يَسْأَلُونَكَ عَنِ الْأَنفَالِ ۖ قُلِ الْأَنفَالُ لِلَّهِ وَالرَّسُولِ ۖ فَاتَّقُوا اللَّهَ وَأَصْلِحُوا ذَاتَ بَيْنِكُمْ ۖ وَأَطِيعُوا اللَّهَ وَرَسُولَهُ إِن كُنتُم مُّؤْمِنِينَ (1) (Muhemmed!) Ewan ji te pirsa (parkirina malê) şorê dikin. Tu (di bersiva wan da aha) bêje: "Malê şorê; ji bona Yezdan û Pêxember e (ewan ça bivên wusa par dikin). Heke hûn Bı rastî bawer bikin, îdî hûn Yezdan parisî bikin û hûn di nava xwe da aştîkarî bikin, hûn bi gotina Yezdan û Pêxemberê bikin |
إِنَّمَا الْمُؤْمِنُونَ الَّذِينَ إِذَا ذُكِرَ اللَّهُ وَجِلَتْ قُلُوبُهُمْ وَإِذَا تُلِيَتْ عَلَيْهِمْ آيَاتُهُ زَادَتْهُمْ إِيمَانًا وَعَلَىٰ رَبِّهِمْ يَتَوَكَّلُونَ (2) Bi rastî bawerger hey evan in: Di gava ji Yezdan tê mijûlkirinê, dilê wan ji tirsa davêje û di gava ku beratên wî ji wan ra tê xundinê, bawerya wan hêj pirtir dibe, ewan (bawergeran bi xweber jî) xwe hispartine Xudayê xwe |
الَّذِينَ يُقِيمُونَ الصَّلَاةَ وَمِمَّا رَزَقْنَاهُمْ يُنفِقُونَ (3) Ewan (bawergerên ku salixê wan borîne) ev in: Nimêja xwe dikin û ji wan rojînên (rizq) ku me daye wan (bi xezanan) didine xurinê |
أُولَٰئِكَ هُمُ الْمُؤْمِنُونَ حَقًّا ۚ لَّهُمْ دَرَجَاتٌ عِندَ رَبِّهِمْ وَمَغْفِرَةٌ وَرِزْقٌ كَرِيمٌ (4) Bi rastî bawergerên rast evan in. Li bal Xudayê wan ji bona wan ra paye û baxişandin û rojînên xweş hene |
كَمَا أَخْرَجَكَ رَبُّكَ مِن بَيْتِكَ بِالْحَقِّ وَإِنَّ فَرِيقًا مِّنَ الْمُؤْمِنِينَ لَكَارِهُونَ (5) Ça, gava ku Xudayê te, tu (ji bona qirîna bi filan ra) ji mala te derxistibû (xweşa wan ne diçû, wusa jî par kirine şorê jî xweşa wan naçe). Bi rastî destekî ji bawergeran, rikê xwe ji çiyûna qirînê dianîn |
يُجَادِلُونَكَ فِي الْحَقِّ بَعْدَمَا تَبَيَّنَ كَأَنَّمَا يُسَاقُونَ إِلَى الْمَوْتِ وَهُمْ يَنظُرُونَ (6) Ji piştî ku rastî jî ji wan ra xûya bûye (ku we ewanê herne qirînê) ewan dîsa ji bo ku neçine qirînê bi te ra tekoşîn dikirin. Tu dibê qey ewan li bal mirinê da têne şandinê; ewan jî bêzar mane li çûna xwe mêze dikin |
وَإِذْ يَعِدُكُمُ اللَّهُ إِحْدَى الطَّائِفَتَيْنِ أَنَّهَا لَكُمْ وَتَوَدُّونَ أَنَّ غَيْرَ ذَاتِ الشَّوْكَةِ تَكُونُ لَكُمْ وَيُرِيدُ اللَّهُ أَن يُحِقَّ الْحَقَّ بِكَلِمَاتِهِ وَيَقْطَعَ دَابِرَ الْكَافِرِينَ (7) Û hûn (bîrva nekin) di wê gavê da Yezdan yek ji wan her du destan (desta ji Mekkê derketibû ji bona qirîna bi we ra û desta karwan vanên ku ji Şamê fetilîbûne) ji bona we ra peyman dabû (ku yek ji wan hey ji bona we ra ne). We bi xweber jî diva ku ewa desta (ji wanê para we ye); ewa desta bê hêz e (çekê wan tune ye, bê sturîbin, ku tu zîyana ji wan çê nebe) lê Yezdan bi xweber jî diva ku rastîyê bi peyvên xwe derxe û poçika filan jî îdî bibire |
لِيُحِقَّ الْحَقَّ وَيُبْطِلَ الْبَاطِلَ وَلَوْ كَرِهَ الْمُجْرِمُونَ (8) Û (file û gunehkar) çiqa rikê xwe bînin jî ji bona ku rastîyê maf bike û pûçatîyê jî pûç bike, Yezdan evan kirinan divê |
إِذْ تَسْتَغِيثُونَ رَبَّكُمْ فَاسْتَجَابَ لَكُمْ أَنِّي مُمِدُّكُم بِأَلْفٍ مِّنَ الْمَلَائِكَةِ مُرْدِفِينَ (9) Di wî gavê da we bi lava ji Xudayê xwe arîkarî dixwest. Îdî (Xudayê we) ji bona we ra (aha) bersiv daye, "Bi rastî ez ê bi hezar firişteyên li pey hev arîkarya we bikim |
وَمَا جَعَلَهُ اللَّهُ إِلَّا بُشْرَىٰ وَلِتَطْمَئِنَّ بِهِ قُلُوبُكُمْ ۚ وَمَا النَّصْرُ إِلَّا مِنْ عِندِ اللَّهِ ۚ إِنَّ اللَّهَ عَزِيزٌ حَكِيمٌ (10) Yezdan ji bona ku dilê we bi arîkarine wan (fereştan ji tirsa wan neyaran) bi nive û ji bo ku (eva servahatin) bibe mizgîn (ji bona we ra, ku hûn îdi paş da jî servahatî bin) eva arîkarina hanê bi we kirîye û bi rastî arîkar in (û servahat in) hey li bal Yezdan e. Bi rastî Yezdan servahatê bijejke ye |
إِذْ يُغَشِّيكُمُ النُّعَاسَ أَمَنَةً مِّنْهُ وَيُنَزِّلُ عَلَيْكُم مِّنَ السَّمَاءِ مَاءً لِّيُطَهِّرَكُم بِهِ وَيُذْهِبَ عَنكُمْ رِجْزَ الشَّيْطَانِ وَلِيَرْبِطَ عَلَىٰ قُلُوبِكُمْ وَيُثَبِّتَ بِهِ الْأَقْدَامَ (11) Di wê gavê da (ji bona ku hûn di qirîna Bedrê da ji tirsa neyaran) ewle bibin, Yezdan li bal .xwe hênijandinek bi we da anîye, ji bo ku ewa we paqij bike û sikatîyên ku pelîd (didane we, ji bona we ra aha digot: "Heke hûn li ser rêya rast bûnan, hûn di vê qirînê da bê av ne diman." Evan sêvirandinan) ji we behere û ji bo ku dilê we (bi servahatina li ser wan da) girê de û pê we jî (di hemberê wan neyaran da) bi cîh bîne, ew; ji ezmanan di ser we da avêk hinartîye |
إِذْ يُوحِي رَبُّكَ إِلَى الْمَلَائِكَةِ أَنِّي مَعَكُمْ فَثَبِّتُوا الَّذِينَ آمَنُوا ۚ سَأُلْقِي فِي قُلُوبِ الَّذِينَ كَفَرُوا الرُّعْبَ فَاضْرِبُوا فَوْقَ الْأَعْنَاقِ وَاضْرِبُوا مِنْهُمْ كُلَّ بَنَانٍ (12) Di wê gavê da Xudayê te li bal firiştan da (aha) niqandiye: "Bi rastî (gelî firiştan!) ez bi we ra nim, hûn îdî (dilê) bawergeran (bi qinyatan) bidne nivandinê ez e jî di dilê wan ê file da tirsê berdim. Hûn (gelî firiştan!) Li ser stûyê wan filan bixin hûn li hemû tilî û pêçîyê wan bixin (ji bo ku ewan nikar bin şûran hildin pêş va herin) |
ذَٰلِكَ بِأَنَّهُمْ شَاقُّوا اللَّهَ وَرَسُولَهُ ۚ وَمَن يُشَاقِقِ اللَّهَ وَرَسُولَهُ فَإِنَّ اللَّهَ شَدِيدُ الْعِقَابِ (13) We (celata wan ê aha be;) loma ewan di hemberê Yezdan û di hemberê Pêxemberê wî da derketibûne. Kîjan di hemberê Yezdan û di hemberê Pêxemberê wî da derkebe, îdî bira (ewa bizane!) bi rastî Yezdan (ji bona wan ra) zor şapat e |
ذَٰلِكُمْ فَذُوقُوهُ وَأَنَّ لِلْكَافِرِينَ عَذَابَ النَّارِ (14) Îdî hûn (gelî filan!) ewê şapata (hanê di vê cîhanê da) çeşne (tam) bikin û bi rastî ji bona filan ra (di para da jî) şapata agir heye |
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا إِذَا لَقِيتُمُ الَّذِينَ كَفَرُوا زَحْفًا فَلَا تُوَلُّوهُمُ الْأَدْبَارَ (15) Gelî ewanê, ku we bawer kirîye! Di gava ku hûn (ji bona qirînê derketin çûn, hûn) rastê filan hatin (we dêna xwedayê, ku ewan) filan pir in, îdî heman hûn pişta xwe nedine wan para da nerevin |
وَمَن يُوَلِّهِمْ يَوْمَئِذٍ دُبُرَهُ إِلَّا مُتَحَرِّفًا لِّقِتَالٍ أَوْ مُتَحَيِّزًا إِلَىٰ فِئَةٍ فَقَدْ بَاءَ بِغَضَبٍ مِّنَ اللَّهِ وَمَأْوَاهُ جَهَنَّمُ ۖ وَبِئْسَ الْمَصِيرُ (16) Û kîjan di wî danî da pişta xwe bide wan (para da here) bi rastî îdî ewa rastî xeşmeke Yezdan e wusa hatîye, êwra wî hey doj e, ewa doja çika sikê êwran e! Ji pêştirê; heke paraçûna wî, ji bo ku ewa (ji bona neyaran ra xaxan darxe; bi awayekî dinê qirîn bike) ya jî para da here bal desteke mayî (ji hevalê xwe) ku di tevê wan da (bi filan ra qirînê bike) |
فَلَمْ تَقْتُلُوهُمْ وَلَٰكِنَّ اللَّهَ قَتَلَهُمْ ۚ وَمَا رَمَيْتَ إِذْ رَمَيْتَ وَلَٰكِنَّ اللَّهَ رَمَىٰ ۚ وَلِيُبْلِيَ الْمُؤْمِنِينَ مِنْهُ بَلَاءً حَسَنًا ۚ إِنَّ اللَّهَ سَمِيعٌ عَلِيمٌ (17) We ewan (di wî danî da bi hêza xwe) ne dikuştin! Lê îdî Yezdan ewan dikuştin. Û di gava ku te (çekê qirînê) diavête wan, te ewan (çekan) ne diavêt, lê Yezdan ewan (çekan) diavête wan (ewan çekan jî bi zanîna ji Yezdan digihîjtine armancên xwe). Ji bo ku (Yezdan) bi vî arîkarîkirinê bawergeran (bi qencîyên) rind qencîyan bike; eva arîkarkirina hanê bi we kirîye. Bi rastîYezdan bihîstekê pir zan e |
ذَٰلِكُمْ وَأَنَّ اللَّهَ مُوهِنُ كَيْدِ الْكَافِرِينَ (18) Bi van (arîkarîkirin û qencîyên hanênan we dît) bi rastî Yezdan xaxê filan sist dike |
إِن تَسْتَفْتِحُوا فَقَدْ جَاءَكُمُ الْفَتْحُ ۖ وَإِن تَنتَهُوا فَهُوَ خَيْرٌ لَّكُمْ ۖ وَإِن تَعُودُوا نَعُدْ وَلَن تُغْنِيَ عَنكُمْ فِئَتُكُمْ شَيْئًا وَلَوْ كَثُرَتْ وَأَنَّ اللَّهَ مَعَ الْمُؤْمِنِينَ (19) (Gelî filan!) Heke hûn servahatinê dixwazin, îdî ji bona we ra servahatin, hat, (bi servahatina bawergeran, hûn sernegûn bûn). Û heke hûn ji neyartîya (Pêxember û hevalê wî) xwe bidine para da, şixwa eva paradana hanê ji bona we ra çêtir e. (Na!) Heke dîsa para da bizivirin (ji bona qirîn û neyartîya Pêxember û hevalê wî) şixwa emê jî (ji bona arîkarkirina Pêxember û hevalê wî) para bizivirin (hûnê dîsa sernegûn bibin). Û koma we çiqa ji pir dibe bira bibe, dîsa ewa koma we, we ji şapata (sernegûnî ye) nade para da. Û Yezdan bi xweber jî bi rastî bi bawergeran ra ne |
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا أَطِيعُوا اللَّهَ وَرَسُولَهُ وَلَا تَوَلَّوْا عَنْهُ وَأَنتُمْ تَسْمَعُونَ (20) Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Hûn bi gotina Yezdan û Pêxemberê wî bikin û hûn (fermanên Yezdan) dibêhin (bi zanîn) pişta xwe nedine (wan fermanan) |
وَلَا تَكُونُوا كَالَّذِينَ قَالُوا سَمِعْنَا وَهُمْ لَا يَسْمَعُونَ (21) Û hûn jî wekî wan komalên ku (aha) gotine: "Me bihîst", nebin. Lê qe ewan ne bihîstibûne (çima qe ewan wekî fermanên Yezdan xebat ne dikiribûne) |
۞ إِنَّ شَرَّ الدَّوَابِّ عِندَ اللَّهِ الصُّمُّ الْبُكْمُ الَّذِينَ لَا يَعْقِلُونَ (22) Bi rastî 1i bal Yezdan beterê reweran; ewan rewerên, ku ker in û lal in qe ji tu tiştî hiş hilnadin hene! (Evan reweran) bi xweber in |
وَلَوْ عَلِمَ اللَّهُ فِيهِمْ خَيْرًا لَّأَسْمَعَهُمْ ۖ وَلَوْ أَسْمَعَهُمْ لَتَوَلَّوا وَّهُم مُّعْرِضُونَ (23) Û heke Yezdan zanîbûya ku di nava wan da qencîyek heye, wê Yezdanê (biryarên xwe) bi wan bida bihîstînê. Û heke Yezdan (biryarên xwe) bi wan bida bihîstinê jî. şixwa dîsa ewanê pişta xwe bidana wan (biryaran) para da biçûnan |
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا اسْتَجِيبُوا لِلَّهِ وَلِلرَّسُولِ إِذَا دَعَاكُمْ لِمَا يُحْيِيكُمْ ۖ وَاعْلَمُوا أَنَّ اللَّهَ يَحُولُ بَيْنَ الْمَرْءِ وَقَلْبِهِ وَأَنَّهُ إِلَيْهِ تُحْشَرُونَ (24) Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Gava Yezdan û Pêxember hûn li bal wan (biryarên) ku ewan ji bona we ra jîna (hebûnê) didin, gazî kirin; hûn ji bona wan ra bersiva (litê kirin) bidin. Û (gelî ewanê ku we bawer kirîye!) Hûn bizanin, bi rastî Yezdan dikebe nava meriv û (mirazê) dilê wî da û (hûn bizanin) ku hûnê bi rastî li bal (Yezdan da) bêne kom kirinê |
وَاتَّقُوا فِتْنَةً لَّا تُصِيبَنَّ الَّذِينَ ظَلَمُوا مِنكُمْ خَاصَّةً ۖ وَاعْلَمُوا أَنَّ اللَّهَ شَدِيدُ الْعِقَابِ (25) Û (gelî ewanê ku we bawer kirîye!) Hûn ji wê aşîta, ku ewa xurî ji bona wanê ji we ne cewr kirine nîne, xwe biparisînin. Û hûn bizanin! Bi rastî Yezdan zor şapat e |
وَاذْكُرُوا إِذْ أَنتُمْ قَلِيلٌ مُّسْتَضْعَفُونَ فِي الْأَرْضِ تَخَافُونَ أَن يَتَخَطَّفَكُمُ النَّاسُ فَآوَاكُمْ وَأَيَّدَكُم بِنَصْرِهِ وَرَزَقَكُم مِّنَ الطَّيِّبَاتِ لَعَلَّكُمْ تَشْكُرُونَ (26) Û hûn ewê gava, ku hûn hindik bûn, hûn di zemîn da dihatine herçi qandinê, hûn ditirsîyan, ku (neyarên we) wê nişkê va bi ser we da bigirin, we bifetisînin, bîra xwe bînin: Di wê gavê da îdî ewî hûn (bi nivandin) êwirandin û ewî hûn bi arîkarkirina xwe bi hêz kirin û bi paqijê rojîyan hûn dane rojî kirinê, divê ku hûn bi rastî sipazîya wî bikin |
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا لَا تَخُونُوا اللَّهَ وَالرَّسُولَ وَتَخُونُوا أَمَانَاتِكُمْ وَأَنتُمْ تَعْلَمُونَ (27) Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Hûn qelpîya Yezdan û Pêxember nekin, ji bo ku hûn bi zanîn di wan tiştên bi ewletî (li bal we da hatîye danînê) qelpî nekin |
وَاعْلَمُوا أَنَّمَا أَمْوَالُكُمْ وَأَوْلَادُكُمْ فِتْنَةٌ وَأَنَّ اللَّهَ عِندَهُ أَجْرٌ عَظِيمٌ (28) Û hûn (bizanin!) ku bi rastî mal û zarên we (ji bona we ra sedemên) ceribandina (gonehan in) û (hûn bizanin!) bi rastî li bal Yezdan kirêne mezin hene |
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا إِن تَتَّقُوا اللَّهَ يَجْعَل لَّكُمْ فُرْقَانًا وَيُكَفِّرْ عَنكُمْ سَيِّئَاتِكُمْ وَيَغْفِرْ لَكُمْ ۗ وَاللَّهُ ذُو الْفَضْلِ الْعَظِيمِ (29) Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Heke hûn parisîya Yezdan bikin bi rastî ewê ji bona we ra pûçî û rastîyê ji hev derxe û bi rastî ewê sikatîyên we li ser we rake û ji bona we ra baxişandinê bike. Bi rastî Yezdan bi xweber jî xweyê rûmeta mezin e |
وَإِذْ يَمْكُرُ بِكَ الَّذِينَ كَفَرُوا لِيُثْبِتُوكَ أَوْ يَقْتُلُوكَ أَوْ يُخْرِجُوكَ ۚ وَيَمْكُرُونَ وَيَمْكُرُ اللَّهُ ۖ وَاللَّهُ خَيْرُ الْمَاكِرِينَ (30) Kanê! Di gavêkî da ewanê file ji bo ku te (Muhemmed!) bigirin girebidin, ya jî te bikujin, ya jî te (ji welat) derxin; divan ku ji te ra xexan darxin. Ewan tevdîra xaxan dikirin û Yezdan jî (ji bona wan ra) tevdîra xaxan dibîne. Û Yezdan bi xweber jî qenctirê ji wanê tevdîra xaxan dibîneye |
وَإِذَا تُتْلَىٰ عَلَيْهِمْ آيَاتُنَا قَالُوا قَدْ سَمِعْنَا لَوْ نَشَاءُ لَقُلْنَا مِثْلَ هَٰذَا ۙ إِنْ هَٰذَا إِلَّا أَسَاطِيرُ الْأَوَّلِينَ (31) Û di gava ku beratên me ji wan ra tê xwandinê ewan (aha) gotine: "Bi sond! Me bihîst (îdî bes e) heke me biva, meyê jî wekî van (peyvan) bigotinan. Bi rastî evan (gotinan) hey çîrokên berê ne |
وَإِذْ قَالُوا اللَّهُمَّ إِن كَانَ هَٰذَا هُوَ الْحَقَّ مِنْ عِندِكَ فَأَمْطِرْ عَلَيْنَا حِجَارَةً مِّنَ السَّمَاءِ أَوِ ائْتِنَا بِعَذَابٍ أَلِيمٍ (32) Û di gavêkî da jî ewan (ji Xuda lava kirine aha)gotibûne: "Yezdan! Heke bi rastî eva (pirtûka hanê) maf e, bi rastî ji bal te hatîye; îdî tu li ser me da ji ezmanan keviran bibarîne, ya jî tu ji bona me ra şapateke dilsoz bîne |
وَمَا كَانَ اللَّهُ لِيُعَذِّبَهُمْ وَأَنتَ فِيهِمْ ۚ وَمَا كَانَ اللَّهُ مُعَذِّبَهُمْ وَهُمْ يَسْتَغْفِرُونَ (33) Û Yezdan bi xweber jî; ji bo ku tu di nava wan da î ewan şapat nake, Yezdan ewan şapat nake, heke ewan ji kirinê xwa poşman bibin |
وَمَا لَهُمْ أَلَّا يُعَذِّبَهُمُ اللَّهُ وَهُمْ يَصُدُّونَ عَنِ الْمَسْجِدِ الْحَرَامِ وَمَا كَانُوا أَوْلِيَاءَهُ ۚ إِنْ أَوْلِيَاؤُهُ إِلَّا الْمُتَّقُونَ وَلَٰكِنَّ أَكْثَرَهُمْ لَا يَعْلَمُونَ (34) Û îdî (gava tu ji nava wan derketî) ji bo ku Yezdan şapat neke çi maye? Ewan bi ewan bi xweber jî (merivan ji sertêdana) mizgevta (bi nav) Mescid ul-Heram didine para da, ewan qe ji bona wê mizgevtê ra jî serkar ne bûne. Serkarê wê mizgevtê hey xudapariz in. Lê pirên wan bivê (serkaryî) nizanin |
وَمَا كَانَ صَلَاتُهُمْ عِندَ الْبَيْتِ إِلَّا مُكَاءً وَتَصْدِيَةً ۚ فَذُوقُوا الْعَذَابَ بِمَا كُنتُمْ تَكْفُرُونَ (35) Û nimêja wan di mizgevtê da ji pêştirê fitandin û çepik li hev xistinê, tu tişt nîne. Îdî (gelî filan!) ji bo ku hûn fileti dikin; hûn şapartê çeşne (tam) bikin |
إِنَّ الَّذِينَ كَفَرُوا يُنفِقُونَ أَمْوَالَهُمْ لِيَصُدُّوا عَن سَبِيلِ اللَّهِ ۚ فَسَيُنفِقُونَهَا ثُمَّ تَكُونُ عَلَيْهِمْ حَسْرَةً ثُمَّ يُغْلَبُونَ ۗ وَالَّذِينَ كَفَرُوا إِلَىٰ جَهَنَّمَ يُحْشَرُونَ (36) Bi rastî ewanê ku fîletî dikin hene; ewanan malê xwe didine xwarinê, ji bo ku ewan rêya Yezdan li ber merivan bigirin. Îdî ewanê di nêzîk da jî dîsa ewî malê xwe bidin, paşê wê ewa mal sixurandina wanê ji bona wan ra bibe kovan paşê ewanê sernegûn jî bibin. Û bi rastî ewanê bûne File hene! Ewanê li bal dojê da kom bibin |
لِيَمِيزَ اللَّهُ الْخَبِيثَ مِنَ الطَّيِّبِ وَيَجْعَلَ الْخَبِيثَ بَعْضَهُ عَلَىٰ بَعْضٍ فَيَرْكُمَهُ جَمِيعًا فَيَجْعَلَهُ فِي جَهَنَّمَ ۚ أُولَٰئِكَ هُمُ الْخَاسِرُونَ (37) (Ewan kom dibin) ji bo ku Yezdan sikan, ji tîtalan raqetîne û, ewan sikan dicivîne li ser hev datîne, îdî ewan sikan hemûşkan tevê hev dike paşê ewan sikan dixe dojê. Îdî ewanê zîyan kirine hene! Evan filan in |
قُل لِّلَّذِينَ كَفَرُوا إِن يَنتَهُوا يُغْفَرْ لَهُم مَّا قَدْ سَلَفَ وَإِن يَعُودُوا فَقَدْ مَضَتْ سُنَّتُ الْأَوَّلِينَ (38) Tu (Muhemmed! Ji bona wanê bûne file ra aha) beje: "Heke ewan (filan ji neyartîya Pêxember û ji qirîna bi wî ra) xwe bidine para da, we ji bona wan ra, ewan kirinê wanên berê bêne baxişandinê û heke ewan (filan) dîsa li bal (neyartî û qirîna bi Pêxember ra) bizivirin: îdî bi sond! Rêya (şapatdana wan komalên di berya wan da borîne heye!) We ji bona van ra jî (bêt pêkanînê) |
وَقَاتِلُوهُمْ حَتَّىٰ لَا تَكُونَ فِتْنَةٌ وَيَكُونَ الدِّينُ كُلُّهُ لِلَّهِ ۚ فَإِنِ انتَهَوْا فَإِنَّ اللَّهَ بِمَا يَعْمَلُونَ بَصِيرٌ (39) Û (Gelî bawergeran!) Hûn bi wanê (file ra) qirînê bikin heya (di cîhanê da) tevdanî nemîne û heya ku ol hemûşk jî ji bona Yezdan ra bimîne. Heke ewan (filan dest ji qirîn û tevdanê) berdan (bira ewan bizanin!) ku bi rastî Yezdan, ewan tiştên ku ewan dikin, dibîne |
وَإِن تَوَلَّوْا فَاعْلَمُوا أَنَّ اللَّهَ مَوْلَاكُمْ ۚ نِعْمَ الْمَوْلَىٰ وَنِعْمَ النَّصِيرُ (40) Û heke ewan ji wan kirinan (dest ber nedan); pişta xwe dane we, îdî hûn bizanin! Ku bi rastî Yezdan serkarê we ye. Çiqa serkarekî qenc e û çiqa arîkarekî qenc e |
۞ وَاعْلَمُوا أَنَّمَا غَنِمْتُم مِّن شَيْءٍ فَأَنَّ لِلَّهِ خُمُسَهُ وَلِلرَّسُولِ وَلِذِي الْقُرْبَىٰ وَالْيَتَامَىٰ وَالْمَسَاكِينِ وَابْنِ السَّبِيلِ إِن كُنتُمْ آمَنتُم بِاللَّهِ وَمَا أَنزَلْنَا عَلَىٰ عَبْدِنَا يَوْمَ الْفُرْقَانِ يَوْمَ الْتَقَى الْجَمْعَانِ ۗ وَاللَّهُ عَلَىٰ كُلِّ شَيْءٍ قَدِيرٌ (41) Û hûn (gelî ewanê ku we bawer kirîye!) bizanin: We di roya, ku her du destan (di qirîna Bedrê da) rastî hev hatine, we çi mal şor kirîye; ji wî malî penca yek, ji bona Yezdan ra ne: Ewa ji bona Pêxember û lezimên wî û sewîyan û xêzan û rêwîyan (te sixurandinê). Heke we bi Yezdan û bi wan biryarên, ku me di roya her du deste tevê hev bibûn, ji bona rastî û pûçîtî ji hev raqetîne li ser bendê xwe da hinartîye, bawer kiribin (parkirin wusa ne). Bi rastî Yezdan li ser hemû tiştan dişî |
إِذْ أَنتُم بِالْعُدْوَةِ الدُّنْيَا وَهُم بِالْعُدْوَةِ الْقُصْوَىٰ وَالرَّكْبُ أَسْفَلَ مِنكُمْ ۚ وَلَوْ تَوَاعَدتُّمْ لَاخْتَلَفْتُمْ فِي الْمِيعَادِ ۙ وَلَٰكِن لِّيَقْضِيَ اللَّهُ أَمْرًا كَانَ مَفْعُولًا لِّيَهْلِكَ مَنْ هَلَكَ عَن بَيِّنَةٍ وَيَحْيَىٰ مَنْ حَيَّ عَن بَيِّنَةٍ ۗ وَإِنَّ اللَّهَ لَسَمِيعٌ عَلِيمٌ (42) Di wê gava hûn di rûbarê newalê (nezîkê Medînê da) bûn, ewan (neyaran jî) di rûbarê newalê alîyê dûrê (Medinê da) bûn û karwanê wan jî di jêra wê da (li derê deryayê di terazina avê da hewya bûne).Ya jî (di wê gava, ku we ji bona jîna cêhanî, kelepûr divan: ku hûn li talanê wan xin, ewan jî ji bona armancên dûr, divan, ku Muhemmed bikujin paşya we bînin û sîyarîyên wan jî di alîyê deryayê da li jêra we da diterezina avê da hewya bûn; dîdeyanîya we bi hêsanî dikirin.) Heke we (gelî bawergeran!) peymana danê radewanî (ji bona qirîna Bedrê bida wan neyarên xwe) weyê di wî danî da tekoşînî bi hev ra bikirinan, hûnê para biketinan. Lê ji bo ku Yezdan ewa bûyera (ji bona teşqela wan) pek hatîye bîne cî, ewanê têne teşqelekirinê, li ber çavî bêne teşqelekirinê û ewanê tîne jînê jî li ber çavî bijîn, ewa bûyera pêk anî. Bi rastî Yezdan bi xweber jî bihîstekê pir zana ye |
إِذْ يُرِيكَهُمُ اللَّهُ فِي مَنَامِكَ قَلِيلًا ۖ وَلَوْ أَرَاكَهُمْ كَثِيرًا لَّفَشِلْتُمْ وَلَتَنَازَعْتُمْ فِي الْأَمْرِ وَلَٰكِنَّ اللَّهَ سَلَّمَ ۗ إِنَّهُ عَلِيمٌ بِذَاتِ الصُّدُورِ (43) Di wê gavê de Yezdan ewan (neyaran) di xewna te da bi hindika î dane nişanê te. Û heke (Yezdan) ewan (neyaran) bi piratî bidana nîşanê te hûnê bêzar bibûnan, weyê bi hev ra (ji bona bûyerê) tetoşîn bikirinan, hûnê ji hev biçûnan. Lê Yezdan hûn (ji vê bûyera hanê) ferestandin. Bi rastî Yezdan bi tişta di singan da heye dizane |
وَإِذْ يُرِيكُمُوهُمْ إِذِ الْتَقَيْتُمْ فِي أَعْيُنِكُمْ قَلِيلًا وَيُقَلِّلُكُمْ فِي أَعْيُنِهِمْ لِيَقْضِيَ اللَّهُ أَمْرًا كَانَ مَفْعُولًا ۗ وَإِلَى اللَّهِ تُرْجَعُ الْأُمُورُ (44) Di wê gava (ku hûn rastê hev hatin) ji bo ku Yezdan ewa bûyera (ji bona teşqeledana wan) pêk hatîye, bîne cî; ewan (neyaran) di çavê we da hindik dida xûyandin û hûn jî di çavê wan da hindik dikirin, şixwa hemûşk bûyer jî li bal Yezdan da dizivirin |
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا إِذَا لَقِيتُمْ فِئَةً فَاثْبُتُوا وَاذْكُرُوا اللَّهَ كَثِيرًا لَّعَلَّكُمْ تُفْلِحُونَ (45) Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Di gava ku hûn rastî koma (neyaran) hatin, îdî hûn di hemberê wan da ji bona qirînê) bi cî hew bikin, ji bona ku hûn bi servahatî fereste bibin, hûn Yezdan pir bîra xwe bînin |
وَأَطِيعُوا اللَّهَ وَرَسُولَهُ وَلَا تَنَازَعُوا فَتَفْشَلُوا وَتَذْهَبَ رِيحُكُمْ ۖ وَاصْبِرُوا ۚ إِنَّ اللَّهَ مَعَ الصَّابِرِينَ (46) Û hûn (gelî bawergeran!) bi gotina Yezdan û Pêxemberê wî hûn (bi hev ra) tekoşînê nekin. (Heke hûn bi hev ra xir bikin) wê, îdî hûnê ji hev bêzar bibin û wê bêna (vê bêzarbûna we) here (neyarên) we û hûn (li hemberê wan neyaran) xwe da hew bikin. Bi rastî Yezdan bi hewgeran ra ne |
وَلَا تَكُونُوا كَالَّذِينَ خَرَجُوا مِن دِيَارِهِم بَطَرًا وَرِئَاءَ النَّاسِ وَيَصُدُّونَ عَن سَبِيلِ اللَّهِ ۚ وَاللَّهُ بِمَا يَعْمَلُونَ مُحِيطٌ (47) Û (gelî bawergeran!) hûn jî wekî (wan alotîyên filan, ku ji bona qirînê) bi pesnan û ji bona ku nav û dengê wan li pey wan da bê gotinê ji welatê xwe derketine, nebin. Ewan (filan hene!) ewan rêya Yezdan li ber merivan dibirin; ewan durûtî dikin. Û tişta ku ewan dikin Yezdan hildaye binê zanîna xwe |
وَإِذْ زَيَّنَ لَهُمُ الشَّيْطَانُ أَعْمَالَهُمْ وَقَالَ لَا غَالِبَ لَكُمُ الْيَوْمَ مِنَ النَّاسِ وَإِنِّي جَارٌ لَّكُمْ ۖ فَلَمَّا تَرَاءَتِ الْفِئَتَانِ نَكَصَ عَلَىٰ عَقِبَيْهِ وَقَالَ إِنِّي بَرِيءٌ مِّنكُمْ إِنِّي أَرَىٰ مَا لَا تَرَوْنَ إِنِّي أَخَافُ اللَّهَ ۚ وَاللَّهُ شَدِيدُ الْعِقَابِ (48) Û di wê gavê da pelîd kirinên wan ji bona wan ra xemilandî bûye û pelîd ji bona wan ra (aha) gotîye: "Di îro da servahatina tu kesî bi ser we da çê nabe û bi rastî ez bi xweber jî ji bona we ra heval im." Îdî gava ku her du deste (ji bona qirînê hatin) ji hev ra xûya bûn (pelîd) di para da li ser her du gûzekê xwe teisî (ji wan revîya) û ji wan ra jî (aha) gotîye: "Bi rastî qe tu gur û gumana min bi we tune ye: Loma tişta ku hûn nabînin, ez dibînim, bi rasti ez ji Yezdan ditirsim. Bi rastî Yezdan bi xweber jî zor şapat e |
إِذْ يَقُولُ الْمُنَافِقُونَ وَالَّذِينَ فِي قُلُوبِهِم مَّرَضٌ غَرَّ هَٰؤُلَاءِ دِينُهُمْ ۗ وَمَن يَتَوَكَّلْ عَلَى اللَّهِ فَإِنَّ اللَّهَ عَزِيزٌ حَكِيمٌ (49) Di wê gavê da (ewanê) durû û ewanê ku di dilê wan da nexweşîya (dexesî û filetîyê) heye (aha) digotin: "Ola van, evan ji avarû derxistine." (Gotina wan nîne, lê) kîjan xwe hispêre Yezdanê servahatê bijejk e, îdî ewa serfiraz e |
وَلَوْ تَرَىٰ إِذْ يَتَوَفَّى الَّذِينَ كَفَرُوا ۙ الْمَلَائِكَةُ يَضْرِبُونَ وُجُوهَهُمْ وَأَدْبَارَهُمْ وَذُوقُوا عَذَابَ الْحَرِيقِ (50) Xwezîya di gava can sitandina wan da; ku firişte li ber û pişta wan (filan) dixin, ji wan ra (aha) dibêjin: "Û hûn (gelî filan!) ka îdî şapata şewatê çeşne (tam) bikin", te temtêla wan bidîta, ka çabû |
ذَٰلِكَ بِمَا قَدَّمَتْ أَيْدِيكُمْ وَأَنَّ اللَّهَ لَيْسَ بِظَلَّامٍ لِّلْعَبِيدِ (51) Eva (şapata hanê ku bi we da hatîye) bi sedema wan kedên we ne, ku hêj di berê da (we ji bona xwe ra pêşkoçî şandîye) bi cî tê. (Heke ji bona wan nebe) bi rastî Yezdan ji bona bendan ra qe cewrkar nîne |
كَدَأْبِ آلِ فِرْعَوْنَ ۙ وَالَّذِينَ مِن قَبْلِهِمْ ۚ كَفَرُوا بِآيَاتِ اللَّهِ فَأَخَذَهُمُ اللَّهُ بِذُنُوبِهِمْ ۗ إِنَّ اللَّهَ قَوِيٌّ شَدِيدُ الْعِقَابِ (52) Wekî temtêla hevrîyên Fir’ewn û temtêla wan komên ku di berya (hevrîyên Fir’ewn da) borîne: Ewan jî Beratên Yezdan dabûne derewdêrandinê, îdî Yezdan ewanan bi gonehên wan şapat kirine (ewan tune kirine), Bi rastî Yezdan bi hêzê zor şapat e |
ذَٰلِكَ بِأَنَّ اللَّهَ لَمْ يَكُ مُغَيِّرًا نِّعْمَةً أَنْعَمَهَا عَلَىٰ قَوْمٍ حَتَّىٰ يُغَيِّرُوا مَا بِأَنفُسِهِمْ ۙ وَأَنَّ اللَّهَ سَمِيعٌ عَلِيمٌ (53) Eva (aha) ye; bi rastî Yezdan gava ku qencîyekî bi komalekî bike, heya ewa komala bi xweber ewê qencîyê neguhure, ewa jî qencîya xwe ji wan naguhure. Bi rastî Yezdan bihîstokê pirzane ye |
كَدَأْبِ آلِ فِرْعَوْنَ ۙ وَالَّذِينَ مِن قَبْلِهِمْ ۚ كَذَّبُوا بِآيَاتِ رَبِّهِمْ فَأَهْلَكْنَاهُم بِذُنُوبِهِمْ وَأَغْرَقْنَا آلَ فِرْعَوْنَ ۚ وَكُلٌّ كَانُوا ظَالِمِينَ (54) Wekî temtêla hevrîyên Fir’ewn û temtêla wan komalên ku di berya (hevrîyên Fir’ewn da) borîne; ewan jî beratên Xudayê xwe dabûne derewdêrandinê, îdî me jî ewan bi gonehên wan teşqele kirine û me hevrîyên Fir’ewn (di avê da) fetisandin. Û bi rastî ewan hemûşk jî cewrkar bûne |
إِنَّ شَرَّ الدَّوَابِّ عِندَ اللَّهِ الَّذِينَ كَفَرُوا فَهُمْ لَا يُؤْمِنُونَ (55) Bi rastî ewanê file hene! Ewanan li bal Yezdan beterê reweran in, îdî ewan qe bawer nakin |
الَّذِينَ عَاهَدتَّ مِنْهُمْ ثُمَّ يَنقُضُونَ عَهْدَهُمْ فِي كُلِّ مَرَّةٍ وَهُمْ لَا يَتَّقُونَ (56) (Muhemmed!) Ewan kesên (ji wan filan) ku te peymana (aştîyê) dabûye wan hene! Ewan di her carê da paşê peymana xwe şikênandine û qe ewan bi xweber jî parisvanîya wê peymanê nakin |
فَإِمَّا تَثْقَفَنَّهُمْ فِي الْحَرْبِ فَشَرِّدْ بِهِم مَّنْ خَلْفَهُمْ لَعَلَّهُمْ يَذَّكَّرُونَ (57) Tu (Muhemmed!) ewan kînge di qirînê da bigrî, îdî tu wusa bînî serê wan; ji bo ku ewan, ji bona wanê ku li peywan da tê bibne sodret (îdî peymana xwe neşikênin). Bi rastî dibe ku ewan, evan kirinan bîra xwe bînin |
وَإِمَّا تَخَافَنَّ مِن قَوْمٍ خِيَانَةً فَانبِذْ إِلَيْهِمْ عَلَىٰ سَوَاءٍ ۚ إِنَّ اللَّهَ لَا يُحِبُّ الْخَائِنِينَ (58) Û kînge tu tirsîya î, ji wî komalê ku te bi wan ra peymana (aştîyê) daye: ku we ewanê qelpî bikin (peymana xwe bişikênin) îdî tu jî bi vekirî (hêj di berya qirînê da) ji wan ra (aha beje: "Ji vir ha, di nava me û we da qe tu peyman tune ye; ça hûn dikarin wusa bikin)." Bi rastî Yezdan ji qelpan hez nake |
وَلَا يَحْسَبَنَّ الَّذِينَ كَفَرُوا سَبَقُوا ۚ إِنَّهُمْ لَا يُعْجِزُونَ (59) Û bira ewanê (ku di qirînê da) pêş va çûne (fereste bûne) goman nekin (ku wê ewanê ji şapatan jî pêş va herin fereste bibin). Bi rastî ewanan qe me bêzar nakin (ku hûn bidne pey wan ewan bigirin û em ewan şapat bikin) |
وَأَعِدُّوا لَهُم مَّا اسْتَطَعْتُم مِّن قُوَّةٍ وَمِن رِّبَاطِ الْخَيْلِ تُرْهِبُونَ بِهِ عَدُوَّ اللَّهِ وَعَدُوَّكُمْ وَآخَرِينَ مِن دُونِهِمْ لَا تَعْلَمُونَهُمُ اللَّهُ يَعْلَمُهُمْ ۚ وَمَا تُنفِقُوا مِن شَيْءٍ فِي سَبِيلِ اللَّهِ يُوَفَّ إِلَيْكُمْ وَأَنتُمْ لَا تُظْلَمُونَ (60) Û hûn jî (gelî bawergeran!) çi dikarin; di hemberê wan (neyaran da bikin) ji bona ku hûn (bi wê hêza we ye heyî) neyarên Yezdan û neyarên xwe û ewan neyarên mayîne ku hûn bi wan nizanin, lê Yezdan bi wan dizane: bidine tirsandinê, Hespên xweyên (Xamê da) û çekên xwe ji bona (qirîna bi wan neyaran ra) amade bikin. Û hûn di rêya Yezdan da çi bisixurînin ewa ewê li bal we da (paş da) bê kemaî bê dayînê û qe tu cewr jî li we nayê kirinê |
۞ وَإِن جَنَحُوا لِلسَّلْمِ فَاجْنَحْ لَهَا وَتَوَكَّلْ عَلَى اللَّهِ ۚ إِنَّهُ هُوَ السَّمِيعُ الْعَلِيمُ (61) Û heke ewan (neyaran) ji bona aştîyê nezîkê we bûn, îdî tu jî (ji bona aştîyê ra) nêzîk bibe û tu xwe hispêre Yezdan. Bi rastî hey (Yezdan bi tenê ye) ku bihîstokê pirzane ye |
وَإِن يُرِيدُوا أَن يَخْدَعُوكَ فَإِنَّ حَسْبَكَ اللَّهُ ۚ هُوَ الَّذِي أَيَّدَكَ بِنَصْرِهِ وَبِالْمُؤْمِنِينَ (62) Û heke ewan (neyaran) bivên, ku te (ji bona aştîyê) bixapînin, (haja te bi wan nemîne, dîsa ewan qirînê bikin) qe (tu kovanan neke!). Loma Yezdan besê te ye. Ewî (Yezdanî) tu bi arîkarîya xwe û (bi arîkarîya) bawergeran (serfiraz kirî) |
وَأَلَّفَ بَيْنَ قُلُوبِهِمْ ۚ لَوْ أَنفَقْتَ مَا فِي الْأَرْضِ جَمِيعًا مَّا أَلَّفْتَ بَيْنَ قُلُوبِهِمْ وَلَٰكِنَّ اللَّهَ أَلَّفَ بَيْنَهُمْ ۚ إِنَّهُ عَزِيزٌ حَكِيمٌ (63) Û ewî di nava dilê (bawergeran da) hogirî çê kiriye. Heke te (hemû heyîne) di cîhanê da hene, bida jî dîsa te di nava dilê wan da hogirî çê ne dikir, lê Yezdan di nava wan da hogirî çê kir. Bi rastî ewa servahatê bijejke ye |
يَا أَيُّهَا النَّبِيُّ حَسْبُكَ اللَّهُ وَمَنِ اتَّبَعَكَ مِنَ الْمُؤْمِنِينَ (64) Pêxember! Ewan bawergerên ku bûne peyrewê te hene! Yezdan besê te û wa ne |
يَا أَيُّهَا النَّبِيُّ حَرِّضِ الْمُؤْمِنِينَ عَلَى الْقِتَالِ ۚ إِن يَكُن مِّنكُمْ عِشْرُونَ صَابِرُونَ يَغْلِبُوا مِائَتَيْنِ ۚ وَإِن يَكُن مِّنكُم مِّائَةٌ يَغْلِبُوا أَلْفًا مِّنَ الَّذِينَ كَفَرُوا بِأَنَّهُمْ قَوْمٌ لَّا يَفْقَهُونَ (65) Pêxember! Tu ji bona qirînê helana bide bawergeran. Heke ji we (bawergeran) bîst merivên hewdaî hebin; Ewanê li du sed (merivê neyar) servahatinê bikin. Û heke ji we sed merivên hewdaî hebin; wê ewanê li hezar (merivên fileyên neyar) servehatinê bikin. Loma bi rastî ewan komalekî wusa nin; qe qencî û xirabîyan ji hev dernaxin |
الْآنَ خَفَّفَ اللَّهُ عَنكُمْ وَعَلِمَ أَنَّ فِيكُمْ ضَعْفًا ۚ فَإِن يَكُن مِّنكُم مِّائَةٌ صَابِرَةٌ يَغْلِبُوا مِائَتَيْنِ ۚ وَإِن يَكُن مِّنكُمْ أَلْفٌ يَغْلِبُوا أَلْفَيْنِ بِإِذْنِ اللَّهِ ۗ وَاللَّهُ مَعَ الصَّابِرِينَ (66) A, di naha da! Yezdan barê we sivik kirîye, loma bi rastî Yezdan zanîye ku di nava we da (merivên) bê wec hene. Îdî heke ji we sed (merivên) hewdaî hebin; wê ewanê li du sed (merivên file) servahatinê bikin, û heke ji we hezar (merivên) hewdaî hebin; wê ewanê bi dustûra Yezdan li du hezar (merivên fileyên neyar) servahatinê bikin. Loma bi rastî Yezdan bi hewdaran ra ne |
مَا كَانَ لِنَبِيٍّ أَن يَكُونَ لَهُ أَسْرَىٰ حَتَّىٰ يُثْخِنَ فِي الْأَرْضِ ۚ تُرِيدُونَ عَرَضَ الدُّنْيَا وَاللَّهُ يُرِيدُ الْآخِرَةَ ۗ وَاللَّهُ عَزِيزٌ حَكِيمٌ (67) Heya neyar di zemîn da rind sernegûn nebin, qe ji bona tu pêxember (û hevalê wî ra) durist nîne, ku (ewan neyaran bigrin) zebûn bibin (di hemberê wan da mal bistînin ewan azad bikin). Hûn (geli bawergeran! Malê wan talan û tajan dikin dest ji qirînê berdidin) jîna cîhan û xişrê wê divên. Yezdan bi xweber jî (ji bona wa ra jîna) paş da divê. Bi rastî Yezdan servahatê bijejke ye |
لَّوْلَا كِتَابٌ مِّنَ اللَّهِ سَبَقَ لَمَسَّكُمْ فِيمَا أَخَذْتُمْ عَذَابٌ عَظِيمٌ (68) Heke hêj berê da ji Yezdan (ji bona we ra peymana bi servehatina we) ne borî bûya, we bi sedema van (mal hildan û zebûn girtina we) şapateke mezin bi we bigirta |
فَكُلُوا مِمَّا غَنِمْتُمْ حَلَالًا طَيِّبًا ۚ وَاتَّقُوا اللَّهَ ۚ إِنَّ اللَّهَ غَفُورٌ رَّحِيمٌ (69) Îdî (gelî bawergeran!) hûn ji wan (malên) ku we (ji neyarên xwe) şorî kirine, bi duristî û bi tîtalî bixun û hûn yezdanparisî bikin. Bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e |
يَا أَيُّهَا النَّبِيُّ قُل لِّمَن فِي أَيْدِيكُم مِّنَ الْأَسْرَىٰ إِن يَعْلَمِ اللَّهُ فِي قُلُوبِكُمْ خَيْرًا يُؤْتِكُمْ خَيْرًا مِّمَّا أُخِذَ مِنكُمْ وَيَغْفِرْ لَكُمْ ۗ وَاللَّهُ غَفُورٌ رَّحِيمٌ (70) Pêxember! Tu ji bona wanê ku di destê we da zebûn in (aha) bêje: "Heke Yezdan bizane ku di dilê we da qencî heye, we ji wan (gerewên) ku ji we tê sitandinê; çêtirên wan bide we u we ji bona we ra gonehên we bibaxişîne." Bi rastî Yezdan baxişgerê dilovîn e |
وَإِن يُرِيدُوا خِيَانَتَكَ فَقَدْ خَانُوا اللَّهَ مِن قَبْلُ فَأَمْكَنَ مِنْهُمْ ۗ وَاللَّهُ عَلِيمٌ حَكِيمٌ (71) Heke ewan (zebûnan) qelptîya bi te ra bivên (bira ewan bizanin!) ku ewan hêj di berê da qelptî bi Yezdan ra kiribûne, îdî ewî ji bona ku tu bi wan bikarî) çare daya te, ku tu ewan (biherçiqinî). Bi rastî Yezdan bi xweber jî pirzan e bijejke ye |
إِنَّ الَّذِينَ آمَنُوا وَهَاجَرُوا وَجَاهَدُوا بِأَمْوَالِهِمْ وَأَنفُسِهِمْ فِي سَبِيلِ اللَّهِ وَالَّذِينَ آوَوا وَّنَصَرُوا أُولَٰئِكَ بَعْضُهُمْ أَوْلِيَاءُ بَعْضٍ ۚ وَالَّذِينَ آمَنُوا وَلَمْ يُهَاجِرُوا مَا لَكُم مِّن وَلَايَتِهِم مِّن شَيْءٍ حَتَّىٰ يُهَاجِرُوا ۚ وَإِنِ اسْتَنصَرُوكُمْ فِي الدِّينِ فَعَلَيْكُمُ النَّصْرُ إِلَّا عَلَىٰ قَوْمٍ بَيْنَكُمْ وَبَيْنَهُم مِّيثَاقٌ ۗ وَاللَّهُ بِمَا تَعْمَلُونَ بَصِيرٌ (72) Bi rastî ewanê ku bawer kirine û (ji bona qayîlbûna Yezdan ji welat xwe) koç kirine û bi mal û canê xwe di rêya Yezdan da tekoşîn kirine û ewan ê, ku ewan (koçer û tekoşîngeran) di mala xwe da di êwirînin û arîkarîya wan dikin, hene! Evanan; hinekê wan sarkarê hinekê wan in (ewan miratxurên hev in). Lê ewanê ku bawer kirine (ji bona qayîlbûna Yezdan ji welatê xwe) koç ne kirine, hene! Ewanan heya (ji welatê xwe) koç nekin, qe tu serkarîya we ji bona wan ra bi tu tiştî çê nabe (hûn ji bona hev ra jî nabine mîratxur). Lê heke (ewanê ku ji welatê xwe ji bona qayîlbûna Yezdan koç ne kirine) ji we, di mafê olê da arîkarî xwastin; îdî (di wê gavê da) arîkarîya wan, li ser we bi vê nevê ye, ji pêştirê heke ewan arîkarî di hemberê wî komalê, ku di nava we û wan da peymana (aştîyê) hebe (hûn nikarin arîkarîya wan bawergeran bikin). Şixwa Yezdan bi xweber jî tişta hûn dikin dibîne |
وَالَّذِينَ كَفَرُوا بَعْضُهُمْ أَوْلِيَاءُ بَعْضٍ ۚ إِلَّا تَفْعَلُوهُ تَكُن فِتْنَةٌ فِي الْأَرْضِ وَفَسَادٌ كَبِيرٌ (73) Û ewanê bûne file hene! Ewan jî hinekî wan serkarê hinekî wan in (ewan mîratxurên hev in). Heke (hûn ça hatine fermankirinê, wusa arîkarîya hev nekin) we di zemîn da tevdan û ji rêderketinên mezinê çê bin (hêza filanê we pir bibe, hûn Misilmanê be hêz bin) |
وَالَّذِينَ آمَنُوا وَهَاجَرُوا وَجَاهَدُوا فِي سَبِيلِ اللَّهِ وَالَّذِينَ آوَوا وَّنَصَرُوا أُولَٰئِكَ هُمُ الْمُؤْمِنُونَ حَقًّا ۚ لَّهُم مَّغْفِرَةٌ وَرِزْقٌ كَرِيمٌ (74) Û ewanê ku bawer kirine û di rêya Yezdan da (ji welatê xwe) koç kirine û tekoşîn kirine û ewanê (ku koçgeran di mala xwe da) bi cî kirine û arîkarîya wan kirine hene! Evanan in, ku bi rastî bawer kirine. Ji bona van ra baxişandin û xarin ne xweş hene |
وَالَّذِينَ آمَنُوا مِن بَعْدُ وَهَاجَرُوا وَجَاهَدُوا مَعَكُمْ فَأُولَٰئِكَ مِنكُمْ ۚ وَأُولُو الْأَرْحَامِ بَعْضُهُمْ أَوْلَىٰ بِبَعْضٍ فِي كِتَابِ اللَّهِ ۗ إِنَّ اللَّهَ بِكُلِّ شَيْءٍ عَلِيمٌ (75) Û ewanê ku di paş da bawer kirine û (ji bona qayîlbûna Yezdan ji welatê xwe) koç kirine û bi we ra jî (bi neyaran ra) tekoşîn kirine hene! Îdî evan jî ji we ne. (Gelî bawergeran!) Şixwa di pirtûka Yezdan da; ewanê ku ji bona hev ra lêzimin, babettirin ku ji bona hev ra bibne mîratxur û ûrt. Bi rastî Yezdan bi hemû tiştan dizane |