ص ۚ وَالْقُرْآنِ ذِي الذِّكْرِ (1) Sad. Bi Qur´ana xwedan zikir (pend û þîret) kim (ku gotina kafiran nerast e) |
بَلِ الَّذِينَ كَفَرُوا فِي عِزَّةٍ وَشِقَاقٍ (2) Ne, ên kafir bûne di quretî û neyartiyê de ne |
كَمْ أَهْلَكْنَا مِن قَبْلِهِم مِّن قَرْنٍ فَنَادَوا وَّلَاتَ حِينَ مَنَاصٍ (3) Me berî wan çiqas nifþa têkbiriye, vêca wan hewar û gazî kir, lê dema revê qet nemaye |
وَعَجِبُوا أَن جَاءَهُم مُّنذِرٌ مِّنْهُمْ ۖ وَقَالَ الْكَافِرُونَ هَٰذَا سَاحِرٌ كَذَّابٌ (4) Ew sosret man ku hiþyarkerek ji wan hate bal wan û kafiran got ku: "Evê han efsûngerek pirr derewkar e |
أَجَعَلَ الْآلِهَةَ إِلَٰهًا وَاحِدًا ۖ إِنَّ هَٰذَا لَشَيْءٌ عُجَابٌ (5) Ma ew Xudayan dike yek Xudakî? Bêguman evê han tiþtekî pirr sosret e |
وَانطَلَقَ الْمَلَأُ مِنْهُمْ أَنِ امْشُوا وَاصْبِرُوا عَلَىٰ آلِهَتِكُمْ ۖ إِنَّ هَٰذَا لَشَيْءٌ يُرَادُ (6) Û koma sereka ji wan rabûn derketin (û gotin:) "Herin û li ser Xudayên xwe hewî bînin. Bêguman evê han tiþtek e ku tê xwestin |
مَا سَمِعْنَا بِهَٰذَا فِي الْمِلَّةِ الْآخِرَةِ إِنْ هَٰذَا إِلَّا اخْتِلَاقٌ (7) Me evê han di naf komela paþîn de jî nebihîstiye. Evê han hey derewek bi hev xistîn ye |
أَأُنزِلَ عَلَيْهِ الذِّكْرُ مِن بَيْنِنَا ۚ بَلْ هُمْ فِي شَكٍّ مِّن ذِكْرِي ۖ بَل لَّمَّا يَذُوقُوا عَذَابِ (8) Ma ji navbera me zikir (Qur´an) bi ser wî de hatiye daxistin?" Ne, ew ji zikrê min (Qur´anê) di dudiliyê de ne. Ne, wan hê ezabê min tam nekiriye |
أَمْ عِندَهُمْ خَزَائِنُ رَحْمَةِ رَبِّكَ الْعَزِيزِ الْوَهَّابِ (9) Ma qey xiznê dilovaniya perwerdekarê te yê serkeftiyê pirr bexþende li cem wan in |
أَمْ لَهُم مُّلْكُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ وَمَا بَيْنَهُمَا ۖ فَلْيَرْتَقُوا فِي الْأَسْبَابِ (10) Yan qey mulkê asîmana û zemîn û tiþtê di navbera wan de ê wan e? (Eger ê wan e) nexwe bira di rêyê (asîman) de hilkþin |
جُندٌ مَّا هُنَالِكَ مَهْزُومٌ مِّنَ الْأَحْزَابِ (11) (Ew) li wê der (li Bedrê) ji partiyan leþkerekî þikestxwarî ne |
كَذَّبَتْ قَبْلَهُمْ قَوْمُ نُوحٍ وَعَادٌ وَفِرْعَوْنُ ذُو الْأَوْتَادِ (12) Berî wan komela Nûh û Ad û Fîr´ewn ê xwedî sing jî derewandin |
وَثَمُودُ وَقَوْمُ لُوطٍ وَأَصْحَابُ الْأَيْكَةِ ۚ أُولَٰئِكَ الْأَحْزَابُ (13) Û Semûd û komela Lût û ehlê Eyketê (satara-daristanê gurr) jî (derewandin). Partî evên han in |
إِن كُلٌّ إِلَّا كَذَّبَ الرُّسُلَ فَحَقَّ عِقَابِ (14) Teva jî hey pêxemberan derewand, vêca ezabê min pêwist bû |
وَمَا يَنظُرُ هَٰؤُلَاءِ إِلَّا صَيْحَةً وَاحِدَةً مَّا لَهَا مِن فَوَاقٍ (15) Evên han hey li benda yek qêrînekî ne qu jê re tu xweþî (û veger û bixwevehatin) nîne |
وَقَالُوا رَبَّنَا عَجِّل لَّنَا قِطَّنَا قَبْلَ يَوْمِ الْحِسَابِ (16) Wan (bi tinaz) got ku: "Perwerdekarê me! tu berî roja hîsabê zûtir defterê me (yê qu xweþî û xelatê para me tê de ne) bide me |
اصْبِرْ عَلَىٰ مَا يَقُولُونَ وَاذْكُرْ عَبْدَنَا دَاوُودَ ذَا الْأَيْدِ ۖ إِنَّهُ أَوَّابٌ (17) Tu li ser tiþtê ew dibêjin bîhnfirehî nîþan de û bendeyê me Dawid ê xwedan hêz di bîr bîne. Bêguman ew pirr bendewar e |
إِنَّا سَخَّرْنَا الْجِبَالَ مَعَهُ يُسَبِّحْنَ بِالْعَشِيِّ وَالْإِشْرَاقِ (18) Bêguman me, pê re çiyayan sitûxor kir ku êwar û sibeha (Xuda ji kêmasiya) pak bêrî didêrin |
وَالطَّيْرَ مَحْشُورَةً ۖ كُلٌّ لَّهُ أَوَّابٌ (19) Û teyr jî (li balê) juvandî ne; giþt jê re bendewar in |
وَشَدَدْنَا مُلْكَهُ وَآتَيْنَاهُ الْحِكْمَةَ وَفَصْلَ الْخِطَابِ (20) Û me mulkê wî bihês kir û me hîkmet û zanîna bi xweþî ji hev veqetandinê dayê |
۞ وَهَلْ أَتَاكَ نَبَأُ الْخَصْمِ إِذْ تَسَوَّرُوا الْمِحْرَابَ (21) Ma xebera wan dozdaran ji te re hat? (Tu goh bidê) dema wan hawîdorê mîhrabê (limêjgehê) girt |
إِذْ دَخَلُوا عَلَىٰ دَاوُودَ فَفَزِعَ مِنْهُمْ ۖ قَالُوا لَا تَخَفْ ۖ خَصْمَانِ بَغَىٰ بَعْضُنَا عَلَىٰ بَعْضٍ فَاحْكُم بَيْنَنَا بِالْحَقِّ وَلَا تُشْطِطْ وَاهْدِنَا إِلَىٰ سَوَاءِ الصِّرَاطِ (22) Dema ew ketin bal Dawid, vêca ew ji wan bizdiya. Gotinê: "Netirse, em du dozdar in ku hina ji me li hina tadê kiriye, vêca tu bi rastiyê di navbera me de hukim bike û ji rastiyê dûr nebe-ne-heqî neke û tu rêya rast nîþa me bide |
إِنَّ هَٰذَا أَخِي لَهُ تِسْعٌ وَتِسْعُونَ نَعْجَةً وَلِيَ نَعْجَةٌ وَاحِدَةٌ فَقَالَ أَكْفِلْنِيهَا وَعَزَّنِي فِي الْخِطَابِ (23) Bi rastî evê han birayê min e, not û neh bizinê wî ne û ê min jî yek bizinekî ye, vêca wî got ku: "Tu wê jî bispêre min û di gotinê de bi ser min ket |
قَالَ لَقَدْ ظَلَمَكَ بِسُؤَالِ نَعْجَتِكَ إِلَىٰ نِعَاجِهِ ۖ وَإِنَّ كَثِيرًا مِّنَ الْخُلَطَاءِ لَيَبْغِي بَعْضُهُمْ عَلَىٰ بَعْضٍ إِلَّا الَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ وَقَلِيلٌ مَّا هُمْ ۗ وَظَنَّ دَاوُودُ أَنَّمَا فَتَنَّاهُ فَاسْتَغْفَرَ رَبَّهُ وَخَرَّ رَاكِعًا وَأَنَابَ ۩ (24) (Dawid) got ku: "Bêguman wî bi xwestina bizina te ku tu tevlî bizînê wî bikî li te tadê kiriye. Birastî pirrî ên pezê xwe tevlîhev dikin hin ji wan li hina tadê dikin, tenê ên bawerî anîne û karên qenc kirine ne tê de. Ew jî çiqas hindik in!" Dawid zanî ku me bera wî sihêtî kiriye, vêca bexþînê ji perwerdekarê xwe xwest û li piya xwe xor kir û (ji kirinê xwe) poþman bû- vegeriya |
فَغَفَرْنَا لَهُ ذَٰلِكَ ۖ وَإِنَّ لَهُ عِندَنَا لَزُلْفَىٰ وَحُسْنَ مَآبٍ (25) Me jî wî jê re bexþand û bêguman jê re li cem me nêzîkahî û vegera rind heye |
يَا دَاوُودُ إِنَّا جَعَلْنَاكَ خَلِيفَةً فِي الْأَرْضِ فَاحْكُم بَيْنَ النَّاسِ بِالْحَقِّ وَلَا تَتَّبِعِ الْهَوَىٰ فَيُضِلَّكَ عَن سَبِيلِ اللَّهِ ۚ إِنَّ الَّذِينَ يَضِلُّونَ عَن سَبِيلِ اللَّهِ لَهُمْ عَذَابٌ شَدِيدٌ بِمَا نَسُوا يَوْمَ الْحِسَابِ (26) Dawid! bêguman me te di rûyê zemîn de kiriye caniþîn, vêca tu di nabeyna mirovan de bi rastiyê hukim bike û nede pey hewesa, vêca wê te jý rþya Xuda þaþ dibin ji wan re bi sedem ku roja hîsabê (qiyametê) ji bîr kirine ezabek dijwar heye |
وَمَا خَلَقْنَا السَّمَاءَ وَالْأَرْضَ وَمَا بَيْنَهُمَا بَاطِلًا ۚ ذَٰلِكَ ظَنُّ الَّذِينَ كَفَرُوا ۚ فَوَيْلٌ لِّلَّذِينَ كَفَرُوا مِنَ النَّارِ (27) Me asîman û zemîn û tiþtê di navbera wan de pûç û bereday ne aferandiye. Eva gumana ên kafir bûne ye. Vêca ji agir xulî li ên kafir bûne be |
أَمْ نَجْعَلُ الَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ كَالْمُفْسِدِينَ فِي الْأَرْضِ أَمْ نَجْعَلُ الْمُتَّقِينَ كَالْفُجَّارِ (28) Ma qey emê ên bawerî anîne û karên qenc kirine wekî xerabkarên di rûyê zemîn de bigrin? Yan emê xweparêzan wekî gunehkaran bigrin |
كِتَابٌ أَنزَلْنَاهُ إِلَيْكَ مُبَارَكٌ لِّيَدَّبَّرُوا آيَاتِهِ وَلِيَتَذَكَّرَ أُولُو الْأَلْبَابِ (29) (Eva) kitêbek pîroz e ku me wê bal te ve daxistiye ji bo ku ew di ayetên wê de hûr bifikirin û xwedan hiþ þîret bigrindi bîr bînin |
وَوَهَبْنَا لِدَاوُودَ سُلَيْمَانَ ۚ نِعْمَ الْعَبْدُ ۖ إِنَّهُ أَوَّابٌ (30) Û me Silêman bi Dawid bexþand.:i bendekî rind e! Bêguman ew pirr bendewar e |
إِذْ عُرِضَ عَلَيْهِ بِالْعَشِيِّ الصَّافِنَاتُ الْجِيَادُ (31) (Di bîr bîne) dema berî êvarê hespê rewanî beza jê re hatin pêþkêþ kirin |
فَقَالَ إِنِّي أَحْبَبْتُ حُبَّ الْخَيْرِ عَن ذِكْرِ رَبِّي حَتَّىٰ تَوَارَتْ بِالْحِجَابِ (32) Vêca got ku: "Bêguman min hizkirina mal (hespa) di ser bîranîna perwerdekarê xwe re girt heya ku (roj) bi perda (tariyê) hinda bû |
رُدُّوهَا عَلَيَّ ۖ فَطَفِقَ مَسْحًا بِالسُّوقِ وَالْأَعْنَاقِ (33) (Got ku:) "Hûn wan li min vegerînin";vêca (bi þûr) çûr û sitûyan dest pê kir (jê kir) |
وَلَقَدْ فَتَنَّا سُلَيْمَانَ وَأَلْقَيْنَا عَلَىٰ كُرْسِيِّهِ جَسَدًا ثُمَّ أَنَابَ (34) Sond be, me cendekêki avêt ser textê wî, paþê ew vegeriya |
قَالَ رَبِّ اغْفِرْ لِي وَهَبْ لِي مُلْكًا لَّا يَنبَغِي لِأَحَدٍ مِّن بَعْدِي ۖ إِنَّكَ أَنتَ الْوَهَّابُ (35) (Silêman) got: "Perwerdekarê min! tu (gunehê min) ji min re bibexþîne û mulkekî bide min ku piþtî min ji tu yekî re nebe. Bêguman tu, her bexþendekar tu yî |
فَسَخَّرْنَا لَهُ الرِّيحَ تَجْرِي بِأَمْرِهِ رُخَاءً حَيْثُ أَصَابَ (36) Vêca me bayê jê re sitûxor kir ku ew bi fermana wî kuder bivê bi xweþî û sernermî diherike |
وَالشَّيَاطِينَ كُلَّ بَنَّاءٍ وَغَوَّاصٍ (37) Û pelîdan jî, her avaker û noqvana (me jê re ram kir) |
وَآخَرِينَ مُقَرَّنِينَ فِي الْأَصْفَادِ (38) Û (pelîd) ên din jî ku di qeyd û xelekan de girêdayî ne |
هَٰذَا عَطَاؤُنَا فَامْنُنْ أَوْ أَمْسِكْ بِغَيْرِ حِسَابٍ (39) Evê han dayîna me ye; êdî (ê dixwazî) qencî bike (berde) yan bihêle (bernede), bêhesab (tu serbestî) |
وَإِنَّ لَهُ عِندَنَا لَزُلْفَىٰ وَحُسْنَ مَآبٍ (40) Û bêguman jê re li cem me nêzîkahî û vegerek rind heye |
وَاذْكُرْ عَبْدَنَا أَيُّوبَ إِذْ نَادَىٰ رَبَّهُ أَنِّي مَسَّنِيَ الشَّيْطَانُ بِنُصْبٍ وَعَذَابٍ (41) Û tu bendeyê me Eyûb jî di bîr bîne dema gazî perwerdekarê xwe kir ku: "Bêguman ez, pelîd bi êþ û ezab têkilî min bûye |
ارْكُضْ بِرِجْلِكَ ۖ هَٰذَا مُغْتَسَلٌ بَارِدٌ وَشَرَابٌ (42) (Vêca me gotê ku:) "Tu piyê xwe li erdê de. Eva avekî sar e û a vexwarinê ye |
وَوَهَبْنَا لَهُ أَهْلَهُ وَمِثْلَهُم مَّعَهُمْ رَحْمَةً مِّنَّا وَذِكْرَىٰ لِأُولِي الْأَلْبَابِ (43) Û me ji ber dilovaniyek ji xwe û bîrxistina-þîreta xwedan hiþa maliyê wî û bi qasî wan pê re jê re bexþand |
وَخُذْ بِيَدِكَ ضِغْثًا فَاضْرِب بِّهِ وَلَا تَحْنَثْ ۗ إِنَّا وَجَدْنَاهُ صَابِرًا ۚ نِّعْمَ الْعَبْدُ ۖ إِنَّهُ أَوَّابٌ (44) Û(me gotê ku:) "Tu bi destê xwe qevdekî qirþik bigre, vêce tu pê lêde û sonda neþkîne." Bêguman me wî pirr bîhnfireh dît. Çi bendekî rinde! Bêguman ew pirr bendewar e |
وَاذْكُرْ عِبَادَنَا إِبْرَاهِيمَ وَإِسْحَاقَ وَيَعْقُوبَ أُولِي الْأَيْدِي وَالْأَبْصَارِ (45) Û tu bendeyên me Îbrahîm û Îshaq û Yaqûb ên xwedan hêz û zanîn jî di bîr bîne |
إِنَّا أَخْلَصْنَاهُم بِخَالِصَةٍ ذِكْرَى الدَّارِ (46) Bêguman me wan bi xurû dibîranîna warê (axretê-bihiþtê) pak dêreya |
وَإِنَّهُمْ عِندَنَا لَمِنَ الْمُصْطَفَيْنَ الْأَخْيَارِ (47) Û bêguman ew li cem me ji hilbijartiyên qenc in |
وَاذْكُرْ إِسْمَاعِيلَ وَالْيَسَعَ وَذَا الْكِفْلِ ۖ وَكُلٌّ مِّنَ الْأَخْيَارِ (48) Û tu Îsmaîl û Yese´û Zulkîf jî di bîr bîne. Giþt jî ji qencan e |
هَٰذَا ذِكْرٌ ۚ وَإِنَّ لِلْمُتَّقِينَ لَحُسْنَ مَآبٍ (49) Evê han bîranîneke rind e; û bêguman ji xweparêzan re vegerek rind heye |
جَنَّاتِ عَدْنٍ مُّفَتَّحَةً لَّهُمُ الْأَبْوَابُ (50) Bihiþtê xweþiyê ku derî ji wan re li ser piþtê vekirîne |
مُتَّكِئِينَ فِيهَا يَدْعُونَ فِيهَا بِفَاكِهَةٍ كَثِيرَةٍ وَشَرَابٍ (51) Ew tê de paldayî ne; ew tê de gellek fêkî û vexwarinê dixwazin |
۞ وَعِندَهُمْ قَاصِرَاتُ الطَّرْفِ أَتْرَابٌ (52) Û li cem wan keçê hevsal ku hey li wan dinêrin hene |
هَٰذَا مَا تُوعَدُونَ لِيَوْمِ الْحِسَابِ (53) Tiþtê hûn ji bo roja hîsabê (axretê) têne wade dayîn evê haye |
إِنَّ هَٰذَا لَرِزْقُنَا مَا لَهُ مِن نَّفَادٍ (54) Bêguman evê han hey roziya me ye ku tu qedandin jê renîne |
هَٰذَا ۚ وَإِنَّ لِلطَّاغِينَ لَشَرَّ مَآبٍ (55) Evê han (ji xweparêzan re ye),û bêguman ji serkêþan re jî vegerek nerid heye |
جَهَنَّمَ يَصْلَوْنَهَا فَبِئْسَ الْمِهَادُ (56) Dojeh e ku dikevinê-tê diþewitin; vêca ew çi civînek nerid e |
هَٰذَا فَلْيَذُوقُوهُ حَمِيمٌ وَغَسَّاقٌ (57) Evê han avekî kelandî û avekî pirr sar e vêca bira ew jê tam kin |
وَآخَرُ مِن شَكْلِهِ أَزْوَاجٌ (58) Û a din ji teþnîtê wî cot bi cot in |
هَٰذَا فَوْجٌ مُّقْتَحِمٌ مَّعَكُمْ ۖ لَا مَرْحَبًا بِهِمْ ۚ إِنَّهُمْ صَالُو النَّارِ (59) (Zebaniya gote serekên wan:) "Eva han komekî ye ku xwe bi we re davêjin (agir. Wan got:) "Ew qet nebixêr hatin. Bêguman ewê têkevin agir |
قَالُوا بَلْ أَنتُمْ لَا مَرْحَبًا بِكُمْ ۖ أَنتُمْ قَدَّمْتُمُوهُ لَنَا ۖ فَبِئْسَ الْقَرَارُ (60) Gotin:"Ne, hûn qet nebixêr hatin. We wî (agirî) ji me re pêþ xist. Vêca þûna manê çi nerid e |
قَالُوا رَبَّنَا مَن قَدَّمَ لَنَا هَٰذَا فَزِدْهُ عَذَابًا ضِعْفًا فِي النَّارِ (61) Gotin: "Perwerdekarê me! kî evê han ji me re pêþ xistiye, êdî tu di agir de ezab jê re li ser hev pirrtir bike |
وَقَالُوا مَا لَنَا لَا نَرَىٰ رِجَالًا كُنَّا نَعُدُّهُم مِّنَ الْأَشْرَارِ (62) Û gotin ku: "Çi bûye ji me ku em hin zilamê ku me wan ji xeraba dijmart nabînin |
أَتَّخَذْنَاهُمْ سِخْرِيًّا أَمْ زَاغَتْ عَنْهُمُ الْأَبْصَارُ (63) Me wan bi tinaza digirt yan .av ji wan fetilîne |
إِنَّ ذَٰلِكَ لَحَقٌّ تَخَاصُمُ أَهْلِ النَّارِ (64) Bêguman evê han bera xirecira ehlê agir e |
قُلْ إِنَّمَا أَنَا مُنذِرٌ ۖ وَمَا مِنْ إِلَٰهٍ إِلَّا اللَّهُ الْوَاحِدُ الْقَهَّارُ (65) tu bêje: "Bêguman ez tenê hiþyarker im; û ji Xudayê yekta yê her serkeftî pêve tu Xuda nînin |
رَبُّ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ وَمَا بَيْنَهُمَا الْعَزِيزُ الْغَفَّارُ (66) Perwerdekarê asîmana û zemîn û tiþtê di navbera wan de ye, ê serkeftiyê pirr bexþendekar e |
قُلْ هُوَ نَبَأٌ عَظِيمٌ (67) Tu bêje: "Ew (Qur´an yan rabûna piþtî mirine) bûyerek pirr mezin e |
أَنتُمْ عَنْهُ مُعْرِضُونَ (68) Hûn jê rû dizivrînin |
مَا كَانَ لِيَ مِنْ عِلْمٍ بِالْمَلَإِ الْأَعْلَىٰ إِذْ يَخْتَصِمُونَ (69) Tu zanîna min bi civata jorîn nîne dema ew bi hev re xirecirê dikin |
إِن يُوحَىٰ إِلَيَّ إِلَّا أَنَّمَا أَنَا نَذِيرٌ مُّبِينٌ (70) Her bal min ve wehî dibe ku bêguman ez tenê hiþyarkerek xuya me |
إِذْ قَالَ رَبُّكَ لِلْمَلَائِكَةِ إِنِّي خَالِقٌ بَشَرًا مِّن طِينٍ (71) (Di bîr bîne) dema perwerdekarê te ji feriþteyan re got ku: "Bêguman ezê mirovekî ji heriyê çêkim |
فَإِذَا سَوَّيْتُهُ وَنَفَخْتُ فِيهِ مِن رُّوحِي فَقَعُوا لَهُ سَاجِدِينَ (72) Vêca gava min wî li hev rast kir û min ji canê xwe te pif kir; êdî hûn jê re serî deynin |
فَسَجَدَ الْمَلَائِكَةُ كُلُّهُمْ أَجْمَعُونَ (73) Vêca hemû feriþteyan tev jê re serî danî |
إِلَّا إِبْلِيسَ اسْتَكْبَرَ وَكَانَ مِنَ الْكَافِرِينَ (74) Ji pêþtirê pelîd. Wî quretî kir û bû ji kafiran |
قَالَ يَا إِبْلِيسُ مَا مَنَعَكَ أَن تَسْجُدَ لِمَا خَلَقْتُ بِيَدَيَّ ۖ أَسْتَكْبَرْتَ أَمْ كُنتَ مِنَ الْعَالِينَ (75) (Xuda) got: "Pelîdo! çi nehiþt ku tu ji tiþtê min bi destê xwe aferandiye re serî deynî? tu qure bûyî yan bûyî ji poz bilindan |
قَالَ أَنَا خَيْرٌ مِّنْهُ ۖ خَلَقْتَنِي مِن نَّارٍ وَخَلَقْتَهُ مِن طِينٍ (76) (Pelîd) got: "Ez jê çêtir im. Te min ji agir aferandiye û te wî jî ji heriyê aferandiye |
قَالَ فَاخْرُجْ مِنْهَا فَإِنَّكَ رَجِيمٌ (77) (Xuda) gotê: "Nexwe ji wê derkeve; lewra bêguman tu qewrandî yî |
وَإِنَّ عَلَيْكَ لَعْنَتِي إِلَىٰ يَوْمِ الدِّينِ (78) Û bêguman laneta min heya roja xelat û celatê li ser te ye |
قَالَ رَبِّ فَأَنظِرْنِي إِلَىٰ يَوْمِ يُبْعَثُونَ (79) Wî got ku: "Perwerdekarê min! tu heye roja ku wê bêne rakirin li benda min bimîne |
قَالَ فَإِنَّكَ مِنَ الْمُنظَرِينَ (80) (Xuda) gotê: "Êdî bêguman tu ji wanê li benda wan tê mayîn î |
إِلَىٰ يَوْمِ الْوَقْتِ الْمَعْلُومِ (81) Heya roja ku wextê wê diyar e |
قَالَ فَبِعِزَّتِكَ لَأُغْوِيَنَّهُمْ أَجْمَعِينَ (82) (Pelîd) got ku: "Vêca ez bi rûmet û serkeftina te kim, ezê wan teva bixapînim |
إِلَّا عِبَادَكَ مِنْهُمُ الْمُخْلَصِينَ (83) Tenê bendeyên te yên dilpak ji wan ne tê de |
قَالَ فَالْحَقُّ وَالْحَقَّ أَقُولُ (84) (Xuda) got ku: "Vêca (Ez) rast im û her rastiyê dibêjim |
لَأَمْلَأَنَّ جَهَنَّمَ مِنكَ وَمِمَّن تَبِعَكَ مِنْهُمْ أَجْمَعِينَ (85) Ezê dojehê ji te û ji ên ji wan didin pey te teva tije kim |
قُلْ مَا أَسْأَلُكُمْ عَلَيْهِ مِنْ أَجْرٍ وَمَا أَنَا مِنَ الْمُتَكَلِّفِينَ (86) Tu bêje ku: "Ez ne tu destmuzî li serê ji we dixwazim û ne jî ez bi zorê ji ber xwe ve derdixim |
إِنْ هُوَ إِلَّا ذِكْرٌ لِّلْعَالَمِينَ (87) Ew (Qur´an) ji hemû cîhanan re hey þîret û bîrxistin e |
وَلَتَعْلَمُنَّ نَبَأَهُ بَعْدَ حِينٍ (88) Û hûnê xebera wê piþtî demekê baþ bizanbin |