| وَالشَّمْسِ وَضُحَاهَا (1) Bi roj û bi ruhnaya wê
 | 
| وَالْقَمَرِ إِذَا تَلَاهَا (2) Û bi hîva gava li pey (rojê) derdivebe
 | 
| وَالنَّهَارِ إِذَا جَلَّاهَا (3) Û bi wî roya gava (roj) ewê (vedike)
 | 
| وَاللَّيْلِ إِذَا يَغْشَاهَا (4) Û bi wê şeva gava taritî ewê som dike
 | 
| وَالسَّمَاءِ وَمَا بَنَاهَا (5) Û bi ezman bi avakerê wî
 | 
| وَالْأَرْضِ وَمَا طَحَاهَا (6) Û bi zemîn û bi wê, ku (zemîn bi gulokî) raxistîye
 | 
| وَنَفْسٍ وَمَا سَوَّاهَا (7) Û bi can û (bi wîyê, ku can) bi rûçikî (afirandîye)
 | 
| فَأَلْهَمَهَا فُجُورَهَا وَتَقْوَاهَا (8) Îdî ji bona wî (canî ra) gunehkarî û parisandina (ji gunehan) niqandîye
 | 
| قَدْ أَفْلَحَ مَن زَكَّاهَا (9) Sond dixum! Kîjan canê xwe ji sikatîyan bi parisîne ewa serfiraz bûye
 | 
| وَقَدْ خَابَ مَن دَسَّاهَا (10) Û sond dixum! Kîjan ketibe sikatîyan (ji rêya rast derketibe) bi rastî ewî zîyan kirîye
 | 
| كَذَّبَتْ ثَمُودُ بِطَغْوَاهَا (11) (Komalê)	Semûd	ji	qurebûna	xwe	(Pêxemberê	xwe)	dabûne derewdêrandinê
 | 
| إِذِ انبَعَثَ أَشْقَاهَا (12) Gava mêrxasên wan serî hildane
 | 
| فَقَالَ لَهُمْ رَسُولُ اللَّهِ نَاقَةَ اللَّهِ وَسُقْيَاهَا (13) Îdî qasêdê Yezdan ji bona wan ra (aha) gotîye: "hûn dest ji deva Yezdan û ji ava vexarina wê berdin
 | 
| فَكَذَّبُوهُ فَعَقَرُوهَا فَدَمْدَمَ عَلَيْهِمْ رَبُّهُم بِذَنبِهِمْ فَسَوَّاهَا (14) Îdî ewan (mêrxasan pêxember) dane derewdêrandinê; Ewan serê devê jêkirin, îdî Xuda yê wan jî bi sedema gunehê wan şapat li ser wan da pêyweste kir; ewan (bi welatê wan va bi dêrizayî rast kir)
 | 
| وَلَا يَخَافُ عُقْبَاهَا (15) Û (Yezdan bi xweber jî) ji encama (şapatê) natirse
 |