| لَا أُقْسِمُ بِهَٰذَا الْبَلَدِ (1) Ho! Ez bi vî bajarî sond dixum
 | 
| وَأَنتَ حِلٌّ بِهَٰذَا الْبَلَدِ (2) Û tu bi xweber jî di nava wî da rûniştî yî
 | 
| وَوَالِدٍ وَمَا وَلَدَ (3) Û bi nişa merivan û bi ûrta wan
 | 
| لَقَدْ خَلَقْنَا الْإِنسَانَ فِي كَبَدٍ (4) (Sond dixum) ku me nişa merivan (di nava) zoratîyê da afirandîye
 | 
| أَيَحْسَبُ أَن لَّن يَقْدِرَ عَلَيْهِ أَحَدٌ (5) Maqey ewa meriva guman dike, ku hêza tu kesî pêda naçe
 | 
| يَقُولُ أَهْلَكْتُ مَالًا لُّبَدًا (6) (Ji bona pesindanê aha) di bêje: "Min di vê rê da bi kulûra mal sixurandîye
 | 
| أَيَحْسَبُ أَن لَّمْ يَرَهُ أَحَدٌ (7) Maqey ewa guman dike, ku kes ewê kirina wî nabîne
 | 
| أَلَمْ نَجْعَل لَّهُ عَيْنَيْنِ (8) Qey me ji bona (merivan ra) du çav ne daye
 | 
| وَلِسَانًا وَشَفَتَيْنِ (9) Û zimanek û du lêv (nedaye)
 | 
| وَهَدَيْنَاهُ النَّجْدَيْنِ (10) Û me ji bona (merivan) du rê; (rêya qenc û xirabîyan) daye
 | 
| فَلَا اقْتَحَمَ الْعَقَبَةَ (11) Îdî ewî (merivî, ji bona sipazîya di hemberê van qencîyan) qe xwe ne avite tu gaz û bêlanê zor
 | 
| وَمَا أَدْرَاكَ مَا الْعَقَبَةُ (12) Gaz û bêlanê zor, ka çîye tuyê ji ku bizanî
 | 
| فَكُّ رَقَبَةٍ (13) Ewa (kara) vekirina (zincîra) kolan e (ku tu ewan azad bikî)
 | 
| أَوْ إِطْعَامٌ فِي يَوْمٍ ذِي مَسْغَبَةٍ (14) Yan jî di rojeke axilve da dayîna xurekan e
 | 
| يَتِيمًا ذَا مَقْرَبَةٍ (15) Ji bona sêwîyên pismam ra
 | 
| أَوْ مِسْكِينًا ذَا مَتْرَبَةٍ (16) Yan jî ji bona wan belengazê, ku ji birçîya xwe li ser xwelîyê dirêj kirene
 | 
| ثُمَّ كَانَ مِنَ الَّذِينَ آمَنُوا وَتَوَاصَوْا بِالصَّبْرِ وَتَوَاصَوْا بِالْمَرْحَمَةِ (17) Hêj paşê ewa dibe ji wanê bawer kirin e û şîreta bi hewdana (di hemberê cewr û aşîtan da) li hev dikin û bi dilovanî ya li hev kirinê dikin
 | 
| أُولَٰئِكَ أَصْحَابُ الْمَيْمَنَةِ (18) Hevrîne bi nutûv û rast evan in
 | 
| وَالَّذِينَ كَفَرُوا بِآيَاتِنَا هُمْ أَصْحَابُ الْمَشْأَمَةِ (19) Ewanê bi beratenê me bûn e file hene! ewan jî hevrîne bênutûv û çep in
 | 
| عَلَيْهِمْ نَارٌ مُّؤْصَدَةٌ (20) Agirê ku derê wî tê girtinê, ji bona (vanan ra)ne
 |