القرآن باللغة الكردية كرمانجي - سورة الضحى مترجمة إلى اللغة الكردية كرمانجي، Surah Duha in Kurmanji. نوفر ترجمة دقيقة سورة الضحى باللغة الكردية كرمانجي - Kurmanji, الآيات 11 - رقم السورة 93 - الصفحة 596.

| وَالضُّحَىٰ (1) Bi (danê) taştê | 
| وَاللَّيْلِ إِذَا سَجَىٰ (2) Bi şeva gava tarîtîya wê hewya | 
| مَا وَدَّعَكَ رَبُّكَ وَمَا قَلَىٰ (3) (Sond dixum!) Ku Xuda yê te dest ji te bernedaye ji te jî ne xeyîdîye | 
| وَلَلْآخِرَةُ خَيْرٌ لَّكَ مِنَ الْأُولَىٰ (4) Û bi rastî (danê para da) ji bona te ra (ji danê) cihanê çêtir e | 
| وَلَسَوْفَ يُعْطِيكَ رَبُّكَ فَتَرْضَىٰ (5) Û Xuda yê teyê bi rastî ji bona te ra di nêzîk da dayîneke wusa bide, ku tu bi wê dayînê qayîl bibî | 
| أَلَمْ يَجِدْكَ يَتِيمًا فَآوَىٰ (6) Maqey (Xuda yê te)gava tu sêwî bûyî tu xweyî ne kirî | 
| وَوَجَدَكَ ضَالًّا فَهَدَىٰ (7) Gava tu wundayî bûyî ewî tu ne anî li ser rêya rast | 
| وَوَجَدَكَ عَائِلًا فَأَغْنَىٰ (8) Gava tu xêzan bûyî ewî tu zengin ne kirî | 
| فَأَمَّا الْيَتِيمَ فَلَا تَقْهَرْ (9) Îdî tu bi tucureyî li sêwîyan zorê neke | 
| وَأَمَّا السَّائِلَ فَلَا تَنْهَرْ (10) Û bi tu cureyî parsekan bê par neke | 
| وَأَمَّا بِنِعْمَةِ رَبِّكَ فَحَدِّثْ (11) Û tu bi wan qencîne, ku Xuda yê te bi te kirîye bi axive |