقَىٰ عَصَاهُ فَإِذَا هِيَ ثُعْبَانٌ مُّبِينٌ (107) Îdî (ji piştî van gotinên Fir´ewn, Mûsa) gopalê xwe ji destê xwe berdaye, îdî wê gavê da (gopal) bûye zîhakî xwûyayî (maye) |
وَنَزَعَ يَدَهُ فَإِذَا هِيَ بَيْضَاءُ لِلنَّاظِرِينَ (108) Û (Mûsa) destê xwe (ji paxila xwe) derxistîye, di wê gavê da (destê Mûsa) ji bona mêzevanan, ji sipîtayîyê (diçirûsî) |
قَالَ الْمَلَأُ مِن قَوْمِ فِرْعَوْنَ إِنَّ هَٰذَا لَسَاحِرٌ عَلِيمٌ (109) (Ewê desta) rûsipîyên ji komalê (Fir´ewn aha) gotine: "Bi rastî eva (Mûsayê hanê) ançkerekî pir zana ye |
يُرِيدُ أَن يُخْرِجَكُم مِّنْ أَرْضِكُمْ ۖ فَمَاذَا تَأْمُرُونَ (110) Ewa divê ku we ji welatê we derxe. Hûn îdî di hemberê wî da çi ferman dikin |
قَالُوا أَرْجِهْ وَأَخَاهُ وَأَرْسِلْ فِي الْمَدَائِنِ حَاشِرِينَ (111) (Civata Fir´ewn bi pisyarî aha) gotine: "Tu Mûsa û bi birayê wî va bi hêvîdarî bide hewdanê û tu di welat da civînkaran bişîne |
يَأْتُوكَ بِكُلِّ سَاحِرٍ عَلِيمٍ (112) Bira ewan (civînkaran) hemûşk ançkarên pirzan ji bona te ra bînin |
وَجَاءَ السَّحَرَةُ فِرْعَوْنَ قَالُوا إِنَّ لَنَا لَأَجْرًا إِن كُنَّا نَحْنُ الْغَالِبِينَ (113) Gava ançkar hatine bal Fir´ewn (aha ji Fir´ewn pirsîne û) gotine: "Heke bi rastî em (di hemberê Mûsa da) ser va hatin; bi rastî ji bona me ra xelat hene: (wusa nîne) |
قَالَ نَعَمْ وَإِنَّكُمْ لَمِنَ الْمُقَرَّبِينَ (114) Fir´ewn ji wan ra bi pisyarî aha gotîye: "Erê! (Ji bona we ra xelat hene) û hûn bi xweber jî (di wê gavê da dibine) ji wanê nêzikê (min) |
قَالُوا يَا مُوسَىٰ إِمَّا أَن تُلْقِيَ وَإِمَّا أَن نَّكُونَ نَحْنُ الْمُلْقِينَ (115) Ewan (ançkaran ji bona Mûsa ra aha) gotine: "Mûsa! Îdî (di cara yekem da) tuyê (beratan) bavêjî, ya jî (di cara yekem da) em bi xweber in (pêşeyên xwe) davêjin |
قَالَ أَلْقُوا ۖ فَلَمَّا أَلْقَوْا سَحَرُوا أَعْيُنَ النَّاسِ وَاسْتَرْهَبُوهُمْ وَجَاءُوا بِسِحْرٍ عَظِيمٍ (116) Mûsa (bi pisyarî ji bona wan ra aha) gotîye: "Hûn (pêşeyên) xwe bavêjin." Îdî (ji piştî) ku ewan pêşeyên xwe avêtine, ewan çavê kesan jî dane ançkirinê, ewan meriv dane tirsandinê û ewan ançên mezin anîne |
۞ وَأَوْحَيْنَا إِلَىٰ مُوسَىٰ أَنْ أَلْقِ عَصَاكَ ۖ فَإِذَا هِيَ تَلْقَفُ مَا يَأْفِكُونَ (117) Û me jî li bal Mûsa da (aha) niqandîye: "Tu jî gopalê xwe bavêje." Îdî (ji piştî gava Mûsa ku gopalê xwe avêtîye) gopalê (Mûsa) ewa (pêşeyên ançkaran) digirt, (ya jî ewan mêze kirin, ku gopalê Mêsa ewan tiştên ewan aloze kiribûne, li ser wan da xwe bi lez davêje, ewan ançên) wan kirî, heman wunda dibin |
فَوَقَعَ الْحَقُّ وَبَطَلَ مَا كَانُوا يَعْمَلُونَ (118) Îdî rastî derket (xûya bû) û ewan (ançên ku ewan aloze kiribûne pûç bûne) |
فَغُلِبُوا هُنَالِكَ وَانقَلَبُوا صَاغِرِينَ (119) Îdî ewan di wura da ser berjêr bûne (bi vî awayî) ewan piçûk ketine |
وَأُلْقِيَ السَّحَرَةُ سَاجِدِينَ (120) Û ewan xwe bi kundetî berdane xwarê |
قَالُوا آمَنَّا بِرَبِّ الْعَالَمِينَ (121) Û (ewan ançkaran aha) gotine: "Xudayê rastî me bi Xudayê cîhanê bawer kirîye |
رَبِّ مُوسَىٰ وَهَارُونَ (122) Ewa Xudayê Mûsa û Harûn e |
قَالَ فِرْعَوْنُ آمَنتُم بِهِ قَبْلَ أَنْ آذَنَ لَكُمْ ۖ إِنَّ هَٰذَا لَمَكْرٌ مَّكَرْتُمُوهُ فِي الْمَدِينَةِ لِتُخْرِجُوا مِنْهَا أَهْلَهَا ۖ فَسَوْفَ تَعْلَمُونَ (123) Fir´ewn (di pisyara swan da aha) gotîye: "Hê di berya ku min ji bona we ra destûra (bawerîyê)ne dabû, we bi wî bawer kirîye! Bi rastî eva endezeke, ji bo ku hûn merivên welat ji welat derxin, we di bajar da kirîye. Îdî hûnê ji virha bizanin (ka bi serê we da ê çi were) |
لَأُقَطِّعَنَّ أَيْدِيَكُمْ وَأَرْجُلَكُم مِّنْ خِلَافٍ ثُمَّ لَأُصَلِّبَنَّكُمْ أَجْمَعِينَ (124) Bi rastî ezê dest û pê we (çilo çep) bi rast û çep jê bikim û peşê ezê we li serê çiqilan da darda bikim |
قَالُوا إِنَّا إِلَىٰ رَبِّنَا مُنقَلِبُونَ (125) Ewan (di pisyara Fir´ewn da aha) gotine: "Bi rastî şixwa emê li bal Xudayê xwe da bizivirin |
وَمَا تَنقِمُ مِنَّا إِلَّا أَنْ آمَنَّا بِآيَاتِ رَبِّنَا لَمَّا جَاءَتْنَا ۚ رَبَّنَا أَفْرِغْ عَلَيْنَا صَبْرًا وَتَوَفَّنَا مُسْلِمِينَ (126) Û tu bi xweber jî, ji bo ku gava biryarên Xudayê me hatine bal me, em bi wan bawer dikin, ji me tûl hildî. Xudayê me! Tu li ser me da di hemberê van (aşîtan da) hewdanî vala bike û tu me bi misilmanî bimirîne |
وَقَالَ الْمَلَأُ مِن قَوْمِ فِرْعَوْنَ أَتَذَرُ مُوسَىٰ وَقَوْمَهُ لِيُفْسِدُوا فِي الْأَرْضِ وَيَذَرَكَ وَآلِهَتَكَ ۚ قَالَ سَنُقَتِّلُ أَبْنَاءَهُمْ وَنَسْتَحْيِي نِسَاءَهُمْ وَإِنَّا فَوْقَهُمْ قَاهِرُونَ (127) Û desta rûsipîyên ji komalê, Fir´ewn (ji bona wî ra aha) gotine: "Qey tu dest ji Mûsa û ji komalê wî berdidê; ji bo ku ewan di zemîn da tevdanî derxn û dest ji te û ji Xudayê te berdin?" (Fir´ewn bi pisyarî aha) gotîye: "Emê bi rastî (wekî berya naha da dîsa) zarên wanê kurîn bikujin û emê jinên wan bi zindetî para da bihêlin (ji bona ku em ji wan jinan zarên diliqyê xebatkar hildin) û em bi xweber jî (li ser wan da) herçiqokerên bi hêz in |
قَالَ مُوسَىٰ لِقَوْمِهِ اسْتَعِينُوا بِاللَّهِ وَاصْبِرُوا ۖ إِنَّ الْأَرْضَ لِلَّهِ يُورِثُهَا مَن يَشَاءُ مِنْ عِبَادِهِ ۖ وَالْعَاقِبَةُ لِلْمُتَّقِينَ (128) Mûsa ji bona komalê xwe ra (aha) gotîye: "Hûn (gelo min! Ji bona hildana van aşîtan) ji Yezdan arîkarî bixwazin û hûn (di hemberê cefa wan da) hew bikin. Bi rastî zemîn ji bona Yezdan ra ne, Yezdan ji bendeyên xwe ji kê ra bivê; ewî dixe mîratxurê zemîn. Û encam bi xweber jî ji bona yezdanpariza ne |
قَالُوا أُوذِينَا مِن قَبْلِ أَن تَأْتِيَنَا وَمِن بَعْدِ مَا جِئْتَنَا ۚ قَالَ عَسَىٰ رَبُّكُمْ أَن يُهْلِكَ عَدُوَّكُمْ وَيَسْتَخْلِفَكُمْ فِي الْأَرْضِ فَيَنظُرَ كَيْفَ تَعْمَلُونَ (129) (Komalê Mûsa bi pisyarî ji bona Mûsa ra aha) gotine: "Ewan (Fir´ewnîyan) hêj berya tu li bal me da ne hatibûyî, cefa didane me û ji piştî ku tu hatîyî jî dîsa cefa didine me." (Mûsa ji komalê xwe ra aha) gotîye: "Goman heye ku Xudayê we, neyarê we teşqele bike û (Xudayê we) we bixe şûnma, di zemîn da, îdî Xudayê we li we meze bike, ka hûn ça xebatê dikin |
وَلَقَدْ أَخَذْنَا آلَ فِرْعَوْنَ بِالسِّنِينَ وَنَقْصٍ مِّنَ الثَّمَرَاتِ لَعَلَّهُمْ يَذَّكَّرُونَ (130) Û bi sond! Ji bona ku Fir´ewn û hevalên wî evan qencîyên me bîra xwe bînin (ji wan kirinên xwe para da bizivirin) me bi salan ewan birçî kirin û me bi kemasîya rêça genim û berên daran ewan di xelayîyan da girtin |
فَإِذَا جَاءَتْهُمُ الْحَسَنَةُ قَالُوا لَنَا هَٰذِهِ ۖ وَإِن تُصِبْهُمْ سَيِّئَةٌ يَطَّيَّرُوا بِمُوسَىٰ وَمَن مَّعَهُ ۗ أَلَا إِنَّمَا طَائِرُهُمْ عِندَ اللَّهِ وَلَٰكِنَّ أَكْثَرَهُمْ لَا يَعْلَمُونَ (131) Îdî di gava ku ji wan ra qencîyek hatibe; ewan (aha) gotine: "Evan (qencîyan di rûyê me da) ji bona me ra hatine." Û heke sikatîyek bi wan da hatibe, ewan (aha) gotine: "Evan ji nutûfa Mûsa û hevrîyên bi wî ra ne (loma bi me da hatîye)." Hûn hişyar bin! Bi rastî nutûfa wan li bal Yezdan e, lê pirê wan bi vê (nutûfê) nizanin |
وَقَالُوا مَهْمَا تَأْتِنَا بِهِ مِنْ آيَةٍ لِّتَسْحَرَنَا بِهَا فَمَا نَحْنُ لَكَ بِمُؤْمِنِينَ (132) Û (ewan ji bona Mûsa ra aha jî) gotîne: "(Mûsa!) Ji bona ku tu me ançk bikî, tu çiqas û kîngê ji bona me ra beratan bînî, hey îdî em bi te bawer nakin |
فَأَرْسَلْنَا عَلَيْهِمُ الطُّوفَانَ وَالْجَرَادَ وَالْقُمَّلَ وَالضَّفَادِعَ وَالدَّمَ آيَاتٍ مُّفَصَّلَاتٍ فَاسْتَكْبَرُوا وَكَانُوا قَوْمًا مُّجْرِمِينَ (133) Îdî (ji piştî van şîretan ewan bi Mûsa bawer ne kirin) me jî li ser wan da berateyên cure û cureyên daveker: lê mişt û kûlî û sipî û beq û awxûn şandine. (Ji piştî hatina van beratan jî dîsa) ewan pozbilindî kirin (bi Mûsa bawer ne kirine) û bi rastî ewan komalekî gonehkar bûne |
وَلَمَّا وَقَعَ عَلَيْهِمُ الرِّجْزُ قَالُوا يَا مُوسَى ادْعُ لَنَا رَبَّكَ بِمَا عَهِدَ عِندَكَ ۖ لَئِن كَشَفْتَ عَنَّا الرِّجْزَ لَنُؤْمِنَنَّ لَكَ وَلَنُرْسِلَنَّ مَعَكَ بَنِي إِسْرَائِيلَ (134) Îdî di gava ku şapat bi ser wan da hat, ewan (ji Mûsa aha lava kirine) û gotine: "Mûsa! Tu ji bona me ra ji Xudayê xwe bi qedrê wan peymanên, ku ewî daye te lava bike, heke tu (evan) şapatan li ser me rakî bi rastî emê bi te bawer bikin û emê zarên cihûyan bi te ra (bi azadî) bişînin (welatê we) |
فَلَمَّا كَشَفْنَا عَنْهُمُ الرِّجْزَ إِلَىٰ أَجَلٍ هُم بَالِغُوهُ إِذَا هُمْ يَنكُثُونَ (135) Îdî gava ku me li ser wan şapat, heya wî danê ku ewanê bi xweber bigîhêjin şapatê, rakirîye, ewanan heman ji peymana xwe para çûne |
فَانتَقَمْنَا مِنْهُمْ فَأَغْرَقْنَاهُمْ فِي الْيَمِّ بِأَنَّهُمْ كَذَّبُوا بِآيَاتِنَا وَكَانُوا عَنْهَا غَافِلِينَ (136) Îdî (ji piştî ku ewan ji peyman xwe para çûne) me jî ji wan tûl hildaye. Ji bo ku bi rastî ewan biryarên me dabûne derewdêrandinê û ewan ji berateyên me bê agah bûn, me ewan di ro da fetisandin |
وَأَوْرَثْنَا الْقَوْمَ الَّذِينَ كَانُوا يُسْتَضْعَفُونَ مَشَارِقَ الْأَرْضِ وَمَغَارِبَهَا الَّتِي بَارَكْنَا فِيهَا ۖ وَتَمَّتْ كَلِمَتُ رَبِّكَ الْحُسْنَىٰ عَلَىٰ بَنِي إِسْرَائِيلَ بِمَا صَبَرُوا ۖ وَدَمَّرْنَا مَا كَانَ يَصْنَعُ فِرْعَوْنُ وَقَوْمُهُ وَمَا كَانُوا يَعْرِشُونَ (137) Û me ewa komalê (ku komalê Fir´ewn) ewan bê hêz kiribûne (ji xwa ra dane xebatê) di rojhilat û rojava wî zemînê ku me dora wî bi pîrozî xemilandîye û (xwarin u vexwarinê wî pir kirîye) xistine mîratxur û bi sedema hewa zarên cihûyan (di hemberê teşqeleyên Fir´ewnîyan da) peyva (peymana) Xudayê te bi qencî li ser zarên cihûyan pêk hatîye. Û me çi tişta Fir´ewn û komalê wî (ji koşk û avayên bilind ava kirine) hemûşk jî dêriz kirîye |
وَجَاوَزْنَا بِبَنِي إِسْرَائِيلَ الْبَحْرَ فَأَتَوْا عَلَىٰ قَوْمٍ يَعْكُفُونَ عَلَىٰ أَصْنَامٍ لَّهُمْ ۚ قَالُوا يَا مُوسَى اجْعَل لَّنَا إِلَٰهًا كَمَا لَهُمْ آلِهَةٌ ۚ قَالَ إِنَّكُمْ قَوْمٌ تَجْهَلُونَ (138) Û me zarên cihûyan ji deryayê borandin. Ewan (zarên cihûyanê heya hatine çûne bal wî komalê, ku ji bona wan ra hinek pût hebûne, ewî komalî li ser perestîya ji bona wan pûtan ra hew dikiribûne. (Komalê Mûsa ji Mûsa ra aha) gotine: "Mûsa! (Ka binhêre, gelo çi dibe) ku tu jî ji bona me ra hinek yezdanan bigrî, ça ji bona wan ra yezdanên (Lap) hene." Mûsa (di pisyara komalê xwe da aha) gotîye: "Bi rastî hûn komalekî wusa nin, bi xweber xwe davêjine nezanîyê |
إِنَّ هَٰؤُلَاءِ مُتَبَّرٌ مَّا هُمْ فِيهِ وَبَاطِلٌ مَّا كَانُوا يَعْمَلُونَ (139) Evan tiştên ku ewa komala ji wan ra (perestî dikin) hene! (Bi "ol" a xwe va) dêriz bûne û tişta ku ewan, dikin ewa bi xweber jî pûç e |
قَالَ أَغَيْرَ اللَّهِ أَبْغِيكُمْ إِلَٰهًا وَهُوَ فَضَّلَكُمْ عَلَى الْعَالَمِينَ (140) (Mûsa ji wan ra aha jî) gotîye: "Ka, ezê bi çi awayî ji pêştirê wî Yezdanê, ku ewî hûn li ser hemû cîhanê paydar kirine, ji bona we ra yezdanekî mayî bivêm |
وَإِذْ أَنجَيْنَاكُم مِّنْ آلِ فِرْعَوْنَ يَسُومُونَكُمْ سُوءَ الْعَذَابِ ۖ يُقَتِّلُونَ أَبْنَاءَكُمْ وَيَسْتَحْيُونَ نِسَاءَكُمْ ۚ وَفِي ذَٰلِكُم بَلَاءٌ مِّن رَّبِّكُمْ عَظِيمٌ (141) Û (gelî zarên cihûyan! Hûn ewan) gavê ku me hûn ji komalê Fir´ewnê, ewanan hûn bi sikê şapatan, şapat dikirin, fereste kirîye, bîra xwe bînin. Ewan (komalan) zarên weyên kurîn dikuştin û jinên we para da bi zindî dhîştin. (Hûn dizanin, ka evan kirinan çiqa zor in?) Û di vî da jî ji bona we ra ji Xudayê we aşîteke mezin hebûye |
۞ وَوَاعَدْنَا مُوسَىٰ ثَلَاثِينَ لَيْلَةً وَأَتْمَمْنَاهَا بِعَشْرٍ فَتَمَّ مِيقَاتُ رَبِّهِ أَرْبَعِينَ لَيْلَةً ۚ وَقَالَ مُوسَىٰ لِأَخِيهِ هَارُونَ اخْلُفْنِي فِي قَوْمِي وَأَصْلِحْ وَلَا تَتَّبِعْ سَبِيلَ الْمُفْسِدِينَ (142) Û me (ji bona perestîya xwe) ji Mûsa ra sî şev peyman daye û (ji bona pêkanîna biryaran) me deh şevê dinê jî, peyweste kirîye. Îdî rawen da Xudayê te ji bona Mûsa ra çil şev pêk hatîye. (Ji piştî ku wê Mûsayê biçûya bal Xudayê xwe, Mûsa) ji bona birayê xweyê Harûn ra(aha) gotîye: "Tu! Li pey min da di şûna min da di nava komalê min da bibe şûnmayî min û tu (di nava wan da) aştîkarî bi cîh bîne û tu nebe peyrewê wanê tevdanok in |
وَلَمَّا جَاءَ مُوسَىٰ لِمِيقَاتِنَا وَكَلَّمَهُ رَبُّهُ قَالَ رَبِّ أَرِنِي أَنظُرْ إِلَيْكَ ۚ قَالَ لَن تَرَانِي وَلَٰكِنِ انظُرْ إِلَى الْجَبَلِ فَإِنِ اسْتَقَرَّ مَكَانَهُ فَسَوْفَ تَرَانِي ۚ فَلَمَّا تَجَلَّىٰ رَبُّهُ لِلْجَبَلِ جَعَلَهُ دَكًّا وَخَرَّ مُوسَىٰ صَعِقًا ۚ فَلَمَّا أَفَاقَ قَالَ سُبْحَانَكَ تُبْتُ إِلَيْكَ وَأَنَا أَوَّلُ الْمُؤْمِنِينَ (143) Îdî di gava ku Mûsa (di wî danê radewanî da) hatiye bal me û Xudayê wî bi wî ra mijûl bûye. Mûsa (aha) gotîye: "Xudayê min! Xwe bide nîşanê min; ji bo ku ez li bal te da mêze bikim." Xuda ji bona Mûsa ra aha) gotîye: "Bi rastî tu min nabînî; lê tu li bal çîyê da mêze bike, heke çîya di şûna xwe da hewya, îdî dibe ku tu min bibînî. Ji piştî ku Xudayê wî xwe daye nîşanê çîya, îdî çîya wusa belav bu (te digot qey) hirya jenîye, maye û Mûsa bi xweber jî bi xwe va çûye. Îdî gava ewa bi xwe va hatîye ewî (aha) gotîye: "Bi rastî (Xuda)! Ez te ji hemû kemayan paqij dikim, ez (ji wan gotine xwe) li bal te da poşman bûme û ewanê ku di cara yekem da bi te bawer kirine hene! Ez ji wan im |
قَالَ يَا مُوسَىٰ إِنِّي اصْطَفَيْتُكَ عَلَى النَّاسِ بِرِسَالَاتِي وَبِكَلَامِي فَخُذْ مَا آتَيْتُكَ وَكُن مِّنَ الشَّاكِرِينَ (144) (Xuda ji bona Mûsa ra aha) gotîye: "Mûsa! Bi rastî min bi pêxemberêya xwe (ku min ji bona te ra Tewrat daye) û bi axiftina xwe ye bi te ra, tu li ser kesan hêlbijartîyî. Îdî tu (ewan biryarên) ku min daye te hilde û tu bibe ji wanê sipaskar |
وَكَتَبْنَا لَهُ فِي الْأَلْوَاحِ مِن كُلِّ شَيْءٍ مَّوْعِظَةً وَتَفْصِيلًا لِّكُلِّ شَيْءٍ فَخُذْهَا بِقُوَّةٍ وَأْمُرْ قَوْمَكَ يَأْخُذُوا بِأَحْسَنِهَا ۚ سَأُرِيكُمْ دَارَ الْفَاسِقِينَ (145) Û me ji bona (Mûsa ra) di rûperê (Tewratê da) hemû tişt bi şîretî û vekirina hemûşk (biryaran) nivîsîye (me ji bona wî ra aha) gotîye: "(Mûsa! Tu ewan biryar û şîretan) bi hêz bigire û (tu) fermana komalê xwe jî bike; ji bo ku ewan qencê wan biryaran bigirin (wekî wan fermanan perestî bikin. Bi rastî ezê di nêzîk da xanî (û welatê) wanê ji rê derketî bidime nîşanê we (ka min ça welatê wan dêriz kiriye) |
سَأَصْرِفُ عَنْ آيَاتِيَ الَّذِينَ يَتَكَبَّرُونَ فِي الْأَرْضِ بِغَيْرِ الْحَقِّ وَإِن يَرَوْا كُلَّ آيَةٍ لَّا يُؤْمِنُوا بِهَا وَإِن يَرَوْا سَبِيلَ الرُّشْدِ لَا يَتَّخِذُوهُ سَبِيلًا وَإِن يَرَوْا سَبِيلَ الْغَيِّ يَتَّخِذُوهُ سَبِيلًا ۚ ذَٰلِكَ بِأَنَّهُمْ كَذَّبُوا بِآيَاتِنَا وَكَانُوا عَنْهَا غَافِلِينَ (146) Di nêzîk da ezê ewanê ku di zemîn da bê mafî quretî dikirin (zanîna) biryarên xwe ji wan bifetilînim. Û heke ewan hemûşk beratan jî bibînin, dîsa ewan bi wan beratan bawer nakin. Heke ewan rêya rast bibînin jî, dîsa ewan ewê rêya rast ji xwe ra bi rêtî nagirin. Heke ewan rêya (pelîd) bibînin, heman ewan ewê rêya (pelîd) ji xwe ra bi rêtî digirin. Bi sedema ku ewan, evan berateyên me ne (ji wan ra hatibûn) dabûne derewdêrandinê û ewan bi xweber jî (ji wan beratan) bê agah bûne evan aha ji rê derketine |
وَالَّذِينَ كَذَّبُوا بِآيَاتِنَا وَلِقَاءِ الْآخِرَةِ حَبِطَتْ أَعْمَالُهُمْ ۚ هَلْ يُجْزَوْنَ إِلَّا مَا كَانُوا يَعْمَلُونَ (147) Ewanê ku berateyên me û rasthatina di danê para da dane derewdêrandinê hene! Kirinê wan şewitîye. Ewanan hey bi keda kirinê têne aşîtkirinê |
وَاتَّخَذَ قَوْمُ مُوسَىٰ مِن بَعْدِهِ مِنْ حُلِيِّهِمْ عِجْلًا جَسَدًا لَّهُ خُوَارٌ ۚ أَلَمْ يَرَوْا أَنَّهُ لَا يُكَلِّمُهُمْ وَلَا يَهْدِيهِمْ سَبِيلًا ۘ اتَّخَذُوهُ وَكَانُوا ظَالِمِينَ (148) Û komalê Mûsa ji piştî (gava Mûsa çûye ji bona wî danê radewanîya Xudayê xwe ) ji xişrê xwe tokela golikekî (bi xudatî ji xwe ra girtine) ji bona tokela wê (golikê ra) dengek hebûye. Qey ewan nabînin, ku ewa (golika) bi wan ra naaxive û ji wan ra qe tu rêkî jî nade nîşandanê? Ewanan, ewa (golika ji xwe ra) bi xudatî girtine, ewanan cewr kirine |
وَلَمَّا سُقِطَ فِي أَيْدِيهِمْ وَرَأَوْا أَنَّهُمْ قَدْ ضَلُّوا قَالُوا لَئِن لَّمْ يَرْحَمْنَا رَبُّنَا وَيَغْفِرْ لَنَا لَنَكُونَنَّ مِنَ الْخَاسِرِينَ (149) Û di gava (ji poşmanîya wan, ewan armancê wan pelişî) kete destê wan û ewan dîtin, ku bi rastî ewan rêya rast wunda kirine. Ewanan (aha) gotine: "Bi sond! Heke Xudayê me li me dilovanî neke û nûsîtemên me ji bona me ra nebaxişîne, bi rastî emê bibne ji wanê zîyan kirine |
وَلَمَّا رَجَعَ مُوسَىٰ إِلَىٰ قَوْمِهِ غَضْبَانَ أَسِفًا قَالَ بِئْسَمَا خَلَفْتُمُونِي مِن بَعْدِي ۖ أَعَجِلْتُمْ أَمْرَ رَبِّكُمْ ۖ وَأَلْقَى الْأَلْوَاحَ وَأَخَذَ بِرَأْسِ أَخِيهِ يَجُرُّهُ إِلَيْهِ ۚ قَالَ ابْنَ أُمَّ إِنَّ الْقَوْمَ اسْتَضْعَفُونِي وَكَادُوا يَقْتُلُونَنِي فَلَا تُشْمِتْ بِيَ الْأَعْدَاءَ وَلَا تَجْعَلْنِي مَعَ الْقَوْمِ الظَّالِمِينَ (150) Û di gava ku Mûsa (ji wî radewana xweya bi Xuda ra) fetilya hatîye bal komalê xwe, bi hêrs û kovanî (ji komalê xwe ra aha) gotîye: "We ji piştî min çiqa şûnmayeke sik kirîye! We lez kir; (hêvîya) ku ez bi fermanê Xu- dayê we va (li bal we da bizivirim) neman. Û Mûsa (rûperên Tewratê) avêt bi serê (birayê xweyê Harûn) girtîye li bal xwe da (bi hincirandin) kişandîye. (Birayê wî; Harûn ji bona wî ra bi pisyarî aha) gotîye: "Kurê dîya min! Bi rastî komal ez bê hêz kirim û nêzîk bûn ku min bikujin, îdî tu neyaran bi min nede kenandinê û tu min ji vî komalê cewrkar nehijmire |
قَالَ رَبِّ اغْفِرْ لِي وَلِأَخِي وَأَدْخِلْنَا فِي رَحْمَتِكَ ۖ وَأَنتَ أَرْحَمُ الرَّاحِمِينَ (151) (Mûsa ji Xuda aha lava kirîye û) Gotîye: "Xudayê min! Tu min û birayê min bibaxişîne û tu me herdukan bixe nava dilovanîya xwe. Bi rastî her tu î dilovanê dilovînan |
إِنَّ الَّذِينَ اتَّخَذُوا الْعِجْلَ سَيَنَالُهُمْ غَضَبٌ مِّن رَّبِّهِمْ وَذِلَّةٌ فِي الْحَيَاةِ الدُّنْيَا ۚ وَكَذَٰلِكَ نَجْزِي الْمُفْتَرِينَ (152) Bi rastî ewanê ku golik (ji xwe ra bi xudatî) girtine hene! Wê di nêzîk da ji Xudayê wan, bi wan da xeşmekî were û wê riswabûneke di jîna cîhanê da bi wan bigire. Bi vî awayî em virekan celat dikin |
وَالَّذِينَ عَمِلُوا السَّيِّئَاتِ ثُمَّ تَابُوا مِن بَعْدِهَا وَآمَنُوا إِنَّ رَبَّكَ مِن بَعْدِهَا لَغَفُورٌ رَّحِيمٌ (153) Û ewanê ku karê sikatî kirine, paşê ji piştî (sikatîyê) poşman bibin û bawer bikin hene! Bi rastî Xudayê te ji piştî van (kirin û poşmanîyan, ji bona wan ra) baxişkarê dilovîn e |
وَلَمَّا سَكَتَ عَن مُّوسَى الْغَضَبُ أَخَذَ الْأَلْوَاحَ ۖ وَفِي نُسْخَتِهَا هُدًى وَرَحْمَةٌ لِّلَّذِينَ هُمْ لِرَبِّهِمْ يَرْهَبُونَ (154) Û di gava hêrsa Mûsa danîye, îdî Mûsa (rûperên Tewratê) hildaye di nivisandina (rûperan da eva) hebûye; (evan rûperan) ji bona wanê ku ewan hey ji bona Xudayê xwe (xwe ji kirina gonehan) diparisînin, rênîşan û dilovînek e |
وَاخْتَارَ مُوسَىٰ قَوْمَهُ سَبْعِينَ رَجُلًا لِّمِيقَاتِنَا ۖ فَلَمَّا أَخَذَتْهُمُ الرَّجْفَةُ قَالَ رَبِّ لَوْ شِئْتَ أَهْلَكْتَهُم مِّن قَبْلُ وَإِيَّايَ ۖ أَتُهْلِكُنَا بِمَا فَعَلَ السُّفَهَاءُ مِنَّا ۖ إِنْ هِيَ إِلَّا فِتْنَتُكَ تُضِلُّ بِهَا مَن تَشَاءُ وَتَهْدِي مَن تَشَاءُ ۖ أَنتَ وَلِيُّنَا فَاغْفِرْ لَنَا وَارْحَمْنَا ۖ وَأَنتَ خَيْرُ الْغَافِرِينَ (155) Û Mûsa ji komalê xwe (ji bona wî danê radewanî, ku Xuda ji bona baxişandina gonehê wan peyman dabûye) heftê mêr, hêlbijartîbûye. (Îdî gava ewan hatibûne, ewan ji mijûlya Mûsa û Xuda hêj pirtir aha gotine: "Heya em Yezdan berçavî nebînin, em bawer nakin.") Ji piştê vê hejeke bi tirse wusa ewan girtine (ewan ji tirsa ji xwe va çûne. Mûsa aha lava kirîye û) gotîye: "Xudayê min! Heke te biva, teyê hêj di berya naha da ewan bi tevê min va teşqele bikirinan; qey tuyê me bi wan kirinê evsenên ji me teşqele bikî? Eva (teşqela hanê) hey ceribandina te ye. Tu bi wê ceribandina xwe ji ber hinekan rêya xwe wunda dikî û tu evînê xwe jî bi wê ceribandinê tînî rêya rast. Serkarê me hey tu î, îdî tu (evan sikatîyên me) ji bona me ra bibaxişîne û tu li me dilovanî bike û tu bi xweber jî qenctirê baxişkaranî |
۞ وَاكْتُبْ لَنَا فِي هَٰذِهِ الدُّنْيَا حَسَنَةً وَفِي الْآخِرَةِ إِنَّا هُدْنَا إِلَيْكَ ۚ قَالَ عَذَابِي أُصِيبُ بِهِ مَنْ أَشَاءُ ۖ وَرَحْمَتِي وَسِعَتْ كُلَّ شَيْءٍ ۚ فَسَأَكْتُبُهَا لِلَّذِينَ يَتَّقُونَ وَيُؤْتُونَ الزَّكَاةَ وَالَّذِينَ هُم بِآيَاتِنَا يُؤْمِنُونَ (156) Û tu di vê cîhanê da ji bona me ra qencîyan binivîse û di danê parada jî (qencîyan binivîse) bi rastî em (di rêya rast da) li bal te da hatine." (Xuda di pisyara Mûsa da aha) gotîye: "Ez kîjanî bivêm, ewî rastê şapata xwe tînim û dilovanîya min bi xweber jî hemû tişt hildaye nava xwe da. Ez ji bona wanê ku xudaparizî dikin û baca (malê xwe) didin û ewanê ku (bi van salixan) bi berateyên me bawer dikin, îdî (dilovanîya xwe) dinivîsim |
الَّذِينَ يَتَّبِعُونَ الرَّسُولَ النَّبِيَّ الْأُمِّيَّ الَّذِي يَجِدُونَهُ مَكْتُوبًا عِندَهُمْ فِي التَّوْرَاةِ وَالْإِنجِيلِ يَأْمُرُهُم بِالْمَعْرُوفِ وَيَنْهَاهُمْ عَنِ الْمُنكَرِ وَيُحِلُّ لَهُمُ الطَّيِّبَاتِ وَيُحَرِّمُ عَلَيْهِمُ الْخَبَائِثَ وَيَضَعُ عَنْهُمْ إِصْرَهُمْ وَالْأَغْلَالَ الَّتِي كَانَتْ عَلَيْهِمْ ۚ فَالَّذِينَ آمَنُوا بِهِ وَعَزَّرُوهُ وَنَصَرُوهُ وَاتَّبَعُوا النُّورَ الَّذِي أُنزِلَ مَعَهُ ۙ أُولَٰئِكَ هُمُ الْمُفْلِحُونَ (157) (Ewanê ku ezê dilovanîya xwe ji bona wan ra binivîsim hene!) Ewan di Tewrat û Încîla li bal xwe da rastê (salaxê) wî pêxemberê (ku di cara yekem da ji wî komalê hatîye şandinê) hatine ku nivîsandîye awil bûne peyrewê wî pêxemberî. Loma ewa (pêxembera fermana wan bi qencîyan û parisandina wan ji sikatîyan dike û ji bona wan ra tiştên paqij durist dike û tiştên qirêj jî li ser wan ne durist dike û barê wanê giran li ser wan radike û ewan bend û zincîrên ku ewan pê hatibûne girêdanê jî (yanî ewan xwarin û vexwrinên, ku ewan cihûyan bi xweber li ser xwe qedexe kiribûne; ewa ewan qedexan li ser wan radike). Îdî ewanê ku bi wî (pêxemberî) bawer kirine û ewanê ewa ji xwe ra mezin girtine û arîkarya wî kirine û bûne peyrewê wê ruhnaya ku bi wî (pêxemberî ra) hatîye hinartinê hene! Evan bi xweber in, hey fereste bûne |
قُلْ يَا أَيُّهَا النَّاسُ إِنِّي رَسُولُ اللَّهِ إِلَيْكُمْ جَمِيعًا الَّذِي لَهُ مُلْكُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ ۖ لَا إِلَٰهَ إِلَّا هُوَ يُحْيِي وَيُمِيتُ ۖ فَآمِنُوا بِاللَّهِ وَرَسُولِهِ النَّبِيِّ الْأُمِّيِّ الَّذِي يُؤْمِنُ بِاللَّهِ وَكَلِمَاتِهِ وَاتَّبِعُوهُ لَعَلَّكُمْ تَهْتَدُونَ (158) Tu (Muhemmed! Ji bona wan ra aha) bêje: "Gelî kesan! Bi rastî ez ji wî Yezdanê, ku maldarya ezman û zemîn hey ji bona wî ra ne, li bal we hemûşka da jî bi pêxemberî hatime şandinê. Ji pêştirê wî tu yezdanên mayîyê (babetê perestîyê) tune ne. Hey ewa dijît û dimirîne. Îdî hûn bi Yezdan û bi wî pêxemberê wîyî yekemî bawer bikin, ewa (pêxemra bi xweber jî) bi Yezdan û bi peyvên (Yezdan) bawer dike û hûn (gelî kesan!) bibne peyrewê wî (pêxemberî) dibe ku hûn werin rêya rast |
وَمِن قَوْمِ مُوسَىٰ أُمَّةٌ يَهْدُونَ بِالْحَقِّ وَبِهِ يَعْدِلُونَ (159) Û ji komalê Mûsa desteke wusa hebûne; (meriv) li bal rastîyê da dibirin û bi rastîyê jî dadvanî dikirine |
وَقَطَّعْنَاهُمُ اثْنَتَيْ عَشْرَةَ أَسْبَاطًا أُمَمًا ۚ وَأَوْحَيْنَا إِلَىٰ مُوسَىٰ إِذِ اسْتَسْقَاهُ قَوْمُهُ أَنِ اضْرِب بِّعَصَاكَ الْحَجَرَ ۖ فَانبَجَسَتْ مِنْهُ اثْنَتَا عَشْرَةَ عَيْنًا ۖ قَدْ عَلِمَ كُلُّ أُنَاسٍ مَّشْرَبَهُمْ ۚ وَظَلَّلْنَا عَلَيْهِمُ الْغَمَامَ وَأَنزَلْنَا عَلَيْهِمُ الْمَنَّ وَالسَّلْوَىٰ ۖ كُلُوا مِن طَيِّبَاتِ مَا رَزَقْنَاكُمْ ۚ وَمَا ظَلَمُونَا وَلَٰكِن كَانُوا أَنفُسَهُمْ يَظْلِمُونَ (160) Me ewan (nevîyên Yaqûb, ku ji danz deh kurê wî) hebûne; her yekê xistîye lêzim û komake nevî. Îdî di gava komalê (Mûsa) ji Mûsa av xwestine; me li bal Mûsa da (aha) niqandîye: "(Mûsa!) tu gopalê xwe li kevir bixe." Îdî (ji piştî ku Mûsa gopalê xwe li kevir xistîye) ji kevir danz deh kanî zaye. Bi sond! Her komekî cîyê av vexwarina xwe zanîbûye. Û me li ser wan (di kêşa bi nav Tîyehê da) bi ewran sîwan kiriye û me (ji bona xwarina wan) li ser wan da gezo û (goştê) qarûtkê hinartîye. (Me ji wan ra aha got: "Îdî) hûn ji wan rojîyên tîtalên ku me daye we bixun." Lê ewan (ji wan cewrên xwe) li me tu cewr ne kirine, ewanan bi xweber li xwe cewr dikirin |
وَإِذْ قِيلَ لَهُمُ اسْكُنُوا هَٰذِهِ الْقَرْيَةَ وَكُلُوا مِنْهَا حَيْثُ شِئْتُمْ وَقُولُوا حِطَّةٌ وَادْخُلُوا الْبَابَ سُجَّدًا نَّغْفِرْ لَكُمْ خَطِيئَاتِكُمْ ۚ سَنَزِيدُ الْمُحْسِنِينَ (161) Di gava ku ji wan ra (aha) hatibûye gotinê: "Hûn di vî bajarî da bê êwir in û hûn ça hez dikin, wusa ji xwarinê wî bajarî bixun û hûn (aha ji Xuda lava bikin û) bêjin: "(Xuda! Tu) me bibaxişîne (gonehên me ji me dayne) û hûn di derê bajar da bi kundetî bikebine (hundurê) bajar; emê ji bona we ra gonehên we bibaxişînin. Û emê ji bona qencîkaran ra hêj qencîyan pir bikin |
فَبَدَّلَ الَّذِينَ ظَلَمُوا مِنْهُمْ قَوْلًا غَيْرَ الَّذِي قِيلَ لَهُمْ فَأَرْسَلْنَا عَلَيْهِمْ رِجْزًا مِّنَ السَّمَاءِ بِمَا كَانُوا يَظْلِمُونَ (162) (Ji piştî van fermanan) îdî ewanê cewrkarên ji wan (ewa gotina me ji wan ra) gotibû; bi wan gotinê qe ji wan ra ne hatibûye gotinê, guhurandine, me jî (ji piştî guhurandina wan) ji ezmanan li ser wan da, bi sedema ewê cewra ku ewan dikiribûne şapatek şandîye |
وَاسْأَلْهُمْ عَنِ الْقَرْيَةِ الَّتِي كَانَتْ حَاضِرَةَ الْبَحْرِ إِذْ يَعْدُونَ فِي السَّبْتِ إِذْ تَأْتِيهِمْ حِيتَانُهُمْ يَوْمَ سَبْتِهِمْ شُرَّعًا وَيَوْمَ لَا يَسْبِتُونَ ۙ لَا تَأْتِيهِمْ ۚ كَذَٰلِكَ نَبْلُوهُم بِمَا كَانُوا يَفْسُقُونَ (163) Û tu (Muhemmed! Ji wan cihûyên cewrkar) pirsa (temtêla) wan gundîyên, wî gundê ku derê deryayê dabûne, bike. Ewan gundîyan di roya şemîyê da dest ji biryaran berdidan (nêçîra masîyan dikirin). Di roya wê şemîya, ku ewan (ewa şemîya ji bona perestîya Yezdan hêlbijartine) masîyê wan (ji deryayê) li bal wan da diherîkin dihatin û di roya wê şemîya, ku ewan (di wê şemîyê da perestî ne dikirin; lê ewan ewa şemêya ji bona nêçîra masîyan hilbijartine) masîyên wan (ji deryayê) li bal wan da ne dihatin. Me bi vî awayî bi sedema ku ewan ji rêya (rast) derdiketin, diceribandin |
وَإِذْ قَالَتْ أُمَّةٌ مِّنْهُمْ لِمَ تَعِظُونَ قَوْمًا ۙ اللَّهُ مُهْلِكُهُمْ أَوْ مُعَذِّبُهُمْ عَذَابًا شَدِيدًا ۖ قَالُوا مَعْذِرَةً إِلَىٰ رَبِّكُمْ وَلَعَلَّهُمْ يَتَّقُونَ (164) Û di gava destekî ji wan ra (aha) gotibûne: "Hûn ji bona çi li ewî komalê ku Yezdanê ya ewan teşqele bike, ya jî ewan bi şapateke zor, şapat bike, şîretan dikin?" (Ewan şîretvanan di pisyara wan da aha) gotine: "Evan şîretên me, dibe ku li bal Xudayê we ji bona me ra (gava ji wan bê pirsînê; ka we ji bona çi ewan qedexeyên roya şemîyê di nava xwe da rakirine, dîsa we nêçîra masîyan kirîye? Ewan pisyara xwe aha bidin: "Ka tu kesekî ji bona me ra ne gotibû, nêçîrê nekin." Bibe tatî û dibe ku ewan xwe ji wan kirinan biparisînin (bi gotina Xuda bikin) |
فَلَمَّا نَسُوا مَا ذُكِّرُوا بِهِ أَنجَيْنَا الَّذِينَ يَنْهَوْنَ عَنِ السُّوءِ وَأَخَذْنَا الَّذِينَ ظَلَمُوا بِعَذَابٍ بَئِيسٍ بِمَا كَانُوا يَفْسُقُونَ (165) Îdî (ji piştî şîretan) gava ewan ew şîretên li wan hatibûye kirinê bîrva kirine, me jî ewanê ku xwe ji sikatîyan diparisandin fereste kirine û me ewanê ku cewr kiribûne jî bisedema ji rêya (rast) derdiketibûne, bi şapateke zor girtine |
فَلَمَّا عَتَوْا عَن مَّا نُهُوا عَنْهُ قُلْنَا لَهُمْ كُونُوا قِرَدَةً خَاسِئِينَ (166) Îdî (ji piştî wan şîretan) gava ewan (ji şîretvanan) hêrs bûne ewan (dîsa ji rêya rast derketine nêçîra masîyan di roya şemîyê da, kirine) me jî ji bona wan ra (aha) gotiye: "Hûn (gelî cewrkaran! Ji diliq û qencîyên merivatîyê derkebin bikebine diliqê) meymûnê pêkenî |
وَإِذْ تَأَذَّنَ رَبُّكَ لَيَبْعَثَنَّ عَلَيْهِمْ إِلَىٰ يَوْمِ الْقِيَامَةِ مَن يَسُومُهُمْ سُوءَ الْعَذَابِ ۗ إِنَّ رَبَّكَ لَسَرِيعُ الْعِقَابِ ۖ وَإِنَّهُ لَغَفُورٌ رَّحِيمٌ (167) Di wê qavê da Xudayê te li wan (aha) qîr kirîye û (ji wan ra gotîye): "Xudayê te li ser wan da merivên wusa bişîne, ku ewan merivan van (cewrkaran) heya roya rabûna hemû da bi sikê şapatan, şapat bikin. Bi rastî Xudayê te bi lez celatvan e! Û Xudayê te bi rastî baxişkarê dilovîn e |
وَقَطَّعْنَاهُمْ فِي الْأَرْضِ أُمَمًا ۖ مِّنْهُمُ الصَّالِحُونَ وَمِنْهُمْ دُونَ ذَٰلِكَ ۖ وَبَلَوْنَاهُم بِالْحَسَنَاتِ وَالسَّيِّئَاتِ لَعَلَّهُمْ يَرْجِعُونَ (168) Û me ewan (cihûyan) di zemîn da xistine çend komên wusa: Ji wan aştîkar hebûn û ji wan xêncî aştîkaran jî hebûne û ji bo ku ewan li bal (rêya rast da) bizivirin me ewan bi qencî û xirabîyan ceribandin |
فَخَلَفَ مِن بَعْدِهِمْ خَلْفٌ وَرِثُوا الْكِتَابَ يَأْخُذُونَ عَرَضَ هَٰذَا الْأَدْنَىٰ وَيَقُولُونَ سَيُغْفَرُ لَنَا وَإِن يَأْتِهِمْ عَرَضٌ مِّثْلُهُ يَأْخُذُوهُ ۚ أَلَمْ يُؤْخَذْ عَلَيْهِم مِّيثَاقُ الْكِتَابِ أَن لَّا يَقُولُوا عَلَى اللَّهِ إِلَّا الْحَقَّ وَدَرَسُوا مَا فِيهِ ۗ وَالدَّارُ الْآخِرَةُ خَيْرٌ لِّلَّذِينَ يَتَّقُونَ ۗ أَفَلَا تَعْقِلُونَ (169) Îdî li pey wan da şûnmanên wusa (kotî) mane, ewan bûne mîratxurên pirtûka (Tewratê) ewan (aha) digotin: "Şixwa (ça dibe bira bibe) emê hey bêne baxişandinê." (Ji ber vî qasî) ewan (biryarên pirtûkê) di hemberê hinekî ji malê ve cîhana hanê riswa da, diguhurandin û heke wekî wî malî jî ji bona wan ra mal bê dayînê, ewanê ewî malî jî bigirin. Gelo qey ji wan, peyman li ser pirtûkê ne hatibû sitandinê, ku ewan ji pêştirê rastîyê li ser navê Yezdan qe tu tiştî nebêjin? Û çi tişta di pirtûkû da heye, ewî (ji merivan ra bi şîretî) bêjin? Bi rasrî ji bona wanê xudaparisî dikin, şûnwarê para da çêtir e. Îdî qey hûn bi hişî naponijin |
وَالَّذِينَ يُمَسِّكُونَ بِالْكِتَابِ وَأَقَامُوا الصَّلَاةَ إِنَّا لَا نُضِيعُ أَجْرَ الْمُصْلِحِينَ (170) (Xudaparis) ew in ku xwe (bi fermanê) pirtûkê digirin û nimêja xwe (ça hatine fermankirinê) wusa dikin. Bi rastî em kirya wanê aştîkar wunda nakin |
۞ وَإِذْ نَتَقْنَا الْجَبَلَ فَوْقَهُمْ كَأَنَّهُ ظُلَّةٌ وَظَنُّوا أَنَّهُ وَاقِعٌ بِهِمْ خُذُوا مَا آتَيْنَاكُم بِقُوَّةٍ وَاذْكُرُوا مَا فِيهِ لَعَلَّكُمْ تَتَّقُونَ (171) Û di gava me çîya ya (bi nav) Tûr bi ser wan da wekî sîwanekî rakiribû, ewan goman dikirin ku ewa çîya bi ser wan da bikebe (wusa bêzar mane. Me ji wan ra di wê gavê da aha gotîye): "Hûn (gelî kesan!) bi hîz bi wan (biryarên pirtûka) me daye we bigirin û hûn ewan biryaran bîra xwe bînin. Ji bo ku hûn bibne ji wanê xudaparis |
وَإِذْ أَخَذَ رَبُّكَ مِن بَنِي آدَمَ مِن ظُهُورِهِمْ ذُرِّيَّتَهُمْ وَأَشْهَدَهُمْ عَلَىٰ أَنفُسِهِمْ أَلَسْتُ بِرَبِّكُمْ ۖ قَالُوا بَلَىٰ ۛ شَهِدْنَا ۛ أَن تَقُولُوا يَوْمَ الْقِيَامَةِ إِنَّا كُنَّا عَنْ هَٰذَا غَافِلِينَ (172) Û di gavekî da Xudayê te ji ûrta Adem, dûmda wan girtîye û (Xudayê te ewan) bi xweber, li ser wan bi xweber xistîye nihrevan (şahid. Di wê gavê da Xudayê te ji wan aha pirsîye): "Ma qey ez Xudayê we nînim?" Ewana jî (di pisyara Xudayê te da aha) gotibûne: "Erê! Em şahidîyê didin (ku tu Xudayê meyî)." Ji bo ku hûn di roya rabûna hemû da nebêjin: "Haja me bi vê peymanê tu ne bûye," me eva peymana ji we girtîye |
أَوْ تَقُولُوا إِنَّمَا أَشْرَكَ آبَاؤُنَا مِن قَبْلُ وَكُنَّا ذُرِّيَّةً مِّن بَعْدِهِمْ ۖ أَفَتُهْلِكُنَا بِمَا فَعَلَ الْمُبْطِلُونَ (173) Ya jî ji bo ku hûn (aha jî) nebêjin: "(Em ça bikin!) hêj di berya naha da, bav û kalê me (ji bona Yezdan ra) hevrî çê kiribûn û em bi xweber jî li pey wan (bav û kalan da) ûrteke bê wecbûn (loma me jî hevrî çê kirin). Qey tuyê îdî me bikirinê wanê (ku rastîyê) pûç dikin, teşqele bikî |
وَكَذَٰلِكَ نُفَصِّلُ الْآيَاتِ وَلَعَلَّهُمْ يَرْجِعُونَ (174) Ji bo ku ewan bifetilîne bal (rêya rast da) em beratan bi vekirî (rêz dikin) |
وَاتْلُ عَلَيْهِمْ نَبَأَ الَّذِي آتَيْنَاهُ آيَاتِنَا فَانسَلَخَ مِنْهَا فَأَتْبَعَهُ الشَّيْطَانُ فَكَانَ مِنَ الْغَاوِينَ (175) (Muhemmed! Tu ji bona wan ra bûyera) wî merivê (ku ji zarên cihûya bûye) bixûne; di cara yekem da me ji bona wî ra (zanîna) berateyên xwe dabû. Paşê ewa ji (zanîna) wan beratan rût bûye (ewan bîrva kirine). Îdî pelîdên ji (cihûyan) ketine pey wî, ewa bi vî awayî bûye ji wanê devbixûn |
وَلَوْ شِئْنَا لَرَفَعْنَاهُ بِهَا وَلَٰكِنَّهُ أَخْلَدَ إِلَى الْأَرْضِ وَاتَّبَعَ هَوَاهُ ۚ فَمَثَلُهُ كَمَثَلِ الْكَلْبِ إِن تَحْمِلْ عَلَيْهِ يَلْهَثْ أَوْ تَتْرُكْهُ يَلْهَث ۚ ذَّٰلِكَ مَثَلُ الْقَوْمِ الَّذِينَ كَذَّبُوا بِآيَاتِنَا ۚ فَاقْصُصِ الْقَصَصَ لَعَلَّهُمْ يَتَفَكَّرُونَ (176) Heke me biva meyê ewa bi van beratan paydar bikira (nav û nîşanê wîyê bilind bibûya) û lê (me ewa neva, nav û dengê wî) di zemîn da (bi rezîlî) hey maye û ew bi xweber jî bûye peyrewê xweşîya xwe. Îdî temtêla wî wekî temtêla sa ne (kûçik). Heke tu êrişê jî beherî ser, ya jî para da ji wî birevî; ewa hey zimanê xwe derdixe li navê dixe. Temtêla wan komalê ku berateyên me derew didirîn jî aha ne. Îdî (Muhemmed!) tu evê çîrokê ji bona (wan ra bêje) dibe ku ewan (bi vê bûyerê) ramanî bikin |
سَاءَ مَثَلًا الْقَوْمُ الَّذِينَ كَذَّبُوا بِآيَاتِنَا وَأَنفُسَهُمْ كَانُوا يَظْلِمُونَ (177) Temtêla wî komalê ku bi berateyên me derewan dikin çiqa sike! Ewan bi xweber li xwe cewr dikiribûne |
مَن يَهْدِ اللَّهُ فَهُوَ الْمُهْتَدِي ۖ وَمَن يُضْلِلْ فَأُولَٰئِكَ هُمُ الْخَاسِرُونَ (178) Ewê ku Yezdan, ewa anîbe (rêya rast) şixwa ewa (di rêya rast dane) û (Yezdan) kîjanî ji (rêya rast) derxe, ewanê zîyan kirine, bi rastî îdî evan bi xweber in |
وَلَقَدْ ذَرَأْنَا لِجَهَنَّمَ كَثِيرًا مِّنَ الْجِنِّ وَالْإِنسِ ۖ لَهُمْ قُلُوبٌ لَّا يَفْقَهُونَ بِهَا وَلَهُمْ أَعْيُنٌ لَّا يُبْصِرُونَ بِهَا وَلَهُمْ آذَانٌ لَّا يَسْمَعُونَ بِهَا ۚ أُولَٰئِكَ كَالْأَنْعَامِ بَلْ هُمْ أَضَلُّ ۚ أُولَٰئِكَ هُمُ الْغَافِلُونَ (179) Bi sond! Me ji bona dojê ra ji meçêtir û kesan (weki çandina) pir (afirandine). Ji bona van (dojeyan ra) dilê wan heye, lê ewan bi wî dilî pisporêya (tu tiştî) nakin, ji bona wan ra çav hene, ewan bi wî çavî (tiştan) nabînin û ji bona wan ra goh hene, ewan bi wan gohan (tu tiştî) nabihên. Evanan wekî tarişan in, ji tarişan pirtir jî hêj (rêya xwe) wunda kirine. Ewanê ku haja wan ji wan tune ye; evan bi xweber in |
وَلِلَّهِ الْأَسْمَاءُ الْحُسْنَىٰ فَادْعُوهُ بِهَا ۖ وَذَرُوا الَّذِينَ يُلْحِدُونَ فِي أَسْمَائِهِ ۚ سَيُجْزَوْنَ مَا كَانُوا يَعْمَلُونَ (180) Çiqa navên rind hene! Ewan ji bona Yezdan ra nin, îdî hûn bi qencê navan gazî wî bikin û hûn dest ji wanê, ku ewan (bi we ra) di navê wî da tekoşînê dikin berdin. Ewananê di nêzîk da bi wan kirinê xwe bêne celatkirinê |
وَمِمَّنْ خَلَقْنَا أُمَّةٌ يَهْدُونَ بِالْحَقِّ وَبِهِ يَعْدِلُونَ (181) Û ji wan kesên ku me afirandine (destek) heye, ewan bi malî têne (rêya rast) û ewan hey bi mafî jî dadî dikin |
وَالَّذِينَ كَذَّبُوا بِآيَاتِنَا سَنَسْتَدْرِجُهُم مِّنْ حَيْثُ لَا يَعْلَمُونَ (182) Ewanê ku bi berateyên me derewan dikin hene! Emê ewan di cîyekî wusa da hêdî hêdî şapat bikin, ku qe ewan pê nizan bin |
وَأُمْلِي لَهُمْ ۚ إِنَّ كَيْدِي مَتِينٌ (183) Û ez ji bona wan ra nemaze (xusûsî) dan didim. Bi rastî xaxê min pir zexm e |
أَوَلَمْ يَتَفَكَّرُوا ۗ مَا بِصَاحِبِهِم مِّن جِنَّةٍ ۚ إِنْ هُوَ إِلَّا نَذِيرٌ مُّبِينٌ (184) Ma qey ewan qe raman nakin, ku tu tepaketin bi hevalê wanê (Muhemmed ra) tune ye? Ewa hevalê wan hey hişyardarê (ji şapatan) bi xûyayî ye |
أَوَلَمْ يَنظُرُوا فِي مَلَكُوتِ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ وَمَا خَلَقَ اللَّهُ مِن شَيْءٍ وَأَنْ عَسَىٰ أَن يَكُونَ قَدِ اقْتَرَبَ أَجَلُهُمْ ۖ فَبِأَيِّ حَدِيثٍ بَعْدَهُ يُؤْمِنُونَ (185) Qey ewan (bi ramanî) di maldarya ezman û zemîn da û di çi tiştên ku Yezdan afirandine û dibe ku danê can sitandina wan nêzîk be, naponijin? Ewanê ji piştî vê (Qur´anê) gelo we îdî bi kîjan axiftinê bawer bikin |
مَن يُضْلِلِ اللَّهُ فَلَا هَادِيَ لَهُ ۚ وَيَذَرُهُمْ فِي طُغْيَانِهِمْ يَعْمَهُونَ (186) Îdî Yezdan kîjanî (ji rêya rast) derxe, ji bona wî ra tu beled tune ye û (Yezdan) ewanan di quretî (û devxûnîya wan da) kor dihêle |
يَسْأَلُونَكَ عَنِ السَّاعَةِ أَيَّانَ مُرْسَاهَا ۖ قُلْ إِنَّمَا عِلْمُهَا عِندَ رَبِّي ۖ لَا يُجَلِّيهَا لِوَقْتِهَا إِلَّا هُوَ ۚ ثَقُلَتْ فِي السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ ۚ لَا تَأْتِيكُمْ إِلَّا بَغْتَةً ۗ يَسْأَلُونَكَ كَأَنَّكَ حَفِيٌّ عَنْهَا ۖ قُلْ إِنَّمَا عِلْمُهَا عِندَ اللَّهِ وَلَٰكِنَّ أَكْثَرَ النَّاسِ لَا يَعْلَمُونَ (187) Ewanan ji te (Muhemmed!) pirs dikin; ka gavê danê şandina rabûna hemûtî (Qîyametê) kînge ye? Tu (di pisyara wan da aha) bêje: "Bi rastî zanîna wî danî hey li bal Xudayê min e. Ji pêştirê wî tu kes gava wî danî nade qûyandinê (hey ewa di gava wî da derdixe). Ewa dana wusa girane ku ezman û zemîn jî nikarin hildin. Wê nişkê va bi we da were. Ewan pirsa wî danî ji te dikin, tu dibe qey te (hêj berê da) ewa dana pirsîyaye pê zanîye. Tu (ji wan ra aha) bêje: "Bi rastî zanîna wî danî hey li bal Yezdan e, lê pirên kesan (bi vî rastîyê) nizanin |
قُل لَّا أَمْلِكُ لِنَفْسِي نَفْعًا وَلَا ضَرًّا إِلَّا مَا شَاءَ اللَّهُ ۚ وَلَوْ كُنتُ أَعْلَمُ الْغَيْبَ لَاسْتَكْثَرْتُ مِنَ الْخَيْرِ وَمَا مَسَّنِيَ السُّوءُ ۚ إِنْ أَنَا إِلَّا نَذِيرٌ وَبَشِيرٌ لِّقَوْمٍ يُؤْمِنُونَ (188) (Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "Ji pêştirê tişta Yezdan va ye; ez ji bona xwe ra jî tu kar û zîyanê nikarim bikim. Heke hûn bi tiştên ne xûyayî bizanîya, minê bi rastî qencê pir bikirinan! Û ji min qe tu sikatî jî nedihat (ça bi serê min da jî ne dihat). Ez bi xweber jî ji bona komalê bawer dikin, tirsdanê (bi celat) û mizgînvanê (bi xelata) nim |
۞ هُوَ الَّذِي خَلَقَكُم مِّن نَّفْسٍ وَاحِدَةٍ وَجَعَلَ مِنْهَا زَوْجَهَا لِيَسْكُنَ إِلَيْهَا ۖ فَلَمَّا تَغَشَّاهَا حَمَلَتْ حَمْلًا خَفِيفًا فَمَرَّتْ بِهِ ۖ فَلَمَّا أَثْقَلَت دَّعَوَا اللَّهَ رَبَّهُمَا لَئِنْ آتَيْتَنَا صَالِحًا لَّنَكُونَنَّ مِنَ الشَّاكِرِينَ (189) Evê ku hûn ji yek nişake bi tenê afirandine heye! Ewa Yezdan e, ji bo ku hogirya xwe bidne hev ewî ji wê nişa zoya wê jî afirandîye. Îdî gava (zoya nêr li bal zoya mê da bi jinanî çûya) zoya mê bi barekî sivik avis bûye. Ji piştî (vê bûyerê, li ser avisbûnê da dan û dem) borîne, avisbûna we giran bûye; Her du zoyan bi hev ra ji Yezdan (aha) lava kirine: "Xudayê me! Heke tu ji bona me ra zarekî aştîkar bidî, bi sond! Emê bibne ji vanê sipazkar |
فَلَمَّا آتَاهُمَا صَالِحًا جَعَلَا لَهُ شُرَكَاءَ فِيمَا آتَاهُمَا ۚ فَتَعَالَى اللَّهُ عَمَّا يُشْرِكُونَ (190) Îdî gava ku ewî ji bona wan ra (zareke) aştîkarê bê kemasî daye; ewan herdukan di afirandina (zarokê da) hevrî ji bona wî ra girtine. Yezdan bi xweber jî ji wan hevrîyên ewan girtine bê gur e |
أَيُشْرِكُونَ مَا لَا يَخْلُقُ شَيْئًا وَهُمْ يُخْلَقُونَ (191) Ewanan ça ewan tiştên ku hatine afirandinê; qe tu tişt jî ne afirandine ji bona wî ra dixne hevrî |
وَلَا يَسْتَطِيعُونَ لَهُمْ نَصْرًا وَلَا أَنفُسَهُمْ يَنصُرُونَ (192) Ewan hevrîyan bi xweber jî ne ji bona (wan perestvananên xwe ra) û ne jî ji bona xwe ra bi xweber nikarin tu arîkarî bikin |
وَإِن تَدْعُوهُمْ إِلَى الْهُدَىٰ لَا يَتَّبِعُوكُمْ ۚ سَوَاءٌ عَلَيْكُمْ أَدَعَوْتُمُوهُمْ أَمْ أَنتُمْ صَامِتُونَ (193) Heke hûn ewan (havrîçêkeran) gazî li bal rêya rast bikin ewan dîsa nabin peyrewê we. Hûn çi gazî wan bikin û hûn çi xwe ker bikin (qe gazî wan nekin) li bal wan yek e |
إِنَّ الَّذِينَ تَدْعُونَ مِن دُونِ اللَّهِ عِبَادٌ أَمْثَالُكُمْ ۖ فَادْعُوهُمْ فَلْيَسْتَجِيبُوا لَكُمْ إِن كُنتُمْ صَادِقِينَ (194) Bi rastî ewan (perestvanên) ku hûn ji pêştirê Yezdan (bi perestî) gazî wan dikin hene! Ewan jî hinek bendeyên wekî we ne; (me ewan afirandine). Heke hûn di doza (xudatîya wan da rast in): ka îdî hûn (bi perestî) gazî wan bikin, bi ra ewan jî pisyara we bidin |
أَلَهُمْ أَرْجُلٌ يَمْشُونَ بِهَا ۖ أَمْ لَهُمْ أَيْدٍ يَبْطِشُونَ بِهَا ۖ أَمْ لَهُمْ أَعْيُنٌ يُبْصِرُونَ بِهَا ۖ أَمْ لَهُمْ آذَانٌ يَسْمَعُونَ بِهَا ۗ قُلِ ادْعُوا شُرَكَاءَكُمْ ثُمَّ كِيدُونِ فَلَا تُنظِرُونِ (195) Qey ji bona wan ra pê heye, ku ewan bi wî digerin? Ya jî ji bona wan ra dest heye, ku ewan bi wî dayînê dikin? Ya jî ji bona wan ra qey çav hene, ku ewan bi wî çavî dîtinê bikin? Ya jî ji bona wan ra qey gonehên, ku ewan bi wî gohî bihîstinê bikin? Tu (ji bona wan ra aha) bêje: "Ka hûn gazî wan perestvanên xwe bikin; pasê hûn (bi hev ra) ji bona min ra endezan bikin, îdî hûn qe li min mêze nekin (bira dilê we bi min neşewite) |
إِنَّ وَلِيِّيَ اللَّهُ الَّذِي نَزَّلَ الْكِتَابَ ۖ وَهُوَ يَتَوَلَّى الصَّالِحِينَ (196) Bi rastî ewa Yezdanê ku (bi ser min da) pirtûk hinartîye heye! Serkarê min bi xweber ewa ye. Ewa serkarya hemû aştîkaran jî dike |
وَالَّذِينَ تَدْعُونَ مِن دُونِهِ لَا يَسْتَطِيعُونَ نَصْرَكُمْ وَلَا أَنفُسَهُمْ يَنصُرُونَ (197) Û ewan (perestvanên, ku hûn bi perestî) ji pêştirê (Yezdan) gazî wan dikin hene! Ewan nikarin arîkarya we bikin û ewan arîkarya xwe bi xweber jî nikarin bikin |
وَإِن تَدْعُوهُمْ إِلَى الْهُدَىٰ لَا يَسْمَعُوا ۖ وَتَرَاهُمْ يَنظُرُونَ إِلَيْكَ وَهُمْ لَا يُبْصِرُونَ (198) Û heke hûn gazî wan (perestîyên xwe ji bona aştîkarya xwe, ya jî ji bona ku ewan rêya rast bidne nîşanê we) bikin; ewan (dengê we) nabihên. Gava tu ewan dibînî; tu dibê qey ewan li te mêze dikin, ewan bi xweber jî qe nabînin |
خُذِ الْعَفْوَ وَأْمُرْ بِالْعُرْفِ وَأَعْرِضْ عَنِ الْجَاهِلِينَ (199) Tu (rêya) baxişandinê bigire û tu fermana bi qencîyan bike û tu ji nezanan dest berde |
وَإِمَّا يَنزَغَنَّكَ مِنَ الشَّيْطَانِ نَزْغٌ فَاسْتَعِذْ بِاللَّهِ ۚ إِنَّهُ سَمِيعٌ عَلِيمٌ (200) Heke pelîd xidîka te anî (ji bo ku tu ji wan ra biryaran ne bêjî) heman tu xwe bavêje Yezdan. Bi rastî Yezdan bihîstekî pir zana ye! (Ya jî heke ji pelîd da bîrvakirinek ji te ra hat, te jî bîrva kir biryarên Yezdan ji wan ra ne got, gava kete bîra te heman tu ji bona wan ra ewan biryaran bêje û tu ji bona vê bîrvakirinê ji Yezdan lavaya baxişandina xwe bike.)Bi rastî Yezdan bihîstekê pir zana ye |
إِنَّ الَّذِينَ اتَّقَوْا إِذَا مَسَّهُمْ طَائِفٌ مِّنَ الشَّيْطَانِ تَذَكَّرُوا فَإِذَا هُم مُّبْصِرُونَ (201) (Bi rastî ewanê ku xudaparisî dikin hene! Gava ji pelîd sêwrandinek bi wan bigire; ewan heman lavaya baxişandina xwe, ji Yezdan tînine bîra xwe). Îdî di wê gavê da ewan (rêya rast jî) dibînin |
وَإِخْوَانُهُمْ يَمُدُّونَهُمْ فِي الْغَيِّ ثُمَّ لَا يُقْصِرُونَ (202) Û birayên (pelîdan; file jî) hene! (Gava ji pelîdan sêwradinek bi wan bigire) îdî pelîd ewan (birayên xwe) di demên dirêj da, di xapandina xwe da dihêle, pasê ewan (ji wan kirinê xwe jî dest) kurtayî nakin |
وَإِذَا لَمْ تَأْتِهِم بِآيَةٍ قَالُوا لَوْلَا اجْتَبَيْتَهَا ۚ قُلْ إِنَّمَا أَتَّبِعُ مَا يُوحَىٰ إِلَيَّ مِن رَّبِّي ۚ هَٰذَا بَصَائِرُ مِن رَّبِّكُمْ وَهُدًى وَرَحْمَةٌ لِّقَوْمٍ يُؤْمِنُونَ (203) Û di gava ku tu ji wan ra beratekî neynî, ewan (di pisyara te da aha) dibêjin: "Hêj te xwe berev ne kirîye (heya tu beratan jî ji bona me ra binî)?" Tu (ji bona wan ra aha) bêje: "Bi rastî ez hey dibime peyrewê wan berateyên, ku ji Xudayê min li bal min da hatîye niqandinê. Eva (Qur´ana bi xweber jî) ji Xudayê we, ji bona wî komalê bawer dikin, beled û dilovînek e |
وَإِذَا قُرِئَ الْقُرْآنُ فَاسْتَمِعُوا لَهُ وَأَنصِتُوا لَعَلَّكُمْ تُرْحَمُونَ (204) Û di gava ku Qur´an hate xwendinê, îdî hûn ji bona (xwendina Qur´anê) gohdarî bikin û hûnê xwe ker bikin; dibe ku hûn (bi vî awayî bêne dilovînkirinê) |
وَاذْكُر رَّبَّكَ فِي نَفْسِكَ تَضَرُّعًا وَخِيفَةً وَدُونَ الْجَهْرِ مِنَ الْقَوْلِ بِالْغُدُوِّ وَالْآصَالِ وَلَا تَكُن مِّنَ الْغَافِلِينَ (205) Û tu di dilê xwe da bi zarîn û bi dizî Xudayê xwe bîra xwe bîne; di sibe û evaran da (ji wî lavaya baxişandina xwe bike) bê qirîn (û hewar). Û tu nebe ji wanê (ji bîranînê) bê goman in |
إِنَّ الَّذِينَ عِندَ رَبِّكَ لَا يَسْتَكْبِرُونَ عَنْ عِبَادَتِهِ وَيُسَبِّحُونَهُ وَلَهُ يَسْجُدُونَ ۩ (206) Bi rastî ewanê li bal Xudayê te, hene! Ewanan ji perestîya Xuda, xwe qure nakin; ewanan (di hemû caran da jî Xuda ji kêmasîyan) paqij dikin, ewan hey (ji bona Yezdan ra) kunde dibin |