الْحَمْدُ لِلَّهِ الَّذِي أَنزَلَ عَلَىٰ عَبْدِهِ الْكِتَابَ وَلَمْ يَجْعَل لَّهُ عِوَجًا ۜ (1) Ew Yezdanê, ku 1i ser bendeyê xwe yê (Muhemmed) da pirtûk hinartîye heye! Çiqa pesindan û sipazî hene! Hemî ji bona wîra ne. Ewî ji bona wê pirtûkê ra qe tu xarî çê ne kirîye |
قَيِّمًا لِّيُنذِرَ بَأْسًا شَدِيدًا مِّن لَّدُنْهُ وَيُبَشِّرَ الْمُؤْمِنِينَ الَّذِينَ يَعْمَلُونَ الصَّالِحَاتِ أَنَّ لَهُمْ أَجْرًا حَسَنًا (2) Ji bo ku (merivan) bi wan şapatên zorên li bal we hene! Bide hişyarkirinê (ewa Qur’ana) rast derandîye. (Ewa Qur’ana) ji bona wan (merivên) karê aştî kirine, mizgînî dide, ku bi rastî ji bona wan ra kiryeke qenc heye |
مَّاكِثِينَ فِيهِ أَبَدًا (3) Ewanê di nava wan kirênên qenc da (ku bihişt e) hey bimînin |
وَيُنذِرَ الَّذِينَ قَالُوا اتَّخَذَ اللَّهُ وَلَدًا (4) Û (Yezdan bi we pirtûkê) ewanê ku dibêjin: "Yezdan ji bona xwe ra zar girtine." (Bi hatina şapatan) dide hişyarkirinê |
مَّا لَهُم بِهِ مِنْ عِلْمٍ وَلَا لِآبَائِهِمْ ۚ كَبُرَتْ كَلِمَةً تَخْرُجُ مِنْ أَفْوَاهِهِمْ ۚ إِن يَقُولُونَ إِلَّا كَذِبًا (5) Ji bona wan û bavên wan ra jî (di mafê vê dabaşê) qe tu zanîn tune ye. Eva peyveke mezin e ji devê wan derdikebe. Ewanan hey derewan dibêjin |
فَلَعَلَّكَ بَاخِعٌ نَّفْسَكَ عَلَىٰ آثَارِهِمْ إِن لَّمْ يُؤْمِنُوا بِهَٰذَا الْحَدِيثِ أَسَفًا (6) Îdî ji bo ku ewan bi vê Qur’anê bawer nakin, dibe ku tu li ser wan ji kovanan xwe teşqele bikî |
إِنَّا جَعَلْنَا مَا عَلَى الْأَرْضِ زِينَةً لَّهَا لِنَبْلُوَهُمْ أَيُّهُمْ أَحْسَنُ عَمَلًا (7) Bi rastî tişta li ser zemîn heyî, me ji bona zemîn ra xistîye xişir, ji bo ku em kesan biceribînin, ka kîjan xebatê çêtir bike (bi vî ra jî ewan nankorya min dikin, ka tu çima ji bona wan kovanan dikişînî) |
وَإِنَّا لَجَاعِلُونَ مَا عَلَيْهَا صَعِيدًا جُرُزًا (8) Û bi rastî (di royekî da) emê ewan xişirên li ser zemîn heye, bixine xwelîyeke zaha bihêlin |
أَمْ حَسِبْتَ أَنَّ أَصْحَابَ الْكَهْفِ وَالرَّقِيمِ كَانُوا مِنْ آيَاتِنَا عَجَبًا (9) (Muhemmed!) Qey tu goman dikî hevrîyên şikevt û (li ser derê wê şikevtê) ku navê wan nivîsar bû, ji wan derhoze me yên sodretin? (Na, wusa goman neke, hêj ji wan betertir hene) |
إِذْ أَوَى الْفِتْيَةُ إِلَى الْكَهْفِ فَقَالُوا رَبَّنَا آتِنَا مِن لَّدُنكَ رَحْمَةً وَهَيِّئْ لَنَا مِنْ أَمْرِنَا رَشَدًا (10) Gava ewan xortan berê xwe dabûn li bal şikevtê çûbûn, îdî (aha) gotîbûn: "Xudayê me! Tu ji bal xwe, dilovanîyekî bide me û tu ji bona me ra bûyera me hêsanî bike (ji bo ku em bikaribin bigehêjne armancê xwe) |
فَضَرَبْنَا عَلَىٰ آذَانِهِمْ فِي الْكَهْفِ سِنِينَ عَدَدًا (11) Îdî me jî bi çend salan li ser gohe wan (perda xewê danî, ewan heya çend salan di xewê da mayîne) |
ثُمَّ بَعَثْنَاهُمْ لِنَعْلَمَ أَيُّ الْحِزْبَيْنِ أَحْصَىٰ لِمَا لَبِثُوا أَمَدًا (12) (Di mafÊ xewa wan da ewan bûne du deste) ji bo ku em bizanin, ka kîjan destê, danê mayîna wan e di şikevtê da rind hijmartîye, me paşê ewan (hişyar kirin) şandin |
نَّحْنُ نَقُصُّ عَلَيْكَ نَبَأَهُم بِالْحَقِّ ۚ إِنَّهُمْ فِتْيَةٌ آمَنُوا بِرَبِّهِمْ وَزِدْنَاهُمْ هُدًى (13) Bi rastî em serdaborya wan ji te ra bi mafî dibêjin: "Ewanan destek xort bûn, bi Xudayê xwe bawer kiribûn, me jî bawerî û hewa wana di hemberê cefadanê pir kiribû |
وَرَبَطْنَا عَلَىٰ قُلُوبِهِمْ إِذْ قَامُوا فَقَالُوا رَبُّنَا رَبُّ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ لَن نَّدْعُوَ مِن دُونِهِ إِلَٰهًا ۖ لَّقَدْ قُلْنَا إِذًا شَطَطًا (14) Di gava ewan (ji civata serok) rabûne, me berdilî da berdilê wan. Îdî ewan (ji bona civatê ra aha) gotibûne: "Xudayê me, Xudayê ezman û zemîn e, ji pêştirê wî em gazî tu ilahî nakin. (Heke ji pêştirê wî em gazî hinekê mayî bikin) di wê gavê da bi rastî em tiştên bê hişî dibêjin |
هَٰؤُلَاءِ قَوْمُنَا اتَّخَذُوا مِن دُونِهِ آلِهَةً ۖ لَّوْلَا يَأْتُونَ عَلَيْهِم بِسُلْطَانٍ بَيِّنٍ ۖ فَمَنْ أَظْلَمُ مِمَّنِ افْتَرَىٰ عَلَى اللَّهِ كَذِبًا (15) (Tu) li van komalê me yê hanênan (mêze bike!) ji pêştirê Yezdan ji xwe ra hinek ilahên mayî girtine. Ma qey ji bona ilhîtîya wan ra ne diva, ku beratên bi hêz bianînan? Îdî gelo ji wî kesê, ku derewan bi vir li ser navê Yezdan dike, cewrkartir kî heye |
وَإِذِ اعْتَزَلْتُمُوهُمْ وَمَا يَعْبُدُونَ إِلَّا اللَّهَ فَأْوُوا إِلَى الْكَهْفِ يَنشُرْ لَكُمْ رَبُّكُم مِّن رَّحْمَتِهِ وَيُهَيِّئْ لَكُم مِّنْ أَمْرِكُم مِّرْفَقًا (16) (Yekê ji wan xortan aha gotîye:") Gava we (ji (komal) û ji perestîyên wan yê ji pêştirê Yezdan (ewan ji wan ra) perestî dikiribûne, dest berdane, îdî hûn herin, xwe bavêjine şikevtê, ji bo ku Xudayê we ji dilovanîya xwe (rozîyan) ji bona we ra, bide raxistinê û ji bona ku Xudayê we bûyera we ji bona we ra hêsanî bike |
۞ وَتَرَى الشَّمْسَ إِذَا طَلَعَت تَّزَاوَرُ عَن كَهْفِهِمْ ذَاتَ الْيَمِينِ وَإِذَا غَرَبَت تَّقْرِضُهُمْ ذَاتَ الشِّمَالِ وَهُمْ فِي فَجْوَةٍ مِّنْهُ ۚ ذَٰلِكَ مِنْ آيَاتِ اللَّهِ ۗ مَن يَهْدِ اللَّهُ فَهُوَ الْمُهْتَدِ ۖ وَمَن يُضْلِلْ فَلَن تَجِدَ لَهُ وَلِيًّا مُّرْشِدًا (17) (Piştî mijûlîya wî xortî, ewan di şikevtê da razane). Gava roj hiltê, tu dibînî tirêja rojê li kêleka rastê, gava çûna ava jî li kêleka çepê dixist, ewan bi xweber jî di firetîya şikevtê da bûne. (Ya jî gava roj derdikebe li kêleka rastê da dibore, lê gava roj ava da jî di kêleka çepê da dibire derbas dibe, ewan bi xweber jî nîveka şikevtê da raza bûne, qe tavê li wan ne xistîye). Eva temtêla wan ê hanê ji beratên derhozeyên Yezdan in. Îdî Yezdan kîjanî bîne rêya rast, ewî rêya rast dîtîye û, kîjanî (Yezdan) ji ber wî rêya rast wunda bike, îdî tu ji bona wî ra rastî tu serkarê beled nayê |
وَتَحْسَبُهُمْ أَيْقَاظًا وَهُمْ رُقُودٌ ۚ وَنُقَلِّبُهُمْ ذَاتَ الْيَمِينِ وَذَاتَ الشِّمَالِ ۖ وَكَلْبُهُم بَاسِطٌ ذِرَاعَيْهِ بِالْوَصِيدِ ۚ لَوِ اطَّلَعْتَ عَلَيْهِمْ لَوَلَّيْتَ مِنْهُمْ فِرَارًا وَلَمُلِئْتَ مِنْهُمْ رُعْبًا (18) Ewan razayî bûne, te digo qey hişyar in (loma çavê wan vekirî bûye, ewan di xew da bûne) me ewan rast û çep dizivirandin û seyî wan jî herduk destê xwe yê pêşîyê (pê pêşîyî) li ber derî dirêj kiribûye (raza ye). Heke te ewan bi vê (temtêla wan) bidîta, hundurê teyê tijî tirs bûya, tuyê ji wan birevîyayî |
وَكَذَٰلِكَ بَعَثْنَاهُمْ لِيَتَسَاءَلُوا بَيْنَهُمْ ۚ قَالَ قَائِلٌ مِّنْهُمْ كَمْ لَبِثْتُمْ ۖ قَالُوا لَبِثْنَا يَوْمًا أَوْ بَعْضَ يَوْمٍ ۚ قَالُوا رَبُّكُمْ أَعْلَمُ بِمَا لَبِثْتُمْ فَابْعَثُوا أَحَدَكُم بِوَرِقِكُمْ هَٰذِهِ إِلَى الْمَدِينَةِ فَلْيَنظُرْ أَيُّهَا أَزْكَىٰ طَعَامًا فَلْيَأْتِكُم بِرِزْقٍ مِّنْهُ وَلْيَتَلَطَّفْ وَلَا يُشْعِرَنَّ بِكُمْ أَحَدًا (19) (Me ça ewan razandi bûn) wusa jî me ewan hişyar kirin, ji bo ku ewan (demên borî û temtêla xwe) ji hev pirs bikin. Yekê ji wan (aha) gotîye: "Gelo çiqas e hûn di vira da mane?" Ewanê mayî (bersiva wî dane, aha) gotine: "Royek e û ya jî danekî ji royê ye (em razane di vira da mane." Ewanê ku rastîya mayîna xwe nizanbûne, aha) gotine: "Xudayê we bi mayîna we çêtir dizane. Îdî hûn yekê ji xwe, bi van perên xwe va bişîne bajar, bira ewa li xurekan mêze bike, ka kîjan xurek xweş e, îdî bira ji, wî ji bona we ra rozînîyekî bîne, bira wusa xalyazî bike, ku tu kes bi wî nehese |
إِنَّهُمْ إِن يَظْهَرُوا عَلَيْكُمْ يَرْجُمُوكُمْ أَوْ يُعِيدُوكُمْ فِي مِلَّتِهِمْ وَلَن تُفْلِحُوا إِذًا أَبَدًا (20) Loma bi rastî heke ewan bi we bihesin, ewanê we bi keviran bikujin, ya jî we dîsa we beherin ser ola xwe. Bi rastî (heke hûn herin ser ola wan) îdî hûn di wê gavê da fereste nabin |
وَكَذَٰلِكَ أَعْثَرْنَا عَلَيْهِمْ لِيَعْلَمُوا أَنَّ وَعْدَ اللَّهِ حَقٌّ وَأَنَّ السَّاعَةَ لَا رَيْبَ فِيهَا إِذْ يَتَنَازَعُونَ بَيْنَهُمْ أَمْرَهُمْ ۖ فَقَالُوا ابْنُوا عَلَيْهِم بُنْيَانًا ۖ رَّبُّهُمْ أَعْلَمُ بِهِمْ ۚ قَالَ الَّذِينَ غَلَبُوا عَلَىٰ أَمْرِهِمْ لَنَتَّخِذَنَّ عَلَيْهِم مَّسْجِدًا (21) Ji bo ku (ewanê bi rabûna para da bawer nakin) bizanin, bi rastî peymana Yezdan e (ji piştî mirinê) rabûn heye, mafekî rast e û (bizanin ku) bi rastî di wî danî da, qe tu dudilî tune ye. (Me ça ewan razandin, dîsa hişyar kirin) wusa jî me komal bi wan dane hesandinê. (Loma ewan hêj di berê da, di bûyera rabûn û civandinê da, bi hev ra tekoşîn dikiribûne, gava ewa çû şikevtê, îdî bi rastî mirin e) di wê gavê da komal bi hev ra tekoşîn kirin (ji bo ku hevrîyên şikevtê ça biparisînin): Hinekan ji wana gotine: "Hûn li ser wan kumbetan ava bikin." (Hineka di mafê wan da tekoşîn kirine, gelo kî ne, navê wan çi ne? Lê) Xudayê wan, bi wan çêtir dizane. Ewanê servatîyî bûyera wan in (aha) gotîne: "Emê li ser wan mizgevtekî ava bikin |
سَيَقُولُونَ ثَلَاثَةٌ رَّابِعُهُمْ كَلْبُهُمْ وَيَقُولُونَ خَمْسَةٌ سَادِسُهُمْ كَلْبُهُمْ رَجْمًا بِالْغَيْبِ ۖ وَيَقُولُونَ سَبْعَةٌ وَثَامِنُهُمْ كَلْبُهُمْ ۚ قُل رَّبِّي أَعْلَمُ بِعِدَّتِهِم مَّا يَعْلَمُهُمْ إِلَّا قَلِيلٌ ۗ فَلَا تُمَارِ فِيهِمْ إِلَّا مِرَاءً ظَاهِرًا وَلَا تَسْتَفْتِ فِيهِم مِّنْهُمْ أَحَدًا (22) (Ewanê xweyê pirtûk, di nêzîk da) dibêjin: "Ewan xortan sisê bûne, çarê wan kûçikê wan bûye." Hinekî wan jî dibêjin: " (Ewan xortan) pênc bûne, şeşê wan kûçikê wan bûye;" evan (keviran) nedîtî davêjin (ji ber xwe dibêjin). Hinek jî dibêjin: "(Wusa nîne) rastîya wan eva ye; hevt bûne, heştê wan kûçikê wan bûye." (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Xudayê min bi hijmara wan çêtir dizane. Ewanê bi wan dizanin hindik in. Îdî tu di mafê hijmara wan xortan da, ji tekoşîna berçavî pêştir qe tu tekoşînê bi wan ra neke. (Muhemmed! Tu) ji wan, di mafê xortan da tu tiştî pirs neke |
وَلَا تَقُولَنَّ لِشَيْءٍ إِنِّي فَاعِلٌ ذَٰلِكَ غَدًا (23) (Muhemmed!) Tu ji bona tu tiştî ra ne bêje: "Ezê evî tiştî di sibehê da bikim |
إِلَّا أَن يَشَاءَ اللَّهُ ۚ وَاذْكُر رَّبَّكَ إِذَا نَسِيتَ وَقُلْ عَسَىٰ أَن يَهْدِيَنِ رَبِّي لِأَقْرَبَ مِنْ هَٰذَا رَشَدًا (24) Lê tu (aha) bêje: "Heke Yezdan bivê (ezê evê tiştî bikim)." (Muhemmed!) Gava tu evê gotina, heke Yezdan bivê, bîrva bikî (ne bêjî), tu Xudayê xwe (bi paqijî û perestî) bîne bîra xwe û (aha) bêje: "Ez hêvî dikim, ku Xudayê min ji vî nêzîktir, min bigihîne mirazê min |
وَلَبِثُوا فِي كَهْفِهِمْ ثَلَاثَ مِائَةٍ سِنِينَ وَازْدَادُوا تِسْعًا (25) Ewan (xortan di şikevta xwe da, sê sed salî mane, ewanê (sala xwe bi hijmara hîvan dihijmirînin) neh sal jî (li van salan) pir kirine (gotine: "Sê sed û neh salan mane) |
قُلِ اللَّهُ أَعْلَمُ بِمَا لَبِثُوا ۖ لَهُ غَيْبُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ ۖ أَبْصِرْ بِهِ وَأَسْمِعْ ۚ مَا لَهُم مِّن دُونِهِ مِن وَلِيٍّ وَلَا يُشْرِكُ فِي حُكْمِهِ أَحَدًا (26) (Muhemmed! Tu ji wan ra) bêje: "Yezdan bi mayîna wan (di şikevtê da) çêtir dizane, loma zanîna bi ne xûyayên ezman û zemîn hey ji Yezdan ra ne. Ew çiqa rind dibîne û çiqa rind dibihê! Ji pêştirê Yezdan ji bona wan (xortan ra) qe tu arîkar tune bûye û tu kes di berewanîyê da nabe hempayê Yezdan |
وَاتْلُ مَا أُوحِيَ إِلَيْكَ مِن كِتَابِ رَبِّكَ ۖ لَا مُبَدِّلَ لِكَلِمَاتِهِ وَلَن تَجِدَ مِن دُونِهِ مُلْتَحَدًا (27) (Muhemmed!) Ji pirtûka Xuda yê te, çi li bal te da hatibe niqandinê tu ewî bixune. Tu guhurandin ji bona peyvên we ra tune ye, tu ji pêştirê wî jî rastê tu penahî nayê |
وَاصْبِرْ نَفْسَكَ مَعَ الَّذِينَ يَدْعُونَ رَبَّهُم بِالْغَدَاةِ وَالْعَشِيِّ يُرِيدُونَ وَجْهَهُ ۖ وَلَا تَعْدُ عَيْنَاكَ عَنْهُمْ تُرِيدُ زِينَةَ الْحَيَاةِ الدُّنْيَا ۖ وَلَا تُطِعْ مَنْ أَغْفَلْنَا قَلْبَهُ عَن ذِكْرِنَا وَاتَّبَعَ هَوَاهُ وَكَانَ أَمْرُهُ فُرُطًا (28) (Muhemmed!) Tu li bal wanê, ku di sibeh û êvara da, gazî Xudayê xwe dikin; ji bona ku Xudayê wan bi wan qayîl be, hew bike. ji bo ku tu xişrê vê cihana hanê bivê; bira her du çavê te ji (xezanê perestok) para da nefetile (li bal wanê zengînda mêze neke) û tu peyrewîya wîyê, ku me dilê wî ji bîranîna xwe, bê goman kirîye, neke, ewî hey peyrewîya canxwestina xwe kirîye. Bûyera wî ji hedê xwe borîye |
وَقُلِ الْحَقُّ مِن رَّبِّكُمْ ۖ فَمَن شَاءَ فَلْيُؤْمِن وَمَن شَاءَ فَلْيَكْفُرْ ۚ إِنَّا أَعْتَدْنَا لِلظَّالِمِينَ نَارًا أَحَاطَ بِهِمْ سُرَادِقُهَا ۚ وَإِن يَسْتَغِيثُوا يُغَاثُوا بِمَاءٍ كَالْمُهْلِ يَشْوِي الْوُجُوهَ ۚ بِئْسَ الشَّرَابُ وَسَاءَتْ مُرْتَفَقًا (29) Û (Muhemmed! Tu aha) bêje, "Bi rastî Qur’an ji Xudayê we (hatîye). Îdî kê hez dike bira bawer bike û kîjan hez nake bira bawer neke."Loma me ji bona cewrkaran ra agirekî wusa amade kirîye, ku ewî agirî bi gorayîya xwe, ewan hildane nava xwe. Heke ewan ji bona vexwarinê hewar bikin, hewarîya wan, aveke germe wusa tê, wekî madena bihatî, rû dixaşandin. Çiqa vexwarineke sik e û çiqa ewra wan sikê kursîya ne |
إِنَّ الَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ إِنَّا لَا نُضِيعُ أَجْرَ مَنْ أَحْسَنَ عَمَلًا (30) Bi rastî ewanê bawer kirine û karê aştî kirine hene! Em xelata wa yên qenc bi tu car wunda nakin |
أُولَٰئِكَ لَهُمْ جَنَّاتُ عَدْنٍ تَجْرِي مِن تَحْتِهِمُ الْأَنْهَارُ يُحَلَّوْنَ فِيهَا مِنْ أَسَاوِرَ مِن ذَهَبٍ وَيَلْبَسُونَ ثِيَابًا خُضْرًا مِّن سُندُسٍ وَإِسْتَبْرَقٍ مُّتَّكِئِينَ فِيهَا عَلَى الْأَرَائِكِ ۚ نِعْمَ الثَّوَابُ وَحَسُنَتْ مُرْتَفَقًا (31) Ji bona van ra bihiştên bi nav ‘Edn (bihiştên xurekan) heye, ku di binê darê wan da çem dikişin, ewan di wê bihiştê da bi bazinê zêr têne xemilandinê û kincên hêşîn, ku ji zîv û burqonekan hatine çêkirinê, li xwe di- kin, di bihiştê da li ser kursîyan pal dayîne. Çiqa qencê qencîya ne û çiqa qencê kursîya ne |
۞ وَاضْرِبْ لَهُم مَّثَلًا رَّجُلَيْنِ جَعَلْنَا لِأَحَدِهِمَا جَنَّتَيْنِ مِنْ أَعْنَابٍ وَحَفَفْنَاهُمَا بِنَخْلٍ وَجَعَلْنَا بَيْنَهُمَا زَرْعًا (32) (Muhemmed!) Tu ji bona wan ra bi hecwekî serdaboraya wan her du mêran bêje: "Ji bona yekê ji wan ra me du rezên ji tiryan dabû, me ewan her du rez bi cêrgeyên darê xurman (ku di dora wan da bûne) girtine, me di nava wan da jî (zevîyên) çandinîyê bi cîh kiribû |
كِلْتَا الْجَنَّتَيْنِ آتَتْ أُكُلَهَا وَلَمْ تَظْلِم مِّنْهُ شَيْئًا ۚ وَفَجَّرْنَا خِلَالَهُمَا نَهَرًا (33) Ewan her du rezan jî, wusa ber didan, qe tu tişt ji wan kêm ne mabû, me di nava wan da jî çem dane kişandinê |
وَكَانَ لَهُ ثَمَرٌ فَقَالَ لِصَاحِبِهِ وَهُوَ يُحَاوِرُهُ أَنَا أَكْثَرُ مِنكَ مَالًا وَأَعَزُّ نَفَرًا (34) Ji bona (xweyê van rezan ra) berê (semer) daran hebû (xweyê mal bû). Evî ji bona hevalê xwe yê (xezan ra) xwe qure dikir (aha) gotîye: "Tu çima bi min ra (tekoşînê dikî)? Bi mal ez ji te bi hêztir im û zarên min jî ji zarên te pirtir in |
وَدَخَلَ جَنَّتَهُ وَهُوَ ظَالِمٌ لِّنَفْسِهِ قَالَ مَا أَظُنُّ أَن تَبِيدَ هَٰذِهِ أَبَدًا (35) Gava diçû nava rezê xwe, xwe qure dikir, bi xweber jî xwe cewr dikir (aha) digot: "Ez goman nakim, ku dawîya van rezan bên, di hemû gavan da wê evanê bimînin.” |
وَمَا أَظُنُّ السَّاعَةَ قَائِمَةً وَلَئِن رُّدِدتُّ إِلَىٰ رَبِّي لَأَجِدَنَّ خَيْرًا مِّنْهَا مُنقَلَبًا (36) Û ez goman nakim, ku wû rabûna hemû jî çê be. (heke çê be jî) dema ez herime bal Xudayê xwe, bi rastî ezê rastê qencî yên wusa bêm, hêj ji van çêtir bin |
قَالَ لَهُ صَاحِبُهُ وَهُوَ يُحَاوِرُهُ أَكَفَرْتَ بِالَّذِي خَلَقَكَ مِن تُرَابٍ ثُمَّ مِن نُّطْفَةٍ ثُمَّ سَوَّاكَ رَجُلًا (37) Hevalê wî yê (xezan) ji wî ra bi tekoşînî dibêje: "Tu ça bi wî Xudayê, ku di cara yekem da tu ji xwelîyê afirandîye, paşê ji menya (dilmeyî) paşê tu xistî mêrekî çêkirî, dibî file?” |
لَّٰكِنَّا هُوَ اللَّهُ رَبِّي وَلَا أُشْرِكُ بِرَبِّي أَحَدًا (38) (Tu bawer nakî) lê ez bawer dikim, ku Yezdan Xudayê min e, ez ji Xudayê xwe ra tu kesî naxime hevpar |
وَلَوْلَا إِذْ دَخَلْتَ جَنَّتَكَ قُلْتَ مَا شَاءَ اللَّهُ لَا قُوَّةَ إِلَّا بِاللَّهِ ۚ إِن تَرَنِ أَنَا أَقَلَّ مِنكَ مَالًا وَوَلَدًا (39) Ka, çi dibe; heke gava tu herî nava rezê xwe (aha) bêjî: “Eva hêza Yezdan e. Çiqa hezeke mezin e! Hemû hêz bi Yezdan in. Hava tu dibînî, ku mal û zarên min ji yên te kêmtir in |
فَعَسَىٰ رَبِّي أَن يُؤْتِيَنِ خَيْرًا مِّن جَنَّتِكَ وَيُرْسِلَ عَلَيْهَا حُسْبَانًا مِّنَ السَّمَاءِ فَتُصْبِحَ صَعِيدًا زَلَقًا (40) Dibe ku Xudayê min hêj ji rezê te çêtir bi min ra qencîyan bike û li ser rezê te da jî ji ezmanan birûsk û aşîtan bişîne, îdî ewa rezê te bibe xwelyekê tirlêç bimîne |
أَوْ يُصْبِحَ مَاؤُهَا غَوْرًا فَلَن تَسْتَطِيعَ لَهُ طَلَبًا (41) Ya jî ava wî bikişe binê zemîn, îdî tu qe nikaribî li wê avê bigerî, bibînî |
وَأُحِيطَ بِثَمَرِهِ فَأَصْبَحَ يُقَلِّبُ كَفَّيْهِ عَلَىٰ مَا أَنفَقَ فِيهَا وَهِيَ خَاوِيَةٌ عَلَىٰ عُرُوشِهَا وَيَقُولُ يَا لَيْتَنِي لَمْ أُشْرِكْ بِرَبِّي أَحَدًا (42) (Evan bi hev ra mijûl dibûn malê ewê file) zêr û zeber bû, qe nikarya tu tiştî bike. Îdî destên xwe da ser hev, mizda û ji bona wan xebatên xwe yên pêşîyê, ku ji bona rezan kiribû bêzar ma (kovan dikişand). Dema rez zêr û ze- ber dibûn (ewî jî aha) digot: "Xwezîka min ji Xudayê xwe ra qe tu tiştî ne xistîbûya hevpar |
وَلَمْ تَكُن لَّهُ فِئَةٌ يَنصُرُونَهُ مِن دُونِ اللَّهِ وَمَا كَانَ مُنتَصِرًا (43) Ji bona wî ra komeke, ku arîkarya wî bike jî, ji pêştirê Yezdan tune bû. Ewî bi xweber jî nikarbû ku tiştekî bike |
هُنَالِكَ الْوَلَايَةُ لِلَّهِ الْحَقِّ ۚ هُوَ خَيْرٌ ثَوَابًا وَخَيْرٌ عُقْبًا (44) Di vê gavê da serkarya rast, ya Yezdan e. Çi qencîya Yezdan bike, çêtir e û encama (aqûbet) wî bi xweber jî qenctir e |
وَاضْرِبْ لَهُم مَّثَلَ الْحَيَاةِ الدُّنْيَا كَمَاءٍ أَنزَلْنَاهُ مِنَ السَّمَاءِ فَاخْتَلَطَ بِهِ نَبَاتُ الْأَرْضِ فَأَصْبَحَ هَشِيمًا تَذْرُوهُ الرِّيَاحُ ۗ وَكَانَ اللَّهُ عَلَىٰ كُلِّ شَيْءٍ مُّقْتَدِرًا (45) (Muhemmed!) Tu ji bona wan ra hecwekîya jîna cîhanê (aha) veke: “Jîna cihanê wekî ava ku em jor da dihênirînin: gava tevê çêreyên zemîn dibin çêre hêşîn dibin (dema ji wan zaha dibin) ewan çêran jî hişk dibin, dema ba li wan dixe; ewan ji hev derdixe belav dike." Bi rastî Yezdan li ser hemû tiştan bi hêz e |
الْمَالُ وَالْبَنُونَ زِينَةُ الْحَيَاةِ الدُّنْيَا ۖ وَالْبَاقِيَاتُ الصَّالِحَاتُ خَيْرٌ عِندَ رَبِّكَ ثَوَابًا وَخَيْرٌ أَمَلًا (46) Mal û ku,. xemla jîna cîhanê ne. Ewanê para da (ji bona merivan) dimînin karê aştî ne. Evan li bal Xudayê te bi qencî, çêtir e û qencê hêvîya ne |
وَيَوْمَ نُسَيِّرُ الْجِبَالَ وَتَرَى الْأَرْضَ بَارِزَةً وَحَشَرْنَاهُمْ فَلَمْ نُغَادِرْ مِنْهُمْ أَحَدًا (47) Di roya ku em çîyan dibin; tu zemîn (qe tu tişt li ser ne mayî) li ber çavan rût dibînî û em hemûşkan dicivînin, îdî em tu kesî ji wan nahêlin |
وَعُرِضُوا عَلَىٰ رَبِّكَ صَفًّا لَّقَدْ جِئْتُمُونَا كَمَا خَلَقْنَاكُمْ أَوَّلَ مَرَّةٍ ۚ بَلْ زَعَمْتُمْ أَلَّن نَّجْعَلَ لَكُم مَّوْعِدًا (48) Ewan hemû (wekî xêlyan-merasim) di hemberê Xudayê te da bi rêz nivyane. Bi sond! Me ça hûn di cara yekem da (rût) afirandibû, hûn wusa (rût) li bal me da harine. Le we goman kiribû, ku em ji bona we ra danekî (civînê) çê nakin |
وَوُضِعَ الْكِتَابُ فَتَرَى الْمُجْرِمِينَ مُشْفِقِينَ مِمَّا فِيهِ وَيَقُولُونَ يَا وَيْلَتَنَا مَالِ هَٰذَا الْكِتَابِ لَا يُغَادِرُ صَغِيرَةً وَلَا كَبِيرَةً إِلَّا أَحْصَاهَا ۚ وَوَجَدُوا مَا عَمِلُوا حَاضِرًا ۗ وَلَا يَظْلِمُ رَبُّكَ أَحَدًا (49) Û pirtûka (xebata wan, ji bona wan ra bi vekirî) hate danînê, îdî tu gonehkaran dibînî; (dema ewan kirinê xwe) di pirtûkê da dibînin; jê vediciniqin (û aha) dibêjin: "Xwelî li me be! Ji bona vê pirtûkê ra çi bûye! Qe tu tişt (ji kirinê) piçûk û mezin bernedaye: hemî kirinê me hijmartîye (nivîsîye). Loma ewan rast hatin, ku hemî kirinê wan di pitûkê da amade ne. Xudayê te li tu kesî cewrê nake |
وَإِذْ قُلْنَا لِلْمَلَائِكَةِ اسْجُدُوا لِآدَمَ فَسَجَدُوا إِلَّا إِبْلِيسَ كَانَ مِنَ الْجِنِّ فَفَسَقَ عَنْ أَمْرِ رَبِّهِ ۗ أَفَتَتَّخِذُونَهُ وَذُرِّيَّتَهُ أَوْلِيَاءَ مِن دُونِي وَهُمْ لَكُمْ عَدُوٌّ ۚ بِئْسَ لِلظَّالِمِينَ بَدَلًا (50) Û di gavekî da me ji bona firiştan ra gotibû: “Gelî firiştan! Hûn hemû ji bona nîşa kesan ra secdê bikin.” Ji pêştirê nişa pelîdê (bi nav) iblîs hemûşkan çûn secdê. Iblîs bi xweber jî ji meçêtiran bû, îdî ewa ji fermana Xwedayê xwe derket. Îdî hûn (gelî kesan! Ji quretî û pozbilindîya xwe) ji pêştirê min, hûn iblîs û ûrta wî yê, ku ji bona we ra neyar in, ça ji xwe ra serkar digirin? (Eva guhurandina hanê, ku hûn Yezdan dihêlin, di şûna wî da pelîd ji xwe ra dixine serkar) ji bona cewrkaran ra çiqa guhurandineke sik e |
۞ مَّا أَشْهَدتُّهُمْ خَلْقَ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ وَلَا خَلْقَ أَنفُسِهِمْ وَمَا كُنتُ مُتَّخِذَ الْمُضِلِّينَ عَضُدًا (51) Min (îblîs û ûrta wî va) ne di gava afirandina ezman û zemîn da, ne jî di gava afirandina wan bi xweber da jî, amadeyê afirandinê ne kiribû û min ji bona xwe ra ji ewanê ji rêya rast derketî ne xistîye piştevan |
وَيَوْمَ يَقُولُ نَادُوا شُرَكَائِيَ الَّذِينَ زَعَمْتُمْ فَدَعَوْهُمْ فَلَمْ يَسْتَجِيبُوا لَهُمْ وَجَعَلْنَا بَيْنَهُم مَّوْبِقًا (52) Di wê royê da (Yezdan ji bona hevrîçêkeran ra aha) dibêje: "Ka îdî hûn gazî wan hevrîyên, ku we ji min ra goman dikirin, bikin (bira ferestîya we di îro da bikin)." Îdî ewan (filan) gazî (wan hevrîyan) kirine, qe ewan (hewrîyan) ji bona wan ra tu bersiv ne dane. Me di nava (filan û hevrîyên wan da) teşqelên mezin danîne |
وَرَأَى الْمُجْرِمُونَ النَّارَ فَظَنُّوا أَنَّهُم مُّوَاقِعُوهَا وَلَمْ يَجِدُوا عَنْهَا مَصْرِفًا (53) Di gava ku gonehkaran agir dîtîne, îdî goman kirine, ku bi rastî wê bikebine agir. Û ewanan rastî tu penahekî jî nayên, ku ewa, ewan ji wî agirî bidine zivirandinê |
وَلَقَدْ صَرَّفْنَا فِي هَٰذَا الْقُرْآنِ لِلنَّاسِ مِن كُلِّ مَثَلٍ ۚ وَكَانَ الْإِنسَانُ أَكْثَرَ شَيْءٍ جَدَلًا (54) Û bi sond! Me ji bona merivan ra, di vê Qur’anê da ji hemî bûyeran car bi car gotîye. Lê meriv ji hemî tiştî bêhtir, tekoşîne divê |
وَمَا مَنَعَ النَّاسَ أَن يُؤْمِنُوا إِذْ جَاءَهُمُ الْهُدَىٰ وَيَسْتَغْفِرُوا رَبَّهُمْ إِلَّا أَن تَأْتِيَهُمْ سُنَّةُ الْأَوَّلِينَ أَوْ يَأْتِيَهُمُ الْعَذَابُ قُبُلًا (55) Û gava (pêxember û Qur’an) ji bona merivan ra hatine, ji pêştirê hêvîya wanê ku ewan hêvî dikirin: Ka ji bona wan ra jî şapa wan yê di berya wan da borîne, hatibû, nayê ya jî ka li ber çavan ji wan ra şapat nayê, paşê bawer bikin, tu tiştî ewan ne dabûne paradanê, ku ji Xudayê xwe lavaya baxişandin a (gonehên) xwe bikin |
وَمَا نُرْسِلُ الْمُرْسَلِينَ إِلَّا مُبَشِّرِينَ وَمُنذِرِينَ ۚ وَيُجَادِلُ الَّذِينَ كَفَرُوا بِالْبَاطِلِ لِيُدْحِضُوا بِهِ الْحَقَّ ۖ وَاتَّخَذُوا آيَاتِي وَمَا أُنذِرُوا هُزُوًا (56) Me çiqa pêxember şandine, hey ji bona, ku ewan pêxemberan mizgîna (bawergeran bi bihiştê) û hişyara (filan jî bi tirsdana dojê) bidine kirinê (me şandine). Ewanê bûne file hene! Ewanan jî tekoşînê dikin, ji bo ku mafê, bi pûçîtîyê bê hêz bikin. ewanan ji xwe ra berate û şapatên min tinaz girtine |
وَمَنْ أَظْلَمُ مِمَّن ذُكِّرَ بِآيَاتِ رَبِّهِ فَأَعْرَضَ عَنْهَا وَنَسِيَ مَا قَدَّمَتْ يَدَاهُ ۚ إِنَّا جَعَلْنَا عَلَىٰ قُلُوبِهِمْ أَكِنَّةً أَن يَفْقَهُوهُ وَفِي آذَانِهِمْ وَقْرًا ۖ وَإِن تَدْعُهُمْ إِلَى الْهُدَىٰ فَلَن يَهْتَدُوا إِذًا أَبَدًا (57) Gelo ji wî kesê, ku bi beratên Xudayê xwe tê şîret kirinê, îdî paşê pişta xwe dide wan şîretan (litê nake) û tişta kirî jî bîrva bike (bêje: "Evan kirinê min nînin") cewrkartir kî heye? Ji bo ku ewan pisporîya rastîyê nekin, me li ser dilê wan da xêlî kişandîye, di gohê wan bi xweber da jî kerayî heye. Heke tu ewana gazî bal rastîyê bikî, îdî ewan tu gavê nayêne rêya rast |
وَرَبُّكَ الْغَفُورُ ذُو الرَّحْمَةِ ۖ لَوْ يُؤَاخِذُهُم بِمَا كَسَبُوا لَعَجَّلَ لَهُمُ الْعَذَابَ ۚ بَل لَّهُم مَّوْعِدٌ لَّن يَجِدُوا مِن دُونِهِ مَوْئِلًا (58) Heke ewî Xudayê te yê baxişgerê dilovîn, heman ewan bi keda wanên kirî, bi şapatê bigirtinan, wê şapatê ji bona wan ra bi lez bihata. Lê ji bona şapatdana wan, danekî wanê wusa heye, gava ewa dana hat, ewan ji pêştirê Yezdan rastê tu penahî nayên (ku ewan ji wê şapatê biparisîne) |
وَتِلْكَ الْقُرَىٰ أَهْلَكْنَاهُمْ لَمَّا ظَلَمُوا وَجَعَلْنَا لِمَهْلِكِهِم مَّوْعِدًا (59) Evanan, ew gundên, ku me ji bona cewra wan ewan teşqele kirine. Me ji bona teşqelekirina wan jî, danekî diyarî dabûye |
وَإِذْ قَالَ مُوسَىٰ لِفَتَاهُ لَا أَبْرَحُ حَتَّىٰ أَبْلُغَ مَجْمَعَ الْبَحْرَيْنِ أَوْ أَمْضِيَ حُقُبًا (60) Di gavekî da Mûsa ji bona xortê xwe (aha) gotîbûye: "Heya ez neçime wî cîhê, ku her du avşîn tevê hev dibin, ez nahew im, ya jî ezê bi salan bigerim |
فَلَمَّا بَلَغَا مَجْمَعَ بَيْنِهِمَا نَسِيَا حُوتَهُمَا فَاتَّخَذَ سَبِيلَهُ فِي الْبَحْرِ سَرَبًا (61) Îdî gava ewan çûn, gehîjtine wî cîhê, ku her du zerya tevê hev bûne, ewan di wura da masîyê xwe bîrva kirine. Masîyê wan di deryayê da rêya xwe girtîye çûye |
فَلَمَّا جَاوَزَا قَالَ لِفَتَاهُ آتِنَا غَدَاءَنَا لَقَدْ لَقِينَا مِن سَفَرِنَا هَٰذَا نَصَبًا (62) Îdî gava ewan herduk ji wê derê borîne (Mûsa) ji bona xortê xwe ra gotîye: "Ka taştêya me bîne, bi sond! Di vê rêwêtîya me yê hanê da westandinekî em girtine |
قَالَ أَرَأَيْتَ إِذْ أَوَيْنَا إِلَى الصَّخْرَةِ فَإِنِّي نَسِيتُ الْحُوتَ وَمَا أَنسَانِيهُ إِلَّا الشَّيْطَانُ أَنْ أَذْكُرَهُ ۚ وَاتَّخَذَ سَبِيلَهُ فِي الْبَحْرِ عَجَبًا (63) (Xort ji bona Mûsa) ra gotîye: "Te dît! Gava em hatibûne bal zinar, îdî min masî bîrva kirîye (masî li wura maye). Ji pêştirê pelîd tu tiştî ji bîra min nebirîye, ku ez ji bona te ra bêjim: (Ha va masî çûye avşînê).” Ewî masîyê di zeryayê da ji xwe ra rêyeke sodret girtibû |
قَالَ ذَٰلِكَ مَا كُنَّا نَبْغِ ۚ فَارْتَدَّا عَلَىٰ آثَارِهِمَا قَصَصًا (64) (Mûsa ji bona xortê xwe ra aha) gotîye: "Tişta em lê digeryan ewa ye." Îdî ewan herduk para da di şûna xwe da vegeryan, ji hev ra bûyera xwe digotin |
فَوَجَدَا عَبْدًا مِّنْ عِبَادِنَا آتَيْنَاهُ رَحْمَةً مِّنْ عِندِنَا وَعَلَّمْنَاهُ مِن لَّدُنَّا عِلْمًا (65) Îdî ewan herduk, rastî bendekî ji bendeyên me hatin, ku me ji bal xwe da ji bona wî ra dilovanîyek dabû û me ji bal xwe da ji bona wî ra zanînek hîn kiribû |
قَالَ لَهُ مُوسَىٰ هَلْ أَتَّبِعُكَ عَلَىٰ أَن تُعَلِّمَنِ مِمَّا عُلِّمْتَ رُشْدًا (66) Mûsa ji bona wî (bendî ra aha) gotibû: "(Destûra te heye) ku ez bibime peyrewê te, ji bo ku tu min hînê wê zanîna, tu hînê wê bûyî, bikî |
قَالَ إِنَّكَ لَن تَسْتَطِيعَ مَعِيَ صَبْرًا (67) Ewî (ji bona Mûsa ra aha) gotîye: "Bi rastî tu nikarî bi min ra hew bikî |
وَكَيْفَ تَصْبِرُ عَلَىٰ مَا لَمْ تُحِطْ بِهِ خُبْرًا (68) Û tuyê ça li ser wan tiştên, ku qe gura te bi wan tune ye hew bikî |
قَالَ سَتَجِدُنِي إِن شَاءَ اللَّهُ صَابِرًا وَلَا أَعْصِي لَكَ أَمْرًا (69) (Mûsa ji wî ra aha) gotîye: "Bi hezkirina Yezdan, tuyê bibînî, ku ez bi te ra hew dikim û ez (di tu tiştî da) bê gotina te nakim |
قَالَ فَإِنِ اتَّبَعْتَنِي فَلَا تَسْأَلْنِي عَن شَيْءٍ حَتَّىٰ أُحْدِثَ لَكَ مِنْهُ ذِكْرًا (70) Ewî (ji bona Mûsa ra aha) gotîye: "Îdî heke tuyê bibî peyrewê min, gotî tu pirsa tu tiştî ji min nekî heya ez bi xweber ewî tiştî ji te ra bêjim |
فَانطَلَقَا حَتَّىٰ إِذَا رَكِبَا فِي السَّفِينَةِ خَرَقَهَا ۖ قَالَ أَخَرَقْتَهَا لِتُغْرِقَ أَهْلَهَا لَقَدْ جِئْتَ شَيْئًا إِمْرًا (71) Îdî ewan herduk, bi hev ra çûn, heya çûne sîyarê kelekê bûne (ewî bendî rabûye) kelek qul kirîye. (Mûsa ji wî ra aha) gotîye: "Tu çima qul dikî? Wê hemî rêwîyên we, di ave da bifetidin. Bi sond! Eva tiştekî sodret e tu dikî (hemîşka rikê xwe ji me bînin) |
قَالَ أَلَمْ أَقُلْ إِنَّكَ لَن تَسْتَطِيعَ مَعِيَ صَبْرًا (72) (Ewî bende î ji Mûsa ra aha) gotîye, "Maqeymin ji te ra negot; ku bi rastî tu nikarî bi min ra hew bikî |
قَالَ لَا تُؤَاخِذْنِي بِمَا نَسِيتُ وَلَا تُرْهِقْنِي مِنْ أَمْرِي عُسْرًا (73) (Mûsa ji wî bendeyî ra aha) gotîye: "Min bibaxşîne, bi sedemê bîrvakirin a min li min sîtem neke, ji bona vekirina min tu ji min ra zoritî dernexe |
فَانطَلَقَا حَتَّىٰ إِذَا لَقِيَا غُلَامًا فَقَتَلَهُ قَالَ أَقَتَلْتَ نَفْسًا زَكِيَّةً بِغَيْرِ نَفْسٍ لَّقَدْ جِئْتَ شَيْئًا نُّكْرًا (74) Îdî ewan herduk bi hev ra çûn, heya çûne rastê zareke kurîn hatine (ewî bendeyî rabûye) kurik kuştîye. (Mûsa ji wî bendeyî ra aha) gotîye: "Te çima ewa zaroka paqij a bê gur û goman kuşt? Qe tu tola te li ser wî tune bû. Bi sond! Te tiştekî wusa kirîye; wekî wî sik tune ye |
۞ قَالَ أَلَمْ أَقُل لَّكَ إِنَّكَ لَن تَسْتَطِيعَ مَعِيَ صَبْرًا (75) (Ewî bende ji Mûsa ra aha gotîye): "Ma qey min ji te ra ne got, bi rastî tu nikarî bi min ra hew bikî |
قَالَ إِن سَأَلْتُكَ عَن شَيْءٍ بَعْدَهَا فَلَا تُصَاحِبْنِي ۖ قَدْ بَلَغْتَ مِن لَّدُنِّي عُذْرًا (76) (Mûsa ji bona wî bendeyî ra aha) gotîye: "Heke ez ji piştî vî, pirsa tiştekî ji te bikim, îdî tu bi min ra hevaltîyê neke. Bi sond! Kirinên min li bal te gehiştîne baxişandina dawîyê |
فَانطَلَقَا حَتَّىٰ إِذَا أَتَيَا أَهْلَ قَرْيَةٍ اسْتَطْعَمَا أَهْلَهَا فَأَبَوْا أَن يُضَيِّفُوهُمَا فَوَجَدَا فِيهَا جِدَارًا يُرِيدُ أَن يَنقَضَّ فَأَقَامَهُ ۖ قَالَ لَوْ شِئْتَ لَتَّخَذْتَ عَلَيْهِ أَجْرًا (77) Îdî ewan herduk bi hev ra çûne, heya gava hatine wî gundê ku wan herdukan, ji komalê wî gundî, xwarin xastine. Ewan gundîyan, ji bona wan herdukan jî xwarin ne dane. Ewan (di nava gund da geryan) heya çûn, rastî dîwarekî wusa hatin, nezîk bû, ku hilşîya. (Ewî bendeyî va) ku ewî diwarî rast bike, îdî xebitî rast kir. (Mûsa ji bona wî ra aha) gotîye: "Heke te ji bona çêkirina dîwar, kirya xwe bistanda çêtir ne dibû (ku me jî bi wî ji xwe ra xarin, ji wan bikirya) |
قَالَ هَٰذَا فِرَاقُ بَيْنِي وَبَيْنِكَ ۚ سَأُنَبِّئُكَ بِتَأْوِيلِ مَا لَمْ تَسْتَطِع عَّلَيْهِ صَبْرًا (78) (Ewî bendeyî, ji bona Mûsa ra aha) gotîye: "Îdî ewa sedema raqetandina min û te ye. Ezê ji bona te ra sedemên wan tiştê ku te li ser wan hew ne dikir, pirsa wan ji min dikir, bêjim |
أَمَّا السَّفِينَةُ فَكَانَتْ لِمَسَاكِينَ يَعْمَلُونَ فِي الْبَحْرِ فَأَرَدتُّ أَنْ أَعِيبَهَا وَكَانَ وَرَاءَهُم مَّلِكٌ يَأْخُذُ كُلَّ سَفِينَةٍ غَصْبًا (79) “Kelek, malê hinek belengazan bû, ewan di avşînê da dixebitînin, di berya wan da serokekî pir zor hebû, bi zorê hemî kelek ji xweyê wan distandin. Min jî rabû kelek qul kir, ji bo (ku ewa serok qula wê kelekê bibîne, îdî kêrê wî nayê keleka wan berde) |
وَأَمَّا الْغُلَامُ فَكَانَ أَبَوَاهُ مُؤْمِنَيْنِ فَخَشِينَا أَن يُرْهِقَهُمَا طُغْيَانًا وَكُفْرًا (80) Zarok jî kurê da û bavekî bawerger bû, îdî em tirsîyan (dema ewa zaroka mezin bibe) wî da û bave xwe, ji hezkirina ku ewan ji wî hez kirine, bi quretî bixe file |
فَأَرَدْنَا أَن يُبْدِلَهُمَا رَبُّهُمَا خَيْرًا مِّنْهُ زَكَاةً وَأَقْرَبَ رُحْمًا (81) Îdî me jî va, ku Xudayê wan her du; da û bavan, di şûna wî kurikî da, zarekî qenctir û dilovantir û paqijtir bide wan.” |
وَأَمَّا الْجِدَارُ فَكَانَ لِغُلَامَيْنِ يَتِيمَيْنِ فِي الْمَدِينَةِ وَكَانَ تَحْتَهُ كَنزٌ لَّهُمَا وَكَانَ أَبُوهُمَا صَالِحًا فَأَرَادَ رَبُّكَ أَن يَبْلُغَا أَشُدَّهُمَا وَيَسْتَخْرِجَا كَنزَهُمَا رَحْمَةً مِّن رَّبِّكَ ۚ وَمَا فَعَلْتُهُ عَنْ أَمْرِي ۚ ذَٰلِكَ تَأْوِيلُ مَا لَمْ تَسْطِع عَّلَيْهِ صَبْرًا (82) Dîwar, malê du zarên sêwî yên di bajar da bûn, di binê wî dîwarî da, xezîneke wan her du sêwîyan hebû, bavê wan herdukan jî aştîkar bû, îdî Xudayê te va ye (ku ez dîwarê wan rast bikim, ku hilneşe) heya ewan herduk zar bigihêjne sedra xwe, paşê xezîna xwa derxin. Eva dilovanîyeke ji Xudayê te ye bi wan kiriye. Min evan ji ber xwa ne kirine. Sedema wan tiştên me kirî eva ye, te jî li ser kirina wan hew ne dikir (tim dipirsî) |
وَيَسْأَلُونَكَ عَن ذِي الْقَرْنَيْنِ ۖ قُلْ سَأَتْلُو عَلَيْكُم مِّنْهُ ذِكْرًا (83) (Muhemmed!) Ewan (kesan) ji te pirsa xweyê du qoçan (Zulqerneyn) dikin. Tu (beresiva wan aha) bide: "Ezê ji bona we ra, ji serdaborya wî hinek axiftina bixûnim |
إِنَّا مَكَّنَّا لَهُ فِي الْأَرْضِ وَآتَيْنَاهُ مِن كُلِّ شَيْءٍ سَبَبًا (84) Me ji bona wî ra di zemîn da şûneke bi hêze parizvan çê kirîye û di wura da ça bivê wekî xwestina xwe xebat dike, ji bo ku bigihêje armanca xwe, me ji hemû tiştan sedem û rêyên wan, daye (Zulqerneyn) |
فَأَتْبَعَ سَبَبًا (85) Îdî ewî jî (ji bo ku bigiheje rojava, ji xwe ra) rêyek girt (çû) |
حَتَّىٰ إِذَا بَلَغَ مَغْرِبَ الشَّمْسِ وَجَدَهَا تَغْرُبُ فِي عَيْنٍ حَمِئَةٍ وَوَجَدَ عِندَهَا قَوْمًا ۗ قُلْنَا يَا ذَا الْقَرْنَيْنِ إِمَّا أَن تُعَذِّبَ وَإِمَّا أَن تَتَّخِذَ فِيهِمْ حُسْنًا (86) Heya çûye gehîştîye (şûna) ku roj têda diçe ava.Dêna xwe daye, ku roj di kanîyeke herya reş da diçe ava. Di wêderê da rastî komalekî hat, me ji bona (Zulqerneyn ra aha) got: "Zulqerneyn! Tuyê ya ewan şapat bikî, ya jî tuyê bi wan ra qencîyan bikî (ewan bi xweşî bînî rêya rast) |
قَالَ أَمَّا مَن ظَلَمَ فَسَوْفَ نُعَذِّبُهُ ثُمَّ يُرَدُّ إِلَىٰ رَبِّهِ فَيُعَذِّبُهُ عَذَابًا نُّكْرًا (87) (Zulqerneyn aha) gotîye: "Kî cewr kiribe, emê ewî şapat bikin, paşê ewî li bal Xudayê xwe da bê zivirandin, îdî Xuda ê ewî wusa şapat bike, ku wekî wî şapat ne hatibe ditin |
وَأَمَّا مَنْ آمَنَ وَعَمِلَ صَالِحًا فَلَهُ جَزَاءً الْحُسْنَىٰ ۖ وَسَنَقُولُ لَهُ مِنْ أَمْرِنَا يُسْرًا (88) Lê kîjanî bawer kiribe û karê aştî kiribe, îdî ji bona wî ra jî qencê qencîyan heye û emê ji bona wî ra ji fermanên xwe yê hêsanî bêjin: "(Bira ewa tişta hêsanî bike, tiştê zor neke) |
ثُمَّ أَتْبَعَ سَبَبًا (89) Paşê rêyeke mayî ji xwe ra girt (çû, ji bo ku bigêhêje armanca xwa ya vî alî) |
حَتَّىٰ إِذَا بَلَغَ مَطْلِعَ الشَّمْسِ وَجَدَهَا تَطْلُعُ عَلَىٰ قَوْمٍ لَّمْ نَجْعَل لَّهُم مِّن دُونِهَا سِتْرًا (90) (Çûye) heya gehîştîye (şûna), ku roj jê derdikebe, rastî komalekî hat, roj li ser wan derdiket. Me ji bona wê komal ra jî bo ku xwe ji rojê biparisînin qe tu perdek çê ne kiribû |
كَذَٰلِكَ وَقَدْ أَحَطْنَا بِمَا لَدَيْهِ خُبْرًا (91) (Seroktîya Zulqerneyn wusa bû; ça biva, wusa dikir, wusa zana bû, rêya her tiştî dizanîya) Bi sond! Me zanîna wî hilda bû binê hêza xwe |
ثُمَّ أَتْبَعَ سَبَبًا (92) Paşê jî ketîye rêyekî (çûye) |
حَتَّىٰ إِذَا بَلَغَ بَيْنَ السَّدَّيْنِ وَجَدَ مِن دُونِهِمَا قَوْمًا لَّا يَكَادُونَ يَفْقَهُونَ قَوْلًا (93) Heya çûye gîhîştîye (şûna) her du bendan. Di rûbarî van her du bendan da rastî komalekî wusa hat, ku nikaribûne bi pisporî mijûlîya wan ji hev deerxin |
قَالُوا يَا ذَا الْقَرْنَيْنِ إِنَّ يَأْجُوجَ وَمَأْجُوجَ مُفْسِدُونَ فِي الْأَرْضِ فَهَلْ نَجْعَلُ لَكَ خَرْجًا عَلَىٰ أَن تَجْعَلَ بَيْنَنَا وَبَيْنَهُمْ سَدًّا (94) Ewî komelê (ji bona Zulqerneyn ra aha) gotine: "Zulqerneyn! Bi rastî komalê (bi nav) "yecûc û mecûc" zemîn wêran kirine. Gelo çi dibe? Ku em kirya te bidin, tu di nîveka me û wan da bendekî çê bikî |
قَالَ مَا مَكَّنِّي فِيهِ رَبِّي خَيْرٌ فَأَعِينُونِي بِقُوَّةٍ أَجْعَلْ بَيْنَكُمْ وَبَيْنَهُمْ رَدْمًا (95) (Zulqerneyn ji wan ra) gotîye: "Ew mal û milkê ku Xudayê min ez xistime navê ji wî (kirya ku hûn bidine min) çêtir e. Îdî hûn bi hêza (gevdê xwe) ji min ra arîkarî bikin, ku ez di nîveka we û wan da bendeke derabî çê kim.” |
آتُونِي زُبَرَ الْحَدِيدِ ۖ حَتَّىٰ إِذَا سَاوَىٰ بَيْنَ الصَّدَفَيْنِ قَالَ انفُخُوا ۖ حَتَّىٰ إِذَا جَعَلَهُ نَارًا قَالَ آتُونِي أُفْرِغْ عَلَيْهِ قِطْرًا (96) “Hûn ji min ra kursîyê hesin bînin." (Dema ewan kursîyê hesin anîn, Zulqerneyn di nîveka wan her du sermilê çîyan tijî kir) heya gava her du sermil bûne wekî hev, yek man. (Zulqerneyn ji wan ra) gotîye: "Hûn pufî (agir bikin, bira agjr pêkebe." Dema agir pêket) heya hesin sor bûye (bû wekî) agir maye. (Zulqerneyn ji wan ra) gotîye: "Hûn ji min ra sifrê biha (helya) bînin: (Dema ewan, ewa sifra ji Zulqerneyn ra anîne, Zulqerneyn ewa sifra) li ser wî hesinî sor da kirîye |
فَمَا اسْطَاعُوا أَن يَظْهَرُوهُ وَمَا اسْتَطَاعُوا لَهُ نَقْبًا (97) Ewa (bende wusa zexm bû) îdî (yecûc û mecûcan) nikaribûne derkebine ser bende û nikarbûne ku qul bikin jî derkebin |
قَالَ هَٰذَا رَحْمَةٌ مِّن رَّبِّي ۖ فَإِذَا جَاءَ وَعْدُ رَبِّي جَعَلَهُ دَكَّاءَ ۖ وَكَانَ وَعْدُ رَبِّي حَقًّا (98) (Zulqerneyn aha) gotîye: "Eva (çêkirina vê bendê) dilovanîyeke ji Xudayê min e. Îdî heya gava peymana Xudayê min (bi hilşandina) we hat; Xudayê min ê ewê bi zemîn va bixe yek; wêran bike. Bi rastî peymana Xudayê min maf e |
۞ وَتَرَكْنَا بَعْضَهُمْ يَوْمَئِذٍ يَمُوجُ فِي بَعْضٍ ۖ وَنُفِخَ فِي الصُّورِ فَجَمَعْنَاهُمْ جَمْعًا (99) Me kesên (cîhanê) di nava hev da hîştine, di wê gavê da ewan wekî pêlê deryayê di nava hev da pêl didin (ser binê hev da derbas dibin), îdî (dema ku em ewan bicivînin) di sturî da, tê pufdanê em ewan wusa dicivînin qe yekî ji wan nahêlin |
وَعَرَضْنَا جَهَنَّمَ يَوْمَئِذٍ لِّلْكَافِرِينَ عَرْضًا (100) Em ji bona filan ra, di wê royê da dojê bi xûyayî vedikin |
الَّذِينَ كَانَتْ أَعْيُنُهُمْ فِي غِطَاءٍ عَن ذِكْرِي وَكَانُوا لَا يَسْتَطِيعُونَ سَمْعًا (101) Ewan filan ew kes in: ku çavê wan ji bîranîna min, bi perde ye û ewan nikarin gohdarya (Qur’anê jî) bikin |
أَفَحَسِبَ الَّذِينَ كَفَرُوا أَن يَتَّخِذُوا عِبَادِي مِن دُونِي أَوْلِيَاءَ ۚ إِنَّا أَعْتَدْنَا جَهَنَّمَ لِلْكَافِرِينَ نُزُلًا (102) Qey ewanê ku bûne file goman dikin, ku ewan ji bal min, ji xwe ra heke ji bendeyên nûn serkaran bigirin (wê ji wan ra kêr hatibin)? Bi rastî me ji bona filan ra doj bi êwirgahî amade kirîye |
قُلْ هَلْ نُنَبِّئُكُم بِالْأَخْسَرِينَ أَعْمَالًا (103) (Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "Hûn hez dikin, ku ez ji bona we ra ewanê, ku keda xwe (di para da pir) zîyan kirine, ka kî ne, bê- jim |
الَّذِينَ ضَلَّ سَعْيُهُمْ فِي الْحَيَاةِ الدُّنْيَا وَهُمْ يَحْسَبُونَ أَنَّهُمْ يُحْسِنُونَ صُنْعًا (104) Ewanan; (evê bi van salixan, têne nîyaskirinê ne) ku di jîna cîhanê da çi kirine, hemî wunda bûye loma tişta dikirin, goman kiribûne, ku ewan pêşeyên qenc kiribûne |
أُولَٰئِكَ الَّذِينَ كَفَرُوا بِآيَاتِ رَبِّهِمْ وَلِقَائِهِ فَحَبِطَتْ أَعْمَالُهُمْ فَلَا نُقِيمُ لَهُمْ يَوْمَ الْقِيَامَةِ وَزْنًا (105) Ewanan; cw fileyên, ku bi berate û bi rasthatina Xudayê xwe (di roya para da) bawer nakin, îdî keda wan hemû şewitîye. Em ji bona wan ra di roya rabûna hemû da, tu kêşê nadine çikandinê (ji bo ku keda wan bê kişandine) |
ذَٰلِكَ جَزَاؤُهُمْ جَهَنَّمُ بِمَا كَفَرُوا وَاتَّخَذُوا آيَاتِي وَرُسُلِي هُزُوًا (106) Bi sedema, ku ewan berate û pêxemberê min, di nava xwe da bi tinaz girtibûne celata ne bawerî û filetîya wan doj e |
إِنَّ الَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ كَانَتْ لَهُمْ جَنَّاتُ الْفِرْدَوْسِ نُزُلًا (107) Bi rastî ji bona wanê, ku bawer kirine û karê aştî kirine, bihişta rezan bûye êvirgah |
خَالِدِينَ فِيهَا لَا يَبْغُونَ عَنْهَا حِوَلًا (108) Ewanan di wê bihiştê da her dimînin,qe naxwazin ji wura derkebin |
قُل لَّوْ كَانَ الْبَحْرُ مِدَادًا لِّكَلِمَاتِ رَبِّي لَنَفِدَ الْبَحْرُ قَبْلَ أَن تَنفَدَ كَلِمَاتُ رَبِّي وَلَوْ جِئْنَا بِمِثْلِهِ مَدَدًا (109) (Muhemmed! Tu ji wan ra aha) bêje: "Heke zerya bibe hubur, ji bo, ku peyvên Xudayê min, pê bêne nivîsandinê, wê dawya avşînê were, hêj dawya peyvên ( Xudayê min nayê. Heke em wekî wê avşînê jî di arîkarya wê da bînin (wê dîsa dawya wê jî were) |
قُلْ إِنَّمَا أَنَا بَشَرٌ مِّثْلُكُمْ يُوحَىٰ إِلَيَّ أَنَّمَا إِلَٰهُكُمْ إِلَٰهٌ وَاحِدٌ ۖ فَمَن كَانَ يَرْجُو لِقَاءَ رَبِّهِ فَلْيَعْمَلْ عَمَلًا صَالِحًا وَلَا يُشْرِكْ بِعِبَادَةِ رَبِّهِ أَحَدًا (110) (Muhemmed! Tu) bêje: "Ez jî merivekî wekî we me; li bal min da hatîye niqandinê, ku Xudayê we yekî bi tenê ye. Îdî kî dixwaze, ku (bi rûkî rûsipî) here rastî Xudayê xwe be, bira karekî aştî bike û bira di perestîya Xudayê xwe da, tu kesî nexe hevpar |