×

سورة الأنبياء باللغة الكردية كرمانجي

ترجمات القرآنباللغة الكردية كرمانجي ⬅ سورة الأنبياء

ترجمة معاني سورة الأنبياء باللغة الكردية كرمانجي - Kurmanji

القرآن باللغة الكردية كرمانجي - سورة الأنبياء مترجمة إلى اللغة الكردية كرمانجي، Surah Anbiya in Kurmanji. نوفر ترجمة دقيقة سورة الأنبياء باللغة الكردية كرمانجي - Kurmanji, الآيات 112 - رقم السورة 21 - الصفحة 322.

بسم الله الرحمن الرحيم

اقْتَرَبَ لِلنَّاسِ حِسَابُهُمْ وَهُمْ فِي غَفْلَةٍ مُّعْرِضُونَ (1)
Ji bona kesan ra (danê) hijmara (kirinê wan) nêzîk bûye, lê ewan bi xweber jî dibe gomanîyeke wusa da nin (ji hatina wê danî) rû fetilandine
مَا يَأْتِيهِم مِّن ذِكْرٍ مِّن رَّبِّهِم مُّحْدَثٍ إِلَّا اسْتَمَعُوهُ وَهُمْ يَلْعَبُونَ (2)
Çiqa berateke nû ji Xudayê wan ji wan ra hatîye, ewan hey bi tinazkirina wê beratê gohdarî kirine
لَاهِيَةً قُلُوبُهُمْ ۗ وَأَسَرُّوا النَّجْوَى الَّذِينَ ظَلَمُوا هَلْ هَٰذَا إِلَّا بَشَرٌ مِّثْلُكُمْ ۖ أَفَتَأْتُونَ السِّحْرَ وَأَنتُمْ تُبْصِرُونَ (3)
Dilê wan hey di laqirdîyan da ne. Ewanê cewr kirine hene! Di nava xwe da (aha) kurepistî kirine; ma qey (Muhemmed) jî merivekî wekî we nîne? Îdî hûn ça li ber çavan diçin dibine (peyrewê wî) ançkarî
قَالَ رَبِّي يَعْلَمُ الْقَوْلَ فِي السَّمَاءِ وَالْأَرْضِ ۖ وَهُوَ السَّمِيعُ الْعَلِيمُ (4)
(Pêxember ji wan ra aha) gotîye: "Bi rastî Xudayê min, di ezman û zemîn da çi gotin hebin, bi wan dizane. Ewa bihîstokê pirzan e
بَلْ قَالُوا أَضْغَاثُ أَحْلَامٍ بَلِ افْتَرَاهُ بَلْ هُوَ شَاعِرٌ فَلْيَأْتِنَا بِآيَةٍ كَمَا أُرْسِلَ الْأَوَّلُونَ (5)
Na, (Muhemmed, pêxember nîne, emê çima bibine peyrewê wî? Paşê aha) gotine: "Evan tiştên dibêje jî sêwrandin û xewên rojk in, dibe ku ji ber xwe jî dibêje. Wusa ne xwuzanekî (pir zana ye). Heke aha nîne, de ka bira wekî wan pêemberên berê hatî, ji bona me ra beratên derhoze) bîne
مَا آمَنَتْ قَبْلَهُم مِّن قَرْيَةٍ أَهْلَكْنَاهَا ۖ أَفَهُمْ يُؤْمِنُونَ (6)
Çiqa (rûniştîyên) welatekî, ku me di berya wan da teşqele kiribin, ji ber ewan bawer ne kirine, loma me ewan teşqele kirine, îja evanê bawer bikin
وَمَا أَرْسَلْنَا قَبْلَكَ إِلَّا رِجَالًا نُّوحِي إِلَيْهِمْ ۖ فَاسْأَلُوا أَهْلَ الذِّكْرِ إِن كُنتُمْ لَا تَعْلَمُونَ (7)
Me çiqa (pêxember) di berya te da şandine, ewan jî hey mêr bûne; me 1i bal wan da niqandîye. Îdî heke hûn (bi van rastîya) nizanin, hûn ji (xweyî pirtûkan, rastîya wan) bipirsin
وَمَا جَعَلْنَاهُمْ جَسَدًا لَّا يَأْكُلُونَ الطَّعَامَ وَمَا كَانُوا خَالِدِينَ (8)
Me ewan (pêxemberan) ne xistine termekî wusa, ku qe xwarinan ne xun. Ewan (pêxemberan di cîhanê da jî) bê mirin nînin
ثُمَّ صَدَقْنَاهُمُ الْوَعْدَ فَأَنجَيْنَاهُمْ وَمَن نَّشَاءُ وَأَهْلَكْنَا الْمُسْرِفِينَ (9)
Me paşê, ewan peymana, ku me dabû wan (pêxemberan) rast derxist. Îdî me ewan û bi evînê xwe va felat kirin û ewanê dest bela jî me teşqele kirin
لَقَدْ أَنزَلْنَا إِلَيْكُمْ كِتَابًا فِيهِ ذِكْرُكُمْ ۖ أَفَلَا تَعْقِلُونَ (10)
Bi sond (gelî kesan!) Me li bal we da pirtûkeke wusa hinartîye, di wê (pirtûkê da) nav û nîşanê we bi abûrî heye. Îdî qe hûn hiş hilnadin
وَكَمْ قَصَمْنَا مِن قَرْيَةٍ كَانَتْ ظَالِمَةً وَأَنشَأْنَا بَعْدَهَا قَوْمًا آخَرِينَ (11)
Me çiqa ji wan welatîyên, ku cewr kiribûne bi şkênandinê teşqele kirine! Û me paşê (di şûna wan da) komalekî mayî afirandîye
فَلَمَّا أَحَسُّوا بَأْسَنَا إِذَا هُم مِّنْهَا يَرْكُضُونَ (12)
Îdî gava ewan pêjna şapata me ye zor hildane, heman silikîne, bardarên xwe zengû kirine revîyane (ji welat derketine)
لَا تَرْكُضُوا وَارْجِعُوا إِلَىٰ مَا أُتْرِفْتُمْ فِيهِ وَمَسَاكِنِكُمْ لَعَلَّكُمْ تُسْأَلُونَ (13)
Hûn (gelî cewrkaran! Belaş) nerevin û para da li bal wan berxwudarîyên xwe û xanîyên xwe da bizivirin, loma hûnê bi rastî ji wan bêne pirsînê
قَالُوا يَا وَيْلَنَا إِنَّا كُنَّا ظَالِمِينَ (14)
Ewan (cewrkaran aha) gotine: "Xwelî li me be! Bi rastî em cewrkar bûne
فَمَا زَالَت تِّلْكَ دَعْوَاهُمْ حَتَّىٰ جَعَلْنَاهُمْ حَصِيدًا خَامِدِينَ (15)
Eva peyva (hewrê "xwelî" li me be) tim digotm; heya me ewan bi durûnî (wekî çandinan durût) dengê wan temirî
وَمَا خَلَقْنَا السَّمَاءَ وَالْأَرْضَ وَمَا بَيْنَهُمَا لَاعِبِينَ (16)
Me ezman û zemîn û tiştên di nava wan da heyî, bi tinazî ne afirandîye
لَوْ أَرَدْنَا أَن نَّتَّخِذَ لَهْوًا لَّاتَّخَذْنَاهُ مِن لَّدُنَّا إِن كُنَّا فَاعِلِينَ (17)
Heke me biva, ku ji xwe ra pêlêyîztek bigirta, meyê ewa tişta li bal xwe hilda (ku ewa babet bûya ji bona navê me ra). Heke me bikira, meyê aha bikira
بَلْ نَقْذِفُ بِالْحَقِّ عَلَى الْبَاطِلِ فَيَدْمَغُهُ فَإِذَا هُوَ زَاهِقٌ ۚ وَلَكُمُ الْوَيْلُ مِمَّا تَصِفُونَ (18)
Na, (gotina wan nîne, lê em) mafê davêjine ser pûçîtîyê, îdî pûçî can dide (parparî dibe, namîne). Ji bona salixên wan yên, ku ji bona (Yezdan ra kêmayan dibêjin), xwelî li we be
وَلَهُ مَن فِي السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ ۚ وَمَنْ عِندَهُ لَا يَسْتَكْبِرُونَ عَنْ عِبَادَتِهِ وَلَا يَسْتَحْسِرُونَ (19)
Di ezman û zemîn da çi hebe! Ewan ji bona Yezdan ra nin. Ewanê li bal wî hene! Ewan ji perestîya wî, quretî nekin (ku jê ra perestî nekin) û ji perestîya wî jî nawestin
يُسَبِّحُونَ اللَّيْلَ وَالنَّهَارَ لَا يَفْتُرُونَ (20)
Ewan di şev û royan da paqijaya (Yezdan) bi perestî ji kêmayan dikin, qe nakerixin (sist jî nabin)
أَمِ اتَّخَذُوا آلِهَةً مِّنَ الْأَرْضِ هُمْ يُنشِرُونَ (21)
Qey ewan (filan) ji zemîn, ji bona xwe ra hinek xuda girtine; wê ewan (xudayên ewan ji piştî mirinê) biweşînin
لَوْ كَانَ فِيهِمَا آلِهَةٌ إِلَّا اللَّهُ لَفَسَدَتَا ۚ فَسُبْحَانَ اللَّهِ رَبِّ الْعَرْشِ عَمَّا يَصِفُونَ (22)
Heke ji pêştirê Yezdan, hinek xudayên mayî di ezman û zemîn da hebûnan, wê bi rastî herdukê jî kavil bibûnan. Îdî Yezdanê xwe yê arşê (m’ena) ji wan salixên wan, bê kemasî paqij e
لَا يُسْأَلُ عَمَّا يَفْعَلُ وَهُمْ يُسْأَلُونَ (23)
Ewa çi bike; ji kirina xwe nayê pirsînê, lê ewan (kesan) çi bikin, ji kirina xwe têne pirsînê
أَمِ اتَّخَذُوا مِن دُونِهِ آلِهَةً ۖ قُلْ هَاتُوا بُرْهَانَكُمْ ۖ هَٰذَا ذِكْرُ مَن مَّعِيَ وَذِكْرُ مَن قَبْلِي ۗ بَلْ أَكْثَرُهُمْ لَا يَعْلَمُونَ الْحَقَّ ۖ فَهُم مُّعْرِضُونَ (24)
Ewan (filan) qey ji pêştirê (Yezdanê babet ê perestîyê ji bona xwe ra) hinek xuda girtine? (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Kanê (ji bona xudatîya wan ra) nîşanê we yên rastî çi hene! ewan (nîşanan) bînin (bidine nişanê me). Eva (doza yekatîya Yezdan) doza wanê bi min ra ne (ça jî) pirtûka bi min ra û ewan pirtûkê berya min da borîne (nîşanê vê doza me bi xweber e)." Lê pirê wan bi mafê nizanin, îdî ewan ji mafê rû fetilandine
وَمَا أَرْسَلْنَا مِن قَبْلِكَ مِن رَّسُولٍ إِلَّا نُوحِي إِلَيْهِ أَنَّهُ لَا إِلَٰهَ إِلَّا أَنَا فَاعْبُدُونِ (25)
Me çiqa pêxemberek di berya te da (li bal kesan da) şandîye; me hey ji wî (pêxemberî ra aha) niqandîye: "(Hûn gelî kesan! Bizanin) ku tu ilahek (babetê perestîyê) ji pêştirê min tune ne, îdî hûn ji min ra perestî bikin
وَقَالُوا اتَّخَذَ الرَّحْمَٰنُ وَلَدًا ۗ سُبْحَانَهُ ۚ بَلْ عِبَادٌ مُّكْرَمُونَ (26)
Ewan (filan) aha gotine: "Xudayê dilovan, ji bona xwe ra zar girtine." Xuda ji wan gotinê wan paqij e. Lê (firişte) li bal (Yezdan) hinek bendeyên rûmetdar in
لَا يَسْبِقُونَهُ بِالْقَوْلِ وَهُم بِأَمْرِهِ يَعْمَلُونَ (27)
Ewan (firiştan) nakebine pêşîya gotina (Yezdan). Û ewan hey bi gotina wî (tiştan) dikin
يَعْلَمُ مَا بَيْنَ أَيْدِيهِمْ وَمَا خَلْفَهُمْ وَلَا يَشْفَعُونَ إِلَّا لِمَنِ ارْتَضَىٰ وَهُم مِّنْ خَشْيَتِهِ مُشْفِقُونَ (28)
(Yezdan) bi tiştê berya wan û bi tiştê paş wan da maye (bi kirî û ne kirîyê) wan dizane. Ewan (firiştan) hey mehderya wan ê ku ewa bi wan qayîl bûye, dikin, şixwa ewan bi xweber jî ji tirsa wî cirifîne mane
۞ وَمَن يَقُلْ مِنْهُمْ إِنِّي إِلَٰهٌ مِّن دُونِهِ فَذَٰلِكَ نَجْزِيهِ جَهَنَّمَ ۚ كَذَٰلِكَ نَجْزِي الظَّالِمِينَ (29)
Ji wan (firiştan) kîjan bibêje: "Bi rastî ji pêştirê (Yezdan), ez jî xuda me." Îdî em ew bi dojê didine celatkirinê. Em cewrkaran wusa didine celatkirin
أَوَلَمْ يَرَ الَّذِينَ كَفَرُوا أَنَّ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضَ كَانَتَا رَتْقًا فَفَتَقْنَاهُمَا ۖ وَجَعَلْنَا مِنَ الْمَاءِ كُلَّ شَيْءٍ حَيٍّ ۖ أَفَلَا يُؤْمِنُونَ (30)
Ewanê bûne file, ma qey nabînin? Bi rastî ezman û zemîn (di cara yekem da) bi heva bûn (paşê) me ewan ji hev fıstiqandin (ji hev dane derxistinê). Me ji avê hemî tişt zindî kirine (çiqa heyî hene! Hemî ji avê bûne gewde). Qey ewan hêj bawer nakin
وَجَعَلْنَا فِي الْأَرْضِ رَوَاسِيَ أَن تَمِيدَ بِهِمْ وَجَعَلْنَا فِيهَا فِجَاجًا سُبُلًا لَّعَلَّهُمْ يَهْتَدُونَ (31)
Ji bona ku zemîn ewan ne hejîne; me di zemîn da çîyayên binecî afirandine, me di (zemîn da) gaz û rê û bêlanê bilind çê kirine; ji bo ku ewan (bi hêsanî) herne (karê xwe û werne mala xwe)
وَجَعَلْنَا السَّمَاءَ سَقْفًا مَّحْفُوظًا ۖ وَهُمْ عَنْ آيَاتِهَا مُعْرِضُونَ (32)
Me ezman jî xistîye benakî parisvan, bi vî ra jî ewan (filan) ji berate û (bawerya Yezdan) rû difetilînin
وَهُوَ الَّذِي خَلَقَ اللَّيْلَ وَالنَّهَارَ وَالشَّمْسَ وَالْقَمَرَ ۖ كُلٌّ فِي فَلَكٍ يَسْبَحُونَ (33)
Ewê şev û ro û roj û hîv afirandîye, heye! Ewa Yezdan e. Ewan hemî jî di şûneke dîyarî da melevanî dikin
وَمَا جَعَلْنَا لِبَشَرٍ مِّن قَبْلِكَ الْخُلْدَ ۖ أَفَإِن مِّتَّ فَهُمُ الْخَالِدُونَ (34)
Me di berya te da ji bo tu kesekî ra nemirî çê ne kirîye. Qey gava tu bimirî îdî ewanê (di cîhanê da) nemirî bimînin
كُلُّ نَفْسٍ ذَائِقَةُ الْمَوْتِ ۗ وَنَبْلُوكُم بِالشَّرِّ وَالْخَيْرِ فِتْنَةً ۖ وَإِلَيْنَا تُرْجَعُونَ (35)
Bi rastî wê hemî candarê çeşna mirinê bikin. Em we bi qencî û xirabîyan diceribînin (ka kîjanê ji we hew bike). Paşê hûnê li bal me da bêne zivirandinê
وَإِذَا رَآكَ الَّذِينَ كَفَرُوا إِن يَتَّخِذُونَكَ إِلَّا هُزُوًا أَهَٰذَا الَّذِي يَذْكُرُ آلِهَتَكُمْ وَهُم بِذِكْرِ الرَّحْمَٰنِ هُمْ كَافِرُونَ (36)
(Muhemmed!) Gava ewanê file te dibînin, ewan hey bi te tirana dikin, ji hev ra (aha) dibêjin: "Qey eva ye, ku (kêmasîyên) Xudayê we dibêje?" Ewan bi xweber jî bi bîranîna (Xudayê) dilovan bûne file
خُلِقَ الْإِنسَانُ مِنْ عَجَلٍ ۚ سَأُرِيكُمْ آيَاتِي فَلَا تَسْتَعْجِلُونِ (37)
(Di xûyê merivan da wusa lezîtî heye, tu dibê qey) ji lezitîyê hatine afirandinê. Îdî (gelî merivan! Binivin), ezê beratên xwe bi we bidime dîyarkirinê
وَيَقُولُونَ مَتَىٰ هَٰذَا الْوَعْدُ إِن كُنتُمْ صَادِقِينَ (38)
(Ewan aha) dibêjin: "Heke bi rastî hûn rastbêj in ka danê peymana (aşîtan) kînge ye
لَوْ يَعْلَمُ الَّذِينَ كَفَرُوا حِينَ لَا يَكُفُّونَ عَن وُجُوهِهِمُ النَّارَ وَلَا عَن ظُهُورِهِمْ وَلَا هُمْ يُنصَرُونَ (39)
Heke ewanê bûne file ewî danê ku nikarin agir ji pêş û paşê xwe, bidine para û arîkarya wan jî nayê kirinê (bizanîyan ewa dana aha zû ne dixwestin)
بَلْ تَأْتِيهِم بَغْتَةً فَتَبْهَتُهُمْ فَلَا يَسْتَطِيعُونَ رَدَّهَا وَلَا هُمْ يُنظَرُونَ (40)
Lê ewa dana ê nişkê va bi wan da were. Îdî ewan nikarin ewî danî bidine para; şaş dibin (dimînin, nizanin wê çi bikin) li wan jî nayê mêzekirinê (ku ji wan ra hinek danê mayî bê danê)
وَلَقَدِ اسْتُهْزِئَ بِرُسُلٍ مِّن قَبْلِكَ فَحَاقَ بِالَّذِينَ سَخِرُوا مِنْهُم مَّا كَانُوا بِهِ يَسْتَهْزِئُونَ (41)
Bi sond! Bi wan pêxemberên berya te da jî hatîye tiranekirinê. Îdî ewan tiranekerê ji wan (filan) hene! Şapata tiranê wan, ewan hildane nava xwe da
قُلْ مَن يَكْلَؤُكُم بِاللَّيْلِ وَالنَّهَارِ مِنَ الرَّحْمَٰنِ ۗ بَلْ هُمْ عَن ذِكْرِ رَبِّهِم مُّعْرِضُونَ (42)
(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Gelo kê dikare; ku we di şev û royan da (ji şapata Yezdan yê) dilovan bide parisandinê? (Bi vî ra jî) ewan (hêj) ji bîranîna Xuda yê xwe rû difetilînin
أَمْ لَهُمْ آلِهَةٌ تَمْنَعُهُم مِّن دُونِنَا ۚ لَا يَسْتَطِيعُونَ نَصْرَ أَنفُسِهِمْ وَلَا هُم مِّنَّا يُصْحَبُونَ (43)
Qey ji bona wan ra ji pêtirê me, hinek xudayên mayî hene, ku ewan (ji şapata me) bidine para da? Ewan (xudan nikarin) arîkarya xwe bi xweber bikin (ma dora arîkarya wan wê ça bikin?). Ji me bi xweber jî (ji bona wan ilahan) qe tu xayîbûn çênabe
بَلْ مَتَّعْنَا هَٰؤُلَاءِ وَآبَاءَهُمْ حَتَّىٰ طَالَ عَلَيْهِمُ الْعُمُرُ ۗ أَفَلَا يَرَوْنَ أَنَّا نَأْتِي الْأَرْضَ نَنقُصُهَا مِنْ أَطْرَافِهَا ۚ أَفَهُمُ الْغَالِبُونَ (44)
Me evan (filan) û bi tevê bav û kalê wan va dane jînandinê, heya jîna wan ji wan ra jî dirêj hat. (Goman kirin, ku di cîhanê da bê mirin in). Ma qey ewan (filan) nabînin, ku em zemîn tînin, ji doranê zemîn dibirin (hindik û hindik zemîn kêm dibe)? Îdî qey servahatî ewan in (ya jî servehatî em in)
قُلْ إِنَّمَا أُنذِرُكُم بِالْوَحْيِ ۚ وَلَا يَسْمَعُ الصُّمُّ الدُّعَاءَ إِذَا مَا يُنذَرُونَ (45)
(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Ez hey we (gelî filan!) bi wê niqandina li bal min da hatîye niqandinê, bi tirsdanî didime (hişyarkirinê). Lê gava li bal keran da bê gazîkirinê, ewan dengan nabihên (heya ji dengan jî) hişyarî hildin
وَلَئِن مَّسَّتْهُمْ نَفْحَةٌ مِّنْ عَذَابِ رَبِّكَ لَيَقُولُنَّ يَا وَيْلَنَا إِنَّا كُنَّا ظَالِمِينَ (46)
Bi sond! Heke pufek ji şapata Xudayê te bi wan (filan) bigire, ewanê (aha) bêjin: "Xwelî li me be! Bi rastî em cewrkar bûne
وَنَضَعُ الْمَوَازِينَ الْقِسْطَ لِيَوْمِ الْقِيَامَةِ فَلَا تُظْلَمُ نَفْسٌ شَيْئًا ۖ وَإِن كَانَ مِثْقَالَ حَبَّةٍ مِّنْ خَرْدَلٍ أَتَيْنَا بِهَا ۗ وَكَفَىٰ بِنَا حَاسِبِينَ (47)
Ji bona roya rabûn a hemî ra em terezîya (daditîyê) datînin, îdî tu can bi tu tiştî nayê cewrkirinê. Heke (kirina meriva) wekî libekî hîroyê be jî, hey emê ewî bînin (bikişînin). Şixwa ji bona hijmattinê em besî xwe ne
وَلَقَدْ آتَيْنَا مُوسَىٰ وَهَارُونَ الْفُرْقَانَ وَضِيَاءً وَذِكْرًا لِّلْمُتَّقِينَ (48)
Bi sond! Me ji Mûsa û Harûn ra pirtûkeke wusa anîye; ewa pirtûka (maf û pûçitîyê ji hev) radiqetîne, ji bona xudaparizan jî, ruhnaî û dabîrxistinê çê dike
الَّذِينَ يَخْشَوْنَ رَبَّهُم بِالْغَيْبِ وَهُم مِّنَ السَّاعَةِ مُشْفِقُونَ (49)
Ewanê ku dizîka da ji Xudayê xwe ditirsin hene! ewan xudapariz in, ewan ji danê (roya rabûn a hemî, ji tirsa) diricifin
وَهَٰذَا ذِكْرٌ مُّبَارَكٌ أَنزَلْنَاهُ ۚ أَفَأَنتُمْ لَهُ مُنكِرُونَ (50)
Eva (Qur’an a hanê) bîranîneke pîroz e, me ewa (li ser Muhemmed da) hinartîye. Îdî (gelî kesan!) qey hûn rikê xwe ji wê (Qur’anê) tînin
۞ وَلَقَدْ آتَيْنَا إِبْرَاهِيمَ رُشْدَهُ مِن قَبْلُ وَكُنَّا بِهِ عَالِمِينَ (51)
Bi sond! Me hêj berê da ji bona Îbrahîm ra sedra wî dabû (îdî ewî rastî û çewtî ji hev derxist.}. Şixwa me bi vê (babetîya Îbrahim) dizanîya
إِذْ قَالَ لِأَبِيهِ وَقَوْمِهِ مَا هَٰذِهِ التَّمَاثِيلُ الَّتِي أَنتُمْ لَهَا عَاكِفُونَ (52)
Di gavekî da Îbrahîm ji bona bav û komalê xwe ra (aha) gotibû: "Ewan tokelê hanê yên çi ne, ku hûn ji wan ra bê nivandin perestî dikin
قَالُوا وَجَدْنَا آبَاءَنَا لَهَا عَابِدِينَ (53)
Ewan (bersiva Îbranîm aha dane û) gotine: "Em rastî bav û kalê we hatin; ji wan ra perestî dikirin (em jî perestîya wan dikin)
قَالَ لَقَدْ كُنتُمْ أَنتُمْ وَآبَاؤُكُمْ فِي ضَلَالٍ مُّبِينٍ (54)
(Îbrahim ji wan ra aha) gotîye: "Bi sond! Hûn û bi bavê xwe va, di rêwundabûneke xûya da nin
قَالُوا أَجِئْتَنَا بِالْحَقِّ أَمْ أَنتَ مِنَ اللَّاعِبِينَ (55)
Ewan (bersiva Îbrahîm dane aha) gotine: "(Îbrahîm!) Te ji bona me ra rastî anî va ya jî tu bi me dileyîzî
قَالَ بَل رَّبُّكُمْ رَبُّ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ الَّذِي فَطَرَهُنَّ وَأَنَا عَلَىٰ ذَٰلِكُم مِّنَ الشَّاهِدِينَ (56)
(Îbrahîm) gotîye: "Na, (gotina we nîne, ewan tokelan ji bona we ra nabine Xuda) lê Xudayê we: Xudayê ezman û zemîn e, ewî (ezman û zemîn) afirandîye. Ez bi xweber nêhrewanê (şahid) van tişta me
وَتَاللَّهِ لَأَكِيدَنَّ أَصْنَامَكُم بَعْدَ أَن تُوَلُّوا مُدْبِرِينَ (57)
Bi Yezdan! Ji piştî hûn para da vegeryan çûn, ezê ji wan tokelan ra endezan bikim (ewan hûr bikim)
فَجَعَلَهُمْ جُذَاذًا إِلَّا كَبِيرًا لَّهُمْ لَعَلَّهُمْ إِلَيْهِ يَرْجِعُونَ (58)
Îdî (ji piştî zivirandina wan) Îbrahîm tokelê wan hûr kirîye, ji pêştirê yek ê mezinê wan hebûye (ewa hîştîye). Loma di bû ku ewan li bal wî da bizivirin (pisyara hûrkirina tokelan ji wî bikin)
قَالُوا مَن فَعَلَ هَٰذَا بِآلِهَتِنَا إِنَّهُ لَمِنَ الظَّالِمِينَ (59)
(Gava ewan para da hatin û dîtin, ku tokelê wan hatine hûrkirinê; ji hev aha pirsîne): “Gelo kî bi serê ilahên me aha kirîye? Bi rastî kî jî kiribe, ewa hey ji cewrkaran e
قَالُوا سَمِعْنَا فَتًى يَذْكُرُهُمْ يُقَالُ لَهُ إِبْرَاهِيمُ (60)
Ji hev ra (aha) gotine: "Me navê xortekî bihîstîye; jê ra Îbrahîm dibêjin (ewa ji van ilahên me, bi kêmasî mijûl dibe)
قَالُوا فَأْتُوا بِهِ عَلَىٰ أَعْيُنِ النَّاسِ لَعَلَّهُمْ يَشْهَدُونَ (61)
(Ewan ji hev ra aha) gotine: "Hûn herin ewî bîne ber çavê merivan, dibe ku hinek ewî nîyas bikin
قَالُوا أَأَنتَ فَعَلْتَ هَٰذَا بِآلِهَتِنَا يَا إِبْرَاهِيمُ (62)
Ewan (gava Îbrahîm anîne, ji wî aha pirsîne:) "Îbrahîm! Te evan, bi serê ilahên me kirine
قَالَ بَلْ فَعَلَهُ كَبِيرُهُمْ هَٰذَا فَاسْأَلُوهُمْ إِن كَانُوا يَنطِقُونَ (63)
(Îbrahîm bersiva wan daye aha) gotîye: "Na, min ne kirîye; dibe ku evî tokela hanê mezin yên wan kiribe, heke ewan mijûl dibin, îdî hûn ji wan pirsa (hûrkirina wan bikin)
فَرَجَعُوا إِلَىٰ أَنفُسِهِمْ فَقَالُوا إِنَّكُمْ أَنتُمُ الظَّالِمُونَ (64)
Paşê ewan ponijîn (aha) gotin: "Bi rastî hey cewrkar hûn bi xweber in
ثُمَّ نُكِسُوا عَلَىٰ رُءُوسِهِمْ لَقَدْ عَلِمْتَ مَا هَٰؤُلَاءِ يَنطِقُونَ (65)
Paşê bi sernegûnî li bal hişê xwe yê berê da zivirîne (aha) gotine
قَالَ أَفَتَعْبُدُونَ مِن دُونِ اللَّهِ مَا لَا يَنفَعُكُمْ شَيْئًا وَلَا يَضُرُّكُمْ (66)
(Îbrahîm!) Bi sond! Tu jî dizanî, ku evan (tokelan) mijûl nabin." 66.66(Îbrahîm aha ji wan ra) gotîye: "(Hûn rast dibêjin) Lê ka hûn ça perestîya wan tiştên, qe tu kar û zîyana we nakin, dikin
أُفٍّ لَّكُمْ وَلِمَا تَعْبُدُونَ مِن دُونِ اللَّهِ ۖ أَفَلَا تَعْقِلُونَ (67)
Ewan tiştên ku hûn ji pêştirê Yezdan perestîya wan dikin hene! Xwelî li we û li wan be. Îdî qe hûn (ji van bûyeran) hiş hil nadin
قَالُوا حَرِّقُوهُ وَانصُرُوا آلِهَتَكُمْ إِن كُنتُمْ فَاعِلِينَ (68)
Ewan (ji hev ra aha) gotine: "Heke hûnê tiştekî (bi Îbrahîm) bikin û arîkarya ilahên xwe bikin; hûn (Îbrahîm) bişewitînin (bi vî awayî tola ilahên xwe, ji Îbrahîm hil din)
قُلْنَا يَا نَارُ كُونِي بَرْدًا وَسَلَامًا عَلَىٰ إِبْرَاهِيمَ (69)
(Piştî ewan Îbrahîm avêtine agir) me (ji bona agir ra aha) got: "Agiro! Tu li ser Îbrahîm sar bibe û parizvanê wî be
وَأَرَادُوا بِهِ كَيْدًا فَجَعَلْنَاهُمُ الْأَخْسَرِينَ (70)
Ewan vabûn ku ji bona (Îbrahîm ra) endezan bikin, îdî me jî ewan bi rastî xistine ji wanê zîyankertir
وَنَجَّيْنَاهُ وَلُوطًا إِلَى الْأَرْضِ الَّتِي بَارَكْنَا فِيهَا لِلْعَالَمِينَ (71)
Û me (Îbrahîm) û Lût ji wan felat kirîye, me ewan birine bal wî zemînê, ku me ewa zemîna ji bona cîhanê ra pîroz kirîye
وَوَهَبْنَا لَهُ إِسْحَاقَ وَيَعْقُوبَ نَافِلَةً ۖ وَكُلًّا جَعَلْنَا صَالِحِينَ (72)
Me ji bona (Îbrahîm ra) ji piştî felatbûnê "Îshaq" raber kirîye, bi ser da jî ji bona Îshaq ra me "Y’eqûb" daye. Me ewan hemî jî xistine aştîkar
وَجَعَلْنَاهُمْ أَئِمَّةً يَهْدُونَ بِأَمْرِنَا وَأَوْحَيْنَا إِلَيْهِمْ فِعْلَ الْخَيْرَاتِ وَإِقَامَ الصَّلَاةِ وَإِيتَاءَ الزَّكَاةِ ۖ وَكَانُوا لَنَا عَابِدِينَ (73)
Me ewan xistine pêşrewanên wusa, ewan bi fermana me beledî dikin û me li bal wan da kirina qencîyan û nimêjkirin û bacdan, niqandîye. Ewana ji bona me ra perestvan bûn
وَلُوطًا آتَيْنَاهُ حُكْمًا وَعِلْمًا وَنَجَّيْنَاهُ مِنَ الْقَرْيَةِ الَّتِي كَانَت تَّعْمَلُ الْخَبَائِثَ ۗ إِنَّهُمْ كَانُوا قَوْمَ سَوْءٍ فَاسِقِينَ (74)
Me ji bona Lût ra jî seroktî û zanîna retkokî anîye. Me ewa ji wan gundîyên, ku ewan kirinê sik dikirîbûne felat kirîye. Bi rastî ewan (gundîyan) komelêkî sike ji rê derketîbûne
وَأَدْخَلْنَاهُ فِي رَحْمَتِنَا ۖ إِنَّهُ مِنَ الصَّالِحِينَ (75)
Me ewa xistîye dilovanîya xwe. Loma ewa "Lût" ji aştîkaran bûye
وَنُوحًا إِذْ نَادَىٰ مِن قَبْلُ فَاسْتَجَبْنَا لَهُ فَنَجَّيْنَاهُ وَأَهْلَهُ مِنَ الْكَرْبِ الْعَظِيمِ (76)
Hêj di berya van da, me ji bona (Nûh ra jî) bersiv daye. Gava ewî (ji bona feresîya xwe) gazî me kiribû, îdî me jî (Nûh) û malînê wî ji kovanên mezin felat kirine
وَنَصَرْنَاهُ مِنَ الْقَوْمِ الَّذِينَ كَذَّبُوا بِآيَاتِنَا ۚ إِنَّهُمْ كَانُوا قَوْمَ سَوْءٍ فَأَغْرَقْنَاهُمْ أَجْمَعِينَ (77)
Me tola (Nûh) ji wî komalê, ku ewan beratên me didane derewdêrandinê, hil daye. Loma bi rastî ewan komalekî sik bûne. Îdî me ewan hemîşk di avê da fetisandin
وَدَاوُودَ وَسُلَيْمَانَ إِذْ يَحْكُمَانِ فِي الْحَرْثِ إِذْ نَفَشَتْ فِيهِ غَنَمُ الْقَوْمِ وَكُنَّا لِحُكْمِهِمْ شَاهِدِينَ (78)
Me (ji bona) Dawûd û Suleyman ra jî (dilovanî kirîye). Gava pezê komal ketibû çandinîyan, (zevî) hatibû çêrandinê, ewan herdukan berewanîya nav ya (her du destan kiribûne). Em bi xweber jî şahidê berewanî ya wan herdu- kan bûne
فَفَهَّمْنَاهَا سُلَيْمَانَ ۚ وَكُلًّا آتَيْنَا حُكْمًا وَعِلْمًا ۚ وَسَخَّرْنَا مَعَ دَاوُودَ الْجِبَالَ يُسَبِّحْنَ وَالطَّيْرَ ۚ وَكُنَّا فَاعِلِينَ (79)
Îdî me (bi Suleyman) ewa berewanî daye zanînê (gotina Suleyman, ji gotina Dawûd çêtir hate litekirinê) me ji herdukan ra jî seroktî û zanîn anîye. Me ji bona Dawûd ra çîya ser nerm kirîye: Ewan (çîyan) bi Dawûd ra (gotinê) paqijî dibêjin. Me çûk jî (ji bona wî ra ser nerm kirîye). Em evan tiştan dikarin bikin û (dikin jî)
وَعَلَّمْنَاهُ صَنْعَةَ لَبُوسٍ لَّكُمْ لِتُحْصِنَكُم مِّن بَأْسِكُمْ ۖ فَهَلْ أَنتُمْ شَاكِرُونَ (80)
Me bi Dawûd pêşetîya çekirin a zirîncan daye hînkirinê, ji bo ku ewan zirîncan we di royê (qirînê da) ji tirsa (birîndaryê) bidine parisandinê. Îdî qey, hûn sipazî nakin
وَلِسُلَيْمَانَ الرِّيحَ عَاصِفَةً تَجْرِي بِأَمْرِهِ إِلَى الْأَرْضِ الَّتِي بَارَكْنَا فِيهَا ۚ وَكُنَّا بِكُلِّ شَيْءٍ عَالِمِينَ (81)
Me ji bona Suleyman ra jî bayekî hilwejok daye. Ewa baya bi fermana Suleyman li bal wî zemînê, ku me ewa zemîna pîroz kirîye, dikişe diçe. Bi rastî em (bi kirina) hemî tiştan dizanin
وَمِنَ الشَّيَاطِينِ مَن يَغُوصُونَ لَهُ وَيَعْمَلُونَ عَمَلًا دُونَ ذَٰلِكَ ۖ وَكُنَّا لَهُمْ حَافِظِينَ (82)
Û (me ji bona Suleyman ra) jî pelîdan (cunûkan) hinek (pelîdên melevanê wusa) ser nerm kirine; ewan (pelîdan dikebine deryayê, ji bo ku di diryayê da xişran derxin. Evan pelîdan) ji pêştirê (xebat a deryayê da) xebatên mayî jî dikin: (Xanîyan ava dikin, dersê cihûyan, ji bo zanîna pêşewanî didin û dersê tişt yên mayî jî didin). Em ji bona wan (cunûkan ra ji bo ku ewan ji fermana Suleyman dernekebin) parisvan in
۞ وَأَيُّوبَ إِذْ نَادَىٰ رَبَّهُ أَنِّي مَسَّنِيَ الضُّرُّ وَأَنتَ أَرْحَمُ الرَّاحِمِينَ (83)
Û gava Eyûb (nexwaş ketibû, aha) gazî Xudayê xwe kirîye: “Xudayê min! Bi rastî îdî evî derdî ez bêzar kirime (ez dizanim) dilovantirê dilovanan tu bi xweber î
فَاسْتَجَبْنَا لَهُ فَكَشَفْنَا مَا بِهِ مِن ضُرٍّ ۖ وَآتَيْنَاهُ أَهْلَهُ وَمِثْلَهُم مَّعَهُمْ رَحْمَةً مِّنْ عِندِنَا وَذِكْرَىٰ لِلْعَابِدِينَ (84)
Îdî me ji bona (Eyûb ra) bersiv daye. Me ewa ji wî derdê pê va girtî, mefa (şifa) kirîye, me hemî malîyên (wî yên berê, dîsa) dane wî û bi dilovanîya li bal me da heyî me wekî wan jî bi wan ra dane wî. Evan dayîn û mefakirin, ji bona cîhanê ra dabîranîneke (Yezdan e)
وَإِسْمَاعِيلَ وَإِدْرِيسَ وَذَا الْكِفْلِ ۖ كُلٌّ مِّنَ الصَّابِرِينَ (85)
Û (ewan pêxemberên ku bi serê wan da dert hatine hene!) Îsma’îl û Îdrîs û Zelkefil jî wan in. Ewan hemîşkan jî (li ser derdê xwe) hew kirine
وَأَدْخَلْنَاهُمْ فِي رَحْمَتِنَا ۖ إِنَّهُم مِّنَ الصَّالِحِينَ (86)
Me jî ewan hildane nava dilovanîya xwe da. Loma bi rastî ewan ji aştîkaran in
وَذَا النُّونِ إِذ ذَّهَبَ مُغَاضِبًا فَظَنَّ أَن لَّن نَّقْدِرَ عَلَيْهِ فَنَادَىٰ فِي الظُّلُمَاتِ أَن لَّا إِلَٰهَ إِلَّا أَنتَ سُبْحَانَكَ إِنِّي كُنتُ مِنَ الظَّالِمِينَ (87)
Û (Yunûs)ê xwe yê (masî jî) di gavekî da (ji komalê xwe) xeyîdî bû (çûbû). Îdî ewî goman kiribû, ku em nikarin (dîsa ewî li bal komalê wî da bizvirinin û em ewî ji xirabîyên wan biparisînin). Ji piştî (ku ewa ji kelekê avêtine avê; masîkî ewa daquland, ewî jî) di tarîtîyê da (aha gazî) kiribûye: "(Xuda!) Bi rastî ji pêştirê te (tu ilahek babetê perestîyê) tune ne, ez te ji hemî kemasîyan paqij dikim. Loma bi rastî ez ji cewrkara bûme
فَاسْتَجَبْنَا لَهُ وَنَجَّيْنَاهُ مِنَ الْغَمِّ ۚ وَكَذَٰلِكَ نُنجِي الْمُؤْمِنِينَ (88)
Îdî me jî bersiva wî daye û me ewa ji kovanê fereste kirîye. Em bi vî awayî bawergeran felat dikin
وَزَكَرِيَّا إِذْ نَادَىٰ رَبَّهُ رَبِّ لَا تَذَرْنِي فَرْدًا وَأَنتَ خَيْرُ الْوَارِثِينَ (89)
Di gavekî da "Zekerîya jî (aha) gazî Xudayê xwe kiribûye: "Xudayê min! Tu min bi tenê nehêle; (tu ji bona min ra ûrtekî bide, lê tu nedî jî ez tu kovanê nakişînim) loma bi rastî tu qencê ûrtanî
فَاسْتَجَبْنَا لَهُ وَوَهَبْنَا لَهُ يَحْيَىٰ وَأَصْلَحْنَا لَهُ زَوْجَهُ ۚ إِنَّهُمْ كَانُوا يُسَارِعُونَ فِي الْخَيْرَاتِ وَيَدْعُونَنَا رَغَبًا وَرَهَبًا ۖ وَكَانُوا لَنَا خَاشِعِينَ (90)
Me ji bona Zekerîya bersiv da û me ji bona wî ra "Yehya" baxşîş kirîye û me ji bona wî ra, jina wî ji bo bizarmayînê amade kir. Loma ewan di kirina qencîyan da dibezyan, ewan bi goman û bi tirs gazî me dikirin. Ewan ji bona me ra bi ser berjêrî rûmeteke meziin digirtin
وَالَّتِي أَحْصَنَتْ فَرْجَهَا فَنَفَخْنَا فِيهَا مِن رُّوحِنَا وَجَعَلْنَاهَا وَابْنَهَا آيَةً لِّلْعَالَمِينَ (91)
Ewa (Meryema) ku daw û zayenda xwe (ji hemî tiştan parisandîye (heye!) Me ji candarya xwe (di dawa) wê da puf kirîye (îdî ewa bi zar maye, paşê ji xwe ra kurek anîye). Me ewa (jinika) bi tevê kurê wê va, ji bona cîhanê ra xistîye berateke (derhoze)
إِنَّ هَٰذِهِ أُمَّتُكُمْ أُمَّةً وَاحِدَةً وَأَنَا رَبُّكُمْ فَاعْبُدُونِ (92)
Bi rastî eva koma we ya hanê (ola yekatî û misilmana ne). Ez bi xweber jî Xudayê we me. Îdî hûn (gelî misilmanan!) hey ji min bi tenê ra perestî bikin
وَتَقَطَّعُوا أَمْرَهُم بَيْنَهُمْ ۖ كُلٌّ إِلَيْنَا رَاجِعُونَ (93)
(Evan pêxemberan wekî qulpê zincîran li pey hev peyweste bûne hatine. Ewan ola xwe ji hev hildane, hemî jî ji bona binecîtîya yek bawerîyê hatine, lê merivan bi xweber) di nava hev da bûyerên xwe ji hev raqetandine (ji ola Yezdan ra bi curecure nav da ne). Wê hemîşkê jî li bal me da bizivirin
فَمَن يَعْمَلْ مِنَ الصَّالِحَاتِ وَهُوَ مُؤْمِنٌ فَلَا كُفْرَانَ لِسَعْيِهِ وَإِنَّا لَهُ كَاتِبُونَ (94)
Îdî kîjan bi bawerî ji karê aştîyan bike, ji bona kirina wî tu nankorî tune ye (hey ji wî ra sipazî heye). Loma bi rastî em ji bona wî ra nivîsvanok in (kirinê wî bi qencî dinivîsin)
وَحَرَامٌ عَلَىٰ قَرْيَةٍ أَهْلَكْنَاهَا أَنَّهُمْ لَا يَرْجِعُونَ (95)
(Jîna cîhanê) li ser rûniştine welatê, ku me ewan teşqele kirine ne durist e. Loma îdî ewan (carekî dinê) nazivirine (cîhanê)
حَتَّىٰ إِذَا فُتِحَتْ يَأْجُوجُ وَمَأْجُوجُ وَهُم مِّن كُلِّ حَدَبٍ يَنسِلُونَ (96)
Gava derê yecûc û mecûcan vedibe, hemî ji gorê xwe, ji her alî da (li bal civînê da) êriş dikin: (Derê goran li mirîyan vedibe hemî li bal civînê da bi xweber lez dikin têne civînê)
وَاقْتَرَبَ الْوَعْدُ الْحَقُّ فَإِذَا هِيَ شَاخِصَةٌ أَبْصَارُ الَّذِينَ كَفَرُوا يَا وَيْلَنَا قَدْ كُنَّا فِي غَفْلَةٍ مِّنْ هَٰذَا بَلْ كُنَّا ظَالِمِينَ (97)
Îdî danê rabûnê bi rastî nêz bûye. (Gava meriv di roya rabûn a hemî da têne civînê), ewanê bûne file hene! Çavê wan di wê gavê da zoq dimîne (aha ji hev ra dibêjin) "Xwelî li me be, bi sond! Em ji vî danî bê goman bûne, bi rastî me li xwe cewr kiribûye, lê me (pê nizanbûye)
إِنَّكُمْ وَمَا تَعْبُدُونَ مِن دُونِ اللَّهِ حَصَبُ جَهَنَّمَ أَنتُمْ لَهَا وَارِدُونَ (98)
Bi rastî (gelî Mekîyan!) hûn û bi wan perestvanên we yên, ku we ji pêştirê Yezdan ji wan ra perestî dikirin hene! Hûn ardûkê dojê ne, hûnê (bi hev ra) herne dojê
لَوْ كَانَ هَٰؤُلَاءِ آلِهَةً مَّا وَرَدُوهَا ۖ وَكُلٌّ فِيهَا خَالِدُونَ (99)
(Hûn qe naponijin) heke evan ilah bûnan, evan ne diçûne (dojê)? Ewanê hemûşkê jî di dojê da her bimînin
لَهُمْ فِيهَا زَفِيرٌ وَهُمْ فِيهَا لَا يَسْمَعُونَ (100)
Di dojê da ji bona wan ra qarîn û wîqandin heye, ewan (di dojê da ji zoraya şapatê) qe tu dengî nabihên
إِنَّ الَّذِينَ سَبَقَتْ لَهُم مِّنَّا الْحُسْنَىٰ أُولَٰئِكَ عَنْهَا مُبْعَدُونَ (101)
Lê ewanê, ku ji me ji bona wan ra peymana bi qencîyan hatîye borînê hene! Ewanan ji (dojê) hatine dûrxistinê
لَا يَسْمَعُونَ حَسِيسَهَا ۖ وَهُمْ فِي مَا اشْتَهَتْ أَنفُسُهُمْ خَالِدُونَ (102)
(Ewanê dûr ê dojê) qe pêjna wê jî nabihên, ewanan di nava (qencîyên) can xwastina xwe da tim dimînin
لَا يَحْزُنُهُمُ الْفَزَعُ الْأَكْبَرُ وَتَتَلَقَّاهُمُ الْمَلَائِكَةُ هَٰذَا يَوْمُكُمُ الَّذِي كُنتُمْ تُوعَدُونَ (103)
Vecinaqindana mezin jî ewan bi mirûz nake (ji piştîderketina wan ji gorê ji mirûzê xwe nakin, loma nea ewletî daye wan, ewan ji mirinê nasilikin). Di pêşnewazîya wan da firişte derdikebin (ji wan ra dibêjin): “Ewa roya, ku ji we ra hatibû peymandanê hebû! Eva roya ye.”
يَوْمَ نَطْوِي السَّمَاءَ كَطَيِّ السِّجِلِّ لِلْكُتُبِ ۚ كَمَا بَدَأْنَا أَوَّلَ خَلْقٍ نُّعِيدُهُ ۚ وَعْدًا عَلَيْنَا ۚ إِنَّا كُنَّا فَاعِلِينَ (104)
Di wê royê da em ezmanan wekî pêçandina defteran dipêçin. Ça di cara yekem da me ewan afirandibûn, emê dîsa ewan wusa tune bikin. Eva kirina hanê peymaneke li ser me bi vê nevê bûye, emê evê bikin jî
وَلَقَدْ كَتَبْنَا فِي الزَّبُورِ مِن بَعْدِ الذِّكْرِ أَنَّ الْأَرْضَ يَرِثُهَا عِبَادِيَ الصَّالِحُونَ (105)
Bi sond! Me ji piştê Tewratê di Zebûrê da jî nivîsîbû ku wê bendeyên me yên aştîkarê bibine mîratxwarê zemîn; wê (ewanê zemîn biçînin, rakin û bajon, bibine xweyê zemîn)
إِنَّ فِي هَٰذَا لَبَلَاغًا لِّقَوْمٍ عَابِدِينَ (106)
Bi rastî di vê (Qur’ana hanê da) ji bo komalê perestvan ra ragihandina şîret yên hêja hene
وَمَا أَرْسَلْنَاكَ إِلَّا رَحْمَةً لِّلْعَالَمِينَ (107)
(Muhemmed!) Bi rastî ji bona cîhanêra me tu hey dilovan şandîye
قُلْ إِنَّمَا يُوحَىٰ إِلَيَّ أَنَّمَا إِلَٰهُكُمْ إِلَٰهٌ وَاحِدٌ ۖ فَهَلْ أَنتُم مُّسْلِمُونَ (108)
(Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: “Li bal min da hey eva hatîye niqandinê,” Xwedayê we hey Yezdanekî bi tenê ye. Îdî (hûn ji wan bawerîyên pûç nazivirin) gelo nabine misilman?”
فَإِن تَوَلَّوْا فَقُلْ آذَنتُكُمْ عَلَىٰ سَوَاءٍ ۖ وَإِنْ أَدْرِي أَقَرِيبٌ أَم بَعِيدٌ مَّا تُوعَدُونَ (109)
Îdî heke (ji piştî van şîretan jî) ewan dîsa para da zivirîne (li bal bawerîya xwe ya berê, tu ji wan ra aha) bêje: “(Tişta hatîye niqandinê li bal min da, min ji we gotîye). Îdî em hemî (di zanîna biryaran da) wekî hev in. Gelo ewa (aştîya), ku ji we ra hatîyepeymandanê, nêzîk e ya jî dûr e, ez pê dizanim?”
إِنَّهُ يَعْلَمُ الْجَهْرَ مِنَ الْقَوْلِ وَيَعْلَمُ مَا تَكْتُمُونَ (110)
“Loma bi rastî (Yezdan) bi gotin ê eşkere û dizî dizane.”
وَإِنْ أَدْرِي لَعَلَّهُ فِتْنَةٌ لَّكُمْ وَمَتَاعٌ إِلَىٰ حِينٍ (111)
“Bi rastî ez nizanim, gelo çima şapatê bi we da nayne; gelo ji bona ceribandina we ye, heya hinek gavan para da hîştîye, ya jî ji bona ku hûn heya hinek danan bi kêfa xwe bijîn (para da hîştîye?).”
قَالَ رَبِّ احْكُم بِالْحَقِّ ۗ وَرَبُّنَا الرَّحْمَٰنُ الْمُسْتَعَانُ عَلَىٰ مَا تَصِفُونَ (112)
(Muhemmed Pêxember aha) got: “Xwedayê min! Tu di nava me da bi mafî berewanî bike. (Ça hûn doz dikin, dibêjin: “Em servahatinê li ser we bikin di hemberê we da”) Xwedayê me yê dilaovan: wê arîkarîya me di hemberê wan salix yên we da bike.”
❮ السورة السابقة السورة التـالية ❯

قراءة المزيد من سور القرآن الكريم :

1- الفاتحة2- البقرة3- آل عمران
4- النساء5- المائدة6- الأنعام
7- الأعراف8- الأنفال9- التوبة
10- يونس11- هود12- يوسف
13- الرعد14- إبراهيم15- الحجر
16- النحل17- الإسراء18- الكهف
19- مريم20- طه21- الأنبياء
22- الحج23- المؤمنون24- النور
25- الفرقان26- الشعراء27- النمل
28- القصص29- العنكبوت30- الروم
31- لقمان32- السجدة33- الأحزاب
34- سبأ35- فاطر36- يس
37- الصافات38- ص39- الزمر
40- غافر41- فصلت42- الشورى
43- الزخرف44- الدخان45- الجاثية
46- الأحقاف47- محمد48- الفتح
49- الحجرات50- ق51- الذاريات
52- الطور53- النجم54- القمر
55- الرحمن56- الواقعة57- الحديد
58- المجادلة59- الحشر60- الممتحنة
61- الصف62- الجمعة63- المنافقون
64- التغابن65- الطلاق66- التحريم
67- الملك68- القلم69- الحاقة
70- المعارج71- نوح72- الجن
73- المزمل74- المدثر75- القيامة
76- الإنسان77- المرسلات78- النبأ
79- النازعات80- عبس81- التكوير
82- الإنفطار83- المطففين84- الانشقاق
85- البروج86- الطارق87- الأعلى
88- الغاشية89- الفجر90- البلد
91- الشمس92- الليل93- الضحى
94- الشرح95- التين96- العلق
97- القدر98- البينة99- الزلزلة
100- العاديات101- القارعة102- التكاثر
103- العصر104- الهمزة105- الفيل
106- قريش107- الماعون108- الكوثر
109- الكافرون110- النصر111- المسد
112- الإخلاص113- الفلق114- الناس