الَّذِينَ كَفَرُوا وَصَدُّوا عَن سَبِيلِ اللَّهِ أَضَلَّ أَعْمَالَهُمْ (1) Ewên ku kafir bûne û (mirovan) ji rêya Xuda girtine (nahêlin bawerî bînin, Xuda) kirinên wan pûç kiriye |
وَالَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ وَآمَنُوا بِمَا نُزِّلَ عَلَىٰ مُحَمَّدٍ وَهُوَ الْحَقُّ مِن رَّبِّهِمْ ۙ كَفَّرَ عَنْهُمْ سَيِّئَاتِهِمْ وَأَصْلَحَ بَالَهُمْ (2) Ewên bawerî anîne û karên qenc kirine û bi tiþtê li ser Muhammed hatiye daxistin bawerî anîne-tevî ku ew ji perwerdekarê wan rastî ye, (Xuda) nepakiyên wan ji wan biriye-bexiþandiye û rewþa wan baþ kiriye |
ذَٰلِكَ بِأَنَّ الَّذِينَ كَفَرُوا اتَّبَعُوا الْبَاطِلَ وَأَنَّ الَّذِينَ آمَنُوا اتَّبَعُوا الْحَقَّ مِن رَّبِّهِمْ ۚ كَذَٰلِكَ يَضْرِبُ اللَّهُ لِلنَّاسِ أَمْثَالَهُمْ (3) Evê han ji ber ku bêguman ewên kafir bûne dane pey pûçîtî û beredayîtiyê û bêguman ên ku bawerî anîne jî dane pey rastiya ji perwerdekarê xwe. Xuda ji mirovan re wuha mînakan dide |
فَإِذَا لَقِيتُمُ الَّذِينَ كَفَرُوا فَضَرْبَ الرِّقَابِ حَتَّىٰ إِذَا أَثْخَنتُمُوهُمْ فَشُدُّوا الْوَثَاقَ فَإِمَّا مَنًّا بَعْدُ وَإِمَّا فِدَاءً حَتَّىٰ تَضَعَ الْحَرْبُ أَوْزَارَهَا ۚ ذَٰلِكَ وَلَوْ يَشَاءُ اللَّهُ لَانتَصَرَ مِنْهُمْ وَلَٰكِن لِّيَبْلُوَ بَعْضَكُم بِبَعْضٍ ۗ وَالَّذِينَ قُتِلُوا فِي سَبِيلِ اللَّهِ فَلَن يُضِلَّ أَعْمَالَهُمْ (4) Vêca gava hûn (di cengê de) rastî ên kafir bûne hatin êdî hûn li sitûyê wan din (wan bikujin); heya gava we zora wan bir (wana bi pirranî kuþt û dîl girt) êdî hûn girêkan biþidînin (ku ji destê we nefilitin) heya gava cengê çekên xwe danî (hûn bi ser ketin û ew zebûn bûn) êdî piþtre ya bi qencîtî yan jî bi girtina bergîdanekî (hûn dîlan berdin. Kar) evê han e. Eger Xuda bixwesta wê bi xwe heyf ji wan hilanîna. Lê belê (wuha nake) ji bo ku hina ji we bi hina sihêtî bike. Ewên ku di rêya Xuda de hatine kuþtin, êdî (Xuda) kirinên wan hinda nake |
سَيَهْدِيهِمْ وَيُصْلِحُ بَالَهُمْ (5) Wê (Xuda) wan rêberî bike û rewþa wan xweþ bike |
وَيُدْخِلُهُمُ الْجَنَّةَ عَرَّفَهَا لَهُمْ (6) Û wê wan têxe bihiþta ku ji wan re salix daye-xweþ kiriye |
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا إِن تَنصُرُوا اللَّهَ يَنصُرْكُمْ وَيُثَبِّتْ أَقْدَامَكُمْ (7) Gelî ên bawerî anîne! eger hûn yariya Xuda bikin wê ew jî yariya we bike û piyên we paydar bike |
وَالَّذِينَ كَفَرُوا فَتَعْسًا لَّهُمْ وَأَضَلَّ أَعْمَالَهُمْ (8) Ewên kafir bûne jî êdî þemitandin-sernûgînî ji wan re be û (Xuda) kirinên wan jî pûç û beredayî derxistiye |
ذَٰلِكَ بِأَنَّهُمْ كَرِهُوا مَا أَنزَلَ اللَّهُ فَأَحْبَطَ أَعْمَالَهُمْ (9) Evê han bi sedem ku bêguman ew bi tiþtê Xuda daxistiye dilnexweþ bûn, vêca wî kirinên wan þewitandiye |
۞ أَفَلَمْ يَسِيرُوا فِي الْأَرْضِ فَيَنظُرُوا كَيْفَ كَانَ عَاقِبَةُ الَّذِينَ مِن قَبْلِهِمْ ۚ دَمَّرَ اللَّهُ عَلَيْهِمْ ۖ وَلِلْكَافِرِينَ أَمْثَالُهَا (10) Vêca ma qey ew li rûyê zemîn negeriyan ku bibînin ka paþiya ên berî wan çewa bû? Xuda, (warên wan) bi ser wan de wêran kir û ji kafiran re jî wekî wî heye |
ذَٰلِكَ بِأَنَّ اللَّهَ مَوْلَى الَّذِينَ آمَنُوا وَأَنَّ الْكَافِرِينَ لَا مَوْلَىٰ لَهُمْ (11) Evê han ji ber ku bêguman Xuda yar û yawerê ên bawerî anîne ye û bêguman kafir, ji wan re tu yar û yawer nînin |
إِنَّ اللَّهَ يُدْخِلُ الَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ جَنَّاتٍ تَجْرِي مِن تَحْتِهَا الْأَنْهَارُ ۖ وَالَّذِينَ كَفَرُوا يَتَمَتَّعُونَ وَيَأْكُلُونَ كَمَا تَأْكُلُ الْأَنْعَامُ وَالنَّارُ مَثْوًى لَّهُمْ (12) Bêguman Xuda, ên bawerî anîne û karên qenc kirine dixe bihiþtên ku çem ji binê wan diherikin. Ewên kafir bûne kêfa xwe dikin û çewa dewar dixwin ew dixwin û agir ji wan re qonax e |
وَكَأَيِّن مِّن قَرْيَةٍ هِيَ أَشَدُّ قُوَّةً مِّن قَرْيَتِكَ الَّتِي أَخْرَجَتْكَ أَهْلَكْنَاهُمْ فَلَا نَاصِرَ لَهُمْ (13) Çiqas bajar ku ew ji bajarê te yê te deranîn bihêztir bûn jî me wan têk bir, êdî tu alîkar ji wan re nînin |
أَفَمَن كَانَ عَلَىٰ بَيِّنَةٍ مِّن رَّبِّهِ كَمَن زُيِّنَ لَهُ سُوءُ عَمَلِهِ وَاتَّبَعُوا أَهْوَاءَهُم (14) Vêca ma ê ku li ser daxuyaniyek ji perwerdekarê xwe be wekî wî ye ku karê wî yê xerab jêre hatiye xemilandin? Wan daye pey dilxwaziyên xwe |
مَّثَلُ الْجَنَّةِ الَّتِي وُعِدَ الْمُتَّقُونَ ۖ فِيهَا أَنْهَارٌ مِّن مَّاءٍ غَيْرِ آسِنٍ وَأَنْهَارٌ مِّن لَّبَنٍ لَّمْ يَتَغَيَّرْ طَعْمُهُ وَأَنْهَارٌ مِّنْ خَمْرٍ لَّذَّةٍ لِّلشَّارِبِينَ وَأَنْهَارٌ مِّنْ عَسَلٍ مُّصَفًّى ۖ وَلَهُمْ فِيهَا مِن كُلِّ الثَّمَرَاتِ وَمَغْفِرَةٌ مِّن رَّبِّهِمْ ۖ كَمَنْ هُوَ خَالِدٌ فِي النَّارِ وَسُقُوا مَاءً حَمِيمًا فَقَطَّعَ أَمْعَاءَهُمْ (15) Mînaka bihiþta ku ji xweparêzan re hatiye wade dayîn; têde çemên ji ava ne genî û çemên ji þîrê ku tama wî neguheriye û çemên ji meyxwiran re xweþ e û çemên ji hingivê dakirî heye; û ji wan re tê de ji her fêkiyî û bexþînek ji perwerdekarê wan heye. (Ma ê ku di nav van xweþiyan de ye) wekî ê ku hertimî di agir de ye? Ew ji avekî kelandî hatin avdan, vêca rodiyên wan perçe kir |
وَمِنْهُم مَّن يَسْتَمِعُ إِلَيْكَ حَتَّىٰ إِذَا خَرَجُوا مِنْ عِندِكَ قَالُوا لِلَّذِينَ أُوتُوا الْعِلْمَ مَاذَا قَالَ آنِفًا ۚ أُولَٰئِكَ الَّذِينَ طَبَعَ اللَّهُ عَلَىٰ قُلُوبِهِمْ وَاتَّبَعُوا أَهْوَاءَهُمْ (16) Hin ji wan li te gohdarî dikin, heya gava ku ji cem te dertên, ji ewên zanîn ji wan re hatiye dayîn re dibêjin: "Ma wî hêja çi got?" Ewên han in ên ku Xuda ser dilên wan mohr kiriye û wan daye pey dilxwaziyên xwe |
وَالَّذِينَ اهْتَدَوْا زَادَهُمْ هُدًى وَآتَاهُمْ تَقْوَاهُمْ (17) Ewên ku rêya rast dîtine (Xuda) rastiya wan pirrtir kiriye û xweparêziya wan daye wan |
فَهَلْ يَنظُرُونَ إِلَّا السَّاعَةَ أَن تَأْتِيَهُم بَغْتَةً ۖ فَقَدْ جَاءَ أَشْرَاطُهَا ۚ فَأَنَّىٰ لَهُمْ إِذَا جَاءَتْهُمْ ذِكْرَاهُمْ (18) Vêca ma ew hey li hêviya danê qiyametê ne ku ji niþkavde bê wan? Vêca bi rastî nîþanên wê hatine. Gava bête wan, êdî þîret girtina wan çi bikêra wan tê |
فَاعْلَمْ أَنَّهُ لَا إِلَٰهَ إِلَّا اللَّهُ وَاسْتَغْفِرْ لِذَنبِكَ وَلِلْمُؤْمِنِينَ وَالْمُؤْمِنَاتِ ۗ وَاللَّهُ يَعْلَمُ مُتَقَلَّبَكُمْ وَمَثْوَاكُمْ (19) Êdî tu bizanbe ku: Bêguman ew, ji wî pêve tu Xuda nînin û tu ji gunehê xwe û ji mêrên bawermend û jinên bawermend re bexþînê bixwaze. Xuda ciyê çûn û hatina we (bi roj) û ciyê qonaxa we (bi þev) dizane |
وَيَقُولُ الَّذِينَ آمَنُوا لَوْلَا نُزِّلَتْ سُورَةٌ ۖ فَإِذَا أُنزِلَتْ سُورَةٌ مُّحْكَمَةٌ وَذُكِرَ فِيهَا الْقِتَالُ ۙ رَأَيْتَ الَّذِينَ فِي قُلُوبِهِم مَّرَضٌ يَنظُرُونَ إِلَيْكَ نَظَرَ الْمَغْشِيِّ عَلَيْهِ مِنَ الْمَوْتِ ۖ فَأَوْلَىٰ لَهُمْ (20) Ewên bawerî anîne dibêjin ku: "Ma çima sûretek nehatiye daxistin." Vêca gava sûretek biryardayî bê daxistin û tê de behsa cengê bibe, tu ewên di dilên wan de nexweþîn heye dibînî ku ew wek nêrîna ê ji tirsa mirinê bêhiþ ketiye li te dinêrin. Vêca ew ji wan re çêtir e |
طَاعَةٌ وَقَوْلٌ مَّعْرُوفٌ ۚ فَإِذَا عَزَمَ الْأَمْرُ فَلَوْ صَدَقُوا اللَّهَ لَكَانَ خَيْرًا لَّهُمْ (21) Peyrewtî û gotina xweþ (hê çêtir e). Vêca gava kar (ê cengê) beratî-ji dil bibe, (ew xwe ji pare didin). Vêca eger ew bi Xuda re rast bûna ewê ji wan re baþtir bûna |
فَهَلْ عَسَيْتُمْ إِن تَوَلَّيْتُمْ أَن تُفْسِدُوا فِي الْأَرْضِ وَتُقَطِّعُوا أَرْحَامَكُمْ (22) Vêca ma nabe ku eger hûn (ji rastiyê) rû bizivrînin, hûnê di rûyê zemîn de xerabkarî bikin û hûnê merivatiya xwe bibirrin |
أُولَٰئِكَ الَّذِينَ لَعَنَهُمُ اللَّهُ فَأَصَمَّهُمْ وَأَعْمَىٰ أَبْصَارَهُمْ (23) Evên han in ên ku Xuda li wan lanet kiriye vêca wan kerr kiriye û çavên wan kor kiriye |
أَفَلَا يَتَدَبَّرُونَ الْقُرْآنَ أَمْ عَلَىٰ قُلُوبٍ أَقْفَالُهَا (24) Vêca ma qey ew li Qur´anê hûr nafikirin? Yan li ser dilan qeflên wan hene |
إِنَّ الَّذِينَ ارْتَدُّوا عَلَىٰ أَدْبَارِهِم مِّن بَعْدِ مَا تَبَيَّنَ لَهُمُ الْهُدَى ۙ الشَّيْطَانُ سَوَّلَ لَهُمْ وَأَمْلَىٰ لَهُمْ (25) Bêguman ên ku piþtî rêya rast ji wan re xuya bû, li ser paþiyên xwe zivirîn (kafir bûn) ew pelîd ji wan re xemilandiye û arzûyên dirêj ber wan xistiye |
ذَٰلِكَ بِأَنَّهُمْ قَالُوا لِلَّذِينَ كَرِهُوا مَا نَزَّلَ اللَّهُ سَنُطِيعُكُمْ فِي بَعْضِ الْأَمْرِ ۖ وَاللَّهُ يَعْلَمُ إِسْرَارَهُمْ (26) Evê han ji ber ku wan ji ên ku bi tiþtê Xuda daxistiye dilnexweþ bûn re gotin ku: "Emê di hin karan de peyrewtiya we bikin." Xuda, veþariyên wan dizane |
فَكَيْفَ إِذَا تَوَفَّتْهُمُ الْمَلَائِكَةُ يَضْرِبُونَ وُجُوهَهُمْ وَأَدْبَارَهُمْ (27) Vêca gava feriþte canê wan bistînin çewa ne ku ew li rûyên xwe û paþiyên xwe dixin |
ذَٰلِكَ بِأَنَّهُمُ اتَّبَعُوا مَا أَسْخَطَ اللَّهَ وَكَرِهُوا رِضْوَانَهُ فَأَحْبَطَ أَعْمَالَهُمْ (28) Evê han ji ber ku bi rastî wan da pey tiþtê Xuda hêrs dike û ji qayilbûna wî hiz nekirin, vêca wî kirinên wan þewitand |
أَمْ حَسِبَ الَّذِينَ فِي قُلُوبِهِم مَّرَضٌ أَن لَّن يُخْرِجَ اللَّهُ أَضْغَانَهُمْ (29) Ma ewên di dilên wan de nexweþîn heye guman dikin ku wê Xuda kîn û neyartiya wan qet dernexe |
وَلَوْ نَشَاءُ لَأَرَيْنَاكَهُمْ فَلَعَرَفْتَهُم بِسِيمَاهُمْ ۚ وَلَتَعْرِفَنَّهُمْ فِي لَحْنِ الْقَوْلِ ۚ وَاللَّهُ يَعْلَمُ أَعْمَالَكُمْ (30) Eger me bixwesta, me yê wan nîþanî te bidana vêca te yê wan bi sikûmê wan nas bikirna. Sond be tê wan di nav gotinê wan de binasî. Xuda kirinên wan dizane |
وَلَنَبْلُوَنَّكُمْ حَتَّىٰ نَعْلَمَ الْمُجَاهِدِينَ مِنكُمْ وَالصَّابِرِينَ وَنَبْلُوَ أَخْبَارَكُمْ (31) Sond be emê we sihêtî bikin heya ku em cîhadvan û bîhnfirehên ji we bizanbin û em bûyerên we jî sihêtî bikin |
إِنَّ الَّذِينَ كَفَرُوا وَصَدُّوا عَن سَبِيلِ اللَّهِ وَشَاقُّوا الرَّسُولَ مِن بَعْدِ مَا تَبَيَّنَ لَهُمُ الْهُدَىٰ لَن يَضُرُّوا اللَّهَ شَيْئًا وَسَيُحْبِطُ أَعْمَالَهُمْ (32) Bêguman ên kafir bûne û pêþî li rêya Xuda girtine û piþtî ku rêya rast ji wan re xuya bû neyartiya pêxember kirine, ew nikarin bi tu tiþtî ziyanê bidin Xuda. Wê kirinên wan biþewitîne |
۞ يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا أَطِيعُوا اللَّهَ وَأَطِيعُوا الرَّسُولَ وَلَا تُبْطِلُوا أَعْمَالَكُمْ (33) Gelî ên bawerî anîne! hûn bidin pey Xuda û bidin pey pêxember û kirinên xwe pûç û beredayî dernexin |
إِنَّ الَّذِينَ كَفَرُوا وَصَدُّوا عَن سَبِيلِ اللَّهِ ثُمَّ مَاتُوا وَهُمْ كُفَّارٌ فَلَن يَغْفِرَ اللَّهُ لَهُمْ (34) Bêguman ên kafir bûne û pêþî li rêya Xuda girtine paþê ew tevî ku kafir bûn mirine, êdî Xuda qet ji wan re nabexþîne |
فَلَا تَهِنُوا وَتَدْعُوا إِلَى السَّلْمِ وَأَنتُمُ الْأَعْلَوْنَ وَاللَّهُ مَعَكُمْ وَلَن يَتِرَكُمْ أَعْمَالَكُمْ (35) Vêca hûn xwe sist û zebûn nekin û bal aþtiyê ve gazî nekin, tevî ku hûn serdesttir in. Xuda bi we re ye û qet kirinên we ji we re kêm nake |
إِنَّمَا الْحَيَاةُ الدُّنْيَا لَعِبٌ وَلَهْوٌ ۚ وَإِن تُؤْمِنُوا وَتَتَّقُوا يُؤْتِكُمْ أُجُورَكُمْ وَلَا يَسْأَلْكُمْ أَمْوَالَكُمْ (36) Bêguman jîna dinê her leystik û hewes in. Eger hûn bawerî bînin û xwe biparêzin, wê destmuzên we bide û malên we jî ji we nexwaze |
إِن يَسْأَلْكُمُوهَا فَيُحْفِكُمْ تَبْخَلُوا وَيُخْرِجْ أَضْغَانَكُمْ (37) Eger ew wî ji we bixwaze vêca li we zor bê hûnê timatî nîþan din, ewê jî kîn û neyartiyên we derîne |
هَا أَنتُمْ هَٰؤُلَاءِ تُدْعَوْنَ لِتُنفِقُوا فِي سَبِيلِ اللَّهِ فَمِنكُم مَّن يَبْخَلُ ۖ وَمَن يَبْخَلْ فَإِنَّمَا يَبْخَلُ عَن نَّفْسِهِ ۚ وَاللَّهُ الْغَنِيُّ وَأَنتُمُ الْفُقَرَاءُ ۚ وَإِن تَتَوَلَّوْا يَسْتَبْدِلْ قَوْمًا غَيْرَكُمْ ثُمَّ لَا يَكُونُوا أَمْثَالَكُم (38) Ha hûn evên han, hûn tên gazî kirin ji bo hûn di reya Xuda de bidin, vêca hin ji we timatî nîþan didin. Kî timatî bike êdî bêguman ew her ji xwe re dike. Xuda, dewlemend e-bêhewce ye û hûn xizan in-hewcedar in. Eger hûn rû bizivrînin, wê we bi komelekî din biguherîne, paþê ew nabin mîna we |