| وَالسَّمَاءِ وَالطَّارِقِ (1) Bi ezman û bi sitêrka quloker
 | 
| وَمَا أَدْرَاكَ مَا الطَّارِقُ (2) (Muhemmed!) ka tu ji ku dizanî ewa (sitêrka) quloker çîye
 | 
| النَّجْمُ الثَّاقِبُ (3) Ewa sitêrka bi runahî û rêjoke ye
 | 
| إِن كُلُّ نَفْسٍ لَّمَّا عَلَيْهَا حَافِظٌ (4) (Sond dixum!) ku li ser hemû candaran, parisvanekî wî heye
 | 
| فَلْيَنظُرِ الْإِنسَانُ مِمَّ خُلِقَ (5) Ka bira meriv mêze bike ji çi hatîye afirandinê
 | 
| خُلِقَ مِن مَّاءٍ دَافِقٍ (6) Ewa (meriva) ji avekehilavok hatîye afirandinê
 | 
| يَخْرُجُ مِن بَيْنِ الصُّلْبِ وَالتَّرَائِبِ (7) Ewa (ava) ji pişta (mêran) û ji nava (her du) memikê (jinan) derdikeve
 | 
| إِنَّهُ عَلَىٰ رَجْعِهِ لَقَادِرٌ (8) Bi rastî (ew Yezdan ê, ku bi vî awayî merivan biafirîn e; ji piştî mirinê) di şî ku ewan para da bizvirîn e
 | 
| يَوْمَ تُبْلَى السَّرَائِرُ (9) Di roya, ku hemû (veşartî) wê derkevin xûya bibin
 | 
| فَمَا لَهُ مِن قُوَّةٍ وَلَا نَاصِرٍ (10) Îdî ji bo wî merivî ra qe tu hêz û arîkarî namîn e
 | 
| وَالسَّمَاءِ ذَاتِ الرَّجْعِ (11) Û bi wî ezmanê (ku avê hildid e û) para da dîsa dizvirîn e
 | 
| وَالْأَرْضِ ذَاتِ الصَّدْعِ (12) Û bi wî zemînê (ku ji bona hêşîna ya) çiryanê derizî
 | 
| إِنَّهُ لَقَوْلٌ فَصْلٌ (13) (Sond dixum!) ku ewa (Qur´an a) bi rastî pûçî û rastîyê ji hev ra diqetîn e
 | 
| وَمَا هُوَ بِالْهَزْلِ (14) Û ewa (Qur´an a) tinaz nîn e
 | 
| إِنَّهُمْ يَكِيدُونَ كَيْدًا (15) Bı rastî ewan (filan ji bona pûçatê ya Qur´an ê) endezan dikin
 | 
| وَأَكِيدُ كَيْدًا (16) Ez bi xweber jî (ji bona girtina wan) defikan pev dixim
 | 
| فَمَهِّلِ الْكَافِرِينَ أَمْهِلْهُمْ رُوَيْدًا (17) Îdî (Muhemmed!) tu ji bona wan filan ra firsetê bide, bira ewan hedî-hedî (di rê ya xwe da her in)
 |