الم (1) M. (Arşa van tîpên ji hevçûî hey Yezdan dizane) |
تِلْكَ آيَاتُ الْكِتَابِ الْحَكِيمِ (2) Evanan beratên Pirtûk a bijejke ne |
هُدًى وَرَحْمَةً لِّلْمُحْسِنِينَ (3) (Evan beratan) ji bona qencîkaran beledî û dilovanîyeke (me hinartîye) |
الَّذِينَ يُقِيمُونَ الصَّلَاةَ وَيُؤْتُونَ الزَّكَاةَ وَهُم بِالْآخِرَةِ هُمْ يُوقِنُونَ (4) Ewanê nimeja xwe dikin û baca malê xwe didin hene! (qencîkar ew in). Ewanan bi danê para da jî di nêzîk da bawer dikin |
أُولَٰئِكَ عَلَىٰ هُدًى مِّن رَّبِّهِمْ ۖ وَأُولَٰئِكَ هُمُ الْمُفْلِحُونَ (5) Ewanê ku li ser beledîya ji Xudayê xwe ne, evanan in. Evan bi xweber jî serfiraz bûne |
وَمِنَ النَّاسِ مَن يَشْتَرِي لَهْوَ الْحَدِيثِ لِيُضِلَّ عَن سَبِيلِ اللَّهِ بِغَيْرِ عِلْمٍ وَيَتَّخِذَهَا هُزُوًا ۚ أُولَٰئِكَ لَهُمْ عَذَابٌ مُّهِينٌ (6) Hinek ji merivan hene, ji bo ku rêya Yezdan bi nezanî li ber kesan wunda bikin mijûlîyên beredayî dikirin, ewan (mijûlîyan) ji xwe ra dixne tinaz. Ji bona van ra şapateke bihatî heye |
وَإِذَا تُتْلَىٰ عَلَيْهِ آيَاتُنَا وَلَّىٰ مُسْتَكْبِرًا كَأَن لَّمْ يَسْمَعْهَا كَأَنَّ فِي أُذُنَيْهِ وَقْرًا ۖ فَبَشِّرْهُ بِعَذَابٍ أَلِيمٍ (7) Gava beratên me ji wî ra te xwundinê, ewa para da bi quretî pişta xwe (dide wan beratan) tu dibê qe ne bihîstîye (diçe). Dibe qey di herdu guhe wî da gûhesin heye. Îdî tu mizgînîya wî bi şapateke dilsoz bide |
إِنَّ الَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ لَهُمْ جَنَّاتُ النَّعِيمِ (8) Ewanê bawer kirine û karê aştî kirine hene! Ji bona wan ra bihişta xwurinan heye |
خَالِدِينَ فِيهَا ۖ وَعْدَ اللَّهِ حَقًّا ۚ وَهُوَ الْعَزِيزُ الْحَكِيمُ (9) (Ewanê di wê bihiştê da) her bimînin. Eva (maîna wan) peymaneke raste ji Yezdan e. Loma bi rastî Yezdan bi xweber jî servahatê bijejke ye |
خَلَقَ السَّمَاوَاتِ بِغَيْرِ عَمَدٍ تَرَوْنَهَا ۖ وَأَلْقَىٰ فِي الْأَرْضِ رَوَاسِيَ أَن تَمِيدَ بِكُمْ وَبَثَّ فِيهَا مِن كُلِّ دَابَّةٍ ۚ وَأَنزَلْنَا مِنَ السَّمَاءِ مَاءً فَأَنبَتْنَا فِيهَا مِن كُلِّ زَوْجٍ كَرِيمٍ (10) Yezdan hûn ça dibînin ezman bê stûn afirandîye. Ji bo ku zemîn we nehejîne ewî di zemîn da çîyayên direj û bilind danîne. Ji hemîşk candaran ewî di zemîn da reşandîye. Îdî me ji ezmanan da aveke (wusa) hinartîye, em bi wê avê ji hemî zone rindên (hêşînaîyê) di zemîn da hêşîn dikin |
هَٰذَا خَلْقُ اللَّهِ فَأَرُونِي مَاذَا خَلَقَ الَّذِينَ مِن دُونِهِ ۚ بَلِ الظَّالِمُونَ فِي ضَلَالٍ مُّبِينٍ (11) Afirandinê Yezdan evan e. Îdî ka hûn (gelî filan) bidine nîşanê min ewanê pêştirê Yezdan ka çi afirandine? (Ewan qe tu tişt ne afirandine). Lê ewanê cewr kirine hene! Ewan di wundabûneke xwûyadanin |
وَلَقَدْ آتَيْنَا لُقْمَانَ الْحِكْمَةَ أَنِ اشْكُرْ لِلَّهِ ۚ وَمَن يَشْكُرْ فَإِنَّمَا يَشْكُرُ لِنَفْسِهِ ۖ وَمَن كَفَرَ فَإِنَّ اللَّهَ غَنِيٌّ حَمِيدٌ (12) Bi sond! Me ji bona Loqman ra zanîna retkokî anîye; ji bo ku sipazîya Yezdan bike. Kîjan sipazî bike, îdî ewa hey ji bona xwe ra sipazî dike, kîjan jî nonkorî bike, bi rastî Yezdan ji wî (bê perwayê) pesinvan e |
وَإِذْ قَالَ لُقْمَانُ لِابْنِهِ وَهُوَ يَعِظُهُ يَا بُنَيَّ لَا تُشْرِكْ بِاللَّهِ ۖ إِنَّ الشِّرْكَ لَظُلْمٌ عَظِيمٌ (13) Di gavekî da Loqman ji bona kurê xwe ra bi şîret (aha) gotîye: "Kure min! Tu ji bona Yezdan ra hevrîyan çê neke, loma bi rastî hevrîçêkirin cewreke pir mezin e |
وَوَصَّيْنَا الْإِنسَانَ بِوَالِدَيْهِ حَمَلَتْهُ أُمُّهُ وَهْنًا عَلَىٰ وَهْنٍ وَفِصَالُهُ فِي عَامَيْنِ أَنِ اشْكُرْ لِي وَلِوَالِدَيْكَ إِلَيَّ الْمَصِيرُ (14) Me li meriva şîreta da û bavê wan kirîye, "ku ewa meriva sipazî ji bona min û da û bavê xwe ra bike, loma dîya wî ewa bi cefaê li ser cefan hildaye û bardar bûye. Ewa meriva heya du salan paşê ji şîr vebûye. Êwra (para da) hey li bal min da ne |
وَإِن جَاهَدَاكَ عَلَىٰ أَن تُشْرِكَ بِي مَا لَيْسَ لَكَ بِهِ عِلْمٌ فَلَا تُطِعْهُمَا ۖ وَصَاحِبْهُمَا فِي الدُّنْيَا مَعْرُوفًا ۖ وَاتَّبِعْ سَبِيلَ مَنْ أَنَابَ إِلَيَّ ۚ ثُمَّ إِلَيَّ مَرْجِعُكُمْ فَأُنَبِّئُكُم بِمَا كُنتُمْ تَعْمَلُونَ (15) Heke ewan da û bavê te bi te ra tekoşîn kirin; ku tu ewan tiştên tu zanîna te bi wan tune ye, tu ewan ji bona min ra bixî hevrî, îdî tu (di vê tekoşînê da) bi gotina wan neke, tu di cêhanê da bi wan ra bi qencî hevaltîyan bike û tu peyrewîya wan ê ji sikatîyan, li bal min da zivirîne bike. Paşê şixwa hûnê hemîşkê jî li bal min da bizivirin. Îdî (wê gavê) ezê ji bona we ra tişta we kiribû, bêjim |
يَا بُنَيَّ إِنَّهَا إِن تَكُ مِثْقَالَ حَبَّةٍ مِّنْ خَرْدَلٍ فَتَكُن فِي صَخْرَةٍ أَوْ فِي السَّمَاوَاتِ أَوْ فِي الْأَرْضِ يَأْتِ بِهَا اللَّهُ ۚ إِنَّ اللَّهَ لَطِيفٌ خَبِيرٌ (16) Kurê min! Heke (keda) te wekî tovê henzelê be jî, di nava kevirê hilû da be, ya jî di ezman û zemîn da be, hey Yezdanê ewê (keda) te bîne. Loma bi rastî Yezdan bi hemî tiştên hûrê nexûya ê veşartî agahdar e |
يَا بُنَيَّ أَقِمِ الصَّلَاةَ وَأْمُرْ بِالْمَعْرُوفِ وَانْهَ عَنِ الْمُنكَرِ وَاصْبِرْ عَلَىٰ مَا أَصَابَكَ ۖ إِنَّ ذَٰلِكَ مِنْ عَزْمِ الْأُمُورِ (17) Kurê min! Tu nimêja xwe bike û tu fermana bi qencîyan û parisandina ji sikatîyan bike, tu li ser wan rîpên bi te da tên hew bike. Loma bi rastî (evan kirinên wusan in Yezdan fermana kirina wan) bi vê nevê kirîye |
وَلَا تُصَعِّرْ خَدَّكَ لِلنَّاسِ وَلَا تَمْشِ فِي الْأَرْضِ مَرَحًا ۖ إِنَّ اللَّهَ لَا يُحِبُّ كُلَّ مُخْتَالٍ فَخُورٍ (18) (Kure min!) Tu rûye xwe ji bona (kirinê) merivan (ji wan) nequrçîmîne û tu bi quretî di zemîn da negere. Loma bi rastî Yezdan ji hemî qureyên sewirkar hez nake |
وَاقْصِدْ فِي مَشْيِكَ وَاغْضُضْ مِن صَوْتِكَ ۚ إِنَّ أَنكَرَ الْأَصْوَاتِ لَصَوْتُ الْحَمِيرِ (19) (Kurê min!) Tu di gera xwe da giranî bike û tu dengê xwe nişîv bike. Loma bi rastî siktirê dengan, dengê keran e |
أَلَمْ تَرَوْا أَنَّ اللَّهَ سَخَّرَ لَكُم مَّا فِي السَّمَاوَاتِ وَمَا فِي الْأَرْضِ وَأَسْبَغَ عَلَيْكُمْ نِعَمَهُ ظَاهِرَةً وَبَاطِنَةً ۗ وَمِنَ النَّاسِ مَن يُجَادِلُ فِي اللَّهِ بِغَيْرِ عِلْمٍ وَلَا هُدًى وَلَا كِتَابٍ مُّنِيرٍ (20) Ma qey hûn nabînin, ku bi rastî Yezdan ji bona we ra hemî tiştên di ezman û zemîn da heyî, xistîne bine destê we, ewî qencîyên xwe yên xwûyaî û ne xwûyaî li ser we da pir pêk anîye? (Bi vî ra jî) hinek ji merivan hene; bê zanîn bê beled û bê pirtûkên ruhnaîker, tekoşînê (di mafê hebûna) Yezdan da dikin |
وَإِذَا قِيلَ لَهُمُ اتَّبِعُوا مَا أَنزَلَ اللَّهُ قَالُوا بَلْ نَتَّبِعُ مَا وَجَدْنَا عَلَيْهِ آبَاءَنَا ۚ أَوَلَوْ كَانَ الشَّيْطَانُ يَدْعُوهُمْ إِلَىٰ عَذَابِ السَّعِيرِ (21) Gava ji bona wan ra (aha) bê gotinê: "(Gelî kesan!) tişta ku Yezdan hinartîye hûn bibine peyrewê wî." (Ewan bersiv dane û) gotine: "(Na, em bi gotina we nakin) 1ê tişta ku em rast hatin; bav û bapîrên me li pey wan bûn, emê jî peyrewîya wan bikin." Gelo heke pelîd ewan gazî bal agirê hilopît kiribe jî, ewanê dîsa (di şopa bav û kalê xwe da) herin |
۞ وَمَن يُسْلِمْ وَجْهَهُ إِلَى اللَّهِ وَهُوَ مُحْسِنٌ فَقَدِ اسْتَمْسَكَ بِالْعُرْوَةِ الْوُثْقَىٰ ۗ وَإِلَى اللَّهِ عَاقِبَةُ الْأُمُورِ (22) Bi sond! Kîjanê bi qencîyan rûyê xwe ji bona (perestîya) Yezdan ra xurî kiribe, îdî ewî bi qulpa zexm girtîye. Şixwa encama bûyera (hemî jî) li bal Yezdan da ne |
وَمَن كَفَرَ فَلَا يَحْزُنكَ كُفْرُهُ ۚ إِلَيْنَا مَرْجِعُهُمْ فَنُنَبِّئُهُم بِمَا عَمِلُوا ۚ إِنَّ اللَّهَ عَلِيمٌ بِذَاتِ الصُّدُورِ (23) Û kîjan jî fıletîya (Yezdan) bike, îdî bira fıletîya wî te mirûz neke. Loma dawîyê da jî zivirandina wan li bal me da ne; îdî tişta ewan kirîye emê ji bona wan ra bêjin. Bi rastî Yezdan bi tiştên di singan da heye pir dizane |
نُمَتِّعُهُمْ قَلِيلًا ثُمَّ نَضْطَرُّهُمْ إِلَىٰ عَذَابٍ غَلِيظٍ (24) Em ewan (filan) hindik berxwudar dikin, paşê emê ewan li bal şapateke giran da stûxar bikin |
وَلَئِن سَأَلْتَهُم مَّنْ خَلَقَ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضَ لَيَقُولُنَّ اللَّهُ ۚ قُلِ الْحَمْدُ لِلَّهِ ۚ بَلْ أَكْثَرُهُمْ لَا يَعْلَمُونَ (25) Heke tu ji wan bipirsî, "Gelo kê ezman û zemîn afirandîye?" (Ewanê bersiva te aha bidin û) bêjin: "Yezdan (afirandîye)". Tu (aha) bêje, "Çiqa sipazî hene ji bona Yezdan ra ne." Lê pirê wan nizanin |
لِلَّهِ مَا فِي السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ ۚ إِنَّ اللَّهَ هُوَ الْغَنِيُّ الْحَمِيدُ (26) Çi tiştên di ezman û zemîn da hene! Hemî ji bona Yezdan ra ne. Loma bi rastî Yezdan bi xweber jî zenginê pesinvan e |
وَلَوْ أَنَّمَا فِي الْأَرْضِ مِن شَجَرَةٍ أَقْلَامٌ وَالْبَحْرُ يَمُدُّهُ مِن بَعْدِهِ سَبْعَةُ أَبْحُرٍ مَّا نَفِدَتْ كَلِمَاتُ اللَّهِ ۗ إِنَّ اللَّهَ عَزِيزٌ حَكِيمٌ (27) Bi rastî çiqa darên di zemîn da heye bibine gilîgo (qelem) û avşîn jî bibine hubur, ji peyvîda jî hevt avşîn bibine piştevan, tevê wan hubran be (ewan hemî jî binivîsin) dîsa dawîya peyvên Yezdan nayên. Bi rastî Yezdan servehatê bijejke ye |
مَّا خَلْقُكُمْ وَلَا بَعْثُكُمْ إِلَّا كَنَفْسٍ وَاحِدَةٍ ۗ إِنَّ اللَّهَ سَمِيعٌ بَصِيرٌ (28) Afirandina we (ji piştî) mirinê rakirina we û şandina we (li bal civînê da) wekî (afirandin û rakirina merivekî) bi tenê ye (qe tu raqetandin) tune ye. Bi rastî Yezdan dibêhê û dibîne |
أَلَمْ تَرَ أَنَّ اللَّهَ يُولِجُ اللَّيْلَ فِي النَّهَارِ وَيُولِجُ النَّهَارَ فِي اللَّيْلِ وَسَخَّرَ الشَّمْسَ وَالْقَمَرَ كُلٌّ يَجْرِي إِلَىٰ أَجَلٍ مُّسَمًّى وَأَنَّ اللَّهَ بِمَا تَعْمَلُونَ خَبِيرٌ (29) Ma qey tu nabînî, ku bi rastî Yezdan şevê dixe ro e û royê jî dixe şevê (herdukan bi vî awaî kurt û dirêj dike) û roj û hîv jî di fermana xwe da sernerm kirîye; heryek ji wan heya danê navdaî dikişin? Bi rastî Yezdan tişta hûn dikin bi agah e |
ذَٰلِكَ بِأَنَّ اللَّهَ هُوَ الْحَقُّ وَأَنَّ مَا يَدْعُونَ مِن دُونِهِ الْبَاطِلُ وَأَنَّ اللَّهَ هُوَ الْعَلِيُّ الْكَبِيرُ (30) Wusa ne! Loma bi rastî Yezdan mafî (bi xweber heye). Lê ewan tiştên ku ewan (filan) ji pêştirê wî perestîya wan dikin, ewan pûç in. Bi rastî Yezdan bi xwer jî bilindê mezin e |
أَلَمْ تَرَ أَنَّ الْفُلْكَ تَجْرِي فِي الْبَحْرِ بِنِعْمَتِ اللَّهِ لِيُرِيَكُم مِّنْ آيَاتِهِ ۚ إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَآيَاتٍ لِّكُلِّ صَبَّارٍ شَكُورٍ (31) Ma qey tu nabînî, ji bo ku Yezdan hinekî ji beratên xwe bide nişanê we, kelek bi qencîyên wî di deryayê da dikişe? Bi rastî di van (bûyeran da) ji bona hemî hewkerê sipazvan ra beratên (derhoze) hene |
وَإِذَا غَشِيَهُم مَّوْجٌ كَالظُّلَلِ دَعَوُا اللَّهَ مُخْلِصِينَ لَهُ الدِّينَ فَلَمَّا نَجَّاهُمْ إِلَى الْبَرِّ فَمِنْهُم مُّقْتَصِدٌ ۚ وَمَا يَجْحَدُ بِآيَاتِنَا إِلَّا كُلُّ خَتَّارٍ كَفُورٍ (32) Gava pêlê deryayê wekî sîye ewan diniximîne, ewan xwurî gazî Yezdan dikin: Loma "ol" xurî ji bona Yezdan ra ne. Îdî gava me ewan li bal reşaîyê da fereste kirin; hinek ji wan rêyeke nîvwarî ji xwe ra digirin. Ji pêştirê sêwirkarên pir file, qe tu keş beratên me venaşêrin |
يَا أَيُّهَا النَّاسُ اتَّقُوا رَبَّكُمْ وَاخْشَوْا يَوْمًا لَّا يَجْزِي وَالِدٌ عَن وَلَدِهِ وَلَا مَوْلُودٌ هُوَ جَازٍ عَن وَالِدِهِ شَيْئًا ۚ إِنَّ وَعْدَ اللَّهِ حَقٌّ ۖ فَلَا تَغُرَّنَّكُمُ الْحَيَاةُ الدُّنْيَا وَلَا يَغُرَّنَّكُم بِاللَّهِ الْغَرُورُ (33) Gelî kesan! Hûn parizaya Xudayê xwe bikin û hûn ji wê roya, ku bav, ji bona zara xwe ra û zar jî ji bona bavê xwe ra, bi tu tiştî nayê xelat û celatkirinê bitirsin. Loma bi rastî peymana Yezdan (daye) maf e. Îdî bira jîna cîhanî we nede xapandinê. Û bira (sêwrandinê pelîd ku dibêje: "Xuda mezin e wê we bibaxişîne") nede xapandinê |
إِنَّ اللَّهَ عِندَهُ عِلْمُ السَّاعَةِ وَيُنَزِّلُ الْغَيْثَ وَيَعْلَمُ مَا فِي الْأَرْحَامِ ۖ وَمَا تَدْرِي نَفْسٌ مَّاذَا تَكْسِبُ غَدًا ۖ وَمَا تَدْرِي نَفْسٌ بِأَيِّ أَرْضٍ تَمُوتُ ۚ إِنَّ اللَّهَ عَلِيمٌ خَبِيرٌ (34) Loma bi rastî zanîna danê (rabûna hemîtî hey) li bal Yezdan e, ewa bariştê dibarîne, ewa bi tişta di malberxika da heyî dizane, qe tu candar nizane, ka wê di sibehê da, ji bona xwe ra çi ked bike û tu candar nizane jî ka wê li kû zemînî bimire. Bi rastî ewê (bi hemî tiştan dizane) û agahdarê (bi hemî tiştan e) ewa hey Yezdan e |