عَبَسَ وَتَوَلَّىٰ (1) Rûyê xwe tirş kirîye û pişta xwe (daye) |
أَن جَاءَهُ الْأَعْمَىٰ (2) Ji bo ku ewa kora hatîye |
وَمَا يُدْرِيكَ لَعَلَّهُ يَزَّكَّىٰ (3) Tu çi dizanî? Bi rastî dibe ku xwe paqij bike |
أَوْ يَذَّكَّرُ فَتَنفَعَهُ الذِّكْرَىٰ (4) Yan jî şîretan bike, îdî şîret kêrî wî werin |
أَمَّا مَنِ اسْتَغْنَىٰ (5) Lê ewê, xwe hewce nabîne |
فَأَنتَ لَهُ تَصَدَّىٰ (6) Îdî tu ji bo wî ra raber dibî |
وَمَا عَلَيْكَ أَلَّا يَزَّكَّىٰ (7) Û çi ji te ra ku ewa xwe ji (filetîyê) paqij nake |
وَأَمَّا مَن جَاءَكَ يَسْعَىٰ (8) Lê ewê bi lez hatîye bal te |
وَهُوَ يَخْشَىٰ (9) Ji (Xuda) tirsîyaye, loma hatîye |
فَأَنتَ عَنْهُ تَلَهَّىٰ (10) Îdî tu jî ji wî rû difetilînî |
كَلَّا إِنَّهَا تَذْكِرَةٌ (11) Na! (wusa nabe) loma bi rastî (Qur´an) şîretek e |
فَمَن شَاءَ ذَكَرَهُ (12) Îdî kîjan ji vê, wê ewê şîretê hilde |
فِي صُحُفٍ مُّكَرَّمَةٍ (13) Ewa (Qur´an a) di rûpelne rûmetdar danin |
مَّرْفُوعَةٍ مُّطَهَّرَةٍ (14) Bilind û paqij e |
بِأَيْدِي سَفَرَةٍ (15) Di destê balyozne (ji firêşte danin) |
كِرَامٍ بَرَرَةٍ (16) Ewan (firêştan) rûmetdar û qencîkar in |
قُتِلَ الْإِنسَانُ مَا أَكْفَرَهُ (17) Xwelî li meriva be, çiqas nankor in |
مِنْ أَيِّ شَيْءٍ خَلَقَهُ (18) (Gelo) ewa (meiva) qe mêze nake, ka (Yezdan) ewa ji çi afirandîye |
مِن نُّطْفَةٍ خَلَقَهُ فَقَدَّرَهُ (19) (Yezdan) ewa ji aveke tîre avotek afirandîye, îdî paşê ji wî ra rûçik daye |
ثُمَّ السَّبِيلَ يَسَّرَهُ (20) Paşê (Yezdan) rêya wî hêsanî kirîye |
ثُمَّ أَمَاتَهُ فَأَقْبَرَهُ (21) Paşê (Yezdan) ewa mirandî ye, îdî ewa xistîye gorê |
ثُمَّ إِذَا شَاءَ أَنشَرَهُ (22) Paşê gava (Yezdan) bivê dîsa ewî zindî dike(di weşîne) |
كَلَّا لَمَّا يَقْضِ مَا أَمَرَهُ (23) Na! (gotina merivan nîne) bi rastî tişta (Yezdan ferman) kiribû; ewî pêk ne anîbû |
فَلْيَنظُرِ الْإِنسَانُ إِلَىٰ طَعَامِهِ (24) Îdî bila meriv carekîli bal xurekê xwe ra mêze bike |
أَنَّا صَبَبْنَا الْمَاءَ صَبًّا (25) Me ça (ji bona piranîya xwarina wî) aveke pir rijandî ye |
ثُمَّ شَقَقْنَا الْأَرْضَ شَقًّا (26) Paşê me zemîn (ji bo hêşinaîyê) ça çirandî ye |
فَأَنبَتْنَا فِيهَا حَبًّا (27) Îdî me (di zemîn da) lub hêşîn kirîye |
وَعِنَبًا وَقَضْبًا (28) Û (me) tirî û nefel jî (hêşîn kirîye) |
وَزَيْتُونًا وَنَخْلًا (29) Û me zeytûn û xurme jî (hêşîn kirîye) |
وَحَدَائِقَ غُلْبًا (30) Û (me) bostanne (darê wan) ji hev derbvaz bûyî jî (hêşîn kirîye) |
وَفَاكِهَةً وَأَبًّا (31) Û (me) êmîş û mêrg jî (hêşîn kiriye) |
مَّتَاعًا لَّكُمْ وَلِأَنْعَامِكُمْ (32) Ji bona (ku hûn daborya xwe pêk bîn in) me evan ji bona we ûtarişê we ra pêk anî ye |
فَإِذَا جَاءَتِ الصَّاخَّةُ (33) Îdî gava dengê ku ji (bona) rabûna we ra te, guhan ker dike |
يَوْمَ يَفِرُّ الْمَرْءُ مِنْ أَخِيهِ (34) Di wê royê da meriv, ji birayê xwe direv e |
وَأُمِّهِ وَأَبِيهِ (35) Û ji dîya xwe û ji bavê xwe jî |
وَصَاحِبَتِهِ وَبَنِيهِ (36) Û ji hevalê jîna xwe û zarê xwe jî |
لِكُلِّ امْرِئٍ مِّنْهُمْ يَوْمَئِذٍ شَأْنٌ يُغْنِيهِ (37) Di wê royê da ji bona heryekê ji wan ra temtêleke wî heye, ewa îdî hewcê tiştekî nabe |
وُجُوهٌ يَوْمَئِذٍ مُّسْفِرَةٌ (38) Di wê royê da hinek rû hene diteyîsin |
ضَاحِكَةٌ مُّسْتَبْشِرَةٌ (39) Mizgînvanî bi hev diken in |
وَوُجُوهٌ يَوْمَئِذٍ عَلَيْهَا غَبَرَةٌ (40) Û di wê royê da hinek rû jî hene bi gemar in |
تَرْهَقُهَا قَتَرَةٌ (41) Reşatî û taritî ewan rûyan niximandin e |
أُولَٰئِكَ هُمُ الْكَفَرَةُ الْفَجَرَةُ (42) Filene gunehkar evan bi xweber in |