سَبِّحِ اسْمَ رَبِّكَ الْأَعْلَى (1) (Muhemmed!) tu bi navê Xuda yê xweyê bilintir paqîjî ya vî ji kêmayan bike |
الَّذِي خَلَقَ فَسَوَّىٰ (2) Ew (Xweda yê te) afirandin kirîye, îdî bi pêkanî rast kiriye |
وَالَّذِي قَدَّرَ فَهَدَىٰ (3) Ewî ji hemû heyan ra (temtêla wan) pîvaye, îdî paşê anîye rêya rast |
وَالَّذِي أَخْرَجَ الْمَرْعَىٰ (4) Ewî kovîçêr derxistîye |
فَجَعَلَهُ غُثَاءً أَحْوَىٰ (5) Îdî paşê ewa (çêra) xistêye gîhakî reşê hişk maye |
سَنُقْرِئُكَ فَلَا تَنسَىٰ (6) (Muhemmed) di nêzîk da (bi Cibraîl) emê (Qur´an ê) ji te ra bidin xûndinê, îdî tu bîrva nekî |
إِلَّا مَا شَاءَ اللَّهُ ۚ إِنَّهُ يَعْلَمُ الْجَهْرَ وَمَا يَخْفَىٰ (7) Ji pêştirê tişta Yezdan (bîrva kirina wê) va ye. Loma bi rastî Yezdan bi tişta xûyayî û bi tişta veşartî dizane |
وَنُيَسِّرُكَ لِلْيُسْرَىٰ (8) Û emê ji bona te ra rêya hêsabûna (berkirinê) pêk bîn in |
فَذَكِّرْ إِن نَّفَعَتِ الذِّكْرَىٰ (9) (Muhemmed) heke şîreta (bi Qur´an ê)ji bona wan ra kêr tê tu ji wan ra şîretan bike |
سَيَذَّكَّرُ مَن يَخْشَىٰ (10) Bi rastî ewê (ji Xudê) bitirs e, wê (ji Qur´an ê) şîretan hilde |
وَيَتَجَنَّبُهَا الْأَشْقَى (11) Ewê gunehkarê ji rê derketî heye! Ewa jî xwe (ji şîretê Qur´an ê) diparisîn e |
الَّذِي يَصْلَى النَّارَ الْكُبْرَىٰ (12) Ewa di agirê mezin da tê avêtinê |
ثُمَّ لَا يَمُوتُ فِيهَا وَلَا يَحْيَىٰ (13) Paşê (di agirda jî) ne dijî û ne jî dimire |
قَدْ أَفْلَحَ مَن تَزَكَّىٰ (14) Bi sond! Ewê ku xwe ji (gunehan) paqij kirîye haye! Ewa feredte bûye |
وَذَكَرَ اسْمَ رَبِّهِ فَصَلَّىٰ (15) Îdî ewî bi navê Xuda yê xwe şîret hildaye û nimêj kirîye |
بَلْ تُؤْثِرُونَ الْحَيَاةَ الدُّنْيَا (16) Lê hûnê jîna cihanê heldibijêrin |
وَالْآخِرَةُ خَيْرٌ وَأَبْقَىٰ (17) Jîna parada jî (ji jîna cihanê) çêtir û mayîtir e |
إِنَّ هَٰذَا لَفِي الصُّحُفِ الْأُولَىٰ (18) Bi rastî evan (şîretan) di pirtûk û rûpelên berêda jî hebûn e |
صُحُفِ إِبْرَاهِيمَ وَمُوسَىٰ (19) Ewan rûpelan, rûpelê Ibrahîm û Mûsa nin |