يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا أَوْفُوا بِالْعُقُودِ ۚ أُحِلَّتْ لَكُم بَهِيمَةُ الْأَنْعَامِ إِلَّا مَا يُتْلَىٰ عَلَيْكُمْ غَيْرَ مُحِلِّي الصَّيْدِ وَأَنتُمْ حُرُمٌ ۗ إِنَّ اللَّهَ يَحْكُمُ مَا يُرِيدُ (1) Gelî ewanê, ku we bawer kirîye! (We çi peyman dabe) hûn ewan peymana pêk bînin. Ji pêştirê van tarişên ku we ji bona we ra bêne xwendinê, (qoştê) hemû tarişan ji bona we ra durist bûye, ji xencî nêçîrkirina wan, heke hûn di ihrama (Hecê da bin). Bi rastî Yezdan çi bivê, berewanîya wî dike |
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا لَا تُحِلُّوا شَعَائِرَ اللَّهِ وَلَا الشَّهْرَ الْحَرَامَ وَلَا الْهَدْيَ وَلَا الْقَلَائِدَ وَلَا آمِّينَ الْبَيْتَ الْحَرَامَ يَبْتَغُونَ فَضْلًا مِّن رَّبِّهِمْ وَرِضْوَانًا ۚ وَإِذَا حَلَلْتُمْ فَاصْطَادُوا ۚ وَلَا يَجْرِمَنَّكُمْ شَنَآنُ قَوْمٍ أَن صَدُّوكُمْ عَنِ الْمَسْجِدِ الْحَرَامِ أَن تَعْتَدُوا ۘ وَتَعَاوَنُوا عَلَى الْبِرِّ وَالتَّقْوَىٰ ۖ وَلَا تَعَاوَنُوا عَلَى الْإِثْمِ وَالْعُدْوَانِ ۚ وَاتَّقُوا اللَّهَ ۖ إِنَّ اللَّهَ شَدِيدُ الْعِقَابِ (2) Gelî ewanê, ku we bawer kirîye! Hûn ewan biryar û (beratên) Yezdan, ku ji bona rûmeta xwe danîye, bi duristî ne hetikînin û hûn ewan rûmetê wan mehên (ku di wan da qirîn hatine qedexe kirinê û hûn rûmeta (wan tarişên gorîne xwe) û hûn rûmeta wan tarişên, ku bi guharî (hatine diyar kirinê) û hûn ewan merivên, ku xwe avêtine xanîyê qedexe (qirîn têda hatine qedexe kirinê) ewan jî di wî xanî da ji Xudayê xwe, rûmet û qayîlbûnî dixwazin, bi duristî ne hetikînin. Û di gava hûn ji (ihrama Hecê) derketin, îdî hûn nêçîra xwe bikin. Û bira fetilandina wî komalê, ku ewan hûn ji hecê fetilandine, nebe mane ji bona we ra, ku hûn jî êrişê bibin ser wan. Û hûn li ser qencîyan û li ser xwe parisandina ji gonehan arîkarîya hev bikin. Û hûn li ser gonehkarî û cewrîtî arîkarîya hevdu nekin û hûn yezdanparizî bikin. Bi ratî Yezdan zor şapat e |
حُرِّمَتْ عَلَيْكُمُ الْمَيْتَةُ وَالدَّمُ وَلَحْمُ الْخِنزِيرِ وَمَا أُهِلَّ لِغَيْرِ اللَّهِ بِهِ وَالْمُنْخَنِقَةُ وَالْمَوْقُوذَةُ وَالْمُتَرَدِّيَةُ وَالنَّطِيحَةُ وَمَا أَكَلَ السَّبُعُ إِلَّا مَا ذَكَّيْتُمْ وَمَا ذُبِحَ عَلَى النُّصُبِ وَأَن تَسْتَقْسِمُوا بِالْأَزْلَامِ ۚ ذَٰلِكُمْ فِسْقٌ ۗ الْيَوْمَ يَئِسَ الَّذِينَ كَفَرُوا مِن دِينِكُمْ فَلَا تَخْشَوْهُمْ وَاخْشَوْنِ ۚ الْيَوْمَ أَكْمَلْتُ لَكُمْ دِينَكُمْ وَأَتْمَمْتُ عَلَيْكُمْ نِعْمَتِي وَرَضِيتُ لَكُمُ الْإِسْلَامَ دِينًا ۚ فَمَنِ اضْطُرَّ فِي مَخْمَصَةٍ غَيْرَ مُتَجَانِفٍ لِّإِثْمٍ ۙ فَإِنَّ اللَّهَ غَفُورٌ رَّحِيمٌ (3) (Goştê) miraran û xwîn û goştê berazan û (goştê) wê tarişa, ku ji bona navê wan tiştên; ji pêştirê navê Yezdan ra hatina (jê kirine) û (goştê) wê (tarişa) hatîye fetisandinê û (goşte) wê tarişa, bi dar, ya jî bi tiştekî mayî hatîye kuştinê û (goşte) wê tarişa, ku ketîye mirîye û (goştê) wan tarişên, ku tarişên mayî li wan xistîye mirîye û (goştê) wê tarişa, ku cenaweran xaribe, ji pêştirê heke hûn bigehijên wan, ewan bi can bin, hûn jî serê wan jê kin û (goştê) wê tarişa, ku li ser (kevirên çikandi) têne jê kirinê (wekî pût û dar û kevirên berate) û (goştê) wan tarişên, ku ji bona fal avêtin û xumarê têne jê kirinê, hemûşk ji bona we ra ne durist bûye. Evan hemûşk jî derketina ji rêya rast e. Îdî di îro da ewanê file, ji bo ku we ji ola we derxin, bê hêvî bûne (ewan nikarin we ji ola we derxin). Îdî hûn ji wan filan netirsin û hûn ji min bitirsin. Di îro da min ji bona we ra, ola we pêk anîye (kêmaya wî nemaye). Û min ewan qencên xwe ji bona we ra paşî anî û min ji bona we ra ola bi nav (islam) bi olîtî lite kirîye. Îdî kîjan meriv heke ji birçîya bikeve tengasîyê, heke ji bona gonehkarîyê nexwe dikare (ji goştê van tarişên borî wekî xwarineke nejî û nemir bixwe). Bi rastî îdî Yezdan baxişkarê dilovîn e |
يَسْأَلُونَكَ مَاذَا أُحِلَّ لَهُمْ ۖ قُلْ أُحِلَّ لَكُمُ الطَّيِّبَاتُ ۙ وَمَا عَلَّمْتُم مِّنَ الْجَوَارِحِ مُكَلِّبِينَ تُعَلِّمُونَهُنَّ مِمَّا عَلَّمَكُمُ اللَّهُ ۖ فَكُلُوا مِمَّا أَمْسَكْنَ عَلَيْكُمْ وَاذْكُرُوا اسْمَ اللَّهِ عَلَيْهِ ۖ وَاتَّقُوا اللَّهَ ۚ إِنَّ اللَّهَ سَرِيعُ الْحِسَابِ (4) (Muhemmed)! Ewan ji te dipirsin: “Ka ji bona wan ra çi tişt hatîye durist kirine.” Tu ji bona wan ra bêje: “Ji bona we ra tişta paqij durist bûye û ewa nêçîra wan sene, ku hûn ewan hînê wan zanîn e, Yezdan bi we daye hînkirinê, dikin. Evan sene nêçîrvan çinêçîrê bigirin, îdî hûn ewê nêçîrê bixun û hûn li ser wan nêçîran, navê Yezdan bixûnin û hûn yezdanparizî bikin. Bi rastî Yezdan zû hijmar e |
الْيَوْمَ أُحِلَّ لَكُمُ الطَّيِّبَاتُ ۖ وَطَعَامُ الَّذِينَ أُوتُوا الْكِتَابَ حِلٌّ لَّكُمْ وَطَعَامُكُمْ حِلٌّ لَّهُمْ ۖ وَالْمُحْصَنَاتُ مِنَ الْمُؤْمِنَاتِ وَالْمُحْصَنَاتُ مِنَ الَّذِينَ أُوتُوا الْكِتَابَ مِن قَبْلِكُمْ إِذَا آتَيْتُمُوهُنَّ أُجُورَهُنَّ مُحْصِنِينَ غَيْرَ مُسَافِحِينَ وَلَا مُتَّخِذِي أَخْدَانٍ ۗ وَمَن يَكْفُرْ بِالْإِيمَانِ فَقَدْ حَبِطَ عَمَلُهُ وَهُوَ فِي الْآخِرَةِ مِنَ الْخَاسِرِينَ (5) Di îro da ji bona we ra paqij durist bûye. Û xwurekên wanê xweyê pirtûk jî ji bona we ra durist bûye. Û xwurekên we jî ji bona wan ra durist e. Û ewan jinên ji bawergeran, ku tolitî ne kiribin û ewan jinên ji wê desta, ku di berya we da ji wan ra pirtûk hatîye danê, xwe ji to-litîye diparisînin; di gava hûn kirya wan (mara wan) bidne wan, hûn bi wan ra tolitî nekin û hûn ewan bi dizîka da ji xwe ra nexne dost, hey ji bo ku hûn xwe ji tolitîyê biparisînin û bi wan ra kevîn bibin. Kevînbûna evan jinan jî ji bona we ra durist bûye. Û kîjan meriv ji piştî baweryê dîsa bibe file bi sond! Xebata wî îdî şewitîye. Û ewa di gav û danê para da jî dibe ji wanê ziyanger |
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا إِذَا قُمْتُمْ إِلَى الصَّلَاةِ فَاغْسِلُوا وُجُوهَكُمْ وَأَيْدِيَكُمْ إِلَى الْمَرَافِقِ وَامْسَحُوا بِرُءُوسِكُمْ وَأَرْجُلَكُمْ إِلَى الْكَعْبَيْنِ ۚ وَإِن كُنتُمْ جُنُبًا فَاطَّهَّرُوا ۚ وَإِن كُنتُم مَّرْضَىٰ أَوْ عَلَىٰ سَفَرٍ أَوْ جَاءَ أَحَدٌ مِّنكُم مِّنَ الْغَائِطِ أَوْ لَامَسْتُمُ النِّسَاءَ فَلَمْ تَجِدُوا مَاءً فَتَيَمَّمُوا صَعِيدًا طَيِّبًا فَامْسَحُوا بِوُجُوهِكُمْ وَأَيْدِيكُم مِّنْهُ ۚ مَا يُرِيدُ اللَّهُ لِيَجْعَلَ عَلَيْكُم مِّنْ حَرَجٍ وَلَٰكِن يُرِيدُ لِيُطَهِّرَكُمْ وَلِيُتِمَّ نِعْمَتَهُ عَلَيْكُمْ لَعَلَّكُمْ تَشْكُرُونَ (6) Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Di gava ku hûn bivên rabin nimêj bikin, îdî hûn rûyê xwe û destê xwe jî heya enîşkan bişon û hûn serê xwe mes bikin û pê xwe jî heya gûzekan. (Paşê nimêja xwe bikin). Û heke hûn ser ne pak bin, îdî hûn xwe bişon û paqij bikin. Û heke hûn nexweş bin ya jî hûn li ser rê bin, ya jî yek ji we ji qendegehê hatibe, ya jî we dest dabe jinan îdî hûn rastê avê jî ne hatibin, hûn bi xwelîyeke paqije temîz îdî teyemmum bikin (destnimêja bi xwelyê bigirin). Hûn biwê xwelyê destê xwe û rûyê xwe mes bikin. Yezdan navê ku ji bona we ra zoratîyê çêke, lê Yezdan divê ku we paqij bike û Yezdan devê ku qencên xwe ne li ser we hene, bê kêmayî pêk bîne. Dibe ku hûn bi rastî sipazîya wî bikin |
وَاذْكُرُوا نِعْمَةَ اللَّهِ عَلَيْكُمْ وَمِيثَاقَهُ الَّذِي وَاثَقَكُم بِهِ إِذْ قُلْتُمْ سَمِعْنَا وَأَطَعْنَا ۖ وَاتَّقُوا اللَّهَ ۚ إِنَّ اللَّهَ عَلِيمٌ بِذَاتِ الصُّدُورِ (7) Û hûn (gelî bawergeran!) ewan qencên Yezdan e ku li ser we hene û hûn ewê peymana ku we dabûye wî, di wê gava ku we gotibûye: “Me biryarên (te) bihîst û me bi gotina wan kirîye.” Hûn bi wê peymanê jî hatibûne girêdanê, bîra xwe bînin. Û hûn yezdanparizî bikin. (Hûn bizanin!) Bi rastî Yezdan bi wan tiştên veşartîyê di singa da heyî dizane |
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا كُونُوا قَوَّامِينَ لِلَّهِ شُهَدَاءَ بِالْقِسْطِ ۖ وَلَا يَجْرِمَنَّكُمْ شَنَآنُ قَوْمٍ عَلَىٰ أَلَّا تَعْدِلُوا ۚ اعْدِلُوا هُوَ أَقْرَبُ لِلتَّقْوَىٰ ۖ وَاتَّقُوا اللَّهَ ۚ إِنَّ اللَّهَ خَبِيرٌ بِمَا تَعْمَلُونَ (8) Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Ji bo ku dadî li pîya bimîne, hûn ji bona Yezdan ra, bibin şahidê bi hêz. Bira kirina wî komalê, ku di hemberê we da neyartî kirine, ji bo ku hûn di hemberê wan da dadvanî nekin, we nede helan danê, ku hûn dadvanî nekin. Hûn dadvanî bikin, loma dadvanî ji parizîyê ra nêzîktir e. Û hûn yezdanparizî bikin. Bi rastî Yezdan bi wan tiştên ku hûn dikin, dizane |
وَعَدَ اللَّهُ الَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ ۙ لَهُم مَّغْفِرَةٌ وَأَجْرٌ عَظِيمٌ (9) Yezdan ji bona wanê bawer kirine û karê aştî kirine, peyman daye ku ji bona wan ra baxişandin û kirêke mezin heye |
وَالَّذِينَ كَفَرُوا وَكَذَّبُوا بِآيَاتِنَا أُولَٰئِكَ أَصْحَابُ الْجَحِيمِ (10) Û ewanê ku bûne file û ewanê bi beratên me derew kirine, hene! Hevrînê dojê evan in |
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا اذْكُرُوا نِعْمَتَ اللَّهِ عَلَيْكُمْ إِذْ هَمَّ قَوْمٌ أَن يَبْسُطُوا إِلَيْكُمْ أَيْدِيَهُمْ فَكَفَّ أَيْدِيَهُمْ عَنكُمْ ۖ وَاتَّقُوا اللَّهَ ۚ وَعَلَى اللَّهِ فَلْيَتَوَكَّلِ الْمُؤْمِنُونَ (11) Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Hûn ewê qencîya Yezdan e, ku di gavêkî da komalekî (êriş anîbûne ser we) destê xwe (ji bona kuştina we) dirêj kirin, îdî Yezdan jî destê wan li ser we daye paradanê, bîra xwe bînin. Û hûn yezdanparisî bikin. Îdî gelî bawergeran! Hûn hey xwe hispêrne Yezdan |
۞ وَلَقَدْ أَخَذَ اللَّهُ مِيثَاقَ بَنِي إِسْرَائِيلَ وَبَعَثْنَا مِنْهُمُ اثْنَيْ عَشَرَ نَقِيبًا ۖ وَقَالَ اللَّهُ إِنِّي مَعَكُمْ ۖ لَئِنْ أَقَمْتُمُ الصَّلَاةَ وَآتَيْتُمُ الزَّكَاةَ وَآمَنتُم بِرُسُلِي وَعَزَّرْتُمُوهُمْ وَأَقْرَضْتُمُ اللَّهَ قَرْضًا حَسَنًا لَّأُكَفِّرَنَّ عَنكُمْ سَيِّئَاتِكُمْ وَلَأُدْخِلَنَّكُمْ جَنَّاتٍ تَجْرِي مِن تَحْتِهَا الْأَنْهَارُ ۚ فَمَن كَفَرَ بَعْدَ ذَٰلِكَ مِنكُمْ فَقَدْ ضَلَّ سَوَاءَ السَّبِيلِ (12) Û bi sond! Yezdan ji zarên cihûyan peyman hildaye û me ji wan dazne dîdevan (di nava wan da) şandibûye. Yezdan ji wan ra (aha) gotîye: “Bi rastî ez bi we ra me. Heke hûn nimêja xwe bikin û hûn baca malê xwe bidin û hûn bi pêxemberên min bawer bikin û hûn arîkarya wan bikin û heke hûn ji bona qayîlbûna Yezdan ji hev ra deyn bi qencî bidne hev, bi rastî ezê jî sikatîyên we li ser we rakim (ezê we bibaxişînim). Û ezê we bixme wan bihiştên, ku di binê (darê wan da) çem dikişin, îdî ji virha kîjan merivekî ji we bibe file (evan şîret û qencîyan bîrva bike) bi sond! Îdî ewî rêya rast wunda kirîye.” |
فَبِمَا نَقْضِهِم مِّيثَاقَهُمْ لَعَنَّاهُمْ وَجَعَلْنَا قُلُوبَهُمْ قَاسِيَةً ۖ يُحَرِّفُونَ الْكَلِمَ عَن مَّوَاضِعِهِ ۙ وَنَسُوا حَظًّا مِّمَّا ذُكِّرُوا بِهِ ۚ وَلَا تَزَالُ تَطَّلِعُ عَلَىٰ خَائِنَةٍ مِّنْهُمْ إِلَّا قَلِيلًا مِّنْهُمْ ۖ فَاعْفُ عَنْهُمْ وَاصْفَحْ ۚ إِنَّ اللَّهَ يُحِبُّ الْمُحْسِنِينَ (13) Îdî ji ber ku ewan peymana xweye dayî şikênandine, me jî ewanan deherandine û me dilê wan hişk kirîye. Ewan zarên (cihûyan) peyvên (biryaran) ji şûna wan dihêjînin (ji bo ku binek arşan wekî armancê xwe derxin). Ewan pareke, ku ji wan ra hatibûye gotinê (ji biryaran) bîrva kirine. Ji pêştirê hindikên ji wan, tûyî rastî qalpîya wan hemûşkan werî. Îdî tu ji wan kêmasîyên wan bibore û tu kirinê wan belaş bide. Bi rastî Yezdan ji qencîkaran hez dike |
وَمِنَ الَّذِينَ قَالُوا إِنَّا نَصَارَىٰ أَخَذْنَا مِيثَاقَهُمْ فَنَسُوا حَظًّا مِّمَّا ذُكِّرُوا بِهِ فَأَغْرَيْنَا بَيْنَهُمُ الْعَدَاوَةَ وَالْبَغْضَاءَ إِلَىٰ يَوْمِ الْقِيَامَةِ ۚ وَسَوْفَ يُنَبِّئُهُمُ اللَّهُ بِمَا كَانُوا يَصْنَعُونَ (14) Û me ji wanê ku gotine: “Bi rastî em mexînîne (em arikarên Îsa ne) jî peymanan hildaye. Îdî ewan mexînan pareke (ji wan biryarên) ku ji wan ra hatibûye gotine bîrva kirine. Îdî me jî di nava wan da heya roya rabûna hemû da, neyartî û xerez xistîye (helan). Yezdanê ji bona wan ra ewê kirina wan e, ku ewan ji xwe ra xistibûye pêş e, bêje |
يَا أَهْلَ الْكِتَابِ قَدْ جَاءَكُمْ رَسُولُنَا يُبَيِّنُ لَكُمْ كَثِيرًا مِّمَّا كُنتُمْ تُخْفُونَ مِنَ الْكِتَابِ وَيَعْفُو عَن كَثِيرٍ ۚ قَدْ جَاءَكُم مِّنَ اللَّهِ نُورٌ وَكِتَابٌ مُّبِينٌ (15) Gelî ewanê xweyê pirtûk! Bi rastî li bal we da pêxemberê me hatine. Ewan (biryarên) ku di pirtûkê da hebûn, we penha dikir, ji bona we ra ewa (pêxembera) pirê wan (biryaran) vedike û ji pirê wan (biryaran) jî dibore (qe ji wan axiftin nake). Bi sond! Ji Yezdan bona we ra ruhnayek û pirtûkeke daveger hatîye |
يَهْدِي بِهِ اللَّهُ مَنِ اتَّبَعَ رِضْوَانَهُ سُبُلَ السَّلَامِ وَيُخْرِجُهُم مِّنَ الظُّلُمَاتِ إِلَى النُّورِ بِإِذْنِهِ وَيَهْدِيهِمْ إِلَىٰ صِرَاطٍ مُّسْتَقِيمٍ (16) Yezdan bi wê pirtûkê, ewan merivên ku di binê peyrewê qayîlbûna wî, digihîne rêne parisvan û ewa ewan merivan (bi wê pirtûkê) ji tarîtîyê li bal ruhnayê da derdixe. Erê! Ewa, ewan tîne rêya rast |
لَّقَدْ كَفَرَ الَّذِينَ قَالُوا إِنَّ اللَّهَ هُوَ الْمَسِيحُ ابْنُ مَرْيَمَ ۚ قُلْ فَمَن يَمْلِكُ مِنَ اللَّهِ شَيْئًا إِنْ أَرَادَ أَن يُهْلِكَ الْمَسِيحَ ابْنَ مَرْيَمَ وَأُمَّهُ وَمَن فِي الْأَرْضِ جَمِيعًا ۗ وَلِلَّهِ مُلْكُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ وَمَا بَيْنَهُمَا ۚ يَخْلُقُ مَا يَشَاءُ ۚ وَاللَّهُ عَلَىٰ كُلِّ شَيْءٍ قَدِيرٌ (17) Bi sond! Ewan merivên, ku gotine: “Yezdan Îsayê Mesîhê kûrê Meryemê bi xweber e. (bi wê gotina xwe) bûne file.” (Muhemmed tu ji wan ra) bêje: “Heke Yezdan bivê, ku Mesîhê kûrê Meryemê û dîya Mesîh û hemû kesên di zemîn da hene jî teşqele bike, gelo kê dikare, ku ewan ji teşqelekirina wî bi tiştekî bide para?” Û seroktîya ezman û zemîn û çi tişta di nava wan herdukan da heye, hey ji bona Yezdan ra ne. Ewa çi tişta bivê ewî diafirîne. Şixwe Yezdan li ser hemû tiştan dişî |
وَقَالَتِ الْيَهُودُ وَالنَّصَارَىٰ نَحْنُ أَبْنَاءُ اللَّهِ وَأَحِبَّاؤُهُ ۚ قُلْ فَلِمَ يُعَذِّبُكُم بِذُنُوبِكُم ۖ بَلْ أَنتُم بَشَرٌ مِّمَّنْ خَلَقَ ۚ يَغْفِرُ لِمَن يَشَاءُ وَيُعَذِّبُ مَن يَشَاءُ ۚ وَلِلَّهِ مُلْكُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ وَمَا بَيْنَهُمَا ۖ وَإِلَيْهِ الْمَصِيرُ (18) Cihû û Mexînan gotine: “Bi rastî em kurên Yezdan in û em hezgerên wî ne.” (Muhemmed! Tu ji bona wan ra) bêje: “(Heke hûn kur û hezgerên wî ne) îdî ewa çima we bi gonehên we şapak dike? Na,! (gotina we nîne) lê ewan kesên ku (Yezdan ) afirandine hene! Hûn jî ji wan in. Ewa ji kîjanî ra bivê dibaxişîne û kîjanî ra jî bivê, ewî şapat dike. Û seroktîya ezman û zemîn û çi tiştê di nava wan da heyî, hey ji bona Yezdan ra ne. Şixwa zivirandina (para da) bi xweber jî li bal wî da ne |
يَا أَهْلَ الْكِتَابِ قَدْ جَاءَكُمْ رَسُولُنَا يُبَيِّنُ لَكُمْ عَلَىٰ فَتْرَةٍ مِّنَ الرُّسُلِ أَن تَقُولُوا مَا جَاءَنَا مِن بَشِيرٍ وَلَا نَذِيرٍ ۖ فَقَدْ جَاءَكُم بَشِيرٌ وَنَذِيرٌ ۗ وَاللَّهُ عَلَىٰ كُلِّ شَيْءٍ قَدِيرٌ (19) Gelî xweyê pirtûkan! Ji bona ku hûn (nebêjin): “Di gava sistaya hatina pêxemberan da, qe tu kesekê mizgînvanê (bi bihiştê) û tirsdayê (bi dojê) li bal me da ne hatibû heya ku me jî (bi wî bawer bikira, bi hatina rêya rast). Di wê gava hatina pêxemberan sist bibû, bi rastî pêxemberê meyê (Muhammed) li bal we da hatîye. Bi sond! Ewî rastîya (dînan-olan) bi huzwartî ji bona we ra vedikir, û mizginîya (bi bihiştê) û tirsa (ji dojê) daye we (ji bona pêkanîna biryaran hemû şîret gotine, îdî tu mana ji bona gonehkarya we ra ne maye. Ku hûn dibêjin em bi nezanî gonehan dikin). Û Yezdan li ser hemû tiştan dişî |
وَإِذْ قَالَ مُوسَىٰ لِقَوْمِهِ يَا قَوْمِ اذْكُرُوا نِعْمَةَ اللَّهِ عَلَيْكُمْ إِذْ جَعَلَ فِيكُمْ أَنبِيَاءَ وَجَعَلَكُم مُّلُوكًا وَآتَاكُم مَّا لَمْ يُؤْتِ أَحَدًا مِّنَ الْعَالَمِينَ (20) Û (hûn ewê gava) ku Mûsa ji bona komalê xwe ra (aha) gotîye: “Gelî min! Hûn ewan qencên Yezdan e ku li ser we heye bîra xwe bînin; ewî di nava we da pêxember çê kirine û ewî hûn xistine serok û ewî di cîhanê da qencên wusa bi we kiriye qe li tu kesekî li cîhanê ne kirîye, bîra xwe bînin |
يَا قَوْمِ ادْخُلُوا الْأَرْضَ الْمُقَدَّسَةَ الَّتِي كَتَبَ اللَّهُ لَكُمْ وَلَا تَرْتَدُّوا عَلَىٰ أَدْبَارِكُمْ فَتَنقَلِبُوا خَاسِرِينَ (21) Gelî min! Hûn bikebine wî bajarê pîrozê ku Yezdan ji bona we ra bi vê nevê nivîsîye û hûn di para da nezivirin. Heke hûn îdî di para da bizvirin, bi rastî hûnê zîyan bikin |
قَالُوا يَا مُوسَىٰ إِنَّ فِيهَا قَوْمًا جَبَّارِينَ وَإِنَّا لَن نَّدْخُلَهَا حَتَّىٰ يَخْرُجُوا مِنْهَا فَإِن يَخْرُجُوا مِنْهَا فَإِنَّا دَاخِلُونَ (22) Ewan (ji bona Mûsa ra aha) gotine: “Mûsa! Bi rastî di wî (welatê me da) komalekî kotekkar heye. Heya ewa (komala) bi rastî ji welat dernekebin em bi xweber nakabine wî welatî. Îdî heke ewan ji welat derkebin, emê bi xweber herin bikebine welat |
قَالَ رَجُلَانِ مِنَ الَّذِينَ يَخَافُونَ أَنْعَمَ اللَّهُ عَلَيْهِمَا ادْخُلُوا عَلَيْهِمُ الْبَابَ فَإِذَا دَخَلْتُمُوهُ فَإِنَّكُمْ غَالِبُونَ ۚ وَعَلَى اللَّهِ فَتَوَكَّلُوا إِن كُنتُم مُّؤْمِنِينَ (23) Du merên ji wanê tirsonek ne (ku ji Yezdan ditirsîyan) Yezdan (bi xwerber jî) li ser wan qencî kiribûye (aha) gotibûne: “Hûn di derî da li ser wan da (êrîşê) beherin, îdî gava hûn bikebine hundur, bi rastî hûnê serfiraz bibin (heke hûn li ber xwe bidin). Heke hûn bi rastî bi Yezdan ewle dibin, îdî hûn xwe hispêrne wî.” |
قَالُوا يَا مُوسَىٰ إِنَّا لَن نَّدْخُلَهَا أَبَدًا مَّا دَامُوا فِيهَا ۖ فَاذْهَبْ أَنتَ وَرَبُّكَ فَقَاتِلَا إِنَّا هَاهُنَا قَاعِدُونَ (24) Ewan (ji Mûsa ra aha) gotine: “Mûsa! Bi rastî heya ewan (neyaran) di bajar da bin qe tucarî em nakebine bajar. Îdî (Mûsa!) tu bi Xudayê xwe va herin, bi wan ra qirînê bikin (ewan ji welat derxin) emê jî li vira rûnen.” |
قَالَ رَبِّ إِنِّي لَا أَمْلِكُ إِلَّا نَفْسِي وَأَخِي ۖ فَافْرُقْ بَيْنَنَا وَبَيْنَ الْقَوْمِ الْفَاسِقِينَ (25) (Mûsa ji Xuda aha lava) kirîye: “Xudayê min! Ez ji pêştirê xwe û birayê xwe, xayîtîya tu kesî nakim, îdî tu nîveka me û evî komalê ji rê derketî raqetîne.” |
قَالَ فَإِنَّهَا مُحَرَّمَةٌ عَلَيْهِمْ ۛ أَرْبَعِينَ سَنَةً ۛ يَتِيهُونَ فِي الْأَرْضِ ۚ فَلَا تَأْسَ عَلَى الْقَوْمِ الْفَاسِقِينَ (26) Ewî (ji Mûsa ra aha) gotîye: “Îdî (ewa zemînê pîroz) heya çil salî, li ser wan qedexe bûye (ewanê heya çû salî li wê deştî bimînin, naçine bajarê Qudsê). Ewanê di wê (berya bi nav Tîyehê da) bi sergerdanî bigerin. Îdî (Mûsa) tu li ser komalê ji rê derketî kovanan neke.” |
۞ وَاتْلُ عَلَيْهِمْ نَبَأَ ابْنَيْ آدَمَ بِالْحَقِّ إِذْ قَرَّبَا قُرْبَانًا فَتُقُبِّلَ مِنْ أَحَدِهِمَا وَلَمْ يُتَقَبَّلْ مِنَ الْآخَرِ قَالَ لَأَقْتُلَنَّكَ ۖ قَالَ إِنَّمَا يَتَقَبَّلُ اللَّهُ مِنَ الْمُتَّقِينَ (27) Û (Muhemmed!) tu ji bona wan ra, serda borya herdu kurên Adem bi rastî bixûne. Ewan herdukan; heryekê ji wan goryek dabûn. Gorya yekê ji wan herdukan, hatibû litê kirinê û gorya ewê mayî ne hatibûye litê kirinê. (Ewê ku gorya wî ne hatibûye litê kirinê, ji bona wîyî gorya wî hatibûye litê kirinê ra) gotîye: “(Ji ber ku gorya te hatîye litê kirinê) bi sond! Ezê te bikujim.” (Birayê wî ji wî ra aha) gotîye: “Bi rastî Yezdan hey (perestîya) wanê yezdanparizî dikin, litê dike.” |
لَئِن بَسَطتَ إِلَيَّ يَدَكَ لِتَقْتُلَنِي مَا أَنَا بِبَاسِطٍ يَدِيَ إِلَيْكَ لِأَقْتُلَكَ ۖ إِنِّي أَخَافُ اللَّهَ رَبَّ الْعَالَمِينَ (28) Heke tu ji bona kuştina min, destê xwe li bal min da dirêj bikî, ez ji bona kuştina te destê xwe li bal te da dirêj nakim. Bi rastî ez ji Xudayê cîhanê ditirsim |
إِنِّي أُرِيدُ أَن تَبُوءَ بِإِثْمِي وَإِثْمِكَ فَتَكُونَ مِنْ أَصْحَابِ النَّارِ ۚ وَذَٰلِكَ جَزَاءُ الظَّالِمِينَ (29) Ez divêm, ku bi rastî tu gonehê min û gonehê xwe bi hev ra hildî, ji bo ku tu bibî ji wanê hevrine agir. Şixwa celata cewrkaran jî eva ye |
فَطَوَّعَتْ لَهُ نَفْسُهُ قَتْلَ أَخِيهِ فَقَتَلَهُ فَأَصْبَحَ مِنَ الْخَاسِرِينَ (30) Îdî canê wî kuştina birayê wî xwest. Birayê xwe kuşt. Ewa bi xweber jî bûye ji wanê zîyankar |
فَبَعَثَ اللَّهُ غُرَابًا يَبْحَثُ فِي الْأَرْضِ لِيُرِيَهُ كَيْفَ يُوَارِي سَوْءَةَ أَخِيهِ ۚ قَالَ يَا وَيْلَتَا أَعَجَزْتُ أَنْ أَكُونَ مِثْلَ هَٰذَا الْغُرَابِ فَأُوَارِيَ سَوْءَةَ أَخِي ۖ فَأَصْبَحَ مِنَ النَّادِمِينَ (31) Îdî Yezdan (ji bo ku ka ewayî ça termê birayî xwe hilde) qijikek şandîye. Ewê qijikê ze-mîn kolaye (bi kujraw) daye xûyandinê (ka ça termê bireyê xwe çal kirîye. Ewî kujrawî aha) gotibûye: “Xwelî li min be! Ez wusa bêzar bûme, ku ez nikarim wekî ve qijikê jî termê birayê xwe veşêrim.” Îdî ewanê ji kirinê xwe poşman dibin hene! Ewa bûye ji wan |
مِنْ أَجْلِ ذَٰلِكَ كَتَبْنَا عَلَىٰ بَنِي إِسْرَائِيلَ أَنَّهُ مَن قَتَلَ نَفْسًا بِغَيْرِ نَفْسٍ أَوْ فَسَادٍ فِي الْأَرْضِ فَكَأَنَّمَا قَتَلَ النَّاسَ جَمِيعًا وَمَنْ أَحْيَاهَا فَكَأَنَّمَا أَحْيَا النَّاسَ جَمِيعًا ۚ وَلَقَدْ جَاءَتْهُمْ رُسُلُنَا بِالْبَيِّنَاتِ ثُمَّ إِنَّ كَثِيرًا مِّنْهُم بَعْدَ ذَٰلِكَ فِي الْأَرْضِ لَمُسْرِفُونَ (32) Ji bona vî qasî me (di pirtûkê da) li ser zarên cihûyan nivîsîye: “Bi rastî kîjanê ku me-rivekî, ne ji bona (tûlhildanê) ne jî ji bona, ku ewa di zemîn da tevdanî dike, bikuje; îdî tu dibê qey ewî hemûşk kesên cîhanê kuştine û kîjanê merivekî jî bide jînandinê tu dibê qey ewî hemûşk kesên cîhanê daye jînandinê.” Bi sond! Li bal wan da pêxemberên me bi beratan va hatibûne. Paşê jî dîsa ji piştî hatina pêxemberan, ewan (zarên cihûyan) di zemîn da dest feşartî kirine |
إِنَّمَا جَزَاءُ الَّذِينَ يُحَارِبُونَ اللَّهَ وَرَسُولَهُ وَيَسْعَوْنَ فِي الْأَرْضِ فَسَادًا أَن يُقَتَّلُوا أَوْ يُصَلَّبُوا أَوْ تُقَطَّعَ أَيْدِيهِمْ وَأَرْجُلُهُم مِّنْ خِلَافٍ أَوْ يُنفَوْا مِنَ الْأَرْضِ ۚ ذَٰلِكَ لَهُمْ خِزْيٌ فِي الدُّنْيَا ۖ وَلَهُمْ فِي الْآخِرَةِ عَذَابٌ عَظِيمٌ (33) Bi rastî celata wanê, ku bi Yezdan û bi Pêxemberê wî ra qirînê dikin û digerin, ku di zemîn da tevdanîyî derxin ev e. Ji bo ku ewan di cîhanê da sernegûn bibin, ya ewanê bêne kuştinê, ya jî ewanê bêne dardakirinê, ya jî dest û pêyê wanê bi çîloçepî bê jêkirinê, ya jî ewanê ji welatê wan bêne derxistinê. (Eva celata hanê) ji bona wan ra di cîhanê da sernegûnî ye û ji bona wan ra di danê para da jî şapatekê mezin heye |
إِلَّا الَّذِينَ تَابُوا مِن قَبْلِ أَن تَقْدِرُوا عَلَيْهِمْ ۖ فَاعْلَمُوا أَنَّ اللَّهَ غَفُورٌ رَّحِيمٌ (34) Ji pêştirê wan merivên, di berya ku hêj we ewan ne xistibûne binê hêza xwe, ji wan kirinê xwe poşman bibin (eva celatdana bori ji bona van ra tune ye). Hûn bizanin! Ku bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e |
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا اتَّقُوا اللَّهَ وَابْتَغُوا إِلَيْهِ الْوَسِيلَةَ وَجَاهِدُوا فِي سَبِيلِهِ لَعَلَّكُمْ تُفْلِحُونَ (35) Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Hûn parizîya Yezdan bikin, hûn ji bona gihîjtina li bal wî da li rêyan bigerin û hûn di rêya wî da bi tekoşînî xebatê bikin. Bi rastî hêvî heye ku hûn fereste bibin |
إِنَّ الَّذِينَ كَفَرُوا لَوْ أَنَّ لَهُم مَّا فِي الْأَرْضِ جَمِيعًا وَمِثْلَهُ مَعَهُ لِيَفْتَدُوا بِهِ مِنْ عَذَابِ يَوْمِ الْقِيَامَةِ مَا تُقُبِّلَ مِنْهُمْ ۖ وَلَهُمْ عَذَابٌ أَلِيمٌ (36) Bi rastî ewanê fîletî dikin hene! Çi tiştên di zemîn da hene, heke wekî wan jî bi wan tiştan ra hebin, (hemûşk ji bona wan yekê rabe) ji bo ku ji şapata roya rabûna hemû fereste bibe ewa jî (ewan mal û tiştan) hemûşkan di gerewa xwe da bide, dîsa ji wan ewa gerewa nayî litê kirinê (ewan jî ji wê şapate fereste nabin). Û ji bona wan ra şapateke dilsoz heye |
يُرِيدُونَ أَن يَخْرُجُوا مِنَ النَّارِ وَمَا هُم بِخَارِجِينَ مِنْهَا ۖ وَلَهُمْ عَذَابٌ مُّقِيمٌ (37) Ewanan divên, ku ji agir derkebin, lê ewan ji agir dernakebin û ji bona wan ra şapateke peyweste heye |
وَالسَّارِقُ وَالسَّارِقَةُ فَاقْطَعُوا أَيْدِيَهُمَا جَزَاءً بِمَا كَسَبَا نَكَالًا مِّنَ اللَّهِ ۗ وَاللَّهُ عَزِيزٌ حَكِيمٌ (38) Û dizê mêr û diza jin, celeta wan eva ye, ber keda ewan kirîye, hûn îdî destê wan jê bikin, ji bo ku eva celata ji Yezdan, ji wan ra bibe sernegûnî (îdî tiştekî wusa neyê kirinê). Yezdan bi rastî serfîraz e bijejke ye |
فَمَن تَابَ مِن بَعْدِ ظُلْمِهِ وَأَصْلَحَ فَإِنَّ اللَّهَ يَتُوبُ عَلَيْهِ ۗ إِنَّ اللَّهَ غَفُورٌ رَّحِيمٌ (39) Îdî kîjan (diz) ji pêştî (dizîya xwe ye, ku bi wê dizîyê cewr kirîye (malê yekê mayî bê qayîlbûna wî, bi dizîka da hildaye) ji kirina xwe poşman bibe û aştîkarî kiribe (malê dizî, para da dabe) bira ewa (bizane) bi rastî Yezdan jî poşmanîya wî litê kirîye (ewa ji celatdanê, daye baxişandinê). Bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e |
أَلَمْ تَعْلَمْ أَنَّ اللَّهَ لَهُ مُلْكُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ يُعَذِّبُ مَن يَشَاءُ وَيَغْفِرُ لِمَن يَشَاءُ ۗ وَاللَّهُ عَلَىٰ كُلِّ شَيْءٍ قَدِيرٌ (40) Ma qey tu nizanî, ku bi rastî seroktîya ezman û zemin ji bona Yezdan ra ne? Ji bona kê ra bivê ku şapat bike, ewî şapat dike û ji bona kîjanî ra jî baxişandinê bivê, ewî dibaxişîne. Û Yezdan 1i ser hemû tiştan dişî |
۞ يَا أَيُّهَا الرَّسُولُ لَا يَحْزُنكَ الَّذِينَ يُسَارِعُونَ فِي الْكُفْرِ مِنَ الَّذِينَ قَالُوا آمَنَّا بِأَفْوَاهِهِمْ وَلَمْ تُؤْمِن قُلُوبُهُمْ ۛ وَمِنَ الَّذِينَ هَادُوا ۛ سَمَّاعُونَ لِلْكَذِبِ سَمَّاعُونَ لِقَوْمٍ آخَرِينَ لَمْ يَأْتُوكَ ۖ يُحَرِّفُونَ الْكَلِمَ مِن بَعْدِ مَوَاضِعِهِ ۖ يَقُولُونَ إِنْ أُوتِيتُمْ هَٰذَا فَخُذُوهُ وَإِن لَّمْ تُؤْتَوْهُ فَاحْذَرُوا ۚ وَمَن يُرِدِ اللَّهُ فِتْنَتَهُ فَلَن تَمْلِكَ لَهُ مِنَ اللَّهِ شَيْئًا ۚ أُولَٰئِكَ الَّذِينَ لَمْ يُرِدِ اللَّهُ أَن يُطَهِّرَ قُلُوبَهُمْ ۚ لَهُمْ فِي الدُّنْيَا خِزْيٌ ۖ وَلَهُمْ فِي الْآخِرَةِ عَذَابٌ عَظِيمٌ (41) Pêxember! Çi ji wan fileyên ku bi devê xwe dibêjin: “Me bawer kirîye (ku doza te rast e) qe dilê wan bawer ne kirîye û ji cihûyan, ewanê ku ji bona filetîyê didine ber hev, bira ewa kirina wan te nede mirûz kirinê. Ewanan gohdaryî ji bona derewan dikin û ewan gohdaryî ji bona (îyartîya) komalekî mayî dikin. Ewan (ji bona baweryî) ne hatine bal te. Ewanan, ewan peyvên biryarîyên bi cî hatî, ji piştî ku ewan peyvan (bi biryarî şûna xwe digirin) bi zanîn ji şûna wan diheşivînin. Ewanan (ji komalê xwe ra aha dibejin): “Heke (bawerger û bi pêxemberê xwe va) ji bona we ra, evan (biryaran) neynin, hûn xwe ji wan biryaran biparisînin (bi wan bawer nekin).” Û Yezdan ji bona kêra aşît kirina bivê, îdî tu ji bona ne aşîtkirina wî tu tiştekî ji Yezdan hilnadî. Ewanê ku Yezdan navaye dilê wan paqij bike, evan in. Ji bona wan ra di cîhanê da sernegûnî heye û di para da jî ji bona wan ra şapateke mezin heye |
سَمَّاعُونَ لِلْكَذِبِ أَكَّالُونَ لِلسُّحْتِ ۚ فَإِن جَاءُوكَ فَاحْكُم بَيْنَهُمْ أَوْ أَعْرِضْ عَنْهُمْ ۖ وَإِن تُعْرِضْ عَنْهُمْ فَلَن يَضُرُّوكَ شَيْئًا ۖ وَإِنْ حَكَمْتَ فَاحْكُم بَيْنَهُم بِالْقِسْطِ ۚ إِنَّ اللَّهَ يُحِبُّ الْمُقْسِطِينَ (42) Ewanan hey ji bona derewan gohdarî dikin, ewanan hey (tiştên) ne durist dixun. Îdî heke ewan (ji bo ku tu di nava wan da berewanî bikî) hatibine bal te, îdî tu hez dikî di nava wan da berewanî bike û heke tu hez dikî rûyê xwe ji wan bizivirîne (qe berewanîya wan neke). Heke tu ji wan rûyê xwe bifetilînî, ewanan qe nikarin bi tu tiştî zîyanê bidine te. Û heke te di nava wan da berewanî kir, îdî tu di nava wan da bi dadvanî berewanîyî bike. Bi rastî Yezdan ji dadvanan hez dike |
وَكَيْفَ يُحَكِّمُونَكَ وَعِندَهُمُ التَّوْرَاةُ فِيهَا حُكْمُ اللَّهِ ثُمَّ يَتَوَلَّوْنَ مِن بَعْدِ ذَٰلِكَ ۚ وَمَا أُولَٰئِكَ بِالْمُؤْمِنِينَ (43) Û li bal wan bi xweber pirtûka (bi nav) Tewrat heye, di wê pirtûkê da jî biryarên Yezdan hene. Ewan ji bona berewanîyê ça têne bal te û paşê jî ji piştî hatina xwe ye li bal te, rû (ji berewanîya te) dizivirînin? Û bi rastî evan bawer ne kirine |
إِنَّا أَنزَلْنَا التَّوْرَاةَ فِيهَا هُدًى وَنُورٌ ۚ يَحْكُمُ بِهَا النَّبِيُّونَ الَّذِينَ أَسْلَمُوا لِلَّذِينَ هَادُوا وَالرَّبَّانِيُّونَ وَالْأَحْبَارُ بِمَا اسْتُحْفِظُوا مِن كِتَابِ اللَّهِ وَكَانُوا عَلَيْهِ شُهَدَاءَ ۚ فَلَا تَخْشَوُا النَّاسَ وَاخْشَوْنِ وَلَا تَشْتَرُوا بِآيَاتِي ثَمَنًا قَلِيلًا ۚ وَمَن لَّمْ يَحْكُم بِمَا أَنزَلَ اللَّهُ فَأُولَٰئِكَ هُمُ الْكَافِرُونَ (44) Bi rastî me Tewrat hinartîye. Di wê Tewratê da beledî û ruhnaya (biryarên min heye) bi wan (biryaran) ewan pêxemberên xwe hisparokên (Yezdan) ji bona cihûyan ra berewanî dikin. Û ewan zana û rêberan jî û ewanê ku pirtûk di destê wan da bi parisî maye, berewanî dikirin û ewan bi xweber jî şahidîya wan (biryarên) di Tewratê da heyî kiribûne. Îdî hûn ji merivan netirsin (ji bona heke hûn ewan biryaran bi rastî bêjin, wê ji bona we ra merivê zîyan bidin). Lê (gelî zana û rêberan û parisvanan!) hûn ji min bitirsin û hûn biryarên min, bi tu bahayê nefiroşin. Û kîjan merivê, ku bi wan biryarên Yezdan hinartîye, berewanî neke, îdî evanan hey file ne |
وَكَتَبْنَا عَلَيْهِمْ فِيهَا أَنَّ النَّفْسَ بِالنَّفْسِ وَالْعَيْنَ بِالْعَيْنِ وَالْأَنفَ بِالْأَنفِ وَالْأُذُنَ بِالْأُذُنِ وَالسِّنَّ بِالسِّنِّ وَالْجُرُوحَ قِصَاصٌ ۚ فَمَن تَصَدَّقَ بِهِ فَهُوَ كَفَّارَةٌ لَّهُ ۚ وَمَن لَّمْ يَحْكُم بِمَا أَنزَلَ اللَّهُ فَأُولَٰئِكَ هُمُ الظَّالِمُونَ (45) Û me di (pirtûka Tewratê da, biryarên tûl hildane aha) li ser wan nivîsandîye. Canê merivan, bi canê kujrawê û çav, bi çav e û poz, bi poz e û goh jî bi goh e û diran bi diran e. (Evan ji ber hev da têne tûlkirinê. Û birîndarîjî, bi hemberî ne. Îdî kîjan merivê (ji mafê xwe bibore, gonehkarê, ji kirina wî bibaxişîne; ji wî tûl hilnede) ewa baxişandina wî ji bona wî ra dibe sedema rakirina sikatîyên wî. Û kîjan merivê ku bi wan biryarên Yezdan hinartîye berewanî neke, îdî bi rastî cewrkar evan bi xweber in |
وَقَفَّيْنَا عَلَىٰ آثَارِهِم بِعِيسَى ابْنِ مَرْيَمَ مُصَدِّقًا لِّمَا بَيْنَ يَدَيْهِ مِنَ التَّوْرَاةِ ۖ وَآتَيْنَاهُ الْإِنجِيلَ فِيهِ هُدًى وَنُورٌ وَمُصَدِّقًا لِّمَا بَيْنَ يَدَيْهِ مِنَ التَّوْرَاةِ وَهُدًى وَمَوْعِظَةً لِّلْمُتَّقِينَ (46) Û me di pêş da, li ser şopa wan (pêxemberan) Îsayê kurê Meryemê, ku rastdarya wê (pirtûka bi wan ra heyî bi nav) Tewrat dikir (bi pêxemberî) şandîye û me ji Îsa ra (pirtûka bi nav) Încîl daye. Di wê da beledî û ruhnaya (biryaran) heye û ewa rastdarya (wê pirtûka berya xwe da bi nav) Tewrat dike.Me ewa (Încîl ji bona Îsa ra daye) ji bo ku ji bona (xudaparizan bibe) beled û şîret |
وَلْيَحْكُمْ أَهْلُ الْإِنجِيلِ بِمَا أَنزَلَ اللَّهُ فِيهِ ۚ وَمَن لَّمْ يَحْكُم بِمَا أَنزَلَ اللَّهُ فَأُولَٰئِكَ هُمُ الْفَاسِقُونَ (47) Û (gelî peyrewên Încîlê!) hûn jî bi wan biryarên ku Yezdan (di Încîlê da) hinartîye berewanî bikin. Û kîjan merivê ku bi wan biryarên Yezdan hinar- tîye berewanî neke, îdî bi rastî evanê ji rê derketî ewan bi xweber in |
وَأَنزَلْنَا إِلَيْكَ الْكِتَابَ بِالْحَقِّ مُصَدِّقًا لِّمَا بَيْنَ يَدَيْهِ مِنَ الْكِتَابِ وَمُهَيْمِنًا عَلَيْهِ ۖ فَاحْكُم بَيْنَهُم بِمَا أَنزَلَ اللَّهُ ۖ وَلَا تَتَّبِعْ أَهْوَاءَهُمْ عَمَّا جَاءَكَ مِنَ الْحَقِّ ۚ لِكُلٍّ جَعَلْنَا مِنكُمْ شِرْعَةً وَمِنْهَاجًا ۚ وَلَوْ شَاءَ اللَّهُ لَجَعَلَكُمْ أُمَّةً وَاحِدَةً وَلَٰكِن لِّيَبْلُوَكُمْ فِي مَا آتَاكُمْ ۖ فَاسْتَبِقُوا الْخَيْرَاتِ ۚ إِلَى اللَّهِ مَرْجِعُكُمْ جَمِيعًا فَيُنَبِّئُكُم بِمَا كُنتُمْ فِيهِ تَخْتَلِفُونَ (48) Û (Muhemmed!) me li bal te da jî pirtûk (Qur’an) ji bona ku rastdarya (wan biryarên) di berya xwe da bike û bibe ewle û dîdevan li ser wan pirtûkan, bi rastî hinartîye. Îdî tu di nava wan da, bi wan biryarên ku Yezdan li bal te da hinartîye, berewanîyê bike û tu ji wan biryarên rastê, ku li bal te da hatine (rûyê xwe nefitilîne) nebe peyrevê dilxwastina wan. Ji bona her yekê ji we (pêxemberan ra) me rê û rêzikeke wî danîye. Û heke Yezdan biva, wê hûn hemûşk bi xistina komeke bi tenê, lê ji bo ku em we biceribînin ka kîjanê ji we ewan (biryarên me dane we digire) me hûn xistine deste deste, îdî hûn (gelî bawergeran!) ji bona (kirina) qencîyan bidine ber hev. Şûna fetla we hemûşka jî li bal Yezdan da ne. (Di wê gavê da) ewan biryarên ku hûn têda ne wek hev dibûn, wê ji we ra bêje |
وَأَنِ احْكُم بَيْنَهُم بِمَا أَنزَلَ اللَّهُ وَلَا تَتَّبِعْ أَهْوَاءَهُمْ وَاحْذَرْهُمْ أَن يَفْتِنُوكَ عَن بَعْضِ مَا أَنزَلَ اللَّهُ إِلَيْكَ ۖ فَإِن تَوَلَّوْا فَاعْلَمْ أَنَّمَا يُرِيدُ اللَّهُ أَن يُصِيبَهُم بِبَعْضِ ذُنُوبِهِمْ ۗ وَإِنَّ كَثِيرًا مِّنَ النَّاسِ لَفَاسِقُونَ (49) Û me (eva fermana jî li bal te da hinartîye), ji bo ku tu di nava wan da bi wan biryarên, ku Yezdan hinartîye berewanîyê bikî û tu nebe peyrewê dilxwastina wan û tu xwe ji wan biparisîne. Ewan xebatê dikin, ji bo ku te ji hinek biryarên Yezdan hinartîye para bidin (poşman bikin). Heke ewan (bawer nekin) para da bizvirin, îdî tu bizane! Bi rastî Yezdan divê, ku bi hinekî ji gonehê wan, ewan şapat bike. Û bi rastî şixwa pirê merivan (ji rêya rast) derketine |
أَفَحُكْمَ الْجَاهِلِيَّةِ يَبْغُونَ ۚ وَمَنْ أَحْسَنُ مِنَ اللَّهِ حُكْمًا لِّقَوْمٍ يُوقِنُونَ (50) Qey hêj ewan berewanîya (dane) nezanîyê divên? Gelo ji bona wî komalê ku di nêzîk da dizanin, ji Yezdan çêtir, yekê rindtir berewanî bike, heye |
۞ يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا لَا تَتَّخِذُوا الْيَهُودَ وَالنَّصَارَىٰ أَوْلِيَاءَ ۘ بَعْضُهُمْ أَوْلِيَاءُ بَعْضٍ ۚ وَمَن يَتَوَلَّهُم مِّنكُمْ فَإِنَّهُ مِنْهُمْ ۗ إِنَّ اللَّهَ لَا يَهْدِي الْقَوْمَ الظَّالِمِينَ (51) Gelî ewanê ku bawer kirîye! Hûn, cihû û mexînan ji xwe ra nexine serkar. Ewan bi xweber, hinekên wan serkarê hinekê wan in. Û kîjan ji we, ku ewan ji xwe ra bixe serkar, îdî ewa jî bi rastî ji wan (cihû û mexînan) e. Bi rastî Yezdan komalê cewrkar nayne rêya rast |
فَتَرَى الَّذِينَ فِي قُلُوبِهِم مَّرَضٌ يُسَارِعُونَ فِيهِمْ يَقُولُونَ نَخْشَىٰ أَن تُصِيبَنَا دَائِرَةٌ ۚ فَعَسَى اللَّهُ أَن يَأْتِيَ بِالْفَتْحِ أَوْ أَمْرٍ مِّنْ عِندِهِ فَيُصْبِحُوا عَلَىٰ مَا أَسَرُّوا فِي أَنفُسِهِمْ نَادِمِينَ (52) Îdî tuyî ewanê ku di dilê wan da nexwaşî heye bibînî, ku ewan di nava (cihû û mexînan da) direvin (diçine bal wan). gava ji wan ra tê gotinê: “Hûn ji bona çi direvine bal wan filan” Ewan (aha) gotine: “Em ditirsin ku royekî rewşa bawergeran welgere, evan filan me hildine nava xwe, me biherçiqînin.” Îdî dibe ku Yezdan (ji bona bawergeran ra) ferestîyekî bîne, ya jî li bal xwe da fermanekî bîne, ji bo ku ewan li ser we tişta ku di zikê xwe da vedişartin, poşman bibin |
وَيَقُولُ الَّذِينَ آمَنُوا أَهَٰؤُلَاءِ الَّذِينَ أَقْسَمُوا بِاللَّهِ جَهْدَ أَيْمَانِهِمْ ۙ إِنَّهُمْ لَمَعَكُمْ ۚ حَبِطَتْ أَعْمَالُهُمْ فَأَصْبَحُوا خَاسِرِينَ (53) Û ewanê bawer kirine (ji hev ra aha) dibejin: “Ewanê ku bi Yezdan, bi hêz sond dixwerin (digotin): “em bi we ra nin”, qey evan in?” Kirinê wan şewitîne. Îdî ewan zîyan kirine |
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا مَن يَرْتَدَّ مِنكُمْ عَن دِينِهِ فَسَوْفَ يَأْتِي اللَّهُ بِقَوْمٍ يُحِبُّهُمْ وَيُحِبُّونَهُ أَذِلَّةٍ عَلَى الْمُؤْمِنِينَ أَعِزَّةٍ عَلَى الْكَافِرِينَ يُجَاهِدُونَ فِي سَبِيلِ اللَّهِ وَلَا يَخَافُونَ لَوْمَةَ لَائِمٍ ۚ ذَٰلِكَ فَضْلُ اللَّهِ يُؤْتِيهِ مَن يَشَاءُ ۚ وَاللَّهُ وَاسِعٌ عَلِيمٌ (54) Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Kîjan ji we, ji ola xwe ye islamê derkebe, bira ewa (bizane!) bi rasrî Yezdanê komalekî wusa di nêzîk da bîne; (Yezdan) ji wan hez dike, ewan jî ewî hez dikin. (Ewa komala) di hemberê bawergeran da melûl in û di hembere filan da jî pozbilindê serfiraz in (wê ewa komalê dîsa we bizivirîne li bal ola we ye misilmantîyê. Ewan qe ji tu sîtemên sîtemkaran natirsin. (Loma) di rêya Yezdan da tekoşînê dikin. Eva anîna hanê rûmeta Yezdan e, ji bona kêra bivê, ewê rûmetê ji wî ra dide. Şixwe Yezdan bi xweber jî (bi rûmetî) fire û zana ye |
إِنَّمَا وَلِيُّكُمُ اللَّهُ وَرَسُولُهُ وَالَّذِينَ آمَنُوا الَّذِينَ يُقِيمُونَ الصَّلَاةَ وَيُؤْتُونَ الزَّكَاةَ وَهُمْ رَاكِعُونَ (55) Bi rastî serkarê we hey Yezdan û Pêxemberê wî û ewan bawergerên, ku nimêja xwe dikin û (di halê rukû da) baca malê xwe didin û xwe ji bona wî ra kûz û rast dikin, bi xweber in |
وَمَن يَتَوَلَّ اللَّهَ وَرَسُولَهُ وَالَّذِينَ آمَنُوا فَإِنَّ حِزْبَ اللَّهِ هُمُ الْغَالِبُونَ (56) Û kîjan merivê ku Yezdan û Pêxemberê wî û ewanê bawer kirine, ji xwe ra bixne serkar, îdî (bira ewa bizane!) ku parta servahatî parta Yezdan bi xweber e |
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا لَا تَتَّخِذُوا الَّذِينَ اتَّخَذُوا دِينَكُمْ هُزُوًا وَلَعِبًا مِّنَ الَّذِينَ أُوتُوا الْكِتَابَ مِن قَبْلِكُمْ وَالْكُفَّارَ أَوْلِيَاءَ ۚ وَاتَّقُوا اللَّهَ إِن كُنتُم مُّؤْمِنِينَ (57) Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Hûn ji wanê, ku di berya we da ji wan ra pirtûk hatîye û filane, ku bi ola we bi tinazî dileyîzin, ji xwe ra serkar negirin. Û heke hûn bi rastî bawer dikin, hûn yezdanparizî bikin |
وَإِذَا نَادَيْتُمْ إِلَى الصَّلَاةِ اتَّخَذُوهَا هُزُوًا وَلَعِبًا ۚ ذَٰلِكَ بِأَنَّهُمْ قَوْمٌ لَّا يَعْقِلُونَ (58) Û di gava hûn ji bona nimêjkirinê (bang didin) hevdu gazî nimêjkirinê dikin, ewan bi wê gazîkirina we tinazan dikin û dileyîzin, eva ririna wan, ji ber ku ewan komalekî wusa bûne, hişê wan ne digihişte tiştan, loma tinaz dikirin |
قُلْ يَا أَهْلَ الْكِتَابِ هَلْ تَنقِمُونَ مِنَّا إِلَّا أَنْ آمَنَّا بِاللَّهِ وَمَا أُنزِلَ إِلَيْنَا وَمَا أُنزِلَ مِن قَبْلُ وَأَنَّ أَكْثَرَكُمْ فَاسِقُونَ (59) (Muhemmed! tu ji wan ra aha) bêje: “Gelî xweyê pirtûkan! Hûn hey ji ber ku me bi Yezdan û bi wê (pirtûka) li bal me da hatîye hinartinê û me bi wan (pirtûkên) hêj berê da hatine hinartinê bawer kirîye, loma rikê xwe ji me tînin (heke ji bona wî nebe) qe hûn rikê xwe ji me naynin. Şixwa bi rastî pirê we ji rêya rast derketine.” |
قُلْ هَلْ أُنَبِّئُكُم بِشَرٍّ مِّن ذَٰلِكَ مَثُوبَةً عِندَ اللَّهِ ۚ مَن لَّعَنَهُ اللَّهُ وَغَضِبَ عَلَيْهِ وَجَعَلَ مِنْهُمُ الْقِرَدَةَ وَالْخَنَازِيرَ وَعَبَدَ الطَّاغُوتَ ۚ أُولَٰئِكَ شَرٌّ مَّكَانًا وَأَضَلُّ عَن سَوَاءِ السَّبِيلِ (60) (Muhemmed! tu ji bona wan ra aha) bêje: “Ez ji bona we ra li bal Yezdan, di hemberê van (kirinê we da) hêj (beterê şapatan) heye, bêjim?” Yezdan kîjan deherandi be û li wî xeşim kiribe û ji wan meymûn (perest) û beraz (perest) û bendeyên pelîd çê kiribe, şûna van (bi şapatî) beterê şûna ne û evanan in, ku hêj pirtir rêya rast wunda kirine |
وَإِذَا جَاءُوكُمْ قَالُوا آمَنَّا وَقَد دَّخَلُوا بِالْكُفْرِ وَهُمْ قَدْ خَرَجُوا بِهِ ۚ وَاللَّهُ أَعْلَمُ بِمَا كَانُوا يَكْتُمُونَ (61) Û di gavêkî da ewan hatine bal we (ji we ra) gotine: “Me bawer kirîye.” (Gotina wan nîne).Bi sond! Ewan bi filetî hatine û bi filetî jî ewan derketine (çûne). Şixwa Yezdan bi xweber jî çêtir bi wan tiştên ku ewan veşartibûne dizane |
وَتَرَىٰ كَثِيرًا مِّنْهُمْ يُسَارِعُونَ فِي الْإِثْمِ وَالْعُدْوَانِ وَأَكْلِهِمُ السُّحْتَ ۚ لَبِئْسَ مَا كَانُوا يَعْمَلُونَ (62) Û tu dibînî, ku pirê ji wan ji bona (kirina) gonehan û neyartîya (bi we ra) û ji bona ku tiştên ne durist bixun, bi lez didine ber hevdu. Bi rastî çiqa sike tiştê ewan dikiribûne |
لَوْلَا يَنْهَاهُمُ الرَّبَّانِيُّونَ وَالْأَحْبَارُ عَن قَوْلِهِمُ الْإِثْمَ وَأَكْلِهِمُ السُّحْتَ ۚ لَبِئْسَ مَا كَانُوا يَصْنَعُونَ (63) Qey heke zanan û rêberan, ewan ji wan gotinê wanê gonehkarî û ji xurina ne duristî bidana para da çi dibû? Bi rastî çiqa sike tişta ewan ji xwe ra xistibûne pêş e |
وَقَالَتِ الْيَهُودُ يَدُ اللَّهِ مَغْلُولَةٌ ۚ غُلَّتْ أَيْدِيهِمْ وَلُعِنُوا بِمَا قَالُوا ۘ بَلْ يَدَاهُ مَبْسُوطَتَانِ يُنفِقُ كَيْفَ يَشَاءُ ۚ وَلَيَزِيدَنَّ كَثِيرًا مِّنْهُم مَّا أُنزِلَ إِلَيْكَ مِن رَّبِّكَ طُغْيَانًا وَكُفْرًا ۚ وَأَلْقَيْنَا بَيْنَهُمُ الْعَدَاوَةَ وَالْبَغْضَاءَ إِلَىٰ يَوْمِ الْقِيَامَةِ ۚ كُلَّمَا أَوْقَدُوا نَارًا لِّلْحَرْبِ أَطْفَأَهَا اللَّهُ ۚ وَيَسْعَوْنَ فِي الْأَرْضِ فَسَادًا ۚ وَاللَّهُ لَا يُحِبُّ الْمُفْسِدِينَ (64) Û cihûyan gotine! Destê Yezdan girêdaye (ji bo wî dayînê nake). Bi sedema wê gotina wan, destê wanê bê giredanê û li wan deherandinê bê kirine. Gotinê wan nîne! Lê herdu destê wî jî vekirîne ewa ça bivê, wusa disixurîne. Û bi rastî filetî û quretîya pirên ji wan, di gavê biryarek ji Xudayê te, li bal te da hatîbe hinartinê, pir dibe. Û me di nava wan da heya roya rabûnê hemûtî, neyartî û xerez avêtîye (îdî ewan nabine destêkî). Ewan çiqa gavêkî ji bona qirînê ra, agirek hilkiribin, Yezdan ewa agira temirandîye. Ewan di zemîn da digerin, ku tevdanîyekî derxin û Yezdan bir xweber jî ji tevdanokan hez nake |
وَلَوْ أَنَّ أَهْلَ الْكِتَابِ آمَنُوا وَاتَّقَوْا لَكَفَّرْنَا عَنْهُمْ سَيِّئَاتِهِمْ وَلَأَدْخَلْنَاهُمْ جَنَّاتِ النَّعِيمِ (65) Û heke xweyê pirtûkan bawer kîribûnan û (ewan Yezdan) parizî kiribûnan, bi rastî meyê jî sikatîyên wan ji ser wan rakira û meyê ewanan bixistina bihişta qencî û xwarin û xakirinan |
وَلَوْ أَنَّهُمْ أَقَامُوا التَّوْرَاةَ وَالْإِنجِيلَ وَمَا أُنزِلَ إِلَيْهِم مِّن رَّبِّهِمْ لَأَكَلُوا مِن فَوْقِهِمْ وَمِن تَحْتِ أَرْجُلِهِم ۚ مِّنْهُمْ أُمَّةٌ مُّقْتَصِدَةٌ ۖ وَكَثِيرٌ مِّنْهُمْ سَاءَ مَا يَعْمَلُونَ (66) Û heke ewanan, weki ça pirtûkên (bi nav Tewrat û Încîl û ewan biryarên (ji pêştirê van herdu pirtûkan) ji Xudayê wan, li bal wan da hatîye hinartine, ferman kirine, fermana wan pêk anîbûnan, ewanê di her alyê xwe da bi gihîjtina qencîyan, wê ji wan bixarinan. Ji wan desteke bi sexbêr heye (nîv warî ne). Lê pirên ji wan çiqa tiştên sik dikin |
۞ يَا أَيُّهَا الرَّسُولُ بَلِّغْ مَا أُنزِلَ إِلَيْكَ مِن رَّبِّكَ ۖ وَإِن لَّمْ تَفْعَلْ فَمَا بَلَّغْتَ رِسَالَتَهُ ۚ وَاللَّهُ يَعْصِمُكَ مِنَ النَّاسِ ۗ إِنَّ اللَّهَ لَا يَهْدِي الْقَوْمَ الْكَافِرِينَ (67) Pêxember! Çi biryarên ji Xudayê te li bal te da hatine hinartinê, tu ewan ji kesan ra bêje û heke tu ewan ji kesan ra nebêjî, îdî bi rastî te pêxemberîya Xudayê xwe pêk ne anîye. Û Yezdan te ji kesan diparisîne. Birastî Yezdan komale File nayne rêya rast |
قُلْ يَا أَهْلَ الْكِتَابِ لَسْتُمْ عَلَىٰ شَيْءٍ حَتَّىٰ تُقِيمُوا التَّوْرَاةَ وَالْإِنجِيلَ وَمَا أُنزِلَ إِلَيْكُم مِّن رَّبِّكُمْ ۗ وَلَيَزِيدَنَّ كَثِيرًا مِّنْهُم مَّا أُنزِلَ إِلَيْكَ مِن رَّبِّكَ طُغْيَانًا وَكُفْرًا ۖ فَلَا تَأْسَ عَلَى الْقَوْمِ الْكَافِرِينَ (68) (Muhammed! tu ji bana wan ra aha) bêje: “Heya hûn (fermana) Tewrat û Încîl û ewan fermanên, ku ji Xudayê we li bal we da hatîne hinartinê, pêk neynin, hûn li ser tu tiştê ji "ol" a nînin. Û bi rastî filetî û quretîya pirên ji wan. Di gava biryarek ji Xudayê te, li bal te da hatîye hinartinê, pir dibe. Îdî tu ji bona (teşqela ku wê bi wan da were) li ser, komalê file ko-vanî neke |
إِنَّ الَّذِينَ آمَنُوا وَالَّذِينَ هَادُوا وَالصَّابِئُونَ وَالنَّصَارَىٰ مَنْ آمَنَ بِاللَّهِ وَالْيَوْمِ الْآخِرِ وَعَمِلَ صَالِحًا فَلَا خَوْفٌ عَلَيْهِمْ وَلَا هُمْ يَحْزَنُونَ (69) Bi rastî ewanê ku bawer kirine û ewanê ku bûne cihû û ewanê sterk perest û ewanê mexînî hene! Ji wan, kîjan bi Yezdan û bi dan û gavê para da bawer kiribe û karê aştî kiribe, îdî tu tirsa (ji şapatdanê) li ser wan tune ye û ewan bi xweber jî (ji kêm xelatdanê) mirûz nabin |
لَقَدْ أَخَذْنَا مِيثَاقَ بَنِي إِسْرَائِيلَ وَأَرْسَلْنَا إِلَيْهِمْ رُسُلًا ۖ كُلَّمَا جَاءَهُمْ رَسُولٌ بِمَا لَا تَهْوَىٰ أَنفُسُهُمْ فَرِيقًا كَذَّبُوا وَفَرِيقًا يَقْتُلُونَ (70) Bi sond! me ji zarên cihûyan peyman sitandiye û me li bal wan (zarên cihûyan da) pêxember şandine. Çiqa li bal wan da, pêxembereki bi wan (biryarên) ku dilê wan nexwastîye hatibe, destekî ji wan (pêxemberan) didine derewdêrandinê û desteki jî dikujin |
وَحَسِبُوا أَلَّا تَكُونَ فِتْنَةٌ فَعَمُوا وَصَمُّوا ثُمَّ تَابَ اللَّهُ عَلَيْهِمْ ثُمَّ عَمُوا وَصَمُّوا كَثِيرٌ مِّنْهُمْ ۚ وَاللَّهُ بَصِيرٌ بِمَا يَعْمَلُونَ (71) Û ewan goman kiribûn, ku eva kirina wan (bi serê pêxemberan ji bona wan ra) nabe teşqele, îdî ewan kor û ker bûne, paşê (ewan ji kirinê xwe poşman bûne) îdî Yezdan jî poşmanîya wan litê kirîye. Paşê (dîsa) pirê ji wan kor û ker bûne. Yezdan bi xweber jî tişta ewan dikin, dibîne |
لَقَدْ كَفَرَ الَّذِينَ قَالُوا إِنَّ اللَّهَ هُوَ الْمَسِيحُ ابْنُ مَرْيَمَ ۖ وَقَالَ الْمَسِيحُ يَا بَنِي إِسْرَائِيلَ اعْبُدُوا اللَّهَ رَبِّي وَرَبَّكُمْ ۖ إِنَّهُ مَن يُشْرِكْ بِاللَّهِ فَقَدْ حَرَّمَ اللَّهُ عَلَيْهِ الْجَنَّةَ وَمَأْوَاهُ النَّارُ ۖ وَمَا لِلظَّالِمِينَ مِنْ أَنصَارٍ (72) Bi sond! Ewanê ku gotine: “Bi rastî Yezdan, Mesîhê kurê Meryemê bi xweber e,” hene! Evan bûne file. Û Mesîh bi xweber jî (ji bona wan ra aha) gotîye: “Gelî zarên cihûyan! Hûn perestîya Yezdanê, ku Xudayê min û Xudayê we ye, bikin. Rastî eva ye: Kîjan meriv, ji bona Yezdan ra hevrîyan çê bike, îdî bi sond Yezdan li ser wî (çûna) bihiştê qedexe kirîye û ewra wî hey agir e. Şixwa ji bona cewrkaran ra qe tu arîkar tune ye |
لَّقَدْ كَفَرَ الَّذِينَ قَالُوا إِنَّ اللَّهَ ثَالِثُ ثَلَاثَةٍ ۘ وَمَا مِنْ إِلَٰهٍ إِلَّا إِلَٰهٌ وَاحِدٌ ۚ وَإِن لَّمْ يَنتَهُوا عَمَّا يَقُولُونَ لَيَمَسَّنَّ الَّذِينَ كَفَرُوا مِنْهُمْ عَذَابٌ أَلِيمٌ (73) Bi sond! Ewanê ku gotine: “Bi rastî Yezdan yekê ji sisîyene” hene! Ewan bûne file. Şixwa Yezdan, hey Yezdanekî bi tenê ye û heke ewan xwe ji wan tiştên ku dibêjin, neparisî-nin, bi rastî wê bi wanê, ji wanên ku bûne file şapateke dilsoz bigire |
أَفَلَا يَتُوبُونَ إِلَى اللَّهِ وَيَسْتَغْفِرُونَهُ ۚ وَاللَّهُ غَفُورٌ رَّحِيمٌ (74) Îdî qey ewan, ji wan (gotinê xwe) poşman nabin û lavaya baxişandina gonehê xwe ji Yezdan nakin? Bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e |
مَّا الْمَسِيحُ ابْنُ مَرْيَمَ إِلَّا رَسُولٌ قَدْ خَلَتْ مِن قَبْلِهِ الرُّسُلُ وَأُمُّهُ صِدِّيقَةٌ ۖ كَانَا يَأْكُلَانِ الطَّعَامَ ۗ انظُرْ كَيْفَ نُبَيِّنُ لَهُمُ الْآيَاتِ ثُمَّ انظُرْ أَنَّىٰ يُؤْفَكُونَ (75) Mesîhê kûrê Meryemê hey pêxembereke (ji pêştirê wî tu tişt nîne). Di berya wî da pêxember hatine çûne. Û dîya (Mesîh jî) jineke rast bûye. Herdukan jî xwarin dixwarin. (Muhemmed! tu mêze bike, ka em ji bona wan ra beratan ça vedikin. Tu paşê mêze bike ewan ça ji (doza me) rû difetilînin |
قُلْ أَتَعْبُدُونَ مِن دُونِ اللَّهِ مَا لَا يَمْلِكُ لَكُمْ ضَرًّا وَلَا نَفْعًا ۚ وَاللَّهُ هُوَ السَّمِيعُ الْعَلِيمُ (76) (Muhemmed! tu ji bona wan ra aha) bêje: “Hûn ça ji bona wan tiştên pêştirê Yezdan ku qe (ewan tiştan ji bona we ra) tu zîyan û karê nadin perestî dikin?” Şixwa gohdarê zana hey Yezdan bi xweber e |
قُلْ يَا أَهْلَ الْكِتَابِ لَا تَغْلُوا فِي دِينِكُمْ غَيْرَ الْحَقِّ وَلَا تَتَّبِعُوا أَهْوَاءَ قَوْمٍ قَدْ ضَلُّوا مِن قَبْلُ وَأَضَلُّوا كَثِيرًا وَضَلُّوا عَن سَوَاءِ السَّبِيلِ (77) Tu (ji bona wan ra aha) bêje: “Gelî xweyê pirtûkan! Hûn di “ol”a xwe da bê mafî tengayê çê nekin û hûn nebine peyrewê dilxwastina wî komalê, ku hêj berê da ji rêya rast derketibûne û ewan pir (meriv jî) ji rêya rast derxistibûne. (Erê!) ewan ji rêya rast derketibûne.” |
لُعِنَ الَّذِينَ كَفَرُوا مِن بَنِي إِسْرَائِيلَ عَلَىٰ لِسَانِ دَاوُودَ وَعِيسَى ابْنِ مَرْيَمَ ۚ ذَٰلِكَ بِمَا عَصَوا وَّكَانُوا يَعْتَدُونَ (78) Ewanê ji zarên cihûyan, ku bûne file hene! Ewanan li ser zimanê Dawûd û li ser zimanê Îsayê kûrê Meryemê hatine deherandinê. Ji ber ku ewan serî bilind kiribûn (ewan biryarên di pirtûkê da hebûn, pêk ne anîbûn) û ji tuxubê xwe derbas dibûn, evan (deherandin li wan hati-bûye kirinê) |
كَانُوا لَا يَتَنَاهَوْنَ عَن مُّنكَرٍ فَعَلُوهُ ۚ لَبِئْسَ مَا كَانُوا يَفْعَلُونَ (79) Ewan (zarên cihûyan) qe hevdu ji wan tiştên kerixokên ku ewan dikiribûne, ne didane parisandinê. Bi rastî tişta ewan dikirin, çiqa sik bûye |
تَرَىٰ كَثِيرًا مِّنْهُمْ يَتَوَلَّوْنَ الَّذِينَ كَفَرُوا ۚ لَبِئْسَ مَا قَدَّمَتْ لَهُمْ أَنفُسُهُمْ أَن سَخِطَ اللَّهُ عَلَيْهِمْ وَفِي الْعَذَابِ هُمْ خَالِدُونَ (80) (Muhemmed!) tu pirên (wan zarên cihûyan) dibînî, ku ewan (ji rikê bawergeran da) ji xwe ra ewanê bûne file dixne serkar. Bi rastî tişta dilê wan bixastin pêş va xistîye, çiqa sik e! ji bona wî şixwa Yezdan li wan xeşim kirîye û ewanê di şapatê da jî her bimînin |
وَلَوْ كَانُوا يُؤْمِنُونَ بِاللَّهِ وَالنَّبِيِّ وَمَا أُنزِلَ إِلَيْهِ مَا اتَّخَذُوهُمْ أَوْلِيَاءَ وَلَٰكِنَّ كَثِيرًا مِّنْهُمْ فَاسِقُونَ (81) Û heke ewan bi Yezdan û bi pêxember û bi wan biryarên ku li bal (pêxember da) hatine hinartine, bawar bikirinan, ewan (file) ji xwe ra ne dixistine serkar. Lê pirên ji wan ji (rêya baweryê) derketine |
۞ لَتَجِدَنَّ أَشَدَّ النَّاسِ عَدَاوَةً لِّلَّذِينَ آمَنُوا الْيَهُودَ وَالَّذِينَ أَشْرَكُوا ۖ وَلَتَجِدَنَّ أَقْرَبَهُم مَّوَدَّةً لِّلَّذِينَ آمَنُوا الَّذِينَ قَالُوا إِنَّا نَصَارَىٰ ۚ ذَٰلِكَ بِأَنَّ مِنْهُمْ قِسِّيسِينَ وَرُهْبَانًا وَأَنَّهُمْ لَا يَسْتَكْبِرُونَ (82) (Muhemmed!) Tuyê rast werî, ku ji merivan, neyarên mezin, ji bona bawergeran ra cihû û ewanê hevrîyan (ji bona Yezdan ra) çêker in. Û tuyê rast weri jî, ku ji bona bawergeran ra ji merivan, ewanê bi hezkirin nêzîkê wan in, ewan merivên, ku gotine: “Bi rastî em arîkarok in (mexînîyan bi xweber in).” Ji ber ku ji wan (mexînan) zana û ji cîhanê damen berdane wan hebûne, (eva hezkirina hanê ji bona bawergeran ra, kirine). Û evan (mexînan jî di gava ji bona wan ra biryarên Yazdan dihatine gotin ji litêkirinê) xwe qure ne dikirin. (Eva pêxembera ji pêxemberê me piçûktir e, ya jî tiştên mayî ne digotin) |
وَإِذَا سَمِعُوا مَا أُنزِلَ إِلَى الرَّسُولِ تَرَىٰ أَعْيُنَهُمْ تَفِيضُ مِنَ الدَّمْعِ مِمَّا عَرَفُوا مِنَ الْحَقِّ ۖ يَقُولُونَ رَبَّنَا آمَنَّا فَاكْتُبْنَا مَعَ الشَّاهِدِينَ (83) Û di gava, ku ewan gohdarya wan (biryarên) li bal pêxember da hatine hinartinê, dikin, tu dibînî ji ber ku ewan maf bi salixdana rast zanîne, çave wan hêstiran dirêje, ewan dibêjin: “Xudayê me! Me bawer kirîye, îdî tu jî me bi wanê (ku bawer kirine) ra bi şahidî binivîse.” |
وَمَا لَنَا لَا نُؤْمِنُ بِاللَّهِ وَمَا جَاءَنَا مِنَ الْحَقِّ وَنَطْمَعُ أَن يُدْخِلَنَا رَبُّنَا مَعَ الْقَوْمِ الصَّالِحِينَ (84) Û em bi xweber (ji Yezdan) daxwazî dikin, ku Xudayê me, me bixe nava komalê aştîkar. (Îja) emê ça bi Yezdan û bi wan (hemû) tiştên, ku ji wî li bal me da bi mafî hatîye, bawer nekin |
فَأَثَابَهُمُ اللَّهُ بِمَا قَالُوا جَنَّاتٍ تَجْرِي مِن تَحْتِهَا الْأَنْهَارُ خَالِدِينَ فِيهَا ۚ وَذَٰلِكَ جَزَاءُ الْمُحْسِنِينَ (85) Îdî Yezdan jî bi sedema wan (dilxwazîyên) ku ewan gotibûne, ewan bi qencî xistibûye wan bihiştên (ku di binê darê wan da) çem dikişin. Ewanê di wan (bihiştan da) her bimînin. Şixwa xelata qencîkaran eva ye |
وَالَّذِينَ كَفَرُوا وَكَذَّبُوا بِآيَاتِنَا أُولَٰئِكَ أَصْحَابُ الْجَحِيمِ (86) Û ewanê, ku bi beratên me bûne file, derew kirine hene! Hevrîyên dojê ewan bi xweber in |
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا لَا تُحَرِّمُوا طَيِّبَاتِ مَا أَحَلَّ اللَّهُ لَكُمْ وَلَا تَعْتَدُوا ۚ إِنَّ اللَّهَ لَا يُحِبُّ الْمُعْتَدِينَ (87) Gelî ewanê ku we bawer kirine! Ewan tiştên paqijên, ku Yezdan ji bona we ra durist kirîye, hûn li xwe ne durist nekin û hûn ji tixûbê (biryarên Yezdan neborin). Bi rastî Yezdan ji wanê tixûbborî hez nake |
وَكُلُوا مِمَّا رَزَقَكُمُ اللَّهُ حَلَالًا طَيِّبًا ۚ وَاتَّقُوا اللَّهَ الَّذِي أَنتُم بِهِ مُؤْمِنُونَ (88) Û hûn (gelî bawergeran!) ji wan tiştên ku Yezdan bi dilikî ji bona we ra bi duristî û tîtalî daye, bixun. Û hûn parizaya wî Yezdanê ku we bi wî bawer kirîye, bikin |
لَا يُؤَاخِذُكُمُ اللَّهُ بِاللَّغْوِ فِي أَيْمَانِكُمْ وَلَٰكِن يُؤَاخِذُكُم بِمَا عَقَّدتُّمُ الْأَيْمَانَ ۖ فَكَفَّارَتُهُ إِطْعَامُ عَشَرَةِ مَسَاكِينَ مِنْ أَوْسَطِ مَا تُطْعِمُونَ أَهْلِيكُمْ أَوْ كِسْوَتُهُمْ أَوْ تَحْرِيرُ رَقَبَةٍ ۖ فَمَن لَّمْ يَجِدْ فَصِيَامُ ثَلَاثَةِ أَيَّامٍ ۚ ذَٰلِكَ كَفَّارَةُ أَيْمَانِكُمْ إِذَا حَلَفْتُمْ ۚ وَاحْفَظُوا أَيْمَانَكُمْ ۚ كَذَٰلِكَ يُبَيِّنُ اللَّهُ لَكُمْ آيَاتِهِ لَعَلَّكُمْ تَشْكُرُونَ (89) Yezdan we bi wan sondên we ne, ku hûn ne ji bona armancekî dixwûnin (lê hûn hema ça radibin, rûdinên, hûn dibêjin: “Wellahî eva aha ye)” gonehkar nake. Lê (Yezdan) we bi wan sondên we ne, ku hûn bi wan sondan, kirîn û birîn û peymanê dixwe, ji hev ra didin (paşê pêk jî naynin) gonehkar dike. Celata vê sonda hanê eva ye: Divê (ku ewê sondxandî) ji wê xwarina nîvwarî ye, ku hûn ji bona malîyên xwe ra didine xwarinê, deh kesê xezan ra xwarinê bide, ya jî (sondxandî) li wan deh xezanan kincan bike, ya jî (sondxandî) bendekî (kole) azad bike. Îdî kîjan (sondxandî; heke ji bê burhîyî û ji tunebûnê) rastî van (celatên borî) nehat, divê îdî ku ewa sê royan rojî bigire. Di gava hûn sond bixun, evan (celatên borî) dibine sedema rakirina gonehê sonda we. Û hûn sondê xwe biparisînin (di gava we sond xand, hûn ewan sondên ku we xandîye pêk bînin) Yezdan ji bona we ra berateyên xwe aha vedike, dibe ku hûn bi rastî sipazîya wî bikin |
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا إِنَّمَا الْخَمْرُ وَالْمَيْسِرُ وَالْأَنصَابُ وَالْأَزْلَامُ رِجْسٌ مِّنْ عَمَلِ الشَّيْطَانِ فَاجْتَنِبُوهُ لَعَلَّكُمْ تُفْلِحُونَ (90) Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Bi rastî ewan tiştên ku bi wan sermestî çê dibe û xumar û kevirên çikandî (pût, yi jî ji bona litê kirina dilxwazîyan bi perestî li ser gorî têne jêkirinê) û destegul (li ser wan, navan dinivîsin; navê kîjanî derkebe destegulya wî ye) hemûşk jî sik in; ji karê pelîd in. Îdî hûn xwe ji wan (karan) biparisînin. Bi rastî hêvî heye ku hûn fereste bibin |
إِنَّمَا يُرِيدُ الشَّيْطَانُ أَن يُوقِعَ بَيْنَكُمُ الْعَدَاوَةَ وَالْبَغْضَاءَ فِي الْخَمْرِ وَالْمَيْسِرِ وَيَصُدَّكُمْ عَن ذِكْرِ اللَّهِ وَعَنِ الصَّلَاةِ ۖ فَهَلْ أَنتُم مُّنتَهُونَ (91) Bi rastî pelîd divê ku bi wan tiştên sermestok û bi xumarê di nava we da neyartî û xeşmê çê dike, û we bîr aîna Yezdan û ji nimêjkirinê bide para da. Îdî hûnê ji van biparisînin, wusa nîne |
وَأَطِيعُوا اللَّهَ وَأَطِيعُوا الرَّسُولَ وَاحْذَرُوا ۚ فَإِن تَوَلَّيْتُمْ فَاعْلَمُوا أَنَّمَا عَلَىٰ رَسُولِنَا الْبَلَاغُ الْمُبِينُ (92) Û hûn (gelî bawergeran!) bi gotina Yezdan û bi gotina pêxember bikin û hûn xwe ji bê gotina wan biparisînin. Îdî heke hûn ji gotina wan derkebin, hûn bizanin! Bi rastî li ser pêxemberê me, hey ragihandina van biryaran bi vekirî heye (ji pêştirê wî qe tu pirsa wî tune ye) |
لَيْسَ عَلَى الَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ جُنَاحٌ فِيمَا طَعِمُوا إِذَا مَا اتَّقَوا وَّآمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ ثُمَّ اتَّقَوا وَّآمَنُوا ثُمَّ اتَّقَوا وَّأَحْسَنُوا ۗ وَاللَّهُ يُحِبُّ الْمُحْسِنِينَ (93) Ewanê ku bawer kirine û karê aştî kirine hene! Di gava ewan xwe (ji hemberya Yezdan hatinê da) parisandibin û bi wî bawer kiribin û karê aştî jî kiribin, paşê li pey (vê kirina xwe da, dîsa xwe ji kirini qedexan) parisandibin û bi wan (qedexan jî) bawer kiribin (ku ewan qedexe ne) û pasê (li pey vî da jî dîsa xwe ji kirina xirabîyan) parisandibin û qencî kiribin, ji bo ku ewan, ji wan (qedexeyên borî) çeşne kirine, qe tu gonehkarî li ser wan tune ye. Û Yezdan bi xweber jî şixwa ji qencîkaran hez dike |
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا لَيَبْلُوَنَّكُمُ اللَّهُ بِشَيْءٍ مِّنَ الصَّيْدِ تَنَالُهُ أَيْدِيكُمْ وَرِمَاحُكُمْ لِيَعْلَمَ اللَّهُ مَن يَخَافُهُ بِالْغَيْبِ ۚ فَمَنِ اعْتَدَىٰ بَعْدَ ذَٰلِكَ فَلَهُ عَذَابٌ أَلِيمٌ (94) Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Bi sond! Yezdan we (di gava ihramê da) bi wan nêçîrên, ku dest û rimên we digihêjîne wan (ji bo ku hûn ewan bigirin) diceribîne, ji bo ku Yezdan bi wanê di penhatîyê da ji wî ditirsin, bizane (ka kîjan ji we di wê gavê da xwe ji qedexeyên wî diparisîne. Îdî kîjan ji virha (ji wan biryarên, ku Yezdan ji bona qedexeyên ihrama hecê ra danîye) bibore, bira ewa bizane, ku bi rastî ji bona wî ra şapateke dilsoz heye |
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا لَا تَقْتُلُوا الصَّيْدَ وَأَنتُمْ حُرُمٌ ۚ وَمَن قَتَلَهُ مِنكُم مُّتَعَمِّدًا فَجَزَاءٌ مِّثْلُ مَا قَتَلَ مِنَ النَّعَمِ يَحْكُمُ بِهِ ذَوَا عَدْلٍ مِّنكُمْ هَدْيًا بَالِغَ الْكَعْبَةِ أَوْ كَفَّارَةٌ طَعَامُ مَسَاكِينَ أَوْ عَدْلُ ذَٰلِكَ صِيَامًا لِّيَذُوقَ وَبَالَ أَمْرِهِ ۗ عَفَا اللَّهُ عَمَّا سَلَفَ ۚ وَمَنْ عَادَ فَيَنتَقِمُ اللَّهُ مِنْهُ ۗ وَاللَّهُ عَزِيزٌ ذُو انتِقَامٍ (95) Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Di gava heke hûn di ihramê da bin (heya ku hûn ji ihramê dernekebin) hûn nêçîran nekujin. Û kîjanî ji we (nêçîrekî) bi qestî bikuje, îdî celata wî ev e: Dibê ku ewa (kujrawa) tarişeke wekî wekî wê tarişa hov e hatîye kuştinê, ji wan tarişên kedî, bi gorî jêke. Dibê ku du merivên dadvanên ji we jî berewanî bikin, ku ewa tarişa (we gorî kirîye, di goşt û di bahayê xwe da) wekî wê tarişa hov e hatîye kuştinê, dibe. Dibê ku ewa (tarişa tê gorîkirinê) di bajarê (mizgefta bi nav) Kabe, têda ne (bê gorîkirinê) ya jî di şûna (goryan da, wekî bahayê goryan) xwurek bi xezanan bide xwarinê ya jî di şûna (xwurek da, wekî her pîvaneke ku bi bahayê goryan hatine kirinê) rojî bigire. Eva celatdana hanê, ji bo ku kujraw çeşne bike (ka kuştina nêçîran ça ne!) Ewan (nêçîrên borî) Yezdan sikatîyên wan baxişandîye û kîjan dîsa (ji piştî van celatan) nêçîran bike (bira ewa bizane!) bi rastî îdî Yezdanê ji wî tûlê hilde. Şixwa Yezdan bi xweber jî serva hatê xweyî tûl e |
أُحِلَّ لَكُمْ صَيْدُ الْبَحْرِ وَطَعَامُهُ مَتَاعًا لَّكُمْ وَلِلسَّيَّارَةِ ۖ وَحُرِّمَ عَلَيْكُمْ صَيْدُ الْبَرِّ مَا دُمْتُمْ حُرُمًا ۗ وَاتَّقُوا اللَّهَ الَّذِي إِلَيْهِ تُحْشَرُونَ (96) Ji bona jîyana we, ku bi hêsanî dom bike, ji bona we û ji bona rewîyan ra nêçîra deryayê bi tevê xwarina ji wan durist bûye. Û heya hûn di ihrama (hecê da bin) nêçîra reşaîyî ji bona we ra hatîye qedexekirinê û hûn parizaya wî Yezdanê ku hûnê li bal wî da bicivin, bikin |
۞ جَعَلَ اللَّهُ الْكَعْبَةَ الْبَيْتَ الْحَرَامَ قِيَامًا لِّلنَّاسِ وَالشَّهْرَ الْحَرَامَ وَالْهَدْيَ وَالْقَلَائِدَ ۚ ذَٰلِكَ لِتَعْلَمُوا أَنَّ اللَّهَ يَعْلَمُ مَا فِي السَّمَاوَاتِ وَمَا فِي الْأَرْضِ وَأَنَّ اللَّهَ بِكُلِّ شَيْءٍ عَلِيمٌ (97) Ji bona ku hûn bizanin, Yezdan bi tiştên di ezman û di zemîn da heyî dizane û bi rastî jî Yezdan bi hemû tişt dizane;Yezdan Kabe (bi nav) Beyt il- Heram ji bona kesan ra xistîye şûnwarê (pêkanîna mafan û ewletîyî). Her wusa jî Yezdan mehên dane (heckirinê) û gorîyên bi guhar û bê guhar (ji bona kesan ra) xistine (sedemên) ewletîyî |
اعْلَمُوا أَنَّ اللَّهَ شَدِيدُ الْعِقَابِ وَأَنَّ اللَّهَ غَفُورٌ رَّحِيمٌ (98) Hûn bizanin! Bi rastî Yezdan zor şapat e. Û bi rastî Yezdan baxişkarê dilovîn e |
مَّا عَلَى الرَّسُولِ إِلَّا الْبَلَاغُ ۗ وَاللَّهُ يَعْلَمُ مَا تُبْدُونَ وَمَا تَكْتُمُونَ (99) Li ser pêxemberan ji pêştirê ragihandina (biryarên Yezdan) ji bona kesan ra (qe tu pirsa wan tune ye). şixwa Yezdan bi xweber jî bi wan tiştên ku hûn vedişêrin, ya jî hûn bi xûyayî derdixin, dizane |
قُل لَّا يَسْتَوِي الْخَبِيثُ وَالطَّيِّبُ وَلَوْ أَعْجَبَكَ كَثْرَةُ الْخَبِيثِ ۚ فَاتَّقُوا اللَّهَ يَا أُولِي الْأَلْبَابِ لَعَلَّكُمْ تُفْلِحُونَ (100) (Muhemmed!) Tu bêje: “Piratîya mirar û sikan, çiqa te sodret bike, dîsa jî mirar û paqij (durist ne duristî) wekî hev nabin. Îdî gelî xweyê hişan! Hûn parizaya Yezdan bikin.” Bi rastî hêvî heye ku hûn fereste bibin |
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا لَا تَسْأَلُوا عَنْ أَشْيَاءَ إِن تُبْدَ لَكُمْ تَسُؤْكُمْ وَإِن تَسْأَلُوا عَنْهَا حِينَ يُنَزَّلُ الْقُرْآنُ تُبْدَ لَكُمْ عَفَا اللَّهُ عَنْهَا ۗ وَاللَّهُ غَفُورٌ حَلِيمٌ (101) Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Hûn ji wan tiştên, heke arşa wan ji bona we ra bê vekirine, hûnê bi wan sik bibin, pirsa wan (ji pêxember) nekin. Û heke hûn ji wan tiştan didanê hinartina Qur’anê da (ji pêxember) pirs bikin, ewan tiştê ji bona we ra bêne vekirinê. Yezdan (evan) ji bona we ra baxişandîne. Bi rastî Yezdan baxişkarê mulahîm e |
قَدْ سَأَلَهَا قَوْمٌ مِّن قَبْلِكُمْ ثُمَّ أَصْبَحُوا بِهَا كَافِرِينَ (102) Bi sond! Komalekî di berya we da (evan tiştên hanêna ji pêxemberan) pirs kiribûne; paşê (ji rika da) bi wan (pirsan) bûne file |
مَا جَعَلَ اللَّهُ مِن بَحِيرَةٍ وَلَا سَائِبَةٍ وَلَا وَصِيلَةٍ وَلَا حَامٍ ۙ وَلَٰكِنَّ الَّذِينَ كَفَرُوا يَفْتَرُونَ عَلَى اللَّهِ الْكَذِبَ ۖ وَأَكْثَرُهُمْ لَا يَعْقِلُونَ (103) Yezdan ji bona (tu kesekî ra fermana gorîdana) bi tarişa (ku pênç salan zaye, îdî gohê wê hatîye qelişandinê; sitewr serbest hatîye berdanê) û bi wê tarişa (ku hatîye peymankirinê, heke ewa meriva ji merg û nexweşîya xwe mefa bibe, wê ewê tarişê li ser pûtan jêke) û bi wê tarişa (ku bi çêwî nêr û mê zaye, dibêjin: “Eva mê gehîjte birayê xweyê nêr.” Îdî herduk jî têne berdanê) û bi wê tarişa (tove, ku deh salan tovdaî kiribe, îdî ii pişta wî pûrt hildane; aha gotine: “Pişta vî hişk bûye ji wî tov çê nabe,” serbest berdane) ne kirîye. Lê ewanê bûne file hene! ewana (evan gotinan) bi vir li ser navê Yezdan derewan dikin. Şixwa pirê wan bi xweber jî (ji van tiştan) hişê wan nabirin |
وَإِذَا قِيلَ لَهُمْ تَعَالَوْا إِلَىٰ مَا أَنزَلَ اللَّهُ وَإِلَى الرَّسُولِ قَالُوا حَسْبُنَا مَا وَجَدْنَا عَلَيْهِ آبَاءَنَا ۚ أَوَلَوْ كَانَ آبَاؤُهُمْ لَا يَعْلَمُونَ شَيْئًا وَلَا يَهْتَدُونَ (104) Û di gava, ku ji bona wan ra hatibe gotinê; ewan, biryarên Yezdan hinartine hene! Werin bibin (peyrewê wan) û bibin peyrewê pêxember. Ewan (aha) gotine: “Ewan biryarên ku em rast hatin, bav û bapîrên me li ser diçûn, besê me ye.” Gelo heke bav û bapîrên wan qe tu tiştekî nizanbin û ne hatibine rêya rast jî (dîsa rêya wan, bav û kalan besê wan e).” |
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا عَلَيْكُمْ أَنفُسَكُمْ ۖ لَا يَضُرُّكُم مَّن ضَلَّ إِذَا اهْتَدَيْتُمْ ۚ إِلَى اللَّهِ مَرْجِعُكُمْ جَمِيعًا فَيُنَبِّئُكُم بِمَا كُنتُمْ تَعْمَلُونَ (105) Gelî ewanê ku we bawer kirîye! (Hûn bi xweber li xwe mêze bikin). Di gava hûn di rêya rast da bin (hûn hatibne rêya rast) ewanê ku ji rêya rast derketine, qe bi tu awayî nikarin zîyana we bikin. Şixwa fetla we hemûşka jî li bal Yezdan da ne; îdî (Yezdanê di wê gavê da) ewan tiştên, ku we dikirin wê ji bona we ra bêje |
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا شَهَادَةُ بَيْنِكُمْ إِذَا حَضَرَ أَحَدَكُمُ الْمَوْتُ حِينَ الْوَصِيَّةِ اثْنَانِ ذَوَا عَدْلٍ مِّنكُمْ أَوْ آخَرَانِ مِنْ غَيْرِكُمْ إِنْ أَنتُمْ ضَرَبْتُمْ فِي الْأَرْضِ فَأَصَابَتْكُم مُّصِيبَةُ الْمَوْتِ ۚ تَحْبِسُونَهُمَا مِن بَعْدِ الصَّلَاةِ فَيُقْسِمَانِ بِاللَّهِ إِنِ ارْتَبْتُمْ لَا نَشْتَرِي بِهِ ثَمَنًا وَلَوْ كَانَ ذَا قُرْبَىٰ ۙ وَلَا نَكْتُمُ شَهَادَةَ اللَّهِ إِنَّا إِذًا لَّمِنَ الْآثِمِينَ (106) Gelî ewanê ku we bawer kirîye! Di gava ku yek ji we ketibe ber mirinê, bira ewa du merivên (pismamê) we ne, ku davdan in ji bona şîretên xwe ra şahid bigire. Û heke hûn di rêwîtîyê da bin, teşqela mirinê (di wê gavê da) bi serê we da hatibe, hûn du merivan ji wanê ku ne (pismamê) we ne ji xwe ra ji bona şîretên xwe şahidan bigirin. Heke hûn di mafê van herduk şahidên ku ne ji we ne, dudil bin (ewanê dîtin û bihîstinê xwe veşerin) hûn ewan herduk şahidan di piştî nimêjê bigirin; bira ewan herduk şahid (aha) sond bixun: “Bi Yezdan! Em bi tu cureyê (ditin û bihîstina xwe) venaşêrin û em (ewê dîtin û bihîstina xwe jî) ji bona pismamên me bi xweber be jî, bi tu tiştî nafiroşin. Şixwa heke em ewî (dîtin û bihîstina xwe veşêrin, ya jî bifroşin) di wê gavê da em dibine ji wanê gonehkar.” |
فَإِنْ عُثِرَ عَلَىٰ أَنَّهُمَا اسْتَحَقَّا إِثْمًا فَآخَرَانِ يَقُومَانِ مَقَامَهُمَا مِنَ الَّذِينَ اسْتَحَقَّ عَلَيْهِمُ الْأَوْلَيَانِ فَيُقْسِمَانِ بِاللَّهِ لَشَهَادَتُنَا أَحَقُّ مِن شَهَادَتِهِمَا وَمَا اعْتَدَيْنَا إِنَّا إِذًا لَّمِنَ الظَّالِمِينَ (107) Îdî heke derket, ku ewan herdu şahid jî babetê gonehkaryê bûne (şahidîya xwe rast ne gotine) bira du mîratxurên ji pismamê mirî (ku ewan herduk jî ji wan pismamên, di mîratê da xwayê par in) di şûna van herdu şahidan da, rabin şahidî bidin (aha jî) sond bixun: “BiYezdan! Şahidîya wan herdukan, ji şahidîya wan herdukan jî rastir e û bi sond! Em ji rastîyê para ne çûne. (Şixwa heke em rastîyê veşêrin) di wê gavê da em dibine ji wanê cewrkar.” |
ذَٰلِكَ أَدْنَىٰ أَن يَأْتُوا بِالشَّهَادَةِ عَلَىٰ وَجْهِهَا أَوْ يَخَافُوا أَن تُرَدَّ أَيْمَانٌ بَعْدَ أَيْمَانِهِمْ ۗ وَاتَّقُوا اللَّهَ وَاسْمَعُوا ۗ وَاللَّهُ لَا يَهْدِي الْقَوْمَ الْفَاسِقِينَ (108) Eva şahidîya bi vî awayî, ji bona ku şahid, şahidşya xwe rast bidin, ya jî şahid bitirsin (heke şahidîya wan di para da rast dernekebe) wê sonda wanê bi hinek sondê (şahidên mayî) para da derew derkebe, rêyeke çêtir e. Û hûn yezdanparizî bikin, hûn gohdarya (biryarên Yezdan bikin). Bi rastî Yezdan komalê ku ji rêya rast derkene nayne rê |
۞ يَوْمَ يَجْمَعُ اللَّهُ الرُّسُلَ فَيَقُولُ مَاذَا أُجِبْتُمْ ۖ قَالُوا لَا عِلْمَ لَنَا ۖ إِنَّكَ أَنتَ عَلَّامُ الْغُيُوبِ (109) Di roya ku Yezdan, pêxemberan dicivîne (ji wan aha di pirse): “Di gava, ku we biryarên min ji bona koma xwe ra digotin ji bona we ra çi pisyar hate danê?” (Pêxemberan) gotine:”Bi rastî tu zanîn ji bona me ra (bi pisyara wan) tune ye, hey tu bi tenê bi wan tiştên penha çêtir dizanî.” |
إِذْ قَالَ اللَّهُ يَا عِيسَى ابْنَ مَرْيَمَ اذْكُرْ نِعْمَتِي عَلَيْكَ وَعَلَىٰ وَالِدَتِكَ إِذْ أَيَّدتُّكَ بِرُوحِ الْقُدُسِ تُكَلِّمُ النَّاسَ فِي الْمَهْدِ وَكَهْلًا ۖ وَإِذْ عَلَّمْتُكَ الْكِتَابَ وَالْحِكْمَةَ وَالتَّوْرَاةَ وَالْإِنجِيلَ ۖ وَإِذْ تَخْلُقُ مِنَ الطِّينِ كَهَيْئَةِ الطَّيْرِ بِإِذْنِي فَتَنفُخُ فِيهَا فَتَكُونُ طَيْرًا بِإِذْنِي ۖ وَتُبْرِئُ الْأَكْمَهَ وَالْأَبْرَصَ بِإِذْنِي ۖ وَإِذْ تُخْرِجُ الْمَوْتَىٰ بِإِذْنِي ۖ وَإِذْ كَفَفْتُ بَنِي إِسْرَائِيلَ عَنكَ إِذْ جِئْتَهُم بِالْبَيِّنَاتِ فَقَالَ الَّذِينَ كَفَرُوا مِنْهُمْ إِنْ هَٰذَا إِلَّا سِحْرٌ مُّبِينٌ (110) Di gavêkî da Yezdan ji bona Îsayê kûrê Meryemê ra (aha) gotîye: “Îsa! Tu ewan qencîyên min e, ku li ser te û li ser dîya te hene, bîra xwe bîne. (Tu dizanî) ku min piştevanîya te bi canê pîroz kiribû. (Îdî) tu di çincîlê da û di gavê lawîtî û di kalîya xwe da bi kesan ra diaxivî, kanê! Min bi te nivîsandin û zanîna retkokî û Tewrat û Încîl, daye hînkirnê. (Û bîra xwe bîne) kanê! Te ji heryê tokela çûkan bi destûra min, çê dikirin, îdî te di wan tokelan da puf dikir, ewan tokelan jî bi destûra min, îdî dibûne çûk. Û te bi destûra min kurên zikmakî û kotî mefa dikirin. Kanê! Te bi destûra min mirî (bi zindî) derdixistin. Û (bîra xwe bîne) kane! Di gava ku tu (li bal zarên cihûyan da) bi beratên daveker va hatibûyî, îdî ewanê file ne, ku ji wan zarên cihûyan bûn (aha) digotin: “Bi rastî evan (berateyên ku tu ji bona me ra tînî) hey ançên xûyayî ne.” Me jî tu di wê gavê da ji wan parisandî |
وَإِذْ أَوْحَيْتُ إِلَى الْحَوَارِيِّينَ أَنْ آمِنُوا بِي وَبِرَسُولِي قَالُوا آمَنَّا وَاشْهَدْ بِأَنَّنَا مُسْلِمُونَ (111) Û (bîra xwe bîne) gava me li bal suxtan da niqandibû; ku ewan suxtan bi min û bi pêxemberê min bawer bikin. (Ewan suxtan aha) gotine: “Me bawer kirîye û tu şahid be, ku em bi rastî misilman in.” |
إِذْ قَالَ الْحَوَارِيُّونَ يَا عِيسَى ابْنَ مَرْيَمَ هَلْ يَسْتَطِيعُ رَبُّكَ أَن يُنَزِّلَ عَلَيْنَا مَائِدَةً مِّنَ السَّمَاءِ ۖ قَالَ اتَّقُوا اللَّهَ إِن كُنتُم مُّؤْمِنِينَ (112) Di gava suxtan ji bona (Îsa ra aha) gotine: “Îsayê kurê Meryemê! Gelo Xudayê te dikare, ku bi ser me da li ezmanan xewaneke (xwarinan) bihênirîne?” (Îsa ji wan ra aha pisyar daye) gotîye: “Heke hûn bawer dikin, hûn yezdanparizî bikin (ji van gotin û kirinan dest berdin).” |
قَالُوا نُرِيدُ أَن نَّأْكُلَ مِنْهَا وَتَطْمَئِنَّ قُلُوبُنَا وَنَعْلَمَ أَن قَدْ صَدَقْتَنَا وَنَكُونَ عَلَيْهَا مِنَ الشَّاهِدِينَ (113) Ewan (suxtan aha) gotine: “Em divên, ku em ji wê (xewanê) xwurekan bixun ji bo ku dilê me hêsanî be û em bizanin, ku tu bi rastî ji bona me ra rastîyê dibêjî, û em jî li ser wan bibne şahid.” |
قَالَ عِيسَى ابْنُ مَرْيَمَ اللَّهُمَّ رَبَّنَا أَنزِلْ عَلَيْنَا مَائِدَةً مِّنَ السَّمَاءِ تَكُونُ لَنَا عِيدًا لِّأَوَّلِنَا وَآخِرِنَا وَآيَةً مِّنكَ ۖ وَارْزُقْنَا وَأَنتَ خَيْرُ الرَّازِقِينَ (114) Îsayê kûrê Meryemê jî (bi lavatî aha) gotîye: “Xudayê me! Tu li ezmanan bi ser me da xewaneke (xwarinan) bihênirîne, ji bo ku ewa (xewana) ji bona me û ji bona wanê pêşrewan û paşrewanê me ra bibe cejnekî û derheozeke ji te be. Û tu (ewan xurekan) bi me bide sixurandinê. Şixwa tu bi xweber jî çêtirê sixurandokanî.” |
قَالَ اللَّهُ إِنِّي مُنَزِّلُهَا عَلَيْكُمْ ۖ فَمَن يَكْفُرْ بَعْدُ مِنكُمْ فَإِنِّي أُعَذِّبُهُ عَذَابًا لَّا أُعَذِّبُهُ أَحَدًا مِّنَ الْعَالَمِينَ (115) Yezdan jî (aha) gotîye: “Bi rastî ezê ewê (xewanê) bi ser we da bihênirînim. Îdî kîjan ji we ji piştî hinartina (xewanê) bibe file, ezê ewî bi şapateke wusa şapat bikim, ku ez wekî wî di gerdûnê da, tu kesekî şapat nakim.” |
وَإِذْ قَالَ اللَّهُ يَا عِيسَى ابْنَ مَرْيَمَ أَأَنتَ قُلْتَ لِلنَّاسِ اتَّخِذُونِي وَأُمِّيَ إِلَٰهَيْنِ مِن دُونِ اللَّهِ ۖ قَالَ سُبْحَانَكَ مَا يَكُونُ لِي أَنْ أَقُولَ مَا لَيْسَ لِي بِحَقٍّ ۚ إِن كُنتُ قُلْتُهُ فَقَدْ عَلِمْتَهُ ۚ تَعْلَمُ مَا فِي نَفْسِي وَلَا أَعْلَمُ مَا فِي نَفْسِكَ ۚ إِنَّكَ أَنتَ عَلَّامُ الْغُيُوبِ (116) Di gavekî da Yezdan (ji bona Îsayê kûrê Meryemê ra aha) gotîye: "Îsayê kûrê Meryemê! Qey te ji bona kesan ra (aha) gotîye.” Hûn (gelî kesan!) ji bal Yezdan, min û dîya min jî ji xwe ra bixne du Yezdan? (Îsa aha) gotîye: “Ez (te ji wan gotinê wan) paqij dikim, tu maf ji bona min ra tune ye, ku ez ewê tişta qe tu mafê hûn têda tune be, bêjim. Heke min wusa gotibe şixwa tu pê dizanî. Tu bi tişta ku hundurê min da heye dizanî, lê ez bi tişta di hundurê te da heyî nizanim. Bi rastî hey tu bi tiştên penha dizani.” |
مَا قُلْتُ لَهُمْ إِلَّا مَا أَمَرْتَنِي بِهِ أَنِ اعْبُدُوا اللَّهَ رَبِّي وَرَبَّكُمْ ۚ وَكُنتُ عَلَيْهِمْ شَهِيدًا مَّا دُمْتُ فِيهِمْ ۖ فَلَمَّا تَوَفَّيْتَنِي كُنتَ أَنتَ الرَّقِيبَ عَلَيْهِمْ ۚ وَأَنتَ عَلَىٰ كُلِّ شَيْءٍ شَهِيدٌ (117) Min ji bona wan ra, ji pêştirê wan (biryarên) ku te fermana min kirîye; ez ewan ji wan ra bêjim, qe tu tişt ji wan ra ne gotîye. (Min ji bona wan ra aha) gotîye: “Hûn perestîya wî Yezdanê, ku Xudayê min û Xudayê we ye, bikin. Heya ku ez di nava wan da bim, ez şahidê li ser wan im, îdî di gava ku te ez ji nava wan derxistim (canê min sitand) tu bi xweber dibî dîdevanê li ser wan. Şixwa tu bi xwer jî şahidê li ser hemû tiştanî.” |
إِن تُعَذِّبْهُمْ فَإِنَّهُمْ عِبَادُكَ ۖ وَإِن تَغْفِرْ لَهُمْ فَإِنَّكَ أَنتَ الْعَزِيزُ الْحَكِيمُ (118) Heke tu ewan şapat bikî, bi rastî ewan bendeyên te ne (tu kes têkil nabe). Şixwa heke tu ewan bibaxişînî, bi rastî servahatê bijejke hey tu bi xweberî (dîsa tu kes nikare têkil bibe) |
قَالَ اللَّهُ هَٰذَا يَوْمُ يَنفَعُ الصَّادِقِينَ صِدْقُهُمْ ۚ لَهُمْ جَنَّاتٌ تَجْرِي مِن تَحْتِهَا الْأَنْهَارُ خَالِدِينَ فِيهَا أَبَدًا ۚ رَّضِيَ اللَّهُ عَنْهُمْ وَرَضُوا عَنْهُ ۚ ذَٰلِكَ الْفَوْزُ الْعَظِيمُ (119) Yezdan gotîye: “Eva roya hane royake wusa ne, ku di wê roye da rastîya rastgoyan ji bona (wan rastgoyan) bi kêr tê. Ji bona wan ra bihiştên, ku di binê (darê) wan da çem dikişin, hene. Ewanê di wan bihiştan da tum carîn bimînin. Yezdan bi wan qayîl bûye, ewan bi xweber jî (bi dana) Yezdan qayîl bûne. Serfirazîya mezin eva ye.” |
لِلَّهِ مُلْكُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ وَمَا فِيهِنَّ ۚ وَهُوَ عَلَىٰ كُلِّ شَيْءٍ قَدِيرٌ (120) Seroktîya ezman û zemin û seroktîya wan tiştên (di ezman û zemin da) heyî hey ji bona Yezdan ra ne. Şixwa Yezdan bi xweber jî li ser hemû tiştan bi hêz e |