الْحَمْدُ لِلَّهِ الَّذِي لَهُ مَا فِي السَّمَاوَاتِ وَمَا فِي الْأَرْضِ وَلَهُ الْحَمْدُ فِي الْآخِرَةِ ۚ وَهُوَ الْحَكِيمُ الْخَبِيرُ (1) Pesn û sipas ji Xudayê ku tiþtê di asîmana û tiþtê di zemîn de ê wî ne, û pesn û sipas di axretê de jî ê wî ne. Hîkmetdarê kûrzana her ew e |
يَعْلَمُ مَا يَلِجُ فِي الْأَرْضِ وَمَا يَخْرُجُ مِنْهَا وَمَا يَنزِلُ مِنَ السَّمَاءِ وَمَا يَعْرُجُ فِيهَا ۚ وَهُوَ الرَّحِيمُ الْغَفُورُ (2) Ew e tiþtê di zemîn de diçe û tiþtê jê dertê û tiþtê ji asîman dadikeve û tiþtê tê berjor dibe tev dizane. Dilovanê bexþendekar her ew e |
وَقَالَ الَّذِينَ كَفَرُوا لَا تَأْتِينَا السَّاعَةُ ۖ قُلْ بَلَىٰ وَرَبِّي لَتَأْتِيَنَّكُمْ عَالِمِ الْغَيْبِ ۖ لَا يَعْزُبُ عَنْهُ مِثْقَالُ ذَرَّةٍ فِي السَّمَاوَاتِ وَلَا فِي الْأَرْضِ وَلَا أَصْغَرُ مِن ذَٰلِكَ وَلَا أَكْبَرُ إِلَّا فِي كِتَابٍ مُّبِينٍ (3) Ewên kafir bûne gotin; "Danê qiyametê nayê me." Tu bêje ku: "Ne, ez sond dixwim bi perwerdekarê xwe yê zanayê bi penhan, ewê (ew dan) bê we. Bi qasî serê derziyê jî ne di asîmana û ne di zemîn de ne ji vî biçûktir û ne meztir jê veþarî namîne; tev her di kitêbekî aþîkar de ne |
لِّيَجْزِيَ الَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ ۚ أُولَٰئِكَ لَهُم مَّغْفِرَةٌ وَرِزْقٌ كَرِيمٌ (4) Ji bo ku ên bawerî anîne û karên qenc kirine xelat bike. Evên han ji wan re bexþînekî û roziyekî rind heye |
وَالَّذِينَ سَعَوْا فِي آيَاتِنَا مُعَاجِزِينَ أُولَٰئِكَ لَهُمْ عَذَابٌ مِّن رِّجْزٍ أَلِيمٌ (5) Ewên di ayetên me de dixebitin ku bêzar bikin, ewên han ji wan re ezabekî bi jan ji pîsîtiyê heye |
وَيَرَى الَّذِينَ أُوتُوا الْعِلْمَ الَّذِي أُنزِلَ إِلَيْكَ مِن رَّبِّكَ هُوَ الْحَقَّ وَيَهْدِي إِلَىٰ صِرَاطِ الْعَزِيزِ الْحَمِيدِ (6) Û ewên zanîn ji wan re hatiye dayîn baþ dibînin ku tiþtê ji perwerdekarê te bal te ve hatiye daxistin rastî her ew e û ew bal rêya (Xudayê) serkeftiyê hêjayî pesn ve rêberî dike |
وَقَالَ الَّذِينَ كَفَرُوا هَلْ نَدُلُّكُمْ عَلَىٰ رَجُلٍ يُنَبِّئُكُمْ إِذَا مُزِّقْتُمْ كُلَّ مُمَزَّقٍ إِنَّكُمْ لَفِي خَلْقٍ جَدِيدٍ (7) Û ewên kafir bûne (bi tinaz ji hev re) gotin: "Ma em zilamekî nîþanî we bidin ku (ji we re bêje:) "Gava hûn giþt ji hev hûr hûr bûn, bêguman hûnê bi aferandinek nû rabin |
أَفْتَرَىٰ عَلَى اللَّهِ كَذِبًا أَم بِهِ جِنَّةٌ ۗ بَلِ الَّذِينَ لَا يُؤْمِنُونَ بِالْآخِرَةِ فِي الْعَذَابِ وَالضَّلَالِ الْبَعِيدِ (8) Qey wî ji ber xwe ve derewa nebûyî avêtiye ser Xuda yan dînîtî pêre heye?" Ne, ewên bi axretê bawerî naynin di ezab û þayîtiyek dûr de ne |
أَفَلَمْ يَرَوْا إِلَىٰ مَا بَيْنَ أَيْدِيهِمْ وَمَا خَلْفَهُم مِّنَ السَّمَاءِ وَالْأَرْضِ ۚ إِن نَّشَأْ نَخْسِفْ بِهِمُ الْأَرْضَ أَوْ نُسْقِطْ عَلَيْهِمْ كِسَفًا مِّنَ السَّمَاءِ ۚ إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَآيَةً لِّكُلِّ عَبْدٍ مُّنِيبٍ (9) Ma qey ew ji asîman û zemîn li tiþtê ber xwe û li tiþtê paþ xwe nanêrin- nabînin? Eger em bixwazin emê wan bi zemîn ve serûbin bikin yan emê ji asîman perça bi ser wan de bixînin. Bêguman di vî de ji her bendeyê ji dil vegerkar re ayetek (nîþanek) heye |
۞ وَلَقَدْ آتَيْنَا دَاوُودَ مِنَّا فَضْلًا ۖ يَا جِبَالُ أَوِّبِي مَعَهُ وَالطَّيْرَ ۖ وَأَلَنَّا لَهُ الْحَدِيدَ (10) Sond be me qencîkî ji cem xwe da Dawid, (û me got:) "Gelî çiyaya û tirûda! hûn jî pê re tesbîha bidin (denga lê vegerînin)." Û me jê re hesin nerm kir |
أَنِ اعْمَلْ سَابِغَاتٍ وَقَدِّرْ فِي السَّرْدِ ۖ وَاعْمَلُوا صَالِحًا ۖ إِنِّي بِمَا تَعْمَلُونَ بَصِيرٌ (11) (Û me gotê:) "Ku tu (zirx) ên fireh çêke û tu li gorî hewcetiyê bi pîvan çêke (ne kêm û ne zêde, ne teng û ne pirr fireh) û hûn karê qenc bikin. Bêguman ez tiþtê hûn dikin baþ dibînim |
وَلِسُلَيْمَانَ الرِّيحَ غُدُوُّهَا شَهْرٌ وَرَوَاحُهَا شَهْرٌ ۖ وَأَسَلْنَا لَهُ عَيْنَ الْقِطْرِ ۖ وَمِنَ الْجِنِّ مَن يَعْمَلُ بَيْنَ يَدَيْهِ بِإِذْنِ رَبِّهِ ۖ وَمَن يَزِغْ مِنْهُمْ عَنْ أَمْرِنَا نُذِقْهُ مِنْ عَذَابِ السَّعِيرِ (12) Û me ji Silêman re jî ba (situxor kir) ku sêre sibê çûna wî mehekî ye û êwarê dagerîna wî mehekî ye; û me jê re kaniya paxir herikand, û hin ji cinna jî bi destûra perwerdekarê wî li ber destê wî dixebitin. Kî ji wan ji fermana me rû bizivrîne, emê wî ji ezabê agirê hilbûyî bidin tam kirinê |
يَعْمَلُونَ لَهُ مَا يَشَاءُ مِن مَّحَارِيبَ وَتَمَاثِيلَ وَجِفَانٍ كَالْجَوَابِ وَقُدُورٍ رَّاسِيَاتٍ ۚ اعْمَلُوا آلَ دَاوُودَ شُكْرًا ۚ وَقَلِيلٌ مِّنْ عِبَادِيَ الشَّكُورُ (13) Wan, jê re tiþtê bixwesta ji koþk û mizgevta, û heykel û koþikên wekî hewzê mezin û dîzikên ku ji cîh nedhatin bilindkirin çêdikir. (Me gotê:) "Hûn gelî malbata Dawid sipaskarî bikin" Ji bendeyên min sipaskar hindik in |
فَلَمَّا قَضَيْنَا عَلَيْهِ الْمَوْتَ مَا دَلَّهُمْ عَلَىٰ مَوْتِهِ إِلَّا دَابَّةُ الْأَرْضِ تَأْكُلُ مِنسَأَتَهُ ۖ فَلَمَّا خَرَّ تَبَيَّنَتِ الْجِنُّ أَن لَّوْ كَانُوا يَعْلَمُونَ الْغَيْبَ مَا لَبِثُوا فِي الْعَذَابِ الْمُهِينِ (14) Vêca çi gava me mirinê li serê hukim kir, her kurmikê axê ku ji gopalê wî dixwar wana bi ser mirina wî vekir-nîþa wan da. Vêca çi gava ew (ji ser gopalê xwe de) ket, (êdî ji mirovan ve) xuya bû ku eger cinna tiþtê penhan zanibûna wê (ew qas) di ezabê nizimker de nemana |
لَقَدْ كَانَ لِسَبَإٍ فِي مَسْكَنِهِمْ آيَةٌ ۖ جَنَّتَانِ عَن يَمِينٍ وَشِمَالٍ ۖ كُلُوا مِن رِّزْقِ رَبِّكُمْ وَاشْكُرُوا لَهُ ۚ بَلْدَةٌ طَيِّبَةٌ وَرَبٌّ غَفُورٌ (15) Sond be, ji (xelqê) Sebe´e re di þûnwarê wan de ayetek (nî þanek) hebû: ku ji rast û çep ve du baxçe hebûn. (Ji wan re hat gotin ku:) "Hûn ji roziya perwerdekarê xwe bixwin û jê re sipas bikin? Bajarekî rind û pak û perwerdekarekî bexþendekar |
فَأَعْرَضُوا فَأَرْسَلْنَا عَلَيْهِمْ سَيْلَ الْعَرِمِ وَبَدَّلْنَاهُم بِجَنَّتَيْهِمْ جَنَّتَيْنِ ذَوَاتَيْ أُكُلٍ خَمْطٍ وَأَثْلٍ وَشَيْءٍ مِّن سِدْرٍ قَلِيلٍ (16) Vêca wan (ji rastiyê) rû li ba xist; êdî me jî lehiya zor dijwar bi ser wan de þand û me wan herdu baxçê wan (ê xweþ) bi du baxçeyê fêkiyê tal û tirþoqî û dargezê bi dirrî û tiþtekî hindik jî ji sidrê guherand |
ذَٰلِكَ جَزَيْنَاهُم بِمَا كَفَرُوا ۖ وَهَلْ نُجَازِي إِلَّا الْكَفُورَ (17) Me wan bi sedem kufra wan wuha ceza kir. Ma em ji kafiran-nankoran pêve ceza dikin |
وَجَعَلْنَا بَيْنَهُمْ وَبَيْنَ الْقُرَى الَّتِي بَارَكْنَا فِيهَا قُرًى ظَاهِرَةً وَقَدَّرْنَا فِيهَا السَّيْرَ ۖ سِيرُوا فِيهَا لَيَالِيَ وَأَيَّامًا آمِنِينَ (18) Û me di nabeyna wan û bajarên ku me tê de firehî çêkiribû de bajarên bi hev ve-ji hev dixuyan çêkir û me çûn û hat´inê di nava wan de derbas kir; (û me gote wan ku:) "Hûn bi þeva û rojan biewletî di wan de derbas bibin |
فَقَالُوا رَبَّنَا بَاعِدْ بَيْنَ أَسْفَارِنَا وَظَلَمُوا أَنفُسَهُمْ فَجَعَلْنَاهُمْ أَحَادِيثَ وَمَزَّقْنَاهُمْ كُلَّ مُمَزَّقٍ ۚ إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَآيَاتٍ لِّكُلِّ صَبَّارٍ شَكُورٍ (19) Vêca gotin: "Perwerdekarê me! tu navbera rêwîtiyên me dûr bike.", û wan li xwe sitemkarî kir; êdî me jî wan kir hin buyer (ji ên pey wan re) û me wan tev ji hev hûr hûr kir. Bêguman di vî de ji her bîhnfirehê pirr sipaskar re gellek ayet (nîþan û îbret) hene |
وَلَقَدْ صَدَّقَ عَلَيْهِمْ إِبْلِيسُ ظَنَّهُ فَاتَّبَعُوهُ إِلَّا فَرِيقًا مِّنَ الْمُؤْمِنِينَ (20) Sond be, pelîd gumana xwe derbareê wan de rast dêrand; vêca ji destekî hindik ji bawermend pêva wan da pey wî |
وَمَا كَانَ لَهُ عَلَيْهِم مِّن سُلْطَانٍ إِلَّا لِنَعْلَمَ مَن يُؤْمِنُ بِالْآخِرَةِ مِمَّنْ هُوَ مِنْهَا فِي شَكٍّ ۗ وَرَبُّكَ عَلَىٰ كُلِّ شَيْءٍ حَفِيظٌ (21) Tu zor û hêza wî li ser wan nebû tenê ev ku da em kesê bi axretê bawerî tîne ji ê ku ew tê de dudil e bizanbin-veqetînin. Perwerdekarê te li ser her tiþtî parêzvan e |
قُلِ ادْعُوا الَّذِينَ زَعَمْتُم مِّن دُونِ اللَّهِ ۖ لَا يَمْلِكُونَ مِثْقَالَ ذَرَّةٍ فِي السَّمَاوَاتِ وَلَا فِي الْأَرْضِ وَمَا لَهُمْ فِيهِمَا مِن شِرْكٍ وَمَا لَهُ مِنْهُم مِّن ظَهِيرٍ (22) Tu bêje ku: "Hûn gazî ewên ku hûn bêyî Xuda bi derew doz dikin, bikin; ne di asîmana û ne di zemîn de bi qasî sere derziyê jî di destê wan de nîne û ji wan re di wan de tu þirîkatî jî nîne, û jê re jiwan tu piþtvan jî nîne |
وَلَا تَنفَعُ الشَّفَاعَةُ عِندَهُ إِلَّا لِمَنْ أَذِنَ لَهُ ۚ حَتَّىٰ إِذَا فُزِّعَ عَن قُلُوبِهِمْ قَالُوا مَاذَا قَالَ رَبُّكُمْ ۖ قَالُوا الْحَقَّ ۖ وَهُوَ الْعَلِيُّ الْكَبِيرُ (23) Tu mehdervanî li balê bikêr nayê ji pêþtirê ê ku jê re destûr dabe. Heya gava tirs ji dilên wan sivik dibe, dibêjin ku: "Ma perwerdekarê we çi got?" Gotin: "Rastiyê (gotiye). Bilindê herî mezin her ew e |
۞ قُلْ مَن يَرْزُقُكُم مِّنَ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ ۖ قُلِ اللَّهُ ۖ وَإِنَّا أَوْ إِيَّاكُمْ لَعَلَىٰ هُدًى أَوْ فِي ضَلَالٍ مُّبِينٍ (24) Tu bêje: "Ma ji asîmana û zemîn kî rozî dide we?" Tu bêje: "Xuda; û bêguman em yan hûn li ser rêya rast in yan jî di þaþîtîkî aþîkar de ne |
قُل لَّا تُسْأَلُونَ عَمَّا أَجْرَمْنَا وَلَا نُسْأَلُ عَمَّا تَعْمَلُونَ (25) Tu bêje ku: "Hûn ji sûcê me kiriye nayên pirsîn û em jî ji tiþtê hûn dikin neyên pirsîn |
قُلْ يَجْمَعُ بَيْنَنَا رَبُّنَا ثُمَّ يَفْتَحُ بَيْنَنَا بِالْحَقِّ وَهُوَ الْفَتَّاحُ الْعَلِيمُ (26) Tu bêje ku "Wê perwerdekarê me, me bicivîne, paþê wê bi rastiyê me ji hev safî bike. Safîkerê herî zana her ew e |
قُلْ أَرُونِيَ الَّذِينَ أَلْحَقْتُم بِهِ شُرَكَاءَ ۖ كَلَّا ۚ بَلْ هُوَ اللَّهُ الْعَزِيزُ الْحَكِيمُ (27) Tu bêje ku: "Ka hûn ew þirîkên we pê gihan dibû nîþa min bidin?" Naxêr! serkeftiyê hîkmetdar her Xuda ye |
وَمَا أَرْسَلْنَاكَ إِلَّا كَافَّةً لِّلنَّاسِ بَشِيرًا وَنَذِيرًا وَلَٰكِنَّ أَكْثَرَ النَّاسِ لَا يَعْلَمُونَ (28) Me te ji bo hemû mirovan re her mizgînvan û hiþyarker þandiye, lê belê pirrî mirovan nizanin |
وَيَقُولُونَ مَتَىٰ هَٰذَا الْوَعْدُ إِن كُنتُمْ صَادِقِينَ (29) Û dibêjin: "Eger hûn rastgo ne ka ev wada han kîngê ye |
قُل لَّكُم مِّيعَادُ يَوْمٍ لَّا تَسْتَأْخِرُونَ عَنْهُ سَاعَةً وَلَا تَسْتَقْدِمُونَ (30) Tu bêje ku: "Wada rojekî ku hûn danakî jî hê ne paþde dikevin û ne jî pêþde dikevin ji we re ye |
وَقَالَ الَّذِينَ كَفَرُوا لَن نُّؤْمِنَ بِهَٰذَا الْقُرْآنِ وَلَا بِالَّذِي بَيْنَ يَدَيْهِ ۗ وَلَوْ تَرَىٰ إِذِ الظَّالِمُونَ مَوْقُوفُونَ عِندَ رَبِّهِمْ يَرْجِعُ بَعْضُهُمْ إِلَىٰ بَعْضٍ الْقَوْلَ يَقُولُ الَّذِينَ اسْتُضْعِفُوا لِلَّذِينَ اسْتَكْبَرُوا لَوْلَا أَنتُمْ لَكُنَّا مُؤْمِنِينَ (31) Û ewên kafir bûne gotin ku: "Em, ne bi vê Qur´ana han û ne jî bi ê berî wê, qet bawerî naynin." Hey xwezî te bidîtana gava sitemkar li cem perwerdekarê xwe rawestiyane ku çewa hin ji wan gotinê li hina li ba dixin! Ewên bindestxistî ji ên serdestiyên qure re dibêjin ku: "Eger ne ji we bûna, emê bibûna bawermend |
قَالَ الَّذِينَ اسْتَكْبَرُوا لِلَّذِينَ اسْتُضْعِفُوا أَنَحْنُ صَدَدْنَاكُمْ عَنِ الْهُدَىٰ بَعْدَ إِذْ جَاءَكُم ۖ بَلْ كُنتُم مُّجْرِمِينَ (32) Ewên serdestiyên qure jî ji ên bindestxistî re dibêjin ku: "Ma piþtî gava rêberî ji we re hat ma qey me pêþiya we girt? Ne, hûn bi xwe bûn sûcdarên gunehkar |
وَقَالَ الَّذِينَ اسْتُضْعِفُوا لِلَّذِينَ اسْتَكْبَرُوا بَلْ مَكْرُ اللَّيْلِ وَالنَّهَارِ إِذْ تَأْمُرُونَنَا أَن نَّكْفُرَ بِاللَّهِ وَنَجْعَلَ لَهُ أَندَادًا ۚ وَأَسَرُّوا النَّدَامَةَ لَمَّا رَأَوُا الْعَذَابَ وَجَعَلْنَا الْأَغْلَالَ فِي أَعْنَاقِ الَّذِينَ كَفَرُوا ۚ هَلْ يُجْزَوْنَ إِلَّا مَا كَانُوا يَعْمَلُونَ (33) Û ewên bindestxistî ji ewên serdestiyên qure re gotin ku: "Ne, we bi þev û bi roj xax û dafa çêdikir; lewra we bi me ferman dikir ku em bi Xuda kafir bibin û em jê re hemtayan çêkin." Wan çi gava ezab dît, poþmaniyê di dilê xwe de veþartin; û me ji xelekê agirîn kire sitûyê ewên kafir bûne. (Dergevanê dojehê gotine wan:) "Ma hûn ji tiþtê we kiriye pêve têne ceza kirin |
وَمَا أَرْسَلْنَا فِي قَرْيَةٍ مِّن نَّذِيرٍ إِلَّا قَالَ مُتْرَفُوهَا إِنَّا بِمَا أُرْسِلْتُم بِهِ كَافِرُونَ (34) Her bajarê me hiþyarkera þandiyê hey têrxwariyên wan ên bitir gotine ku: "Em bi tiþtê hûn pê hatine þandin kafir în-bawer nakin |
وَقَالُوا نَحْنُ أَكْثَرُ أَمْوَالًا وَأَوْلَادًا وَمَا نَحْنُ بِمُعَذَّبِينَ (35) Û gotin ku: "Em bi mal û bi zarû pirrtir in û em nayên ezab dayîn |
قُلْ إِنَّ رَبِّي يَبْسُطُ الرِّزْقَ لِمَن يَشَاءُ وَيَقْدِرُ وَلَٰكِنَّ أَكْثَرَ النَّاسِ لَا يَعْلَمُونَ (36) Tu bêje ku: "Bêguman perwerdekarê min, ji ê bixwaze re rozî fireh radixe û teng jî dike, lê belê pirrî mirovan nizanin |
وَمَا أَمْوَالُكُمْ وَلَا أَوْلَادُكُم بِالَّتِي تُقَرِّبُكُمْ عِندَنَا زُلْفَىٰ إِلَّا مَنْ آمَنَ وَعَمِلَ صَالِحًا فَأُولَٰئِكَ لَهُمْ جَزَاءُ الضِّعْفِ بِمَا عَمِلُوا وَهُمْ فِي الْغُرُفَاتِ آمِنُونَ (37) Ne malên we û ne jî zarûyên we ne ku we hey bal me ve nêz dikin; tenê ê ku bawerî anîbe û karê qenc kiribe. Êdî evên han ji wan re xelatekî qatkirî di bergîdana kirinê wan de heye û ew di koþkên bilind de jî biewle ne |
وَالَّذِينَ يَسْعَوْنَ فِي آيَاتِنَا مُعَاجِزِينَ أُولَٰئِكَ فِي الْعَذَابِ مُحْضَرُونَ (38) Ewên ku derbareê ayetên me de dixebitin ku (me) bêzar bikin, ewên han di ezab de têne amade kirin |
قُلْ إِنَّ رَبِّي يَبْسُطُ الرِّزْقَ لِمَن يَشَاءُ مِنْ عِبَادِهِ وَيَقْدِرُ لَهُ ۚ وَمَا أَنفَقْتُم مِّن شَيْءٍ فَهُوَ يُخْلِفُهُ ۖ وَهُوَ خَيْرُ الرَّازِقِينَ (39) Tu bêje ku: "Perwerdekarê min ji ê bixwaze re rozî fireh radixe û teng jî dike. Her tiþta hûn bidin êdî ew dike þûna wê. Ew çêtirînê rozîdana ye |
وَيَوْمَ يَحْشُرُهُمْ جَمِيعًا ثُمَّ يَقُولُ لِلْمَلَائِكَةِ أَهَٰؤُلَاءِ إِيَّاكُمْ كَانُوا يَعْبُدُونَ (40) Û roja ku wê wan teva bicivîne paþê ewê ji feriþteyan re bêje: "Ma evên han, we dihebandin |
قَالُوا سُبْحَانَكَ أَنتَ وَلِيُّنَا مِن دُونِهِم ۖ بَلْ كَانُوا يَعْبُدُونَ الْجِنَّ ۖ أَكْثَرُهُم بِهِم مُّؤْمِنُونَ (41) Gotin: "Em te (ji her kêmasiyî) pak bêrî didêrin, ne ew, tu yar û yawerê me yî. Ne, wan cinna diheband; pirrî wan bi wan (cinna) bawermend in |
فَالْيَوْمَ لَا يَمْلِكُ بَعْضُكُمْ لِبَعْضٍ نَّفْعًا وَلَا ضَرًّا وَنَقُولُ لِلَّذِينَ ظَلَمُوا ذُوقُوا عَذَابَ النَّارِ الَّتِي كُنتُم بِهَا تُكَذِّبُونَ (42) Êdî îro, tu kar û ziyana yekî ji we bi destê yekî nîne; û emê ji ên sitemkarî kirine re bêjin ku: "Hûn ezabê agirê we wî diderewand tam kin |
وَإِذَا تُتْلَىٰ عَلَيْهِمْ آيَاتُنَا بَيِّنَاتٍ قَالُوا مَا هَٰذَا إِلَّا رَجُلٌ يُرِيدُ أَن يَصُدَّكُمْ عَمَّا كَانَ يَعْبُدُ آبَاؤُكُمْ وَقَالُوا مَا هَٰذَا إِلَّا إِفْكٌ مُّفْتَرًى ۚ وَقَالَ الَّذِينَ كَفَرُوا لِلْحَقِّ لَمَّا جَاءَهُمْ إِنْ هَٰذَا إِلَّا سِحْرٌ مُّبِينٌ (43) Gava ayetên me li ser wan têne xwendin, ew dibêjin ku: "Evê han hey zilamek e, dixwaze ku pêþiya we ji tiþtê bapîrên we dihebandin bigre"; û gotin ku: "Evê han derewek e ku ji ber xwe ve hatiye çêkirin"; û ewên kafir bûne çi gava rastî ji wan re hat gotin ku: "Eva han efsûneke aþîkar e |
وَمَا آتَيْنَاهُم مِّن كُتُبٍ يَدْرُسُونَهَا ۖ وَمَا أَرْسَلْنَا إِلَيْهِمْ قَبْلَكَ مِن نَّذِيرٍ (44) Tevî ku me, ne kitêbên ew ders bixweynin dabû wan û ne jî me berî te hiþyarker bal wan ve þandibû |
وَكَذَّبَ الَّذِينَ مِن قَبْلِهِمْ وَمَا بَلَغُوا مِعْشَارَ مَا آتَيْنَاهُمْ فَكَذَّبُوا رُسُلِي ۖ فَكَيْفَ كَانَ نَكِيرِ (45) Û ên berî wan jî derewandibûn; tevî ku ev negihîþtine deh yeka tiþtê me dabû wan. Vêca wan pêxemberên min derewand; êdî wê înkara min (li kirinên wan) çewan be (tu mêze ke) |
۞ قُلْ إِنَّمَا أَعِظُكُم بِوَاحِدَةٍ ۖ أَن تَقُومُوا لِلَّهِ مَثْنَىٰ وَفُرَادَىٰ ثُمَّ تَتَفَكَّرُوا ۚ مَا بِصَاحِبِكُم مِّن جِنَّةٍ ۚ إِنْ هُوَ إِلَّا نَذِيرٌ لَّكُم بَيْنَ يَدَيْ عَذَابٍ شَدِيدٍ (46) Tu bêje ku: "Bêguman ez yek þîreteka bitenê li we dikim (ew jî eve:) ku hûn yek yek û dido dido ji bo Xuda rabin û bifikirin." Bi hevalê we (pêxember) re tu dînîtî nîne. Ew tenê ji we re beriya ezabekî zor dijwar hiþyarkerek e |
قُلْ مَا سَأَلْتُكُم مِّنْ أَجْرٍ فَهُوَ لَكُمْ ۖ إِنْ أَجْرِيَ إِلَّا عَلَى اللَّهِ ۖ وَهُوَ عَلَىٰ كُلِّ شَيْءٍ شَهِيدٌ (47) Tu bêje ku: "Her destmuza min ji we xwestibe êdî bira ew ji we re be. Destmuza min tenê li ser Xuda ye. Ew danasê li ser her tiþtî ye |
قُلْ إِنَّ رَبِّي يَقْذِفُ بِالْحَقِّ عَلَّامُ الْغُيُوبِ (48) Tu bêje ku: "Bêguman perwerdekarê min rastiyê davêje (dilê ê bixwaze. Ew) pirr zanayê bi tiþtê penhan e |
قُلْ جَاءَ الْحَقُّ وَمَا يُبْدِئُ الْبَاطِلُ وَمَا يُعِيدُ (49) Tu bêje ku: "Rastî hat û nerastî, ne dest pê dike û ne jî vedigere |
قُلْ إِن ضَلَلْتُ فَإِنَّمَا أَضِلُّ عَلَىٰ نَفْسِي ۖ وَإِنِ اهْتَدَيْتُ فَبِمَا يُوحِي إِلَيَّ رَبِّي ۚ إِنَّهُ سَمِيعٌ قَرِيبٌ (50) Tu bêje ku: "Eger min rê þaþ kir, êdî bêguman ez tenê ji xwe re þaþ dikim; û eger ez rêya rast bibînim jî, êdî ew bi wehya perwerdekarê min bal min ve ye. Bêguman ew baþ sehkir e pirr nêz e |
وَلَوْ تَرَىٰ إِذْ فَزِعُوا فَلَا فَوْتَ وَأُخِذُوا مِن مَّكَانٍ قَرِيبٍ (51) Xwezî gava ew tirsiyan te bidîta!; êdî tu xelasî nîne; û ew ji ciyekî nêz hatin girtin |
وَقَالُوا آمَنَّا بِهِ وَأَنَّىٰ لَهُمُ التَّنَاوُشُ مِن مَّكَانٍ بَعِيدٍ (52) Û gotin: "Me pê bawerî anî." Lê ji ciyekî dûr (ji axretê) çewa dikarin dest dirêjî (baweriya li dinê) bikin |
وَقَدْ كَفَرُوا بِهِ مِن قَبْلُ ۖ وَيَقْذِفُونَ بِالْغَيْبِ مِن مَّكَانٍ بَعِيدٍ (53) Tevî ku ew berê (li dinê) pê kafir bûn, û ew ji ciyekî dûr bi gumanê davêjin (guman dikin ku wê vegerin dinê) |
وَحِيلَ بَيْنَهُمْ وَبَيْنَ مَا يَشْتَهُونَ كَمَا فُعِلَ بِأَشْيَاعِهِم مِّن قَبْلُ ۚ إِنَّهُمْ كَانُوا فِي شَكٍّ مُّرِيبٍ (54) Û cudatî kete navbera wan û tiþtê dilê wan dibijê, çewa ku berê bi hemtayên-hemkîþên wan hate kirin. Bêguman ew, hey di gumanek dudilî de bûn |