إِذَا السَّمَاءُ انشَقَّتْ (1) Gava ezman derizî |
وَأَذِنَتْ لِرَبِّهَا وَحُقَّتْ (2) (Ezmen) ji Xuda yê xwe destûr xwest (ku bi sitûxarî wekî babetî ya wî) bi gotina wî (perestî ya) wî bike |
وَإِذَا الْأَرْضُ مُدَّتْ (3) Û gava zemîn direj bûye (rast bûye) |
وَأَلْقَتْ مَا فِيهَا وَتَخَلَّتْ (4) Û di hundurê (zemîn da) çi heye, hemî avêtî ye derva, îdî vala maye |
وَأَذِنَتْ لِرَبِّهَا وَحُقَّتْ (5) Û (zemîn) ji Xuda yê xwe destûr xastîye (ku bi sitûxarî wekî babetîye wî) bi gotina wî (perestî ya wî) bike |
يَا أَيُّهَا الْإِنسَانُ إِنَّكَ كَادِحٌ إِلَىٰ رَبِّكَ كَدْحًا فَمُلَاقِيهِ (6) Merivo! Bi rastî tu dixebitî, ku tu herî bal Xuda yê xwe, îdî (tu wusa bixebit e) tu yê bigehêjî wî |
فَأَمَّا مَنْ أُوتِيَ كِتَابَهُ بِيَمِينِهِ (7) Di wê gavê da îdî pirtûka kîjanî (bi destê) rastê bê danê |
فَسَوْفَ يُحَاسَبُ حِسَابًا يَسِيرًا (8) Ewê hijmarek e hindik û hêsanî bibîn e (derbasbibe) |
وَيَنقَلِبُ إِلَىٰ أَهْلِهِ مَسْرُورًا (9) Û ewa li bal malîne xwe da bi şahî dizvir e |
وَأَمَّا مَنْ أُوتِيَ كِتَابَهُ وَرَاءَ ظَهْرِهِ (10) Lê pirtûka kîjanî di alîyê pişta wî da hatibe daînê |
فَسَوْفَ يَدْعُو ثُبُورًا (11) Îdî ewê ji bona xwe ra gazî teşqela bike |
وَيَصْلَىٰ سَعِيرًا (12) Ewê li bal doja pêtan da bê kişandin e |
إِنَّهُ كَانَ فِي أَهْلِهِ مَسْرُورًا (13) Loma ewa (di cihanê da) di nava malînê xwe da dilşabû ye (qe tiştek ji vê şapatê ne dianî bîra xwe) |
إِنَّهُ ظَنَّ أَن لَّن يَحُورَ (14) Loma bi rastî (ewê gunehkar) guman kiribû, ku bi rastî îdî ranabe. -1ı |
بَلَىٰ إِنَّ رَبَّهُ كَانَ بِهِ بَصِيرًا (15) Na! (bi rastî wê bêne şandinê) loma bi rastî Xuda yê wî ewî dibîne |
فَلَا أُقْسِمُ بِالشَّفَقِ (16) Ho! Bi segura sibehê |
وَاللَّيْلِ وَمَا وَسَقَ (17) Û bi şevê û bi wan tiştên, ku şevê di xwe da pêçaye |
وَالْقَمَرِ إِذَا اتَّسَقَ (18) Û bi hîva (çarde) şevî |
لَتَرْكَبُنَّ طَبَقًا عَن طَبَقٍ (19) (Sond dixum!) ku hûnê ( bi temtilekî li bal temtêla mayî da bêne rêkxistinê) |
فَمَا لَهُمْ لَا يُؤْمِنُونَ (20) Îdî gelo ji bona wan (filan ra)çi bûye, ku ewan hêj bawer nakin |
وَإِذَا قُرِئَ عَلَيْهِمُ الْقُرْآنُ لَا يَسْجُدُونَ ۩ (21) Û gava ku Qur´an ji bona wan ra tê xwundinê ewan (ji bona Yezdan ra) kunde nabin |
بَلِ الَّذِينَ كَفَرُوا يُكَذِّبُونَ (22) Lê ewanê bûne file hene! (gava Qur´an ji bona wan ra tê xwundinê) ewanan (Qur´an ê) didine derewdêrandinê |
وَاللَّهُ أَعْلَمُ بِمَا يُوعُونَ (23) Yezdan bi xweber jî (ewa tişta, ku ewan filan di hundurê xwe da veşartin e) bi wan çêtir dizane |
فَبَشِّرْهُم بِعَذَابٍ أَلِيمٍ (24) Îdî (Muhemmed!) tu ewan (filan) bi şapateke dilsoz bide mizgîndanê |
إِلَّا الَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ لَهُمْ أَجْرٌ غَيْرُ مَمْنُونٍ (25) Bi tenê ewanê bawer kirine û karê aştî kirin e hene! kêryeke bêpaşî ji bona wan ra |